Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Em hevrêyên xwe Laşer Gever, Arvîn Baz Amed, Arjîn Besra Varto, Delîla Amed û Adil Bilikî ên ku li herêma Metîna dema li ser peywirê xwe bûn di 30’yê Îlona 2024’an de di êrîşa artêşa Tirk de gihiştin şehadetê, bi hurmetî û minetdarî bibîr tînin.
Hevrêyên me Laşer, Avrîn, Arjîn, Delîla û Adil ji bo bibin hêviya azadiya gelê me tevlî nava refên PKK’ê bûn. Li çiyayên Kurdistanê xwe bi îdeolojiya Apoyî jinûve avakirin û bûn şoreşgerên profesyonel. Wan, ji bo ku ji doza azadiya gelê me re pêşengî bikin, bi fedekariyek mezin tevlî bûn û bi hezkirinek mezin çûn ser her peywirê. Bi coş û moraleke mezin tevlî xebatan bûn. Ruhê milîtanên Apoyî di kesayeta xwe de serwer kirin û bûn gerîlayên jêhatî û dilpak. Li ser gerîlatiya modernîteya demokratîk lêhûrbûn, bi hewldan û dilsozî gihiştin asteke bilind. Di salên têkoşînê yên zehmet de bêyî dudilî berpirsyarî hildan ser milên xwe û li dijî êrîşên dijmin li ber xwe dan. Li dijî dewleta Tirk a ku dixwest îradeya Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bişkîne û êrîşên qirker li ser gelê me pêk bîne, wan bi sekn û tevlîbûna xwe îradeya Apoyî ya serketinê îsbat kirin. Di şert û mercên herî giran de jî wan li pêşiya tevlîbûna xwe tu astengî nasnekirin û serketin esas girtin. Wan bi tevlîbûna xwe û sekna xwe mîrateyek mezin a têkoşînê ji bo me hiştin.
Em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe mînak bigirin û ala têkoşînê ya ku wan dewrî me kiriye, bi serketinê tacîdar bikin. Bi vê baweriyê em di serî de sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
|
|
Nasnav: Laşer Gever |
Laşer Gever – Emîrcan Oztunç
|
|
Nasnav: Arvîn Baz Amed Nav û paşnav: Zîlan Bayer |
Arvîn Baz Amed – Zîlan Bayer
|
|
Nasnav: Arjîn Besra Varto Cihê jidayikbûnê: Mûş |
Arjîn Besra Varto – Hasîbe Karataş
|
|
Nasnav: Delîla Amed Nav û paşnav: Zîndan Temîz Cihê jidayikbûnê: Amed Navê dayik û bav: Fatma- Nesrullah Dîrok û cihê şehadetê: 30 Îlon 2024/ Metîna |
Delîla Amed – Zîndan Temîz
|
|
Nasnav: Adil Bilikî Nav û paşnav: Lokman Urun Cihê jidayikbûnê: Şirnex Navê dayik û bav: Bahar- Metîn Dîrok û cihê şehadetê: 30 Îlon 2024/ Metîna |
Adil Bilikî – Lokman Urun
Laşer Gever – Emîrcan Oztunç - Hevrêyê me Laşer, yek ji bajarê welatê me yê berxwedanê li Geverê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Jîrkî ji dayîk dibe. Ji ber vê taybetmendiya malbat û gelê Geverê girêdayî çand û kevneşopiya Kurdî mezin dibe. Hevrêyê me yê ku rastiya asîmîlekirinê ya dewleta Tirk, cara ewil li dibistanê hîn dibe, ji ber ku bi zimanekî biyanî perwerdeyê dibîne bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Hevrêyê me ji ber ku bi zimanê dayîka xwe perwerdeyê nabîne, berteka wî ya li dijî dewleta Tirk zêde dibe. Hevrêyê me, derfeta naskirina karekterê qirker ê dewleta Tirk a ku li hemberî têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê hemû caran zext, zulmû komkujiyan rewa dibîne, piştî bûyerên rû dide, bi dest dixe. Li hemberî vê yekê ji berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku xizmên wî yên nêz jî di nav de cih digirin, bandor dibe. Ji ber vê yekê ji zarokatiya xwe û pê ve gelekî ji gerîlayan hez dike û gerîlabûnê dike mezintirîn xeyala xwe. Piştî ku neh salan diçe dibistanê, dev ji dibistanê berdide û ji bo têkariya debara malbata xwe di karên cuda de dixebite. Hevrêyê me Laşer, bi saya kesayeta xwe ya kedkar, fedekar û zîrek ji aliyê derdora xwe ve gelekî tê hezkirin û weke kesekî mînak tê nîşandan. Hevrêyê me yê ku di heman demê de kesekî tîtîz û hesas e, van taybetmendiyên xwe piştre di nava jiyana gerîlayan de jî pêş dixe û didomîne. Hevrêyê me yê ku di ciwantiya xwe de rewşa gelê me yê ya hatiye dagirkirin û şert û mercên koletiyê zêdetir fêm dike, li hemberî vê yekê digihîje wê baweriyê ku divê ew bi xwe jî di nava têkoşînê de cih bigire. Hevrêyê me yê ku fêm dike ku ev yek bes bi tevlîbûna ji bo nava refên gerîlayan pêkan e, dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêyê me Laşer ê ku tevlî merasîmên sersaxiyê yên ji bo hevrêyên me yên ku ji bo azadiya gelê me têkoşiyane û gihiştîne şehadetê dibe, li vir ji xwedîderketina gelê me ya ji gerîlayan re bandor dibe. Hevrêyê me yê ku fêm dike ku têkoşîna ji bo rastiya gelekî bi vî rengî ji bo hemû ciwanên Kurd erk û berpirsiyartiya sereke ye, lêgerîn û kûrbûnên xwe şênber dike. Bi taybetî jî piştî sala 2011’an pêkhatina Komkujiya Roboskiyê û qetilkirina ewladên gelê me yên ciwan ji bo hevrêyê me dibin xala dawîn. Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de ye ku têkoşîna herî bi bandor a li dijî dewleta Tirk bes bi tevlîbûna nava refên gerîlayan pêkan e, di sala 2012’yan de li Hewlêrê tevlî nava refên gerîlayan dibe.
