(Çavdêrî ji V. Konferansa HPG’ê – II)
Ji bona civakekê, rûmet xeteke jênaveger e. Rûmeta civakî, di warê ehlaqî de tê wateya rêzdariya li hember xwe. Di vê hêlê de civakek çiqas bi rûmeta xwe re girêdayî be, ew civak civakeke ewqas bi xwe û derdora xwe re rêzdar e.
Rûmeta civaka çi diderbirîne? Destpêkê rûmeta civakî, civaka li hember xwe rêzgirtinê destpêdike hetanî girêdayîna azadiya, ji wir jî li hember tu kesî serînetewandinê diçe. Di rastiyê de ev mirovbûn, nebe nabûna civakîbûnê ye.
Baş e, wê ev nebe nabebûn çawa pêk bê û wê kî pêk bîne?
Gelek bersiv hene ku mirov bide. Dibe ku hinek ji vê pirsê re bêje ku bi sazbûna “artêşên mezin” Bi artêşên mezin wê çawa li hember xwe rêzdar bin, ew jî mijara nîqaşê ye.
Hinek vê davêje ser zanistiyê û hewl didin vê pê bînin. Ev bi gelemperî di civakên ku wekî civakên demokratîk tên zanîn de wekî rêbazek pêk tên. Encax di roja me ya îroyîn de zanistên pozîtîvîst ku doxmatîk, dûz, berjewendîperest û di xizmeta serdestan de ne û wekî zanistiyê li hember gelan in, wê çiqas bikaribin rûmeta civakî pêk bînin. Ji wê wêdetir wê çiqas bikaribin li hember xwe rêzdar bin?
Hinek jî bi bikaranîna şîdetê re hewl didine ku baweriya li hember xwe ji nû ve saz bikin. Vanan bi gelemperî di civakên ku têne eciqandin û bindestin de mekanîzmayên parastinê ne. Lê em jî baş dizanin ku şîdet her dem dij şîdetê diafrîne û em dizanin ku di dawiya dawîn de her cure şîdet ji tu tiştî re ne çareserî ye û bi demê re vediguheze yê hemberî xwe û tewşî li hember rêzdariya ku dixwaze pêk bîne dibe.
Baş e, wê yên bindest, yên hatine pirxîn, yên li derve hatine hiştin û hatine xistin, wê kîjan riyan bişopîne û li rêzdariya li hember xwe biafrîne?
Vaye bersiva vê parastina cewherî ye.
Rêber Apo di vê xisûsê de wiha dibêje; “Parastina cewherî polîtîkaya parastina civaka ehlaqî û polîtîk e. Ya rast civakeke ku nikaribe xwe biparêze, wê wateya xwe ehlaqî û polîtîk winda bike. Ew civak ya hatiya mêtandin an jî heliyaye û riziyaye; li hember vê yekê ya li ber xwe dide yan jî dixwaze nasnava ehlaqî û polîtîk ji nû ve bi dest bixe û xebatbarî bike. Parastina cewherî navê vê pêvajoyê ye. Civakeke ku dixwaze di xwe de israr bike, her cure mêtandin û zextan red bike, encax vê yekê bi derfet û saziyên parastina cewherî pêk bîne. Parastina cehwerî tenê li hember xeteriyên derve pêk nayê. Ku hêza biryarê bi hêza parastina cewherî re zexm nebe, wisa bi hêsanî nakeve rewacê. Her dem mûmkûn e ku di sazîbûnên civakî de nakokî û tengezarî hebin. Divê neyê jibîrkirinê ku civakên dîrokî demeke dirêj in bi çîn û bi serdestî ne û wê bixwazin ku van taybetiyên xwe biparêzin. Wê van hêzan ji bona ku hebûna xwe biparên bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Lewre, wê parastina cewherî wekî daxwazeke civakî demeke dirêj di rojeva civakê de ciyekî girîng bigire.
Maye ku di roja me ya îro de civak ne tenê ji derve, ji hundir ve jî hetanî çavêkên xwe yên dawîn bi desthilatiyek re rû bi rû ye. Pêwîst e ku civak di hemû çavikên guncav de komên parastina cewherî pêk bîne û ev jiyanî ye. Civakên bê parastina cewherî, civakên ku ji tekelên sermaye û desthilatan re dîl ketine û hatine mêtandin.
Ji bona gelê Kurdistan re, sazbûna hêza parastina cewherî girîngiyeke jiyanî di nav xwe de dihewîne. Ev zirûfên bi pevçûn li Rojhilata Navîn û polîtîkayên tuneker, înkarok û şikestina civakê, kiriye ku rêxistinbûna parastina cewherî nebe nabe. Gelê kurd encax dikare hebûna xwe bi parastina cewherî berdewam bike.”
Ev tê vê wateyê: Ji bona ku civaka kurd rêzdariya li hember pêk bîne û bi vê ve girêdayî bi gelên cîran re têkiliyeke tendurist û wekhev jiyan bike, divê xwe hetanî bîrîmeke herî biçûk rêxistin bike. Wê xwe li hember êrîşên bîrdozî, felsefîk, polîtîk, rêxistinî, çandî, civakî, derûnî biparêze û li hember her cure êrîşan jî pêwîst bike xwe di warê leşkerî de rêxistin bike û xwe biparêze. Ev ji bona rûmetbûnê nebe nabe ye. Ev ne bengîtiya çekan e, berevajî vê yekê rê li ber bêrûmetiyê girtin û çalakiya vê ye.
Carekê divê ev bê zanîn ku, civaka bi rûmet civakeke birêxistin e. Civakeke bi rûmet, civakeke ji zextên kolekirinê re serî natewîne. Civakeke bi rûmet, ketiyê azadiya xwe ye. Ya herî girîng jî civakeke bi rûmet, civakeke ku hêza parastina wê heye.
Parastina cewherî ew tişte ku, bêyî ku fermanek bigire, li hember her cure êrîşên bibin an wê bibine xwe birêxistinkirin, xwe parastin û bi van re re girêdayî rêxistinkirina qada ne. Divê her kurdek teqez beşdar bibe. Tu li ku derê bî, li welêt an li derveyî welêt bî, bi sehm xwe birêxistin bikî. Li ciyek êrîşek bûye, divê li wê derê di nava çend deqeyan de bi hezaran kurdên pejinkar amade bin. Li hember demokratek, li hember saziyeke demokratîk êrîşek bû, divê bi hezaran ciwan û jin biherikin wir. Wê ev bi çi bibe? Encax ev birêxistinbûnê dibe. Ev jî bi xwe re têkilî û ragihandineke bi hêz pêwîst dike.
Vaye em ji a’yê heta z’yê bi tevahî rêxistinkirina civakê re, parastina cewherî dibêjin. Hêzên gerîla, tenê baskek vê hêzê ne. Hêzeke leşkerî ya profesyonel in.
Yek ji biryarên girîng ên V. Konferansa HPG’ê ji nû ve sazkirin û rêxistinkirina parastina cewherî bû.
- Ayrıntılar
Ka hele li wî binêrin, li rûyê wî binihêrin.
Ji bona xatirê Xwedê ji min re bêjin.
Li ser navê mirovantiyê, piçek hîsek hey di rûyê wî kîmyasalcî, mêrkûj û axa de.
Ji bona xatirê Xwedê ji min re bêjin.
Li ku derê hatiye dîtin ên bêkok bûne xwedî exlaq?
Ji bona xatirê Xwedê ji min re bêjin.
Li ku derê hatiye dîtin ku dewşirme rewa bûne?
Ji bona xatirê Xwedê ji min re bêjin.
Çi karê van dewşirmeyan li Kurdistan, li Enatolya, li Trakyayê hene û ji bilî nîjadperestî, celadî û bikaranîna çekên kîmyevî tu marîfeteke wan nîn e?
Çawa çêdibe ku tu ji wan ne tirk in û dibin tirkên herî har û şoven?
Ji bona xatirê Xwedê ji min re bêjin.
Ma di nava van kîmyasalcî, mêrkûj û axayan de ku li Kurdistan, Enatolya û li Trakyayê gelek canên ciwan binax kirin yek tirkek heye?
Xeleke kor a şerê li Kurdistanê dimeşe, vaye di vir de veşartiye.
Yên ku bêkok, yên berhevkirî, di rastiyê de bê ax in.
Vanan bê çand in û nirxa wan jî nîn e.
Vanan bê esl in. Xwarinen bi horman çawa bin, ew jî wisa ne.
Vanan sûnî ne. Razber û çêkirîne. Vîrûsên herî bi xeter in.
Çawa ku vîrûsek bi keve şaneya bingehîn û şaneyan yek bi yek tune bike û şûna şaneyê bigire, ev berhevkiriyên bêkok jî jî wisa ne.
Ev berhevkiriyên bê kok ji dêran hatin. Ji Ûskûpê hatin. Ji Selanîkê hatin. Ji Qirimê hatin. Ji Dûbrovîkê hatin. Ji Lehistanê hatin. Ji Endûlûsa Îspanyayê hatin.
Xweberdan desthilatiyê, xweberdan qesrên osmaniyan û partiya Îtîhatî Terakî sazkirin û bûn tirkên herî har.
Xweberdan terîqatan, xweberdan cemeatan û bûn sentezvanê tirk-îslam ên herî har.
Çi kirin?
Ji ber ku kokên wan li welatê me nîn bû.
Çanda wan li welatê me nîn bû.
Ne gengaz bû ku bi bêkokî û bêçandiya xwe li desthilatiyê bi cî bibin.
Wisa allem-kullem kirin ku, nîjadperestiya ku îcada Ewropa bû li welatê me bi cî kirin.
Vê jî li ser navê nûjeniyê û li ser navê pêşketinê kirin.
Vê li ser navê tirkîtiyê kirin.
Û di encamê de desthilatiyê xistin dest xwe.
Bûn general, bûn karsaz, bûn profesor, bûn serokomar, bûn serokwezîr, bûn mûşteşar û gewixîne ser welatê me. Li Darahênê, Geliyê Zîlan, Agirî, Dêrsim û li gelek deveran bi deh hezaran bav, kal, pîrê me şewitandin, wêran kirin Kurdistanê. Zikê dayîkên me çirandin bi qezetûreyan.
Li Enqerê bûn kemalîst,li Stenbolê bûn sermeyedar û xwediyê palûkeyan.
Li bajarên Kurdistanê Dêrsimê bûn laîkvan. Bûn elewî. Li Meletî, Mereş, Sêwas, Elezîz, Erzirom, Riha û Dîlok bûn ûlkûvan. Li Amedê, Batmanê, Wanê û Çewlikê jî carnan bûn nûrcî carnan jî bûn hîzbil-şeytan. Li Şirnexê, li Colemêrgê jî bûn cahş û çete.
Xwe kirin hezaran sûretan.
Vaye ji van berhevkiriyan ê herî rojevî jî axayê kîmyasacî û mêrkûjan, Başbûgê kîmyasalcî mêrkûj axa ye.
Di 1998’an de dema ku li artêşa duyemîn bû, ew bû li li çiyayê Kela Kora çiyayê Cudî fermana bikaranîna çekên kîmyevî da.
Di 2005’an de ew bû li Çiya Reşka Colemêrgê fermana çekên kîmyevî da.
Di sala 2009’an de vê carê cî Geliyê Zap. Dîsa yê ku fermana çekên kîmyevî da ew bû.
Yê ku van hemûyan dike ew bû.
Radibe nizanim dibêje, ev çi axa ye, ev axayê çi ye.
Axayê esasî, hem jî axayê kîmyasalcî û mêrkûj Başbug e.
Ji ber vê yekê ye ku gelê me pankarta “Vebûna Kîmyasalî” vekirin.
- Ayrıntılar
(Çavdêriyên V. Konferansa HPG’ê - I)
V. Konferansa HPG’ê bi coşeke mezin pêk hat. Me berê yek du nivîs nivîsandibû. Encax ji ber ku naveroka konferansê wê têrî çend nivîsan neke, belkî biryarîbûnan wekî rêzenivîsek em bidine, wê zêdetir balkêştir bibe.
Mijareke herî girîng ku di konferansê de li ser hate sekinî pirsa, wê çawa gerîlayek baştir, şareza, arastek(donanımlı) û profesyonel bibe.
Tê zanîn, gerîla hêzeke her dem xwe ji nûkirinê re peywirdar e. Tişta ku herî zêde neçar dihêle ku gerîla xwe nû bike, hêzên ku gerîla pê re têdikoşe ye. Di vê rewşê de di nûbûna gerîla de, hêza herî diyarker hêzên leşkerî yên dewleta TC’ê ne. Em dikarin helwest û sekna dijminane ya hêzên navnetewî li hember gelê kurd jî lê vê zêde bikin. Tê zanîn Artêşa TC’ê bi milyar dolaran û razemeniyên teknîkî hewl dide xwe nû bikin. Bavên wan ên emperyalîst jî, pere û perwerdehiyên teknîkî û leşkerî ji wan kêm nakin. Vî pereyî jî ji berîka feqîr û xizanan digirin. Hêmaneke din a girîng jî li hember taqtîk û şerê gerîla ku bi pêş xistiye, ji bona sîstema parastina xwe di nava hewldana nûbûnê de ye. Ji bona ku gerîla zêdetir bi bandor bibe, ji bona ku sîstema parastina dijmin qebas bike, neçar e ku taqtîkeke ku vê sîstemê derbas bike bibîne.
Bi kurtasî, gerîla li gorî hêza dijminê ku pê re şer dike, xwe nû dike. Ger hebe kêmasiyek, tespît dike û dikeve nava hewldanan ku vê qebas bike. Cewhera vê taqtîkê ev e ku, li hember dijminek ku di warê teknîk û taqtîk de xwe nû dike û bi pêş dixe, xwe bîne asteke ku têk neçe. Yan jî pêwîst e ku afirîneriyeke taqtîkî ku tu carî têk naçe bê raberkirinê.
Vaye di V. Konferansa HPG’ê de, xisûsa herî girîng a ku li ser hate sekinandin, wê çawa gerîlayek tu carî têk neçe û xwe bigihîne vê astê derkeve holê. Ravekirina herî xwerû ya gerîla, di her şert û mercî de ji bona mengiyên(ideal) azadiyê her cure şerî bide ber çavan û tu carî serî netewîne.
Formûleke gerîla ku tê zanîn heye. Ji vê re formûla pênc tilîk û zêdek yek tê gotin. Yanî; însiyatîf, afirînerî, qutkirin, lezgînî, tevgerbûnî û disîplîn. A rast ji berê de, dema ku em disîplîn dibêjin, em disîplîna cewherî fêm dikin û em wisa nêzîk dibin. Formûla pênc tilîk û zêdek yek, gotin di cî de rêzikên gerîla yên nebe nabe ne. Yanî rêgezên jiyanî ne.
Wekî ku me got, sîstema parastina dijmin, teknîk û arastekî welhasil her tiştê dijmin, têkoşîna gerîla ku daye guhert e. Dijmin neçar ma ku, xwe nû bike. Jixwe dijmin bi vê baweriya xwe tîne û çep û rast davêje. Bi vî awayî bi artêşa bi pere –hûn ji vê re hêzên faşîst falanj li Îspanyayê, an jî jê re dikarin bêjin lejyonerê li Romayê- li hember berteka ji ber mirinên zarokên gelê tirk ku derê, wisa rê li ber digirin. Rastiya heyî, ev leşkerên bi pere, li hember gelê tirk dibine sûbabê ewlekariyê.
Vaye eniya gerîla li hember vê rewşê ji bona ku xwe bi tevahî bigihîne rêxistinbûnekê, gelek nîqaş kir. Di encama van êrîşan de, em ber bi gelek biryarîbûnan ve çûn. Gerîla ji bona ku xwe bîna pozîzyoneke ku tu carî têk neçe û ji bona ku rewşa gerîlayê klasîk derbas bike, bi vê hişmendiyê xwe ji nû ve ji ber çavan derbas kir.
Dema ku em windahî û şehadeta gerîlayên me lêkolînbikin, ji sedî nodî şehadetên me, aşkereye ku me heq nekiriye. Şehadeta rêhevalên me, ne ji ber bihêzbûna dijmin e. Di konferansê de hate tespîtkirinê ku windahiyên me ji ber negerîlabûyînê ye. Yanî ji ber rêzik û pîvanên gerîla neanîna cî ye. Bi vê nirxandin û tespîtê re girêdayî, biryar hate girtin ku misoger pêwîst e gerîlayê nûjen ku dem vê dixwaze pêk bê. Ji ber yekê, tenê xwenûkirina gerîla têrî nake, divê gerîla xwe di kokê de bi tevahî ji nû ve saz bike.
1- Divê di şûna veşartîbûna klasîk de, veşartîbûna kûr esas bê girtin û vê têgeha veşartîbûna kûr di bin hişê her hevalî de bi cî bikin. Veşartîbûna kûr tê vê wateyê ku, tevgeriyeke bi tu awayî neketina denetima dijmin e.
2- Armanceke dîtir jî, bipêşxistina kamûflayeke zirav e. Di vir de jî armanca ev e ku hemû teknîka dijmin vala derxistine.
3- Divê tarzeke jiyana gerîla ku xwe dispêre disîplîna cewherî û vê yekê bi serkeftinê li her derê pêk bîne û kesayetiyeke serkeftî pêk bîne. Wisa ku yekbûna mejî û dil re, bêyî ku cî bide gavên hestiyarî, di asta herî jor de û bi sebr her dem însiyatîfê di destê xwe de girtin.
4- Dema ku bixwaza rast bi cî bibe, divê qet xuya neke.
5- Wê bi jiyaneke bizanebûn û tarzeke tevgerîbûna bi plan û kontrolkirina her kêliyek, wê gerîlayek nû bê afirandin.
Bi kurtasî V. Konferansa HPG’ê ji bona gerîlayek ku tu carî têk neçe biafrîne, di asta herî jor de xwe gihandiye biryarîbûnê û li vê gavê re jî ji bona ku gerîlayê nûjen bê afirandin jî, pêwîst e ku xwe ji nû ve ji ber çav derbas bike.
Yek xisûseke girîng a gerîlayê nûjen jî, xwe li gorî têkoşîna demokratîka siyasî tanzîmkirin û bi pêş xistin e. Ev tê vê wateyê ku, hemû biryarên siyasî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bizanibe û wekî peywir nêzîk bibe. Vê nêzîkatiya xwe jî di qadên têkoşînê de jî pêk bîne. Bi gotineke din, her guleyeke ku diteqîne, wê ne berevajiyê têkoşîna siyasî be. Wê her guleyeke ku diteqîne, xwedî giraniyek be.
- Ayrıntılar
Qêrîna gel a TOLHILDAN’ê di qerika guhên me de olan dide. Gelê me bi panqarta “PKK TOLHILDAN” şehîdên xwe dişînin rêwîtiya bêmiriniyê ya dawîn. Ji kolanên Çelê, Colemêrg û Bêşebabê ev qêrîn li taht û zinarên kert û lûtkeyên çiyayên azadiyê dikevin û di şaneyên dilên xwe de dinexşînin.
Ji bona hebûnê, ji bona jiyaneke azad, ji bona hemêzkirina ROJ’ê canên ciwan xwe feda dikin. Bi govend û tilîliyan diçin ser dijmin, bi govend û tilîliyan şehîd dikevin û bi govend û tilîliyan dikevin karwanên şehîdan.
Qêrîn diqîre di nava kuçe û kolanên welatê min de. Em her qêrînek, wekî fermanek dihesibînin. Gerîlayên azadiyê, keç û xortên herî delal û egîdane ji bona ROJ’a xwe, şehîdên xwe û gelê xwe; di her kêliya demê de bi hêrsa gelê xwe re hêrsa xwe jî tevlî dikin û vê hêrsê ji bona TOLHILDAN’ên mezin di lûleyên qilêş û doçkayên xwe de bar dikin û di her atom û pirtikên narîncokên xwe de dihelînin.
Her çiqas Kudistana me ya nazenîn, welatê me yê bihiştî û axa me ya qedîm ji hêla şaristaniyên derewîn ve hatibe parçekirin jî, bes tu carî çiyayên qedîm ên Kurdistanê nehiştine ku qutbûneke bi temamî pêk bê. Lewre îro li her çiyayên Kurdistanê, ji Botanê bigire hetanî Urmiyê, ji Amedê bigire hetanî Efrînê gerîlayên azadiyê ji bona jiyaneke azad û Kurdistaneke Xweser û Azad dest li ser tetikane û bi baz û eyloyan re hevalbendiyê dikin.
Ne rojek, ne du roj ev sî û pênc sal in, PKK di pêşengiya Rêber Apo de êdikoşe. Di vê demê de ne şehîdek, ne du şehîd bi deh hezaran şehîdên me Dara Azadiyê bi xwîna xwe avdan. Di vî sî û pênc salî de gora ku hatibû betonkirinê li çiyayê Agiriyê hate parçekirinê û ji qêrîna Nûrî Dêrsimiyan re bûn bersiv, kindir û werîsê ku Seyîd Rizayan, Şêx Seîdan û Qazî Muhamedan darvekirin me parçe kir û me ew kindir û werîsan xist stûyê dijmin, noker û bêbextan.
Piştî têkoşîn û berxwedaniya dûr û dirêj, bi êş û jan dijminê gelê kurd neçar ma hebûna kurd qebûl bike. Êdî hemû dinya, mecbûr man ku gelê kurd ku ji dîroka şaristaniya xwe maliştibûn cî bidinê. Serokatiya me derew û qirêtiyên dîroka derewîn a şaristaniyê aşkere kir, di ser de jî dîroka gelan, dîroka jinan ji nû ve nivîsand.
Îro jî, dijminê gelê kurd, mecbûr hatiye hiştin ku, hinek gavan bavêje. Loma ev çar –pênc meh in, digel ewqas êrîşên dijmin, digel ewqas girtina welatparêzan, digel ewqas şehadeta gerîlayên azadiyê, li ser banga ROJ’a me pêvajoyek despêkir. Ji bona ku em li çar parçeyên Kurdistanê jiyaneke azad li ser axa xwe ji gelê xwe re biafrînin û vê yekê bêyî ku xwîn birêjê bikin, hema hema me çekên xwe da rawestandin.
Lê bila gelê me meraq neke. Wê roja tol girtinê were. Her çiqas dijminê me har e, bes gerîlayên we jî ji her demê bêtir bi hêz in û baweriya gelê me ji her demê berztir e. Ji bona ku em bikaribin hem tolên rojên îroyîn, hem jî tolên dîrokî bigirin, divê her ciwanekî kurd, beşdariya gerîla wekî peywireke welatparêziyê ya herî pîroz bigire dest. Dijminên me ne yek in, ne didu ne. Ji bona wê jî, divê em hejmara Artêşa Parastina Gelê xwe bikin sê-çar qatî. Em çiqas mezin bin, em çiqas bi hêz bin, em ê bikaribin ewqas lêdanên mezin li dijmin bixin û xwe bigihînin rojên azad.
Lewma, wê mehên pêş me, mehên cengên mezin bin û divê bêyî ku ciwanên kurd ji vê cenga azadiyê bimînin, divê ciyên xwe di nava baz û eyloyên çiyayên azadiyê de bigirin, da ku em tolgirtinên mezin û dîrokî bigirin.
- Ayrıntılar
Ev pênc meh û nîv e ji hêla tevgera me ve, li ser banga serokatiya me biryara bêçalakîbûnê hate girtin û digel bedelên giran jî ev pêvajo tê berdewamkirinê.
Berî ku serokatiya me rênexşeya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd diyar bike, nêzîkatiya dewleta tirk belî bûbû. Hemû nîşane, berdewamiya şerê taybet nîşan dida. Piştî ku rênexşeya ku ji hêla serokatiya me ve hatiye amadekirin ket destê dewletê, -di 20’ê tebaxê de hate dayîn, heman rojê jî civîna MGK’ê hebû-, bêyî ku bêjin her gava ku davêjin ji rênexşeyê re bersiv in. Yanî niha rênexşê di destê dewletê de ye û li gorî wê tedbîrên xwe digirin, li gorî wê daxuyaniyan didin û civîn li ser civînan li dar dixin. Wê rênexşe bê dayîn neyê dayîn em nizanin, lê ku bersivek ji dil û dilsoz neyê avêtin, wê ev yek ji bona me bibe hinceta şerekî bêeman. Belkî ji bona me her tişt neqede, bes wê rê li ber mirina hezaran veke.
Di şexsê Erdogan de AKP, siyaseteke gelek qirêj û dirû dimeşîne. Rewşenbîr û nivîskarên xwefirotî yên tirk, fena her caran gilêz ji devên wan diherike û banga xwînê dikin. AKP her gava ku davêje, wisa dixuye ku bê artêşê, yanî bêyî Îlker Başbûg navêje. Ev jî tê wateye berdewamkirina şerê taybet. Qêrîn û zûrûna MHP û CHP’ê jî, wisa dixuye ku bi zanebûn e û beşeke vî şerê taybet e. Li hember gel mîna ku nakokiyên wan hene nîşan didin, lê armanc ev e ku bi şerekî bişêwirîn(danışıklı) rayagiştî xilmaş bikin. Jixwe pejirandin û nîqaşkirina rênexşeya serokatiya me, bi vê zihniyetê qet ne mûmkûn e. Ji me tê xwestin ku, jiyaneke bêrûmet qebûl bikin, dema em vê qebûl nekin, wê bêjin ku me ewqas gavan avêt, lê PKK û rêberê wê di şer de israr dikin, PKK dev ji çekan bernade û şerê xwe yên qirêj vê hewl bidin li hember dinyayê rewa bikin û qirkirinan pêk bînin.
Yanî hemû gavêtin, ji bona tunekirin û tesfiyekirina tevgera azadiyê ne, ji rêbazên berê cudatir, bi rêbazên şerên taybet ên tenik î zirav dikin. Wê vir de wê de bibin û her carê çekberdana gerîla bînin rojevê, wê ji xwe re bibin bûk û berbûr, wê bahsa kitekitên efûyan bikin, wê nîqaşên em mafên ziman bidine an nedine bikin... bi vî awayî jî her hal têkbirina tamîliyan hêviyek daye wan ku, hewl bidin ku, fena ku dewleta Srîlanka kir, ew jî ji kokê de gelê kurd û hêzên parastina vê gelî tune bikin.
Yanî ev pêvajo her çiqas hêviyan seridandi be jî, di nava xwe de xetereyên pir pir mezin jî dihewîne.
Em wekî gerîla zelal in. Em ê tu carî tenezûlî tiştên biçûk nekin. Hetanî ku tam azadî pêk neyê, hetanî ku azadiya gelê me yê li Sûriyê û Îranê pêk neyê, ne em ji çiyayan dadikevin û ne jî em gelê xwe bêparastin dihêlin.
Çawa ku şertên zindîbûnê XWETÊRKIRIN, XWÊPARASTIN, XWEZÊDEKIRIN e, ev rewş di atomekê de, di gulekê de, organîzmayeke herî biçûk de jî wisa ye û bêyî van hêmanan zindîbûn pêk nayê, wê demê ji bona ku gelê kurd jî, XWEPARASTIN wekî rêgezek esasî û stratejîk e.
Ji ber vê yekê, divê em wekî gel û tevger ji bona rojên giran xwe amade bikin. Divê her ciwanên kurd, wekî peywireke sereke ya welatparêziyê, werin beşdarî gerîla bibin. Em çiqas di warê leşkerî de xwe mezin bikin, wê ewqas azadiya gelê me, azadiya serokatiya misoger bibe û em ê ji qirkirinan rizgar bibin û xwe bigihînin Kurdistaneke Azad.
- Ayrıntılar
Di têkoşîna Tevgera Azadiyê de, ku salek berê hatibana gotin wê nîqaş û geşedanên ku di rojên îroyîn de çêdibin bibin, wê ji me re ecêb bihatana. Di encama berxwedanî û sekna fedayî ya Rêber Apo, sazûmana dewletî ya ku xwe tirk bi nav dike, niha ji neçarî di nava keftûleftekê de ye û ya ku dixuye nizanin wê çawa ji nav derên.
Ji niha de mirov teqez tiştek bêje wê ne rast be, lê ya ku dixuye sazûmana înkarok a dewletî her hal wisa difikire ku kurd kurdên berê ne û wê bikaribin bi gavên biçûk, bi gavên ku rûmeta kurdan bin pê dikin û bi gavên di nava xwe de tunekirina vîna azad a kurd dihewîne, lîstokan bînin serê kurdên azad.
Ji hêla me ve rewş çi dibe bila bibe, ji bona me ya esas azadiyeke tam e. Vir de wê de nabe. Tam azadî! Tirkek, farisek, erebek çiqas azadî ji xwe re heq dibîne, wê kurd jî hetanî dawîn ji xwe re heq bibînin. Dewleta tirk çi gavan davêje bila bavêje, jixwe ji bona başiya gelan be û sûda xwe ji gelan re hebe, wê li ber çavan bê girtin; berevajî vê yekê bi lîstokan û bi polîtîkayên zirav î tenik ên tunekirinê tevbigerin jî, jixwe bi hezaran gerîla li çiyayên azadiyê têdikoşin, bi milyonan gelên me li piya ne. Wê ev bidome. Daxwaz ew e ku bêyî hîn ciwanên din bimrin, hîn zêdetir xwîn nerijê, di çarçoveya pîvanên şaristanî yên demokratîk de çareseriyek pêk bê.
Ji ber vê yekê, wê vê pêvajoyê rênexşeya serokatiya me diyar bike û wê ev ji bona me yekane pîvana çareseriyê be. Dîsa nêzîkatiya li hember rêneşxeyê wê sekna gerîla diyar bike. Ji ber vê yekê, bi diyarbûna rênexşeyê re, wê her tişt di nava çend mehan de belî bibe.
Sertayên rênexşeyê ku serokatiya me di hevdîtina dawîn de diyar kir, mejiyê gelek derdoran ji niha de tevlihev kiriye. Ji ber ew aqilên wan ê biçûk û faşîzane, tenê di pîvanên çareseriyên netew-dewletî de çareseriyek dizanin. Fêmkirina wan a ji azadiyê ya sazkirina dewletokek e yan jî federasyon e yan jî koletî ye. Ji bilî vê mejiyê wan ê genî nikare wate bide.
Ez dixwazin vê diyar bikim û me gelek caran jî diyar kiriye. Gelê kurd ji destpêka mirovantiyê li ser vê axê jiyan kiriye. Belkî nebûye xwedî dewlet, belkî tu carê hewl nedeya gelan bindest bike, bes tu carî jî bindestiyê qebûl nekiriye.
Meseleya me kurdan, destpêkê meseleyeke zihnî ye. Di têkoşîna sî salî zêdetir de, ev di serî de di pêşengiya Rêber Apo de bi keda wî ya dehan salan, di şexsê jina kurd de pêk hat. Meseleyeke din Kurdistan bûye çar parçe û di nava çar dewletan de hatiye pirçikandin. Hetanî ku çar parçeyê Kurdistanê negihê azadiya xwe, wê têkoşîna çekdarî ya kurdan berdewam bike. Çawa ku di xwezayê de her tişt xwedî parastineke, bêguman wê heta hetayê parastina çekdar a kurdan jî hebe. Lewma temînata azadiyê jî ev e. Gelo mirov çawa dikare bifikire ku, li ciyek ku leşker û polêsê tirk, faris û ereb hebe, wê li wir azadî hebe. Yên ku çîrokên çekberdanan li ser zimanê xwe kêm nakin, xwe dixapînin. Ha dema ku artêşa TC’ê, artêşa faris û artêşa Sûriyê dev ji çekan berda, wê demê em jî dikarin, çekberdanê bifikirin. Ji bilî vê tu nêzîkatiyek me nîn be.
Loma şertê yekem ê azadiyê, gelek xwe bi xwe bikaribe parastina xwe ya çekdarî bike, nexwe ev nebe wê fena keriyên pez gurên devgilêz tu carî ew rihet nehêlin. Jixwe dema ku te ev kir, tu dikarî sazûmana xwe bi pêş bixî û bibî xwedî sazî, tu yê bi azadî xwe birêxistin bikî, tu yê çand û zimanê xwe bi pêş ve bibî, tu yê wê demê bikaribî bêtirs bi gelên din re di nava biratiyek de bêyî ku sînorek bixî nav xwe jiyan bikî.
Ji ber vê yekê ye ku, dema ku mirov li bakurê Kurdistanê li nîqaşan dinêre, ji bona destpêkê dibe ku baş be, lê ku zihniyet ev be, fena ku pêşiyên me gotine, “Dê ev hevîr gelek av bikşîne” wê di şûna vê avê de gelek pêwîstî bi xwînê hebe. Ger heta çend mehan, ku nêzîkatiyên dewleta tirk wisa bidome, li hember serokatiya me û rênexşeya wî rêzdar nînbin û pêwîstiyan neynin cî, wê mehên pêş me nîqaşên me yên sereke, ŞER Û QUTBÛNeke heta hetayê be.
- Ayrıntılar
Ev çend meh in di însiyatîfa serokatiya me de, pêvajoyeke çareseriyeke demokratîk hate destpêkirinê û serokatî bi tarza xwe ya bêhempa kir ku her derdor xwe tevlî vê pêvajoyê bike. Hema nivîskarek an saziyek nema ku der barê kurd û Kurdistanê de nêrînên xwe neyne ziman. Mirov dikare bêje, piştî salên 93’yan ku Ozal serokomar bû, yeker car e ku ewqas di vê gurahiyê de kurd û Kurdistan tê nîqaşkirinê.
Di şerê azadiyê yê gelê kurd de, dijminê gelê kurd ne tenê sîstema Tirkiyê ye, hemû sîstemên desthilatdar û emperyalîst ên mîna Emerîka, Ewropa û Îsraîl piştgirî didin Tirkiyê. Pê re jî bi heman rengî dewletên mîna Sûriye, Iraq û Îran jî ji tirkan kêmtir namînin.
Zihniyeta sîstema Tirkiyê, ji salên 1900’î pê ve ku Îtîhat Terakî pê ve, hema bi heman şêweyî didome. Ev zihniyeta îtîhatçî kir ku împeratoriya osmanî têk biçe û pê re gelek gelên ku bi sedan sal in ku bi hev re dijiyan, hewl dan bikin dijminên hev û bûn jî. Mixabin ev sî sal in em wekî Tevgera Azadiyê bi vê zihniyetê re têkoşîn dikin. Du alî bi tevahî nêzî sed hezar mirov di vî şerî de şehîd ketin an mirin. Ku mirov li rêveçûnê binêre, wisa dixuye ku wê xwîna deh hezarên din jî birêjê.
Sîstema Tirkiyê bi desteka hêzên hegemonîk û emperyal ên wekî Emerîka û Îsraîl, ji bilî tunekirina kurdên bakur, rojhilat û başûr rojhilat, tu riyek nedaye pêş xwe. Di tûrikê planên wan de, ji bilî kurdên başûr, hemû kurd “terorîst”in û pêwîst e ku bêne tunekirinê.
Lê ev sî sal in ev sîstem bi ser neketin û herî dawîn xwe li Zapê ceribandin û di şexsê artêşa TC’ê de hemû li bin ketin. Piştî ku kurdên bakur di hilbijartinên bakurê Kurdistanê de vîna xwe nîşan dan û kêm be jî serkeftinek bi dest xistin, plan û hesabên Tirkiye, hêzên başûr û Emerîka ser û bin bûn.
Vaye em bi van geşedanan dikevine pêvajoyeke çareseriyê. Nizanim, mirov bêje pêvajoya çareseriyê an pêvajoyeke şerekî mezin. Wê ev piştî rênexşeya ku serokatiya me diyar bike diyar bibe.
Dewleta TC’ê gelek gotin û derewên ku ev bi dehan sal in dikir, neçar ma daqurtîne. Gotinên wan ên wekî kurd nîn in, zimanên wan nîn e, tirkên çiya ne û filan piştî têkoşîna PKK’ê ya bêeman neçar man ku navê kurdan zikr bikin, qaşo televîzyon vebikin, bahsa hebûna kurdan bikin. Niha jî her kes bi yekdengî mûxataban nîşan didin û fena ku nû fêm kiribin, hemû bi hev re Îmraliyê nîşan didin.
Ji bona şerê di navbera sîstema Tirkiyê û Tevgera Azadiyê bi riyên demokratîk çareser bibe, ji hêla serokatiya me û ji hêla gerîla ve her tişt hate kirin. Ev çend meh in, digel her cure operasyon û êrîşên topan û balafirên artêşa TC’ê, em hewl didin şerek an pevçûnek neqewime. Carnan jî ji bona ku ev pêk bê, em şehadetan jî didin. Ji ber ku nêrîn û fikrên serokatiya me ji bona me ferman û bênîqaş in.
Her kes tiştek dibêje. Kurdên xwefirotî, kurdên noker, nivîskarên tirk ên ku pênûsa wan bi xwîn e, demokratên mûhafazakar û lîberal...
Ji van nirxandinan re, mirov dikare van bersivan bide;
Rewşa serokatiya me, nêzîkatiya serokatiya me wê her tişt diyar bike.
Kurd ne kurdê berê ne û rewşa heyî em tu carî qebûl nakim.
Wê gerîla ji berpirsê şer û ji kuştinên li Kurdistanê bûne çi oldar bin, çi netewperest bin, çi kurdên xwefirotî bin hesap bipirse. Wê her yek ji wan bi wan hestiyên ku di bin axê de rizayana re rû bi rû bêne hiştin.
Erdogan û Gul ku niha temsîla sîstemê dikin, bi wê zihniyeta xwe ya bazirgan ku dayîka boyax dikin û ji nû ve difroşin bavê xwe, mirovên ne cidî, derewkar û dirû ne. Hesap dikin ku bi van gavên rûmetşikestinê, wê kurdan bixapînin. Encama ku dertê, ne hêza wan têrî dike û ne jî niyeta wan heye ku pirsgirêkê çareser bikin.
Gavên mîna guhertina navên gundan, kurdolojî, dersên hilbijêrî em ê tu carî tenezûl nekin û em ê heqaret bihesibînin. Wê gavên wisa hêrsa me mezintir bike.
Êdî tehemûla kurdan bi wê derewkarî û qeşmeriya rêveberiya tirkan re nemaye. Em ê dirûşmeyên mîna “Ya tam demokrasî yan jî qet”, “Yan azadî yan mirin”, “Yan diyalog yan şer.” her demê bilindtir bikin.
Ji ber vê yekê, di 15’ê tebaxê de serokatiya me çi rê diyar bike, êdî ji bona me ev esas e, ku ev pêk neyê û ev zihniyeta tunekirinê bê berdewamkirinê –jixwe berdewam dike jî- hetanî kurdek bi rûmet li ser rûyê dinê hebe, wê ev têkoşîna me ya sazkirina Kurdistaneke Xweser û Azad bidome.
Me hetanî niha bi hezaran şehîd dan, em ê ji niha û pê ve bi dehan hezarî şehîdên din jî bêdin û deh hezaran jî bi xwe re binax bikin. Ji bilî wê em ê tu carî jiyaneke bêserokatî, jiyaneke kole, jiyaneke bêrûmet qebûl nekin. Em ê tu carî Kurdistaneke ku di bin potînên tirk, faris û ereban de ne qebûl nekin. Hetanî ku ev zebaniyên bi potîn ji Kurdistana me ya nazenîn neyên derxistin, wê ji me re jiyan heram be û em şîrê dayîka xwe li xwe helal nakin.
- Ayrıntılar
Daristanên welatê min bêdeng û melûl in. Di bin potînên zebaniyan de dieciqin û di bin gurmîna top û hawan û guleyan de dinalin. Kezeba me dişewitînin. Her der bêdeng e. Newal, dol, beyar, şiverê û daristan bêdeng in. Hem jî bêdengiyeke gelek qirase! Her tişt di nava vê bêdengiyê de difetise.
Edî şevên me ne tarî ne, bi biriqandin û şewla guleyan tevlî stêrkan diteyisin. Hê bihar nû xatir ji me xwest, hê em nû hînî havînê bûn, hê payîz ji dûr ve li temaşe dike û hê zivistan dûr û dûr e. Berf û bahoz jî nîn in ku werin hawara daristanên Kurdistanê. Cudî dişewite, Besta dişewite, Bagok dişewite, Zap dişewite, Ebdilkovî û Sîro dişewite. Welatê min dişewite, gelê min dişewite... Ev hê destpêk e, ne rojek, ne du roj. Wê ev hetanî zivistanê bidome.
Dewleta tirk tu carî bi merdî şer nekiriye û her dem bi bêbextî şerekî qirêj bi pêş xistiye. Fena her salê ji nû ve dewleta tirk bi zanebûn şewitandina daristanan “Komkujiya Ekolojîk” dike. Dewleta tirk li hember gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê her li bin dikeve, pê re jî berê xwe dide xwezaya Kurdistanê. Li hember vê her kes bêdeng e. Ka hawirparêz, ka derdorên hûmanîst... Dewleta tirk fena ku bêje, “Ya ku ji min re nebe yar, ji we re jî nabe yar” û warên herî xweşik, warên herî bêhempa yên çiyayên Kurdistanê dişewitîne. Bi şewitandinê re bi hezaran, bi milyonan tibaret û ajalî jî tune dike.
Guleyên wan bi şewat in, kezeba wan kufnikî ye, dilê wan pîrikgirtî ye. Encax hêza wan têrî şewitandina dar û beran dike, encax hêza wan têrî şewitandina hêlîna şalûl û bilbilan dike.
Em di serdemeke dirû a ku fedî û heya nîn e de ne. Li hember van, dilê me di tîbûna aştî û azadiyê de neçarî şer e. Ji bona ku pêşeroj kambax bibe, çi ji dest wan tê dikin, welatek difetisînin, pêşerojê tarî dikin. Ji bona ku êdî dar neşewitin, pitek nemrin û dayîk negirîn dem ew dem e ku li çiyayê azadiyê bibine şitlek...
Şer xwe digevizîne û dibe mêvanê me û bi wê giyana xwe ya bi kêm û hêrsê hestan parzûn dike. Li hember vê mirina yên ku aştiyê qêrîn dikin zimanan fedîkar dihêle... Hişbin! Dibêjin. Bes dem dema xerakirina bêdengiyê ye û em ê xera bikin jî.
Ew dengê kesên newêrekê mirovantiyê, encax hêza xwe ji gurmegurma bombeyan û ji wan balindeyên xwe yên hesinî digirin. Her tişt bi zagonî tê jiyandin, ji bona wan hemû mirin rewa ne… Ma wê çi bikin zarokên welatê min? Neçar in di rojekê de mezin bibin û di rojekê de bibine “terorîst”
Êdî guhên me ker, êdî zimanên me lal in. Êdî em di xala ku axaftin, vegotin û jihevfêmkirin mezixi ye de ne. Tam jî dengê çekan di nuqteya herî xweş de xwe digihîne. Her hewl didin mirinan ji xewnên me kêm nekin û kenê me bê rondik nehêlin. Ma em ê bikaribin çi bikin, ma em ê bêdeng bibînin li hember van zebaniyên dilteneke!
Na! Bîleh jî na!
Di demeke ku fetlanokên aştî û şer, mirin û jiyan, binketin û serketin di nava pêşbaziyê de, li hember pêkanînên dewleta tirk em ê bêdeng nemînin. Divê hawirparêz, derdorên demokrat û ciwanên kurd li hember vê bi çalakiyên demokratîk ku hêza veguzandinê hebe bi pêş bixin û ji bona hawirparêzên cîhanê pejinkar bikin tevbigerin...
- Ayrıntılar
Di kurdî de navên mehan li gorî werzan teşe girtine. Me meheke havînê jî li pey xwe hişt. Giha, kulîlk û gelek nebat ji zû ve hişk bûne jî. Ma çiqas rengîn bû werza biharê. Niha jî ji ew kereng, qîbar, kuvark, gûriz, goreş, sîrik, guhbizin, loş, rizkêrovî û gelek nebatên dîtir tu pêjnek ji wan nîn e. Hemû hişk û ziwa bûne. Ji ber vê yekê jî, kurdan ji vê mehê re gotine, meha “pûşper”ê. Yanî hemû giha, per(pel) û nebat ji ber qileqija havînê ya sotîner dibin pûş.
Bi taybet jî di vê werzê de, dema ku mirov xwe li nav daristanê dixe, gurnîk û diriyên hişk xwe mişt bi te ve dizeliqînin. Piştî ku meşa te diqede an tu ji bona kêliyek be jî bêhna xwe li lûtkeyê hevrazê bidî, eşêf an leqata darik, gurnîk û strayan ji gore û şal dest pê dike. Lê di vê mehê de hemû dar û ber, bi taybet jî darên berû û maziyan, wisa bi coş mezin bûne û şaxdayîna berûyên îsal kêfxweşiyeke bêtarîf dide me. Ji ber ku li çiyayên Kurdistanê şerek bêeman dimeşe û ji hêla dijminê xweza û mirovantiyê ve, her sal daristan têne şewitandin. Mîna her salê îsal jî daristanên çiyayên Kurdistanê ji rika van dijminan re, di şûna yek dareke şewitiye de, sê an çar heb tel avêtine.
Jixwe dema ku di meha pûşperê de ji nişka ve fena tavanên biharî baran bibare, kêfxweşiya herî mezin a gerîlayan e. Bêhna axa şilbûyî li her derî difûre. Hemû pûş an gihayên hişbûyî, di serî de gurnîk û dirik nerm dibin û meşa di nava daristanê de her diçe xweştir û bi tahmtir dibe. Li gorî sala din îsal baran zêdetir bariya. Ji ber vê yekê li gorî sala din, hema hema giha xwe digihandin mîtroyekê. Di mehên biharê de belkî meşa di nava gihayan de zehmet bû, lê niha piştî baranan û bayên bi şid, ev hemû giha xwe li erdê raxistine û mîna doşekekê xwe li pêşiya me gerîlayan radixin.
Li çiyayên Kurdistanê di her werzekê de, li gorî rewşa germahiyê û demhatina wan, gelek cure giha û fêkî xwe ji bona gerîlayan amade dikin. Niha jî behîvên hişkbûyî, hêjîrên hênegihîştî, dêliyên tiriyên nûciwan, firtikên hênaran, mişmiş, xox, alûç û încas li benda gihîştinê ne. Dîsa tuyên reş, spî û pembeyî jî, ji destpêka havînê ve li ser şiveriyan bang dikin û gerîlayan vedixwînin vê ziyafetê. Di nêz de şeqoq ku jê re hirmiyên kovî tê gotin û guvîj dema ku bigihîjin, rîçalçêkirin û rojane xwarina wan, ma gotin têr dike mirov vebêje?
Di şevên sayî yên çiyayên Kurdistanê de, li ber xemla xweşikbûna heyvaronê, xuşîna ku bayên bi şid derdixin, di bin xêliya stêrkan de ji me re rêhevaltî dikin. Jixwe dema heyv xwe digihîne çardehan, di nava daristanên ku bi pelên xwe asîmanan dinixumînin de ji meşa şevê xweştir ma çi heye?
Jixwe piştî meşên dudirêj, di bin tahtek an şikefteke xwezayî de bi roj xwe ji sotîneriya tavê parastin û bêyî ku kermêş û pêşûyek te tengezar bike raketin an razan, ji her tiştî re dibe derman. Di ser vê de ava qerisî ya kaniyên jî vexwî û li ser çaya qaçax cixareyek jî bikşînî, edî kêf kêfa te ye.
Piştî bêhndayînekê, her hevalek guhên xwe li radyoya ku guh û çavên me ye mûç dike. Pêşketinên siyasî, çandî û leşkerî hem guhdarî dikin û hem jî şîrove dikin. Li ser nirxandin û bangên; “em ê wan biqedînin, wê çêkên xwe radestî Emerîka bikin, wê pêşketinên baş çêbibin û filan” dibin mijarên tinazê. Encax li hember van gotinan, gotina ku bê gotin; “Ji xwe re hinek cidî bin”
Kî çi dibê bila bêje, çavên me, guhên me, dilê me û rihê me her kêlî li giravan e. Dar, lat, zinar, hevraz, şiverê, kanî, çem û giyanewerên xwezayê jî, fena gulberoşkek çawan berê xwe dide rojê, wisan berê xwe dane Roja ku ji giravan hiltê.
Ji bona azadiya her çar parçeyên Kurdistanê em rextên xwe ji her demê bêtir dijdînin, narîncokên xwe pê ve zexm dikin û xwe ji rojên herî giran re amade dikin. Ji ber ku em Hêzên Parastina Gel in. Wê tu carî vê erka me bi dawîn nebe û wê tu hêz nikaribe gelê me bêparastin bihêle...
- Ayrıntılar
Rê nêzîk nîn in.
Ew av û lehiyên delûdîn ên biharê asteng in.
Ev çiyayên bi dûman, rê nade her kesî.
Koyê Spî, Siplîs, Çotla, Kasor, Dorşîn, Berbihîv û Andok.
Ji ber ku,
Hinek ji van çiyayan re dijmin in.
Ji ber ku,
Hinek ji van çiyayan re biyanî ne.
Ji ber ku,
Di hinekan de ew vîna ku derkevin van çiyayan nîn e.
Ji ber ku,
Yek hestê wan jî jahrî ye.
Ji ber ku,
Her ramaneke wan, ji te, ji min, ji wî/wê û ji me hemûyan re dijmin e.
Em jî, zarokên egîdane û serhildêr ên gelê van çiyayan e.
Çiyayên Kurdistanê ku sînga xwe ji berxwedaniya me ya bi rûmet re vekiriye.
Ew çiyayên Amedê ku sînga xwe ji berxwedaniya me ya bi rûmet re vekiriye.
Ne av û lehiyên delûdîn ên biharê ji me re asteng in, ne ew riyên kurt ji me re asteng in, ne jî ew çiyayên ku dibêjin bi dûman in ji me re asteng in.
Hinek ji me, em li van çiyayan hatin dinê.
Hinek ji me, dema ku li van çiyayan hatin dinê, di çardehên xwe de bûn xwedî çek û rext.
Aşkere bi yek hevokê em bûn gerîla.
Hê di çardehên xwe de li çiyayên Amedê gerîlayek hebû.
Hê di çardehên xwe de bû, dema ku li hevrazên Ko Smaîl de ku dikete pevçûna Qere Gorê.
Di berbangê de bi dijminê qehpe re bi xencerên wan ên îxanetê re şer kiribû.
Hetanî ku şeva tarî bi xêliyeke xwe nîşan dabû.
Li wir qurbanbûna 12 canên ciwan jiyan kiribû.
Dilê wî dikeliya û tu carî kela wî daneketibû.
Hetanî nefesa xwe ya dawîn girêdayî soza xwe ma, ya ku ji bona dozdeh canên ciwan dabû.
Di şexsê wan de ji gelê xwe yê belengaz re.
Dema ku bahsa wê kêliyê dikir, lêvên wî şil, qirika wî bi girêk û di çavên de çirûskên hîsên tolgirtinê...
Her dem û hetanî bêdawînbûnê, kesayetiya xwe ku her dem ji şerkeriyê û berxwedêriyê re amade ye.
Hinek dem çêdibûn ku, fena xezalek bi lez xwe ji Koyê Spî ber çemê Muradê berdida, hildikişiya zozanên Omeryanê û ji nû ve vedigeriya Koyê Spî û pê re jî xwe li hevrazên Girê Îskender dixist.
Bi meşeke gerîla komeke gerîla dibire milê dîtir ê çemê Muradê û bi meşeke gerîla ji milê dîtir dianî milê din.
Ew hosteyê gerîlatiyê bû, ji Koyê Spî hetanî Şehîd Remzî, ji Şehîd Remzî hetanî Dorşînê, ji Dorşînê hetanî Zozanên Şên, ji Zozanên Şên hetanê Zoxa Serê, ji Zoxa Serê hetanî Giresorê, ji Giresorê hetanî Çiyayê Sisêyê, ji Çiyayê Sisêyê hetanî Zarê û ji wir jî Koyê Şeleyê ber bi Qilê Boxa, Gorton, Cimsak û Koyê Gorsê kevir bi kevir, newal bi newal, gir bi gir, gelî bi gelî û dar bi dar nas dikir.
Di meşan de her dem li pêş, di çalakî û pevçûnan de her dem rêber.
Hem jî dema ku fermandar bû, li herî pêş bû.
Hem jî fermandarê herêmê bû. Pê ve girêdayî fermandarê hemû tiştî bû.
Ew 21 sal li çiyayên Amedê meşiya û şer kir.
Bi pevçûnên xwe gelek dorpêçkirinan belav kir.
Ji nişka ve çû û li dijmin da û vegeriya baregeha xwe ya li lûtkeyên ku cîranên ezmane ne. Carnan jî bibêdengî xwe berda deşt û bajaran û li dijmin da û dîsa vegiriya lûtkeyan.
Bêxew ma, birçî ma.
Bêbextiyan dît.
Şehadetan dî.
Her dem bawermend ma, girêdayî ma, vîna xwe fena şûrekî herî tûj parast.
Çi dibe bila bibe, her dem keniya û hem jî bi dengekî bilind.
Ew kenî wî li cem min ma.
Dengê wî yî mehek berê li cem min ma.
Yek jî te dizanibû gelê kurd?
Ev 13 salbûn bi yek milê xwe şer dikir. Ew fermandarekî gazî bû. Ma heye ku li dinyayê fermandarekî gazî ji bilî PKK’ê û HPG’ê?
Ma heye ku, gerdûnek bersiv bide?
Vaye wisa lawên egîdane hene, ew lawên zêr î û elmas î.
Ey gelê kurd!
Yek jî te dizanibû?
Ne mûmkûn bû ku di şerek de şehîd biketana.
Ne hawanekbûna, ne mûmkûn bû ku şehîd biketana.
Ma gelê kurd te ev fermandarê serhildêr û ew gerîlayê di çalakbûna başokek de nas kir?
Me jê re digote Rizgarê Derxust!
Ey gelê min Rizgar nas bike û ji lawên xwe re vebêje.
Vebêje ku her lawek te bibe Rizgar.
Dema ku her lawek te bibe Rizgar, wê dijmin her biçe biçûk bibe, her ku biçûk bibe jî tu yê azad bibî.
- Ayrıntılar
