Piştî şerê cîhanê yê yekemîn İngîlîzan ji ber çavkaniyên petrolê dixwestin Musil û Kerkûkê ji derveyî herêma Mîsaqî Mîllî yê Tirk bigrin. Komara Tirkiyê ya di bin serokatiya Mistefa Kemal de nû hatibû damezrandin jî, nedixwest dev ji van herêmên ku Osmaniyan serwerî dikir berde. Kurd û Tirk dixwazin pêwîstiya Mîsaqî Mîllî çibe ew pêk were. Di van rewşan de lîstoka İngîlîz ya tê zanîn kete dewrê. Ji bo bi kevirekî du çûkan bikuje dek û dolaban amade dike. Ji Kurdên nêzikê xwe re soz dide ku ewê alîkarê wan bibe û bi vê awayî wan hêvîdar dike. Hêzên sexte dibêjin: ger hûn serhildan bikin ezê alîkarî bidim we. Dema serhildan jî despêdike bi hukumeta Kemalîst re lihevdike. Bi vî awayî perçebûna herî kûr a çarenûsa Kurd û Kudistanê pêktîne. İraq dibe para İngîlîzan. Di dema herî zor de Tirkiya Kemalîst nêzîkî xwe kiriye. Komar ajotiye ser Kurdan û bi vê awayî xistiye nava xefika herî taluke de. Ango careke din bi polîtîkaya “perçe bike û bimeşîne” an jî ya “seg berdana segê”. Carekedin lîstoka “kivroşk bireve tajî bigir” bi serkeftî lîstîye.”
Serhildana gelê Kurd ya dibin pêşengiya Sêx Seîd, di van hol û mercan de despêdike û cehekî xwe yê giring di dîroka gelê Kurd de digre. Amedekariyên vê serhildanê hêj di despêka salên 1920’an de despêkiribûn. Xebatên rêxistinên Kurdan di Bihara 1923’yan de di nava rêxistina bi navê “Qomîteye Îstîqlala Kurdistan” de hatibû komkirin. Vê rêxistinê xebatên xwe yên ji bo serhildanê pir veşartî dimeşandin.
Serokê qomîteyê Xalid Begê Cibranî bû. Xalid Begê Cibranî, di Mektebên Eşîran de xwendibû û piştre jî dinava Alayên Hemîdiyê de weke fermandar cih girtibû. Xalid Begê Cibranî, di nava demekê kurt de bi Hacî Mûsa Begê serokê eşîra Mûtkiya, bi serokê eşîra Hesenan Xalid Begê Hesenanî û bi serokeşîrên cûda re jî peywendî sazkiribûn. Vê komîtê di nava artêşê de jî xwe bi rêxistin kir û hinek fermandarên Kurd yên di nava artêşa Tirkan de kardikirin, kişandin aliyê xwe. Di nava van femandaran de yên ji Iraqê jî hebûn. Bi rêya van kesan bi Bexda û Helebê re jî peywendî hatin çêkirin.
Komîta Azadiya Kurdistan, da kû kesayet, axa û Şêxên welatparêz bikşîne nava xwe xebat da meşandin. Di vê navê de Sêx Seîd, bi heskirin û rêzdariya xwe ya di nava gel de bal dikişand. Yek ji rêveberê qomîtê Yûsûf Ziya, di dawiya havîna 1923’yan de ji bo bi Sêx Seîd re hevdîtinekê pêkbîne diçe Xinisê. Di vê hevdîtinê de Sêx Seîd di hemû alide desteka xwe ya ji bo tevgera Kurd û serhildanê dide diyarkirin.
Demek şûnde Yûsûf Ziya bihara 1924’ê li Erzirûmê bi Xalid Begê Cibranî re hevdîtinekê pêktîne. Di vê hevdîtinê de biryara sazkirina peywendiyên bi Şêx Mehmûdê Berzencî û Simkoyê Şikakî re tê standin. Dîsa li gorî encamên vê hevdîtinê, wê bi rêya Kurdên Sûrye peyamek ji bo Koma Netewan bihatiba şandin da kû arîkarî ji bo Kurdan bihatibakirin. Piştî vê hevdîtinê Yûsûf Ziya navçeyên li derdorê Mûş, Çewlîk û Amedê ziyaret dike û xebatên xwe yên ji bo despêkirina serhildanekê li dijî dagirkeriya Tirk ji bo wan bide ragihandin.
Ev xebat û tevgerên pêşengên Kurd bala rêveberê Tirk dikişîne li ser xwe. Li ser fermana Mistefa Kemal cotmeha 1924’ê Yûsûf Ziya û di Kanûna heman salê de jî, Xalid Begê Cibranî hatin girtin û ji bo darezandinê şandin Bidlîsê. Piştî vê bûyerê ji rêveberiya qomîtê Hacî Mûsa Beg jî hat girtin û ji bo girtina xebatkarên din jî ferman hat derxistin.
Dema ev rêveberên Kurd têne girtin, hêj serhildanê despênekirî, tevger bê serî dimîne. Li ser vê çendê bi pêşniyara Xalid Begê Cibranî, Sêx Seîd ji bo serokatiya Qomîteya Îstîqlala Kurdistan tê hilbijartin.
Bi hilbijartina Sêx Seîd re, qomîte biryara serhildanekê giştî û rizgarkirina girtiya ji zindanên Tirka distîne. Hêj Xalid Begê Cibranî nehatî girtin, kurê Sêx Seîd yê binavê Elî Riza ji bo rêxistinkirina serhildanê çûyibû Helebê. Kongreya kû li Helebê kombûyî de, kesayetiyên Kurd yên ji Tirkiye, Sûrye û Iraqê beşdar bibûn. Di kongrê de rewşa Bakûrê Kurdistanê bi giştî hatibû destgirtin. Di kongrê de weke dîroka despêkirina serhildanê jî 21’ê Adarê (roja Newrozê) hatibû destnîşankirin.
Sêx Seîd hewildanên xwe yên ji bo tevlî serhildanê kirina hêjmarekê mezin axa û begên Kurd zêde û fireh kir. Bi vê armancê bi Kurdên Elewî yên li herêma Dêrsimê re jî peywendî pêkanîbûn. Ev hevdîtinên kû bi Seyîd Riza û serokeşîrên Kurd re hatîn pêkanîn kû rewşenbîrên weke Elî Şêr û Dr. Nûrî Dêrsimî jî beşdar bibûn, encamekê erênî dernaxe holê. Di vê de nakokiyên meshebî yên di nava Kurdan de û xirabiyên Kurdên Sunî yên di pêvajoya Alayên Hemîdiyê de çêbûyîn, bandora xwe dabû nîşakirin. Kurdên herêma Dêrsimê soza ji paşve lênexistina serhildanê dabûn. Lê destekekê zêde ji serhildanê re çênekiribûn.
Despêkirina Serhildanê
Coş û xurûşa amedekariyên serhildanekê berfireh, di nava navçe û bajarên Kurdan de her kû diçû zêde dibû. Sêx Seîd hêja jî ger û seredanên xwe didomandin. Li hemû gund û bajaran bi awayekê keyfxweş û bi rêzdarî dihat pêşwazîkirin. Bi sedan şervanên Kurd beşdarî hêzên wî dibûn. Sêx Seîd dawiya çileya 1925’ê de bi arîkarên xwe ve navçeyên Dêrahênê, Lice û Hanî ziyaret dike.
Şêx Seîd 5’ê Sibatê bi komek serokeşîr û bi sedan leşkerên xwe ve hat gundê Pîrana serbi navçeya Erxeni yê. Li vê derê li mala birayê xwe Şêx Evdirehîm bicihbû.
Di meşandina van amedekariyên serhildanê de, dewleta Tirki jî li gorî xwe tedbîrên xwe yên ewlekariy girtibûn. Ji destpêka amedekariyên serhildanê heya wê demê, bi arîkariya ajanekê binavê Qasimê Cibranî dewleta Tirk rojane agahî digirtin. Qasim ji fermandarekê Alayên Hemîdiyê bû û hevlingê Sêx Seîde.
Hêj amedekarî temam nebûyîn, mudaxeleyê amedekariya hat kirin. Bi vê armancê komekê leşkerên Tirk heman şevê çûn mala birayê Şêx Seîd kû Şêx Seîd bi xwe jî li wê derê bû. Fermandarê leşkeran deh kesên Kurd kû li wî gundî bûn, ji wan xwestin. Lê Şêx Seîd ev daxwaza leşkerên Tirk red kir. Li ser vê çendê, di navbera wan de şer derket. Leşkerek hat kuştin yên din jî dîl hatin girtin. Ev bûyera kû 8’ê Sibata 1925’ê despêkirî derbe li pilana serhildanê dide.
Birayê Şêx Seîd, Şêx Tahir dema vê bûyera li Pîranê qewimiyî dibihîse, di 10’ê Sibatê de li gundê Serdî, li ser postexaneya Lîceyê de digre û dest datîne li ser tiştên heyî. Bi 200 leşkerên Kurd ve 11’ê Sibatê tê cem Şêx Seîd û belge û pereyên bi destxistî radest dike. Ev bûyerên qewimiyîn, dibûn despêka serhildanekê bê wext û nû li dijî dagirkerên Tirk.
