Min duh ferq kir ku ez pir zû bi heyecan dibim. Bêguman ev taybetiyeke pir erênî nîne. Hele ji bo namzeteke fermandar qet ne başe. Her tişt bi gihîştina çiyayê Cudî dest pê kir. Tiştên ku berî jiyabûn tune hesiband. Û her cihê çûyê şopa xwe lê hişt û derbas bû...
Malbata Gulnaz Karataş bi eslê xwe ji Dêrsimê bû. Lê belê ji ber ku bavê wê karmend bû li Çewlikê ji dayik bû. Di dema xwendekariya xwe ya Stenbolê de jî ew her tim serketî bû. Li dijî zordestiyê bû, rêzik û pîvanên hişk qebûl nedikir û ev taybetiyên wê ew gîhand çiyayê Cûdiyê.
Berîtanê navê xwe bi navekî Kurdî guhert. Navê eşîra jê hatibû li xwe kir. Ew êdî Bêrîtan bû. Di rojnivîsa xwe de timî behsa çiyayên per û bask lê vekiribûn kir û ji vê yekê pir kêfxweş dibû.
'Her roja çiyayên welatê min roman e.... Zivistana em li bin naylonan jiyan, çaya me bi ava berfê keland, pêlavên min ên qîrînî ku min bi adîdasên bi çend hezarana nedida, li vir normal e. Lê belê ez dema li jiyana xwe ya sivîl difikirim, ez dibêjim; ev çiyayên ku em mirovê wan in, destanek in, cîhaneke seyr a xeyalan e...'
Bêrîtan di demeke kin de di nava gerîllayên Kurd de bû fermandara taximê. Bi coş, hesret, biryar, înada xwe ya xwezayî, parvekirin û dilê xwe yê bêserûbinî bi tama stranekê jiya. Herî zêde ji gotina stranan, nivîsandina helbestan û şerkirinê hez dikir.
Bêrîtan di sala 1992'ê de wek fermandara taximê derbasî Şemzînanê bû. Pir bi heyecan bû û yekem car li vir birîndar bû. Birîn li rûyê wê bibû. Bi vê birîna xwe ya piçûk pir serbilind bû. Ji lewra bi serberzî nîşanê hevalên derdora xwe dida û ji wan re weha gotibû; binerin ez çawa xweşik û bedew bûme. Berîtan tevî ku birîndarbû jî, guh neda kesî û bi israr tevlî şerê Başûr yê di 24'ê Cotmehê sala 1992'ê de bû.
Şer bi dijwarî dewam dikir. Ew û hevalên xwe ketibûn çembereke şer û ev çember her ku diçû tengtir dibû. Berîtanê wê fîşekên xwe yên dawî ji bo xilaskirina hevalên xwe bi kar bianiya. Diviyabû her tişt hêjayî gerîllatiyê bûya. Dema fîşekên wê qediyan bersiva wê ya ji bo bangawaziya teslîmbûnê jî cudabû. Bêrîtanê di 25'ê Cotmeha sala 1992'ê de xwe ji tat û zinarên bilind ên Lolanê avêt xwarê û dawî li jiyana xwe anî.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24’ê Cotmehê de (îroj) di navbera saet 07.00-09.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Mêrgeşîş û Girê Partîzan ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tankan hatiye topbarankirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê Cotmehê de li Dersimê li dijî Geliyê Xarçik, Uzuntarla, Zagê, Dokuzkayalar û Hingirvanê ji aliyê artêşa dagirker ve operasyonek hatiye lidarxisitn. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfa yekîneyên veşartî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê Cotmehê de di navbera saet 17.00-19.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Berîtan, Neqeba Telefonê û Şehîd Kurtay ku bi ser Xakurkê ne ji aliyê artêşa dagirker bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 19’ê Cotmehê de di saet 01.00’an de li navçeya Colemergê Çelê di dijî 18 hedefên dijminên dagirker ji aliyê gerîla yê me ve harekateke hevwext hatiye lidarxistin. Beriya niha di encama êrîşên hewayî de Endama meclîsa HPG’ê Şehîd Çîçek Botan ku şehîd ketibû, çalakiya ji bo bîranîna wê hatiye lidarxistin de ji 100’î zêdetir leşkerê dijmin hatiye hingaftin, bi dehan leşkerê dijmin bêbandor maye, gelek alavên leşkerî û teknîkî hatiye hingaftin û gelek çek jî ji aliyê gerîla ye me ve hatiye desteserkirin.
- Ayrıntılar
Ji çaepemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê Cotmehê de di navbera saet 04.00-06.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Berîtan a bi ser Xakurkê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 19’ê Cotmehê de di saet 01.00’an de li Colemergê li dijî hedefên leşkerî yên li navenda Çelê, Qereqola Bilicanê û 4 girê ewlehiya wê digire, tabûrên Serê Sêvê, Êrîş û Xantepe, Qereqola Girê, Girên Ortê û Marûka ji aliyê tevgera operasyona şoreşger a Şehîd Çîçek ve çalakiyên hevwext hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 19’ê Cotmehê de (îroj) di saet 01.00’an de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê li dijî Alaya navendê, Alaya Bilicanê û qereqolên der û dora wê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyên hevwext hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyan de nêzî 100 leşker û polîsên tevgera taybet hatiye kuştin an jî birîndar bûye. 21 çekên dijmin jî ji aliyê gerîla yê me ve hatiye desteserkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê Cotmehê de li navenda Dersimê li dijî herêma Kaxperî ji aliyê artêşa dagirker bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê Cotmehê de li Dersimê li dijî herêmên Anafatma, Veraniş û Milê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar