Mîna şekirê wê,
Hestyar in,
Mîna cangorî Newalê,
Zarokên Amedê ji temenê xwe mezintirin,
Ji ber ku ji salên xwe zêdetir ceza digirin,
Zarokên Amedê mexrûr in,
Rondikên xwe diherikînin nava dilê xwe.
Zarokên Amedê şîrîn in
Mîna Mazlûm in.
Mazlum Erencî ango bi navê kod Yilmaz Piling di sala 1992’an de li Amed’ê jidayîk dibe. Sala ku Mazlum jidayîk dibe bajarê Amedê û tevahiya Kurdistanê di nava agirekî de ye. Ev ciwanê kurd jî di nava şer û pevçûnê de zarokatiya xwe derbas dike. Zext û zora ku li ser gelê kurd tê kirin û li dijî vê têkoşîna ku tevgera azadiyê dimeşîne bandoreke mezin li ser Mazlum dike. Di rewşeke wisa de Mazlum jî bi doza gelê xwe re eleqedar dibe. Hê mazlum 15 saliye li Amed’ê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi kar dike. Kar û xebata rojnamevaniyê gelekî bi dilê Mazlum e. Li wê derê hem bi zimanê xwe dinivîse û hem jî bi zimanê xwe mezin dibe.
Mazlum Erencî di 14'ê tîrmeha 2008'an de bi bahaneya ku beşdarî çalakiya şermezarkirina tecrîdkirina rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan bûye ji aliyê polîsên dewleta Tirk a Kurdistan dagirkirî ve tê binçavkirin û êşkence lê tê kirin. Piştî êşkenceyê bi 3 rojan ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wî tê dayîn. Dema ku mazlum dibin girtîgehê hê 16 saliye. Mazlûm 9 meh û nîvan li Girtîgeha Amedê Tîpa E’yê radigirin. Piştî bi 9 meh û nîvan li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dadgehkirin û serbest tê berdan. Lê heyeta dadgehê bi îddaya ku Erencî "Endamê rêxistinê ye" 4 sal û 2 meh û bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" 6 sal û 20 roj ceza didiyê. Her wiha derbarê Erencî de bi îdîaya li dijî xala 2911'an derketiye 2 sal û 9 meh cezayê girtîgehê didinê. Heyeta dadgehê bi tevahî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Erencî dibire.
Di 22’ê Nîsana 2009’an de Mazlum Erencî ji gîrtîgehê derdikeve , piştî ku mazlum hate berdan serî li şaxê ÎHD'ê dabû û hem êşkenceya di bin çavan de hem jî dema ku hate binçavkirin wiha anîbû ziman:
"Em li parka Koşuyoluyê bûn, polîsan li wê derê bi bahaneya ku em beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûne em kirin binçavan. Me li wesayîtê siwar kirin û birin TEM'ê. Lê hê beriya ku me bibin TEM'ê di rê de êşkence û heqaret li me kirin. Gotinên pir xerab gotin. Zextên polêsan li TEM'ê zêdetir dewam kirin. Gelek polîsan li me xistin û heqaret li me kirin. Piştî bi 4 rojan careke din em birin nexweşxaneyê. Li vê derê şopên êşkenceyê li ser min hatin tespîtkirin û bijîşkan xwest ku raporê bidin min. Lê polîsan destûr neda. Dîsa min di nexweşxaneyê de got ez xebatkarê Azadiya Welat im. Li ser vê gotinê dijûn û heqaret zêde bûn. Piştre jî me birin dadgehê û dadgehê biryara girtinê da. Piştî 9 meh û nîvan 7 sal û 8 meh ceza dan me û em hatin berdan.”
Piştî ewqas êşkence û girtinê Mazlum êdî naxwaze di bin zext û zorê de bimîne. Mazlum dixwaze biçe çiyayên welatê xwe û li dûrî polîs û pergala dewletê bisekine. Di sala 2010’an de mazlum ji bajarê ku lê mezin bûye Amed’ê derdikeve û berê xwe dide çiyayên kurdistanê û tevlî nava refên gerîla dibe. Piştî ku mazlum digihêje xewn û xeyalên xwe navê xwe jî dike Yilmaz Piling.
Di 29’ê Hezîranê de artêşa dewleta tirk li navçeya çemîşkezek ya girêdayî dêrsimê operasyonekê pêk tîne. Li dijî vê operasyonê gerîlayên HPG’ê jî di çarçoveya parastina rewa de xwe diparêzin. Lê şer mezin dibe û di derengiya şevê de gerîlayê HPG’ê Mazlum Erencî ango bi navê kod Yilmaz Piling û gerîlayê TKP-ML’ê yê TÎKKO’yê Yordal Yildirim ango bi navê kod Muharrem jiyana xwe ji dest didin.
Mazlum Erencî piştî ku ji girtîgehê derketibû beşdarî bernameya bi navê Dengvedana Peyvê bibû û li wê derê bal kişandibû ser zext û zora Dewleta Tirk... Bernameya dengvedana peyvê di 6’ê tîrmeha 2010’an de tê çêkirin û di 29’ê Hezîrana 2011’an de tê weşandin. Yanî roja ku Mazlum jiyana xwe ji dest dide di heman rojê de li ser televizyonê axaftinên wî derbas dibe...
Piştî ku mazlum jiyana xwe ji dest da malbat û hevalên wî ji bo girtina cenazeyê wî çûn meletiyê. Malbat û hevalên wî piştî ku cenaze wergirtin berê xwe dan Amedê. Cenazeyê Erencî di ketina bajêr de ji aliyê bi hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin û li ser milê xwe birin Mizgefta Şefîk Efendî ya navçeya Amedê Baxlerê. Di merasimê de parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan û Emîne Ayna, Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, rêveberên MEYADER'ê, hevalên mazlum yên Mexdûrên TMK'ê, malbat û xizmên Erencî û gelek kes amade bûn. Hevalên mazlum yên mexdûrê TMK'ê darbesta Erencî wergirtin û birin goristana Yenîkoyê. Li goristanê piştî vecîbeyên dînî darbesta Erencî bi ala PKK'ê hate pêçan û ji aliyê hevalên Erencî yên mexdûrên TMK'ê ve hate hilgirtin û heta gora wî meşiyan...
Çavkanî: Stêrka CiwanXwe di gulistanên hinarkên te de, wek pirsekê, vedişêrim.
Xwîna xwe ya sor tevlî xwîna te ya şîn dikim,
Xewna xwe di çavên te de dilorînim,
Û keriyên peyvên xwe yên birçî
Li deştên sînga te diçêrînim...
- Ayrıntılar
Vê carê tu navnîşana pirtuka min ya ku nehatiye nivîsandin. Hevala min Têkoşîn, delalê li ber dilê min… Ji nav dilê xwe yê bi êş, jı te re dinivisînim. Nameyek ji mizgîniyê ji nava dilê çiyayên ku azadî dibiriqe û mezin dike dişînim. Ez li te digerim, dixwazim bêhna porê te bikim, dengê te yê zelal bibihîzim. Dengê te yê ku mirovan dixe nav xeyalên kur. Keça ware azad Têkoşîn; te tînim bîra xwe, di hizrandinên xwe de xeyalan dikim û sûretê te yê ruken tînim li ber çavên xwe. Dema dibihîzim nave te yê bedew, diherikim ber bi warên azad ya Botanê ve. Kulîlka li ber çeman, nergîza li ber kaniya, êdî bese… Ma heta kîjan dem tu bikişînî derd û xeman, heta kîjan demê bikişînî xem û kulan. Ka serî xwe rake û hewirdorê xwe bimeyzîne, dar û daristan hewirdorê te dorpeç kirine, demsal bûye payiz li Gabar bûye zivistan, her der bûye berf û baran.
Hevala min, Têkoşîna min, evîna dilê min… Gula li ber bêhna min, stêrka tariya şevê ez jî bi du te ketim û bê te bi tenê mam. Li van warên azad her dem li te digerim, keniya li ser ruyê te di ezmanên sêwî mayî de digerim, dengê te yê ku mirovan dixe nav demên dûr, bi dengê xwezaya bedew ve dibihîzim û xweşikbûna çave te yê ku mirov dikeve nav jiyanekî dirêj û dûr. Deryaya hevaltiya min neçe nav xeribiyê, li axê nezivire, tu jî dizanî ku em nikarin hevalê xwe yê rûken dur jiyan bikin. Dilê min ê ku di nav deman de rêwîtiyê dike ra nake rêhevala minê bedew.
Heval Têkoşîn hevalekê wisa bû di jiyana xwe de tu kes jê nediêşiya, di hevaltiya xwe de û di jiyana xwe de her dem minak bû. Xwedî zanistiyekê mezin bû, di meş û tevgera azadiyê de her dem bi taybetmendiya xwe yê hevaltî ve derdiket pêş. Bi vê taybetmendiyê ve diket nav dilê hemû hevalan. Di xebat ü têkoşîna xwe ya azadiyê de xwedi pîvan û rêgez bû. Tu car sere xwe ji nebesî û kêmasiyan re neditewand û li hember hemû zor û zehmetiyan xwedî helwestekî bû. Ji bo heval Têkoşîn çi merc bibe bila bibe her dem di nav kar û xebatan de li pêş bû û erkên mezin cî bi cî digirt li ser milên xwe. Jiyana xwe de bi hestên berpirsyariyê nêzî dibû, her peywîrên ku diket pêşiya wê bi awayekî bawer diçû li ser kar û her dem karê xwe bi serkeftî dawî dikir. Heval Têkoşîn bi van taybetmendiyê xwe ve di têkoşîna azadiyê de roj bi roj bilind dibû û her dem mezinbûna şoreşgertî ji bo xwe hîm digirt. Ji bo wê di nav hevalan de xwedî cîhekî taybet bû. Bi heskirina xwe ya hevalan û bi heskirina jiyanê ve wek têkoşerekî azadiyê rol dilîst. Her dem xwedî coş û moralekî mezin bû, caran bi stranan, carna bi helbestan reng dida jiyana xwe û ye hevalan. Erk û berpirsyariyên xwe yê şoreşgerî li ser her tiştê de digirt û ji bo vê heta dawî hewl dida. Bi vê wateyê ve her dem rêveber ü rênas bû. Heta roja ku me bi heval Têkoşîn re jiyan dikir, wek hemû dildarê jiyana azad tevli kerwane şehîdan bû. Heta hênasa xwe ya dawî di meşa azadiyê de wek her demê heval Têkoşîn di pêş de cî girt. Ew wek şopvanê şehîdên nemir tevgeriya û di dawî de gîhaşt hesret û bêrîkirinên xwe yê mezin. Bi vê zanabûn û hestên azadiyê bû şopvanê şehîdên şoreşa Kurdistanê û xwe kir taca li ser xaka Kurdistanê. Gîhaşt dîroka hûndabûyî û bi dayîka pîroz re hevdîtinekî azad pêk anî.
Têkoşîn bejna sosina welatê min, zeriya tava me ya azadiyê… Ez niha li te digerim rêhevala min, ew bejna te yê narin dihejîne, gul û sosina li ser axa welatê min tu xezala li ser çiya û zinaran… Ez her çiqas hewl didim jî te nabînim, çavê min li benda te rêwî ma li ser rêkên dîrokê. Şehîd ji bîr nakim ew dilê te yê ku dibe şewqa tîrêjên rojê, ew hestên te yê ku hewirdor ronî dike û ew meşa te yê ku di her bihuştê de dengê dîrokê hişyar dike. Heval Tekoşîn keça wargehê azadiyê, xwedavenda bihuşta welatê min, tu bû efsûna jiyana azadiyê, dengê dilê çiyayê Gabarê, ba û bahoza heyva mijdarê. Va ji te xatir dixwazin gulên sor û zer, diyarê te dikin hemû bedewiya biharê.
Bêhna bihara zêrin ji te re rê dikim rêhevala min…
Hêvîdar Raperîn
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 26’ê Tîrmehê de li navçeya Bêşebabê ya bi ser Colemergê li dijî Girê Geper ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxisitin. Di heman rojê de di saet 19.40’an de di navbera leşkerê Artêşa TC’ê yên derketibûn operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 25’ê Tîrmehê de li navçeya Hênê ya bi ser Amedê ye li dijî gundên Celikê, Bataytê û Koçera ji aliyê Artêşa TC’ê opersayoneke hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di 19.30’an de di navbera gerîla yê me û leşkerên Artêşa TC’ê yên derketibûn operasyonê de pevçûnek qewimiye, di encama pevçûnên hatiye jiyandin de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Yek ji xebatên qirêj ê şerê taybet ên Artêşa TC’ê kul i dijî gerîla yê Tevgera Azadiyê dimeşîne jî derew û dezenformasyon e. Nemaze li gor xwe ji bo rêzdariya gerîla ji çavê gel bixînin, hin leşker û cerdewam cilê gerîla li xwe dikin û ji gundên welatparêz bi zanebûn qûta dixwazin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27’ê TÎrmehê de di navbera saet 00.00-01.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şehîd Berîtan û Qebra Zahir ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê Artêşa Îranê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê Tîrmehê de di navbera saet 23.00-24.00’an de li navçeya Kanîreşa Çewlikê li nêzî gundê Xuşkokê di navbera gerîla yê mê û Artêşa TC’ê ya derketibû operasyonê pevçûnek qewimiye. Pevçûnên heta 25’ê Tîrmehê serê sibê berdewam kirî de gerîla yê me yê bi navê Şoreş Qaşûra ji bo bi birîndarî nekeve dest dijmin bi diruşmeyên “Bijî Serok APO” bombe ya xwe bi xwe de teqendiye û gihîştiye şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22’ê Tîrmehê de di saet 11.30’an de li Navenda Dersimê li dijî leşkerên Qereqola Çîçeklî ji aliyê gerîla yê me pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna hatiye jiyandin de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, lê hejmara birîndara ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûna hatiye jiyandin ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî Helasor, Mezra Ber, Arman, Goma Hecî, Kurê Spî û Dereboyû bi piştgiriya helîkopterên kobra bi skorskyan bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin.
- Ayrıntılar
Jİ çapemenî û raya giştî re!
Di 23’ê Tîrmehê de di navbera saet 21.00-22.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Herêmên Şehîd Berîtan û Kevirê Spî ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê Artêşa Îranê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22’ê Tîrmehê de di navbera 03.00 – 05.00’an de piştî li ser gir ên di xeta sînor de ji aliyê Artêşa Îranê hêz û çekên giran hatiye hatiye bicîhkirin li Herêmên Parastina Medya li dijî Herêma Şehîd Berîtan û Geliyê Şehîd Azîz ku bi ser Xakurkê ye ji êrîşeke havan û katûşa hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar