Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24’ê îlonê de li navçeya Şirnex Silopiyê operasyona ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî Kulpê Çeta, Şehid Adil, Şikêrê Kera, Spîndarok, Gundik Remo û Qulingdar ku bi ser Cûdî ne di 25’ê Cotmehê di saet 12.00’ande bê encam paşde zîvirîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27’ê cotmehê de di saetên êvarî de li navçeya Mêrdînê Mahsertê ji qereqola Golê û li Nisêbînê ji qereqola Herbê li dijî Gundên Dercemê, Yestê, Xirbeka, Kewarêxê û Mişkîna operasyonek hatiye lidarxistin. Herweha ji qereqola Xirbêqeplo ku bi ser navenda Mêrdînê ye ji aliyê dijmin kemîn û keşif tê kirin. Operasyon hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24’ê îlonê de li navçeya Şirnex Silopiyê operasyona ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî Kulpê Çeta, Şehid Adil, Şikêrê Kera, Spîndarok, Gundik Remo û Qulingdar ku bi ser Cûdî ne di 25’ê Cotmehê di saet 12.00’ande bê encam paşde zîvirîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24’ê cotmehê de li Amed li herêma Şehid Kendal ku di navbera Lîcê, Hezro, Karaz û Ferqîn e ji aliyê Artêşa TC’ê bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Di 25’ê cotmehê de di saet 05.00’ande lêgerînan dikin û di heman rojê de di saet 13.00’ande bi piştgiriya maşînên bi zirx bêencam paşde zîvirîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24.00’ê cotmehê de li navçeya Şirnexê Sîlopiyê li dijî Girê Kulpê Çeta, Şehîd Adil, Şikêrê Kera, Spîndarok, Gundik Remo Û Kulingdar ku bi ser Cîlo ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi piştgiriya kobra û heronan operasyonek hatiye destpê kirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Di nav tevgera me ya azadiyê de stratejiya parastina rewa herî zêde vegotina xwe di YJA STAR de dibîne. Erkekî bingehîn yê YJA STAR yek jê jî, di çerçoveya birdoziya rizgariya jinê de hemû hêzên jinê kişandina nav xeta parastina rewa ye. Têgiha parastina rewa ji ber cewherê xwe dikeve berfirehiya xeta azadiya jinê. Parastina rewa, bi vîndar tevlîbûna jinê ya ji şer re destnîşan dike. Bergeha jinê û parastina rewa ne nêzîkatiyekî ku di şer de tundwariyê bingeh digire. Di parastina rewa de divê jin bi vîna xwe ya azad û înîsiyatîfa xwe ve tevlî şer bibe. Di vê bingehê de di artêşa jina azad de mînakên lehengiyê yên sembol derketin holê. Heta ku jin gîhaşte asta rêxistina bi hêz û gîhaşt serweriya zayendî û netewî pir êş û zorî kişandin. Pêşketin jinê ya azadiyê ewqas bi hêsan çênebû, bedelê vê têkoşînê jî pir giran û pir zor bû. Çawa ku têkoşîna azadiya jinê nirxên herî bilind û bedew afirandin û xwe gîhandin asta xwedawendiyê, berdelê vê pêşketina jinê jî heman giranî û bedewiyê de bû. Pêwîst e em artêşbûna jinê di vê bingehê de bigirin dest û lêkolîn bikin. Ev dîrok çawa pêşket, mînakên lehengiya jinê çawa hatin afirandin û jin bi kîjan ked û hewl gîhaşt asta xwe ya niha. Niha YJA STAR nûneriya vê dîroka zindî ye. Şehîdên me yên bi nirx, bi çalekiyên xwe ve li dijî helwestên şaş ên li hember jinê, ya ku digotin “Jin nikare bibe leşker, nikare şer bike û nikare di çiya de jiyan bike” re bersivekî herî bi nirx ku dijminê xwînxar jî bandor dikir derket holê. Di mijara şer û jiyanê de girêdanbûn û vîna jinê ya serkeftinê re van hevalên bi rûmet destnîşan kirin. Ji van yek jî xeta Bêrîtan e, niha em vê xetê wek xeta serkeftina artêşa azad û xeta rûmet a jina azad digirin dest. Ji bo vê jî pêwîst e xeta Bêrîtan were têgihiştin û li anagorî wê sekinandinek bê raber kirin.
Xeta Bêrîtan, hêza jinê ya cewherî û vîna wê ya têkoşînê ye. Bêrîtan hêza YJA STAR ya xetê ye. Divê hemû hêzên YJA STAR sekinandina şehîd Bêrîtan ya rêxistin û jiyanê mînak bigrin û sekinandina parastina rewa derxînin holê. Serwerî û zanistiya parastina jina azad di kesayeta Bêrîtan de xwe vegotin dike. Serokatiya me xeta Bêrîtan wekî xetekî tevlîbûn û berxwedaniyê her tim dixe rojeva me. Şêwaza me ya têkoşînê û têgiha me di vê bingehê de nûh dibe. Bi fermandar û bastûra xwe ve tevlîbûna YJA STAR ya pêvajoyê, bi têgihiştina parastina rewa û sekna wê ya xeta Bêrîtan ve gengaz e. Xeta parastina rewa xwe tenê naspêre berxwedaniyekî çors. Hewce dike ku jin di hemû qadên jiyan û qadên şer de hêz û zanistiya xwe ya parastina rewa pêşbixîne. Ger jin di jiyanê de ewlekariya xwe, parastina xwe ava neke û xwe bi rêxistin neke nikare di şer de jî serkeftinê bigire dest. Yê ku Bêrîtan ber bi serkeftina mezin ve bir, rêgezê wê jiyanê, têgîha wê ya rêxistinê, serweriya wê ya rastiya Serokatî û biryarbûna wê ya şer û girêdana wê ya serkeftinê bû. Ev hemû wek xelekê bi hev dû re girêday e. Di cîhana roja me ya îroyîn de jin bi her awayî êrîş û arasteyên dijwar re rû bi rû dimîne. Em dikarin vê yekê wekî komkujiya jinê jî bigirin dest. Yanê komkujiya jinê ne tenê milê bi şer û çekan ve tê pêkanîn. Ji destpêkê di fîzîka xwe de darbeya mezin dixwe, ramanê wê bi perçe perçebûna bedena wê ve tê firotin û tê tunekirin. Ji xwe di nav rewşekî wisa de hest û hîsên ku jin bi jiyanê re afirandibû jî tune dibe. Yanê tenê laşekî mirî yê ku her roj tê firotin dibîne. Ev jî ji mirina fîzîkî û ji komkujiya fîzîkî hê xirabtir e. Li beramber êrîşên bi vî rengî parastina jinê, erka bingehîn ya hemû têkoşerane. Di civaka Kurd û di hemû derdorê cîhanê de bi rêbazên cuda jin hem wekî netew, hem jî wekî zayend tê çewisandin û li derveyî jiyanê tê hiştin. Ji êrîşên wiha re dema ku em bêjin; “Bese” hatiye. Stratejiya parastina rewa; li hember her awayî êrîşên li ser jinê pewîst e bê pêkanîn, hêza parastina jinê jî bi hêza xwe ya cewherî sekinandinê bilêv dike. Tevgera azadiya jinê û hêza wê ya parastinê YJA STAR di vê mijarê de xwedî sekinandina herî biryardar e. Artêşa azadiya jinê ya ku bi ked û hewlên serokatiya me ve pêşket, xwe di xeta parastina rewa de nû dike. Ji bo vê xeta Bêrîtan, li hember hemû êrîşan di xeta berxwedaniya jinê de berkî kirine. Bêrîtanbûyin, rast têgihiştina xetê û kiryarîkirina wê ye.
Rêheval Bêrîtan di sala 1992’an de di şerê başûr yê ku destpêka komploya nav netewî bû, li beramber xeta hevkar û xiyanetê heta dawî liberxweda ye. Heta gulaye xwe ya dawî şer dike, dûv re xwe ji zinaran diavêje û bi şahadeta xwe ve serkeftinê mîsoger dike. Rêheval Bêrîtan sembola girêdana bi serokatiyê re ye. Xeta berxwedaniyê hem di şer de, hem jî di jiyanê de wekî rêgezekê di xwe de kiryarî kiriye. Ji bo vê jî Bêrîtan xetek e û rûmetek e. Serokatiya me dibêje; “Rûmeta vê keçikê parastin deynê sukra me ye, ev yek rêgeza min e.” Divê li gor pediviya vê rêgezê her têkoşerê YJA STAR xwe bigire dest û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Ev yek li hember gel, şehîd û serokatî deynê me yê bingehîn e.
Em nikarin çalakiya heval Bêrîtan tenê bi aliyê wê yê şer ve bigirin dest. Xeta berxwedaniyê di têkoşîna me de felsefeya jiyanê û rêgeza wê ye. Ji bo vê jî çalakiya heval Bêrîtan, îdîa, bawerî, sekinandina wê ya jiyanê û biryarbûna wê ya azadiyê destnîşan dike. Bi taybetî jî xeta Bêrîtan peywîra fermandariya jinê ya ku divê di jiyanê de pê ve rabe, bi rengekî eşkere bilêv dike. Yanê rêgez û zagonên bingehîn ên artêşbûna jinê destnîşan dike. Fermandariya jinê pêwîste xwe ji kîjan hîmê pêşbixe jî rave dike. Heval Bêrîtan li hember zîhniyet û têgiha jiyana deshilatdar û jiyana zilam, jiyan û çalekiyekî vebijark pêşdixîne. Di bingeh de nêzîkatiyên bastûra zihniyeta zilam yê desthilatdar napejirîne. Li hemberî vê xwe wekî xetekî çalakiyê derdixe holê. Di fermandariya jin û zilam de nêzîkatiyên şaş yên ku heye li dijî wan heta dawî têdikoşe. Sekinandinekî fermandariya jinê ya vebijark raber dike û girîngiya xeta têkoşînê ji fermandar û bastûra jinê re vegotin dike. Hebûna vebijarkê, guhertinê her daîm dike û her wiha ji bo guhertinê jî rê û rêbazên dewlemend diafirîne. Ji bo vê jî xeta Bêrîtan têgiha jinê ya fermandarî û rêvebiriyê lêpirsîn dike. Xeta heval Bêrîtan li beramber zihniyeta zilam a desthilatdar vebijark e. Di xeta parastina rewa de biryardarî û hêza jinê ya cewherî ye.
Hevela Bêrîtan destpêkirina şerê zihniyetê yê demê dide çêkirin. Di xeta çalakiyê de û di mantiqê şer de guhertinê destnîşan dike. Tevlîbûna wê ya jiyanê ya bi coş, xroş û bi hezkirin tevlîbûnekî alternatîf diyar dike. Sekinandinekî ku di jiyan û ramanê de zelal nebûye di şer de jî xeta çalakiyekî serkeftî nikare pêk bîne. Li hember xiyanet û kevneperestiya hov di xeta berxwedaniyê de berkîkirina heval Bêrîtan, nîşaneya vîna jinê ye. Li dijî sazîbûnên zihniyeta heyî şoreşa zihniyetê dide destpêkirin. Xeta Bêrîtan di artêşbûn û leşkerbûna jinê de berkîkirine. Dema em rastiya Rojhilata Navîn bi taybetî jî rastiya gelê Kurd digirin dest, ev yek bi rengekî berbiçav derdikeve pêşberî me. Ger şerekî zihniyetê yê bingehîn nebe, di mijarên şer û jiyanê de serkeftin ne gengaz e. Hevala Bêrîtan têgiha fermandar û rêvebiriyê ya demê datîne holê. Di vê bingehê de dest nîşan dike ku fermandariya jinê pêwîst e xwe lihûrbûnê de derbas bike û li beramberî xwe têkoşînekî dijwar bide meşandin. Ji bo ku fermandariya jinê bi rolê xwe ve rabe, hewcadarî bi şoreşa zihniyetê heye. Ji bo vê jî divê xeta Bêrîtan û sazîbûna zihniyeta wê demê baş bê têgihiştin. Di fermandarî û rêvebiriya jinê de tiştê ku derdikeve holê, şêwezeki teng, ku tenê şer hîm digire û xwe ji guhertin û veguhertinê re girtî dihêle. Ji pêşengtiya birdozî û jiyanî zêdetir, rastiyekî rêvebiriya ku xwe bi mantikê şerê çors digire dest derdikeve pêş. Di şêwaza rêvebiriyê de hîn bêtir sazîbûna zilam li pêşe. Têgihên ku di fermandariyê de hebûn, şerê zihniyetê yê ku heye jî sînordar dikir. Ev yek bi vîna azad tevlîbûna jinê ya ji şer re asteng dikir. Dema em di vê bingehê de lîkolîn bikin, em hîn çêtir dikarin çalakiya heval Bêrîtan derxînin zanebûnê. Tiştê ku heval Bêrîtan bir wê çalakiyê, ne tenê berkîkirina wê ya şer bû. Hê bêtir di jiyan û ramanê de biryardariya ku nîşan dida, wê dibir çalakiyekî bi vî rengî. Ji ber jina ku di raman û hestan de zelal nebe, nikare bi vîna xwe jî tevlî şer bibe. Girêdan, biryardarî û îdîaya Heval Bêrîtan, çavkaniya xwe ji vê yekê digire. Çalakiya heval Bêrîtan li hember zihniyeta demê ya ku heye û ji fermandariya jinê re bersiva herî mezin e.
