Berî ku em biçin şahiya 15 ê Tebaxê me bi riya çapemeniyê heyecan û coşbûna pîrozbahiyên 15 ê Tebaxê temaşekir, bi taybet piştî ku me bihîst wê şahiya 15 ê Tebaxê bi hejmarekî mezin ê hevalan were pîrozkirin, heyecaneke bi xîzên zirav dilê me dorpêçkir, û pirsa gelo wê pîrozbahiya 15 ê Tebaxê çawa derbas bibe, wê şevê bû mêvanê min. Kazîwa rewnaq û dev li ken, bi giyanekî aram em ji xew rakirin û bi lez ez û çend hevalan me berê xwe da şahiyê. Hîna em negihîştibûn ciyê şahiyê, em gihîştin çend gurûpên hevalan. Hemû heval demjimêr sisiyê şev ketibûn rê û berê xwe didan ciyê şahiyê. Piştî ku me roja vejînê 15 ê Tebaxê li wan pîrozkir, em jî ketin nava rêza hevalan û em heyanî ciyê merasîma leşkerî û şahiyê bi hev re meşiyan.
Piştî meşeke di navbera daristanan de, li ser ava ku ji dolan diherikî qevaztin, hejmareke zêde ya hevalan ketine rêzê de, li ber çavê min ketin. Alên PKK ê, HPG ê û YJA STAR hatibûn rakirin û xwe ji bo merasîma leşkerî amade dikirin. Nêzî sê sed hevalî kombibûn, çeka wan di destê wan de bû û di rêzê de sekinîbûn. Deng ji kesekî nedihat, ji wê bê dengiyê, dengê teqîna wan fîşekên 15 ê Tebaxê teqiyane dihat e mirov, dengê qêrîna berxwedaniya zîndana Amedê mirov dibihîst û wêneyê hemû hevalên şehîd ên ev Pêngav avêtine dihate ber çavê mirov, bi taybet qomîtanê mezin rêheval Agîd dihate bîra mirov. Bi hatina Fermandariya Navenda Parastina Gel merasîma leşkerî destpêkir. Ji bo wateya vê Pêngavê û şert û mercên tê de pêşketiye ji milê Fermandariya Navenda Parastina Gel ve axavtinek li pêşiya merasîma leşkerî hate kirin û di heman demê de civîn çêbû. Çima ev Pêngav hate avêtin, çawa ji berxwedaniya zîndana Amedê re bû bersiv, bandorekî bi çi awayî li ser gelê Kurd kir, di civînê de bi berferehî hate ziman. Bi berxwedaniyeke mezin pêşengtî ji gel û tevgerê re kirin, paşeroja gelê Kurd fikirîn û wiha berxwedayîna hevalên zîndana Amedê bi ziravî hate ziman. Bi wan peyvan re netenê berxwedayîna gelê Kurd ê bakurê Kurdistanê dihate bîra mirov, berxwedaniya hemleya 1 ê Hezîranê, şehîdên Hemleya Şerê Gel ê Şoreşgerî, û berxwedayîna gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê dîmen bi dîmen dihate ber çavê mirov. Te ji çav û sîmeyên hemû hevalan hîsdikir ku herkes dixwaze berxwedaniya gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê bijî û hemû zor û zehmetiyên wan parvebike. Qomîtan Erdal (Engîn Sincar) ê ku riya heval Agîd şopandiye, ji bo pêşxistina hemleya 1 ê Hezîranê li hemberî tesfiyeciyan têkoşîn kiriye, hate bibîranîn. Bi bihîstina navê heval Erdal re, di dilê hemû hevalên ku pêre jiyankirine, ên ku ji bo wî tevlîbûne û yên ku hertim naskirina kesayeta wî ji bo wan bûye mereq, axîn û ahengeke zirav dengveda. Bi gotina “em Pêngava 15 ê Tebaxê li we pîrozdikin û serkeftin ji we re dixwazin”, hemû heval bi hev re rabûn ser lingan û silogana Bijî Serok APO, Bican Bixwîn Em Bi Te Re Ne OCALAN, Şehîd namir in bi dengekî heybet avêtin.
Şahiya ku hevalan hevpar amadekirine destpêkir. Awazên giyana Pêngava 15 ê Tebaxê zîndî dike, amadekiribûn. Şanoyeke ku hem berxwedaniya Amedê, Pêngava 15 ê Tebaxê, zordariya dijmin li ser gelê Kurd daye meşandin û niha jî didomîne, pêşkêşkirin û di dawiyê de Koma Tolhildan derkete ser dikê. Hevalan bi derketina komê re hem li çepikan dixistin, hem jî govend digirtin. Pêngava 15 ê Tebaxê bi giyanê ciwanî pêşket, şahiya me jî bi rengê coş û heyecana ciwanan derbas bû.
Silav û rêzên şoreşgerî
Medya SÎDAR
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Meşa me ya mezin ku di çarçoveya çareseriya demoqratîk de hatîbu destpêkirin, bi baldarî û hesasyetek mezin berdewam dike.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di navbera dîrokên 18 û 20 Tebaxê de artêşa dagiker a Tirk li herêma Êlih Sasonê tevgera leşkerî berfirehtir pêşxistiye. Herwiha li herêmên girêdayî Êlihe; deverên Mawa, Mehîn û Guharê ji bi helîkopterên skorskî daxistin pêkaniye.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoveya meşa çareseriyê ya demoqratîk de biryara rêberê me û tevgera me girtî kû di meryetê deye, komên gêrîlayên me yên Behra Reş, Dêrsim û Serhedê li rexmî tevgera leşkerî ya artêşa dagirker a Tirk gihiştine Herêmên Parastinê yen Medya
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî re!
Di vê pevajoya giring ya ku me salvegara duruşma pêngava 15' ê Tebaxê bi bîranî de dema em van rêhevalên xwe yên qehreman û pakrawanên şehîd bi bîrtînîn, em sozdariya xwe ya ji herdemê bêhtir bilindtir û bi hêztir kirina meşa mezin ya azadiyê carekîdin nûvejen dikîn.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20 Tebaxê de, di navbera demjimêr 17:00 û 19:00 ande ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve, li Herêmên Parastinê yên Medya giredayî qada Zap'ê herêmên Talisa, Gundê Erbîş, Geliyê Erbîşê û herêma Şehîd Colemerg bi Obus û hewanana hatiye topbaran kirin.
- Ayrıntılar
Îro li Rojava’yê Kurdistan dilê hemû Kurdan diavejê. Jiberku çarenûsa Kurdan li wê derê ber bi diyarbûyînê ve diçe û wê biçe. Dibe ku ev di teoriya şoreşan de tiştekî nû be. Wek rêgez herdem parçeyên mezin çarenûsa parçeyên biçûk diyar kirine. Lê vê carê ev berovajî birêve diçe. Parçeyê biçûk çarenûsa parçeyên mezin diyar dike. Ango çarenûsa Kurdan îro li Rojava diyar dibe.
Îro li Kurdistan’a Rojava hemû dijminên Kurdan bûne yek û erîşê dibin ser Kurdan. Em bala xwe bidinê; li Rojava di serî de îro Cephet El Nusra tevgereke pir mezin tîne ser Kurdan. Bi Cephet El Nusra ve Erebên paşverû di dewrê dene. Dîsa li pişt van dewleta Tirk heye. Em dizanin ku ev çeteyên Cephet El Nusra yek ser cihê xwe nava AAS ango Artêşa Azad a Suriye de digirin. Ev jî têwateya ku pişt wan de DYE heye.
Milêkî din de rejîma BAAS a ku piştgirî ya xwe ji Îran’ê digire heye. Pişt wan yan jî kêleka wan kî heye ew jî diyare.
Em dizanin ku ev hêzen ku me li jor diyarkir çima hundirî van erîşan dane. Dewleta Tirk berjewendiyên xwe li vir pir zêde hene. Dîsa dewletên Ereb dixwazin teqez Beşar Esad bibin da ku kanibin pêkanînên berjewendiyên xwe de muwefeqbin. Dewleta Îran naxwaze rola xwe ya sereke li herêmê bi terkîne. Lewma ewqas li pey Beşar disekine. Lewma ewqas hundirê êrîşên li dijî Kurdan de cîh digire.
Bê gûman em karin gelek hêzên dîtir yê ku di nava van siyasetên qirej de cîhe xwe digirin bi hejmêrin. Lê em di wê baweriyêdene ku mijar tê fêmkirin.
Lê mijarek heye ku em fem nakin! Ew jî mijara çima sinorê Başûrê Kurdistan’ê ku bi Rojava’yê Kurdistan re heye bi israr tê girtinê?
Qaşo kîjan parçeyê Kurdistan tengavî de be parçeyên ditir divê aligirîbikin. Piştevan bisekinin. Çi di milê aborî çijî di milê menewî de piştevanî bikin. Lê mixabin helwestaku li BaşûreKurdistan’ê di milê PDK ve tê raber kirin ne bivî şekliye, tam berovajiyê vê nêzîkbûnek heye. Em berdin piştgirî kirinê, PDK hem sînor digire hem jî ji boku tevgera Kurdên li Rojava lewaz bibe hêzen El Nusra re pêwendiya bi çekkirinê datîne. Pere dide. Tahrîk dike. Gurr dike. Ne tenê van tiştan dike, PDK yek jî dixwaze gelê Rojava’yê Kurdistan hewcedarî wan bibe. Jibo navê jî sînor tenê nagire her wiha nahêle ku yek çûk jî bifire. Herkes dizane ku dema Seddam ji ev sînora bivî şeklî nahati bû girtin.
Em pirsbikin, dema Cephet El Nusra, Tirk, BAAS û AAS ewqas êrîşî ser kurdan dikin, ev helwesta PDK wateya xwe çiye? PDK dixwaze çibike? Hele dema ku îro behsa Kongreyeke Netewî tê kirin, ev karên ne dirê de sedemê xwe çine?
Pirsên me rewane û dicîh de ne. Pêwîste ev pirsana werin bersivandin. Eger bersiv nede, PDK nikare xwe ji bin rewşa tewanbariyê de xelasbike. An jî nikare bêje ku têkiliyên xwe bi Cephet El Nusra re nîne. Tam dema ku çeteyên Cephet El Nusra bi hovane êrîşî gelê meyê Rojava dikin sînor girtin, dijî van êrîşên hovane derneketin îzahatên xwe nabin.
Em ji bîr nekin: bêdeng bûyîn rengê xwe nîşandane. Bêdeng bûyîn bi dengbûyîne. Alî bûyîne.
Hetanî ku PDK vekirî helwestê xwe di mijara Cephet El Nusra û darbarê girtina sînorê Rojava diyar neke, hem rexneyên ku em dikin emê berdewam bikin û hem jî tewanbarî ya ku li ser PDK heye nikare rabike û li bin vanderbikeve.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 19 Tebaxê di navbera demjimêr 11:00 û 12:00 an de balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk bi awayekî nizm li ser herêma me Zap ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medya ve firiyane.
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî re!
Bi deklarasyona dîrokî ya Rêber Gelê Kurd Serok APO ya 21'ê Adarê roja Newrozê re, li Kurdistanê pêvajoyeke nû destpê kiriye. Tevgera me ev pêvajo yekser pejirandiye û biryar daye pêwistiyên wê yên pratîkî bicih bîne.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 14 'ê Tebaxê di demjimêr 08:00 ande ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve li navçeya Şemizînana Colemêrgê hêrêmên Gelişim, Konserve û gundê Kanalê de operasyonek daye destpêkirin
- Ayrıntılar