Çapemenî û Raya Giştî Re!
Şeva 28-29'ê Tebaxê, komeke me ya gerîla ya ji 7 kesan, dema ku hewl dida ji herêma Qendîlê derbasî herêma Behdînanê bibe, li ser Çemê Zê saet di 02:30'î de bûn hedefa êrişa hêzên PDK'ê.
Koma me ya gerîla dema ku ji Çemê Zê derbas dibû, bêyî ku dengek li wan bê kirin an jî fîşekek ji bo hişyarkirinê bê teqandin, ji çar aliyan ve bi çekên giran gule li wan hate reşandin. Zelal bû ku di encama vê êrişê de 5 hevrêyên me şehîd bûn, hevrêyekî me jî dibe ku bi birîndarî dîl hatibe girtin. Hevrêyê me Hakî ku di nav koma ji 7 kesan de bû, ev bûyer bi çavên xwe dît û piştî demekê karîbû bi selametî ji cihê bûyerê biçe. Hevrêyê me Hakî ku bi saxî rizgar bû, xwe gihand hêzên me û ev êrişa ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate kirin ji gelek aliyan ve eşkere kir.
Êrişa hêzên PDK'ê ku me di daxuyaniya xwe ya beriya niha de ragihandibû û gotibû ku em ji edalet û wijdanê gelê Kurd û raya giştî re dihêlin, bi vî rengî qewimî. Rewş bi vî rengî ye û divê gelê me rastiyê bi her awayî zanibe. Ev bûyer, bêyî ku hişyariyek bê kirin, yekser ji bo tunekirina koma me ya gerîla hatiye kirin. Eşkere ye ku bi vê yekê hatiye xwestin ku di navbera Kurdan de şer bê derxistin. Tevî ku tê zanîn, di demeke wiha de şerekî navbera Kurdan wê bi tevahiya gelê Kurd bide windakirin, ev êriş hatiye kirin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên rastî êrîşa hêzên PDK’ê hatine wiha ne:
Nasnav: Tolhildan Raman |
Tolhildan – Nesrîn Temîr
Nasnav: Şoreş Mardîn |
Şoreş – Hakîm Acar
Nasnav: Axîn Muzirî |
Axîn – Hacer Atabak
Nasnav: Şoreş Colemêrg |
Şoreş – Suleyman Kaçar
Nasnav: Brûsk Munzur |
Brûsk – Yûcel Kandemîr
Nasnav: Serdem Cûdî |
Serdem – Yûsûf Îbrahîm
Hevrêya me Tolhildan Raman sala 1982'an li bajarê Qamişloyê yê Rojava, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di nava atmosfera têkoşînê ya Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû, weke jineke Kurd di temenê xwe yê ciwantiyê de kete nava lêgerînê, xwend û xwe zane kir. Weke ciwaneke rewşenbîr û têgihiştî tevlî nava karên ciwanan bû û dest bi têkoşînê kir. 15'ê Sibata 1999'an dema ku li dijî Rêber Apo komploya navneteweyî hate kirin, ji bo bersiva li komplogeran biryar da ku tevlî nava refên partiya me PKK'ê bibe. Xwe gihand çiyayên Kurdistanê ku ji zarokatiya xwe ve bi hesreta wê bû û di asta dilsoziyê de pê ve hate girêdan. Di nava refên gerîla de zû bi pêş ve çû û şareza bû. Hevrêya me Tolhildan ku bi dilsoziya xwe ya bi îdeolojiya Apoyî, şehîdan, gel û welatê xwe dihate naskirin, daxwaz û biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê her tim di asta bilind de hişt. Li ser vê bingehê derbasî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû û demeke dirêj weke milîtan û fermandareke fedayî karên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Gelek caran ji bo çalakiya fedayî pêşniyar kir, her wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî fedayî pêk anî. Piştî ku li Herêmên Parastnê yên Medyayê li gelek eyaletan wezîfe kir, weke fermandareke şareza sala 2014'an derbasî Qada Botanê bû. Dema ku faşîzma DAÎŞ'ê êrişên qirkirinê bir ser xelkê me yê Rojava, ji bo azadkirin û parastina xaka ku lê ji dayik bû derbasî qada Rojava bû. Li dijî paşverûtiya DAÎŞ'ê weker fermandareke şareza têkoşiya, erkên xwe yên dîrokî bi serketî bi cih anî û ji nû ve li çiyayên Kurdistanê vegeriya. Hevrêya me Tolhildan fermandarî ji gelek pêngavên azadkirinê re kir û li nava xelkê me yê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di dilê her kesî de bû cihê hezkirinê. Di demekê de ku tevgera me li ser bingeha pêngava 'dem dema azadiyê ye' ber bi serketinê ve dimeşe, erka xwe ya demê da ser milê xwe û weke fermandareke fedayî ya serfiraziyê, dema ku ber bi cihê nû yê erka xwe ve diçû, di êrişa hêzên PDK'ê de şehîd bû.
Hevrêyê me Şoreş Mardîn sala 1980'î li gundê Bahwar ê navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê ji dayik bû. Jİ ber polîtîkaya dijmin a bêkurdhiştina Kurdistanê, tevî malbata xwe neçar ma koçî Edeneyê bike û li vê derê mezin bû. Hevrêyê me Şoreş di nava bêderfetiyên madî de di temenê zarokatiyê de berpirsyariyên mezin hilda ser milê xwe, piştre çû metropolên Tirkiyeyê û tevgera PKK'ê li vê derê nas kir. Piştî ku demekê li metropolan ma, sala 1997'an li eyaleta Dersimê tevlî nava refên gerîla bû. Di demên herî zor û zehmet de tevlî nava gerîla bû û di nava pratîka şer de bû xwedî tecrûbe. Di nava şer de bi keda xwe bi pêş ve çû û bû fermandarekî Apoyî. Jiyana gerîla weke rêbaza jiyana azad dît, li ser vê bingehê jiyanek danî ber xwe û hewl da bibe hêviya gelê xwe. 5 salan di nava pratîka giran de derbas bû û sala 2002'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li eyaletên cuda piştî ku wezîfeyên cuda bi cih anî, di navbera salên 2006-2008'an de li Zagrosan bi berpirsyarsî rabû û sala 2009'an ji nû ve derbasî qada Dersimê bû. Di navbera salên 2010-2011'an de li Derya Reş pratÎka gerîla kir. Sala 2013'an di dema vekişînê de ji nû ve derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Dema ku paşverûtiya DAÎŞ'ê êrişeke giran bir ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava, hevrêyê me Şoreş bi tecrûbeya xwe ya mezin a bi salan ji bo parastina xelkê me derbasî vê qadê bû. Li dijî çetetiya DAÎŞ'ê kete çeperan, bi sekna xwe ya wêrekî bû xwedî performanseke bilind. Di dema şerê dijî DAÎŞ'ê de ji çavê xwe birîndar bû, çavekî xwe winda kir û bû gazî. Lê belê ev yek li pêşiya xwe nekir asteng û dema gazî bû hîn bêhtir bi têkoşînê ve hate girêdan. Piştî ku ji pêvajoya tedawiyê vegeriya ji bo li Bakurê Kurdistanê ji nû ve gerîlatiyê bike û gerîlatiya serketinê bixe meriyetê, dema dixwest derbasî qada Behdînanê bibe, hêzên PDK'ê êrişî wan kir.
Hevrêya me Axîn Mizurî li gundê Şapata yê Şemzînanê ji dayik bû. Hevrêya me Axîn li nava derdoreke welatparêz bi hezkirina gel û welat mezin bû, li dijî jiyana înkarê ya ku rejîma dewleta Tirk a qirker mêtinger ferz dike, xwedî nakokiyên mezin bû. Di encama van nakokiyan de kete nava lêgerînan û biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe. Weke gerîlayekê piştî ku gav avêt çiyayên Kurdistanê xwe zû perwerde kir û hewl da bibe gerîlayeek şareza ya YJA Starê. Hevrêya me Axîn li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinê gav bi gav bi pêş ket û ji xwe re kir armanc ku di hunera leşkerî xwe bi pêş bixîne û bibe pispor. Li ser vê bingehê derbasî akademiyên perwerdeyên pisporiya leşkerî. Berê jî perwerde wergirtibû, pişte jî weke hîndekarekî pispor gelek hevrê perwerde kir. Li her qadê daxwaza wî ya herî mezin bû ku hem di sekna îdeolojîk de xwe xurt bike, hem di hunera leşkerî de xwe kûr bike, hem jî hînî hevrêyên xwe bikin. Bi vî rengî bû fermandareke YJA Starê ya mînak û şareza. Pisporiya xwe ya leşkerî li ser bingeha gerîlatiya serdema nû xiste meriyetê, ji bo li dijî artêşa Tirk a mêtinger şer bike, dema dixwest derbasî qada Behdînanê bibe li gel 6 hevalên xwe li ser Çemê Zê di êrişa hêzên PDK'ê de şehîd bû.
Hevrêyê me Şoreş Colemêrg li navçeya Çelê ji dayik bû ku ev herêm bi welatparêziya xwe tê naskirin. Li nava malbateke ji eşîra Mamxurî bi kevneşopiya civakî ya qedîm a gelê Kurd hem jî bi pîvanên welatparêziyê mezin bû. Ji ber vê yekê hevrêyê me Şoreş hîn di zarokatiya xwe de rastiya asîmîlasyon û qirkirinê ya gelê me pê re rû bi rû ye dît, têgihişt û bi vî rengî mezin bû. Li dijî siyaeta qirkirinê di temenê xwe yê ciwantiyê de tevlî nava têkoşînê bû û cihê xwe li nava tevgera ciwanên şoreşger girt. Polîtîkaya dijmin a bênasnamekirinê, sîxurkirinê û dûrxistina ji rastiya civakî ku li ser ciwanên Kurd tê ferzkirin, di kesayetiya xwe de têk bir û têkoşîneke xurt da meşandin. Weke pêşengekî çalak ê ciwanan, piştî ku wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî, ji bo têkoşîna xwe mezintir bike biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Sala 2012'an ku pêngavên şerê gel ê şoreşgerî li Kurdistanê bi xurtî dihate meşandin û bi taybetÎ jî li herêma Colemêrgê cîhan li dagirkeran hate tengkirin, beşdarî nava refên gerîla bû. Bi hêrsa tolhildana ji dijminê mêtinger xwe zû perwerde kir, zû hînî jiyana gerîla bû. Ji be rku ciwanekî Kurd ê têgihiştî bû zêde zehmetî nekişand, sala 2014'an ji bo li qada leşkerî pispor bibe tevlî nava perwerdeyên gerîla yên profesyonel bû. Hevrêyê me Şoreş bi xurtî ev perwerde temam kir û 7 salan li gelek herêmên Kurdistanê bi rengekî çalak û encamgir kar kir. Bi sekna xwe ya dîsîplînî, bi hevrêtiya xwe û helwesta milîtanî her tim ji aliyê hevrêyên xwe ve weke mînak hate dîtin. Piştî pratîka gerîlatiyê ya 9 salan bû xwedî tecrûbe û weke fermandarekî Apoyî yê di şer û jiyanê de şareza, xwest derbasî herêma Behdînanê bibe ji bo li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bike. Lê belê li ser Çemê Zê tevî 6 hevrêyên xwe kete kemîna PDK'ê.
Hevrêyê me Brûsk Mûnzûr sala 1990'î li gundê Alîkulekê yê navçeya Qereyazî ya Erzîromê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li nava gundê xwezayî yê herêma Serhedê bi pîvanên paqij ên civakî yên gelê Kurd mezin bû. Hevrêyê me Brûsk ku xwedî kesayeteke têgihştî bû, di heman demê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir. Ji ber ku du kekên wî li nava gerîla bû, bi xeyala ku rojekê bibe gerîla mezin bû. Piştî ku kekê wî hevrê Alîşêr sala 2010'an tevlî nava refên gerîla bû û kekê wî yê din hevrê Mazlûm jî sala 2012'an li Çelê şehîd bû, hevrêyê me Brûsk bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bû. Hevrêyê me Alîşêr 6'ê Tebaxa 2019'an li navçeya Tutaxê ya Agiriyê di şer de şehîd bû. Hevrêyê me Brûsk ku li nav tevgera ciwanên şoreşger bi erk û berpirsyarên çalak rabû û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anî, ev yek ji bo xwe têrker nedît û sala 2014'an ji bo bibe şoreşgerekî profesyonel tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Brûsk ê xwedî kesayeteke têgihiştî û zane, zû hînî jiyana gerîla bû û dest bi pratîkê kir. Têkiliyên hevrêtiya Apoyî, îdeolojiya Apoyî û jiyana gerîla bandoreke xurt li hevrêyê me Brûsk kir. Hevrêyê me Brûsk ku bênavber û bêteredût meşa şoreşê ji xwe re kir esas, dema ku paşverûtiya DAÎŞ'ê li Şengalê ferman li xelkê me yê Êzidî rakir, rahişt çeka xwe û berê xwe da Şengalê. Bû yek ji milîtanên fedayî yên Apoyî ku berê xwe da Şengalê. Ji bo rizgarkirina xelkê me yê Şengalê, ji bo parastina hebûna wan û misogerkirina jiyana azad, di çeperan de cih kir û li refên herî pêş ên şer bû. Hevrêyê me Brûsk ku bi karakterê xwe yê wêrek dihate naskirin, li Şengalê di dema têkoşînê de bi giranî birîndar bû, piştî tedawiyê careke din li wezîfeya xwe vegeriya. Weke milîtanekî Apoyî piştî ku wezîfeya xwe ya dîrokî li Şengalê bi cih anî, li Akademiya Tenduristiyê ya Şehîd Mehmet Hayrî Dûrmûş perwerde dît û weke doktorekî dest bi xizmetê ji hevrêyên xwe re kir. Dem hebû milîtanekî Apoyî yê dilnizm bû, dem hebû fermandarekî şervan ê bêtirs bû, dem hebû Doktor Brûsk bû ku birînên hevrêyên xwe dipêçand. Ji bo gel û welatê xwe çi xizmet bikira jî kêm didît, hevrêyê me Mehmet Hayrî Dûrmûş ku yek ji dustûra têkoşîna bingehîn a tevgera Apoyî ye, ji xwe re weke mînak didît, lewma xwe timî deyndarê gelê xwe didît. Hevrêyê me Brûsk ji bo tecrûbeya xwe ya mezin li dijî mêtingeriya dewleta Tirk bi kar bîne û meşa serketinê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mezintir bike hewl dida derbasî herêma Behdînanê bibe, lê belê tevî 6 hevrêyên xwe kete kemîna PDK'ê û di vê êrişê de şehîd bû.
Hevrêyê me Serdem li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz di nava atmosfera têkoşînê de mezin bû. Piştî ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk hat, hevrêyê me Serdem jî mîna her ciwanekî Rojavayî hewl da berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Lê belê timî dixwest bibe gerîla û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Serdem ku bi jiyana gerîla re bû yek û xwe li ser bingeha felsefeya Apoyî perwerde kir, dema ku faşîzma DAÎŞ'ê êrişî Başûrê Kurdistanê kir cihê xwe di nava gerîlayên Apoyî de girt ên li Mexmûr û Kerkûkê şer kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi berxwedaneke dîrokî li Kerkûk û Mexmûrê faşîzma DAÎŞ'ê rawestand, ji bo gelê Kurd bûne cihê rêzdariyê. Hevrêyê me Serdem jî bû yek ji milîtanên Apoyî yên xwedî vê rûmetê û berpirsyariya xwe ya dîrokî bi rengekî hêja bi cih anî. Piştî ku ev wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî vegeriya çiyayên Kurdistanê û hewl da hîn bi bandor têbikoşe. Li ser vê bingehê tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû û mîsyona Apoyiyekî fedayî da ser xwe. Bi ruhê Apoyî yê fedayî, bi wêrekiyeke mezin, bi milîtaniyeke dilnizm û meşeke bênavber bû fedayiyekî mînak ê Kurdistanê. Tevî 6 hevrêyên xwe dema ku ji herêma Qendîlê derbasî Behdînanê dibû, ketin kemîna hêzên PDK'ê û êriş lê hate kirin.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me, ji xelkên me yên Şengal, Mexmûr, Kerkûk, Rojava û tevahiya gelê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li van lehengên xwe yên bijarte, fedayî û leheng derkevin. Di heman demê de em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku têkoşîna van hevrêyên me ji xwe re bikin mînak, tevlî nava refên gerîla bibin, çeka wan hildin û meşa Rêberê Azad, Kurdistanê Azad bi serketinê tacîdar bikin.
3’yê Cotmeha 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê