Navê Kod: AMED
Nav û Paşnav: ÎSHAK YAKUT
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê:1979- Pasur
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Omeryan-Tebax- 2003
Cih û Dîroka Şahadetê: Di 24’ê Tebaxa 2007’an li Kela Memê(di pevçûnê de)
Di sala 2006’an de di meha adarê de li Zapê li qada şehîd Rustem di tabûrekê de ez bi rastî şehîd Amed hatibûm. Di dîtina ewilî de xwînkelînek bibû. Wekî ku min di wî de tiştek his kiribû. Bi dilnizmî û rêzdariya xwe ve wekî ku xwedî hûnera mirov berbi xwe ve bikişîne bû. Bixwe fermandarê tîmê bû û ji Amedê bû. Taybetmendiya wî ya herî berbiçav kedkar bûyîn bû, lê belê di kar kirinê de ji ber ku pir hesas bû, di noqteya gelo karê min baş e an xirab e de her xwe lêpirsîn dikir. Di axaftinên xwe de vekirîbû, dobra bû. Heta sekneke wî ya pir xwezayî, asayî hebû. Di her karê micid jî sekna wî her asayî bû. Wekî din xwedî taybetmendiyeke mirovhez bû. Her çi qas hestewar bibe jî, di rexnên wî de we didît ku di çi astê de rêxistinî ye. Di rexnên xwe de pir sazker bû. Di milê moral û hêz dayînê de jî hêz dida yê li hember xwe. Her wiha di nêzikatiya nirxan de jî pir hêzdar bû. Li ser her tiştî, kevn be jî xwedî lukseke ku nû bike nîn bû. Qet rastî têkiliyên wî yên ahpap-çavûştiyê nebûm. Timûtim sekneke wî ya rêxistinî hebû. Ruxmê ku ji hundirîn ve jî hevalekî rihet bû, va yek hewandina bedgumaniya rêxistinî dinimand. Kesatiya wî ya leşkerî jî wer bû. Rext û ceka xwe ti carî ji xwe dûr nedixist. Ligel vê micidiya wî, ji aliyên xwe yên espriyî û henekî ve jî dixwast moral bide mirovan. Hevalekî ku di zanebûna qîma xwe yê heyî anîn de bû. Yanê ji çi tiştî gazin nedikir, ger tune be tiştna didît dixist cihê wî, zimanê ezop qet bikarnedianî. Di aliyê nêrîna giştî de wer bû. Her kesî/ê ew pir hez dikir, gotinên wî û rexnên wî jî hildidan micidiyê. Herî dawî di bîryargeha navendî de em li rastî hevdu hatibûn. Pirsa min, her dikir. Jixwe li gir(tepe) mabû. Di her hatina xwe ya ji gir de teqez pirsa hevalên xwe dikir. Aliyên wî yên şermok, fedîker jî hebûn. Zêde nediket nêvengên pir kes heyî. Piştî ku demekî li gir ma ji bo derbasî qada bakur bibe tevli guruba Garzanê bû. Di sala 2007’an de ji Zapê tevli vê gurubê dibe. Ev gurub ji yanzdeh kesan pêk dihat. Va gurub a rast gurubeke pir bi hêz bû. Şahedeta wan heval matmayî hiştîbûn. Jixwe 15-20 roj berî şahadeta wan qada ku guruba hevalê Dr. Mahîr şehîd ket jî dîsa qada Kela Memê bû.
Carek din hemû şehîdên azadiyê bibîrtînim. Bîranînên wan ê rêya me ronî bike
Rêhevalê wî yê têkoşînê
- Ayrıntılar
Rast jiyankirin hemû hucrayên bedena xwe di xezmeta têkoşîna civaka exlaqî û polîtîk de dayîne bi karanîn hêza herî mezin a jiyanê ye.
Belê hevalê minê heskirî di eko pergala cîhana me de hemû kerasetên ku rûdidin de wateyek din de karesateke li hemberî zîhniyeta mirovahiya azad hatiye rûdane. Ev zîhniyet dema ku mirov binavbike, zîhniyeteke ji mejiyê hestiyarwarî qutbûyî ji wjdan û rasitiya jiyanê dûr, xwe hertim di aliyeke bedena mirovan de bi cih kiriye. Di heman demê de feraseteke ji rastiya xwezayê serbixwe, li hemberî azadiya gerdûnî xwe daye nîşandan. Ev aqil ne tenê mirvovê bindest dîlgritiye, aliyê din de kesên ku yan ji civakên ku xwe di pleya yekemîn de di hesibînin, di rastiyê de ev zîhniyet bedena wana jî kolekiriye. Ji berk u ew êdî nikarin ji wê hişmendiyê sserbixwe jiyanbikin. Dema ku mirov li ser vê mijarê hûr û kûr dibe, pir rastiyên kum e berbi dahatiyek paşverû ve dibin û bi rêbazên baweriyê yên cûda, cûda hatine dorpêçkirine. Ji bona wî jî bawerî û hizrên ku mirovahî lidora wan komdibin, di roja meya îro de naveroka wan hatine valekirin û perçekirin. Ev rastî wekî rastî wekî rastî dîtin hertim di hişê mirovan de guman daye çêkirin. Ji bona wê jî ev mejî mirov diakre wekî hişmendiyeke neyînî bibîne. Ji berk u ev mejî bi qalibên hişk hatiye dorpêçkirin.
Rêbertî di parêznameyên xwe de rastiya dîrokê radixîne berçavan. Dîroka îroyîn xwe wekî rastiyeke nirxê civakê xwe bi me daye pejirandin. Lê belê hat zanîn ku dîrok bi xwe ji bo talankirine nirxê civakê nemînin mezin daye avakirin û dide avakirin. Ji berk u dîroka îro hatî nivîsandin bi destê zîhniyeta serdest hatiye sererastkirin. Ev dide diyarkirin ku zîhniyeta ji civakbûyînê dûr dîrokê li gorî berjewendiyên xwe şîrove kiriye. Hemû xebatên ku îro ji aliyê vê mejiyê ve tê meşandin, di wateyekê de xebatên kontrolkirina mejiyê civakê ye, civak bi hişmendiya takekesî bihemû cureyên derûnî li ser civakê tê şopandin.
Zagros GOYî
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 5'ê Tebaxê de, di navbera demjimêrên 07:00 - 08:00 û 17:00 - 18:00 an de herêma Xapûşka ya serbi qada me ya Zagros, ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi Obus û Hewanan hatiye topbaran kirin.
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî re!
Rêhevalê me Azad ku bi berpirsyartiyek mezin u rihek wijdanî tevgeriyayî, ji bo meşa xwe ya bi biryar berdewam bike berê xwe dabû çiyayên me. Lêpirsin û bihêzbuna wijdanî ya rêheval Azad ya ji bo êş, zordarî û çewisandinê re bêje Êdî Bese dayî avakirin, weku hevalek bi hêvî kenê rêwitiya azadadiyê dayî jîyandin,
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4'ê Tebaxê de artêşa dagirker a Tirk di demjimêrên beyanî de bi veguhestina hêza leşkerî ji bo herêma Amed, girêdayî qada Şehît Serxwebun mintiqa Şehîd Serhed de operasyon daye destpêkirin. Operasyon heya niha berdewam dike.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 2'ê Tebaxê de, di navbera demjimêrên 16:00 û 18:00 an de balefirên kobra yên artêşa dagirker a tirk li ser qadên Besta û Feraşîna serbi bajarê Şirnexê, herwiha gunden li çiyayê Cûdî; Gundikremo û Bilikan re bi kobrayan tevgera hewayî meşandine.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî u raya giştî re!
Balefirên şer yên girêdayî artîşa dagirker a tirk ku bi balefirên bê mirov (IHA) tên nasîn, liv û tevgera xwe ya li ser herêmên Gêrîlla bênavber di domînin.
- Ayrıntılar
ji bo gelê me û raya giştî ya demoqratîk!
Em rêhevalê xwe Hûseyîn (Kadir Çelîk) Endamê Meclisa PKK'ê û Konseya Leşkerî ya HPG'ê ku di 2'ê Tebaxa 2012 de, li qada Botan'ê herêma Elkê ku bi gurubek hevalên xwe yên di tevgerêdebun de di encama teqîna mayinekê de şehid ketî em di salvegera yekem ya şehadeta wî de bi rêzdarî bibîrtînîn.
- Ayrıntılar
ji çapemenî u raya giştî re!
1. Di 31'ê tîrmehê de, di navbera demjimêrên 15:00 û 16:00 ande ji aliyê qereqola Bilincan a artêşa dagirker a Tirk , li dijî herêma me Zap'ê , Gundê Şifiraza, Şehîd Colemêrg, Şehîd Baran, Kanî Cinetê serbi Herêmên Parastinê yên Medaya ve bi Obus û Hawanan hatiye topbarankirin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî u raya giştî re!
1. Di 30 Tîrmehê de navbera demjimêrên 23:00 û 23:30 an de balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk li ser herêma me ya Heftenîn re nizim firiyane.
- Ayrıntılar