Her demsalekî di hindirê xwe de cîhanekî nepenî dihewîne. Cîhan jî bi xweşikbûna her demsalekî re çavê xwe ji xewa mirinê dişû. Mîna zarokê ji nû ve di deryaya çavê dayika xwe de wata jiyanê hîs dike.
Jîyan jî hebûn û hestên xwe bi van demsalan tîne ser ziman û bi her demsalekî re jî mirovahî xwe nû dike û şerê jîyan û mirinê ji nû ve destpêdike. Xweza bi bedewbûna xwe mîna heyva çardeşevî rêwîtiya kerwanê azadîyê dike.
Havîn bi ked û xwîdana xwe, li deşta rojê meydana şahsiwarê gerdûnê digerîne û li pey xwe kefenê mirinê diçirîne. Qêrîna Zivistanê bi tûndî dixwaze serdestîya cîhanê bike û li ser erşê ezmanan rûne. Pelçemokê daristanan jî li ser şopa payîzê serhildana û qîrîna gelan bi rê têxe.
Lê di nava giyan û xweşikbûna van çîyayan de, jîyan xwe bi rengekî cuda tîne ser ziman. Xweza bi gerîla re rêwîtiya jîyanê dike û gerîla mîna koçerekî bi her demsalekî re govenda zayînê digerîne. Mîna bazan hêlîna xwe li navsera çîyayan dihûnîne û tîrêjin rojê hembêzdike. Li ser dêmê xaka kevana zêrîn û li ber bejna simbilên bi xêr û bereket dilan sermest dike .
Erê! Gerîla evîndarê jîyana xwezayî, deng û rengê wê yê bê mirin e. Mîna ava çem û deryayan tim jîyanê zindî dikin, ji çîyayan bilintir û ji deryayan kûrtir, mîna Buharê bi xeml û xêlin. Ewin dengê xaka pîroz, keskesora Cûdî, Gabar û Zagrosan. Mîna şahdemarê gîyanê jîyanê, bi hev re bûne dost û heval. Mîna pepûleyan ji çîyayekî ta çîyayekî û ji deştekî ta deştekî, bi yek dil û vîna xwe, bedena şûn waran dixemilînin. Ewin dîyarîya xaka bereket û hebûna gelê bindest. Ji bona wan sar û serma ne xeme, ji ber ku dilê wan her dem germe û ji bona azadiyê her tim lêdide. Çîya ji bona wan dîroka zayîna însan e, roj û şevên wan mîna şewqa stêrkan tim geşin û diçirisin. Rêwîtiya wan a jîyanê, mîna mîlê demjimêrê, tu rawestgihan ji bona xwe nasnake. Ji ber ku tama jîyanê li van waran pir cudaye û mirov di nava vê jîyanê de ji nû ve xwe nasdike û bi keda destê xwe û vîna azad jîyan dike û her hewildanê wî ji bona efrandina jîyaneke nûjen e. Di eynika rastîyan de xwe ji nû ve dibîne û jîyanê mîna dayikekî bi hemû hêza xwe hembêz dike. Ev jîyan mîna xwezayê her tim zindî ye û ji mirovan re dibe guh, çav û ziman. Mirov tê de bi çavê xwe xweşikbûna jîyanê ji nû ve hîsdike, bi zimanê xwe jî ji nû ve peyvan li pey hev rêzdike û rastîya vê jîyanê li ser rûpelên dîrokê xêzdike. Mîna wêneçêkerekî bi telîyên xwe yê zêrîn li ser bedena xaka pîroz wêneyên zindî xêz dike.
Her tiştê vê jîyanê, ji bona wan hesan dibe, ji ber ku armanca wan mezinin û hêviyên wan yê jîyanê mîna çîyayan bilindin û mîna deryayan kûrin. Di şer û cengê de mîna lehengan meydanê dixwînin. Ne germahîya Havînê bi dijwarîya xwe û ne jî bayê Payîzê û berfa Zivistanê bi sir û seqema xwe zora wan dibe. Ji ber ku ew di deryaya dilê xwe de hêviîyên Buharê dihewînin û mîna berfînan berxwedan bûye parçek ji jîyana wan.
Jîyan bi xwe ji bona wan perwerdeya herî mezin e, ji bona wê her bîskê demên wan tijî ye. Bi şev û roj û di her şert û mercan de ew xwe perwerde dikin. Mîna ava ku ji bin belekîyê berfê dizenzile û li ber tava Buharê diçirise. Ew jî bi riya vê perwerdê dil û mejiyê xwe paqij dikin. Rêwîtîya wan rêwîtîya azadîyê ye û mîna pêlên deryayan tu sînoran ji bona xwe nasnakin.
Her demsala Zivistanê ji bona wan destpêkeke nû ye û vegotina hemû demsalan xwe di wê demsalê de tîne ser ziman. Ji ber ku ew jî mîna xwezayê di her Zivistanekî de xwe ji bona zayînekî nû amededikin. Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, ji nû ve xwe ji bona nûrojeke bi serkeftî bi riya perwerde û ji nû ve avakirinê, xwe bi hêz û coş dikin. Ji ber ku ew jî mîna her zindîyekî li ser rûyê vê xakê jîyan dike, bi hazirî û tevdîr tev digerin. Ji bona wan demsala Zivistanê demsala perwerde û amedekarîyê ye. Lewra di vê demsalê de, xwe ji nû ve di ber çavan re derbasdikin, kêm û kurtîyê xwe nasdikin û mîna av zêmê xwe her tim nû dikin. Bi coş, heyecan û kesayetîyeke nû, rêwîtîya xwe didomînin û mîna birûskê dixwazin cîhanê bi remanê xwe ronîbikin û sînorên di nava dilan de bihelînin.
Li ser çîyayan mîna kovî û xezalan govenda zayînê digerînin. Li ser dijmin de mîna şûrê Guhderz û gurzê Rustemê zarin. Bi kêf, şadî û bi dilekî tijî evîn mîna gulên Buharê, cîhanê tev hembêzdikin. Her tim xwe bi rext û fîşekan dixemlînin, ji bona wan çek mîna parçeyekî ji canê wane û bê wê dijmin nayê rê. Ji bona vê yekê her tim ew dixwazin, bi riya perwerdeyê hîn bêtir serwerîya xwe li ser xurtir bikin. Dengê wê li ser dijminan mîna dojeh û qebristanê ye û ji bona dost, heval û gelan roja cejn û tolhildanê ye. Ji bona wê, ew di şerê xwe yê jîyanê de, ji bona xwe tu qeyd û bendan nasnakin. Bi qêrîna xwe dîwarê zindanên tarî li ser dijmin de dihilweşînin. Bi dengê û agirê çek û remanê xwe neyar û dijminan dişewitînin.
Ji bona wan her demsaleke Zivistanê amedekarîya Buhareke nû ye, ji bona vê yekê ew xwe ji her milî ve ji bona şer û cenga giran amede dikin. Mejî û dilê xwe bi riya perwerdê paqijdikin û dixwazin ji bona Buhareke nû di meydanê de li beramberî dijminê xwe serkeftîbin. Mîna roja ku tarîya ewrên serdestîyê tar û mar dike. Ew jî bi hatina her Buharekî re bi xwîna xwe ya dikele û hestên xwe yê ku bi asoyên azadîyê av dane ser çopîya jîyanê dikşînin.
Erê ew gerîlane, mîna evîna pepûle û gulan û heskirina çeman ji deryayan re, her tim bi hêvîya xwe gihandina rojên azad tevdigerin. Ji ber ku azadî di serî de ji bona xwezayê û her zindîyekî ku di nava vê xwezayê de dijî pêdivî ye û ew mîna av, nan û hewayê, ji her mirovekî re pêwîste. Ango her însanekî dikare bê av û nan heyanî demekî jîyanbike, lê nikare bê azadî jîyanbike.
Dibe ku jîyana gerîla hatibe bihîstin û guhdar kirin an jê bi dîmenan hatibe temaşekirin. Lê ev tevger tevgera şehîdan e û tenê yê ku di nava van rastîyan de jîyan dikin û her roj ji bona jîyaneke azad li beramberî mirinê şer dikin. Hîn bêtir wata vê jîyanê hîsdikin û bi dil, can û xwîna xwe hembêz dikin.
Hamid Dêrik
- Ayrıntılar
Dem baş mirovê di ruh de azad dijî. Dembaş mirovê navê wî li ser dilê însana hatiye neqiş kirin. Bûye xewn û xeyalê hezar mirovan. Şoreşgerê li Îmralî li berxwe dide, gelo ew însanekî çawa ye? Herkes mereq dike ku nasbike. Vê mereqê deriyê zanistê ji herkesî re vekiriye. Dibe ku ber bi azadiyê ve gav avêtin, yek je merqbun be
Di çavê şoreşgera de min mezin bûna te hîskir. Ji devê pîr û kala min navê te bihîst. Di mejiyê min de tu bûye afsaneyeke veşartî. Afsaneyeke xwediyê wê jiyan dike. Raste ewqasî hesan nîne mirov wî bibînê.Lê belê min ti carî texmîn nedikir ku ew afsane wê têkevê nava çar dîwara de. Lewra hevoka (Rêber APO hate girtin) kesekî cesaret nedikir bi lêv bike. Mejî û dilê kesekî ranedikir ku wê hevokê bibhîsê. Kesekî bawer nedikir ew afsane di wê tarîtiyê de bijî. Eger dil û mejiyê mirovên Kurd dîlgirtina te qebûl kiribana, canê xwe parçe nedikirin. Însanên dagirker ewqasî bê wijdanin, dîlgirtina te li xweşiya wan çû. Lê belê nepirsîn dil û mejiyê çiqas însana bi dîlgirtina te re hate dîlgirtin. Hestên ku mirovên Kurd di wê rojê de jiyan kirin tenê xezebên ku têne serê cîhanê dikarin xezeba wê rojê bidin îfade kirin.Di carekê de tarîtiyeke kor bû sîber li ser mirovahiyê. Ne xema neyara bû însanên Kurd çawa êşiyan. Niha ji xwe re digotin “ Kurd çawa be jî fêrî êş û qutbûnê bûne” lê belê qet texmîn nekirin girtina te wê agirê têkoşîn hîn gurtir bike. Roja tu hatî girtin ji zaroka bigre heta pîr û kalan hîskirin nırxê wan yê herî mezin di destê dijmin de ye.
RÊBERÊ MİN...
Însanê ji mirovahiiyê hezdike û li hemberî zoriya xwe nadê paş. Zoriya tehemul dike û bê çare namînê. Xwedî li sozên xwe derdikeve û dilê wî tijî hezkirine. Cihê herkesî di dilê wî de heye, bi navê gelê xwe jiyan dike û her tiştî fedayî gelê xwe dike. Ji westandinê natirse, xwe dike parçekî ji gelê xwe û li gorî wê xeyal dike û armanc datînê pêşiya xwe. Bi dost û hevalê xwe re duruste û riya azadiyê bi bedelên mezin ji gelê xwe re vekiriye. Mirovakî wiha di xeyalê me de derbas nedibû, îro rastiyeke û Rêberê me ye. Bi hezara gerillayên Kurd bê tirs û xof canên xwe feda kirin. Her quncikeke çiya bi şopên wan şoreşgera hatiye xîz kirin. Jina ku di nava koletiyê de hatibû fetisandin, te azadî bê da naskirin. Bawerî, hêvî, hezkirin, îrade, têkoşîn kirin û azadî tê çi wateyê te bi jinê da naskirin. Jiyaneke bi rengê jinê çiqasî bedew û pîroze te ew lêgerîn di jin de da avakirin.
RÊBERÊ MİN:
Tişta herî balkêş ji min re dihat, tevlîbûna hevalên jin bû. Li gorî zîhniyeta deshilatdar min jin naskiribû. Ew hêza têkoşînê, şer û berxwedaniyê min di xwe û di jinê dîtir de nedidît. Dayîmî jin zeyîfe û tenê bi karê malê re mijûl dibe di mejiyê min de hatibû çandin. Bizrê bawerî, hêvî û lêgerîn di min de hatibû ziwa kirin. Di civaka Kurd de tevlîbûna jin ji şoreşê re pir xerîb dihat. Di malbatê de, di civakê de û di her nêzîkatiyekê de bi te didin hîskirin tu bela serê wanî. Her çiqasî zilam li hemberî jinekê zeyîf be jî û bê wê nikarê jiyan bike, lê belê bi te dide hîskirin tu bê nirxî û ew herdem hêz e. Zilam û malbat di bin vê deroniyê de, te bi zincîr û qeyda girêdidin. Li ser mejî û dilê te tijî kevir dikin. Pişt re jî dibêjin “tu mulkê me ye û emê xwedî li te derbikevin.” Di milekî de te mîna însan nabînin û di milekî de jî xwe dikin xwediyê te. Jinên bê zanebûn di navbera vê polîtîka zilam de diçin û tên. Nikarin isyan bikin û dudulî jiyan dikin. Lê belê jinê ku vê polîtîka zilam ya qirêj dibînin isyan dikin. Yan xwe întîhar dikin û dişewitînin. Ji ber hêz di xwe de nabînin, têkoşîn nakin. Ji ber hêviya jiyanê nabînin mirinê dihilbijêrin. Ev nêzîkatiyên malbatê û civakê ji jinê re dibû sedem jin wê hêzê di xwe de nebînê ku bejdarî şoreşê bibe. Her çiqasî zilam dixwazê jin xwe radestî wê qedera reş bike û wiha bi zeman re birizê. Lê belê jin di bîrê tarî û kûr de li benda ronahiyê ne. Li benda yê wan ji vê tarîtiyê xilas bike. Hêza te di jinê de da avakirin, şehadeta hevalên jin û tevlîbûna wan ji her karekî re cesaret da her jinekê ku riya çiya bişopînin.
Bi rengê zilam xebat kirin, li gorî zilam têkilî dayîne avakirin û li gorî zilam qedera xwe diyar kirin êdî nefes li min teng dikir. Weke jinekê jiyan kirin, baweriyeke wisa nînbû. Peyvên wisa bikaranîn tewanbartî bû. Heya ji destê wan dihat tu zeyîfdixistin. Jiyan kirina te bê wate dikirin û pêre jî tu bi xwe ve didan girêdan. Bi îrada xwe jiyan kirin, bi hêza xwe têkoşîn kirin û di her karekî de nasnama xwe diyar kirin êdî bûbû xeyal ji her jinekê re. Mîna aveke di cihê xwe de biseknê û bi zeman re bêhin bide, li min dihat. Min ti carî wate ne dida ez çima jiyan dikim. Xweşikbûna jiyanê di çi de ye? Min hîsnedikir. Jehra koletiyê ketibû xwîna min . Nêzîkbûnê te ji jin re, tevlîbûna jin ji çiya re û şehadeta hevalên jin cesaret da min ez li xwe bizîvrim û li jiyanê bigerim.
Di asoyên çiya de, di dil û ruhê mirovan de, di bin keviran de, di zorî û zehmetiyan de û di têkoşînê de ez li jiyanê geriyam. Bêhna axê kişandina hinavê xwe, bi rijandina dilopê xwêdanê re, bi hîskirina êşê hevalên xwe, bi zoriya re jiyan kirin, li hemberî xwe têkoşîn kirin û bi îrada xwe jiyan kirin min hîskir ez însanim. Bi watedayîna jiyanê û bi naskirina jin re hêvî, bawerî û hezkirin di min şînbû. Her ku çû girêdana min bi jiyanê re zêde bû. Min hîskir ez însanim û mafê min yê jiyanê heye. Her jineke Kurd mafê wan yê jiyan kirinê heye. Lê belê pêwîste di despêkê de jiyana rast kîjane nasbike. Jiyana bi rengê zilam naskirin jiyaneke arzane û koletiye. Di çiya de pêwîste jiyana rast were naskirin. Ew ruhê jin yê lêgera jiyaneke azad pêwîste neyê ziwa kirin. Heta ez di bin seha pergala deshilatdar de derneketim û min di çiya de jiyan nekir, min ew jiyan nedît û hîsnekir. Di ruhê hevaltiyê de, di parvekirinê de û di hezkirina hevalê xwe de min hêviya jiyanê dît. Keçên Kurd pêwîste li mafê xwe yê jiyanê bigerin. Jiyana Rêber APO ji jin re daye avakirin pêwîste tê de jiyan bikin. Ez weke keçeke Kurd naxwazim yek keça Kurd di wê jiyana qirêj de bijî. Dilê min ranekê ku jinek bibe mulkê zilamekî û di bin zilma wî de jiyan bike. Tecawiz kirina jina dema ku ez dibihîsim dilê min tê guvaştin. Qehir û intîqam di min de pêşdikevê. Ji ber zilam bi tecawiz kirina jinekê hemû jina tecawiz dike. Destê xwe dirêjî jiyana azad dike. Pêwîste êşê her jinekê em hîsbikin û wê tenê nehêlin. Gava jinek xwedî îrade be û xwedî li nasnama xwe derbikevê ez hêz digrim û têkoşîna xwe hîn xurtir dikim. Lêgerînê min yê azadiyê hîn xurtir dibin. Her çiqasî zilam bixwazê tovên jina azad tine bike, wê nikarbe. Ji ber hest, ruh û cewherê jin destor nade zilam giyanê wê qirêj bike. Her jineke Kurd pêwîste vî ruhê xwe bi têkoşînê biparêzê. Xwedî li cewherê xwe derbikevê. Xwedî li nasnama xwe derketin bedelên mezin dixwazê. Ew hêza jinê heye bedelên mezin bide. Ev di dîroka PKK ê de hatiye isbat kirin. Gelek hevalên jin bê dudulî jiyan bikin canê xwe bi bomba parçe kirine û jiyaneke azad hilbijartine. Jin bi têkoşîna xwe da isbat kirin ku eger jin neyê azad kirin civak azad nabe. Her jineke di civakê de dijî pêwîste di zanebûna vê rastiyê de be û riya çiya bişopînê.
Belê Rêberê min ezê herdem li hemberî xwe têkoşîn bikim ji bo ez durustbim di jiyanê de. Rê nadim zeyîfatiyê xwe ji bo vê jiyanê qirêj bikin. Jibo ez ji jehra koletiyê rizgar bibim ezê bibim xwediyê têkoşîneke xurt. Bi hêviya we di çiya de dîtin ez we himêz dikim.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Ji bo gelê me û raya giştî re!
Sala 2007’an pêvajoyeke ku êrîşên topyekun yên Artêşa TC’ê yên li dijî tevgera azadiyê dihat lidarxistin. Di vê demê de di serî de li bakurê Kurdistanê û li dijî Herêmên Parastina Medya gelek êrîş hatibû lidarxistin. Li Botanê jÎ gelek êrîş ji aliyê dijmin hatiye lidarxistin, gerîla yê me jî bi lehengî bersiv daye. Di demek şer û pevçûn zêdebibû, li Gabarê li derdora Çiyayê Bizin adi navbera leşkerên dijmin ên derketibû operasyonê û gerîla yê me de gelek pevçûn qewimî bûn.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re’
Di 19 Hezîrana 2010’ande li navçeya Colemergê, Şemzînanê li dijî Girê Konserveyê ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke berfireh hatibû lidarxistin. Di vê serdegirtinê de herî kêm 37 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatîbû kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bibû.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re;
Ji serê meha kanûnê pê de, artêşa TC’ê giranî daye êrîşên xwe yên tunekirinê û di van êrîşan de, di 27’ê kanûnê de ev rê li ber şehadeta du hevalên me kiriye. Gerîlayên me bi pejinkariyeke mezin û bi dîsîplînî sekna xwe ya bêçalakîbûnê parastine û tevlî karwanê bêmirinan a gerîlayên leheng bûne.
Ji gelê me û raya giştî ya demokratîk re!
Di 27’ê kanûna 2010’an de di encama operasyoneke bi armanca tunekirinê ya artêşa TC’ê li Kerborana Mêrdînê du gerîlayên me şehîd ketin û gerîlayekî me jî dîl ketibû dest dijmin. Di şerê ku hatiye jiyandin de hevalekî me yî bi navê Delîl Garisa ku girêdayî gundê Erkenda Sêrtê ye û navî wî ya rastîn Mustafa Cengîz e û gerîlayekî me yî bi navê Firad Palo(Mahmûd Kilıçaslan) şehîd ketine.
Ji çapemenî û raya giştî re
Di 27’ê kanûna 2010’an de piştî nîvroj eydî artêşa TC’ê li Mêrdîn Kerboranê yekîne operasyonek li dar xistine û di vê operasyonê de bîrîmeke gerîlayên me neçar mane bikevine pevçûnê.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî ya demokratîk re
Digel ku ji hêla tevgera me ve di navbera çileya 2010’an û 31’ê gulana 2010’an yekalî biryara agirbestê hat sendin jî, ji hêla dewleta TC’ê ve bênavber li hember hêzên gerîlayên me operasyon berdewam kirine.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 27’ê kanûna 2010’an de danê sibehî saet di 09:00’an de eydî Artêşa TC’ê firokeyên kobra hewl dane li Qadên Parastina Medya li ser sînorê Heftanînê êrîşek pêk bînin. Li hember vê êrîşê hêzên gerîlayên me bi çekên giran ên hewayî bersiv dane û firoke ji qadê hatine pijiqandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê kanûna 2010’an de Artêşa TC’ê li Yekmalê, Mergê, gundê Roboskî û Girê Awûlê ku girêdayî Qilebana Şirnexê ne operasyonek daye destpêkirinê. Di operasyona ku hê jî didome de dijmin bi gurahî kemînan davêje û li herêmê yekîneyên xwe yên veşartî dihêle.
- Ayrıntılar