Nasnav: Dunya Nehîr
Nav û Paşnav: Fatma Huseyîn
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Heleb/1985
Navê Dayîkê: Mewlûda
Navê Baba: Abdulqadir
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Heleb/2001
Cih û Dîroka Şehadetê: Çirav/Botan/2007 –Gulan
Gerîlla Dunya dema dikeve ser rêya Gabarê wiha dibêje: “Navê min Dunya Nehîr. Di sala 2001’ê de ez tevlî nav Tevgera Azadiya Kurdistan bûm. Ez 4 salan li Zagrosan û salekê jî li Metîna mam. Ez Îsal jî diçim Botan Gabarê. Ji bo çûyîna Bakûr pêşniyara min çêbûn. Daxwaza min ne tenê ji bo şer e, di heman demê de jî bo ez ji şert û mercên ku Rêbertî di nav de û dîsa ji bo ez ji berxwedana gel re bibim bersiv dixwazim rol û wezîfeya dikeve ser mile min pêk bînim. Ji aliyê din ve jî çûyîna Bakûr herdem xeyaleke min bû. Naskirina arazî, erdnîgarî û gelê wê armanca min e. Û li ser vî esasî biryardariyek çêbû. Armanca min a çûyîna Bakûr ji bo vê ye. Ez ji hemû hevalan re serketinê dixwazim.”
RÊHEVALEKÎ GÊRÎLA DUNYA WIHA ÎFADE DIKE:
“Rêheval Dunya li Rojavayê Kurdistanê Efrînê di sala 1985’an de tê dunyayê. Di pêvajoyeke ku xebatên me li wê herêmê pêş ketin ji dayik dibe û lewma eger mirov jêre bêje Keça Şoreşê wê gotineke di cihê xwe de be. Bi partiyê re mezin bû. Bajarê Efrînê, mîna dilekî veşartî yê Kurdistanê ye.
Hevala Dunya pir ciwan bû, jêhatî û zekî bû. Tevî ku temenê wê biçûk bû jî xwedî berpirsiyar bû. Tecrûbeya wê ya jiyanê, ew di nav jiyana gerîlla de berpirsiyar kiribû. Û bi qasî ku berpirsiyartiyên jiyanê bide ser mile xwe jî gihiştibû. Hevala Dunya di nav malbatê de jî xwedî berpirsiyartiyê bû. Ji lewra di nav refên gerilla de jî li tevayî qadên jiyanê bibû xwedî sekneke mezin. Di demeke pir kurt de ji aliyê tevayî hevalên xwe ve pir hat hezkirin, li derdora xwe enerjiyeke pozîtîf belav kir. Ji bo cîhaneke azad ku aştî, wekhevî, hezkirin û edalet lê hakim bibe tevlî PKK’ê bibû. Dunya êdî lêgera edalet û heqîqetê bû. Ji bo azadî û aştî pêş ketiba bi îddîaya bilindkirina têkoşînê wê rêwîtiya xwe berdewam kiriba. Di nav refên gerîllayan de qadeke ku hîn zêdetir bi awayekî aktîf beşdarî têkoşînê bibe pêşniyar kir ku ew der jî Botan bû. Heval Dunya di vê rêwîtiya xwe ya Botanê de tevayî çiyayên Botanê û şiverêyên wê bihost bihost geriya. Çûyîna Bakûrê Kurdistan ji bo Hevala Dunya şadî û kêfxweşiyeke mezin bû. Tevî ku hevaleke ciwan jî bû ji berpirsiyartiya ku girtibû ser milê xwe şûnde neda, bêdudilî tevayî berpirsiyartî bi cih dianîn. Li gorî egera berpirsiyartiyên xwe qet gav şûnde neavêt û bi cesaret meşiya. Hêvî û hesreta azadiyê ji bo tevayî zehmetiyan derbas bike hêzeke mezin dida Heval Dunya.
Heval Dunya bi felsefeya jiyana Rêber Apo re hertim xwe pêş dixist. Ji ber ku dizanîbû ji bo mirov karibe têkoşîna azadiyê hîn bi hêztir pêş bixe divê her kêlî xwe ji nû ve biafirîne û şoreşa zîhnî di xwe de pêş bixe. Bi baweriyeke wiha rêya rast ku rêya azadiyê ye hembêz kir, û tevayî berdêlên xwe gihandina azadiyê dabû ber çavên xwe. Ew heta dawiyê bibû şopdarê rêya ku di jiyana xwe de nîşan kiribû.
Di rojeke ku asîman bi ewere û bahoz bû de, ji dûr ve keştiyek diyar bû ku di bahozên dijwar re derbas bûye, ber bi perava me ve li gel pêlên diherikî ve nêzîk dibû. Weke ku deryayê dike du beş û weke ku ji pevçûnên gelekî xeter direve, bi hemû leza xwe ber bi peravê ve diherikî. Ji xwe werz jî payîz bû. Diyar bû ku keştiyê perava me ji bo xwe weke spartekek didît. Diyar bû ku hatibû perçiqandin. Gelek êşên ku ji ber dijwariya pêlên bê merhemet kişandibû hebûn. Her ku nêzîkî peravê dibû, ew rewşa westiyayî ya keştiyê weke ku diket ferqa dûrketina wan êşan û xwe nû dikir. Rengê keştiyê bi qasî ku nêzî peravê dibû li mirovan hîn germtir dihat. Keştî bi xwe keştiyeke nû bû. Ciwan bû, ne temen mezin bû. Gelo tevî vê jî, ji bo çi ev qasî westiyayî û çilmisîbû? Gelo cihê ku ev keştî jê dihat, gelekî dijwar û jiyan lê zehmet bû? Anjî gelo mirovên li wir, ne dihiştin ku ev keştî li deryayên azad, di nav pêlên weke landikên ku mirovan mest dike de biherike? Tişteke seyr e, di vê werza payîzê de ku hêdî hêdî serma hilma xwe ya ku mirovan dicemidîne dida, bi hatina vê keştiyê re ew hilm guherî. Di damarên mirovan de xwîn bi germî diherikî. Tiştekî din a ecêb jî di dunyayeke wiha bê însaf de navê ajovanê keştiyê ‘DUNYA’ bû. Diyar bû ku tevî her tiştekî hêviya wê bi vê dunyayê hebû. Tevî ku ji vê dunyayê gelekî kişandibû jî. Vê dunyayê gelek tiştên giranbuha jê biribû. Dîsa jî wê digot: “Dibe ku li hin peravên din hêvî hebin. Dibe ku deryayên din hîn azadtir bin.” Ajovanê keştiyê jî weke keştiyê bedew bû. Weke ku hemû xweşikbûnên dunyayê bi xwe re ragirtibû. Weke berfînên ku li hemberî hemû zexta berfa tund û hişk çawa bedewiya xwe parastibe, Dunyayê jî tevî dijwariya dunyaya rastî, ji bedewî û ciwaniya xwe tiştek wenda nekiribû. Tevî hemû êşan jî çawa hîn jî ev bedewî ew qasî zindî bû? Gelo ji ber hatina perava me bû?
Dema ku Dunya ji keştiya xwe ya ciwan daket weke xwedawendayekê mexrûr û bi rûmêt li derûdora xwe şewqek belav kir. Yekser tîrêjên xwe li perava me ya ku Dunya xerîbê wê ye de belav kir. Rast e, Dunya bi keştiya xwe, ji pêlên dijwar xwe spartibû peravên me. Lê weke dibêjin her cihek li gorî xwe xwedî taybetiyên xwe û êşên xwe ye. Dîsa jî tenê tişta ku Dunya dixwest ev bû ku dunyayeke bê pêlên dijwar û karibe li wir bibe ya xwe bû. Ev jî diyar e ku li perava me dîtibû. Di jiyana xwe ya zêde nedirêj de ku tevî wê gelek tişt têde dagirtî jî bûn, dixwest xwe bibîne. Lê, tiştek ecêb bû ku di vê mirovê de tiştekî ji min ne xerîb hebû. Weke ku me hevdu bi dehan salan nas dikir. Weke ku li gel min parçeyekî wê, li gel wê jî parçeyekî min hebû. Gelo ev çi bû? Di rastiyê de min û wê qet hev du ne dîtibû. Cara yekem me li vê peravê hev du dîtibû. Lê, tiştên ku em nêzî hev du dikirin hebûn. Ji xwe dema ku ji keştiyê daket, destpêkê çavên me li hev rast hatin. Di wê li hev rast hatinê de ew germahiya ku li peravê belav kir, destpêkê li ser min bandor kir. Bi rastî jî ew mexrûriya wê û ew sekna wê ya ku weke bibêje “Ey Dunyaya bêînsaf! Her çi qasî tu dijwar be jî, her çi qasî tu bê merhemet be jî, ez ê li hemberî te stûyê xwe netewînim. Ez ê jî navê xwe bikim Dunya û li hemberî dijwariya te bibim remza xweşikbûnê. Ez ê biçim pêravên xweşikbûnê û li wir bi mirovên xwediyê vê remzê ne re te ji vê kemîna qirêjiyê rizgar bikim.” Di vê payîzê de ev germahî û mexrûrî di vê perava me de di kêliya destpêkê de xwe gelekî bi bandor diyar kir.
Di sala 2001’ê li herêma Zagrosê di nav xeleka zêrîn de payîz weke havînê xwe da der. Ji bo çibû hûn dizanin? Ji ber ku Dunya ji keştiya xwe daketibû vê xelekê. Ew ajovanê westiyayî; lê ew qasî jî ciwan û bedew di wê payîzê de weke tîrêjên rojê ji keştiya hêvîdar daket perava li ber deryaya rûmetê. Zagros ji bo Dunyayê çawa ku ji gelek zindiyan re bûye binkeya jiyanê, bibû hêvî û xwezî pê anîn. Tişta ku di vê demê de herî ecêb jî ez ji bo wê bibûm hevalekî rê. Ji bo naskirina perava em lê ne, ez bûm rehberek.
Di vê payîza bi bê xiroş(heyecansız) û bi hêvî de weke hemû mirovên xwedî rûmet û bendewarê xwebûnê, bi germahiya ku ji vê keştiyê û ajovana wê ya ciwan û bedew berbelav kiriye, hêviyên di dilan de careke din şîn bû û careke din bi xwe re ji bo bihareke ku bi hêza berfînê wê qeşaya zor û zehmet kun dike, pelên xwe ji tîna rojê re vedike, ew mirov jî bi vê hêzê dilşad bûn. Dunya êdî ji “cîhanê” re bibû spartekeke jiyanê. Bibû hêviya ku bi salane li bendê ye. Hêviya ku bi salan e di kûrahiya dilê xwe de ji xwe re veşartibû. Weke çûkekî di nav qefesekê de hatiye dîlgirtin. Di carekê de bi germahiya Dunyaya bedew ji qefesa zordar fir da û çû. Cîhan êdî bi vê germahiyê ji qerîsekên bêxêr(uğursuz)rizgar dibe. Êdî dil weke çirpîna perikên çûkeke bendewar lêdide. Êdî çavên ku ji dîtina gelek tiştan westiyabûn, bi bedewiya vê Dunyayê gihiştibû çêja dîtinê. Dîtin li gel bibû sedemeke bextewariyê. Êdî dîtin biriqî bû. Êdî çav ji bo wê watedar bû. Çav êdî bêtirs diaxivî. Di çavan de êdî çirûskên hêviyê xuya dikirin.
Dunya şewq bû. Dihat hezkirin. Navenda kişandina cîhanê bû. Bedewiya ku li ser rûyê Dunyayê, bêhempa bû. Ew xwedî îrade bû. Ji bê edaletiyê re stû ne ditewand. Li gel wê bê edaletî û çarenûsa ku ji jina Kurd re rewa dihat dîtin, ne dihat pejirandin. Êdî ji bo wê bê vîn jiyan, bê rûmetî bû. Êdî kesekê/î nikarîbû wê neçarî peravên bê însafên jiyanê bike. Çi dibe bila bibe, wê venegeriyaba peravên ku jê hatiye. Ew bi biryar e ku li vê peravê xeyalên xwe pêk bîne û bijî. Divê kesek nebe asteng, ji bo vê. Ger astengiyek hebe jî wê li hember têbikoşe. Gelekî balkêş bû. Bi taybet di vê perava me de. Heta wê gavê ez bawer nakim ku tiştekî wiha ecêb hatibe jiyan. Ji xwe taybetmendiyeke vê peravê jî ev bû. Ango mirov eger li beramberî hev du ji dil bin, tu sînor nayên naskirin. Ez û Dunya di vê peravê de ji hev dûrketibûn, lê belê em gelekî nêzîkî hevbûn jî. Dibe ku hûn bipirsin ma çawa çêbû? Ma tenê bi nêrînekê ev nêzîkbûn çêbû? Na, bê guman wisa nebû. Ji bo ku ev nêzîkbûn çêbibe, em di pêvajoyên gelekî dijwar re derbas bûn. Ji ezmûnên gelekî giran ên vê peravê û mirovên vê peravê re derbas bûn. Gelek êşên giran hatin jiyan di vê perava hîlalî de. Di kûraniyên Zagrosan de gelek serpêhatiyên giran, lê ew qasî jî watedar hatin jiyan. Dibe ku Dunyaya ciwan û bedew ji peravên ku jê hatiye girantir bi pêlên dijwar re rû bi rû bû. Keştiya lêgerînerê dahatûyeke aram bû, di nav pêlên dijwar û xeteriyên gelekî metirsîdar re rû bi rû ma. Em di nav bahozên ku di demsala payîzê de mirovan hişk dikin, bê ruh dihêlin, xwîna di nav damaran de diqerisînin de man û bi berxwedana li hember vê bi bahoza bêxêr, ev nêzîkbûn çêbû.”
Piştî ku dema min şahadeta keça bedew bihisît, min bi xwe qet bawernekir û nedixwest bawer jî bikim. Ji ber ku hîna pir tiştên ku keça bedew û ciwan jiyan bike û bi wê coş û xiroşa xwe hevalên li derdora xwe bi ezbûnên xwe yên ku di warên Gulbihar û Sorxwîna de girtî, bi wan re parve bike hebûn.
Ji bona ku ez bikaribim bibim rêhevaleke wê keça bedew û ciwan, divê hertim di nava hewlidanekê bê hempa de bim ku bibim şopdarê rêya hevala xwe ya hêja û bedew. Ji ber ku hevalên me yên şehîd hertim rêya me ronî dikin û mîrasên pir bi nirx û wadetar ji me re hiştine ku em têkoşîna xwe bigîhînîn lûtkeyên herî bilind.
- Hûrgilî
Şehîd Çekdar, navê malê Îdrîs Ferecî, li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mêrîvan, li herêma Komasî çavê xwe li jiyanê vedike. Di sala 1989’ an de ji dayîkbûye, di malbatekî feodal û dîndar de mezin bûye. Navê bav Îbrahîm, navê dayîkê Stara. Bab û dayîk heval Çekdar, her du jî hacîbûn. Rewşa malbata wana di milê aborî de gelek baş bû, di malê de sê birane. Heval Çekdar 12 salan dibistan xwendiye.
Bajarê Mêrîvan diwarê jeo stratejîk de, xwedan xwişkbûn û zengîni ye. Di dîrok de her dem bûye mêvandarê şerê Îran û Osmaniyan. Ji ber deştbûna vî bûyerê û di warê av de xwedan golê mezin bi mesafeta (dirêjî li kîlomître- perî 3-5 kîlomître) herdem ji bona janên şer û bazirganiyê bûye, dika bazirganî di navbera Îran û Îraq de.
Bajarê Mêrîvan bi çiyayên Şaho û Kosalan wekî berdewamiya çiyayê Zagrosan e. bi herikîna ava Sîrwan vê xweşikbûnê dixe asta herî jor. Di warê din de herdem ji bona Erdelanên (Xanedan) Mebaban bûye qeleya berxwedanê. Ev wekî kevneşopiya parastina çanda xwe herdem di navber xwedaniyek bûye û herdem di warê împiratoriya derdor hatiye tepisandin .
Merîvan bi xweşikibûn û bedewiya hava her çar demsal jiyan dike ve di navber çiyayan hatiye dorpêçkirinê, gelê vê herêma bi zaravayê Soranî ve Hewramî daxivin. Baweriya gelê vê herêmê ola îsalmî û di nav de terîqeta neqşbendî ve qedirî û perist ku ji felsefeya Zerdeşt (EHRAMAZDA) xwediyê başî digire. Ev parastina civak di çiyayên Bîlen bi xwe re afirand.
Di herêma Kîmasî tesîra çanda baweriya ola îslam û fedaî di asta herî jor tê jiyankirin. Sîstema yan jî serdestiya zilam li ser civak û malbat tê ferzkirin. Ne li ser sîstema eşîre û teyfe re dimeşe. Malbat di vê herêmê de wekî saziya dewlet xwedan rol e û di pêkanîna zîhniyeta desthilatdaran û feodaliya herî hişk, tê jiyankirin. Heval Çekdar di vê herêmê de çavê xwe li jiyanê vekiri.
Hevaltî weke herikandina ava zelal ku herdem li pey rastî û ji bona gîştina hedefa xwe lêpirsîna şervantiya heqîqetê ya Serokatiyê ye.
Ev herikandin wekî giştina hedefa xwe herdem di nav lêpirsîna ku azadî çi ye? Ev lêpirsîn encama hedefa giştina rastiya jiyanê bi wateye watedan di cewherê xwe de fedaiyetiye, yan jî xeta qehremaniya Çekdaran û tevahî hevalên şehîdin. Wekî Serokatî dibêje “ azadî bi xwe destxistine van hevalên şehîd bi ruhê qehremanî û berdewamkirina di xeta Azadî deye”, berhema Kurdistanê ji nûve afirandin û dayîn jiyankirin e.
Min hevalê Çekdar di zarokatiyê de naskir. Hevalek bi aqil û jêhatî bû, herdem di nav hevalên xwe yên zarokatiyê de di warê aqil û zekaya pratîkî de herdem pêşeng û mînak bû. koma me hebû, di nav komê de herdem xwedan rol û pêşeng bû, bi cesaret û wêrekiya xwe dihat naskirin, berpirsyariya koma me di desta wî debû û rola Rêberî ji bona me dileyîst.
Tê bîra min ku gelek caran ji bona parastina hevalên xwe dikete nav liv û tevgerê. Ger ku encam negirtiba di warê wijdan de nerehet bû. Herdem milê zarokên bê hêz digirt û ji wan re dibû hêz. Di dibistanê de, di warê werzîşê û xebatên ku dihat lidarxistin di asta jor de tevdigerî. Ji xwendinê zêde heznedikir û gelek caran di dersan de dibistan ber dida, di nav lêgerîn û lêpirsîna ku êdî dibistan berde ku êdî dibistan têriya wî nedikir.
Ev lêgerîn bi xwe re serhildêrî li hemberî malbat û eşîr re dixist di nava şerekî de, ji bo ku ev rêbazê jiyanê têrê wî nedikir. Ev lêgerîn zêde bi zanebûn nebû, lê belê herdem di nav lêgerîna rêbaza heqîqetê de bû.
Tê bîra min ku me ji bona gerê em ji bajarê derketi, wê demê min ferqkirî ku çend roje ku pir bi moral û kêfxweşe. Min vê rojê ji wana re got ku pêwîst sebeba vê keyfxweşiyê bipirsim. Di bersivdanê de…….tevlîbûna nava refên gerila de. sebeba tevlîbûna min dikarim bibêjim ku heval Çekdar e. Me sê kesan biryara tevlîbûnê da, sebeba vê tevlîbûnê hevalê Çekdar bû. Di sala 2006’an de tevlîbûna nav refên gerila çêbû. Perwerdeya şervanê nû me bi hev re derbas kir. Dikarim wiha bibêjim ku di rastiya rêxistin de eger ku kêm jî be, di demek kurt de heval Çekdar di kesayetiya xwe de guhertin dabû çêkirin. Hem girêdaniya wî bi Rêbertî û hevalan dihat dîtin. Di warê kar û xebatên piratîk de herdem xwe dida pêş û xwe xwedan erk didî. Piştî veqetîna şervanên nû derbasî Xakûrkê bû, piştî piratîka Xakûrkê derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz bû, pişt re derbasî saheya Garzanê bû, di sala 2012’ an de di dawiya Biharê de şehîd ket.
Birastî bîranîna heval Çekdar, hem kenê wî, kelecana wî jiyanê û tevlîbûna wî di kar û xebatê de herdem di mirov de keyfxweşî dida jiyankirin ku bi hevalên wek hevalê Çekdar re jiyan kiriye, hem di rêbazê wiya jiyanê û sekna bi heybet, ve xwedan cesaret û fedakartiyê ye.
Hevaltî nûnertiya rastiya jiyanê ye. Serxistina henaseya rastiya heqîqeta ferd di nav civakê de ye, hevaltî di esla xwede rastiya bersiva şifreya gerdûnê bi xweye û di eynî demê de asta dûzeya fedayîtiye.
Helbirîn di wateya xwe de biriqîna hevaltiya rast ku di cewherê xwe de azadiye. Asta hevalên şehîd herdem wek çirayek ronî herdem riya giştina azadî ronî dike û xeta berxwedanî ji me re diyar dike.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Hewraman
2012- 12- 12
- Hûrgilî
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji 27'ê Nîsanê û pê ve yekineyên leşkerî yên girêdayî Artêşa Tirk a dagirker li girên derdora gundên Hespreş û Kanya yên navçeya Erzîrom Qereyaziyê girtiye. Ev karê dijmin danê sibê destpê kir û heta danê êvarê dewam kir.
- Hûrgilî
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di dîroka 30’ê Nîsanê de navbera saet 08.30 û 11.40’an de balefirên bê mirov yên aîdê artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên parastinê yên Medya, herêma Metîna gerên keşifê pêkanîne.
- Hûrgilî
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di rojê 29 Nîsan'ê de navbera saet 15.00 û 16.30’an de balefirên şer yên aîdê artêşa dagirker a Tirk li ser Herêmên Parastina Medya herêma Haftenînê re firiyane.
- Hûrgilî
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Artêşa TC a dagirker li herêma Gerdiya ya navçeya Colemêrg Şemzînanê, qereqola ev demeke li gundê Sinine ji nû ve tê çêkirin. Di 26'ê Nîsanê saet di 15:00 û 16:00 de artêşa TC a dagirker ji herêma qereqol lê tê çêkirin bi çekên giran êrîşî Girê Siro, Girê Goste û herêma Hacibegê kiriye.
- Hûrgilî
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24’ê Nîsanê de li qereqolên Heşet a girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê û qereqola Ting a girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê ku 3 wesayîtên ji bo qereqola Ting kar dikirin ji aliê hêzên me yên gerîlayên meve hatine şewitandin û îmhe kirin.
- Hûrgilî
ji gelê me û raya giştî re!
Di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de meha Nîsanê demeke ku tê de lehengiyên mezin hatine nîşandan. Bi wateya mezinbuna Şehîdan di rastiya meya tekoşîna azadiyê de buye bingehê hêza meya ku di rastiya wê de vekirî daye nîşandan.
- Hûrgilî
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 23'ê Nîsanê saet di navbera 10:00 û 12:00 de balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker, li ser herêma sînor a Şemzînana Colmêrgê firiyane.
- Hûrgilî
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21 Nîsanê de di navbera saetên 21.00-23.00’an de Li Qadên Parastinê yên Medya li herêmên Zap û Zagrosê bi balafirên şer yên aîdê artêşa dagirker a Tirk bi navber gerîyane.
- Hûrgilî