Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê kanûna 2010’an de danê sibehî saet di navbera 07.00 û 08.00’an de, ji hêla artêşa TC’ê ve li hember Qadên Parastina Medya li dijî gundê Kuranîşê û derdora wê ku girêdayî Heftanînê ye êrîşeke bi firokeyên kobra hatiye lidarxistin. Êrîşên heyî li heman qadê bi şev saet di navbera 19.00 û 20.00’an de jî pêk hatiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re;
Di 18’ê kanûnê de bi roj saet di 17.00’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li Basaya Şirnexê, li hember sê maşînên leşkerî dema ku ji qereqola Zewe diçine Cizîrê çalakiyeke hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîneke zerîpoş a bi zirx a di konvoyê de bi tevahî hatiye tunekirinê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re;
Digel ku di 13’ê Tebaxa 2010’an de ji hêla tevgera me ve pêvajoyeke bêçalakîbûnê hatibû destpêkirinê jî, artêşa TC’ê êrîşên xwe bênavber domandiye û di encamê de li Êlih û Şirnexê du hevalên me şehîd ketine. Li hember van êrîşan di 16’ê kanûnê de ji hêla gerîlayên me ve çalakiyeke misîlemeyî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re;
Di 16’ê kanûnê de saet di 17:00’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li Kerborana Mêrdînê çalakiyeke misîlemeyî hatiye lidarxistin. Ev çalakiya ku ji bona bîranîna hevalên me yên şehîd Bedran û Fîkrî hatiye lidarxistin de, çawişek pispor ku navî Kenan Erdem e hatiye kuştin. Ji hêla gerîlayên me ve eydî çawişê pispor demançeyek, çenteyek û yek flaşek hatiye desteserkirinê.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re;
Di 16’ê kanûna 2010’an de saet di navbera 13.00 û 14.00’an de artêşa TC’ê li dij Qadên Parastina Medya gundê Sinaht û derdorê wê ku girêdayî Heftanînê ye êrîşe bi hawan û obûsan lidarxistiye. Digel biryara me ya bêçalakîbûnê, ev êrîş berdewam kirine û di encama van êrîşan de berê hevalek me şehîd ketibû.
- Ayrıntılar
Hamid Dêrik
Di dîroka mirovahiyê de her însanekî dema ku tê ser rûyê dinyayê, bi henek tiştên bingehîn mîna mirovan tê naskirin. Tişta herî bingehîn ji van tiştan jî, ziman e.
Ji ber ku mirov bê av û bê xwarin dikare heyanî astekî jiyan bike. Lê bê ziman nikare jiyan bike. Ji ber ku ziman hebûn, vîn û nasnameya mirovane û ancax mirov dikare bi riya zimanê xwe, bi derdoran re bikeve nava danûstandinê de. Mirovê bê ziman jî, mîna dara bê pelçem, an jî teyrê bê bask û gula bê reng û bên e.Lê dema ku ev yek ji bona gelekî mîna gelê Kurd tê ser ziman, mesele gelekî ji vê yekê cudaye. Ango dema ku zimanê netewekî û gelekî kevnar û xwediyê vê xakê were qedaxekirin, ev di serî de şerma mirovahiyê ye. Lê dema ku em vegerin ser pergalên serdestî kurdistanê, emê hîn bêtir vê rastiyê bibînin û dirûtiya heyî nasbikin. Ji ber ku dema behis dibe behsa demuqrasiyê û mafê mirovan, di serî de hikûmetin mîna Sûriya û Tirkiya û hemû dewletên desthilatiyê li ser Kurdistanê dikin, xwe nimûne didin ji bona rojhilata navîn û cîhanê. Lê dema ku tu çavdêriya vê yekê di warê jiyanê de temaşedike, gotin û kiryarê wan û dirûtiya wan mîna eînikê xuya dike.
Ji ber her tiştê ku ew dimeşînin di serî de xizmetê pergala wan ya dirû û qelb dike. Ew siyaseta ku her tiştî ji bona domandina deshilatiya xwe serbest dibînin û mîna ejdeha û extebûtan her tim giyanê mirovan bê hesab û kîtab distînin.
Ji milrkî din ve dema ku em berê xwe didina cîhanê, di hindirê her welatekî de bi dehê zimanan pê tê axiftin, lê kes li wan welatan na bêje ku ziman yekîtiya welat û gel parçe dike, berovajî vê yekê ew dewlet vê yekê ji bona xwe mîna zengîntiyekî dibînin. Lê dema ku mesele tê ser gelê Kurd û zimanê wî, hemû xalên demuqrasiyê û azadiyê yê ku Erdoxan, Ebduleh Gul û dewleta Tirkan behsa wê dikin li ber bayê diçe û kes lê xwedî dernakeve. Ji ber ku gotin xweşe, lê kirin zore û ya ku tê meşandin li ber çavê her kesî, dirûtî ye û xapandina gelê Kurd bi riya telfizyonên mîna TRT6 û yê mîna wê ne. Ew qenalên ku di wan de bi zimanê Kurdî pesnê pargala dewletê tê kirin û amaca wê berovajîkirina çand, kultur û zimanê gelê Kurd e.
Ji bona vê yekê gelê Kurd îro gihiştî ye astekî, ku her rûyên nepenî yê dewleta Tirkan ji dinyayê re kifiş kirî ye û êdî baweriya xwe bi hîle û derewên Erdoxan nayî ne. Ji vir û şûn de, em dikarin bibêjin ku gelê Kurd, êdî gihiştiye astekî ku pêşeroja xwe bi xwe tesbît bike û xwe bi hêviya hikûmetê ve nahêle. Ji ber ku mîna pêşiyên me gotî” dema ku mirov serê xwe nexwerîne kes serê mirov naxwerîne.” Ji ber vê yekê geleke gelê Kurd li her derî li ziman û çanda xwe xwedî derkeve û ji her rengên serdestî û heqareta ku li ser nirx û dîroka wî têne kirin bibêje; “ êdî bes e.”
Li ser vî bingehî û di her warê jiyanê de pêwîst e gelê Kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkeve û bi can, mal û xwîna xwe li beramberî vê asimlasiyona ku tê maşandin, bi hemû hêza xwe li ber xwe bide û têbikoşe. Di seî de ji bona ziman û nasnameya xwe li pêşiya hemû mafên jiyanî tê û mîna mafekî hiqûqî tê naskirin. Ji bona vê yekê, di serî de bangewaziya min ji bona jin û ciwanê Kurdan ew e, ku li zimanê xwe xwedî derkevin û ji dijmin re nebin alet. Ji ber ku wê demekî wer e û wê dîrok ji me hemûyan hesab bixwaz e. Lewra ji bona vê yekê û ji bona ku em ji neha ve nebin deyndarê dîroka xwe. Geleke em bi zimanê xwe re mîan av û masî û mîan neynok û goşt girêdayîbin û heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ziman, çanda, nasname û rometa xwe xwedî derkevin û ji gel û civaka xwe re bibin rêzan û pêşengên civaka demuqratîk.
- Ayrıntılar
Ji çepemenî û raya giştî re!
Di 7’ê kanûnê de bi şev li derdora saet 01.00’ande li navçeya Şirnexê Basa di navbera gerîlayê me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndaran ji aliyê me negatiye zelalkîrin, gerîlayê me bi navê Fikrî – Kerim Karatay bi lehengî şer kiriye û gihîşte şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û Raya giştî re!
1. Di 8’ê kanûnê de di navbera saet 15.00-16.00’ande li navçeya Colemergê Çelê li dijî Tabûra Topan a Êrîş ji aliyê gerîlayê me ji bol li dijî êrîşê Artêşa TC’ê yên bê navber li Herêmên Parastina Medya lidardixînin çalakiyeke bersivdayînê hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 5’ê kanûnê de di derdora saet 15.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Şikefta Birîndara ku girêdayî Zap’ê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Demek berê hevalekî ku berî ku şehîd bikeve, dema ku ji bona peywirekê çûbû bakurê Kurdistanê, piştî vegera xwe digot ku; “Ji Geverê bêhna Kurdistanê dihat. Li her dera Geverê bi kurdî tê axaftin, polêsên tirk encax dikarin bi zerîpoşan(maşînên bi zirx) bigerin. Mirov dizane vir Kurdistan e. Lê li Amedê hemû maşînên polêsan ên normal in. Ji xwe re rihet rihet digerin. Welleh hema di dilê min de paytext Gever e...” û didomand.
Belê di çend salên dawîn de, Gever her dem li piya bû. Roja ku çalakî nîn be, roja ku bi dijmin re ne di nava pevçûnê de be nîn e. Gel bi tevahî bi milîtanî tevdigere. Hele hele di referandûmê de encama ku derket şayanî pesindayînê ne. Tabî girîngiyê em jî didine.
Lê pêwîst dike ku em Geverê bi tenê nehêlin. Nexwe hemû bar bikeve ser bajarekê, wê bibe hedefa dijmin. Ji ber vê yekê, divê di serî de em Amed, Batman, Wan û hemû bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê bikine Gever. Wê demê, wê li Kurdistanê tu rewabûna dijmin nemîne û em ê gav bi gav Xweriya Demokratîk ava bikin û Şerê Şoreşgerî yê Gel bi pêş bixin.
Me got; “Gever”bûyîna Amedê!.. Ji ber ku li pêş me rojên dijwar hene. Divê em ji niha de xwe amade bikin. Di serî de li her gund, bajarok, navçe û bajaran, em komûn, meclîs û konseyên bajaran saz bikin. Ji ber ku li pêş me “ŞERÊ ŞOREŞGERÎ YÊ GEL” heye. Berê me li çiya û beşek jî li bajaran şer bi pêş ve dibir. Li gorî wê serhildan jî bi pêş diketin. Lê gelek caran ev li hev nedihatin. “ŞERÊ ŞOREŞGERÎ YÊ GEL“ jî raperîna GEL û GERÎLA bi hev reye.
Niha nêzîkatiya dijmin ev e ku bi derengxistinê, bi lîstokan û hîleyan pirsgirêka kurd dûvedirêj bike û bi vî awayî tevgera me marjînal bike. Di vê pêvajoyê de tişta herî girîng ev e ku, rûyê qirêj ê AKP tam hate zelalkirinê û hetanî ku AKP bi hêz be an li ser kar be, wê di pirsgirêka kurd de, ji bilî xapandin û qirkirinan tu pêşketinek çênebe. AKP ji salên 2002’yan bi xapandin û paşdeavêtinan, hewl da tevgera me tesfiye bike. Ev partî ji hêla îngilîzan ve ji salên 1980’yan ve tê amadekirin û li gorî polîtîkayên Anglo-Sakson xwe bi rêve dibe. Hefsarê wan di dest hêzên derve de ne. Niha jî hewl dide hêza xwe ya hegemonîk bi vê hilbijartina dawîn qewîn bike.
Ji bona tevgera azadiyê, divê di sala 2011’an de guherîneke stratejîk pêk bê. Ev guherîn hebûnî ye. Nexwe wisa têkoşîn nameşe. Ma jixwe dijmin bixwe dibêje; bi şerekî bi vî rengî em 50 sal jî şer bikin ne xem e ji me re. Ev polîtîkayeke rizandinê ye. Sozdayîn û soz negirtin, hêvî afirandin, dubendî derxistin, bi pereyan afirandina kurdê sexte û bikaranîna dîn bi mûnafiqî karê AKP’ê ye. Lewma divê ya ji bona çareseriyê gavek bê avêtin û aştiyeke birûmet pêk bê yan jî em bi riya şerê şoreşgerî yê gel sîstema xwe ava bikin û erka dijmin a Kurdistanê tune bikin. Ev nebe nabe.
Ji ber vê yekê, ji dijmin re hetanî 1’ê Adarê wext dayîn, biryareke jiyanî û dîrokî ye. Dirêjkirina biryara bêçalakîbûnê wê bi xwe re xetereyên mezin biafranda. Armanca AKP’ê ev bû ku hetanî hilbijartinan me bide sekinandin, piştî ku hêza xwe ya hegemonîk sazkar kir û ji Kurdistanê ray girt, wê bi polîtîkayên dema Çîler qirkirinê ferz bike û pê re jî qirkirina çandî jî kurtir bike. Bi kurdên sexte jî HAMAS’a xwe ava bike. Lê ku çareserî bi pêş nekeve û berî hilbijartinê şer bê kûrkirin û çawa ku AKP qirkirina siyasî hewl da pêşiya siyaseta demokratÎk bigire, wê şerê şoreşgerî yê gel bi pêş bikeve û em ê jî destûr nedin wan ku li Kurdistanê bimînin. Em ê wan tênexin bajaran. Wê gerîla û gel bi hev re têbikoşe. Belkî rojê bi hezaran kes şehîd bikevin û bimirin. Belkî gerîla rojê xwe berde bajarek û di nava bajêr de bi rojan şer bidome. Belkî em bi rojan bajaran têxin dest xwe. Ev jî tê wateya mirina deh hezaran. Encax em her devera Kurdistanê bikine Gever, em ê bikaribin di vî şerî de bi ser bikevin.
Loma divê gelê me ji niha de xwe li gorî Şerê Şoreşgerî yê Gel xwe tanzîm bike. Pêşiyên me bela sebe negotine; “Hetanî ku tam xerane be, çênabe jî”
Deştî Artim
- Ayrıntılar