Hêjmara serhildêrên Kurd yên dibin pêşengtiya Şêx Seîd de, hêj despêkê gihiştibû 10.000 kesî. Serhildêrên Kurd 14’ê Sibatê bajarê Gêncê dagir kirin. Parêzger û karbidestên Tirk dîl hatin girtin. Li şûna parêzgerên Tirk yekê Kurd bi cih kir. Bi îmzeya Şêx Seîd yasayekê awerte hat derxistin. Li gorî vê yasayê bajarê Gêncê weke paytexta demî ya Kurdistanê hat îlankirin. Serhildêra bi vê re biryarek jî weşandin. Rakirina bacên giran kû girseyên gel pir pê diêşiyan hat îlankirin. Serhildan di demekê kurt de li herêmekê berfireh belavbibû. 14 bajarên Kurdistanê ketibûn dibin pêla serhildanê de. Di herêmê de hêjmara gelê Kurd pir zêde bû. Li gel Kurda civakên Ereb, Ermenî, Çerkez û yên din jî piranî tevlî serhildanên dibûn.
Pêşketina Serhildanê
Serhildana Şêx Seîd ew qas bi lez pêşketibû kû dewleta Tirk matmayî hêlabû. Tevayê tedbîrên ewlekariyê vale derketibûn. Di Sibata 1925’ê de piraniya Kurdistanîyan coşekê bilind ya azadiyê jiyan dikir. Serokeşîrê Eşîra Hesenan Xalid Beg di cih de bajarê Mûşê zeftkir. Hesen Begê ji eşîra Cibraniya Xinûs, Şêx Evdûla jî Warto bi destxistin. Piştî şerekê sivik Kîxi û Egil, Hênê, Lice, Pîran û Çepeqçûr hatibûn bidestxistin. Birayê Şex Seîd, Şêx Evdirehîm Maden bidestxist. Şêx Eyûb Çermûk dagirkir û hêzên xwe tevlî yên Şêx Evdirehîm kir. Bi hevre çûn li ser Erxeniyê. Herêmên Sîlwan, Bêşêrî ji Tirkan hatin standin. Piştî wê Melezgîrt û Bûlaniq hatin dagirkirin. Serhildan berbi Meletî ve fireh bû. Pûtûrge hat bidestxistin.
28’ê Sibatê Şêx Seîd baregeha xwe ya leşkerî kişand Palûyê. Di vî demî de qasî 20.000 leşkerên Şêx Seîd amede bûn. Rewşa şer ji vê baregehê dihat şopandin. Meş û serkeftina leşkerên Kurd xwezayî çêdibû. Girseyên Kurd bi hêviya rizgarbûna ji dagirkerên Tirk bi hemû derfetên xwe tevlî serhildanê dibin. Her cihê kû rizgar dibû, kom bi kom û bi coş tevlî hêzên Şêx Seîd dibûn. Ev meşên mijara gotinê ne bi awayekê sazûman pêkdihatin. Piranî hêzên girêdayî axa û Şêxên Kurd bûn. Bi vê bûneyê her carê tevger û hewildanên dihatin hêvîkirin, pêknedihatin.
Piştî bajar û navçeyên li derdorê Amedê hatin dagirkirin, Şêx Seîd berê hêzê Kurd da Amedê. Amed ji aliyê leşkerên Tirk ve gelekê baş dihat parastin. Piştî şkandina berxwedana vî bajarê pîroz, wê serxwebûna Kurdistanê bihatiba îlankirin.
Şêx Seîd ji bo bajarê Amedê bê şer radestî hêzên Kurd bêkirin, peyamekê ji bo fermandarên bajêr yên Tirk dişîne. Ji ber kû ev peyam ji aliyê hêzên Tirk ve nehat pejirandin, Şêx Seîd di despêka meha Adarê de biryara êrîşa li ser Amedê stand. Li ser vê biryarê hêzên Kurd êrişê Amedê kirin. Hêzên Tirk bi çekên giran hemû rêyên ketina bajêr girtibûn. Di destê leşkerên Kurd de mawzer, çifte û di destê hinekan de jî kopal hebûn. Êrîşa kû di 11’ê Adarê de bi Deryê Mêrdînê re çêbûyî, rastî berxwedana hêzên Tirk hat. Di vî şerî de hêjmarekê zêde Kurd hatin kuştin. Yên din jî paşde vegeriyabûn. Destneketina bajarê Amedê bibû sedemê şkestina bawerî û gêwilê leşkerên Kurd. Ji ber vê sedemê Şêx Seîd fermana paş ve zivirînê dabû. Vê şkestinê bandora xwe li ser pêvajoyên din jî çêdikir. Ji vir pêde rewşa serhildanê her roja wêdetir xirabtir dibû.
Paşketin û Têkçûna Serhildanê
Piştî vê şkestinê leşkerên Tirk yên ji piraniya bajarên Kurdistan û Tirkiye hatîn komkirin, dibin fermandariya Îsmet Înonû de ji dû milan ve hêzên Kurd dorpêçkirin. Di milê bakûr de 40.000 di milê başûr de jî 30.000 leşker komkiribûn. Şêx Seîd di van mercan de hemû hewildanên xwe ji bo sazkirina peywendiyê di navbera rayedarên Kurd de û ji bo başkirina rewşa derketî holê bikar tîne. Lê tevayê xebatên heyîn nekarîn hêzên Kurdan li ser hev ve bînin.
Di vê navê de leşkerên Tirk yên berbi Amedê ve dimeşiyan, hêzên Kurda berbi geliyên Hênê ve dehf didan. Hêzên Şêx Evdirehîm yên li Erxeniyê derbe xwarîn jî, tevlî hêzên Şêx Seîd bûn. Hêzên serhildêr berbi Dêrahênê ve paşve kişiyan. Ji vir jî belavê gelek beşa bûn û di daristanên herêmê de xwe bi cihkirin. Şêx Seîd li gel serokeşîr û Şêxên serhildêr ji Dêrahênê derket. Roja 27’ê Adarê çû Çepeqçûrê. Li vê derê li benda hêzên din yên Kurd man.
Alozî û talanên li Elezîz û cihên din çêbûyîn, di navbera rêveberên Kurd de dibû sedemê nêrînên cûda. Di heman demê de hinek serokeşîrên herêma Elezîzê xwe dabûn aliyê hêzên Tirk. Ev û hinek hêzên din yên hatîn xapandin, paşve li hêzên Şêx Şerîf dabûn. Di encam de 1’ê Nîsana 1925’ê hêzên Kurd berbi Paloyê ve paşve kişiyan. Hêzên Tirk 6’ê Nîsanê ketin Çepeqçûrê. Şêx Seîd li ser vê çendê bi 300 leşkeran ve berbi bajarê Solxanê ketin rê.
Xalid Begê Hesenanî, Elî Riza û birayên Xalid Begê Cibranî êrişek li ser Xinûsê pêkanîn. Lê di vê êrişê de serneketin. Li ser vê bûyerê berbi Îranê ve ketin rê. Di rê de rastî êrişa Eşîra Heyderan hatin. Xalid Begê Hesenanî û yên pêre, derbazî Îranê bûn. Di axa Îranê de vê carê rastî êrişa Îraniyan hatin. Di vî şerî de kurek yê Xalid Beg, yek yê Şêx Seîd û hinek din şehîd ketin. Xalid Beg û yên din çûn cem Simkoyê Şikakî.
Rêveberiya Enqere ji bo bi destxistina rêveberên serhildanê û têkbirina serhildanê serî li hemû rêya didan. Eşîrên tevlî şoreşê bûyîn bi pere, cezakirin û xapandinên din dikişandin aliyê xwe. Li milekê din di derbarê Şêx Seîd de nûçeyên derew yên weke “zelamê Inglîzaye” dida belavkirin. Bi vî awayî piraniya eşîran xwe ji rexê şoreşê dabûn aliyekê.
Hêzên Franse yên li Sûrye jî di vî şerî de arîkariya Tirka kirin. Leşkerên Tirk bi destûra fermandarên Fransiz bi xaka Sûrye re derbaz bûn û li paş serhildêran zivirîbûn. Bi vî awayî ew dabûn tengazkirin.
Di nava meha Nîsanê de, hêzên sereke yên serhildanê, di geliyên Gêncê de hatin dorpêçkirin û li wir derbekê giran xwarin. Rêveberên serhildanê bi xiyaneta Qasimê Cibranî li ser Pira Evdirehman ya li ser Çemê Mûrad’ê ketin destê leşkerên Tirk. Bi vî awayî Şêx Seîd, Şêx Evdila, Şêx Elî, Şêx Xalip, Reşîd Axa, Mihemed Axa, Teymûr Axa û 26 serhildêrên din ketin destê hêzên Tirk. Komên serhildêr yên bê pêşeng mayîn di Çiyayê Şerefdînê de xwe bi cihkirin. Ev koma serhildêra jî li vê derê hatin dorpêçkirin û belav bûn.
Rayedarên Tirk piştî kû serhildan têkbirin, li dijî rêveber û rewşenbîrên Kurd dest bi girtinên giştî kirin. 13’ê Nîsana 1925’ê rêveberê Cemiyeta Îstîqlala Kurdistanê Seyîd Ebdûlqadir, kurê wî Seyî Mihemed û çend kesên din girtin. 27’ê Gulana 1925’ê Seyîd Ebdûlqadir, kurê wî, Kemal Fewzî û hinek kesên din ji ber kû beşdarî sehildanê bûne hatin dardekirin. Li ber sêdarê jî Seyîd Ebdûlqadir û hevalên xwe bi dirûşmên “Bijî Azadiya Kurdistan, bijî Gelê Kurd û wkd...” diçûn ser dilovaniya xwe.
Di Gulana 1925’ê de li dijî Şêx Seîd û hevalên wî darezandinekê kû mehekê ajotî destpêkir. Dadgehên Îstîqlal yên Amedê, 29’ê Hezîranê di serîde Şêx Seîd li dijî 47 kesan cezayê dardekirinê birî. Cezayê dardekirinê roja paştir hat pêkanîn.
Serokê serhildanê Şêx Seîd li ber sêdarê wiha digot: “Jiyana min ya xwezayî bi dawî dibe. Me jiyana xwe qurbana jiyan gelê xwe kir. Ez ji vê tû caran ne poşmanim. Ji ber kû li hember dijminên me wê neviyên me ji xwe şerm nekin, ez gelekê bextewerim.”
Piştî serhildanê, dewleta Tirk dest bi girtina Kurda kir. Bi hezaran Kurd hatin kuştin. Bi deh hezaran hatin sergomkirin. Piraniya gundên li herêma serhildanê hatin şewitandin û heyînên wan hatin talankirin.
Bi têkçûna serhildanê re kiryarên dewleta Tirk yên di herêmê de pêkhatîn, nivîskarê Rojavayî Armstrong bi vî awayî dinivîsand: “Kurdistan bi agir û Singoyan hat xirakirin. Zelam bi êşkenceyên giran re derbazbûn û hatin kuştin. Gund hatin şewitandin, zevî dan ber agir. Jin û zarok hatin revandin û kuştin. Tirka dema Kurd dikuştin, di hêla têhnîbûna xwînê de û di xedariyê de ji bab û kalên xwe yên dema Sirp, Yewnan û Ermenî qetil dikirin, qet şûnde neman. Ji her temenî Kurd bi biryarên lezgînî yên dadgehên leşkerî dihatin dardekirin. Diçûn sergomê û dihatin zindankirin”.
- Ayrıntılar
Mîr Elî Yilmaz di sala 2003 an de tevlî nava refên gerîla dibe. Hevalê Mîr Elî Yilmaz tevlîbûna xwe ji nava refên gerîla re bi vî rengî tîne ser ziman. Dema ku di navbera salên 2002-2003 an de ango di Zivistana 2002 an de, şited û tehdayî ji milê recîma Tirkan ve li ser Rêber APO hîn di asteke mezin de pêşdiket û ew demeke dirêj bû ku hevdîtinê barêzeran bi Rêber APO re nedihatin çêkirin. Hevalê Mîr Elî sedemê tevlîbûna xwe ji nava refên gerîla re ji milekî ve bi vê yekê girêdide û ji milekî din ve jî ji ber bengewaziyên rêveberiya tevgerê ji bona ciwanan a ku li ser hev di wê demê de dihatin çêkirin, hîn bêtir bandora xwe li ser biryara tevlîbûna min dida çêkirin.
Hevalê Mîr Elî yê ku li Mava tevlî nava tevgerê bû, wendayiyên ku gerîla di şer û pevçûnên giran de didan, bi wê yekê gelek bandor dibe û hîn bêtir dixwaze bi rihê tolhildanê tevlî nava refên gerîla bibe. Ji ber ku ew rastiya dagerkeriya dewleta Tirkan a li ser Kurdistanê hîn bêtir ferqdike û rewşa ku gelê Kurd têde dijî jî hîn baştir dertêxîne zanebûnê.
Herçiqasî ku Mîr Elî ji zû ve tevgerê nasdike, lê ji ber rewşa xizaniya ku malbata wî têde dijiya û ji ber destekdana wî ji malbatê re, tevlîbûna wî ji nava refên gerîlan re heyanî sala 2003 an dewamdike. Hevalê Mîr Elî bi qasî demekî li war û cihê ku lê çavê xwe li dunyayê vekirî dimîne û jiyana gerîla li wê derê dimeşîn e. Hevalê Mîr Elî perwerdeya xwe ya bingehîn, ango fêrbûn dispilîn û şêwazê jiyana gerîla û heyanî meseleyên naskirina çeka ku pê şer dike û rêbazê çalakiyên ku li ser dijmin têne meşandin. Hevalê Mîr Elî fêrî gelek xalên girêdayî şer û rastiya jiyana gerîla di wan perwerdeyên ku li qada Botanê de dîtin bibû, ji ber wê yekê her ku dem derbasdibû, hîn bêtir hevalê Mîr Elî cihê xwe di nava refên gerîla de digirt û hemû zorî û zehmetiyên heyî roj bi roj li ber wî hesan dibûn, ji ber ku eşq û evîna wî ji jiyanê re hîn zêde çêdibû û rastiya PKK'ê ji wî re mîna ava kaniyeke zelal xuyadikir û hîn bêtir rastiya wê têdigihişt.
Piştî ku hevalê Mîr Elî perwerdeya xwe ya bingehîn li qada Botanê diqedîne, berî wî dikeve qada Zagrosê. Hevalê Mîr Elî bi qasî salek û nîvê li qada Zagrosê dimîne û bi xweşikbûna wan çiyayê wê û xwezaya wê re dibe yek deng û aheng û mîna pêlên deryayan ji qadekî berû qadekî diçe û ji çiyayekî berê xwe dighîne çiyayekî din. Bi giyanê xwe yê mîna teyr û tiloran bi xweşikbûna xwezayê sermest dibe û her dixwaze di nava xweşikbûna Kurdistanê de bijî û bi taybet jî li qada Zagrosê û di nava bedena wan çiyayên bilin yên ku tîrêjê rojê her ku bi hilatina xwe re wan hembêzdike û kes nikare li ber bejin û heybeta wan li ber xwe bide. Ew çiyayên ku bi bilndbûna xwe dighêjin nava ewran, mîna çiyayê, Çarçêl, Guvendê, Cîlo, û gelek çiyayên ku mîna rêze govendekî destê hev girtine û serî li hemberî dijmin û neyaran rakirine.
Tişta ku hevalê Mîr Elî ji bona xwe bingeh digirt ew bû ku her tiştê ku di perwerdê de dîtî di jiyanê de bi hemû ziravî û kûrahiyê wê bêkbînê. Ango rastiya jiyana gerîla û hevaltiya wê ya ku mîna bingehê serkeftinê tê destgirtin, ji bona xwe dikire bingehî avakirina kesayeteke ku di her dem û qadê de û di her şert û mercên giran de li berxwe dida. Hevalê Mîr Elî mîna her hevalekî gerîla bi pêngava 1ê Pûşberê ve dest bi xebat û tekoşîneke mezin dike û vê bingavê ji bona xwe mîna çavkaniya coş û arîşeyê dibîne û bi rengekî pir xurt cihê xwe di nav de digre.
Hevalê Mîr Elî bi siloxana di sala 2004'an de û di pêvejoya hemleya sêyemîn de hatî hildan dikete rê û ew siloxana ku Azadiya Rêber APO û azadiya gelê gelê Kurd ji bona xwe bingeh digirt ji bona xwe mîna fermanekî didît û di her kar û xebatên xwe de dixwest ku vê yekê pêkbîne.
Hevalê Mîr Elî bi qasî 4 salan li qada Heftenînê dimîne, qada heftenînê jî mîna ku tê naskirin dikeve li ser sînorê bakur û başur û mîna deriya Botanê tê naskirin. Weke din qada Heftenîn di nava xwe de gelek çiyayên mîna Xantûr, Kelha Şabanîkê, girê Sîpan, Bêzenîk, Kêla Spî û Deryiyê Dawetiya dihewî ne.
Hevalê Mîr Elî meşa xwe ya di nava refên gerîla didomîne û piştî salên dûr û dirêj di nava kar, şer û xebatên zor û zehmet, pêwîstî tê dîtin ku derbasî perwerdeyekî bîrdozî û leşkerî bibe. Ji ber ku perwerde mîan xwîneke nûye ji bona her gerîlayekî û bê perwerde mirov nikare bi kesayeteke serkeftî cihê xwe di nava refên gerîla de bigre û di şer û tekoşîna azadiyê de serkeftinê bi destê xwe bêxîne. Rêber APO Jî ji bona vê yekê dibêje pêwîst e ku em perwerdê mîna av û nan bibînin û bi wî rengî nêzîkî perwerdê bibin. Hevalê Mîr Elî ji bona perwerdê vê yekê dibêje; heyanî ku ez derbasî perwerdê nebûm û min cihê xwe di nava gotûbêjê û nirxandinên ku di dibistana bîrdozî û leşkerî de dihatin negirt û bi rexne û rexnedayinan ez nêzîkî kesayeta xwe nebûm, ez ji rastiya geke tiştan biyanî bûm. Ji ber vê yekê ez hîn bêtir têgihiştim ku Rêber APO çime dibêje perwerde ji av û nan giringtir re.
Hevalê Mîr Elî ji bona destnîşankir ku perwerde ji bona gerîla û gel jî çavkaniya jiyana azad e. Ji ber ku kesayeta Kurd û civaka gelê Kurd ji rastiya dîro û nasnama xwe gelekî dûre û ji bona ku xwe bighîne vê yekê pêwîstî bi lêkolîn û perwerdeyekî bingehîn heye ku civaka Kurd ji hevt salî heyanî heftê salî cihên xwe têde bigirin û bi rêya van dibisan û ekedimiyan kesayeteke ku li ber dijmin û di her şert û mercên zor û zehmet de liber xwe bide.
Piştî ku hevalê Mîr Elî di kesayeta xwe de gelek guhertin û veguhertina dide avakirin, û perwerda bîrdozî û leşkerî bi dawî dike, erkê perwerdekirna şervanên azadiyê yên ku ji nû ve berê xwe didine qadên azad digre ser milê xwe. Tişta ku hevalê Mîr Elî ji perwerdê fêrbûwî ew bû ku, pêwîst e tişta ku mirov ji perwerdê girtî bi hemû hevalên derdorê xwe re parve bike û di hemû werê jiyana gerîla de, pêwîst e ku mirov bi berpirsyarî nêzîk bibe, bi vî ewayî ancex mirov bikare perwerdeya ku mirov girtî di her warê jiyanê de û bi rengekî serkeftî û bi kesayeteke serkeftî cihê xwe bigre.
Hevalê Mîr Elî dibêje em hemû hevalên gerîla jiyana Rêber APO ji bona xwe bingeh digrin û em di her warî de, ji avakirina kesayetê bigre û di her xalên girêdayî jiyanê Rêber APO ji bona xwe çavkaniya jiyana azad digrin. Hevalê Mîr Elî rastiya jiyan û tevlîbûa xwe ya ji nava gerîla re, mîna dayikbûneke nû dibîne û vê yekê ji bona hemû hevalan jî dibîne. Ji ber ku di hindirê jiyana gerîla de mirov fêrî her tiştê jiyanê dibe û bi xwe her tiştê xwe pêktîne, bi rêya vê yekê jî mirov di jiyana gerîla de fêrî baweriya bi xwe û her tiştê xwe ji tunebûnê bixuliqîne dibe. Weke din dibe xwedî vîn û nasnameyeke azad a ku di her warî de bikaribe li ber xwe bide û ji mirinê jiyanê bixuliqîne.
Ji ber vê yekê Hevalê Mîr Elî jiyana PKK'ê mîan dibistanekî bîrdozî, siyasî leşkerî û jiyanî a ku mirov têde fêrî A-B ya jiyana azad dibe dinirxîne û dide xuyakirina ku her tiştê vê jiyanê ji mirovan re balkêş tê. Ji ber wê mirov di nava jiyana gerîla de bi derbasbûna demê nahise û her tim hîs dike ku ew ciwane. Ji ber ku ew bi giyanê xwe her tim mîna ciwanekî tevdiger e û ji bona xwe tu astengan nasnake.
Hevalê Mîr Elî di warê avakirina kesayetê de weha dibêje; di nava jiyana gerîla de mirov hîn bêtir hêz û rastiya kesayeta xwe nasdike û li gorî wê hemû hewildanê wî ji bona temamkirina rexên lawaz yên vê kesayetê pêşdikevin. Di nav jiyana gerîla û bizavê de guhertin her tim bingehe û pêwîstî bi guhertinê her tim heye. Li gorî ku hevalê Mîr Elî dide diyarkirin ku di van perwerdeyên ku di nava jiyana gerîla de dibîne, hemû beşên zanistê digre nava xwe û bi hemû guhertinên ku di kurdistanê û cîhanê de rû didin re peywendiya wan heye û ji her tiştî hayildibin.
Hevalê Mîr Elî dide xuyakirin ku wî di nava refên gerîla de hîn bêtir wata jiyanê derxistiye zanebûnê û ji beriya neha ew ji gelek rastiyên heyî biyanî bû û hayê wî ji tiştên ku di cîhanê de diqewimin nebû. Lê di dema ku tevlî nava tevgerê bû û cihê xwe di nava perwerdeya ku li qadên azad tê dîtin girt û bi derbasbûna demê re hîn bêtir rastiya vê jiyanê ji her milî ve naskir û wê demê wata da jianbûna ku li van waran tê jiyankirin.
Li gorî ku hevalê Mîr Elî anî ser ziman ku rastiya jiyana gerîla tenê bi rêya jiyankirina wê tê naskirin, ji ber ku gelek kes di nava civakê de dema ku li jiyana gerîla dimeyzênin, tenê şer tê bîra wan û ji derveyî wê rastiya vê jiyanê nasnakin, ji ber wê nikarin nirxandineke rast li ser jiyana gerîla pêşbêxin.
Hevalê Mîr Elî tevlîbûna xwe ya destpêkê ji nava refên gerîla re weha tîne ser ziman; ku wî jî di dema destpêkê de gelek zor û zehmetî di nava jiyana gerîla de jiyankirî ye, lê bi derbsbûna demê re û bi rêya desteka hevalên xwe û bi rêya perwerdeya ku tîdî, gihiştî asta bi xwe bawerbûnê û xwe tevlîkirina hemû kar û xebatên ku têne meşandin. Di tevlîbûna hemû kar û xebatên ku dihatin meşandin de jî ew î ji bona xwe hîn bêtir rijandina ked û xwîdanê bingeh girtî ye û li gorî wê xwe tevlî kar û xearên ku têne meşandin dike.
Li gorî ku hevalê Mîr Elî tîne ser ziman; gelek kar û xebat hene ku mirov ji beriya ku xwe tevlî bike texmîn dike ku gelek zor û zehmetiyên wê hene, lê dema ku tevlîbûna xwe ji wan kar û xebatên ku têne meşandin re çêdike û bi rengekî bi xwe bawer tevlî van kar û xebatan dibe, ew kar û xebat li ber çavê wî hîn hesan dibin û bi derbasbûna demê re di wan kar û xebatan de dibe pispûr.
Di dawiya axaftina xwe de hevalê Mîr Elî dide xweyakirin ku Rêber APO jî di parêznameya xwe ya civaka demuqratîk de, daye raberkirin ku di civakê de dema ku rexê siyasî û exlaqî li holê nebe, di wê demê de tê wê wateyê ku ew civak berû tunebûnê û xwe inkarkirinê diçe. Ji bona vê yekê Mîr Elî dide xuyakirin ku pêwîst e gelê Kurd hemû rexên siyaseta ku li hemberî wî ji milê hemû hêzên ser destî cîhanê têne meşandin baş derxîne zanebûnê. Ji ber ku herçiqasî ku gelê Kurd bi hemû gelên li heremê dijîn re di nava biratî û dostaniyekî de jiyana xwe domandî ye, lê li beramberî wê her tim ji milê pergalên serdesî Kurdistanê ve hatiye tepeserkirin û bi siyaseta inkar û imhayê re rû bi rû maye.
Li gorî vê yekê Hevalê Mîr Elî dide xuyakirin ku dema mirov vê siyaseta şidet, şewsandin, zilm û zordariya ku li ser civaka gelê Kurd tê meşandin dibîne, ne gengaze ku mirov serî nerake li beramberî vê siyaseta ku ji milê dewletên serdestî Kurdistanê ve li beramberî gelê Kurd tê meşandin raneke û tevlîbûna xwe ji nava kar û xebatê re çêneke. Tişta ku Rêber APO jî dide xuyakirin jî ev e. Ji ber ku dema em têre derbasdibin, demeke pir girin û hesase ji ber wê pêwîstî heye ku ji heft salî heyanî heft salî cihê xwe di nava vî şerê hebûn û nemanê de bigre û ji bona hebûn û nasnama xwe tevbigere, ji ber ku ji derveyî vê rêyê tu rêyên din li pêşiya me tunene. Weke din hevalê Mîr Elî dide raberkirin ku pêwîst e her ciwanekî Kurd xwe ji hemû rengên şerê taybet yên ku pargal dide meşandin dûr bêxîne û xwedî li şoreşa gelê xwe derkeve û bi siyaseta dijmin û hemû hêzên serdestî cîhanê newe xapandin. Ji ber ku pergal bi hemû rêyan şerê teybet yên ku dide meşandin dixwaze ciwanên Kurd bikşîne nava xirabiyê û wan ji bona xwe bi kar bîne.
Ew şerê teybet yê ku ji milê pergalê ve tê emşandin ger ku ji milê ciwanên Kurd ve tekoşîneke xurt li beramberî wê newê meşandin, wê demê wê civaka Kurd ji çan, exlaq, ziman û cewherê xwe dûrbikeve. Ji ber vê yekê li gorî Ku hevalê Mîr Elî dide belîkirin; pêwîst e ku di serî de ciwanên Kurd xwe ji van davikên pergalê dûrbêxin û li hemberî vê yekê bi şerekî bê yeman tevbigerin û li her deverî pergala xwe ya parastina xwe ya hindirîn û hevgirtina xwe bidin avakirin. Li gorî vê yekê heger ku ciwan xwe li her qadê bi tevger û rêxistin nekin ne gengaze ku bikaribin xwe li beramberî dijminê û siyaseta wî ya şerê taybet bikaribin li ber xwe bidin. Di dema me ya şerê şoreşgerî yê gelê Kurd de, erkê herî zêde dikeve li ser milê Ciwanê Kurd, ji ber ku ciwan pêşengê civakê ne û pêşeroja wê ya, di serî de pêwîst e ku ew hebûna wê biparêzin û li her qadê bi berxwedan û tekoşînê li berxwe bidin û gelê xwe biparêzin.
Di berdewamiya axaftina xwe de hevalê Mîr Elî ji da xuyakirin ku ji bona ciwanên Kurd ya herî girig ew e ku ciwanên kurd pêvejoya ku tê meşandin bi rengekî baş şîroveya wê bikin û hemû guhertinên ku rûdidin bişopînin. Ji ber wê li gorî ku di Konfiransê 6. Yê hepegê de derketî holê, pêwîst e ku hemû ciwanên Kurd bi riyê seferbelikê nêzî pêvejoya ku tê meşandin bibin û tevlîbûna xwe ji nava refên gerîla re çêbikin. Ji ber ku dem hatiya ku ciwanên Kurd êdî leşkeriya pergala serdest a ku li her derî bi komkujî û siyaseta qirkirinê bi ser gelê Kurd tê nekin. Ew dijminê ku tu niyeta wî ya çareserkirina pirsgirêka Kurd li holê nîne û li her deverî dixwaze ku hebûn û nasnama gelê Kurd tunebike.
Jixwe serokatî her tim dibêje" me bi ciwanî destpêkir û em ê bi ciwanî serbikevin"
Ji ber vê yekê li gorî ku me di hemû serhildanên civaka Ereban û rojhilata navîn de bi çavê xwe dît ku ciwan pêşengiya van hemû serhildanan didane meşandin û hîn didine meşandin, ji ber wê yekê pêwîst e ku ciwanên Kurd giraniya vê yekê baş têbighêjin û xwe li her qadê bi tevger bikin û rêxistina xwe bidin avakirin.
Li gorî vê geleke ku tevlîbûna ciwanan di serî de:
ji bona şerê gelê şoreşgerî bibe.
Ji bona xweseriya demuqratîk bibe.
Ji bona hemleya stratecîk a çaremîn bibe.
Li gorî vê yekê yê ku serkeftina vê pêngavê pêkbîne ancax gel û gerîla be, ji ber vê yekê geleke ku ciwanên Kurd xwe bighînin qadên azad, ji bona ku bi jiyaneke azad re hem xwe azad bikin û hem jî gelê xwe, hebûna xwe û nasnameya xwe ya azad jî bi dest bêxin. Ji ber ku yê gel û bîrdozî, felsefeya Rêber APO diparêz e HPG'ê ye û bi tevlîbûna her ciwanekî Kurd ji nava refên gerîla re ancex wê demê dikare bibêje ku ez bi Serok APO re, bi gel û nasnama xwe ve gêrêdayî me û ez şervanê Rêber APO yê azad im.
Di dawiyê de pêwîst e ku siloxana me " azadiya Rêber APO û azadiya gelê Kurd be"
Hamid Dêrik
- Ayrıntılar
Bîranîneke ku li qada Gabarê hatî jiyankirin û li ser jiyana şehîd aydin. Ji beriya ku em destpêbikin, em dixwazin li ser erdîngariya Gabarê henekî rawestin. Mîna ku tê naskirin qada Gabarê mîna navenda şerê gerîla di nava bizavê de tê naskirin û bi taybet jî cihê fermandarê mezin û yê efsanewî rêhaval Egîd yê ku li wan hereman gav bi gav şerê gerîla bipêşve bir û da rûniştandin. Li ser wî bingehî ji wê rohê heyanî roja meya îro, her tim mîna navenda şerê gerîla tê naskirin. Ji ber ku dema mirov di nava qada Gabarê de dimîne û têde jiyandike, mirov dibêje ku ew qad ji bona gerîla hatiye çêkirin. Ji ber ku çiya, daristan û erdîngariya wê ji her milî ve destekê dide ku gerîla xwe têde li ser piyan bigre û xwe têde bi cîbike.
Rexekî Gabarê dighêje bajarê Sêrtê û rexê din jî dighêje Mardînê, milekî wê jî xwe dighîne Şernexê, ji milekî din ve jî dighêje bajarê Batmanê. Ango mirov dikare bibêje ku Gabar ji her milî ve bi bajarên mezin hatiye dorpêçkirin. Ji lewra derfetên ku li Gabarê heyî destk didin ku gerîla li wê qadê çalakî û xebatê bide meşandin, ji ber ku erdîngariya wê hesane û mirovan naêşîne. Gabar mîna dayikekî li gerîla di nava hembêza xwede xwedîdike, hem ji milê parastinê de û hem jî di milê xwedîkirina gerîla bi fêkî û bereketa xaka xwe ya merd. Ji dema fermandarê efsanewî rêhaval Egîd û heyanî îro, Gabar her tim bûye naveda şer û jiyana gerîla û li wê qadê gelek şehîdên pakrewan bi xwîna xwe axa Gabarê avdane. Ji wan hevalên hêja yên ku li ser wê xakê kar û xebat kirine û xwîna xwe tevlî wê axê kirine. Hevalê Egîd, Erdal, Adil û gelek hevalên din yên ku li vê qadê rojên nayên jibîrkirin jiyankirine û bi jiyana xwe destanên qehremantiyê li ser bedena wan çiyayan kolane. Li gorî vê yekê dijmin jî ji hemû heremên Botanê giranî bêtir dide ser Gabarê û bi hemû hêza xwe dixwaze li wê qadê xwe bi cî bike. Qada Gabarê ji milekî ve xwe dighîne bajarê Şernexê û ji milê din ve xwe dighîne herema Çiravê û ber bi herema bestan ve diçe. Mile wê yê din jî dighêje kerboranê û çiyayê Bizina û çiyayê Findikê. Cidayê wê li qada Gabarê bi sedê gundên ku dijmin şewitandî û valekirî jî hene.
Di qada gabarê de me gelek çalakî pêkanîn ji wan çalakiyên ku hatîn kirin, ez dixwazim çalakiyekî bi we re parvebikim, di wê çalakiyê de jî hevalê Aydin şehîd dikeve, ji ber wê ez dixwazim bi wê wesîleyê li ser jiyana wî hevalî jî henekî rawestim. Hevalê Aydin hevalekî ji mêj ve cihê xwe di nava bizavê de digirt. Ew di sala 1989 an de tevlî nava tevgerê bibû, ew bi xwe jî ji gundê Reşînê bû. Gundê Reşînê jî gundekî ji wan gundê Gabarê bû. Di sala 2005 an de em bi hevre li herema Gabarê bûn. Çalakiya ku me lidarxistî jî çalakiyeke navendîbû û cihê çalakiyê jî jêre digotin barageha “gundikê şêxê”. Bi wî awayî li ser wê baregehê û bi demekî dirêj keşf û hazirî hatin kirin. Hevalê Aydin bi rengekî bênavber di keşf û heziriyê wê çalakiyê de cihê xwe digirt û ji bona ku ew çalakî bi rengekî serkeftî were kirin, hevalê Aydin bi qasî sê mehan li ser wî karî dirawestiya û ji her milî ve keşif û amedekariyên pêwîst didane meşandin. Ji berê vê çalakiyê jî em gelek caran bi hevalê Aydin re ketibûn gelek çalakiyên din jî, ji bona wê şêwe û rêbazê hevalê Aydin yê çiwîna li ser dijmin ji milê me ve dihate naskirin. Ji bona wê mirov dikare bibêje ku hevalê Aydin di milê şêwe û terzê xwe yê şer û çiwîna li ser dijmin de xwedî cesaret û baweriyeke mezin bû û her tim dibû çavkaniya coş û muralê ji bona hemû hevalên ku pêre diketin çalakiyan.
Ji ber wê di hemû keşf û çalakiyên ku ez bi hevalê Aydin re diketimê, min ji bona xwe gelek cesaret û bawerî ji wî hevalî digirt. Me çalakiya Gundikê Şêx di Payîza sala 2005 an de lidarxist. Jixwe bi qasî demekî dirêj keşfa çalakiyê hate kirin û piştî ku keşfa çalakiyê bi dawî bû hemû heval li hev kombûn û civîna çalakiyê hate lidarxistin. Di hindirê wê civînê de hemû tiştên girêdayî çalakiyê hetin gutûbêjkirin û yekîneyên ku cihê xwe di çalakiyê bigrin hemû hatin belîkirin. Hevalê Aydin jî berpirsyarê yekîneya êrîşê ya ku cihê xwe di pêşde digirt bû. Rojekî ji beriya ku em biçin çalakiyê hevalan rêya di navbera Nisêbîn û Bagokê birîbûn û di encamê de leşkerek êsî girtibûn. Ji beriya ku em biçin çalakiyê weke din dijmin bi qoberyan êrîşî li ser mekirin û di wê êrîşê de hevalekî me şehîd ket û sê hevalên din jî birîndrbûn. Piştî wan şehadet û birîndariyên ku di encama wê êrîşê de rûdayî, li cem hemû hevalên ku cihê xwe di çalakiyê de digirtin giyanê tolhildanê û heyfhilandinê xwe bi rengekî berbiçav dida xuyakirin û bi taybet mirov ev rih di kesayeta hevalê Aydin de bi rengekî pir baş ferqdikir. Ev yek jî di nêrîn û danûstindinê wî yên ku bi hevalan re dida çêkirin û asta hers û baweriya ku li cem wî peydadibû û bandora xwe li ser hemû hevalên ku li derdorê diman jî dida çêkirin. Em birêketin û me xwe gihande cihekî nêzî cihê çalakiyê û me li wêderê bêna xwe veda. Di wê navberê de hevalê Aydin bi henekî ji me re got; em li ser riya çalakiyê ne û dibe ku em careke din hevdû nebînin, ji bona wê çû û ji hevalan re masî girtin û anîn dane hevalan. Di her warê jiyanê de hevalê Aydin xwedî coş û heyecaneke mezin bû û bandora vê yekê li ser hemû hevalên ku li derdorê wî jî diman pir dihate xuyakirin. Jiyana hevalê Aydin, kesayeta wî ya ku di her milê jiyanê ve xwedî hebûneke zindîbû û ji bona her karî hazir û amedebû û bi giyanê serkeftinê di ser hemû karê xwede û bê ku bikeve di nava diduliyê de diçû. Hevalê Aydin û bêyê ku bihna xwe vede, her tim dixwest ku ji hevalan re xizmetê bike, di dema rêdejî ji hevalan re timî digot, pêwîst e ku em vê çalakiya xwe biserbêxin. Ji bona gihiştina vê yekê jî pêwîst e ku hemû heval bi hişyarî û baweriyeke mezin û bêyî ku şaşîtiyan bikin biser çalakiyê de biçin. Wê demê min ji hevalê Aydin re got; çime tu li ser hev vê yekê ji me re dibêje û li pey hev dubare dike? Hevalê Aydin bersiva min da û got; di dema çalakiyê de şaşîtiya hevalekî dibe sersebebê binketina çalakiyê û şehadeta hevalan. Ji ber vê yekê ew baldariyê ku hevalê Aydin destnîşandikir her tim di hindirê mirovan de dispilîn û baldariyekî dida çêkirin. Bi wî awayî em di nêzî gunde jî derbasbûn û hêjî hemû leşkerê baregehê şiyarbûn jî, lê heyanî ku me xwe gihande nêzî baregehê jî kes bi me nehesiya. Ji bona wê erkê hevalê Aydin hem di milê keşfa çalakiyê û di milê çiwîna ser dijmin de cihekî xwe yê cuda hebû. Di demjimê 8ê êvarî de me dest bi çalakiyê kir. Yekîneya ku hevalê Aydin li ser disekinî, wan di destpêkê de dest bi êrîşê kirin. Lê dema ku hevalê Aydin û hevalên ku pêre dest bi çalaiyê kirin, di temasa yekê de hevalê Aydin şehîd ket û sê hevalên pêre birîndarbûn. Piştî wê hevalan hevalê Aydin û hersê hevalê birîndar ji wêderê xilaskirin. Ji derveyî hevalekî tu hevalan nedizanî ku hevalê Aydin şehîdketî ye. Ji ber ku tu hevalî bawernedir ku hevalê Aydin bi wan cerbandin û ezmûnên xwe yên ku jiyankirî bi wî rengî şehîdbikeve. Piştî ku me hevalên birîndar ji gir derxistin, bi yek carî me hemû yekîneyên din dest bi çalakiyê kir. Heyanî wê gave min jixwere digot; hevalê Aydin di pêşde li benda me ye. Bi qasî 30 xolekande beregeha dijmin hemû kete destê mede, baregeh bi temamî hate şewitandin û leşkerê saxmayîn jî hemûyan sengerê xwe berdan û reviyan. Hemû sengerê dijmin ketin destê hevalan û her tiştê heyî hate şewitandin, hevalan gelek çek jî ji ser leşkeran rakirin, fermandarê wê baregehê bixwe jî di wê çalakiyê de hate kuştin û gelek leşker jî di wê çalakiyê de hatin kuştin û gelek jî birîndarbûn. Tişta ku em dikirin tengasiyê tanga ku di wî girî de heyî bû, lê hevalan ew jî di demeke kin de bê bandorkirin. Hês û giyanê tolhildanê yê ku li cem hemû hevalan di astekî pir bilind debû. Ji milekî din ve jî didema ku qobrayê êrîşî ser me kirî û di encamê de şehadeta hevala Gulan a ku nebûbû sê rojê wê hatibû qada Gabarê û birîndariya sê hevalên din, hîn bêtir hês û kîna hevalan bilintirdikir. Ji ber vê yekê di dema çalakiyê de mirov dikare bibêje ku di dema çalakiyê de hemû hevalan erkê xwe bi cî tanîn û fidekariyeke bê sînor û di asteke bê sînor de raber dikirin, ev jî dibû neden ku çalakî ji hemû rexên xwe ve bi serkeftî bû. Heyanî ku hevlên çalakî birêve dibirin xeberê vekişandina çalakiyê dane me, hîn jî me nedizanî ku hevalê Aydin şehîdketî ye. Hevalan çek û rextê wî bi xwe re anîbûn, lê ji ber ku tangê bê navber li me dida, me nekarî ku em cenazê hevalê Aydin bixwere bînin, tişta herî ku em pê êşiyan jî evbû. Dema ku hemû hevalan bihîst ku hevalê Aydin şehîd ketî ye, nedixwestin ku ji cihê çalakiyê bizivirin. Min bixwe jî bawernedikr ku hevalê Aydin şehîdketî ye, ji ber ku min qet bawer nedikir ku hevalê Aydin bi wî rengî şehîdbikeve. Ji ber ku di gelek şer û çalakiyên ku em bi hevre ketinê de, rojekî ew di wan çalakiyan de qet birîndarjî nebûbû. Di nava mede hevala Roken hebû, dema ku bihîst hevalê Aydin şehîdketî ye, digriya û digot ez naxwazim ji vêderê biçim û digot; pêwîst e em çalakiyeke din bikin û tola hevalê Aydin hilînin. Dema ku em ji çalakiyê zivirîn cihê xwe yê destpêkê em lê disekinîn û hemû heval li hev kombûn, bandora şehadeta hevalê Aydin li ser hemû hevalan û bi rengekî berbiçav xuyadikir. Herçiqasî çalakiya ku me lidarxistî bi serkeftîbû jî, lê şehadeta hevalê Aydin ji bona hemû hevalên qada Gabarê û bizavê wendahiyekî mezinbû. Ji ber ku hevalê Aydin, hem di milê hevaltî, jiyan û şêweyê xwe yê şer û çalakiyande xwedî ezmûn û cerbandinên salanbû. Hevalê Aydin bi hemû xisletên xwe tirs û xofeke mezin kiribû dilê dijmin û neyaran jî. Ji ber ku ew di qada Gabarê de mîna pêşengekî bû û di nava gel de jî pir dihate heskirin, hemû pîlanê dijmin jî ew bû ku wî hevalî şehîd bêxîne. Ji bona vê yekê gelek caran bi riya gundiyan dixwestin ku bêbextiyekî bînin serî wî û wî şehîdbêxin, an jî dîlbigrin. Piştî şehadeta hevalê Aydin bi salan jî dema ku ez di qada Gabarê de bi kûve jî biçûman, her ew heval li ber çavê minbû û qet wêne û dîmenê wî hevalî ji ber çavê min qutnedibû. Herçiqas min dikir û nedikir min nedikarî ku ez wî jibîr bikim. Ji lewra min nedixwest ku ez li Gabarê bimînim. Ji bona vê yekê min jixwere digot, ji bona ku ez vê yekê ji ser xwe bavêjim, pêwîst e ku ez derbasî qadeke dinbibim. Herçiqasî li qada Gbarê gele heval li cem me şehîdketin, lê qasî ku ez bi hevalê Aydin bandorbûm û êşiyam, ez dikarim bibêjim ku ez bi hevalekî din wisa neaşiyam.
Şehadeta hevalê Aydin ji min re pir xerîb bû, ji ber wê min ji hevalên ku cihê xwe di çalakiyê de li cem wî digirtin fêrbûm ka ew bi çi awayî şehîdketî ye. Di destpêkê de hevalê Aydin û yekîneya xwe di derî re dixwazin derbasî baregehê bibin. Hevalê Aydin dikeve cihê hişedaran û wan tunedike, lê leşkerên li wan derdoran heyî piştî vê yekê guleyan li hevalan direşînin, di encamê de hevalê Aydin şehîd dikeve û hersê hevalên ku li cem wî birîndardibin, ji wê yekîneyê tenê hevalek saxlem xilasbûbû. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku qada Gabarê mîna kelha qehremantî û berxwedanê tê naskirin. Jixwe piştî çalakiyê derdorê 5-6 mehan ez ji qadê derketim, heyanî wê demê her dem û wextî û dema ku ez bi kûve diçûm, ew heval her tim li ber çavê min bû û qet ji ber çavê min nediçû. Her deverê ku me bihevre lê digeriya û me gelek bîranîn li wan deveran jiyankirî, her gav ew dem û bîskên heyî yek bi yek dihatin ber çavê min. Ji ber şêwazê şer û jiyana hevalê Aydin û nêzîkatiyê wî yê xwe parastinê û hevalê xwe parastin, cesaret, fidekatî hişyaria ku li cem wî peydadibû, min tu caran bawernedikir ku ew şehîdketî ye. Di her çalakiya ku hevalê Aydin cihê xwe têde digirt, hemû hevalan baweriya xwe heyanî dawiyê bi serkeftina wê çalakiyê tanîn. Piştî wê û heyanî ku em derbasî qada başûrbû jî û heyanî îro jî û di her perwerdeyên ku min dîtî jî û di hemû rexên jiyanê de jî, ez her tim li ser jiyan û kesayeta wî hevalî dihizirim û ez dixwazim di her warê jiyan û kesayeta xwede layiqê ked û bexwedana wî hevalîbim. Deha zêdetir jî ji bona tolgirtina wî hevalî ez diketim di nava ked û xebatêde. Di encamê ez dikarim bibêjim ku bandora wî hevalî li ser min dayî çêkirin, ji milekî ve ez gelekî pê êşiyam û ji milekî din ve şehadeta wî hevalî ez gelekî dame hizrandin û ji gelek milan ve dihate xwestin ku ez şopdarê jiyan û xesletên wî hevalîbim. Li gorî vê yekê mirov dikare bibêje ku hevalê Aydin birastî mîna memûstayekî şer dihate naskirin û ji her milî ve destk û alîkarî dida derdorê xwe. Ji ber wê ez dikarim bibêjim ku asta hêz û baweriya ku me ji wan hevalên ku li qada Gabarê û hemû hevalên ku di tekoşînêde şehîd ketîn girtî, em hayanî îro bi wê hêzê dimeşin û xwe li ser piyan digrin û emê heyanî gihiştina serkeftinê û azadiyê şopdarê rêç û doza wan hevalanbin. Herçiqasî di destpêkêde bandora şehadeta hevalê Aydin li ser min birengekî hestewarî bû, lê ez dikarim bibêjim her ku sal li ser şehadeta wî re derbasbûn, hîn bêtir min rastiya kesayet û jiyana wî hevalî hîn baştir derxiste zanebûnê.
Doxan Varto
- Ayrıntılar
Rastiya tevlîbûnê rastiya jiyaneke nû ye, ji ber ku tevlîbûna jiyana gerîla tê wateya tevlîbûna jiyana azad e. ji ber ku azadî bi şikandina qeyd û bendên kuletiyê destpêdike û ketina ser rêya welatê agir û rojê hîn bêtir wata xwe mezintir dibe. Her şervenek ji şervanên azadiyê mîna pepûleyan ji bona gihiştina jiyana azad, bê ku dudilî jiyanbike û li paş xwe meyzêne xwe tavêje hembêza agirê azadiyê û ji bona hûnandina rojên sermedî û bê hempa bi qêrîna azddiyê li ser bedena dîrokê navê xwe bi tîpên zêrîn dikole.
Zane Dîlan jî yek ji van şervanê Rêber APO û şopdarê rêya azadiyê ye. Ji ber vê yekê û ji bona ku ew hemû hêvî û xeyalên xwe yên azadiyê pêkbîne, biryara xwe dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Zane Dîlan di Îlona sala 2009'an de beşdarî nava refên gerîla dibe, jiyan û tevlîbûna xwe ji nava refên gerîla re jî weha tîne ser ziman.
Koçberiya ber bi bajarên tirkan ve
Zana dîlan ji beriya ku tevlî nava refên gerîla bibe, li bajarên tirkan hem dixwend û hem jî kar û xebat di nava ciwanan de dida meşandin. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû ji ber wê, ew î di naskirin û tevlîbûna ji nava refên gerîla re zêde zorî û zehmetî jiyan nekir. Ji ber ku gundê me li gorî bav û kalê min digotin; di sala 1980'an de ji milê dijmin ve hatibû şewitandin û kavilkirin. Ji ber vê yekê malbata zana dîlan koçberî bajarên tirkan dibin, ji ber vê yekê malbat heyanî astekî bi axa xwe ve girêdayî bû û xwedî zanebûna dîrok û nasnameya xwe bû.
Li ser vî bingehî bandora malbatê heyanî astekî li ser me jî bibû û herçiqasî em di temenekî biçûk de li navbera 6-7 salî ji Kurdistanê koçber bibûn. Lê em berû ku derê jî diçûn me ew çand û kelepora xwe ya resen diparast. Lê bandora qabtalîzmê heyanî astekî li ser me hebû û em bi bandor dikirin. Ji ber ku herçiqasî ku tu bibêjê ez welatparêzbûm û min çanda xwe diparast, lê bive neve bandora qabtalîzmê li ser me çêdibû. Ji ber ku bandora wê bi rengekî kûr û zirav li ser me dikir û ev bandor ji malbatê bigre û heyanî dibistan û jiyana ji derveyî male û dibistanê li ser her rexê jiyana me hebû û mirov dikare bi dirêjbûna 24 demjimêran bandora wê li ser me hebû.
Li bermaberî êrîşên qaptalîzmê rêbazên tekoşîn û xweparastinê
Li gorî vê yekê Zana Dîlan ji bona rê û rêbazên xweparastina li bermaberî êrîşên qabtalîzmê dîtinê xwe weha tanî ser ziman. Ji ber ku ew bi xwe xwendevan bû û li zankuyê dixwend, beşê ku dixwend jî girêdayî radyo, sînema û telfizyonê bû, ji ber wê di derheqê çanda qebtalîzmê ji lîbralîzmê bigre û heyanî bandora ku raste rast li ser kesayetê dide meşandin û çanda popolîzim a ku li ser civakê heyanî astekî bandora xwe heye, bi taybet jî di nava xwendekarande ev yek bi rengekî ber bi çav tê xuyakirin. Ji ber van hemû sedemên ku min destnîşankirîn, mirov xwe çiqas li hemberî van êrîşan parastibejî, lê bê goman bandor heyanî astekî hatiye kirin.
Bi naskirina tevgera PKK'ê re rewşa kesayet û civakê
Herçiqasî ku em xwendevanbûn û me di xwendina xwe heyanî zankuyê berdewamkir, lê zanebûna me têrê nedikir ku em rastiya şerê taybet yê ku pergal li hemberî me dide meşandin derxînin zanebûnê û li hemberî wê şer bidin meşandin, ji ber ku em xwe heyanî astekî di bin bandora wê pargalê de bûn. Lê bi naskirin bîrdozî, jiyan û çanda PKK'ê re rewşa jiyana me bi tevahî hate guhertin û em ji gelek tiştên ku li derdorê me dihatin jiyankirin û bandora xwe yekser li ser me dikirin hayil bûn û mîna ku mirovek ji nava xewn û xeyalan dakeve ser zemînê rasteqîna jiyanê, em jî bi naskirina PKK'ê re em jî ketin ser rêya jiyaneke nû û êdî me li her tiştî bi çavekî cuda dimeyzand. Li gorî vê yekê piştî ku Zana Dîlan naskirina wî ji tevgera PKK'ê re çêdibe û dikeve nava kar û xebatê ciwanan de, hîn bêtir nêzî rastiyên jiyana PKK'ê dibe û her dixwaze ku van rastiyên heyî di nava hemû şagirtên dibistanê de jî belavbike. Ji ber ku di bin bandora şerê taybet û serweriya dijminekî de û bi dirêjiya 24 demjimêran ne tiştekî hesane ku mirov xwe ji wê bandore rizgarbike. Ji ber ku dijmin hem ji milê çandî, civakî , aborî û hemû rexên girêdayî jiyanê bandora xwe li ser me dikir. Li gorî vê yekê dijmin li her deverî hem bi rêya çewsandinên fîzîkî û hem jî bi rêya sîxuê xwe fersend nedida ku mirov bi hesanî kar û xebatê bide meşandin û xwe ji bin bandora gergalê rizgarbike û her dixwest ku hemû deriyan li pêşiya ciwanan biger û nehêle ku ciwan li dîrok û rastiya xwe vegerin û rastiya nebenî ya pergala serdest nasbikin.
li bermberî şerê taybet berxwedana ciwanan!
Li gorî ku Zana Dîlan dide xuyakirin, pargala serdest ji her milî ve serdestî û çewsandina xwe li ser ciwan, jin û civakê dide meşandin û bi hemû rengan vê siyaseta qirêj dide meşandin, ji îşkence û binçavkirinê bigre heyanî kuştinê jî dide meşandin. Ev yek hate serê me bi xwe jî û dema ku me xwest ku em di hindirê zankuyê de bi zimanê xwe bipeyîvin û bixwînin em rastî gelek lêdan û îşkenceyê hatin. Ji ber ku sistema ser dest bi hemû rê û rêbazên ku dide meşandin dixwaze civaka Kurd mîna kerîkî pez bi rêve bide meşandin û tişta ku dilê wî dixwaze bi serê vê civakî bide meşandin. Ji ber vê yekê Zana Dîlan helwesta dewleta tirkan û şerê wê yê taybet ê ku li hemberî ciwan û jinan tê meşandin bi kulekirina û bê îradebûna civaka ve ev yek da girêdan. Ji ber ku asta tekoşîna ku gelê Kurd gihiştiyê dewleta tirkan kiriya nava tirs û xofeke mezin de, ji bona vê ew mîna marekî birîndar lê hatî ye û êdî serê xwe li dîwaran dide. Lê ew çi bike bile bike, ji ber ku çara vê yekê nîne, gelê Kurd jî ne ew Kurdê berê ye û heyanî astekî gelê Kurd bûye yek û êdî dijminê xwe beş naskirî ye û rêya xwe ya azadiyê jî baş naskirî ye. Li ser vî bingekî hevalê Zane Dîlan anî ser ziman ku ji ber wan xwestî ye di hindirê zankuyê de bi zimanê xwe biaxivin û daxwaziyên xwe yê serbestkirina zimanê zikmakî anîne ziman, ji ber vê yekê ew avêtine hindirê zindanê de û şeş mehan di zindanê de jiyana xwe derbaskirî ye.
Zindan cihê berxwedan û avakirina kesayetê ne.
Jiyana zindanê ji bona min bû ezmûneke gelek mezin, ji ber ku min di hindirê zindanê de hîn bêtir kesayet û hêza xwe ya tekoşîn û berxwedanê hîn bêtir naskir û ez dikarim bibêjim ku ketina min a zindanê bû sedemê tevlîbûna min ji nava refên gerîla re bû. Ji ber ku min di hindirê zindanê de hîn bêtir rastiya sistema serdest naskir û hîn bêtir rastiya şerê taybet yê ku li bermaberî civak û ciwanên Kurdan tê meşandin derxiste zanebûnê û girtîgeh ji bona min bû bingeh ji bona gihiştina bîrdozî û hîn bêtir naskirina kesayetê. Li gorî ku Zana Dîlan anî ser ziman dema ku ew di nava pargalê de bû, gelek rastiyên heyî herçiqasî ku bi çavê xwe didît û pêre jiyandikir, lê dema ku ew di hindirê girtîgihê de û bi dirêjiya şeş mehan hîn bêtir rastiyên girêdayî pergala serdest û şerê wê yê taybet derxiste zanebûnê û xwe li beramberî wê pergalê jî hîn bêtir hazir û amedekir. Ji ber ku dema mirov hîn nêzîkî dijminê xwe dibe û rastî hemû rêbazên ji derveyî mirovahiyê yên ku li beramberî mirov têne meşandin tê, bê goman wê demê hîn zêde hêza vîn û tekoşîna mirovan derdikeve pêş û tişta ku tê meşandin mirov nikare bipejirîne û li bermaberî wê şer û tekoşînê nede meşandin.
Ciwantî azdî ye!
Li gorî ku zane Dîlan dayî xuyakirin, dijmin ji derveyî dîwarên pergala ku dayî avakirin, fersendê jiyanê nade tu kesî. Ji ber wê jiyan li mirovan kirî ye mîna dojehê. An tê vê jiyana ku ajal jî napejirînin bipejirîne, an jî jiyan di nava vê pergalê de ji bona te nîne. Ji ber vê yekê mirovê ku bixwaze bi romet û azad bijî pêwîste ku berxwedan û tekoşînê bide meşandin û xwe bighîne çiyayên azad. Ez jî mîna gerîlayekî HPG'ê neha cihê xwe li serê çiyayên azad û di nava şervanên azadiyê de digrim. Li gorî vê yekê bengewaziya min ji bona ciwanan ew ku di giraniya kar û xebatên ku didine meşandin de bin, ji ber ku meşandina şer û tekoşînê li bermberê dijminekî ewqas zalimane ne tiştekî hesane û mirov nikare vê yekê bi kesayeta ku sistemê bi xwe dayî avakirin pêkbîne. Li gorî vê yekê pêwîst e ku ciwan hîn bêtir rastiya sistema serdest nasbikin, li bermaberî wê jî rê û rêbazên şer û tekoşînê jî hîn bi rêk û pêk bidin meşandin. Ji ber ku hemû meseleyê şer û tekoşînê, pêwîst e ku bi kûrahî û ziraviya xwe li ber çavan werin girtin, ger ku bi wî rengî nebe, ew şer û berxwedan ne gengaze ku serkeftinê bi xwe re bîne holê. Ji ber vê yekê dema ku mirov rastiya jiyana PKK'ê dide ber çavan û vê bandora wê li ser civakê binirxîne, wê demê mirov dikare bibêje; heyanî ci astê rastiya jiyana gerîla û PKK'ê û Serokatiyê ji milê civakê ve drketî ye zanebûnê û li gorî wê tevgera hemû beşên civakê bi rê ve dimeşe. Ji ber vê yekê pêwsît e ku her mirovekî Kurd û bi taybet jî her ciwanekî Kurd vê yekê ji xwe bipirse û jiyana xwe li gorî wê di ber çavan re derbasbike.
Ango pêwîst e ku ev çand were jiyankirin û bibe malê ker kesî, li gorî wê geleke mirov xwe tevlî kar û xebatê bike û hêza xwe mezintir bike. Mesele ne ew e ku mirov tevlîbûneke bê fikrandin an jî bi çavkorî çêbike, lê ji berî her tiştî pêwîst e ku mirov rastiya jiyan, bîrdozî, felsefe û hevaltiya PKK'ê û Serok APO nasbike û dema ku me ev yek naskir wê demê kes nikare rêya me ya azadiyê bige û li gorî xwe me bimeşîne. Ji ber ku ev çand hêza xwe ji mirovatî, bîrdozî û cewherê xwe yê wekhevî û azadiyê digre. Lê ev hemû nirxên heyî jî bi rengekî hesanî nehatine avakirin, ji ber ku hemû bi nirxê xwîna şehîd, Serokatî, gerîla û gelê berxwedêr hatiye avakirin û bi bedelên giran buha hatiye avakirin. Li gorî vê yekê dema ku mirov li dîroka xwe û bi taybet jî li dîroka PKK'ê lêkolîn bike mirovê bi rengekî baş vê rastiyê bibîne. Ji ber ku em di her rojekî de şehîdan didin û her posteke axa Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatî ye avdan. Dema ku ev hemû yek neyên naskirin, bê goman tevlîbûneke bi hêz û rast drnakeve holê. Her ciwanê Kurd geleke zincîrên kuletiyê biqetîne û mîna mirovekî azad tevbigere û vê jiyana ku ji mirinê xirabtir e ji bona xwe nepejirîne. Ji ber wê Zane Dîlan anî ser ziman ku her ciwanê Kurd yê ku ji bona xwe jiyana kuletî û bindestî nepejirîne, pêwîst e ku berê xwe bide çiyayên azad ji ber ku çiya cihê mirovên azad û bi romet e.
Li gorî vê yekê dema ku em li roja me ya îro jî dimeyzênin, li beramberî hemû hewldanên me yên aşîtî û çareseriyê lê sistema serdest û pergala qebtalîst ji derveyî şidet, îşkence, tesfiye û şer bi tu zimanê din nizane û mîna mirovê ku çavê xwe ji hemû rastiyên heyî biger dimeşe û derdorê xwe xiradike û jiyan li gelê Kurd kirîye mîna dojehê, li milekî oparesyonên siyasî û leşkerî bê navber didomin, li milekî din jî vîna gelê Kurd li ber çav nayê girtin û mîna mirovan lê nayê meyzandin. Dema ku her Kurdek û bi taybet her ciwanekî Kurd vê yekê nebîne û ne nirxîne û tekoşînê li hemberî wê neke, tê wê wateyê ku rastiya pergalê nehatî ye naskirin û ew jiyana koletî ji bona xwe pejirandin e.
Di dawiyê de Zane Dîlan bawerî, hêvî û haziriya xwe ji bona tekoşîn û berxwedanê anî ser ziman û ji bona hemû ciwanê Kurd da xuyakirin ku pêwîst e her tim hazir û amedebin, ji ber ku em derbasî rewşeke nazik û hesas dibin, dema şerê şoreşgerî, ango dema şerê hebûn û tunebûnê dema serferbelikê û geleke her ciwanekî Kurd cihê xwe di nava vî şerî de bigre û ji bona gelê Kurd rojên dîrokî bi dengê azadiyê li ser bedena Cûdî, Zagros û Gabarê xêzbikin.
Bi hêviya rojên xweş û azad.
Hamid Dêrik
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji 17’ê Pûşberê û vir ve li Çewlik li dijî herêmên Hafsari, Xecû, Hebûn û Koykent ku bi ser navçeya Xorxolê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyon hatiye lidarxistin. Bi taybet operasyon piştî saet 23.00’an de bi renge kemînan berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22’ê Pûşberê de diderdora saet 11.45’an de li Dersimê li dijî maşîneke polîsan ya li ser riya Dereovayê ku bi ser navçeya Qislê ye ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya ji aliyê gerîla yê me hatiye lidarxistin du polîs ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22’ê Pûşberê li navçeya Colemergê Şemzînanê, li dijî bejahiya gundên Nêrdûşa û Kolê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek yek rojî hatiye lidarxistin. Di çarçoveya vê operasyona Artêşa TC’ê ji aliyê leşkeran pezên gundiyan hatiye desteserkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20’ê Pûşperê de li bejahiya navçeya Colemergê Çelê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera gerîla yê me û Artêşa TC’ê de pevçûnek qewimiye. Di encama van pevçûnan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.
- Ayrıntılar
Di 13'ê Pûşperê de di navbera saet 22.00-24.00'an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şeşdara, Geliyê Pisaxa û Gundê Heftenînê ku bi ser Heftenînê ne ji aliyê Artêşa TC'ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 16’ê Pûşperê de li Çewlikê li dijî herêma Hamamlar ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon a di 17’ê Pûşperê de bêencam paş de zîviriye, lê hîn jî li herêmê yekîneyen veşartî hewldanên keşf û kemînan tê lidarxistin.
- Ayrıntılar