Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hevrêyên me Dîren, Adar û Dîcle ku bi baweriyeke mezin bi îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo ve hatin girêdan, derketin serê çiyayên Kurdistanê û ji bo azadiya jinan û gelê me dilê xwe kirin senger,
20'ê Îlona 2022'an di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kirin, ji çanda berxwedanê ya Partiya me tawîz nedan û şehîd bûn.
Di vê serdemê de ku li dijî jinan û gelên berxwedêr êrîşên herî bêrehm ên dîrokê têne kirin, jinên Kurdistanî yên bi îdeolojiya Rêber Apo hişmendiya xwe ronî kirine û tevlî nava refên têkoşînê bûne, li dijî van êrîşan bi berxwedana herî esîl bersivê didin. Li djiî mejiyê netewe-dewletê ku bi kolekirina jinê dixwaze desthilatdariya serweriya mêr dewam bike, gerîlayên YJA Starê ji bo sedsala 21'ê bikin sedsala jin û gelên bexwedêr li çiyayên Kurdistanê têdikoşin û ji bo jinên li tevahiya cîhanê bûne çavkaniyan hêz û îlhamê.
Hevrêyên me Dîren, Adar û Dîcle ku bi têkoşîna xwe bûn hêvî ji jin û gelan re, weke fermandarên pêşeng ên YJA Starê li Amedê bûn xwedî meşeke bi rengê fedaiyane. Van fermandarên me yên jin ên leheng bi meşa xwe ya azadiyê ya bi biryar mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xistin û bûn sembola vê demê ya têkoşîna azadiyê ya jinê.
Hevrêyên me Dîren, Adar û Dîcle bi sekna xwe ya li ser azadiyê bi biryar û dilxwaziya xwe ya azadiyê, bûn mînak. Em soz didin ku wezîfeyên şoreşê yên van hevrêyên me ji me re hiştine, bi berpirsyariyeke mezin bi ser bixînin. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Navê Kod: Diren Wan |
Diren – Aliye Kiye
Navê Kod: Adar Amed |
Adar – Hatice Ay
Navê Kod: Dicle Sêrt |
Dicle – Hacer Sucin
Hevrêya me Dîren li Elbakê ji dayik bû, li nava malbat û derdoreke welatparêz a dilsozê çanda berxwedanê mezin bû. Xelkê me yê Elbakê ku ji dema destpêkê ya yekbûna têkoşîna me ya azadiyê ya bi civaka bindest re li dijî dagirkeriyê û dagirkeran sekneke bi biryar nîşan da û bi sedan ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên têkoşînê kir, ji karakterê xwe yê berxwedêr ti carî tawîz neda. Xelkê me ku her pêvajoyê bi xurtkirina refên têkoşînê bersiv da êrîşên dijmin, kevneşopiyeke xurt a serhildanê afirand û di dîroka gelên bindest de rûpelekî nû vekir. Hevrêya me Dîren ku di nava kevneşopiya welatparêziyê ya têkoşîna me de mezin bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir. Ji ber zextên giran ên dewleta Tirk a dagirker neçar ma tevî malbata xwe koçî Wanê bike, bi vî rengî zext û zilma dagirkeran ji nêz ve dît. Hevrêya me Dîren li hemberî dewleta Tirk a mêtinger xwedî hêrseke mezin bû û di nava serhildanan de mezin bû. Ji ber ku ji malbata wê û derdora wê gelek tevlîbûn li nava refên têkoşîna me û gerîla çêbû, ji ber şehadeta du xalên wê yên di berxwedana bi rûmet de, hevrêya me Dîren doza azadiyê ya gelê me hîn bêhtir ji nêz ve şopand.
