Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10’ê mijdarê de li navçeya Şirnex Silopiyê li dijî herêmên Banê Xinis, Banê Şemka, Aynika, Kêre, Girê Çolya û Girê Bişêrê ku bi ser Cûdî ne ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di 11’ê mijdarê de bê encam paşde zîviriye.
- Ayrıntılar
Gelê Kurd ji bo hebûna xwe têdikoşe lê dewlet di tunebûn û înkarê de israr dike.
Gelê Kurd dixwaze bi zimanê xwê bi awayekî azad biaxife lê dewlet bi taybet jî hukumeta AKP’ê û serokê wê yê hezar rû, galgalên xwe yên xapandinê li her deverê qîr dike. ‘tu nefikire nîne’ ‘heta yek nefer jî hebe wê tekoşîna terorê berdewam bike’ û nizanim hezar û yek derewên ku zarok jî bawer nakin… Cardin ‘vaye teretaşaş heye, dikarin fêrgehan wekin û hrw. Ma kurd hîn çi dixwazin.’
Kêsê van galgala dike çavê xwe ji girtinên ji bo daxwaza zimanê dayikê, avêtina gelek xwendekaran ku dixwestin bi zimanê xwe perwerdê bibînin ji dibistanên xwe, kesên ji doza KCK’ê hatine girtin û ku dixwazin bi zimanê xwe, xwe biparêzin malkambaxê dadger dibêje: ‘zimanekî nayê zanîn… ‘ Ew qas bêrûtî nabe. Ya rastî ev daxwaz û nêrîna hukumeta AKP’ê nîşan dide. Ev nêzîkatiya wan a li pirsgirêka Kurdan nîşan dide.
Di rojên derbasbûyî de M. Ali Birand ku bi salane berdevkiya hukumet û artêşa dike, li xwe mukur hat û gote ‘ di mijara tekoşîna li dijî PKK, me derew dikirin, gel pê dixapand û pişt re jî me ji derewê xwe bawer dikir.’ Ev hemû rastiyê feraseta hukumetên tirk li pirsgirêka kurd radixe ber çavan. Rastiyeke ku bi kuştin, lêdan girtin, inkarê nayê tunekirin xwestin li ser kurdan pêk bînin.
Her roj siyasetmedarên kurdan digrin. Girtîgehên li Tirkiyê û Kurdistana bakur bi kesên ji bo azadiya gelê kurd tekoşînê dikin û xebatê dimeşînin dagirtin e. Ev ne bese her roj zarokên kurdan dikujin.
Sedemê vê hovitiyê çiye gelo?
Bê gûman tirsa ji hişyarbûna kurdan û derketina holê ya derewên wane. Ku eşkere bibe wê çawa dîrokeke qirêj ya bi kuştin, talan, dizî û dagirkeriyê ji gelê xwe re eşkere bikin.
Doh Uguran kuştin têrê nekir Ceylanan hîn di temênên zaroktiyê de kuştin. Di çavên herduyan de jî nîşaneyên êş û îşkenceya ku dagirkeran li gelê kurd kirine dihat xwendin. Bê guneh bûn. Paqij bûn û paşeroja vî gelî bûn. Neha jî Nûjiyan di bexçê qereqoleke tirkan de hate kuştin. Ma gunehê Nûjiyanan çibû?
Tenê dixwest bi awayekî azad zaroktiya xwe jiyan bike. Bêyî ku haya wê jê hebe, ji bo pêkanîna xwestekeke herî xwezayî bû qurbanê bermahiya artêşa dagirker. Ew artêş ku diçe kuderê qirêjiya xwe li şûna xwe dihêle. Hatin Dersimê Seyyid Riza qetilkirin, hatin Amedê Şêx Said qetil kirin. Li Mereşê kurd qetilkirin. Li girtîgeha Amedê hovitiya herî nedîtî li ser pêşengên kurd nîşandan. Ev 11 sale roj bi roj li ser Rêberê Gelê Kurd îşkenceya sîstematîk dimeşîne. Li Kurdistanê gundan avakirî nehiştin.
Hemû hewldanên wan êrîşên wan nepejirandina destkeftinên gelê kurde. Bêguman jî para Tevgera Rizgariya Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd di avakirina van nîrx û destkeftinan de pir mezine. Tevî hemû hewldanên wan çima Tevgera Azadiyê binnexistin?
Di rastiyê de dema mirov hinekî li nêzîkatiyan dinêre, mirov bêtir fam dike ku çima gelê kurd bi Rêberê xwe û bi Tevgera Azadiyê ve girêdayi ye.
Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şev û roj ji bo mirovatiyê û taybet jî ji bo gelê xwe tekoşîn dimeşand. Li gel vê rayedarên tirk çi dikirin?
Ji xapandina gel, ji dizî û şelandina malê gel, zext, qedexe, derew hema çi qirêjî bê bîra mirovan hemû qirêjî pêk tînin. Her roja derbas dibe jî ev qirêjiyê wan yek bi yek derdikeve holê.
Rayedarên heta doh hebûna JİTEM’ê ku di Kurdistanê de avakerê hemû reşkujî, zext, îşkence, lêdan û hwd. bi destê wan hate kirin dihate înkar kirin îroj hebûna wê û kirinên wê eşkere bûye û êdî ew jî nikarên vê derewa xwe û amûra qirêjiya xwe veşerin. Cardin Ergenekon, kirinên li girtîgeha Amedê…
Bi sedan mînakên bi vî rengî hene û bi vegotinê dawî nabin.
Her ku Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê gaveke erênî diavêje, bersiva hukumeta AKP’ê çi dibe?
Piştî hilbijartinên 28’ê Adarê bêçalakitî hate îlan kirin bersiv girtina zêdetirê hezar siyasetmedar û xebatkarên kurd. Cardin bersiva dirêjkirina bêçalakitiyê heta piştî hilbijartinan jî herroj topbarana Herêmên Parastina Medya, operasyon û şewitandina xwezaya Kurdistanê.
Erê; peyv peyvê vedike. Bi vegotina jî gotin bi dawî nabe. Lê rastiyek heye ku ew jî wê roj bê ev gel û dîrok wê hesabê van ji dagirkeran bistîne.
Salar Mendo
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê mijdarê de di navbera saet 14.00-15.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Şîşêbîrê ku bi ser Zagorsê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 6’ê mijdarê de di navbera saet 16.00-17.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Kela Bêdê ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarsxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê mijdarê de li Bêdlês li dijî herêmên Şêx Cûma, Kember û Sîser ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Di 6’ê mijdarê de Artêşa TC’ê beşek hêzê xwe paş de vekişandiye. Hîn jî li herêmê hêzên dijmin ê veşartî hewldanên kemîn û keşfê didin meşandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê mijdarê de di navbera saet 09.00-10.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Şehîd Berîtan, Karker û Şehîd Kurtay ku bi ser Xakurkê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re’
1. Di 2’ê mijdarê ji saet 19.00’an heta 3’ê mijdarê saet 02.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Herguş û Govendê ku bi ser Zagrosê ne û li dijî tevahiya herêmê ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 31’ê cotmehê de di saetên êvarî de li navçeya Semsûnê Alaçamê li nêzî Tutmentepe pevçûna bi tîmên tevgera taybet a jenderme yan re tu têkiliya gerîla yê me nîne. Di roja pevçûn qewimiyî de di navbera gerîla yê me û dijmin de tu pevçûn neqewimîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji 28’ê cotmehê û vir ve him bi roj him jî bi şev li Herêmên Parastina Medya li dijî Çiyareş, Xeregol, Girê Haqan, Gundên Çarsêl, Sernê û Bircela ku bi ser Zapê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşen havan û obusan tên lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 29’ê cotmehê de di navbera saet 00.00-02.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Şitaza, Mêrgê, Girê Suwarê, Şehîd Gafur û Bilindika ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê helîkopterên kobra yên Artêşa TC’ê hatiye bombebaran kirin.
- Ayrıntılar