HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

gerilla kluDi dîroka kevneşopiya têkoşîna azadiyê de, çawa ku rista Botanê ya sereke heye, sala 2007- 2008 ‘an de jî ev kevneşopiya xwe da pêş. Egîdbûyîn, fedaîtî, welat, nîştîmanperwertî û hevrêtiya wê ku di dîrokê de xeleka pir gihandina hev û ji bo pêşerojê bikin mal jiyana xwe feda kirin. Egîdên wiha nasîn pir bi wate û bedew e, wek windahiya welat, windahiya we jî pir kûr e. Bi taybetî fermandarên ku bi keda xwe pêngava “Êdî Bes e” di pêşengtiya wan de pêş ket hevalên; Adil, Ferhat, Kurtay û Nûda bûn. Dîsa quryeyên ku li gel wan hevalan şehîd ketin, Rêber Kotolê, Berxwedan Ereb, Dara Efrîn, Şervan Selmas havaltiya kerwantiya nemiriyê bi wan re kirin. Hevalê Rêber li Başûr jî qûrye bû. Min li akademiyê jê pirsî bû, ji bo quryetiyê çi şert e? Wiha bersiv dabû; “yek cesaret, dudu serweriya erazî.” Hevalê Şervan ku bi cesaretek mezin şehîd ket, hevalekî nû bû, lê hevalekî jêhatî û firsend baş dinirxand. Ev taybetmendiyên wî bal dikişand ser xwe. Çawa ku hat yekser bû qurye. Di nav wê salê de gelek kom birin Besta, ji eyaletên hûndir, birin Başûr, ji Başûr birin eyaletên hûndir û derbasê Gabarê bûn. Koma Dêrsimê cuda bû, lê hemû jî bi hesreta Dêrsimê bûn. Hevalê Dr. Şehîd Hebûn aram û bê deng bû. Hevalê Cûdî li dijmin dabû û wiha Hevalê Xelîl rizgar kiribû. Hevalê Cûdî emsalê kevneşopiya Kurdên Êzîdî bû. Di rê de jî ji Hevalê şehîd Xelîl re gotibû; “heta ku ez hebim, ez ê te biparêzim.” Di qefîla(kafile) hevalên Dêrsimê de Aslan, Devrîm, Cûdî û hevalê ku piştre şehîd ket, Polat jî hebû. Di wî pevçûna ku hevalê Xelîl jê rizgar bibû de. Ne wî şehadeta Hevalê Xelîl bihîst, ne jî Hevalê Xelîl şehadeta wî bihîst. Hevalê Polat evîndar û şopdarê bi şêwaza Viyan jiyankirinê bû. Pir bi xwestek, wêrek û bi tedbîr bû. Ji tirba hevala Viyan ax anîbû û digot, min vê peywirê daye ser milê xwe û bi qasê ku ji destên min bê ez ê vê axê li Bakûrê Kurdistanê bireşînim. Em li Kato jî bi hevalê Xelîl re bûn û bi hev re hatibûn Bestayê. Li kêleka min bû, berê wî li kamerê û li ser milên wî bû. Di jiyanê de bi kêrhatî û bi hevalan re zû dibû yek. Li hemberê dijmin bi xwestekekê mezin têdikoşî. Taybetmendiya wî ya herî xweş rastiya senteza Kurdistanê bû, bi taybetmendiyên xwe yên rewşenbîrî re kiribû yek.

Ji min re xebatê Botanê yê pîroz ku çar beşên din temam kirîbû anî. Dixwest ku ji cîhanê re jiyana gerîla baş vebêje. Min jî, jê re got, tu peywirekê giştî û dîrokî bi cih tînî. Lê digot; ez ê bigerim û bibim Kurdistan î. Di vê rê de ez li cewherê xwe vedigerim û tevlî têkoşînê dibim. Ti tiştekê di nîvî de nemaye… Ew rê, ked û hewildana ku we da min ez ê layiqê we bim. Di pêşengtiya we de ez jî bi rûmet, hesiyet û nirxên moral ku we di jiyana me de avakirin, em careke din soza xwedî li derketinê didin. Weke ku te gotibû hevalê Xelîl em bi soz û peyman in. Hevalên perwerdekar ên mayinan ku sala 2007 û 2008’an de şehîd ketin; Zana,Tîrêj û Çiya, bi rastî jî wek navê xwe dişibiya çiya. Di operasyona îsal a li Katoyê tevî ku nûbû jî rista xwe bi zêdehî lîst. Di operasyona dawî de jî ji bo ku çeperê xwe bernede, derbeya dawî li dijmin da û balafira Skusikê îmha kir. Hevalê Kawa Amed ku li Mêrdînê şehîd ket, Bedran, Sîdar, Piling, Xweşmêr, Faik, Ekîn, Ararat, Şîno, Doza, Cemil û hevalên ku min ew nenasî ez li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditevînim. Ji peşengtiya we ya nemir re wate, ji xuliqkariya we re wate û ez soz didim ku ez ê weke zindiyekî vê jiyanê şopdarê rêya bibim.

Boran Baran

11.10.2008

Besta/Pîro