Weke jineke bi rûmet û ciwan a Kurd, felsefeya azadiyê ya Rêber Apo nas kir û jiyana koletiyê ya ku sîstema kapîtalîst li jinê ferz dike ti carî qebûl nekir, xwe bi fikrê azadiyê xemiland. Sîstema kapîtalîst ku li hemberî îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo ya pêl bi pêl belav dibe, kete nava tirs û fikaran, 15'ê Sibatê Komploya Navneteweyî pêk anî û xwest hêviya azadiyê ya gelên bindest tune bike. Hevrêya me Dîren ku ev pêvajo ji nêz ve şopand, li hemberî êrîşên tunekirinê yên li ser Rêberê me û gelê me dihate ferzkirin bêdeng nema û sala 1999'an biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Bi vî rengî mîna bi milyonan Kurdên bi rûmet biryar da ku li ser xeta Rêber Apo bi rengekî fedaî bimeşe. Ji ber ku temenê xwe biçûk bû di vê demê de nekarî tevlî gerîla bibe, lê belê ti carî ji dest ji vê biryara xwe berneda. Hevrêya me Dîren di vê pêvajoyê de xwend, lêkoloîn kir, xwe bi pêş ve bir û bi rengekî çalak tevlî berxwedana gelê me bû. Hevrêya me Dîren ti carî xiyanet li xeyalên azadiyê nekir, sala 2003'an beşdarî nava refên gerîla bû û nasnameya jinên Kurd a berxwedêr ku bi felsefeya Rêber Apo hatiye afirandin bi eqşeke mezin hilda ser milê xwe.
Hevrêya me Dîren di demeke wisa de tevlî nava refên têkoşînê bû ku teslîmiyet ji hundir û derve ve li ser têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê dihate ferzkirin û êrîşên tasfiyekar gelekî giran bû. Bi meşeke bi milîtanî û ji xwe bawer, xeta têkoşînê ya Rêber Apo bi rengekî fedaî parast. Weke milîtaneke dilsoza Rêbertî di demên herî zehmet de berpirsyariyên mezin hilda ser milê xwe, bû hevrê ji hevrêyên xwe re û wezîfeya pêşengiyê bi cih anî. Li Qendîl û Zapê piştî pratîka xwe ya serketî ya gerîlatiyê bû fermandar, derbasî qada Zagrosan bû û di şerê me yê li dijî dagirkeran de di bin fermandariya ji fermandarên me yên pêşeng Şehîd Rojîn Gevda, li refên herî pêş tevlî gelek çalakiyan bû. Sala 2011'an bi rengekî çalakî di asta pêşengiyê de tevlî nava pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî bû. Bi tecrûbeya xwe ya îdeolojîk û leşkerî bû parêzvaneke xurt a xeta partiyê, bi perwerdeya Ocaxa Partiyê xwe ji nû ve afirand, bû yek ji fermandarên pêşeng ên dema nû. Hevrêya me Dîren ku di şer û jiyanê de xwedî tecrûbeyeke mezin bû, li ser Bîrdoziya Azadiyê ya Jinê xwe kûr kir, bû fermandareke YJA Starê ya şareza û milîtaneke xurt a PAJK'ê. Di sala 2011'an de derbasî qada Amedê bû, têkoşîna xwe li Bakurê Kurdistanê meşand. Di pratîka gerîlatiya zehmet a li Bakurê Kurdistanê de hevrêya me Dîren careke din xwe ispat kir û salên dûrûdirêj şerekî bênavber meşand, bi vî rengî cihekî girîng di dîroka me ya têkoşînê de girt. Di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de erk û berpirsyarî hilda ser milê xwe. Gelek çalakî lidar xist, kir ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker bê xistin û bi salan di nava fermandariya me ya YJA Starê ya Amedê de cih girt. Li Amedê bi rengê Bêrîtan şer kir, weke şopdara Şehîd Rojîn Gevda, li ser rêya wê meşiya û mîrateyeke dewlemend û mezin a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hişt.
Bi jiyana gerîla re bû yek, di nava şert û mercên herî giran û li qadên zehmet têkoşiya, bi hevrêtiya xwe ya xurt her tim hevrêtiya pîroz a PKK'ê parast, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, kedkar û bi coş bû çavkaniya îlhamê ji hevrêyên xwe hemûyan re. Her kêliya jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 19 salan li qadên herî zehmet ên têkoşînê bi berpirsyarî derbas kir. Herî dawî cihê xwe di nava rêveberiya Eyaleta Amedê de cih girt û bû fermandara pêşeng gerîlatiya serdema nû ya li Bakurê Kurdistanê. Ji Sakîne Cansizan heta bi Bêrîtanan, ji Zîlanan heta bi Rojîn Gevdayan, li ser xeta Rêber Apo meşiya û bû yek ji fermandarên mînak ên YJA Starê ku artêşbûna herî xurt a jinê ya dîrokê ye. Xeyala azadiyê û têkoşînê ya hevrêya me Dîren wê ji aliyê me hevrêyên wê ve teqez bê biserxistin.
Hevrêya me Adar sala 1990'î li navçeya Pasûrê ya Amedê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz a dilsozê çanda civakî ji dayik bû. Bavê hevrêya me Adar Şehîd Abdûllah Ay di sala 1992'an de ji aliyê kontrayan ve hate şehîdxistin. Hevrêya me Adar zarokatiyeke bêbav derbas kiribe jî ji ber şehadeta bavê xwe rastiya civakî, polîtîkaya qirkirinê ya li ser gel tê ferzkirin, êrîşên li ser welatparêziya Kurd ji nêz ve dît û bi jiyana xwe têgihişt ku tenê bi têkoşîneke dijwar gelê me dikare hebûna xwe biparêze û azad bibe. Hevrêya me Adar di zarokatiyê de rastiya dijmin fêhm kir. Êşa ku bi malbata wê û gel hate hişandin, hişmendiyeke xurt da wê. Bi vê hişmendiyê zû mezin bû û di heman demê de kete nava lêgerînên xurt, bû jineke Kurd a xwedî îradeyeke qewîn û karaktereke bi hêz.
Tevî ku li dibistanên dewleta Tirk xwendekareke serketî bû, dît ku ev dibistan gelê me asîmîle dike, xizmetê ji qirkirinê re dike û dest jê berda. Hevrêya me Adar tevlî nava karên ciwanan ên şoreşger welatparêz bû, bi dilê xwe yê bi hestan dagirtî, bi hişmendiya xwe ya zelal û daxwaza xwe ya têkoşînê bû jineke Kurd a ciwan ku pêşengî ji têkoşînê re dikir. Di birêxistinkirina ciwanên Kurdistanê de û ji bo rabûna gelê Amedê ya li serhildanê kedeke mezin da, ew bi xwe jî kete bin bandora vê serhildanê, nîşan da ku hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd dikare azadiyê misoger bike.
Hevrêya me Adar ku bi eşq, daxwaz û kelecana têkoşînê mezin bû, piştî demekê xwest têkoşîna xwe derbasî çiyê bike û sala 2008'an li Amedê li cihê ku lê ji dayik bû û mezin bû tevlî nava refên gerîla bû. Li eyaleta Amedê dest bi gerîlatiyê kir, jiyana li çiyê li vê derê hîn bû. Bi hişmendiya şoreşger a di dema karên ciwanan de wergirtî, bi kesayetî û exlaqa xurt a ji çanda malbata xwe wergirtî, di nava gerîlatiyê de zû bi pêş ket. Hewl da ku hestên tolhildanê û hêrsa di dilê xwe de ya li dijî dijminê qirker, bi pratîk û gerîlatiyeke şareza de şênber bike. Di navbera salên 2008-2014'an de ku ji salên dijwar ên dîroka me ya têkoşînê bûn li eyaleta Amedê bênavber têkoşiya. Hevrêya me Adar di nava gerîlatiya Bakur a 6 salan de gelek zor û zehmetî û astengî dîtibe jî di azadbûnê de gihîşt asteke girîng û weke jineke Kurd a Apoyî her zehmetî ji holê rakir. Bi vî rengî bû gerîlayeke YJA Starê ku îradeya xwe xurt û hêza çareseriyê ya zor û zehmetiyan. Hevrêya me Adar zanîbû ku şoreşgeriya şareza tenê bi hişmendiyeke xurt a îdeolojîk dikare bi cih bê anîn, lewma jî kûrbûna di îdeolojî û felsefeya Apoyî de ji xwe re kir esas. Mejiyê xwe li ser bingeha paradîgmaya Apoyî de ava kir, feraset û nêzîkatiyên şaş di kesayetiya xwe de çareser kir û di PKK'bûnê de gihîşt asteke girîng.
Hevrêya me Adar di sala 2014'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li akademiya me ya jinê ya azad a leşkerî li Akademiya Şehîd Bêrîtan perwerde wergirt, tecrûbeya xwe ya bi salan ji hevrêyên xwe re ragihand. Di heman demê de pratîka xwe ya heyî jî li ser bingeha taktîka gerîla ya demê û xeta Apoyî de nirxand û encamên jê wergirtî jî ji xwe re kir gavên ji bo pratîkeke hîn xurtir. Bi baweriyeke xurt a li serketinê û biryardariya mezin a serfiraziyê weke fermandareke YJA Starê wezîfe hilda ser milê xwe û li qadên cuda fermandarî kir. Ji bo karibe tecrûbeyên xwe bigihîne hevrêyê xwe, wan perwerde bike û li ser bingeha rêbaz-taktîka gerîlatiya dema nû de xwe bi pêş ve bibe, tevlî perwerdeya li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gevda bû. Piştre jî derbasî Akademiya Hakî Karer bû û beşdarî pêvajoyeke perwerdeyê ya li ser projeya jinûve avabûnê ya HPG'ê bû. Ji xwe re kir armanc ku gerîlatiya serketinê di kesayetiya xwe de pêk bîne.
Hevrêya me Adar hemû pêvajoyên perwerdeyê bi baweriyeke mezin, kûrbûn, hişmendiya şoreşgerî û îdîaya serketinê qedand. Li ser vê bingehê berê xwe da Bakurê Kurdistanê, li cihê lê ji dayik bû û mezin bû li Amedê weke fermandareke YJA Starê ya şareza gerîlatî kir. Çar salan bênavber pratîk kir û di asta fermandariya herêmê ya eyaleta Amedê de bi rol û mîsyona xwe rabû. Weke fermandareke YJA Starê ya pêşeng bi jidilbûna xwe, bi pîvanên jina azad a di kesayetiya xwe de da rûniştandin û serbilindiya PKK'bûnê li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Zor û zehmetî ji ber xwe rakir, derb li dijmin xist û bi wêrekiyeke bilind tevlî gelek çalakiyan bû, bû kedkara çalakiyên serketî.
Hevrêya me Adar ji roja ji dayik bû û pêve weke zarokeke Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jiyana xwe dewam kir, bû xwedî têkoşîneke bênavber a şoreşgerî, gerîla, fermandar û gihîşt asta şehadetê ya bi lehengî. Hevrêya me Adar bû yek ji fermandarên YJA Starê yên leheng ên li Amedê. Hevrêya me Adar bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan, bi meşa şoreşê ya bi îstiqrar, bi eşqa azadiyê, bi daxwaza têkoşînê, hevrêtiya xwe ya ji dil û fermandariya şareza meşeke bi mînak e ku her tim rê nîşanî hevrêyên xwe dide. Em serbilind û bi rûmet in ji ber ku xwedî hevrêyeke bi vî rengî ya bi rûmet û leheng in û soz didin ku hêjayî bîranîna wê bin. Rastî û têkoşîna hevrêya me Adar di heman demê de ji bo jin û ciwanên Amedê û tevahiya Kurdistanê banga ji bo mezinkirin û tevlîbûna li têkoşîna azadiyê ye.
Eşîra Harûnî weke yek ji eşîrên qedîm û welatparêz ên Botanê ji berê ve li ber polîtîkayên qirkirinê yên dijminê mêtinger rabûye û ji bo parastina Kurdîtiyê têkoşiya ye. Piştî ku têkoşîna me ya azadiyê derbasî herêma Botanê bû û li dijî faşîzma dewlet Tirk dest bi têkoşîna çekdarî kir, vê eşîra me ya hêja jî cihê xwe li aliyê azadiyê girt û bi tevgera me re bû yek. Eşîra me ya Harûnî ya hêja ku gelek ewladên xwe yên hêja tevlî nava refên azadiyê kir, bi vê sekna xwe bû eşîrek ku civaka Kurdistanê ji xwe re bike mînak.
Hevrêya me Dîcle li nava eşîreke me ya bi vî rengî ya hêja mezin bû, taybetmendiyên bingehîn ên civaka xwe wergirt û bi vê cewherê mezin bû. Ji ber şewitandina gundan ku dijmin li tevahiya Kurdistanê bi taybetî jî li herêm Botanê ji bo bêmirovhiştina Kurdistanê weke polîtîkayekê dikir, malbata hevrêya me Dîcle jî neçar ma koçî metropolan bike. Weke bersiva herî bi wate ya li hemberî van polîtîkayên qirker ên dijmin, bi hişmendiya dilsoziya bi nirxên Kurdîtiyê û têkoşîna azadiyê mezin bû û polîtîkayên qirkirinê yên dijmin pûç kir. Hevrêya me Dîcle fêhm kir ku li dijî polîtîkayên dijmin parastina cewhera xwe bi tenê têrê nake û parastina rasteqîn bi têkoşînê dibe, lewma destpêkê tevlî nava karên çand û hunerê û jinê bû. Bi vî rengî hîn di ciwantiya xwe de cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Di vê pêvajoyê de rastiya dijmin baştir fêhm kir. Hevrêya me Dîcle ku timî di nava têkoşînê de bû, li ser pêwîstiyên demê û rê û rêbazên têkoşînê kûr bû. Di encama vê kûrbûnê de jî dît ku di nava sîstema heyî de têkoşîn heta astekê dikare bê kirin. Di heman demê de têkoşîna destanî ya gerîlayên azadiyê yên li çiyayên Kurdistanê û şehadet ji nêz ve şopand û kete bin bandora vê fedakariyê ya ji bo azadiya gelê me. Li ser vê bingehê hevrêya me Dîcle weke jineke Kurd xwe berpirsyariyên pêvajoyê dît û sala 2010'an berê xwe da xaka Botanê cihê lê ji dayik bû û tevlî nava refên gerîla bû.
Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû mîna gelek hevrêyên xwe ji çavkaniya azadiyê ya Rêberê me xwe xwedî kir û têkiliyên hevrêtiyê destpêkê bala wê kişand. Hevrêtiya PKK'ê ku xwedî hezkirin û hurmeteke mezin e, jiyana partiyê û çiyê bandoreke mezin li hevrêya me kir. Xwest ku xwe bike parçeyek ji van têkiliyên hevrêtiyê û jiyana ku bi keda ji aliyê bi hezaran şehîdan ve hatiye afirandin. Ji bo vê jî gelekî ked da. Her ku tevlî nava jiyanê bû û bi hevrêtiyê re bû yek, fêhm kir ku jiyana PKK'ê bi jiyankirinê mirov dikare fêhm bike. Vê têgihiştinê di heman demê de asta kûrbûnê ya hevrêya me Dîcle nîşan da.
Hevrêya me Dîcle ji bo Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê ya Rêberê me û pîvanên wê di kesayetiya xwe de ava bike, kete nava kûrbûneke mezin. Her ku Rêbertî xwed di kesayetiya xwe de hin guhertin çêkir û bi vê guhertinê ber bi jineke azad ve bi gavên ji xwe bawer meşiya. Timî bi kelecana hînî tiştên nû tevdigeriya û guhertina di jiyana xwe de kir, bi bandora wê ya li ser azadbûna xwe hesiya.
Hevrêya me Dîcle li gel aliyên xwe yên îdeolojîk her wiha ji aliyê leşkerî ve jî xwe timî perwerde dikir. Bi baweriya ku hêjabûna li şehîdan û Rêberê me tenê bi pêkanîna xeyal û fikrên wan dikare pêk were, tevgeriya. Bi rastiya ku ev yek jî bi têkoşîneke fedaî ya li dijî dijmin dikare pêk were, her tim berê xwe da qadên şerê giran. Hevrêya me Dîcle di 12 salên gerîlatiya xwe de ji Botanê heta Amedê, ji wir heta Herêmên Parastinê yên Medyayê û careke din ber bi Amedê ve têkoşîneke bênavber meşand. Bi vî rengî cihê xwe di nava pratîka şer a herî giran de girt û hewl da hêjayî keda şehîdan û Rêberê me bibe. Di her wezîfeyê de bi zêdebûna berpirsyariya xwe zanibû û ji bo karibe van berpirsyariyên xwe bi cih bîne kedeke mezin da.
Hevrêya me Dîcle herî dawî li Amedê tevlî wezîfe û karên fermandariya herêmê bû û weke fermandareke YJA Starê ya pêşeng hewl da bersivê bide bendewariyên azadiyê yên gelê me û jinan. Li ser vê bingehê di her kêliyê de li ser têkoşîneke hîn xurtir kûr bû û hewl da bersivê bide bendewariyan. Di êrîşên dijmin de yên 20'ê Îlona 2022'an hatin kirin, berxwedana xwe ya 12 salan gihand asta herî bilind, bi lehengî şer kir, şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû.
25 ê Îlon a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê