Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker ji payizê heta niha li gel bombebaranên giran ên li dijî mewzî û tunelên me yên li Qadên Berxwedanê ya Girê Bahar, Girê Cûdî, Orta Alan, Girê FM û Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, çekên qedexekirî, bombeyên fosfor û çekên kîmyewî bi kar tîne.
Piştî pêvajoya agirbestê ku di 1’ê Adarê de hat ragihandin jî ev êrîş bi girantir dewam dikin. Bi taybet ji 20’ê Adarê ve li dijî hêzên me yên ku li vê qadê dixwazin pozîsyona xwe biguherînin, êrîşeke giran heye. Artêşa Tirk a dagirker rewşa hêzên me yên ku dixwazin pozîsyona xwe biguherînin firsend dît û êrîş kir, ev nemerdî ye. Di rewşa heyî de keysdîtin û nemerdî heye.
Divê hemû raya giştî bizanibin ku ji 20’ê Adarê ve li Orta Alan a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê berxwedan û şerekî dijwar heye. Di vê berxwedanê de hevreyên me Abbas, Lorîn, Rawan, Ozgur û Besê şehîd bûn, em ê agahiyên nasmayê piştre ragihînin. Artêşa Tirk a dagirker bi sûd wergirtina hin pozîsyonan hewl dide tola têkçûna xwe ya dîrokî ya di vê qadê de hilîne. Lê tu tişt rastiya di vê qadê de nikare veşêre. Niha jî li dijî mewzîyên me yên li Qadên Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê Bahar bi awayekî zêde gazên kîmyewî bikar tîne. Divê ev ji aliyê tevahî raya giştî ve were zanîn.
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:
Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;
– Di 11 û 12’ê Nîsanê de Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;
– Di 11 û 12’ê Nîsanê de Qadên Berxwedanê ya Berê Zînê, Sinînê û Lolan ên herêma Xakurkê 16 car, qadên Girê Zengil, Deşta Kafya ên herêma Garê 7 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 20 caran; bi giştî 43 caran bi çekên giran, top û obîsan hate bombekirin.
– Di 12 û 13’ê Nîsanê de berpalên başûr ên Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 saetan bi berdewamî bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin. Di bombebaranê de gundên Belavê û Guherzê yên li herêmê jî bandor bûn, gule û teqemeniyên artêşa Tirk a dagirker ketin van gundan jî.
Destwerdanên hêzên me yên li dijî êrîşan;
– 13’ê Nîsanê di saet 07:30’an de tankekî ku tunel û mewziyên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bombe dikir, ji aliyê Yekîneyên me yên Şehîd Axîn Mûş ve bi drona kamîkaze hate xistin û îmhakirin. Ev çalakî wekî bersivdayîna bombebaranên artêşa Tirk a dagirker ên li herêmê hat lidarxistin.
13’ê Avrêlê 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê