HPG

Kurdistan Halk Savunma Güçleri

Tecrîda li ser Birêz Ocalan, piştî 13 rojan wê bikevê meha 12an, ev “mirina reş e”. Divê Kurd “mirina reş” qebûl nekin.

*********

Erdogan, di magazina 12ê Êlûnê de siyasetê dike, lê dekor guhertiye.

Di magazina siyaseta Erdogan de, bardaxên plastîk yên Coke Cola û Coke Zero nînin, rengê şerbeta Erdogan cûda ye. Pêgiha fonksiyonel ya magazina siyaseta Erdogan, geh çepgir e, geh misilman e, geh demagog e, geh şovmen e, geh kabadayî ye. Ji xwe li Amedê got, “aliyekî min ji Amedê ye.” Ev postmodernîzma klasîk e, hem kujer e û hem banga dewşirmetiya hevsarkirin û girêdana li ser alif e. Aliyek jî banga dewlemendên rastmaliya kesk ku urê xwe nepixandine.

Erdogan di vê magazine de, gelek caran behsa kultur û hişmendiya modern dike. Lê bawer bikin, modela wî ya McCarthy ye. McCarthy lîsteya kesan amade dikir û dest bi nêçîra komunîstan dikir; Erdogan jî listeyan amade dike û dest bi nêçîra terorîstan dike. Mac Carthy digot, “ev komunîst in”, Erdogan dibêje ev “terorist” in.

Kesên di lîsteya McCarthy de cih girtine, Bertolt Brecht, Charlie Chaplin, Arthur Miller, Orson Welles û Pete Seeger in. Ev kesên ku di dema xwe de herî navdar in. Erdogan jî, Hatîp Dicle, Selma Irmak, Bekir Kaya, Muharrem Erbey, Tayip Temel, Mehmet Emîn Yildirim, Omer Guneş,   Buşra Ersanli, Kenan Kirkaya û hwd. girtî ne. Ev jî navdarên dema xwe ne.

McCarthy “listeyên reş” amade dikir, Erdogan jî “lîsteyên kesk” amade dike. McCarthy “izm”ek bi paşiya nave xwe ve kir; Erdogan jî, gavek zêde avêt, û bi “marş-i mehteran” û weke Erod-Xan, yan jî Xan Erdo derdikevê pêş û dixwaze Kurdistanê ji nû de dagir bike. Hingî wê bibe Fatîh Sultan Erdo-Xan.

Lê Erdogan ne tenê di magazîna siyasî de dixwaze guhertinan bike. Dixwaze magazina kultura Tirkiyê jî, bike tara bêjingê. Ji xwe kultura gelên li Tirkiyê di Cagaloglu de hatibû tarûmar kirin, niha jî dixwazin di rengê kesk de tarûmar bikin. McCarthy, dest avête Holiday; Erdogan jî, dest avête cîhana teatro, Yeşîlçam û bazara Unkapani. Bi riya Medya hevkar, reklameke mezin ya afirgeriya kultura Erdo-Xan jî di rojevê de ye.

Dema ku hinek kes û derdor, rastiyê dibêjin, Xan Erdo û “kesk-îzm” radibe ser piyan û dikine hawar û dibêjin; “ev çi teşqele ne, em hej ji tiştê wiha nakin.” Piştî van gotinan, radikalên li dora Xan-Erdo, dikevine nava haraketê.

Ev waqayeke klînîkî ye. Radîkalên li dora Erdogan jî, her gotin û kiryara wî, weke, “bingeha îdeolojiya pîroz” bi nav dikin. Lê ew kes û derdor, ji ideolojiya bilind bêhtir, li gorî bejna Erdogan û “lawikê Derya Reş û lewendê Gurcî û Qasimpaşa”yî tevdigerin. Tîtr û paşnavê “XAN” wek gulikên tizbiha zivî derdixine pêş.. Xemla qûretî û pozbilindiyê jî, bi wan gulikên tezbiha zivî nexşe dikin, yanî cihê pariyê xwe xweş dikin.

Lewma bi çavdêriyeke romannivîsî, ez dikarim bêjim ku, spektruma Erdo-Xan ne di cihê xwe de ye. Kimya bedena wî xerab bûye, elektromanyatîkên rojê (spektrum) teva, di laşê wî de şaş digerin û şaş zerkî derdorên wî dibin. Haa, li gorî diyalektîka jiyanê, spektruma mirovên dewşîrme teva xerab e. Ji ber ku di çerxa guhertinê de, kimya beden û mêjiyê wan mirovan tê guhertin. Ev jî hunandin, ragirtin û bidestxistina elektromanyatîkên rojê, hewayê, axê û hwd. şaş têne standin. Bedena kesên dewşirme, şaş fêr dibe û şaş spektruman vedixwe. Hiyerarşiya bedena kesên wilo tevlihev e, nikare rast û têgihiştî hilgirê nava xwe. Ji hêza kêşa Newton ya gerdunî û ji qanunên matematikî bê par dibin. Êdî, zemberaka saeta bedena wan, li gorî modela xulamtî û bendetiyê geh sist dibe, geh tê îşkdan û dişide.

Mirovên weke Erdogan û çêlîkê Temo Gewrê, Mehmet Şîmşek zanistên weke Hegel, Aristo, Marx, Rousseau, Febvre, Robert Qwan, yan jî Cahrles Faurier bixwînin jî, naqarate xwedawendên xwe dubare bikin. Ji ber ku “zulcelal”a-hiyerarşiya bedena wan û mêjiyê wan, tenê aliyê bendetiyê fêm dike. Ev jî wan zalim dike, êrîşker dike û wan ber bi “XAN”ûmaniyê dibe. Aliyekî wan sultanetê diragire, aliyê din jî bazirganiyê. Mixabin bazirganiya wan jî li ser xwînê ye. Ehl-î fenatîzmê ne û ji rîska kiryarên xemginiyê narevin. Erdogan jî her dem, rîska kiryarên xemginiyê hedef girtiye û digire.

Bedena bi êş û qolinc, êşê diafirîne û li dora xwe jî bela dike. Ev nexweşî ye û bi navê erebî “giybet” e, bi kurdî “teşqele” ye û Qur’ana pîroz jî ev gunehkarî, weke “xwarina goştê mirovan” bi nav kiriye. Dewşirmetî, bingeha vê gunhekariyê ye. Îro, li Tirkiyê ev gunehkarî tê kirin. Mînak; li Emerîka Mc Carthy, di salên 1947 û 1957an de ev gunehkarî dikirin. Di sedsala navîn de   li Ewropa û bi “nêçîra efsûnbazan” ev gunehkarî dihate kirin.

Li Tirkiyê jî, ev gunehkarî gihaye qonaxa herî bilind û weke “linca li kolanan” derketiye hole. Bingeha vê gunehkariyê ideolojiya fermî ye û li se rbingeha çetetiyê hatiye rûnandin. ji bo ku vê gunehkariyê meşrû bikin jî yan kanun derxisitne, yan jî gotina “gel bersiv da” bikartînin. Serokwezîr Erdogan jî, faşîzma li kolanan û anarşîzma civakî bi heman gotinan parast.

Ev nexweşiya ku bûye çavkaniya gunehkariyan, paradoksa desthilatdariya AKPê ye. Bi Serokwezîr Erdogan dest pê kir, di Idrîs Naim Şahîn de, di Mehmet Şîmşek de, di Beşîr Atalay da, di Mehdî Eker û hwd. de giha asta herî jor.

Bi saya van dewşirmeyên ji diyalektîka mirovahiyê dûr, Tirkiyê ber bi neo-insaniyetê ve diçe. Vê neo-inaniyetê jî weke misilmantî û baweriya 4 ji 4an ya demokrasî û exlak û pêşverutiyê nîşan didin. Lê totalîtarîzmeke dojehî diafirînin.

Ey gunehkarî, çiqas zêde evîndarên te hene.

Medeni FERHO