Hevrêyê me Laşer ê ku dema tevlî nava refên gerîlayan dibe ji hevrêtiya germ a gerîlayan bandor dibe, bi hemû hêza xwe tevlî jiyanê dibe û dixwaze hemû hûrgiliyên têkildarî gerîlabûnê fêr bibe. Ji bo serweriya hemû hûrgiliyên jiyanê pêk bîne bi mereq û xwestekeke mezin tim pirs kirin û hewl da ku tiştên hîn bûne di pratîkê de nîşan bide. Hevrêyê me Laşer, di demeke kurt de karî bibe gerîlayekî xwedan tecrûbe. Hevrêyê me yê ku di heman demê xwedî kesateyeke afirîner û fedekar e, di jiyanê de nûbûnan diafirîne û jiyana gerîlayan dewlemendtir dike. Bi saya perwerdeyên îdeolojîk ên distîne xwe di felsefeya azadiyê ya Apoyî de kûrtir dike. Xwe ji taybetmendiyên pergalê yek bi yek rizgar dike û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî yên xwe dispêrin duristî, jidilî, wêrektî û azadiyê pêş dixe. Hevrêyê me yê ku di vî warî de di kesayeta xwe de guherîn û veguherîneke girîng pêk tîne, ji hemû hevrêyên xwe re dibe mînak. Hevrêyê me Laşer ê ku bi saya eleqeya xwe ya ji xebatên leşkerî re ji bo fêrbûna hemû hûrgiliyên hunera şerê gerîlayan dikeve nava hewldaneke gelekî mezin, di encama ked û hewldanên xwe de di gelek taktîkan de xwe gelekî pêş dixe. Bi vî awayî xwe ji şert û mercên têkoşînê yên herî dijwar re amade dike.
Hevrêyê me Laşer ê ku piştî perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike û li herêma Matînayê tevlî nava xebatên pratîkê dibe, di nava refên gerîlayan de ji tecrûbeyên hevrêyên xwe yên berê sûd werdigire û tecrûbeyên têkildarî şer û jiyanê yên salan di nava çend mehan de bi dest dixe. Hevrêyê me Laşer ê ku xwedan kesayeteke jêhatî, hesas, zîrek û bi îradeye, bi saya van taybetmendiyên xwe baweriyê dide hevrêyên xwe. Ji ber vê yekê di nava xebatên kûryetiyê ya ji bo gerîlayan gelekî girîng e de cig digire. Weke gihandina bi dehan hevrêyên xwe yên cihê erka wan di nava xebateke ku cidîyet, disîplîn û hesasiyetê hewce dike de bi saya kûrbûna xwe ya xurt serkeftinên mezin bi dest dixe. Hevrêyê me Laşer ê ku di pêvajoya vê xebatê de ku demeke dirêj di nav de cih digire û bi sedan gerîlayan nas dike, li ser her yekê bîranînên mezin dihêle. Hevrêyê me ku gelekî ji şehadeta hevrêyên xwe yên wan digihîne cihê erka wan bandor dibe, hemû şehadetan dike egera mezinkirina têkoşîna xwe.
Hevrêyê me Laşer, ji bo ku xwe îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo û taktîkên serdema nû de kûr bike û kirina muhasebeya pratîka xwe di akademiyê de dest bi perwerdeyê dike. Hevrêyê me yê ku ji roja ewil a perwerdeya xwe heya roja dawîn timû tim sekneke rexnedayînê nîşan dide û xwe pêş dixe, bi saya vê sekna xwe ya mutewazî ji hevrêyên xwe re dibe mînak. Hevrêyê me Laşer ê ku li gel kûrbûnên xwe yên mezin derketineke girîng bi dest dixe, israr dike ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û ji sûc û komkujiyên li ser gelê me tên kirin hesabê bipirse. Hevrêyê me yê ku ji bo vê yekê israr dike, tevî vê yekê ji ber serkeftinên xwe yên di xebatên xwe yên berê de vê carê berpirsiyariyên mezin digire ser milên xwe û dubare tevlî heman xebatê dibe. Tevî hemû tedbîr û astengiyên dewleta Tirk jî bi saya jêhatîbûn û fedekariya xwe dikare bi dehan hevrêyên xwe bigihîne cihê erkên wan ên li Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Laşer ê ku xebatên xwe bi eşq, coş û kelecaneke mezin bi rê ve dibe, bi saya kesayeta xweya durist û jidil dikare li ser hemû hevrêyên xwe şopên mezin bihêle.
Hevrêyê me Laşer ê ku di 30’ê Îlona 2024’an de li herêma Metnayê di encama êrîşeke dijmin de li gel komeke hevrêyên me tevlî karwanê şehîdan dibe, weke fermandarekî serkeftinê yê soza pêşerojê dide, di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe digire. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê teqez hesret û xeyalên hevrêyê xwe Laşer pêk bînin.
Arvîn Baz Amed – Zîlan Bayer - Hevrêya me Avrîn, weke ferdeke ji malbateke welatparêz a ji navçeya Elbak a girêdayî Wanê li Kayseriyê ji dayik dibe. Malbata wê ji ber zordariya dijmin û ferzkirina cerdewaniyê neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Ji ber vê yekê neçar ma li Stenbolê mezin bibe. Lê ji ber welatparêziya malbatê û girêdana bi nirxên Kurdîtiyê, hevrêya me Avrîn girêdayî cewhera xwe mezin bû. Hevrêya me di vê pêvajoya ku neçar mabû ji Kurdistanê dûr bijî, ji polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me têne meşandin haydar bû û ji ber vê yekê li hember dewleta Tirk hêrseke mezin xwedî dikir. Ji ber ku malbata wê ji salên 1990’î ve di nava têkoşînê de bû û xizmên nêzîk ên wê gerîla bûn û şehadet dabûn, ji biçûkahiyê ve Tevgera me ya Azadiyê nas kir. Ji ber vê yekê ji biçûkahiyê ve sempatiyeke mezin ji gerîla re hîs kir, bûyîna gerîla kir armanca xwe ya herî bingehîn. Hevrêya me Avrîn a ku neçar ma biçe dibistanên dewleta Tirk, piştî qedandina perwerdehiy mecbûrî ji ber berteka xwe ya li hember dewleta Tirk dibistan terikand. Piştî ku malbata wê di sala 2011’an de careke din vegeriya welatê xwe Kurdistanê, hevrêya me ya ku bi kokên xwe ve girêdayî bû, coş û şahiya wê ya jiyanê zêdetir bû. Di vê pêvajoyê de şehadeta xizmê xwe yê nêzîk û fermandarê pêşeng ê ciwanên Kurd Baz Mordem – hevrêyê me Emrah Bayer, mîna tevahiya malbatê li ser hevrêya me Avrîn jî bandoreke mezin çêkir. https://hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/2011-ehitlerimiz/item/1427-baz-mordem-emrah-bayer
Hevrêya me ya ku hewl dida rast wate bide vê şehadetê, di zanabûna bersiva herî rast a şehadetan domandin û mezinkirina têkoşînê de bû. Li ser vê bingehê biryar da ku beşdarî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bibe. Hevrêya me dest bi hewldana zindîkirina bîranîna hevrê Baz Mordem kir. Hevrêya me Avrîn ya ku nêzîkî du salan di xebatê ciwanan de cih girt, di vê pêvajoyê de rastiya têkoşîna me ji nêz ve nas kir. Di heman demê de bîrdoziya azadiya jinê ya Rêbertî nas kir. Li ser vê bingehê pirsgirêkên ku jin di civakê de dijî û pozîsyona wê bi awayekî rast û baştir çareser kir. Weke jineke ciwan jiyana ku jê re dihat pêşkêşkirin ku di sînorên koletiyê de ye qet qebûl nekir. Weke alternatîf jiyana komunal a PKK’ê tercîh kir. Piştî şehadeta hevrê Baz Mordem, ji ber beşdariyên ji derdora nêzîk û eşîra xwe ya refên gerîla, hevrêya me Avrîn jî di sala 2013’yan de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û beşdarî nav refên gerîla bû.
Hevrêya me Avrîn a ku li Garê perwerdeya şervanên nû dît, dereng tevlîbûna jiyana gerîla her tim weke kêmasiyek di dilê xwe de hîs dikir. Hevrêya me ya ku bi beşdarbûna nav refên gerîla re got ku ev kêmasiya ku di dile xwe de hîs dikir derbas kiriye, diyar kir ku ev kêmasî lêgerîna jiyana azad û heqîqete ye. Hevrêya me ya ku bi vî awayî bi coş û heyecan beşdarî jiyanê bû, di demeke kurt de bi çiya û jiyana gerîla re bû yek. Bi perwerdeyên ku girt rastiya gel û têkoşînê hîn zêdetir derxist zanabûnê. Hevrêya me Avrîn li ser vê bingehê taybetmendiyên kesayetiya xwe jî ji lêpirsîneke kûr derbas kir. Ji bo derbaskirina bandorên ku pergala kapîtalîst li ser kesayetiyê çêdike, xwediyê hewldan û kedeke mezin bû. Hevrêya me Avrîn bi domdarkirina lêhûrbûnên xwe, dixwest rêwîtiya rastiyê ya ku dest pê kiriye hîn bi watedartir bike. Di heman demê de li ser rêgezên azadiya jinê jî lêhûrbû. Hevrêya me van yekan kir taybetmendiyên bêveger ên kesayetiya xwe û dixwest çanda xwedewandiyê ya bi hezaran salî careke din di kesayetiya xwe de temsîl bike. Di pêvajoya beşdarbûna refên gerîla de, ji ber ku li gelek herêmên welatê me Kurdistanê, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê pêvajoyeke şer a dijwar hebû û weke jineke ciwan dizanibû ku divê xweparastina xwe bike, girîngiyeke mezin da waneyên leşkerî. Rêgezên bingehîn ên gerîlatiyê fêr bû. Hevrêya me ji bo xwe di van de kûrtir bike, bû xwedî kedeke mezin. Bi vî awayî hem di warê bîrdozî hem jî di warê leşkerî de bû gerîlayeke YJA Starê ya jêhatî. Hevrêya me bi heyecaneke bêtarîf li benda kêliya beşdarbûna xebatên pratîk bû.
Piştî ku perwerdeya xwe bi serfirazî qedand, careke din li herêma Garê beşdarî xebatan bû. Hevrêya me li wir bi alîkariya hevalên xwe derfet dît ku tiştên di perwerdeyê de fêr bûye bixe meriyete Bi alîkariya hevalên xwe di warê gerîlatiyê û jiyanê de tecrûbeyên girîng bi dest xist. Hevrêya me Avrîn li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên Heremên Parastina Medyayê û gelek qadên gerîla dest pê kiribûn derbasî herêma Metînayê bû. Li vir ket nava pratîkeke dijwar. Hevrêya me bi sekn û beşdariya xwe her dijwariyê derbas kir. Di sala 2015’an de di êrîşeke dijmin de li Metînayê birîndar bû. Hevrêya me vê yekê li pêş têkoşîna xwe wek astengiyeke nedît. Vê bûyerê kir sedema mezinkirina têkoşîna xwe. Hevrêya me ji bo vê yekê, pêşî biryar da ku xwe di warê leşkerî de hîn zêdetir jêhatî bike. Li ser vê bingehê derbasî perwerdeya akademiyê bû. Di taktîkên gerîla yên serdema nû de pispor bû. Piştî qedandina perwerdeyê derbasî herêma Heftanînê bû. Hevrêya me Avrîn li vir cihê xwe di nava pratîka şer a dijwar de girt. Di demên ku êrîşên dijmin herî dijwar bûn de bû xwedî têkoşîneke fedaî. Hevrêya me ya ku di êrîşên dijmin ên salên 2019, 2020 û 2022’yan de giran birîndar bûbû dîsa jî ji azm û biryardariya têkoşîna xwe tiştek winda nekir. Hevrêya me Avrîn ya ku ji girêdana hevalên şehîd hêz û moraleke mezin digirt, bi vê sekna xwe bû yek ji mînakên herî bijarte yên mîlîtantiya fedaî ya Apoyî. Li herêma Heftanînê bi taybetî hevrêyên me Şehîd Hêjar Zozan, Şehîd Bargiran Erkendî, Şehîd Zelal Sîdem û Şehîd Şoreş Serkeft û gelek mîlîtanên fedaî yên Apoyî re têkoşîn kir. Hevrêya me ji her yekê ji wan hevalan tecrûbeyên girîng girt. Bi wêrekiya di şer de, xwînsarî, fedakarî û jêhatîbûna bikaranîna taktikên gerîla bi awayekî dewlemend, di gelek çalakiyên li hember artêşa Tirk de xwedî kedeke girîng bû. Hevrêya me Avrîn bi vê sekn û tevlîbûna xwe hurmeta hemû hevalên xwe qezenc kir. Ji ber vê yekê li Heftanînê ya ku navê wê bi berxwedana jinê re tê hev, bû gerîlayeke YJA Starê ya ku hemû hevalên wê mînak digirtin.
Piştî pratika serketî ya li Heftanînê, ji bo xwe di warê bîrdozî û leşkerî de hîn zêdetir jêhatî bike û pêşengiya jinê di kesayetiya xwe de baştir temsîl bike, hevrêya me Avrîn li Akademiya Jinên Azad a Şehîd Bêrîtan perwerde dît. Li vir perwerdeya bi hevalên jin re weke şansekê mezin dît. Li vir derfet dît ku hêz û îradeya jinê ya xweser ji nêz ve nas bike. Hevrêya me bi beşdariyeke bêhesab û bêguman hem ji bo kedên ku hevalên wê ji bo wê dane hem jî ji bo ku layiqê hevalên ku bi hev re têkoşîn kirine û şehîd bûne bibe, têkoşîna xwe hîn mezintir kir.
Armanc û xeyala wê ya herî mezin derbasbûna Bakurê Kurdistanê û bi gelê me re têkoşîna hevbeş bû. Hevrêya me Avrîn piştî qedandina perwerdeyê derbasî herêma Metînayê ya ku êrîşên dijmin lê dijwar bûn bû û beşdarî berxwedana li wir bû. Di berxwedana Metînayê ya ku qehremaniyên mezin lê dijiyan de bi beşdariya xwe ya çalak û fedaî bû mînakeke YJA Starê. Hevrêya me Avrîn; hem bi kesayetiya xwe ya rast, sade û dilnizim hem jî bi wêrekiya xwe di dilê hemû hevalên ku pê re têkoşiyane de cihêkî nemir bi dest xist. Di êrîşeke dijmin de ya 30’yê Îlona 2024’an de gihîşt şehadete. Em soz didin ku em ê xeyalên hevrêya xwe Avrîn di Kurdistana Azad de zindî bihêlin.
Arjîn Besra Varto – Hasîbe Karataş - Hevrêya me Arjîn li navçeya Gimgim a Mûşê di nava malbateke welatparêz hat dinê. Hevrêya me, ku bi girêdanek kûr bi ax, ziman û çanda malbata xwe ve mezin bû, neh salan li dibistanên pergalê xwend lê qet polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên dewleta Tirk qebûl nekir. Hevrê Arjîn li hember vê yekê her tim hişyar bû, rastiya dewletê di salên dibistanê de ji nêz ve nas kir û di temenek biçûk de hestek xurt a pirsyarî û berxwedanê di dilê wê de pêş ket. Ji ber malbat û hawîrdora civakî ya li dora wê bi mîrateya têkoşînê mezin bibû, ev yek hişt ku Hevrê Arjîn di temenê xwe yê ciwan de Tevgera Azadiyê nas bike û sempatiyek wê pêş bikeve. Hevrê Arjîn, jidil bawer dikir ku rewşa statuya mêtinger a ku gelê me pê re rûbirû ye, tenê bi şerê gerîla dikare were têkibirin. Wekî jineke ciwan, wê rolên kole yên ku bi taybetî li ser jinan dihatin ferzkirin red kir û jiyanek azad xwest. Helwesta azad û bi biryar a gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê bû îlhama wê ya herî mezin. Nakokî û lêgerînên xwe bi gerîlayên ku dihatin gund re nîqaş dikir û digihêşt encamek. Di vê pêvajoyê de, baweriya wê bi têkoşînê hîn xurttir bû. Dizanibû ku ew ê li hember êrîşên li ser Şoreşa Rojava û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Êzidî li Şengal bêdeng nebe. Dema ku fêm kir ku ev êrîşên li ser gelê wê tenê bi têkoşîna çekdarî dikarin werin rawestandin, di sala 2014’an de hevrê Arjîn û xizmek wê bi biryardarî berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bûn.