Artêşbûna jinê bi vê ve hê mîsogertir dibe. Ger hêza jinê ya xweser, rêxistina wê ya azad û artêşa wê ya parastina jinê nebe, pêşketina jinê ya azad jî ne gengaz e. Ev yek mirov di pir mînakên şoreşên din de jî dikarê bibîne. Hem di raman hem jî di hest de ger jin ji hemû sazî û bandorên desthilatdariyê qut nebe û di raman û zîhniyet de guhertinan jiyan neke, nikare pêşketinên wisa derbixwe holê. Ji xwe Bêrîtan bi pêdivî û serweriya vê bi awayekî kiryarî jiyan dike û dibîne. Û bi seknandina xwe ya jiyanê, helwesta xwe ya li dijî nûkeriyê û girêdana xwe ya serkeftina xeta APO’citî ve dest nîşan dike. Ger îro artêşa jina azad xwe di her awahî rêxistin kiriye, ger îro hêzên jin bi rêxistina xwe ya azad ve tê dikoşe û her diçe pêşdikeve, ev yek bi lehengî û kedên şehîdan ve girêdaye.
Di roja me de xeta Bêrîtan rojeva rêxistinê de cihê digre. Di vê demê de li hember têkoşîna me xeta hevkar û xiyanetê dixwaze xwe rêxistin bike. Êrîşên tunekirinê bi her awayî xwe ferz dike û bi her awayî arasteyên tund pêşdikevin. Xeta şer a ku tunekirina kurd û tevgera azadiyê dixwaze, bi hemû derfetên xwe ve dixazin êrîş bikin. Biryara şer hatiye dayîn û di kuştina kurdan de bi biryar in. Li hemberî vê bi xeta Bêrîtan bersiv dayin, pêdiviya têkoşeriya Apoyitiyê ye. Di demekî ku jiyan hatiye xumam kirin, hêvî û baweriyên mirov tê tunekirin de sekinandinekî xurt raberkirin gelekî girîng e. Li hember xeta xiyanatê em tenê dikarin bi xeta berxwedaniyê ve bersiv bidin. Serokatiya me ku her tim rastiya Bêrîtan vegotin dikir, vê rastiyê bilêv dike. Li cihekî ku coş û arîşeya jiyanê hatiye xilas kirin, li wê derê serkeftina şer û jiyanê ne pêkan e. Li hember van hemû sepandinan bi xeta Apoyitî ya berxwedaniyê ve bersiv dayin gelekî girîng e. Ji ber ku çalakiya heval Bêrîtan di xeta berxwedaniyê de berkîkirinê destnîşan dike. Felsefe û coşa wê ya jiyanê di pêkanîna wê ya çalakiyekî bi vî rengî de, dibin xalên herî girîng. Heval Bêrîtan felsefeya xwe ya jiyanê bi felsefeya Serokatî û têgiha jiyanê ve dike yek. Yê ku felsefeya wî nebe, sekna wî ya jiyanê jî nabe. Tiştê ku kesayetiyê diafirîne û bi nasname dike felsefeya wê ya jiyanê ye. Ji bo vê jî yê ku felsefeya wî nebe, hêviyên wî, coşa têkoşînê û serkeftina wî jî nabe.
Serokatî dibêje; “Heta ku xwedî li rûmeta gelekî ya civakî neyê derketin, tu şensê pêşketinê jî nabe. Rûmeta mirov xwedî li xwe derketin û bawerî ye. Hêza xwe zanebûn û pêşxistinê ye.” Di vê bingehê de xeta Bêrîtan di kesayatiya jinê de rizgarkirina rûmeta civakî ye. Bêrîtan bi vê xeta xwe ya çalakiyê ve hêza dijber yê hevkar û xiyanetê jî bandor kiriye. Wan ji bo xwedî li rûmeta civakî derketinê vexandiye. Di vê bingehê de xeta Bêrîtan xwedî li rûmeta civakî derketine. Ev yek sekinandin û xeta têkoşînê ye.
Rûken Irmak
- Ayrıntılar
“Rûmeta Azadiya Bêrîtan Parastin, Deynê sitûyê me ye, ev rêgezê min e.”
Gelekî ku xwe rêxistin neke, gelekî koleye. Zayendekî ku xwe rêxistin neke û birêve nebe jî kole ye. Bihizirin ku mekanîzmeya we ya parastinê heye. Zilamekî dixaze ji jinekî re bê mafiyê bike. Ew dem ev rêxistin bi giştî li dijî vê yekê sekinî. Ew zilam wê çi bike? Çimkî her roj bi hezaran bêmafî heye. Yek bi yek xwe sipandina zîhniyeta zilam ve çareserî naye dîtin. Helwesta herî rast bi sipandina artêş û rêxistan xwe ve çareserî dîtine.
Gülnaz Karataş (Bêrîtan) ku di şerê başûr de şehîd ket. Di gîhandina azadiyê de xwedî hewlekî pir mezin e. Rapora ku heval ji min re şand heye. Hê min nizanî ku şehîd ketiye û ev heval her dem di hizrandinê min de bû. Digot “Bi dehuriînê Serokatî ve ez dixwazim romana binivisînim. Di me de tu kes heta naih gotinekî wisa negoti bû. Hevalekî pir bi hişyar bû. Min digot vê hevalê bibînim û pê re niqaş bikim wê baş bibe. Piştre agahiya şahadeta wê hate. Keçikekî pir leheng e! Çalekiya karekola Rûbarok re di asta fermandarê taximê beşdar dibe û di vê çalekiyê de birîndar dibe. Her çiqas birîndare jî di eniya herî pêş a şerê başûr de cî digire. Di wir de heta gula xwe ya dawî di mewziyê de ma ye. Piştre hêzên noker û hêzên xayîn derdorê wê dorpêç dikin û dibêjin “Radest bibe, em ji te re tiştekî nakin” lê helwesta heval “We bi dijmin re nûkertî kir, win ji başûr êrîşê şoreşa başûr dikin, win xayîn in, ez radestî we nabim” bûye. Serokatiya partiyê di asta dirûşmeyan de qîr dike û xwe ji zinaran diavêje. Çalekiyekî bi wate û wêrekî ye! Ji xwe di asta teorîk de pir xurt e, tenê ne di asta berxwedan û welatparêzîyê, di heman demê de keçikekî dixwaze dehurînan bi kuranî fêm bike, çimkî dixwaze vê hê berfirehtir bike. Ev tê vê wateyê, dehûrînekî baş wê ji vê hevalê derbiketa. Pir kesayetên ku di fêmkirinê de bibiryarin û ji bo vê her cûran lehengiyê dikarin bikin, pêwîst e em nirxekî mezin bidin. Pêwîst e bîranîna vê hevalê re bersivekê baş bê dayîn. Ev ne kesayetên ku erzan bên destgirtin in. Li ser vê şahadetê heval dibêjin “Em bîranîna wê re girêdayîne, emê navê wê bidin tabûrê” Tenê nav dayîna tabûrê ve û çawa berxwedanî kir gotin ve têr nake. Pirsgirik helwesta ku şopandiye jiyanî kirine. Ji xwe yê ku vê encamê derxist holê, ev helwest bi xwe ye. Em vê hîm digirin. Hindek jî dibe mînaka hevalên ku em dixwazin pêşbikevin, dibe model.
Keçikekî hebû, navê wê Bêrîtan. Ji bo radestî paşverûtiya kurd nebe, xwe ji zinaran diavêje. Ji gundekî girêdayî Karakoçanê bû. Pêşmerge dibêjin “Radest bibe, em ji te re tiştekî nakin” lavayî dikin. Xeta ku ez hîm digirim ev e. Ew dibêje “Ez ji paşverutiya kurd re radest nabim” û azadiyê hîm digire. Ger KDP û YNK êrîş bikin, emê xeta Bêrîtan hîm bigirin, heta dawî li ber xwe bidin. Ger çeka me xilas bibe, emê xwe ji lat û zinaran biavêjin. Rûmeta azadiya vê keçikê parastin, deynê situyê me ye. Ev rêgeza min e. Ez Bêrîtan wisa dinirxîn im. Ez bawerim bastura jinê hêz dibe, ji carekî da destur nabe. Dînazorên pênçhezar sal ji qêliyekî ve naye gûhartin. Pêwîst e ji hêza xwe ya cewherî bawer bikin. Hêzên wan ê parastinê hebin. Wek rahîbeyan nabêjim, lê azadiya xwe bi awayekî tund hemêz bikin. Pêwîst e ked bidin û bi tebat (sabr) nêzî bibin. Ji tu kesî hêvî nekin ku werin wan pêş bixin. Heta alîkariya min jî wê bi sînor be. Ez ji hêza jinê bawer dikim. Dibêjin “Wê cîhanê karkerên rajer rizgar bikin” ez jî dibêjim “Wê cîhanê jin rizgar bike” Jinekî bûye artêş, gelê kurd a ku bûye artêş e. Raperîna gelê kurd, gerîllayên ku gîhaştiye serkeftinê ye. Û ji her tiştî wirdetir jina azad, Kurdistana azad e.
Min ji xwe de xeta Bêrîtan negot. Berxwedaniya Bêrîtan di me de şêweya bingehîn e. Heval radest nebû û xwe ji zinaran avête. 9 keçik hebû, wek govendekî hev dû bi hevdû re girêdan û bi bombê şehîd ketin. Ji bo ku nekevin destê dijmin wisa kirin. Ev hemû lehengên mezin in. Ji bo me keçên pir leheng û berxwedevan hene. Di heman demê de kesên ku xwe şewitandine jî ez bibîr tînim. Yê ku dixwazin hemdem bibin, bila biçin. Diçin Ewropa, diçin ku, bila biçin. Ez rastiya xwedawend wek çand dibêjim, ez bi zimanê magazîn ve nabêjim. Ev çand wê zindî bibe. Zilam naxwaze fêm bike. Ji derveyê vê jiyana azad nabe. Li ser jinê teorî û felsefe nû pêşdikevin. Azadiya jinê nû ketiye dema xwe ya pêşketinê. Zagonên vê heye.
- Ayrıntılar
Bêrîtana rengînî weke çûka çiyan ya 12 rengî, çawa di xwe de tevayî rengên xwezayê dicivîne û bi yekahengî, mirov li himber ciwaniya wê ya bê hempa matmayî dimîne. Ewqasî bi lez û bez tevdigere, weke sihrê, nahêle mirov ji ciwaniya wê têr bibe.
Dema Bêrîtan tê gotin, nizanim çima ew çûka 12 rengî tê bîra min. Rengîn bû, bi xwezayê re di nava ahengiyê de bû, xwe zû-zû nû dikir. Pir bi liv û tevger bû, mirov dikarî her carê di wê de aliyên nûtir bidîtana. Bi qasî ku şerker bû, ewasî jî hunermend bû, her wisa jî wêrek bû, jinek di milê derûnî de azad bû.
Bi giştî di mirovan de kêm û kurtî derdikevin û aliyên ne xweşik li gel yên xweşik bi cih dibin. Lê belê heval Bêrîtan bi qasî min pê re jiyan kir, ez tû caran jê zivêrnebûm û min tû taybetiyên wê yê neciwan nedît. Ew kesayetiyek kêm kêmasî dikir, lawaziyên wê kêm bûn, ji ber vê yekê jî pir dihate hezkirin û di karê xwe de her dem serkeftin bi dest dixist. Bi rastî jineke azad û xwezayî bû.
Piştî şehadeta wê, rojên ku derbas dibûn, hîn bêhtir di çavên min de mezin dibûn. Mîna entîkeyeke dîrokî, her ku kevin dibe ewqas bi nirx dibe. Ez bawerim mirov çiqas lê dikole tiştên hîn cuda ku qet derneketine holê dibîne di kesayeta heval Bêrîtan de.
Şerê wê, evîna wê ya mezin û bê sînor, têgeha wê ji jiyanê re, hêviya wê bi azadiyê û serkeftinê re, mirov dikare bi awayekî giştî û eşkere di helbesta wê ya bi navê “Gula min ” de bibîne. Kî bixwaze Bêrîtan nasbike; giring e, berî her tiştî helbestên wê bixwîne.
Bêrîtan di sala 1991 an de ji nava derdorek xwendevan-rewşenbîr û ji navçeyeke wek Koçgîrî tevlî refên gerîla dibe. Dibe ku tevlîbuna heval Berîtan di wan salan de zêde ne balkêş be. Ji ber ku di wan salan de hejmarek mezin ji xwendevan û rewşenbîran ji her çar hêlên Kurdistan ê tevlî refê şoreşa netewî dibûn. Di encama serhildanên gelêrî ku li bakûrê Kurdistan ê bi awayekî kûr destpêkiri bû û tevahiya gel rakiribû ser piyan. Gelo tiştê ku hevala Bêrîtan ji wan cuda kır, u Gulnaz Karataş kır Bêrîtan çi bû?
Navê wê yê yekemîn ya di nava refên gerîla de “ Binevş” bû. Piştre navê xwe digeherîne u dike Berîtan. Min jê pirs kir ka çima navê xwe kiriye Bêritan? Beritan wiha bersiv da:“ Bêrîtan li Dêrsimê navê eşîrekêye û dibe ku ez bi xwe jî ji wê eşîrê bim”. Heval Bêrîtan, bi guhertina navê xwe, gava yekemîn avêt, di azadiya bîr û bawerî de. Wê hêza hilbijartina azad da nîşandan. Dibe ku pir kesan navê wê li xwe kirin, lê ez bawerim ew yek bû û ducar nabe.
Bavê heval Bêrîtan xwedî malbatek bi zarok bûye û ji aliyê madî de hejar bûye. Mûçexur bûye li ba dewletê. Tevî hêjariya xwe bavê wê, heval Bêritan daye xwendin u tiştekê wê kêm nehîştiye. Bêrîtan jî, ji ber ku elewî bû, di hêlên sosyal de vekirî û têkilîdar bû. Têkiliyên wê bi giranî di gel kesên rewşenbîr û entelektuel hebûye. Ev taybetmendiya li gel heval Bêrîtan, bingeheke xurt a çandî û hunerî avakiri bû. Ew ne jinek asayi bû. Xwedî armanc, hêvî û bawerî bû. Ew ji deriyekî berfireh ve ketibû nava tekoşîna jiyanê. Li zanîngehê ketibu nav têkîlîya evînî bi hevalekî xwe yê zanîngehê re. Lê dema PKK’ê nas dike, her du bi hev re tevlî refên şoreşê dibin. Wê, ji hevalê xwe pir hezdikir, lê dizanîbû çawa hezkirina xwe mezin bike. Dema soz û biryara xwe ya Partîbûnê da ji wê gavê û pê ve xiyanet bi evîna xwe nekir. Di nameyek xwe de ji hevalê xwe re wiha dinivîse; “ ez ji te pir hezdikim, lê li min bibûre, ez ji welatê xwe û Partiya xwe ji te bêtir hezdikim.” Wê ji ber ku rast hezdikir û pîvanê hezkirina xwe danî bû,ji ber hezkirina xwe fedî nedikir, ji bo wê jî hestên xwe bi eşkereyî dianî ser ziman. Tenê ên ku rast hezdikin dikarin evîna xwe mezin bikin. Li gel wê jî asta tekoşîna xwe bilind dikin. Heval Bêrîtan di helbestên xwe de evîna xwe dide der. Di helbesta “Gula min” de ku bi zimanê Tirkî nivîsîye, pir baş diyardike, ew çendî bi evîna xwe ve girêdayî ye. Lê ya balkêş li gel heval Bêrîtan ew bi xwe rêzana evîna xwe bû, ew azad bû û bi tekoşînê evîna xwe mezin dikir. Ji yekîtiya azad şerm nedikir. Di evîneke wiha de tenê xweşikbûn û payebilindî heye, jiyan bi evîneke weha bi gul dibe. Bêrîtan gula evîna xwe bû, gula xwe bi rengê tekoşînê sor kiribû.
Bi hestên xwe yê neteweyî yê ji nijadperestiyê dûr, dikarî tevayî beşên Kurdistan ê himbêz bikirana. Vê rastiyê di têkiliyên xwe de jî pêk dianî. Heval Bêrîtan, her dem li pêş di ramiya. Di fedekariya xwe de û di wêrekiya xwe de bêhempa bû, destê xwe davêt çi karî bi ser dixist. Wê xwe bi çiyan re kiribû yek û bibû evîndarê çiyan. Tenê kesê xwedî hezkirinên mezin, evînên mezin dikarin ewqas çalak, zindî u cangorî bin. Hezkirin û welatparêziya wê dibûn sedem ku zû fêrî tiştan bibe. Tevî ku qet Kurmancî nedizanî, di demek kurt de xwe fêrî zimanê Kurdî kir. Di karên piratîk de jî xwe li paş nedihîşt, di pêşya hemû kesan de bû.
Di zivistana 91-92 an de cihê xwe di xebata ragihandinê de girt, wê demê bîroya ragihindinê di bingeha Biryargeha Partî ya duwemîn li Xakûrkê hatibû sazkirin û (2) kovar dihatin weşandin. Kovara “Dengê Gerîla” ji hêla şaxê jinan ve dihate weşandin. Heval Bêrîtan cihê xwe di rêvebiriya beşa çapemeniyê de digirt. Di karê ragihandinê de jî bi awayekî afiranderî zîrektiya xwe dida diyarkirin. Di nivîsên wê de zelaliya ramanên wê yên bîrdozî, her weha têgihiştina wê ji rêbaza Serokatî û Partiyê re xweş diyar dibû. Di wan salan de hîna rastiya cins çiye ne çiye nehatibû naskirin, her weha hevalên jin tevlî tekoşîna giştî dibûn, lê hîna wate nedidan şoreşa civakî û tekoşîna cinsî. Jinan ji hev heznedikir, pîvanên kevneperest yên civakê hê jî di nava refên şoreşê de berbelavbûn. Sekna heval Berîtan lı pêşiya paşverutiyê helwestek bû. Heval Bêrîtan bi ziman tiştek ne gotana jî, bi jiyana xwe her tim dibû hêza rexneyê li peşiya paşverutiyê. Ev rewş hem dibû sedema nakokiyên mezin, hem jî dibû sedema pêşketinên mezin. Heval Bêrîtan li hember tevayî hewildanên dervayî rêbaza Partiyê diket nava tekoşînê, di kesayetiya xwe de taybetmendiyên milîtaniyê pêk dianî. Ew di tekoşîna çinayetî de tim li pêş bû û teslîm ne dibû. Wê azadiya xwe ya hundurîn bi pîvanên Partiyê yên azadiyê re nû dikir û hêza berxwedanê wisa ji xwe re peyda dikir.
Heval Berîtan wate dida tevayî bûyeran; dûr û dirêj difikirî, pêşbîniya wê jî bi pêşeroja azadiyê ve girêdayî bi hêz bû, bi rojên weke îro bawer dikir ku şefeqa azadiya welatê me dabigre. Di helbestên xwe de jî baweriya xwe bi vê yekê re diyar kiribû. Di helbestek xwe de wiha dibêje:
Ez bi qasî zereyekê, ji mirinê natirsim û mirin li min zor nayê lê belê ...!! temaşake li van çiyayên noqbûyî di nava şefaqê de tenê ji bo em kêliyekê bi hev re li wan temaşakin ez naxwazim bimrim.
Di salên 91-92 an de hêjmara jinên gerîla di nava şoreşê de her diçu zêdetir dibû. Di wan deman de artêşbûna jinê hîn nû bû, jin hîna bi temamî nehatibu asta artêşbûn u partîbûnê. Serok Apo nirxek pir mezin dida artêşbûna jinê. Hewl dida ku artêşbuna jinê pêş bixe. Ji ber wê jî hertim bangên serok çêdibun ji bo tevlîbuna jinan. Li gel hemû hewladanên serok, hîn kesên paşvrû dixwestin jin di rewşa xwe ya kevin de bimîne u pêş nekeve. Ji ber vê jî, çi ji destê wan bihatana dikirin.
Li Amedê hejmarek mezin jinan ji nava artêşê hatin avêtin, her wiha ji bo ku nehatin rêxistin kirin û perwerdekirin pir ji wan ketin destê dijmin, pir ji wan jî ku namzetê tevlêbûna tekoşîna rizgarıyê bun, bê beş man û nehatin wergirtin. Ev pratîka tunekirinê bi destê Şemdin Saqiq ve pêş ket. Wî digot; jin bargiraniya artêşê ne. Bê guman ew pratîk bi giştî li dijî hewildanên Serokê netewî bûn û bi armanca vala derxistina kedên wî bûn.
Di heman demê de li navça Xakûrkê ku biryargeha Partiyê ya duwemîn li wir bi cih bibû, hewildanên wekî ên Şemdîn dihatin kirin. Nêzîkatiyên ku ji aliyê van kesan ve dihatin kirin ji nêzîkatiyên civaka paşveru ne cuda bû. Her çendî jin di metirsiya van nêzîkatiyên paşverû de bi giştî tênedigihiştin jî jinên têgihiştî dikarîbûn rastiya bidîtana. Ên ku van rastiyan didîtin, hewl didan ku li hember van nêzîkatiyên paşveru têbikoşin u wan bê bandor bihêlin. Çawa tekoşîna çekdarî bi armanca rakirina biryara mandelkirinê li ser doza kurda bû, her weha jî tevlêbûna jinê ji tekoşîna çekdarî re ji bo rakirina mandelkirinê li ser mafê jinê bû. Jin êdî di van bîr û baweriya de têgihişt û tekoşînek bilind diyarkir ji bo xwe ispat bike. Li hemberi nêzîkatiyên zilamê serdest, jinê xwe ji her mili perwerde dikir u bi vî awayî dibû xwedî seknek bi hêz. Heval Bêrîtan jî yek ji wan jinên rêber bû, ku berî tevayî jinan behna metirsiyê girt, pilanên li ser tekoşîna azadiya jinê digerin fêmkir u li dijî wê ket nava hewildanên bê hempa, da ku bide pejirandin ew dikare tevlî şer bibe. Her roj heval Bêrîtan ezmûnên xwe li pêşdixist, xwe fêrî tevayî pedîviyên leşkerî dikir. Wê bawerî da partiyê û xwe da pejirandin. Cara yekem bû wê tevayî bendên ku li pêş jinan hatibûn danîn hilweşand. Li meydana şer bi her awayî ji bo bi çespîne ku jin dikare bi serkeftin şerbike, dida bawerkirin. Hezkirin li hevhatin, yekbûn û hevaltî, nav û nîşana wê grûpê bû.
Di hemu çalakiyên xwe de bi serkeftin bûn. Li ser tevayî çekan hakim bûn û wan bi kar dianîn. Di meydana şer de jî perwerda xwe didomandin. Bi vî awayî ew grûp bû tovê artêşbûna jinê. Êdî ew gav bû bingehek ji bo belavkirina wê çandê li her deverekê welêt. Heval Bêrîtan bi hest û giyana xwe ya berpirsyariyê rêbertî ji vê pêngavê re kir. Bi başdarbûna grûpê ji çalakiya “Rûbarûkê” re, xebat gihişt lûtka xwe. Di wê çalakiyê de heval Bêrîtan bi xwe di refên pêş ên di êrîşê de cih digirt. Birîndariya wê, di çalakiyê de wê xistibû nava hestekî pir bilind de. Mîna evîndarek di roja cejna evindaran de gulek sor diyarî bigre. Wê weha ji birîna ser rûyê xwe coş digirt û pê serbilind dibû. Hîn xwîna li ser birîna heval Berîtan û hevalên wê zuha ne bibû, bi hezaran pêşmerge yên PDK û YNK bi hevkariya artêşa dewleta Tirk u Emerikayê, pilangeriyek mezin li darxistin. Armanca vê pilangeriyê, ji holê rakirina gerîla u zextkirina gelê kurd bû. Navê çalakiya ku Emerîka û Îsrail jî bi awayekî neyenî tê de cih girtibû, kiribûn “sandawîç” yanî wê hêzên gerîlla dorpêç bikirina û tunebikirana. Ji hemû aliyan ve leşker û pêşmerge dihatin, agir ji top û firokan dibariya. Gerîla ketin nava şerê man û nemanê. Gerîla hemû li berxwedan, lê berxwedana jinan pir cuda û balkêş bû. Wan ji zilaman bêtir wêrekî û mêrxasî dan diyarkirin. Li tevayî meydanan gerîlayên jin hunerek û afîrandineke bê hempa dan nîşandan. Jin bi vî awayî da nîşandan ku ew di arteşê de ne bargiraniye, hêza serkeftinê ye. Heta gihîşt wê radeyê ku berpirsên eniyan bi bê têlan bangî hevdikirin û dixwestin deh zilaman bi jinekê biguherînin.
Her çendî ku Heval Bêrîtan ji gelek cihên xwe birindar bibû jî, pir dixwest ku tevlî çalakiyan bibe. Hingî xwe sepand ku êdî heval nedikarîn pêşiya wê bigrin. Û di dawiyê de xwesteka heval Bêrîtan pêk hat u bi wî halê xwe tevlî çalakiyê bû. Wê di nav şer de berpirsiyariya eniya Lolanê kir û şerekê dijwar li darxist, li himber hêzên xiyanetkar. Eniya wê bi berxwedana xwe bala hêzên li himber jî kişand. Bi rojan şereke pir dijwar tê dayîn. Êdî cepxaneya gerîlayan ber bi xelasbûnê ve diçe. Hêzên dijber çawa vê rewşê ferq dikin, hemû hêza xwe ber bi wî milî ve dibin. Dixwazin eniya ku heval Bêrîtan lê ye, hilweşînin. Li hember vê yekê Heval Bêrîtan tevayî hevalan paş de dide kişandin û ew bi xwe parastina wan dike. Dema mecala wê ya paşdegişandinê namîne, dijmin pir nêzîkê wê dibin û bang dikin u dibêjin:“teslîm bibe.” Heval Bêrîtan bi dengekî tund, bi hêz û bi bawerî bersivê dide wan û dibêje; “PKK teslîm nabe, yê teslîm bibe ketxwarî, paşverûtî û xiyanetkarî ye.” Û piştî van gotinan xwe ji serê zinarek bilind davêje xwar. Dema pêşmerge dengê jinekê dibihîzin wêrek dibin û êrîşên xwe tund dikin. Lê dema bersiva heval Bêrîtan û ne teslîmbûna wê dibînin, li hemberî rastiya qehramanîya wê de dikevin nava şermeke mezin û ji ber zilamtiya xwe fedî dikin. Qahremaniya ku heval Bêrîtan nîşanî wan kir, hişt ku pir ji wan di meydana şer de soza çek berdanê bidin. Ji ber xiyaneta xwe şerimkirin û sondxwarin êdî nebin çetê dijminan. Êdî çîroka qehramantiya heval Bêrîtan li ser devê pêşmergan bi xwe li tevayî deverên Başûrê Kurdistan ê belav bû û bi sedan xort û keçên Başûr tevlî refê şoreşa netewî bûn.
Bi qîrîna heval Bêrîtan re xiyanet û paşverûtî hate darizandin û rûyê wan ê reş hate eşkerekirin ji tevayî gelê Kurd re. Wê bi çalakiya xwe zaboqek (vîracek)nû di şoreşa netewî de vekir û asta mîlîtaniya PKK’ê bilindkir. Bû nûnera rêbaza Sarokatî û di kesayetiya xwe de bi ser xist. Heval Bêrîtan di raporeke xwe de ku di bihara sala 1992 an de ji Serokatî re nivîsî bû de, diyarkiribû ku ew dixwazê romana Serokatî binivîse. Tê zanîn romanivîsîn hêzeke mezin, wêrekî, xeyal û wêjevaniyeke bilind dixwaze. Biryara nivîsandina romana Serokatiyê dayîn ne karekî hêsan e. Heval Bêrîtan wê hêzê di xwe de didît, ku romana serok binîvisîne. Wêrekiya wê ji pêkariya wê dihat, ew wêjevan û helbestvanek bi hêz bû. Û ez di wê baweriyê de me ku ew saxbana wê soza xwe bi awayekî afirandî pêk baniya.
Wê xwe bi şehîdên dozê re kiribû yek û di rêya wan de bi israr û bi bawerî diçû. Di helbestek xwe de ku girêdana xwe bi şehîdan re dide nîşandan dibêje:
Ev dila hatiye hûnandin Li gel keziyên Koçerînê yê çil gulî Destên min Bêrîvanin Wekî Egît diçizirim çiyan Wekî Delîl dikevim nava pêkdadanê Û Mezlûmê sê darikên kibrîtê me Ez çend giyanên nûhatî ji hinavê xwe dizêm. Di her pêkdadanê de ez ya li pêşim Ez ji nû de dizêm bi tilîlîyan re Wek Ferhat....wek Mehmûd Bedena min dişewite.
Di nava germiya cengê de me nikarî em wateya qehremaniya heval Bêrîtan nas bikin. Lê belê piştî paş de kişandina hêzên gerîla ji qampa Zelê re li Başûrê Kurdistanê, tevayî heval ketin nava xemgîniyek mezin. Her ku rastiya şehadeta Bêrîtanê derdixistin zanebûnê, ewqasî pê bandor dibûn. Mîna birînek pir xedar û kûr di hinavê gerîlayan de vebû. Birîn di axivî û jana wê em çember dikirin. Qîrîna Bêrîtan ya li himberî xiyanetê, weke zengilekî deng vedida di mejî, wijdan û dilên me de û êdî di cergê xaka Kurdistan ê de bi sedan Bêrîtan vejiyan. Piştî agirbestê û piştî şehadeta heval Bêrîtan bi heyvekê di 22-23 heyva Mijdara 92 yan de min du helbest ji bo bîranîna şehadeta wê nivîsand. Di sala 93 yan de di kovara “jina serbilind” de hatin weşandin, her wiha hatin awazkirin ji hêla hunermend û komên hunerî li Kurdistan û Ewropa yê. Her weha di berhevoka min ya helbestan de ya bi navê (Zenglên Hevgihînê) de hatiye weşandin. JI BO ŞEHÎDA ŞEHÎDAN
BÊRÎTAN Mîna awazê jiyanê wekî şivanekî hozan xwezayê distrê û di kûraniya damarên nêdar bi xwînê jiyan bi kela xwe dijî ey Bêrîtana min ey bêrîvana gulperî min te naskirî û jiyankirî pêleke torebûyî di rûçkê faiştan de mawzerek bûyî amade bo yî lêdanê di sînga birakujan de
* * * Te xwe bi şer ciwan kir û tu mezin buyî û em mezin bûn bi te her yek ji me digere li şefeqê yan wê sazdike te ew sazkir bi tivingê bi xwînê
* * * Dema ji çeperekê xwe davêt çeperek din di asoyê azadiyê yê kesk û sor û zer de nîşana serkeftinê xêzdikir û eniyek vedikir di dilê enyakê de Bi pencên xwîna erxewanî perda ser çavê xiyanetê çirand ew reşkir bi rengê reşqelekê û bi wan pencan xiyanet darizand
* * * Bi bêdengiya gulla xiniz re her tişt bi dawî dibe gulle sar dibe û dimre destê kuştkar her mirî ji dayik çêbûye lê Bêrîtana min xwediya bîst û du biharan her dijî gulek di dilê çiyê de bi her lêdanên dilên me re di damarên gel de tîrêjek ji yên şefeqê yê sor pertewek vêketî di mala tariyê de û wekî bêhna nanê germ li her kolanên welatê min belav dibe belav dibe.
Başûrê Kurdistanê ( Zelê )
- Ayrıntılar
Bêrîtan di cihê xwe de req bûbû û bi baldariyeke mezin li dayîka xwe guhdarî dikir. Di cîhana xeyalan de bû, tiştên ku dibihîstin ew şaş dikirin. Wekî ku temaşeyî fîlmekî dikir. Gelekî pirs di mêjiyê wê yê zarok de diçûn û dihatin. Gotinên nû dibihîst ji devê diya xwe. Çavên wê diçûn û dihatin mîna ku ji wê kuna xwe ya biçûk aciz bin. Dixwest ber bi ezmanan ve bifire. Bêrîtanê ji bo ku çokên xwe yên ji heyecanê dilerizîn, ji dayika xwe veşêre, destê xwe danî ser û bi dil û can li dayîka xwe guhdarî kir.
Dayika li ber giriyê bi dengekî ku ji kûrahiya dil dihat, digot: “ Wê rojê destanek nû dihat nivîsandin li Lelîkanê. Ew roja Lelîkan bi tîpên zêrîn diket nav dîroka berxwedana mirovahiyê. Dîsa jinek qehreman bû, nivîskarê dîroka berxwedan û azadiyê.
Li ser lutkeya zinarekî reş û mezin bû. Li paş wê Çiyayê Şekîf, li biniya wê Dola Çil û çaran hebû. Beriya demekî 44 çar hevalên wê şehîd ketibûn li wê dolê. Perçeyek mezin ji dilê wê qut bûbû. Lê di pêçandina birînan de hosta bû. Ew, roj pir asê bûn hemû çiyayên Xakurkê. Bûbûn mertal li beramberî îxanetê.
Guleyên di çeka wê de xelas bûbûn. Bi guleyên xwe yên heyî hevalên xwe parastibû. Tenê ew, çeka wê ya bêgule, çiyayên asê ên Xakurkê û dilê wê yê ku ji bo azadiyê lêdida mabûn. Ev çend roj bû di pevçûnê de bûn. Şerê Başûr bi hemû dijwariya xwe berdewam dikir. Bêrîtan heta niha gelek caran ketibu pevçûnan. Gelek caran ji gelek cihên bedena xwe jî birîndar bûbû. Lê vê carê tişta ku zora wê dibir, ew bû ku yên li hemberî wê şer dikirin kurd bûn. Lê belê tevî ku vê yekê zora wê dibir jî Bêrîtan bi biryar bû ku di vî şerî de bi ser bikeve. Ji ber ku heta niha tevgerên azadîxwaz ên kurdan ji ber îxanatên hundirîn têk çûbûn. Dîroka kurdan bi îxanetên bi vî awayî ve tijî bûn. Bêrîtan vê carê bi biryar bû ku, li hemberî îxaneta kurdan bi serbikeve. Diviya dîrok vê carê dubare nebûya. Diviya berxwedanê îxanet têk bibira.
Dengê pêşmergeyên birakuj ên PDK u YNK’ê her ku diçû ji nêztir dibû. Du hestên cuda xemgînî û kêfxweşî bi hev re ketin dilê Bêrîtanê.
Xemgîn bû... Ji ber ku carek be jî serokê xwe ji nêz ve nedîtibû. Carek be jî ew hembêz nekiribû û bi heskirineke mezin maçî nekiribû. Ev bê edaletiyeke mezin bû. Xeyala wê ya herî mezin carekî be jî dîtina Roja Pîroz bû.
Xemgîn bû... ji ber ku ên li hemberî wê şer dikirin kurd bûn. Lê ji bo berjewendiyên biçûk û malbatî birayên xwe firotibûn û çek hilgirtibûn li dijî wan.
Keyfxweş bû.. ji ber ku bi şerê xwe yê azadiyê xweşik bûbû. Keça herî xweşik a cîhanê bû êdî. A li ser ruyê wê ne şopa gule, belku destegulek bû ji nav bexçeyê azadiyê. Kêfxweş bû.. ji ber ku heta dawiyê li ber xwe dabû. Neketibû destê îxanetkar û birakûjan.
Bi aramîyek mezin liviya ji cihê xwe û rabû ser piyan. Destpêkê çeka xwe ya azadiyê ku ev çend roj bû bûbû parêzvanê wê yê herî mezin şikand ji bo nekeve destên qirêj ên îxanetkaran.
Êdî li pêşberî hev bûn. Komek cerdewanên dilpasgirtî wekî ku serkeftinek mezin bi dest xistine temaşeyî Bêrîtanê dikirin. Haya wan ji tiştên berî biqewimin tunebû. Digotin qey her tişt xelas bûye û îhanet gihîştiye armanca xwe. Bêrîtana ku ji rû, mil û sînga xwe birîndar bibû bi tevgerek xurt û jixwe bawer derket ji mewzîya xwe. Cara yekê bû, ew qas nêzî azadiyê bûbû. Azadî tenê bi qasî gavek biçûk durî wê bû. Çavên wê ne li pêşmergeyên çavsor bû. Çavên wê, peşmergeyên birakuj, guhên wê bangên ji bo teslîmbuyînê nedibihîstin. Berxwedan û mirin di tama azadiyê de bûn, di riya armancên pîroz de. Bêrîtan bi biryar bû ku ew navbera bi qasî gaveke biçûk ya di navbera xwe û azadiyê de ye, ji holê rabike.
Hemû jiyana wê wekî şerîdeke fîlmê ji be çavên wê re derbas bûn. Heta wê demê qet bawer nedikir ku di bêhna dawî de hemû jiyana derbasbuyî, hêvî, bêrîkirin,armanc û hwd. ji ber çavên mirovan derbas bibin. Lê rast bû. Bêrîtan di carekî de çû, Dêrsîm û Çewlikê. Keçeke biçûk a Dêrsîmê bû. Lê di sala 1971’î de li Çewlikê hatibû dinê u li wir mezin bûbû. Di sala 1989`an de li zanîngeha Stenbolê fakulteya Zanistî û Bazirganî beşa îngilizî dest bi xwendinê kiribû. Di newroza heman salê de fêr bûbu ku ew jî keçeke kurd e. Di tevahiya jiyana xwe de miroveke serkeftî bû. Tu tiştekê ku wê dest avêtiyê nêvî nemabû heta niha. Di jiyanê de çalak û bêhempa bû. Ji biçûkatiya xwe heta ku beşdarî nav refên PKK bibe jî ew wisa berdewam kiribû. Di sala 1990’î de bi destgirtiyê xwe re beşdarî refên gerîla bibû û di cotmeha sala 1992’yan de jî beşdarî şerê Başûr bûbû.
Li ser zinarekî reş û mezin bû niha, carekî de gotina wê ya ku beriya beşdarî nav refên PKK bibe ji diya xwe re gotibû hate bîra wê. Dema biryara beşdariya wê bihîst diya wê dest bi giriyê kiribû. Bêrîtanê serê xwe rakir û bi awayekî ji xwe bawer got: Dayê negrî, tiştek bi min nayê. Ger rojekî ez pir tengezar bibim ji bo ku ez nekevim destê dijmin ezê xwe ji zinaran bavêjim û bi destê xwe dawî li jiyana xwe bînim. Ez nahêlim ku destê wanê qirêj bi min bikeve.”
Bêrîtan li wê gotina xwe xwedî derket.. Ji bo ku nekeve destê peşmergeyên birakuj, gava dawî ya azadiyê jî bi serkeftî avêt. Di wê demê de erd û ezman gihîştin hev, çiyayên Xakurkê rabûn dîlana azadiyê. Bêrîtan bû tovê azadî û berxwedanê û ket nav dilê xaka Kurdistanê. Bêrîtanek çû lê bi hezaran Bêrîtanên din hatin dinê.
Belê, piştî 12 salan 25’ê cotmeha sala 2004’an de dayikek kurd ji keça xwe ya 12 Salî ya bi navê Bêrîtan re wiha vedigot qehremaniya Bêrîtanê ango Gulnaz Karataşê. Dayikek kurd wiha vedibêje Bêrîtanê.
Lê ez... ezê çawa qala Bêrîtanê bikim. Pênûsa di destê min de wê hestên di dilê min de çawa xêz bike li ser kaxiza spî. Ez nizanim dê pênûsa min şiklekî bi çi awayî bide vê kaxeza bêwate. Beriya du salan di nameyeke xwe ya ji bo Serok Apo de min gotibû: “ma mirov çawa dikare rojê, ji “Rojê” re vebêje.” Kesek nikare rojê ji Rojê re bi hemû aliyên wê vebêje. Ji ber ku roj jînê dide, germ dike, dişewitîne, ronî dike, tê hîskirin, lê nayê vegotin.
Vê carê difikirim ma gelo mirov dikare tîrêjên rojê vebêje. Ew tîrêjên ku jînê didin can û axa me, tarîtiyan parçe dikin, ronahiyê didin rûyê erdê û ronahiya çavên me...
Bêrîtan... fermandarek jin a leşkerî.... helbestvanek û evîndara azadiyê... Têkoşera rizgariyê. Rêwiya riya azadiyê. Lêgera dîroka windabûyî. Jineke berxwedêr û dijbera xiyanetê. Belê Bêrîtan, di 12. salvegera çalakiya te ya li dijî îxanetê de vegotina te u çalakiya te gelekî zehmet e.
Bêrîtan... Xezala nav baxçeyê azadiyê, awirên reş ên îxanetê qet kêm nebûn ji asîmanên Kurdistanê. Dîroka reş a Kurdistanê dîsa dubare dike hemû qirêjahiya xwe.
Lingên neyar u îxanetkaran dîsa dixwazin bipelçiqînin gulên azadiyê.
Dizanim, encax ligel bicihanîn û piratîk-kirina xeyalên te dikarim bibim bersiv ji bo bîranîna te.
Dîsa ev helbesta te zeng dide di mêjiyê min de:
“Ma ne em in, yên ji bo têrbûnê erdên birçî dikêlin?
Ma ne em in, yên ji bo xweşikbûnê şerên kirêt dimeşînin?
Ma ne em in, yên li bin siya lûleyên sîlehan eşq û di behra mirinê de dostanî danîn?
Ji lewra êdî mirin natirsîne,
Ji lewra paşeroj nêzîk e,
Ma ne em in, yên ha îro ha sibê bigihîjinê?”
Belê Bêrîtan em in yên ku ji bo bedewiyê şer dikin û bi şerê xwe bedew u xweşik dibin.
Û paşeroja azad li benda me ye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 23’ê cotmehê de di navbera saet 11.00-14.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Alaniş, Geliyê Pisaxa, Gundê Êrê û Girê Hêliz ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar