Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 19’ê Adarê di demjimêr 15.00’an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zap'ê de, herêma Çiyayê Reş ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Viyan Kendal : Di serîde ez Newroz’a Serokê me, gelê me û tevahî mirovên aşîtî xwaz pîroz dikim. Newroz ji bo gelê Kurd wateya xwe yê pir girink heye. Di dîroka gelê Kurd de pêngavên pir nû avetin. Di vê pêngavê de, gel şiyar bû û çavên xwe ji rastiyê re vegirin. Kawa’yê Hêsinkar pêşengtî ji gel re kir û gelê Kurd berbi rojên azad ve birin. Pêşengtîya Newrozân her bi lehenga kir. Ji Kawayê Hesinkar heyanî kawayê hemdem Mazlum Doxan wek kevneşopekî xwe da berdewamkir. Wan pêşenga gelê Kurd bi vîn kirin, bi rexistin kirin û kirin xwedî hêz. Gelê Kurd li pey pêşengê xwe ket legera heqîqêtê û jiyanekê nûye. Ji ber ku Newroz di hundirê xwe de nûbûyîna di hewîne. Newrozâ 2013’yan jî wê misoger bibe Newroza azadiya gelê me û rebertiya me. Hemu hêvî me jî ewe ku, gelê me Newroz’a vê salê pir bi coş û bi hêztir pîroz bikin. Baweriya me ewe ku, di vê Newroz’ê de wê gelê me peyamên pir xurt bidin hemu neyarên me. Em jî wek şervanên azadiyê bi taybet jî wek jin, soz didin ku emê tu carî rê nedin ku agirê azadiyê were tefandin.
Dorşîn Garzan : Newroz roja vejînêye. Agir jî, ji bo gelê Kurd pir pîroze. Newroz roja berxwedaniya Kawa’yê Hêsinkar li hember Dehaqane. Bêguman vê berxwedaniyê xwe ji nude avkirin û xwe ji koletiyê derxistin da avakirin. Agir jî, ji bo tarîtiyê bû ronahî. Ev ronahî bû çurusk kete nava dilê mirovên azad de. Ev çurusk her çû mezin bû û bu rihê rêheval Mazlum Doxan, Rehşan, Zekiye, Bêrîvan, Ronahî hwd. ev rêhevalane bûn şopdarên Kawa’yê hêsin kar. Ji bo rumeta xwe, yê gelê xwe, ji bo jiyanek nû ne helan agirê azadiyê bi tefe. Dema tê gotin Newroz xweşik bûyîn, azadî, wek hevî, hestên mirovahîyê, afirandina jiyana nû û xwe naskirin dikeve bîramin de. Ji bo wê pêwîste em hemu xwedî li vê rojê der bikevin. Wekê hêzên YJA Star emê her tim xwe dî li dîroka xwe derbikevin, emê jî bibin şopdarên van hevalên pîroz. Wek milîtanên Rêber APO jî, em soz didin ku emê van nirxên xwe yê pîroz her tim bi parêzin. Emê her tim, di xeta jiyana rast de bimeşin û serkeftina bi dest bêxin. Ji bo em xwe bigihîjînîn ronahî û azadiya agir pêwîste em xwedî li Rêberê xwe û rêhevalên xwe yê Şehîd derbikevin û azadiya Rêberê xwe misoger bikin. Em ji bîr ne kin ku Rêberê me, em ji xewa mirinê şiyar kir. Ji bo vê yêkê di serîde ez vê roja pîroz li Rêberê me û tevahî gelê me pîroz dikim.
Ekin Devrim : Ez beriya her tiştê vê rojê di serîde li Serok APO û tevahî gelê me pîroz dikim. Newroz vegotina jiyana nû û xweşik bûyînê ye. Ji bo gelê Kurd bi taybet derketina tevgera PKK’ê Newroz bû nîşna berxwedanî, azadî, wek hêvî û serî rakirina li hember pergalên desthilatdarî, koletî û mêtingerî. Ji bo vê yê kê, di nava gelê Kurd de Newroz pir bi coş tê pîroz kirin. Çawa ku xweza dinava xwede li hember nû bûyîna derî vedike û di hûndirê xwe de nû bûyîna di hewîne, ji bo me jî azadiya xwe ji nûde afirandine. Çawa ku berxwedaniya Kawa’yê Hêsinkar, bû berxwedaniya Kawa’yê hemdem Mazlum Doxan, Zekiye Alkan, Rehşan vê çanda berxwedaniyê dan berdewam kirin, rêheval Sara, Ronahî û Rojbîn jî berdewamiya wê dan meşandin. Bêguman, ev berxwedanî bi birdozî û felsefeya Rêber APO li hember jiyana nû û azadî dayî pêşxistin de ji nû de şîn bû. Ya rastî jî, ji bo gelê Kurd her roj bu roja berxwedanî û Newroz’e. Em bi vê awayî wate didin Newroz’ê. Weke jin jî, ev roj ji bo jin jî ji nû de avakirina çanda xudawantiyê, cîvak bûyînê û li nirxên xwe xwedî derketine ye. Weke jin di van çiyayên azad de Newroz pîroz kirin di be sedema ji nû de zivrandina cewhera xwe. Wekê jinekê gerîlla, em di bêjin ku emê hemu rojên xwe bi rih û rengê Newrozê derbasbikin. Eme li wî rihê berxwedaniyê û çanda wê xwedî derbikevin û di xwe de jî bidin avakirin. Hêvî û baweriyên me ewe ku em dilê xwe her tim bi coşa azadiyê û renge Newrozê tijî bikin.
- Ayrıntılar
Nav û paşnav: Cûneyt AYDİNLAR
Navê kod: Hebûn
Cîh û dîroka ji dayikbunê: Amed- 1971 an
Dîroka tevlîbûna têkoşîne: 1991 an
Di dîrokê de cara yekem mirovahî li Mezopotamya di şaristaniyê de gav avêt, îro dîsa dixwazin Mezebotamiya bixeniqînin. Welatê Kurdistanê li derûdora dîrokeke weha dizîvirê. Zalimên ku birçiyê mirine ne, herdem li hemberî xwe berxwedanî, serî rakirin û leheng dîtine. Evin zarokên Mezebotamiya ne, wê di dîrokê de zarokên berxwedanî û serî rakirine werin bibîranîn.
Di her perçekî welatê me de, di gundan de, di herêman de; îxanet, serî rakirin û berxwedanî wê bibe dîrokek. Rolê Amedê jî di dîrokeke weha de heye. Partiyê kongrê xwe yê avakirin li vêderê lidarxistiye, di demekî kin de dibe xwediyê hêzekî mezin. Di derbeya 12 ê Îlonê ya faşîst û leşkerî de, ji bo hêviyên gelê me bitefînin, dîsa berê gelê Kurd dane mirine. Lê belê dîrok xwe dubare nake, ger dubare bike wê derewekî gelekî mezin be.
Hevalê Hebûn, di şert û mercên 12 ê Îlonê de ji dayîkbûye. Ji wê derbeya 12 ê Îlonê yê herî kêm ji wê bandor bûye û herdem li hemberî wê xebitiye ku têkoşîn bike û bertekên xwe bi rêxistin kiriye. Hevalê Hebûn zarokê mezin yê malbatê ye. Bi roxmî ku di malbata xwe de serbest mezin bûye, lê belê ticarî ji pirsgirêkên civakê dûr nemaye. Hevalê Hebûn yê dilê wî tejî welatparêzî, rêxistin hîna di temenê wî yê biçûk de bala wî dikişîne. Wî şoreşgerên kevn jî dikişand milê xwe, di pêvajoyekî ku zanebûn ketibû astekî herî jêr de, hevalê Hebûn yê xwendevan û lêgervan vê yekê bi hevalên xwe re parvedike.
Hevalê Hebûn dibistana navîn û lîseyê li Amedê bi dawî dike, di dersan de serkeftina wî û kesayeta wî ya pijiyayî di nava hevalên xwe de tê hezkirin. Lê belê dersên wî ticarî li pêşiya hestên wî yên şoreşgerî û welatparêzî negirtine. Hestên netewî çiqasî kûr dijî, mumkine ku mirov di vê mînakê de bibîne, “ em rojhilatî nînin, em Kurd têne naskirin. Hatine wextê axaftine; kêmasî ji me ye, diviya me we livêderê nepejirandibane, lê belê ew wext jî were û ev yek wê pêkwere,” çawa mamosteyên xwe bê deng kirine, weha kerha xwe ya li hemberî desthilatdariyê tîne ziman. Di wê kêliyê de dibe dengê dilê gelek hevalên xwe, gelekî bandor dike û hestên xwe yên welatparêziyê dike dilê hevalên xwe de jî.
Dîsa, di rojên rêxistinê yê girînge de misoger ji hevalên xwe dixwest ku çalakî lidarbixînin, ji bona çalakiyê hemû hêza xwe xercdikir û gelekî hewldida. Bi vê yekê moral û bawerî dida hevalên xwe. Ji hevalên xwe re weha digot “ em tiştekî jî nekin, herî kêm em sire û camên dibistanê bişkînin, em roja xwe vala derbas nakin.”
Piştî ku hevalê Hebûn lîseyê bi dawî dike, diçe ezmûnên zanîngehê. Hedefê wî yê bingehîn ne zanîngehê bi dawî bike, bibe xwediyê karekî û ji dewleta Tirk re karmendîtiyê bike, berevajî wê armancê wî ew bû ku zanebûna zanîngehê û ronakbîriya wê ji bo têkoşîna rizgarbûna netew bikarbîne û wan tevlî xebatên têkoşîne bike. Bi vî armancî hevalê Hebûn sala 1990 î zanîngeha İstenbulê ya aborî qezencdike.
Çawa tê İstenbulê bi şagirtê şoreşger û welatparêz re dikeve nava têkiliyan de. Di demekî kin de ciyê xwe di hundirê xebatên şoreşgerî de digire, tevlî çalakiyan dibe û ji xebatên ciwanan re rêbertiyê dike. Di demekî kin de bi wan taybetmendiyên xwe yên hewldayîna cewherî û têkoşer xebat gihîştina vê astê, bala herkesî dikişîne.
Taybetmendiyekî wî ya mezin jî ev bû; berxwedaniya wî ya li hemberî jiyana Metrepolan ya ketî û bi dawî bûye. Bi taybet li hemberî têkiliyên burjuvaya biçûk gelekî bi bertek bû û li hemberî vê yekê şerkiriye. Gelekî xweş rêxistin dikir. Ciwanên ku bi wan re têkilî daniye, bi qasî ku rabikin erk dida pêşiya wan, û weha ew dikişandin nava têkoşînê. Hevalê Hebûn li beramberî rexneyan gelekî dilnizim bû. Bi taybet wexta ku hevalên nû rexnedikirin, ger ew rexne ne rastbane jî, tenê ji bo hêz bide wan, jidil û bi rêz nêzdibû. Bi dilsozî û durûstî şopdarê gotinên xwe bû. Di têkiliyên xwe de bi pîvanên fermî nêzdibû, cidî, pijiyayî û bi pîvan bû, ev yek jî dibû sedema ku heval bi rêz nêzî wî bibin. Hevalê Hebûn tiştek nizanîbane, misoger heyanî lêgerîn nekiribane û fêmnekiribane, nedigot, di tiştên digot de xwe dida qenaet kirin û weha ji derdora xwe re digot. Wekîdîtir jî milê wî yê leşkerî û çalak gelekî bal dikişand. Bi dijmin re ketibû nava pevçûnê de, kesayetekî dilawer, wêrek û çalak bû.
Hevalê Hebûn sala 1993 an diçe saha Rêbertiyê. Bi perwerdeya ku di vê herêmê de dibîne, hêz li ser hêza xwe zêde dike û berpirsyariyên mezin digire ser milê xwe. Piştî ku perwerdê dibîne, carekî dîtir diçe xebatên siyasî li İstenbulê dide meşandin.
Piştî ku demekê li İstenbulê xebat dide meşandin, sala 1994 an ji milê dijmin ve dîl tê girtin. Bi roxmî ku wî bi hemû şêweyên işkencê re derbas dikin, heyanî dawiyê nûnertiya berxwedaniya PKK ê dike. Yek gotinê bi lêvnake û dibin wê işkencê de şehîd dikeve. Ji bo em xwedî li berxwedaniya wî derbikevin emê heyanî dawiyê rêka wî bişopînin.
Hevalê wî yê têkoşîne
- Ayrıntılar
Sal 1994 bû. Em yekîneyeke hevalê jin li Botanêbûn û li herêma Bestayê diman. Jixwe di zivistana sala 1993- 94 an de artêşa jinê yekemîn yekîniyên xwe didane avakirin. Di dawiya sala 1993’ yan de ji bona avakirina artêşa jinê fermana Sreokatiyê hat û her heremeke Botanê hêzên wê bi şiklê yekîneyan disekinîn. Ev yekîne hemû hatin komkirin û rêxistineke wisa hate çêkirin. Li Cûdî yekîniyek hebû, li Besta yekîneyek hebû û li Heftenînê jî du yekîneyên hevalên jin hebûn. Li Garisa yekîneyek, li Beytûşebabê jî yekîneyeke hevalê jin hebû. Di wê demê de hijmara yekîneyan pir zêde bûn. Hijmara yekîneya me ya herî biçûk bi qasî 80 ê kesî bûn. Di wê demê de li Besta yekîneyeke tabûra bi liv û lebat hebû. Em jî weke yekîneya bi tevger a Bestayê bûn. Di sala 1993’ yan de em taximeke hevalên jin hebûn. Di şer de tecrûbeyên me çêbibûn. Lewra taxima parestinê ya biryargeha Botanê û hevalê jin ji qadên dîtir jî hatibûn, me xwe weke yekîneyeke bi tevger birêxistin dikir. Me di zivistanê de zêdetir perwerde didît. Çi di hêla bîrdozî û jiyanî de be, çi jî di hêla rêxistinî de be. Piraniya xwe em li ser armencê avakirina artêşê disekinîn. Çima artêşa jinê hate avakirin? Armenc ji avakirina artêşê çi ye? Mirazê Serokatî ji avakirina artêşa jinê çi ye?
Di çarçoveya dahûrandinên Serokatiyê yên li ser artêşbûna jinê, me perwerde didît. Em hemû hevalên jin bi coşeke mezin û bi heyecaneke mezin me xwest em fêhimbikin û di piratîkê de gavên saxlem bavêjin. Li ser vî esasî ji bo beharê me xwe amede kir. Li hemû qadan hevalên jin di mijara artêşbûna jinê de xwedî heyecan û kêfxweşiyekêbûn. Rexmê ku di derbarê artêşbûna jinê de fêhimkirineke zêde nebû û kêmahiyên me hebû jî lê dîsa ew heyecan dihate jiyan kirin. Ji ber ku mijar ji me re nû bû, dihate gotin: Emê çawabikin?
Di buharê de em çawa ketin piratîkê de, oparasyonên dijmin jî bi awayek pir berfereh destpêkirin. Li Gabarê oparesyonên dijmin destpêkirin. Ji ber wê jî ev yek ji bo me hevalên jin tecrûbeya yekem bû. Hêzên jin ji bo ku derbekê nexwin, me li hemû qadê hevalên jin bişiklê taximan bi cîhkirin.
Berê şêwazê tevgerkirina me manga bûn. Lê belê di wê demê de me terzê tevgerkirina xwe guhart û me kirin taxim. Di şer de tecrûbeyên hevalên jin jî hebûn. Lewra yekîneyên xwe belav nekirin. Me jî weke sê taximan bi hev re tevger dikir. Taximeke me bi tabûra bi tevger re berbi erkekî ve çûbûn. Em du taximê mabûn jî, hijmara me 57 kes bûn. Em jî li herêma Besta diman. Ji cihê me re digotin Mêrgamar. Em li wê qadê disekinîn û tu hêz jî nêzî me nebûn. Tenê hêzên biryargehê bi qasî çar demjimêran dûrî me bûn. Hêzên dîtir pir ji me dûrbûn. Lewra erkê me ew bû ku ji bo dijmin nekevê qadê de em parestina qadê bikin. Me xwe ji bo çalekiyên xweser jî amededikir. Cihê ku em lê diman hedefê dijmin ê herî nêzî me gundê cerdevananbû. Ji wan re digotin çetê Osiyan. Ew pir harbûn û erdîngariya qadê baş nasdikirin.
Di payîzê de hevalan bi giştî gundê van cerdevanan dorpêç kiribû. Ango berî ku em pilanê çêbikin û çalakî li ser wan bikin, dorpêç kirina Osiyanê pêk hatibû. Vê dorpêçê bi qasî deh rojan dewamkir. Hevalên jin jî, di vê dorpêçkirinê de cîhê xwe digirtin. Ji ber vê yekê me digot: Pêwîst e em derbekê teqez li wan çetan bixin. Van cerdevanan li hemberî gerîla û şoreşgeran gelek bi xirabî tevdigeriyan. Ji ber wisa pêwîst e em derbekê li wan bixin. Em bi vê çalakiya xwe pir bi israr û bawerbûn. Di heman demê de hedefên nêzî me ew bû. Herêma Mêrgemarê devereke xwediyê daristanên pir geşbû. Te ji daran nikarîbû tevgerê bikî. Cihê ku em lê diman pir tarîbû ji lewra te nikarî di nav de bimeşî. Lê belê cihê ku ew lê diman wisa nebû û rûtbû. Pir caran hevalê biryargeha Botanê em şiyar dikirin û digotin: Heval dibe ku ew çete carekî werin nobedarên we bidest bigrin û hûn qet bi xwe jî nehesin.
Me jî dixwest ku berî ew werin derbê li me bidin em derbekê li çetê Osiyan bixin. Em rabûn me di nava xwe de nîqaşkir, me got ka emê bi çi awayî biçin ser wan. Ji ber ku çûyîna ser wan ewqasî hêsan nebû. Di payîzê de em weke 6 tabûran çûne ser wan de û çalakî lidarxist. Niha jî em yekîniyekî hevalê jinin, lewra pêwîst dike em baş keşif bikin û xwe amedebikin. Ji ber ku ev çalekiya me ya xweser a yekem e û pêwîst e em wendahiyan nedin.
Pêre jî derdê me ew bû; yekîniyên hevalê jin yên xweser nû hatibûn avakirin. Ji ber wisa pêwîst e em bi serkeftî vê çalekiyê bikin. Çi di hêlê jiyanê de be, çi di hêlê çalekiyan de be û çi jî di hêlê taktîkî de be her tim pêşengî ji yekîniyên bi tevger tê xwestin. Ev erk û misyon ji me dihate xwestin û pêwîst e em di qadê de vî erkê xwe bi cih bînin. Erkekî mezintir ji yekîniyên me yên hevalê jin dihate xwestin. Ji ber ku artêşbûna hevalê jin nû hatibû avakirin. Me çend caran komên keşfê derxistin. Piştre me dît ku du girê wan hene. Wan cerdevanan jî mîna me ji bo parastinê gir digirtin. Pezê wan jî hebû û dema ku dihatin bêriyê û pezên xwe didotin, ji tirsa re, berya her tiştî nobedarên xwe derdixistin. Bêrî jî bi wan re dihatin. Bêrîvana li wê derê pezên xwe didotin. Hişedarê wan jî BKC û MG-3 bi xwe re datanîn li serê gir û bi wî rengî paristina xwe dikirin. Heta ku şivanê wan cesaret dikin ku werin ber sewalê xwe. Me jî pîlan kir ku em êrîşê ser wan hişedarên ku têne parestina pezdikin, bikin. Du gir digirtin, yek jê dûrbû û nêzî gundbû, lê yek jî weke bereya pêşbû û henekî ji gund dûrbû. Girê ku digirtin biçûkbû, derdorê wê vekirîbû û zozanbû. Lê belê buharbû û giya digihişte bedena mirovan.
Me keşfa xwe kir, carna hijmara wan zilamên ku dihatin ew gir digirtin deh kesbûn û carnan jî kêmtirinbû. Me ji xwe re digot ev hedefekî baş e. Me ji nêz ve keşfa wî girî kirbû û me pîlankir ku em bi şev xwe têxin hindirê gir de û em xwe di cihê saxlem de veşêrin. Dema ku cerdevan hatin serê gir û ji beriya ku bighîjin serê gir, wê demê emê li wan bixin. Me pêre parestina hevala jî amedekiribû.
Di berbanga sibehê de û di demjimêr 3’yan de me keşfa xwe temam kir. Mangekî hevalê jin ji bo çalakiyê hatibûn amade kirin. Yekîneyeke hevalên jin jî di parestina wan de bû. Me taximek danîbû parestina fereh û bi vê awayi heval ji cihê çalekiyê hetanî cihê me, di hindirê çeperan de birêzkirîbûn. Cihek hebû nêzî cihê çalakiyêbû, me jî li wir çalakî bi rê ve dibir.
Heval çûn û cihê xwe girtin. Bi rêya bêtêlê danûstendina me bi hevalan re hebû. Hevalan ji me re digotin: Me cihê xwe girtiye. Em ketibûn nava tirsa ku çete wê rojê neyên. Eger ku neyên em nikarin lêbixin. Ji ber hedefê me ne sabitbû. Piştre me dît hîç hedefê xwe şaş nekirin û di demjimêr neh û nîvan de çete ber bi cîhê xwe ve hatin. Di pêş de heyanî ku nêzîkî girbûn bi maşînê hatin. Piştre peyabûn û çûn ku herin serê gir. Piştî wê maşînê maşînekî dîtir jî hat. Ew maşîn tijî bêrîvan bûn, ji bo dotina pez hatibûn. Hîna bêrîvan peya nekiribûn, me îşaret da hevalan. Me got: Di wê maşîneya dîtir de bêrîvan û bi tevê wan jî zarok hene, bila agahiya we he be, hişyar bin hûn li medeniyan nexin. Di destpêkê de wê çete werin serê gir. Ev rabûn ber bi tepa ve çûn, ewan jî mîna me diçûn çalekiye û wekî me tevdigeriyan. Wekî du baskan tevger dikirin, çar bi çar çûn û du kesan jî parestina wan dikirin. Li ser milê wan BKC hebû.
Ew gava nêzî hevalan bûn, di navbera wan û hevalan de çar gav mabûn, wê kêliyê hevalan li wan xistin. Dema ku dengê çekan hat, ev çete wekî hovan, hema ketin nava tevgerê de. Heta jinên wan jî ji tiştekî neditirsiyan. Carekê dema ku heval çalekiyê li ser wan dikin, jinê van çetan jî bi çek û bi pêlavan êrîşî hevalan dikin û li pey hevala dikevin. Hevala dema ku li wan xistin du kesan parastin dikirin, van herduyan xwe teqle kirin û xwestin parestinê bikin. Pêre jî jin û zarokên wan hemû ketin nava tevgerê de. Qîreqîra wan bilindbû. Me rabû ji hevalan re got: Xwe bikşînin û neçin ser wan çekan û neyînin.
Piştre me bi rêya cihazê ew guhdar dikirin, kuştî û birîndarê wan çêbibûn. Ango zerar dîtibûn. Lê belê ev çalakiya me ya xweser bi serkeftî derbasbû. Berê jî destê wan di xwîna hevalan de hebû. Di wê demê de derbekî wisa li Osiyan xistin, ji bo me serkeftinek bû û pêwîstbû ev çalekî werê kirin. Dema ku hevala xwe paş de kişandin, ewan jî dane pey hevalan û bi rêya bêtêlê dizanîbûn hevalê jin birêve dibin û ê ku ev çalekî kirine tev de hevalên jin in. Ji ber wisa li ser bêtêlê pir gotinên xirab ji me re digotin. Van çeteyan bêtêla xwe dabûn jinên xwe û jinê wan digotin: Em werin emê xortê we bibin, behsa hevalê xort dikirin. Me jî bersiva wan ne dida.
Piştî çalakiyê me kemîn avête pêşiya wan. Me jî dixwest ku ew werin û em derbekî dîtir jî li wan bixin. Pevçûnê hetanî êvarî dewamkir, heval jî bi wan re ketibûn nava pevçûnê de. Lê belê dema ku dîtin ji bin kontrolê de derketine vegeriyan. Bê ku dijmin derbikevê heremê, roja dîtir piştî çalakiyê, hêzên dijmin jî anîn û dest bi operasyonê kirin. Lê belê ji herema xwe derneketin û nêzî qada ku em lê diman nebûn.
Ev çalakî ji bo me serkeftineke mezin bû, ji ber ev çalakiya xweser a yekem bû. Piştre ji rêveberiya qadêre tekmîl hate dayîn û hate gotin: Hevalên jin bi serê xwe li hemberî çetê Osiyan çalekî kirin e. Evî jî bandorekî mezin li ser heremê û li ser hemû hevalan kir û herkesî ji me re got: Em ditirsiyan ku ew çete derbekê li yekîneya we bixin, lê belê hûn berî wan ketin tevgerê û we çalakî kir.
Hevalên jin ev çalakî bi serê xwe kirin. Ev çalakî di buhara sala 1994 ê de hate kirin û yekîneya şehîd Mizgîn ev çalakî kir. Hinek ji wan hevalan hîna saxin û hinek ji wan hevalan jî şehîd ketine. Hevala Rewşen hebû. Ev heval ji Rihanîkê bû. Hevala Rojda jî ji Şirnexê bû. Hinek ji wan hevalan niha cihê xwe di xebatê YJA STAR de digrin. Ev çalakî arîşen (moral), coş û baweriyeke pir mezin bi jinê da qezenc kirin.
Sozdar Evesta.
- Ayrıntılar
Di jiyana Gerîla de nasnameya qehremantiyê xwedî cihekî teybete û gelek hevalên ku bi qehremantî şehîd ketine, bi hebûn û jiyana xwe di nava refên Gerîla de û li ser rûpelên dîroka mirovahiyê evsaneyên zindî xêzkirine. Ji bona vê yekê pirtûka destaniyê ya bizava PKK’ê xwedî dîrokekî şanaze û mîna wê di dîroka mirovahiyê de nehatine jiyankirin. Ji ber ku qehremanên PKK’ê xwedî nasnameyeke cudane û ji mirinê jiyanê diefirînin û heyanî dawiyê bi jiyana xwe û berxwedana xwe cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtine û gelek destanên bi xwîn û vîna xwe ya azad ji dîrok û vejîna gelê Kurd re kirine mal. Ji ber vê yekê dema ku mirov li ser qehremantiya PKK’ê dipeyive, wê demê ne pênûs û ne rûpel têra vê qehremantiyê dikin. Ji ber vê yekê dema ku serok APO dibêje bizava me bizava şehîdane. Ev yek rastiya vê yekê bi rengekî baş dide xuiyakirin. ji ber ku tenê şehîd dikarin bibêjin me erkê xwe bi cih aniye. Ji ber ku wan heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji bona azadiyê şer û tekoşîn dane meşandin. Ji ber ku van şehîdan û bi rengekî bê sînor jiyana xwe tev fedayî gelê xwe û azadiyê kirin û gaveke tenê jî li ser riya azadiyê bi şûn ve neavêtine. Ji lewra, em dikarin bibêjin ku gihiştina me heyanî van rojan, bi hemû guhertin û veguhertinên heyî bi saya tekûşîn û cangoriya van şehîdên pakrewan hatiye avakirin.
Em di sal 1994’ê de bûn û li seranserî Kurdistanê oparisyon li her deverî lidarbûn. Ango mîna ku li hemû qadan dijmin dest bi oparisyonan dikirin, li qada Cûdî jî oparisyonê destpêdikirin û di nava opersyona ku li Botanê dihate birêvebirin, giraniyekî mezin dikete li ser milê qada Cûdî. Ji ber ku Cûdî xwedî hin taybetmendiyên cuda ye. Ev taybetmendî çi bûn gelo? Weke ku tê zanîn herema Cûdî dikete sînorê Tirkiya, Sûriya û Îraqê û çiwîn û hatinên me piranî bi riya Cûdî dihate çêkirin. Herwiha ji destpêka şerê me yê çekdarî ve, her tim Cûdî cihê xwe wekî biryargehekî girîng ji bona şerê dihate meşandin digirt. Herwiha, Cûdî mîna navika hemû heremên me yên din bû. Ji ber vê yekê, gelê me yê li Botanê bi giştî û yê li Cûdî bi taybetî gelekî welatparêz bû û bi dil û canê xwe piştgiriya şoreşê dikirin. Ji ber vê yekê dijmin cih û girîngiya Cûdî baş derxistibû zanebûnê û ji bona vê yekê her tim li vê qadê oparisyon didane meşandin. Lwra ez dixwazim li ser oparisyona li herêma Cûdî dihate meşandin rawestim û dersên ku mirov jê derxîne bi we azadîxwazên hêja û bi romet re parvebikim.
Sala di navbera 92-93’an de bû, em li qada Botanê diman. Yekîneya me jî ji her milî ve xwedî liv û lebatekî serbestbû. Di wê navberê de, gelek gundên girêdayî me li qadê hebûn û di gelek dibistanan de, me wane didane zarokan. Hêzên dijmin jî bi wî awayî nedikarîn têkevên wan gundan de. Lê car caran hin êrîşên bi balefiran dikirin, belê bê encam bûn. Piştî wê û di sala 93’an de, dijmin amedekariyên xwe dikirin, hêza xwe komî ser hev dikir û dixwest ku rê li pêşiya pêşketina şerê me bigr e. Jixwe di wan salan de em di êrîşê de bûn û dijmin jî di rewşa parastinê de bû. Beriya ku em şer derbasî bajaran bikin, dijmin dixwest ku rê li pêşiya me bigr e. Di vê çerçoveyê de him di warê leşkerî û him jî di warê şerê taybet de, dijmin amedekariya şerekî mezin û berfireh dikir. Ji ber vê û di serî de wê demê girtin Partiya Kurdan ya fermî DEPê û hemû nûnerên Kurdan yên ku cihê xwe di parlementuyê de digirtin û henek ji wan jî derxistina derveyî welat. Herweha sîstema cerdevaniyê jî ji nûve rêxistinkirin û bi gelek dewlet û hêzên derve re ketina nava peyman û hevkariyan li dijî me. Herweha tevahî ragihandin û çapemeniya me desteserkirin, ev hemû heweldan bi hemû leza xwe dihatin meşandin. Siloxana dijmin jî wê demê jî ev bû “Yan emê wan biqedînin, yan emê biqedînin!”
Di destpêka sala 1994’an de û biawayekî bê rawestandin, êrîşên ezmanî dihatin meşandin û li her derî oparisyon bi rêve diçûn. Di meha Çile de oparisyonên berfireh li Gabar, Cûdî, Zagros û gelek cihên din jî bi artêşa taybet dihatin meşandin. Lê her tim jî leşkerê Tirkan di van oparisyonan de bi bindiketin û derbeyên mezin dixwarin. Jiwan dijmin di van oparisyonan de, çi encam bi dest nedixist û di her oparisyonekî de bi sedan wendahî didan û piştî ku hêzên wan tarûmar dibûn bi şûn de dizivirîn û ji kiryarên xwe poşmandibûn. Lê wan ev oparisyon mîna ezmûnan(imtîhanan) li dardixistin û amedekariya wan ya bingehîn ji bona demsala Buharê bû.
Ji ber vê yekê dijmin di 28’ê Adarê de dest bi oparisyonekî li Gabarê dikir û di destpêkê de bi balefiran li gundên Gabar û Cûdî xistin. Di encamê de hin gundî şehîd ketin û piştî wê bi hêz û teknîkeke xurt di 4’ê Nîsanê de dest bi oparisyonê kirin. Armencê wan ew bû ku me ji Botanê derxînin. Oparisyon bi qasî sê rojan berdewamkir, lê ji ber ku me çerçoveya oparisyonê dizanî, me xwe ji qadê paş de kişand. Ji ber ku hejmara hêzên me pirbûn û di warê gerîlatiyê de jî ewqasî ne xwedî tecrubebûn. Pir zehmet bû ku em bi vê hêzê di nava dijmin de bimînin û şer bidin meşandin. Em ji Gabarê derbasî Çiravê bûn û ji wir jî, em derbasî Garisa bûn. Li wê derê jî me hêzên xwe yên heyî ji nûve birêxistinkirin û bi şiklê taximan careke din em vegeriyan Gabarê û me dest bi çalakiyan li ser dijmin kir.
Fermandarê biryargeha Cûdî yê wê demê hevalê Cuma Bilikî bû. Di serê meha Hizêranê de hevalan agir hilkirin û li ser vê yekê kobrayên djmin êrîşkirin ser hevalan. Di wê navberê de hevalê Cuma şehîd ket û bi şehadeta hevalê Cuma re gelek tişt hatin guhertin. Ji ber ku şehadeta hevalê Cuma bandoreke xwe ya mezin li ser hemû hevalan da çêkirin. Herwiha di demeke wisa de, peyda kirina fermandarekî din yê ku heremê û taybetmendiyên wê nasbike û di wê demê de pir zor bû ku were dîtin.
Di encamê de ez ji bo vê wezîfeyê hatim erkdarkirin. Ji bona wê ez wê gavê derbasî qada Cûdî bûm. Lê hîn bandora şehadeta hevalê Cuma li ser hevalan hebû û diviyabû ku em amedekariyên pir bilez li hemberî oparisyonan bikin. Lewra me biryar dabû ku em Cûdî zû bernedin. Ango çawe me heremên din zû berdan, em ji bona qada Cûdî wisa ne dihizirîn û herî kêm mehekî be jî, pêwîstbû ku em li ber xwe bidin.
Ji lewra me di destpêkê de hêzên xwe yên giran ji qadê derxistin û me li hin deveran mayîn çandin, li hin lûtkeyan jî me çekên giran bi cih kirin. Di wê navberê de, gundiyên welatparêz yên ku dixwestin derbasî Başur bibin hatin derbaskirin. Hejmara hevalê wê demê li qada Cûdî diman bi tevî milîsan nêzî 600 hevalî bûn. Ji ber wê yekê me 200 heval şiyandin milê Başur.
Dijmin her roj erîşên ezmanî li ser me dikirin û me jî çalakî li dijî hin kozikên ku dijmin lê bi cih dibû lidarxistin. Heme bibêje her roj çalakî hebûn û ji aliyekî din ve jî, me amedekarî dikir ku ji berya oparisyon derkeve em derbeyekî lêbidin. Ji ber ku qada Cûdî ji bona me û ji bona dijmin jî cihekî xwe yê cuda hebû û dijmin her dem dixwest ku Cûdî têxîne destê xwe de û nehêle ku hêzên gerîla lê bi cih bibe. Ji bona wê yekê, çavê hemû kesî li ser Cûdî bû. Dijmin jî lez dida xebatên berhevkirina istixbaratan û bi amdekariya cerdewan û leşkeran haziriyê xwe yên oparisyonê dikirin.
Lê kêmasiya me ya herî mezin jî ew bû ku me bawer nedikir ku dijmin têkeve Cûdî. Ji ber ku tu caran dijmin neketibû Cûdî û vê yekê jî, dihîşt ku em pir zêde nekevin di nava şik û gomanan de. Ji ber ku me dijmin baş nasnedikir. Lewra ji berya ku mirov bikeve di hindirê şer de pêwîst e ku mirov dijminê li beramberî xwe baş nas bike û dijminê li hemberî xwe cidî bigre. Lê ya rast ew bû ku me wê demê dijmin cidî girtiba.
Herçiqasî dijmin xwedî hêz û teknîkeke mezin û bihaziriyên bê sînor dihate ser me, lê ruxmê vê yekê jî, gelek wendahî di qada şer de dan û bi zor û bela xwe ji nava destê me xilaskir. Lê li gorî vê yekê û herçiqas ku amedekariyên me yên ewqasî tûnebû jî. Lê Ji aliyê din ve jî, heremparêzî (bölgecilik) di nava hevalan de li pêş bû û herkesî herema xwe diparastin û girêdanên di nava hevalan de jî, li gorî wê bi rê ve diçûn. Lê piştî wê bi salan hemû hevalên wê demê derxistin zanebûnê ku hizrandin û şêweyê tekoşîn û şerê wê demê ji gelek milên xwe ve xwedî gelek kêmanî û şaşîtiyan bû û pêwîst e li gorî vê yekê mirov heneke din ji bona giştî bifikre.
Dijmin demeke dûr û dirêj nexşe û amedekariyên mezin li ser Cûdî kiribûn. Li gorî vê yekê dixwest ku derbeya herî mezin di Cûdî de li me bixe. Ango encama hemû operisyonên ku tê de binketî û wendahiyên mezin dayî, ji vê qadê bigre. Oparisyon li heremên din jî dirêj domkirin û dijim hin dever xistin bin destê xwe de. Lê piranî cihên mayî hemû di destê me de bûn. Li gorî vê yekê jî, pêlên oparisyonê hêdî -hêdî xwe dighandin Cûdî jî.
Di şeva 19’ê Tîrmehê de dijmin dest bi bombardûmanê kir û bê rawestandin bi şev û roj bi kobrayan û balefiran êrîşî ser me dikir. Xwesteka dijmin ew bû ku derûniya hevalan tevlîhev bikin. Hejmara hêzên Dijmin ên ku cihê xwe di wê oparisyonê de digirtin, drdorî 30.000 leşkerî bû. Jixwe oparisyon bi biştgiriya her corê teknîkê bi rê ve dimeşî. Li beramberî vê yekê û ji bona ku em bi hijmarên mezin nebin armenca teknîka dijmin, xwe li gelek basik û eniyan belavkir. Ji ber ku şêwazê şerê me li gorî şerê gerîla bi rê ve dimeşî, vê yekê hemû teknîka dijmin bikartanî valederdixist. Bi vî halî û heyanî sê rojan dijmin nedikarî bi pêşde wer e. Di şeva 24’ê Tîrmehê de dijmin xwest ku bi hilkopteran hêzên xwe yên taybet daxîne cihên bilind, lê ev hewldan jî hemû vale derketin û hevalan derbe li pey derbeyê li wan dixistin. Di wan şer û pevçûnan de gelek kuştî û birîndarê dijmin çêdibûn. Lê ruxmî vê yekê jî, dijmin hîç behsa windahiyên xwe nedikirin.
Êdî armanca dijmin a sereke tûnekirina me bû. Li ser vê yekê, kordîneya giştî (heval Cemal) ferman da me ku em hêzên xwe bi awayekî saxlem vekşînin Heftenînê. Ji xwe di nava Cûdî û Heftenînê de nêzî 5 demjimêran hebû.
Leşkerên dijmin wê çaxê perîşan bûbûn û ji hal ketibûn. Li ser vê yekê, fermandarê hêzên dijmin (Hesen Kondakci) gelek leşker ji tabur û heremên din anîne cihê oparisyonê. Jixwe heta wê demê me çi windahî nedabûn. Lê dema me biryara xwevekşandinê da, wê demê dijmin cihê me yê derbasbûnê, ango xeta Zêrînger girtibûn. Ew xet jî ji bona me gelekî girîng û stratîjîk bû. Piştî ku dijmin ew xet girt, vekşandina me ya Heftenînê jî gelekî zehmet bû. Dijmin çembera xwe pir teng dikir û li her derî tang bi cihkiribûn. Hêzên me bê xew û birçî mabûn û gelekî westiyayîbûn. Ji ber van sedeman hin windahiyên me çêbûn. Di van windahiyan de kêmasiya fermandarên me jî hebû. Piştî ku vekişîna Heftenînê zehmet bû, êdî me biryar da ku em li ser gelek baskan belavbibin û derbasî heremên din bibin. Li gorî vê yekê, me însiyatîfa xwe da meşandin, heyanî ku me hêzên xwe bi awayekî saxlem ji nava çember û oparisyonê derxistin. Ango armanca me vale derxistina êrîşên dijmin bû. Ew jî bi kêmkirina hêzên me yê li Cûdî bû. Ji ber ku 400 heval ji bona cihekî weke Cûdî pir zêdebû û li gorî wê, encax 100 heval bikariba li wir şer bike û cihê xwe li wêderê bigre. Jixwe gerîla şerê xwe bi yekîneyên biçûk dide meşandin û li gorî vê yekê ji her milî ve êrîşî ser hêzên dijmin dike. Ango ta ku bikaribe bi hesanî di nava dijmin de tevbigere û xwe veşêre û li dijmin bixin. Herwiha bi yekîneyên biçûk, mirov dikare li hemberî êrîşên dijmin jî xwe biparêze û dijmin vale derxîne.
Di wê oparisyonê de bi giştî 19 hevalên me şehîd ketin. Piraniya şehadetan jî di dema xwe vekşandinê de çêbûn. Piştî xwevekşandinê me ji nûve hêzên xwe di berçavan re derbaskir û em bi hêzên biçûk careke din vegeriyan Cûdî û me li se dijmin dest bi çalakiyan kir.
Di encama vê oparisyonê de, gelek gund jî hatin valekirin, hin ji miletê li wan gundan bi cih dibû hatin aliyê me û derbasî başur bûn; lê hin jî derbasî aliyê dijmin bûn. Bi vî rengî têkiliya me bi gel re qut bû. Jixwe gundiyên ku di cihê xwe de mayîn hemû girêdayî dijminbûn. Herwiha, têkiliya me ji bajaran jî qutbû û rê ji bin hakimiyeta me derketin. Van mercên nû, hêzên me xistin nava tengasiyên ku em jê re ne amedebûn. Lê gerîla xwe li gorî hemû mercên zehmet xwe bi tevgerdik e. Belkî em dîse jî, li Cûdî man. Lê ne wekî berê, diviyabû ku em di destpêka sala 1994’an de derbasî pêngaveke nû bibin û şêwazê çalakiyên nû biafrînin. Lê dijmin ji beriya me ketibû nava tevgerê de û hemû rê li pêşiya me girtibûn.
Dijmin di wan oparisyonan de ne gihişte armanca xwe û hemû hewildanê wî bê encambûn û vala derketin. Herwiha di nava hemû herem û hêzên me de hevkarî û piştgirtineke pir xurt derdikete holê. Ku dijmin giraniya xwe bide ser heremeke me, wê demê hemû heremên me yên din wê bi hevre çalakiyan li hemberî dijmin li cihên din jî li darbixin, ta ku barê wê heremê sivik bibe. Nimûne dema ku dijmin êrîş bire ser Gabarê. Hêzên me yên Cûdî, Besta û hêzên din bi hev re bûn yek û bi çekên giran û bi hêzeke mezin Şirnex xistin nava çemberê de. Vê yekê jî hîşt ku dijmin gelek hêzên xwe ji Gabarê vekşîne Şirnexê. Dema ku dijmin derbasî Cûdî bû hemû hevalên li qadên din dimînin jî, li hemberî dijmin ketin nava şer û pevçûnê de. Ango kordîneyekî di nava hêzên me de hebû, vê yekê jî oparisyon vale derdixistin.
Dema ku behsa oparisyona 94’an ya li ser Cûdî tê kirin, divê ku mirov behsa qehremantiya hevalê Behadîn bik e. Hevalê Behadîn (ji rojavayê Kurdistanê) li gel 4 hevalên din, bi komployekî wê gavê ketibûn destê dijmin de. Di nava van hevalan de heval Yilmaz jî hebû, ev heval cîgirê min bû. Dijmin işkenceyên hovane li van hevalan kiribûn, lê hevalan çi tişt ji dijmin re negotibûn û îxanet qebûlnekiribûn. Di dawiyê de, heval Behadîn ji dijmin re dibêje ku cihê erzaq û teqemeniya hevalan dizanê û dixwazê nîşanî wan bide. Wisa jî, heval Behadîn li gel hin serleşkeran diçe Cûdî. Heval Behadîn li gelek deran berê mayîn çandibûn û cihê wan baş dizanîbû. Wisa jî, dijmin dibe ser mayînan û him bi xwe de û him jî, bi wan de diteqîne. Çend serleşker wê demê têne kuştin. Di kesayeta heval Behadîn de, êrîşa dijmin vale derdikeve. Qehremaniya heval Behadîn li seranserî Botanê, dibû sembola berxwedaniyê ji bona qada Cûdî bi taybetî û ji bona hemû hevalan.
Rê hevalê tekoşînê
- Ayrıntılar
Cejna we ya Newroz’ê pîroz be!
Gelek, ji xewa mirinê şiyar di be û ji bo serkeftinê çavê xwe vedike. Me ji bo serkeftinê, gavek ewqas girink avetiye. Beriya vê çend salan em pir di fikirin ku, emê bi çi awayê gel bidin bawerkirin. Hun niha dibînîn ku, ne tinê bawerî û serkeftin, di Serokê gel de jî serkeftin, Rêbertiyek rast û Rêbertiyek ji bo di cînhanê de, bi be mînak me xulukandiye. Ev serkeftin tucarî nayê ketin. Ev qezenç ne kêmin.
Emê hemu rojan veguherînîn Newroz’an.
Newroz’a sala derbaz bûyî, yê sala nû û Newroza ku her roj tê pîroz kirin heye. Hatina we ya livir û raperîna gelê Kurd mirov dikare bi vê awayî bi nirxîne. Neyar jî li xwe mukur hat û di bêjin; “ Kurdistan kete salekê nû û Newroz’ek bi hêz.” Mirovek dikare ji her tiştê xwe dest jê berde, lê ji bo gelekê baweriya netew tûne bibe ev pir xeter û xirabe.” Ji bo vê yekê, mirina gelê Kurd ya heya niha mirina herê xirab bû. Lê hûn niha di bêjin “em Kurdin û Kurdistan yê me hemuyane.” Mirov bê vê nikare jiyan bike.
Me ji bo tiştek dest bi vê karêkir; di serî de ji bo em jiyana xwe ya ferdî bidin avakirin derfetê me pir bûn. Me dikarî dinava dewlet de jî û di nava gel de jî xwe mezinkiriba. Lê me, xwe gihaşt vê astê. Me virde tiştek dît; me dît ku, kesayetek jiyanek bi çî awayê di xwe de pêşbêxê û ev jiyanê bêxê malê civakê wê ew dem serbikeve. Niha jiyana gel gihiştiye asta azadî û xweser bûyînê de. Ez dixwazim ev were zanîn.
Gelê me tê perçiqandin, di bin desthilatdariyê de ketiye gafletê de û pir zû dikeve. Ji bo vê pêwîste, roj bi roj neyê ji bir kirin. Hun niha bi hêzin, birastî jî gelê Kurd bi hêz dibe. Ji şer û ramyariyê hêz digre. Ez bawer dikim ku, wê tucarî vê hêza xwe windaneke. Ger ku, di xeta me dayî avakirin de meş were çêkirin, wê tucarî ketin nebe. Bêguman ger ku, erkên ji me tên xwastin bêk anîna wan neyê çêkirin, wê disa binkeftinên berê û ji berê xeter tir were jiyan kirin. Lê belê, wê ew dem sedemê wê ne neyar û ne jî derdorê me be, emê bi xwe bibin sedemê wê. Ji bo vê riya serkeftinê bi meve girê dayî ye. Di raman de xwe pêşxistin, tevlê bûyîna şer di destê me de ye û tiştên ji bo xwe eme pêkbînîn. Hun dikarin hemuyan jî bikin. Di berê de, ketina gelê me ji bo neyar di bû hêz. Ev merheleyên kevin bûn û xilaz bûn.
Ez dîsa li ser karê xwe me, ez li ser gavên rast avêtinê di sekinim. Ev gavane çiqasî bi be gavên we, emê ewqas kewfxweş bibin û ew dem emê bizanîn ku, em di riya rast de dimeşin. Em her roj, her seat û her kêlî li ser vê disekinin. Em bi ramyarî dikin, bi venêrîn dikin û bi şer dikin. Hewildanên ku em bi hemû milande dimeşînîn ji bo ve ye. Hê jî xeterên neyar li ser me pirin, pêwîste pir zû em ne bêjin “em xilaz bûn” ev ne raste jî. Ger ku em bêjin, “neyar carekêdin li ser me de nayê û li me naxî” ev ne rastê. Ez rojekê an jî di kêliyekê, de serweriya li ser xwe wanda bikim, neyar ji bo ku we bêxê, wê firsat bîbîne.
Mirovê Kurd wek zarokane, pir zû tê leystika. Pêwîste em gelek wisa avabikin ku, leystik ji kur were bila were, bila tûcarî nekeve. Gelê Kurd ne tinê tê eciqandin, ne tinê di xewdeye, ji vane xirabtir xewa mirînê deye. Kî bi çi awayê xwastiyê, bi nirxê wêre leystiye. Radestî di hûndirê wê de heye. Ev radestî ne ev salên dawî pêşketine, di encamên polîtîqayên hezar salan de ev pêşketiye. Ev radestî nahêle mirov behna xwe bile bigre. Em bi berxwedaniyek pir bi mezin vê rastiyê ji hole ra dikin. Em salane hewildan di din ku, ji bo vê xewa mirinê ji holê rakin. Îro Bakur jî û Başur jî serdikeve.
Neyar dest tavê je hen kesa. Ji wanre di bê jê “were ezê alîkarî bidim te, lê erkek pêşiya teye, tuyî li hember PKK’ê bi sekînî, emê xwarin bidin te, pere bidin te, çek bidin te hwd.” hen kes jî di bêjin “temam.” Ev kîjan Kurdin? Kurdên bi çi awayîne? Pêwîste evne pir baş werin naskirin. Ger ku, em vane nasnekin dîsa mirin li benda meye. Kurdên xayîn ê di nava me de, ji neyarên mêtîngerî zêdetirin û pir xeterî didin me. Me bi şerekê pir bi çûk zerer da neyar. Me çend salan de neyar keşif kir. Wek me dixwast me nekarî em şer bikin, lê dîsa jî me şerkir û me neyar keşif kir. Niha jî di bêjin, emê mesela Kurdan çareser bikin. Di encamê tekoşîna mede gihişt vê astê. Berê di gotin; “ne gelê wê heye ne jî welatê we.” Di devê wande, peyva Kurd dernediket. Niha jî, hebûna me qebul dikin û di bêjin “em hevdîtin çêbikin, vê meseleyê hel bikin.” Di piştêre jî, di binde destê xwe tavêjin ixaneta hezar salan. Ji îxanetçiyên Kurdan re di bêjin, rabin ji bo we pere, çek çi pêwîste emê bidin. Berê veşartî di gotin û dikirin, niha jî aşkere dikin. Li ser Kurdan polîtîkayêk bi vê awayî bi kartînîn.Bi eşkere nikarî neyartiya Kurdan bike ji ber ku, derfetêwê ne maye. Tekoşîna me, van derfetane tenk kiriye. Niha jî, li ser navê Kurdan polîtîkayan pêşdixe. Kurdên ku, tên van liyistikane jî hene. Kesên di navme de jî hene. Di nava gel de jî hene. Di nava PKK’ê de, kesên ku derfet di bînîn der dikevin holê jî hene. Di xwazin rojekê de, PKK bêxin destê xwe de.
Evne kîne?
Kesên ku rastiya civaka Kurd dizane wê pir baş bibîne ku ev nexweşiyekê mîkrobi ke. Hun yekî bi kujin, wê yêktî bikeve cihê wê. Neyar salane mirin reşandiye, leystok leystiye, jiyan ne hêliştiye û hemuyan nexweş xistiye. Tiştên ku derdikevin jî di encamê van nexweşiyane ne. Wisa mezin kirine. Neyar derfet dide wan û kesayetên wanre di leyizin hwd. û li ser me de tên. Berê jî, kesên wisa hebûn, niha jî hene. Yê girink mirov bikari be bi hişyarî ser wan bisekine.
Sala 1990’an de ango sala serhildanan, ji neyar re dan diyar kirin ku, îdî kes nikare gelê Kurd bitirsîne. Jiyanekê bi şer û mirinê îdî nikare pozberê me bike. Neyar îdî fêm kir ku nikare. Di vê salê de, ev hat ispat kirin. Neyar salekê li ser disekini ku, cihê vê tiştek dîne. Dixwazin cihê işkence, mirine, îmha û tunekirinê siyasetek cuda dayne. Çi derket holê. Mecburma ku, hebûna Kurdan qebul bike. Gotin; “em hebûna Kurdan qebul dikin, bi giştî jî 15 milyonin.” Niha jî li Başurê Kurdistanê behsa dewleta federatîf dikin. Kesên ku vane dibêjin, kesên di Kurdistanê de biryara mirinê dane û pêk anîne. Rêberên komara Tirkiyene û serwerê çîneyeta desthilat darin. Heya niha dixwastin me ji holê rakin. Çima di hundirê salekê de hat guhertin? Birastî jî, ji ber ku di xwede guhertin dane çêkirin? Na na? Kesayet ne hatin guhertin, siyaset ne hatiye guhertin. Ew dem, çima di ziman de xwe guhertine? Di bê jin; “em hebûna Kurdan qebul dikin.” Emê Kurdan bêxin di bin parastina xwe de. Pêwîste em vê polîtîkayê baş fêmbikin. Ji ber ku bi curek cûdatir mirine pozberê me dikin.
Dema neyar bi vê ewayê niyeta xwe danî holê, hunê pir kur bi fikirin. Ji ber ku Kurd pir tenk difikirin. Dur û dirêj nikarin bi fikirin. Di roja me îrode pir kur û ber fireh pêwîste were fikrandin. Hun, xeteyên zarokan jiyan dikin. Di bin navê hevaltî û welat parêzî de, hun dikevin xeteya de. Bi vê awayê hunê bikevin. Ji bo vê hunê pir kur bi fikirin û berpirsiyarî rakin. Neyarê ku hezar salê wê di kuje çawa çê bu ku, niha di bê je “emê wê bi parêzin.” Ev ser şêwazê rovî ve diçe. Mêzê dike ku nikarê bi darbeyêk lê bide, ji bo wê bi nerm nêzê xwe dike û lê dide. Erê cewhera polîtîqayê wê eve. Di bêji em birayê hevin, merak neke ez zerarê nadim we. Ji bo nezî xwe bike di bê je, dema nezî xwe kir jî wê le bide.
Kesên ku, di vê leystikê de alîkarî didin neyar kîne?
Neyar bi xwe di bêjê dostêmene, sîh çil salin em dostê hevin.” Kesên ku gelê Kurd dixin destê van roviyane, ew kesên ku neyar di bêjin “dostêmene”. Ev kesane xwe çi hesav dikin? Sed salin hun xizmetê neyar dikin. Êdî dema vê derbas dibe. Gelê Kurd, wek kêriyê dibînîn û dixwazin vê kêriyê bi firoşin kesên din. PKK ji bo gel azad bike xun dirêjîne, gelê Kurd xunê dirêjîne, ev kesane jî dixwazin ji vê firsetê feyde bigrin. Di Başurê Kurdistanê de, ji bo gel rabe û nefesek bigre firset çê bûye, ev kesane jî dixwazin hesaban ser vê bikin. Beriya vê li kur bûn? Li derve bûn. Welat hêlişti bûn û reviya bûn, bi gelre tu tekiliyê wan nîn bû. Niha ji di bin navê Rêbertî de carekê de derketin. Bi neyar re her tişt amadekirine, dixwazin leystika gur û berx bileyzin. Pêwîstî heye ku, mirov rewşa vane bi kurutî fêm bike.
Ne tinê di Başur de, li Bakur jî sedi sed bi neyar rene û sedi sed xizmetê wan dikin. Ji min zêde xwe Kurd di hesibînîn, Kurdistan tê bîra wan, lê piştê çil sal şunde tê bîra wan. Piştê emir bû şêst, heftê salî mirov bibe welatparêz tiştek xirab nîne. Ya girink bi niyetek baş û li ser xeta rast bimeşe. Ger ku ne wisa be pir zêde wateya wê nîne. Pêwîste mirov li hember kesên xayîntî dikin pir hişyar bin.
Ji bo ku em van raperînane pêk bînîn me şerê hebun û mirine da.
Ev raperînane di bin Rêbertiya PKK’ê de pêk hat. Niha jî, her kes ser vane hesabên nu dikin. Pir difikirin ku ji îro pêde wê çi awayî xwe li gel bidin qebul kirin. Di nava wande kesên niyeta wan baş hene, lê pîranîn jî kesên niyeta wan xirabin û durust nezîk nabin. Tişta ku ji destê wan derketine dixwazin wan bigrin. Pir tişt winda kirin. malê wan ji destê wan çû, niha jî giyana wan destê wan diçin. Dixwazin vane nûde bigrin. Niyetê wan baş ba, meyê wan qebul kiriba, lê ser esasê leystikên neyar nêzî dibin, ji bo vê pêwîste em li hember vane nêzîkatiyên cûda raber bikin. Neyar vekiri nikare ser mede were. Siyaseta neyar ê heftê salî û yê beriya wê jî hİl weşiya. Siyaseta wê ya nû çiye? Kesên ku, di bin navê dostanî de û di bin navê PKK’ê de dixwazin leystik bileyzin li hember hişyar bûyînên girink pêwîste. We dît ku, ev kesane zana bûn, bê zana bûn ji neyar re xizmet dikin, hûndirê çavê we beji hûnê derxin. Ji bo Kurda cuda çare nîne. Beriya her tiştê pêwîste em vê baş bizanin.
Emê îsal hên bêtir lêhurbuyîn bidin çêkirin. Pêwîste em xwe bikin gelek wisa ku tucarî neyê leystikê neyar. Di vê aliyê de gelê me yê her çar perçeyan xwe amade bikin. Em dikevin demekê nûde. Emê bi siyasetê bikevin demê nûde. Riya rast, şêwazê rast û ûslubê rast hatiye dayîn. Şerê gel û meşa wê holê deye. Lê belê, dinava me de li ser navê neyar nêzikati jî hene. Kesên ku vê nezanin, yên ku bi tinê xwe nasdikin, ji der vey xwe tu tiştê nizanin û yê ku rastiya xwe ji bîrkirine wê bikevin. Dixwazin pênç sal jî şer bikin wê neyar ser bikeve. Ji ber ku ezmunên wê pirin, derfetê wan pirin. Em nû nû di rabin li ser linga. Ji bo wê em dibêjin, pêşketin çiqasî hebin, pêwîste gelê me jî fikrê xwe û asoya xwe fireh bike. Em yekitiya xwe fireh bikin û têkûz. Beriya her tiştê erkê me yê sereke eve.
Riyekê rast ji dervey welatparêztî hebuya di serî de minê kiriba, ji vê ramyarê rastir rê hebuya, despêkê ezê bi meşiya bam. Le belê ji bo me hemuya riya herê rast ramyariya PKK’ê ye û xeta PKK’ê ye. ji ber ku ez vê dizanim ji bo wê ewqas bi israr ser disekinim. Çavkaniya hêza me jî ji xwe vê diqre. Ev ne rast ba, bi neyar re şerkirin daynin aliyek, me ne dikarî em bêhn bigrin û çavê xwe vekin. Hatina me heya roja îro jî, çavkaniya xwe rastiya xeta me û rastiya mezintiya me digre. Ger ku hun jî, wekê PKK bizanibin bimeşin, şer bikin,cîhan hemû bibe yêk jî nikare we bisekinîne. Pêwîste hûn vê bizanibin.
Gelê Kurd li her derê bila xwe bi ceribînîn. “ bila kes ne bê je heya niha me nedizanî û heya niha me pêkne aniye.” Rabin li ser xwe, xwe fêrbikin. Ger ku hun nekevin din ava kar de hun nikarin fêrbibin. Zana bûyîna gel, bi xebat kirina wêre girê dayî ye. Hunê fêrî şer û siyasetê jî bibin. Bi şêwazî bere şerkirin û siyaset kirin ne şêwazê me ye, ev şêwazê neyarin. Di xwey de mayîn û bê zanist mayîn xwasteka neyar bû. Ji îro pêde bi alkariya rêxistinê hun çavê xwe vedikin. Şehîdên PKK’ê cesaret daye we, hun li ser nirxên ku dayîna avakirin radibin li ser lingê xwe. Ev tê wateya çi? Hunê jî cesaret bikin û rabin li ser lingê xwe, ji lingê xwe bawer bikin. Heya niha we çend gav avetine, ji îro pêde hunê gavê bi hêztir bavêjin. Dema gelêkê ji bo şerkirinê di rab ili ser xwe carê kê dikeve, dû caran dikeve, lê belê cara siyê min bi teqez serdikeve. Ji ketina care kê ne tirsin, ji yêk dû mirina jî netirsin, jiyan ji îro pêde despê dik e. Hun çigasî di bin pêşengtiya PKK’ê de şer bikin, hun çiqasê bi xeta wêre jiyan bikin hunê ew dem her tim serkeftina pêk bînîn. PKK ji bo gele, partiya gele û partiya karkerane. Di serî de wisa bû,wê heya dawî yê ji bi vê awayî be.
Em carekê din hişyar bûna gelê Kurd pîroz dikin. Qadroyên PKK’ê sonda pêk anîna siyaseta rêxistinê dikin. Eji soza ji îro pêde, hin bi hêztir tevlê bûyînê didim. Rabuna li ser linga despêkê biryara min bû, piştre bû ya PKK’ê, niha jî buye biryara we hemuya. Emê vê biryara xwe pêk bînin. Heya niha berbirsiyariyên karên medikir em bûn. Ji îro pêde jî, beşa wê ya herê mezin ya meye, lê hun jî bi xebatê xwe re alîkarî bidin me û emê jî alîkarî bidin we. Bi zanabuyîn tevbigerin, neyên leystika û vale vale xwîna xwe ne rişênin. Bila dilopek xwîna we vale neçe. Em wusa dikin, hun jî wusa bikin. Emê vê awayê ser bikevin. Ji der vey serkeftnê tu tiştek me xilas nake. Ji der vey jiyana serkeftinê, hemu jiyan lime herame. Ji der vey serkeftinê cudatir bêhn girtin namertiye. Despêkê min li ser navê xwe di got, piştre jî li ser navê PKK’ê got, niha jî li ser navê we hemuya di bêjim.
Ji beriya nan û av serkeftin tê.
Ji beriya hemu namusan, namusa netew tê.
Mirovê ku ne azad û serbuxwe be, bê namustiya herê mezine.
Me vê jî der baskir. Me xwe gihand rojên bi namus. Ji îro pêde em jî dikarin bêjin “ namus ji bo me jî heye.” me bê namustî yê getant, ev kêm nîne. Ji her tiştê zêdetir ev ji mere pêwîst bû, me wê jî serxist. Vê firsetê ji destê xwe ne revînîn! Jiyanê şaş fêmnekin. Jiyana ku hun tê dene ne yê weye. Di be ku hunê kêmekê êş bikşînin, tiştek na be. Kêmek êş jiyan bikin ku, ji bo hun di jiyana nûde rehetiyê bibinin. Xebatên ku heya niha mekiriye ne ye eme bû. Hen kes li ser me leystika leystin. Ji dervey mirovahiyê her tiştê layiqê me dîtin. Lê me pêşiya vê qut kir. Ev jî serkeftinek mezine. Nirxên ku di destê me de ne, em qiymetê wan bizanibin. Pêwîste em bizanibin ku soza me dayî tê çi watê. Me vane hemuya ser xist, lê dîsa jî ne bese.
Pêwîste di vê salê de biryarên rast were dayîn û hedefên pir bi hêz hun denin pêşiya xwe! Xwe bigihêjînin biryarên rast! Heya dawiyê xwe di her aliyê de, pispor bikin û heya serkeftinê bimeşin! Heya Kurdistanê kê azad û serbixwe em ava dikin, pêwîste biryarê we hin behtir bi hêz bibe û meşa we jî bi hêz bibe.
Dîsa em hemu, soz didin gelê xwe;
Li ser navê Serokatî, li ser navê rêhevalên PKK’e û gelê me yê Kurdistanê em bi biryarin!
Emê biryara xwe heya azadiyê bi tekoşîn û şerkirinê avabikin!
Li ser vê esasê cejna we ya Newrozê pîroz be!
21 Adar 1991
RÊBER APO
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Rêhevala me Zîlan Roboskî di 25 Sibatê de di encama qezayekî de li Herêmê parastinê yên Medya tevlî karwanê şehîdan Azadiyê buye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 13ê Adare di navbera seat 08.30-09.30'an de li hemberî gundên Talisa û Erbîş û Gire Guvenlîk a giredayê navçeya Çelê ya Colemergê ji aliye arteşa dagirker a Tirk bi topên obûs û havanan bombebaranekî pêk hat.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê Adarê di navbera Saet 05.00-06.00 de li derdora gondên Nehrê û derya yên girêdayî navçeya Şemzînanê ya Colmêrgê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve operasyonek hatiye li darxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
ji roj 13 Adarê ve û piştî Berdana 8 dîlên di destê me de, di hin çapemeniyan de tê îdia kirin ku, hin dîlên din jî di destên me de hene, em wek HPG’ê di destê me de tu kesekê di statûya dîlan de nemane.
- Ayrıntılar