Hevrê Arjîn a ku li ser herêma Bestayê tevlî nava refên gerîla bû, bi helwest û qîmeta ku hevrêyên wê yên li herêmê daye wê gelek bandor bû. Wê tecrûbeya gerîla ya ku li vir bi dest xistibû, kir bingeha tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê. Piştre ew derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li wir li Garê perwerdehiya şervanên nû wergirt û zû adapteyê jiyana çiya û gerîla bû. Hevrêya me bi kesayetiya xwe ya zindî û çalak di demeke kûrt de derket pêş. Bi saya vê perwerdeyê, hevrêya me têgihîştinek kûrtir li ser rastiya gel û welatê me bi dest xist û bandorên polîtîkayên qirkirinê yên dijmin çêtir analîz kir. Li ser kesayeta xwe û bandorên pergalê lêhûrbûnek mezin jiya û têkoşînek mezin raber kir. Di vê pêvajoyê de hewl da xwe ji taybetmendiyên pergalê rizgar bike û nûbûn kir rêbaza jiyana xwe. Hevrêya me ya ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ji xwe re kir armanc, bawer dikir ku ev perspektîf dikarin bibin sedema kesayetiyek nû û azad û di vê hewldanê de, ji bo hevalên xwe bû mînak. Hevrê Arjîn dizanibû ku êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me tenê bi parastineke bi bandor dikarin werin paşve xistin û li ser jêhatîbûna gerîla lêhûrbû. Di vê çarçoveyê de bi giranî li ser perwerdehiya leşkerî sekinî û bi jêhatîbûna îdeolojîk û leşkerî bû gerîlayek YJA Starê ya mînak.
Piştî ku perwerdeya xwe temam kir, hevrê Arjîn bi israr dixwest biçe herêmên ku şer lê giran bûye. Ji bo bersivdayîna êrîşên qirkirinê yên li ser jinan û bi taybetî jî li ser tevahiya gelê Êzidî, hevrêya me berê xwe da Şengalê û tevlî berxwedana destanî bû. Bi têkoşîna bi hezaran Dewrêş û Edûlê yên ku mil bi mil li dijî çete dijminê mirovahiyê şer dikirin, bandor bû û yekser cihê xwe li eniyên pêş girt û bi wêrekî û hêrsa xwe ya li dijî dijmin, beşdarî serketina gelek çalakiyan bû. Hevrêya me bi şehadeta hevrêyên li cem xwe gelek bandor bû, van şehadetan ji bo xwe kir armanca berfirehkirina têkoşînê. Hevrê Arjîn tevlîbûna wê gav bi gav xurtir bû û ezmûna leşkerî ya girîng bi dest bixe.
Hevrê Arjîn di dema mayîna xwe ya li Şengalê de hemû erk û berpirsiyariyên xwe bêyî qisûr bi cih anî. Piştre derbasî Bakurê Kurdistanê bû ku li wir berxwedana li dijî dagirkeriyê berfireh dibû û têkoşîna xwe li wir domand. Hevrêya me ya ku bi kelecanek mezin derbasî herêma Bestayê bû, ku cihê wê ya ewil nava gerîla bû, tevlîbûna xwe ya li vê herêmê hîn xurtir kir. Dema ku agahiya şehadeta gelek hevalên ku ew nas dikir digirt, hêrsa wê ya li hember dewleta Tirk zêde bû û ev hêrs di çalakiyên xwe de veguherand wêrekî û biryardariyê. Hevrê Arjîn, ku di dawiya sala 2017’an de di operasyoneke dijmin de birîndar bû, bi israra hevrêyên xwe ji bo dermankirinê vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Hevrê Arjîn di pêvajoya tedewiyê de ji bo ku zanîna xwe ya li ser taktîkên gerîla yên demê kurtir bike û tecrûbeya ku bi dest xistî bi hevrêyên xwe re parve bike, tevlî perwerdehiya taybet bû. Bi xwestek û biryardariyek mezin tevlî vê perwerdehiyê bû, li ser kêmasiyên di pratîkê de lêhûrbû û di nûkirina jêhatîbûna xwe ya gerîla de bi ser ket. Hevrê Arjîn, ku dixwest soza xwe ya ji hevalên xwe yên li Botanê re dayî bi cih bîne, israr kir ku careke din vegere qadê. Lê li gorî hewcedariyê hevrê Arjîn li herêmên cuda hat erkdarkirin û li vir têkoşînek mezin meşand. Şehadeta her hevalek wê hêrsa wê ya li hember dewleta Tirk hîn bêtir zêde kir û ev hêrs veguherand têkoşînê. Hevrê Arjîn a ku di pêşniyara xwe de gelek israr kir, ji ber sekna wê ya milîtanî û tecrûbeya leşkerî ku gihaye karî hevrêyên xwe qanih bike. Li ser vê bingehê beriya çûyînê tevlî perwerdeya leşkerî û îdeolojîk bû. Tevlîbûna wê ya çalak di pêvajoya perwerdeyê de, sekna wê ya zelal a li ser xeta rizgariya jinan, hevaltiya wê ya dilsoz û kesayetiya wê ya dirust bandorek kûr li ser hevrêyên li dora wê kir. Piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, bi baweriyeke mezin û biryardariyeke mezin berê xwe da herêma Metînayê.
Di demekê de ku êrîşên dijmin girantir dibûn, hevrê Arjîn hebûna xwe ya li Metînayê wek şansek mezin dît û bi hemû hêza xwe tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrê Arjîn bêyî dudilî bi rengekî fedaî tevlî xebatên pratîkê bû û bi vê sekna xwe hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrê Arjîn, ku di 30’yê Îlona 2024’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû, mîrateyek têkoşînê ya ku bi bawerî, wêrekî û berxwedanê hatiye hunandin li pey xwe hişt. Wekî hevrêyên wê, em soz didin ku di şexsê hevrê Arjîn de layiqê hemû şehîdên xwe bibin.
Delîla Amed – Zîndan Temîz - Hevrêya me Delîla ya ku dema tevlî nava refên gerîlayan dibe ji heybeta çiyayên Kurdistanê, hevrêtiya gerîlayan xwe dispêre azadiyê û jiyana komunal bandor dibe, di nava demeke kurt de fêm kir ku jiyaneke azad bes girêdayî van yekan pêkan e. Ji ber vê yekê bi awayekî gelekî bi coş û kelecan tevlî jiyanê dibe. Hevrêya me ya ku ji bo nava refên gerîlayan tevlîbûneke hestiyartir pêk tîne, bi saya perwerdeyên ku digire dixwaze vê yekê zanedartir bike. Hevrêya me ya ku ji bo vê yekê tim û tim hewl dide, bi taybetî jî nirxandin û analîzên Rêbertiya me dixwîne û dixwaze xwe pêş bixe. Hevrêya me ya ku encamên bi vî awayî yên girîng bi dest dixe, li gel taybetmendiyên ku ji pergala kapîtalîst girtine dikeve nava têkoşîneke mezin. Hevrêya me Delîla ya ku xwe bi temamî dibexşîne têkoşîna azadiyê, pê dihese ku ev yek kesateke milîtanî hewce dike. Hevrêya me ya ku ji ber vê yekê dixwaze di destpêkê de xwe di xeta azadiya jinan de pêş bixe, di tevahiya pêvajoya perwerdeya xwe de dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêya me ya ku fêm dike ku heya ku xweparastin nebe azadî pêk nayê, taktîkên sereke yên gerîlatiyê hîn dibe û bingeheke girîng bi dest dixe.
Hevrêya me Delîla ya ku piştî perwerdeyên xwe bi awayekî serkeftî temam dike û li Herêmên Parastinê yên Medyayê têdikoşe, piştre bi israr dixwaze Şengalê bibe û li wir li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer bike. Hevrêya me ya ku şerkirina li dijî çeteyên ku bi hezaran jin qetil kirine û nêzîkatiyên dermirovî nîşan dane, weke sereketirîn erkê xwe diyar dike, ji bo ku berpirsiyariyên xwe yên li hemberî jinan bi cih bîne di pêvajoya şerî ya herî dijwar de derbasî Şengalê dibe. Hevrêya me Delîla ya ku li vir demeke dirêj têdikoşe, tevî ku li vir nû ye jî bi cesareta xwe ya di nava şerî de ji hemû hevrêyên xwe re dibe mînak. Hevrêya me ya ku digihîje wê baweriyê ku bi her derbeya ku li çeteyan dixe wê tola jinên ku hatine etilkirin û di bazarên koleyan de hatine firotin, bistîne, roj bi roj têkoşîna xwe mezintir dike. Hevrêya me ya ku di heman demê de ji bo bidestxistina hişmendiya xweparastina jinên Êzidî hewleke mezin nîşan dide û xwedan kedek mezin e, bi sekn, tevlîbûn û fedekariya xwe di birêxistinkirina gelek jinên Êzidî û tevlîbûna wan a ji bo navarefên têkoşînê de xwedan kedeke mezin e. Hevrêya me Delîla ya ku dema li Şengalê dimîne taybetmendiyên civakî yên sereke yên gelê me yê Êzidî hîn dibe, bi vî awayî derfeta ku zêdetir li ser rastiya gelê me xwe kûr bike, bi dest dixe. Bi saya nêzîkatiyên xwe yên gelparêz li ser gelê meyê Êzidî bandoreke mezin dihêle û dibe wesîle ku ew zêdetir xwedî li şoreşa azadiyê derkevin. Hevrêya me Delîla ya ku di pêvajoya ku li Şengalê dimîne de di warê leşekerî de tecrûbeyên girîng bi dest dixe û di rizgarkirina xakên Şengalê yên ji çeteyên DAÎŞ’ê de xwedî roleke mezin e, di heman demê de rastiya civakî ya gelê me baştir nas dike û bi awayekî yekgirtîtir li nêzî xebatên şoreşê dibe. Hevrêya me ya ku dikeve nava kûrbûneke bi vî awayî ya mezin, piştî ku erkê xwe yê li vir temam dike dubare berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên bêriya wan dike.
Hevrêya me Delîla ya ku piştî vedigere çiyayan kêfxweşiya xwe bi tevlîbûna xebatan a bi awayekî çalak nîşan dide, di destpêkê de li herêma Metînayê têdikoşe. Hevrêya me ya ku li vir derfeta pratîkkirina tecrûbeyên ku li Şengalê bi dest xistine, bi dest dixe, di gelek çalakiyên ku li hemberî êrîşên dijmin tên pêşxistin de cih digire. Hevrêya me ya ku bi wêrektî û fedekariya xwe ji hevrêyên xwe re jî dibe mînak, tevî vê yekê jî tu caran dev ji mutewazîbûna xwe bernade. Hevrêya me ya ku digihîje wê baweriyê ku erkê wê yê sereke xizmetkirina ji gelê me re ye, dizanîbû ku wê vê yekê herî baş li Bakurê Kurdistanê pêk bîne. Hevrêya me Delîla ya ku kûrbûnên xwe girêdayî vê yekê mezintir dike, dema ku digihîje asta biryardariyeke diyar, bi israr dixwaze derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêya me ya ku pêşniyara wê ji aliyê hevrêyên wê ve tê qebûlkirin, beriya wê dixwaze xwe di taktîkên gerîlayan ên serdema nû de pêş bixe. Hevrêya me ya ku derbasî akademiya leşkerî dibe, li vir hemû kûrbûnên xwe dide ser perwerdeyê û tecrûbeyan bi dest dixe. Hevrêya me Delîla ya ku êdî hem di warê îdeolojîk de hem jî di warê leşkerî de dibe milîtaneke profesyonel, berê xwe dide Bakurê Kurdistanê. Hevrêya me ya ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Metîna, Zap û Avaşîn dixwaze li cem hevrêyên xwe yên di tûnelên şer de li ber xwe didin, bimîne, li herêma Metînayê daxilî berxwedana destanî dibe. Hevrêya me ya ku li vir hem di tûnelên şer de hem jî di nava tîmên gerîlayan ên li bejahiyê de cihê xwe digire, pêşengtiya gelek derbeyên li dijmin hatine xistin, dike. Hevrêya me Delîla ya ku di bikaranîna gelek taktîkên gerîlayan a di nava hev de xwedan tecrûbe ye, ji bo ku dewleta Tirk negihîje gelek armancên xwe xwedan roleke mezin e. Hevrêya me Delîla ya ku bi saya fedekarî, cesaret û afirîneriya xwe ya di nava şerî de û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin ji hevrêyên xwe re dibe çavkaniya hêz û moralê, bi saya mutewazîbûn, duristî û dilsoziya xwe ya ji nirxên azadiyê re weke milîtaneke mînak ya PAJK’ê navê xwe li dîroka têkoşîna me zêde kir.
Em soz didin ku em ê bîranîna hêja ya hevrêya xwe Delîla ya ku di 30’ê Îlona 2024’an de di encama êrîşeke dijmin de li gel hevrêyên xwe tevlî karwanê şehîdan bûye, li Kurdistana Azad a hesreta wê dikir, zindî bigirin.
Adil Bilikî – Lokman Urun - Gelê Botanê, ku di tevahiya dîrokê de bi qehremanî li hember dagirkerî, mêtingerî û êrîşên qirkirinê li ber xwe daye, vê yekê deyndarê egîdên wêrek ên ku wan ji nav xwe derxistine ye. Van egîdan li hember her êrîşeke li ser gelê me bi bêdudilî pêşengiya berxwedanê kirine, rûmet û nirxên wan parastine. Ji ber vê sedemê, herêma Botanê di tevahiya dîrokê de tu carî li hember dagirkeran serî netewandiye û her tim bi berxwedana xwe hatiye nasîn. Hevrê Adil, yek ji egîdên hemdem ên gelê Botanê, li Şirnexê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber malbata wî dilsozê çand û kevneşopiyên Kurd bû, ew bi kokên xwe ve girêdayî mezin bûye; di temenê xwe yê biçûk de karakterê serhildêr û berxwedêr ê gelê Botanê bi dest xistiye. Bi saya rihê welatparêz ê kûr ê malbat û derdora xwe, hevrê Adil ji temenê xwe yê biçûk ve têkoşîna me nas kiriye, hezkirin û dilsoziyeke kûr ji bo gerîla pêş xistiye û xeyal kiriye ku bibe gerîla. Hevrêyê me, ku li dibistanê rastî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê me hat, fêm kir ku armanca dewletê qirkirina gelê Kurd e. Hêrsa wî ya li hember vê yekê, wî hîn bêtir nêzîkî têkoşîna azadiyê kir. Dewlet nekarî bi rêya asîmîlasyonê encam bi dest bixe, êdî serî li polîtîkayên zext û komkujiyê da û ev yek jî tenê hêrs û biryardariya hevrê Adil zêde kir. Hevrêyê me, ku di ferqê berpirsiyariya xwe de bû, dizanibû ku ew tenê dikare vê berpirsiyariyê bi tevlîbûna çalak a têkoşînê bi cih bîne.
Hevrê Adil, ku li ser vê bingehê tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû, zû rastiya têkoşînê ji nêz ve fêm kir. Tevlîbûna wî ya çalak û fedakar di rêxistinkirin û tevlîkirina gelek ciwanên Kurd de roleke girîng lîst. Hevrê Adil bi taybetmendiyên xwe ya jidil, dilsoz û domdar bandor li derdora xwe kir û zû bû pêşengê ciwanên Şirnexê. Dema ku dewleta Tirk di çarçoveya "Plana Hilweşînê" de li dijî gelê me li Şirnex, Nisêbîn, Cîzîr, Sûr û gelek navendên din ên welatparêz êrîşên qirkirinê da destpêkirin, hevrê Adil û ciwanên welatparêz ji destpêkê ve li hember van êrîşan li ber xwe dan. Hevrê Adil, ji bo berpirsiyariya parastina gelê xwe bi rengekî fedaî li ber xwe da, mil bi mil bi yekîneyên gerîla re li dijî dijmin ku li navenda Şirnexê kom bibû, tevlî berxwedanê bû.
Tevî ku tecrûbeya wî ya şer tune bû jî, ew zû fêrî taktîkên gerîla bû û performansek li gorî rola pêşengiyê nîşan da. Bêyî ku temenê xwe yê ciwan an jî tecrûbeyê xwe bike hincet, wî ruhê xwe yê fedaî di her çalakiyê de nîşan da. Di vê demê de, ew fermandarên fedaî yên Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê hevrê Zeryan Denîz Amed (Ayşegul Kaçar) û Salar Acem (Emin Salihi) nas kir û ligel wan roleke çalak lîst. Di rojên destpêkê yên berxwedanê de, wî navê Şehîd Adil Bilikî (Ramazan Aybi), fermandarê efsanewî yê Kurdistanê li xwe kir û bi hestek berpirsiyariyê ya kûr têkoşîn domand. Bi şêwaza xwe ya balkêş û jêhatîbûna xwe di taktîkên gerîla de ji bo hevrêyên xwe bû mînak. Hevrê Adil, di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de ya li Şirnexê derbên giran li dagirkeran xist. Hevrê Adil di demên herî zehmet de bi îradeya xwe ya Apoyî ya bêdawî, dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê re û azweriya xwe ya ji bo jiyana azad bi qehremanî li ber xwe da.
Piştî berxwedana xwerêveberiyê hevrê Adil, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Pêşî derbasî herêma Cûdî bû û dû re jî derbasî herêma Bestayê bû. Di vê demê de, derfet dît ku gelek hevrêyên hêja bibîne û hêz ji wan bigire. Hevrê Adil ji ber ku yek ji lehengên berxwedana xwerêveberiyê bû, hurmeta hemû hevrêyan qezenc kiribû. Hevrêyê me li ser vê bingehê bû xwedî tevlîbûnek xurt. Piştî ku demekê li Çiyayên Botanê derbas kir, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li wir li herêmên Garê, Heftanîn û Zapê têkoşîn meşand. Li van herêman hevrê Adil perwerdehiya taktîkên gerîla yên dema nû dît û bi awayekî çalak beşdarî gelek çalakiyên li dijî êrîşên dijmin bû. Li vir erkên xwe bêqusûr pêk anî û ezmûna xwe xurttir kir. Hevrê Adil, ji hevrêyên xwe re her tim li ser berxwedana xwerêvebirinê nîqaş pêş dixist, dihêşt ku lêhûrbûn pêş bikeve û ezmûn bi dest bixin. Hewldanên wî yên ji bo tespîtkirin û derbaskirina kêmasiyên di dema şer de, wî ji bo pirsgirêkên pratîkî yên nû amade kir. Hevrê Adil, ku armanca wî ya ewil vegera bo Kurdistanê û şerkirina li dijî dagirkeriyê bû, ji hêla îdeolojîk û leşkerî ve xwe pêş xist. Di heman demê de bi sekn û pîvanên xwe yên red-qebûlkirinê karî bawerî bide hemû hevrêyên xwe. Hevrêyê me di erkên girîng ên Tevgera me de cih girt û bi hesasiyetek mezin nêzîk bû û bêkêmasî bi cih anî. Hevrêyê me di nava van xebatan de lêhûrbûnên kûr jiyan û xwe di her warî de ji bo têkoşîna li Bakurê Kurdistanê amade kir. Li ser vê bingehê hevrê Adil tevlî perwerdehiya fermandariyê ya li Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz bû û li vir derfet dît ku lêhûrbûnên xwe xurtir bike. Hevrêyê me li vir hîn bû ku ji perspektîfek berfireh li têkoşînê binêre û girîngiya her xebatek di berfirehkirina têkoşîna me ya azadiyê de fêm kir.
Hevrê Adil piştî ku bi rengekî serketî perwerdehiya xwe qedand, tevlî xebatên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bû û bi biryardarî û ruhê xwe yê pêşengiyê di gelek waran de xwe zû pêş xist. Bi taybetî beşdarî amadekariyên xebatên îlankirina bîranîna hevrêyên me yên şehîd bû û qehremaniya wan ji bo gel û dîroka me nemir kir. Hesasiyet, fedaîbûn û beşdariya wî ya bênavber ew kir hevrêyekî mînak. Hevrêyê me yê ku her tim berê wî li Bakurê Kurdistanê bû, piştî demek kurt derbasî xebatên li Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me li vir xebatê quriyetiyê kir û tevî zehmetî û xeteriyan jî bi sebr û xwînsariyek mezin hevrêyên xwe derbasî Bakurê Kurdistanê kir û di berfirehkirina berxwedana li wir de bû xwedî kedek mezin. Li herêma Metîna tevlî berxwedana bû û gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin xistin, bi rê ve bir. Bi biryardarî, baweriya xwe ya bênavber û hêrsa xwe ya kûr a li dijî dijmin tevlî çalakiyan bû. Hevrêyê me bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser çeperên dijmin de çû û dest danî ser çekên dijmin. Hevrê Adil ku bi wêrekî û tevlîbûna xwe ya fedaî xwe da têkoşîna me, bi vê sekna xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bû milîtan û fermandarek mînak. Em soz didin ku em ê bîranîn û armancên hevrê Adil ku di êrîşên dijmin ên 30’yê Îlona 2024’an de tevî hevrêyên xwe tevlî kerwanê şehîdan bû, bi serketinê tacîdar bikin.
10’ê Mijdara 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG






