Ji gelê me û raya giştî re!
Gelek caran me dabû xuyakirin ku dewleta TC’ê di pêvajoya dawî de bi zêdekirina operasyona ku xwe dispêrin îstîxbarat û keşê û bi serdegirtina baregehan, cardin bi karanîna balefirên bêînsan a keşfê bikartîne. Di operasyonan gelek caran ji bo pevçûn biqewimin ji aliyê yekîneyên veşartî operasyon tê lidarxistin. Ji xwe cerdewan û kontra jî gelek caran tevlî van operasyona dibin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 15’ê cotmehê de di navbera saet 14.00-16.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Cîloyê Biçûk ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê Cotmehê de di saet 13.00’ande li navçeya Mêrdînê Mahsertê li dijî gundê Yestê û Kewarêxê ji aliyê yekîneyên taybet ên girêdayî Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Hîn jî li herêmê tevgera dijmin berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13’ê cotmehê de di navbera saet 11.00-14.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundên Petrot, Mêrganiş, Girên Şehîd Dijwar, Şehît Colemerg û Geliyê Şehîd Dijwar ku bi ser Zapê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12’ê cotmehê de (îroh) di navbera saet 05.00-09.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî girê Xeregol ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştîre!
1. Di 13 cotmehê de (îroj) di derdora saet 07.00’ande li dijî gundê Nenikan û li derdora wî ku b ise navenda Dersimê de bi piştgiriya helîkopterên kobra ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Di derbarê operasyona berdewam dike de dema berfirehî ji aliyê me hate zelal kirin wê ji raya giştî re were eşkerekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 1’ê Cotmehê de li navçeya Agirî yê Patnosê li dijî derdora gundê Çaqirbeg ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Berfirehiyên operasyonê dema zelal bû wê ji raya giştî re were parvekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9’ê cotmehê de di navbera saet 09.00-10.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Mirganiş û Dola Şehîd Dijwar ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Di dîroka tevgera şoreşger û civakî ya cîhanî de roja 9’ê Kewçêrê rojeke wisa ye, ku pêwîst dike hemi kesayet, tevger û partiyên azadîxwaz baş li ser bifikirin û encamên girîng û mezin jê derbixînin. Heger ku ev kesayet û tevger bixwazin sîstema cîhanê ya dewletperest û hovane nasbikin, pêwîste vê rojê baş nasbikin û baş binirxînin, lewra heger ku ev roj bi hemî ziraviyên xwe neyê naskirin, ne li Rojhilata Naverast ne jî li Amerîka Latînî têkoşîna azadiyê û demokratiyê nagihê armanca xwe.
Rêber APO û Ernesto Che Gîvara vê rojê bi wateyeke kûr û dûr parve dikin, 9’ê Kewçêrê bi navê bêbextiyê li dijî Che Gîvara û Rêber APO tê naskirin.
Che Gîvara di salên pêncî û şêstî de yên sed sala bîstan, dibe sembol û nîşana kesayet, civaka şoreşger, azadîxwaz, serhildêr û têkoşer. Berî her tiştî Che Gîvara, bi sîstema dewletperestî û koledar razî nabe, her weha piştî ku şoreşa Koba bi ser dikeve, Che Gîvara qîma xwe bi kar û xebata bîroqratîk ya dewleta Kobayê nayîne. Ew berê xwe dide Cezayîr, pişt re jî Kongo, pişt re jî berê xwe dide Bolîvya, ji ber ku armanca wî ewe ku li her cihekî agirê şoreşê û azadiyê li dijî sîstema cîhanê ya koledar(ango Amerîka û hevalbendê wê) geş bike û xurt bike. Li ser vî bingehî Che Gîvara dibe raman, giyan, manewiyet û stêrka sor ya têkoşîna hêzên civaka bindest û gelên bindest li seranserî cîhanê. Ew dibe kesayeteke ku hemî kîn û hêvî, gazî û hewara mirovahiyê li dijî sîstema sermayedar ya xwînmij di dilê xwe de parastiye û avdaye. Che Gîvara wê demê weha dibêje: ji bona min ya herî girîng eve; divê ku dengê çekan ji bone azadiyê nesekine, da ku ev cîhan bi hemi giraniya xwe li ser singê bindestan ranezê, her weha ne girînge li kîjan deverê û kîjan rojê emê bimirin.
Bê guman ji bona Che…; ol, zayend, netewe, ziman û çand ne mijara danûstandinê ye, lewra ji bona wî mirov û mirovahî esase û pîvana bingehîne.
Ew ne tenê fermandarekî gerilla ye, di heman demê de gerillayekî xwedî raman, xeyal û xewnên herî azad, paqij û xweşike. Ji ber vê sedemê ew bi sosyalîzma Sovyetê, Çînê, Koba û sîstema dewleta netewperest nabe yek. Her weha her gav wan rexne dike. Ji ber vê sedemê Che Gîvara dibe destan, helbest, raman û mûzîk e. Piştî şehadeta wî li ser destê sîxurên CİA di dilê mirovahiyê de şax û rehên xwe berdide.
Taybetî ji bona gelê Amerîka Latînî, Che Gîvara dibe sembola yekîtiya vî gelî li dijî Amerîka û sîxurên wê. Dema ku Che.. li ser destê sîxur û çeteyên CİA Amerîka hate şehîd kirin, wê demê stêrkek geş li asîmanê cîhanê geşbû, lewra Che…. Nemiriye û di dilê hemî azadîxwazên cîhanê de mîna kulîlkek sor ya hêviya azadiyê şîn hatiye. Bêbextiya ku li Bolîvya li dijî Che… hatî pêkanîn di 9’ê Kewçêrê de sala 1967’an ya sedsala bîstan de û di 9’ê Kewçêrê de sala 1998’an de li Rojhilata Naverast li dijî Rêber APO pêkhat.
Li ser destê Amerîka, Îsraîl, Îngilîz û sîxurên wan dîsa ev bêbextiya li dijî mirovahiyê û tevgera şoreşa azadiya cîhanî hate dubare kirin. Bi şêwazekî kûr û fireh hate nûkirin.
Çima û ji ber çi 9’ê Kewçêrê? Çima û ji ber çi Che Gîvara û Rêber APO?
Bê guman Nemrûd, Firewn û celadên vî zemanî ku Amerîka û hevkarên xwe(Siyonîzm, toranîzm û yên wekî wan) temsîla wan dikin, dixwazin hemi hêvî, îrade û hêza têkoşînê de dil û mejiyê civaka mirovahiyê de tunebikin. Ji ber vê yekê kesayetên mîna Che… Patrîs Lomombe(Şoreşgerekî Afrîqiye) û Rêber APO bi awayekî qirêj, gemar û bêbext bûne armanca lîstûk û pîlansaziyên istixbaratên Amerîka, İsraîl, Îngilîz û hevkarên wan li seranserî cîhanê.
Hilbijartina 9’ê Kewçêrê 1998’an mîna despêka pîlansaziya bêbext li dijî Rêber APO ne tiştekî rasthatine(tesadufe), her weha hêzên sîstemê xwestin ku vê roja reş reştir bikin, ango xwestin ku peyamekî wisa bidin tevgera azadiya cîhanê û mirovahiyê: “Em nahêlin ku ew kesayetên ku ji bona azadiya we bibin Rêber, li ser ruyê dinyayê jiyan bikin, me jehra mirinê da Soqrat, me Îsa êxist çarmixê, me Manî parçe- parçe kir. Me Che Gîvara li çiyayên Bolîvya da ber guleyan, va ye îro jî em Rêber û zanyarê we bindestan yê ku navê wî APO’ye terkedinya dikin, per û baskên wî dişkînin, em Nemrûdin, em Sultanin, em Ferewnin, ev dinya milkê me ye, hûn nikarin ji koletî û zincîrên wê rizgar bibin. Emê hêviyên we û evîna we ya azadiyê tune bikin”
Belê peyam û mesaja sîstema cîhanî ya xwînmij di roja 9’ê Kewçêrê de, eve. Bê guman di kesayeta Rêber APO de, hêviyên azadiyê yên gelê Kurdistanê û Rojhilata Naverast û civaka mirovahiyê bûn armanca lîstûkên Amerîka û hevalbendên wê. Xwestin ku bînin bîra me ka çawa Che Gîvara jî bi heman şêwazî û bi heman lîstûkan tunekirin! Lê belê ewan tiştek ji bîr kiribûn, lewra Rêber APO ji dîroka têkoşîna azadiya mirovahiyê dersên girîng û mezin derxistibû, ji ber vê yekê cara yekemîn bû ku xwînxwarên cîhanê negihîştin armanca xwe, lîstûkên û bêbextiya 9’ê Kewçêrê ya duyemîn jî vala derket.
Rêber APO ji şehadet û têkoşîna Che…. Û Mahir Çayan û Denîz Gezmîş.. û yên dine dersên mezin derxist. Xap, derew, dafik û siyasetên sîstemê bi hişmendiyeke azad û demokratîk derveyî bandore saziya dewletê nirxand û ev lîstûk vala derxist. Ev rastî piştî 15’ê Roşemiya 1999’an bi awayekî zelal û eşkere derket holê. Her weha jinemêra Nemrûdî “ Madlîn Olbrayît” weha got “ birastî me Ocalan girt, lê belê me nizanîbû ku ewqas bandore xwe ya siyasî di asta cîhanî de çêkiriye”
Belê ev rastî ji me re dide xuyakirin ku, heger mirov bixwazê lîstûkên sîstemê vala derxîne, divê ku mirov heta dawî hêza gel û civakê esas bigire, ango şoreşgertiya sosyalîzma hilweşiyayî têrê nake, hişmendiya nûjeniya demokratîk û civaka demokratîk pêwîst dike. Jiber vê yekê tê xwestin ku hemî têkoşerên azadiyê vê rojê û serboriya(tecrûbeya) Rêber APO bi hemî ziraviyê wê baş bixwînin û fêmbikin.
Huseyîn Şawîş
- Ayrıntılar
9’ê Cotmeha 1998’ an ku min hewl dida di ser Atînayê re derkevim Ewropayê û piştî wê, ew îflas bû ku bergeha paradîgmaya nûjenparêz di kesayetiya min de dihate jiyandin. Tevî hewldanên min ên veguherîna binkeya jîrekatiya min a teng û fikarmend, lê ji ber ku min di nav welêt de negihande hêza azadiya serkeftî, di vî alî de astengên li pêşiya min, eşkere ye ku hiştine derketina min a Ewropaya ku xwedî hêzeke kamil a temsîlkirina şaristaniyê ye, neçar bibe. Ev rasteqîn bi wateyekê jî, mûkir hatina bêbaweriya hêza xwe ya puxteyî ye. Li ser navê dîrok, heyam û şûnewar wê nabosa kûr diderbirand. Hewldanên min ên Rojhilata Navîn ku nêzîkî bîst salan bûn (1979-1999) tevî ku ji pêşketinên girîng re rê dabûne vekirin jî, mînanî ku civakên Rojhilata Navîn di hundirê de gêr dibin, têr nekirin ku wê korgirêkê bigihîne çareseriyeke mayînde.
Ji wan her du rêyên ku li pêşiya min vedibûn yek ji wan ber bi “şerê çiyê” ve çûyîn derfetek bû. Lê ji ber pir derengmayîna min, him jî pîrozbûna hêzên çekdarî bila li vir bimîne, ji ber ku dejenere bûbû, dema ku min dît yên tên bêrîkirin vedigerin berovajiyên xwe, li vê navendê hêviya min a çareseriyeke kurt û hêsanî ku dikir. Yek jî di sengergirtina hêzên heyî de ji çareseriyeke hêsanî zêdetir ew hînbûyînên ku wijdanê ku dikin û li çengelê “bimire û bikuje” eliqî mabûn, di bingeh de weke rewiştî û felsefîk datanî rastê ku takekes çewt dimeşin. Ber bi çiyê ve çûna min dibe ku di wateya teknîk û taktîk de dikaribû ji hinek durûstkirinan re rê bide vekirin. Lê şikbar bû ku dê karibe rê vebike ji çareseriyeke stratejîk û dumahîkî re. Bêtir bi hêza xwe ya ronakbîr biewle bûm û wê çavkaniya hîs û besta ku tim pêwîst dikir rolê xwe wisa bileyizim, hildigirtim. Min, rastîna nav civaka Kurd û Rojhilata Navîn a ku bi zêde xwîn rijandinê hewl dide pirsgirêkan çareser bike, şûna vê de baweriya xwe ya ku pêdivî bi derçûnên ronakbîr ên rehdar heye qet wenda nekir. Erêna di navbera van her du wilfan de bû. Her wekî ku pîvanên xwînê û pîvanên çerxî yên ronakbîr bi min re di nav pevçûnekî de bûn. Ger fersendekî piçûcik jî dîtibama, qet gumana min tinebû ku ezê giranî bidim derçûna polîtîk a ronakbîr. Bi taybetî kengê ku nabosên dihatin jiyandin di kêşeya Filistîn û Îsraîlê de bi min bêwateyiya şîdeta kor dane eşkerekirin, “şîdeta felsefeyê” ji nû ve dahûrandin hate rewşa jênerevînê. Ew çemka çetegeriyê ku PKK’ê dijiya û hema bibêje hatibû rewşa nayê astengkirinê, wilfa min a di vî aliyê de xurtir dikir. Li paş vê rasteqînê jî ew baweriya ku hemû pirsgirêk û rêyên çareseriyê yên nûjen ku çavkaniya xwe ji Ewropayê digirin, pêwîstiya lêgerînê di ser Ewropayê de dida sepandin. Her wekî bi diduyan ve parçe dibûm. Weke encam ji ber ku derfet hate dayîn ji bo hilkeftina min a Atînayê re û her ku zextên rêveberiya Tirkiyeyê li ser Suriyeyê giran bûn, rê da vekirin ji wê derçûna tê zanîn re.
Eşkere bû ku ew serboriya di ser Atîna, Moskova, Roma û cardin di ser Atînayê re li Naîrobiya Kenyayê bidawî bû, hiştiye ku ez biafirandinekî nû ve rû bi rû bimînim. Li virê parastina puxteya xwe, mebesta xwe ya pak û hewldanên xwe yên mezin kirin, weke takekesî zêde wateyekê naderbirîne. Encamê ku derketiye holê; tenê ne înfazek, kişandina çarmixê ye. Weke ku min di serî de diyar kir, hema di cî de tewanê bi ser rêveberiya Tirkiyeyê ve avêtin û wê rola ku ji hêla sîstema cîhanê ve ji Tirkiyayê re hatibû dayîn bi kûrahî û di nav hemû wergeriya dîrokî de nenirxandin, mînanî ku hêzên komploger yên yekser û neyekser ku dihizirin, dê wateya xwe veşartina wan jî hilgire. Ji ber vê yekê min hewl da ku di parêznameya xwe ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de zelal bikim ka roja me ya îroyîn sîstemeke cîhanî ya çawa ye. Parêznameya min bi xwe armanc raberdikir ku wê hebûnî û kirûya Kurd ku hema hema di hundirê şaristaniya civaka hiyerarşîk de di rewşeke helandinê de ye, di nav dîrokê de û bi hemû aliyên xwe ve daxîne holê. Bi wê zanebûna ku daxistina pirsgirêkê nîvê çareseriyê ye, min vê hewldan li dar xist. Ev hewldan, weke ku di nimûneya dagirkeriya dawî ya İraqê de hate dîtin, tenê bi teşeyekî şahane erêkirina pêşbîniyên min ve nema, him derfetên dibetî yên çareseriyê zêde kir û him jî anî rewşa eşkertiyê. Azîneya sîstemê ya kişandina çarmixê û bi rengê Prometheûs li latê mîxkirin, nedişibiya wê encama klasîk ango ya di çerxên mîtolojîk de. Li dijî “êrîşkariya gilobal” a sîstema cîhanê ya kapîtalîst, derfet dihatin rewşa peydabûnê da ku lêgerîna “demokrasiya gilobal” a gelan bê xurtkirin û rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd jî bêne wergirtin.
Bi taybetî pêvojaya min a li girtîgeha yek kesîn a Îmralî, li dijî wê rizandina hînbûyî ya di dirêjahiya dîrokê de, dida peyitandin ku çareseriyeke zanistî him felsefîk, him pratîk tenê ne ji bo kesayetiya min û gelê Kurd, dikare ji bo tevahî mirovahiyê derçûnê peyda bike. Lewra hemû raboriya xwe tewanbarkirin weke ku ne rast e, di xwe de parastina peydabûna puxteyekê zindî û mafdar aliyê dîtir ê rastînê bû. Her wiha hindek babetên girîng ku di wesfa temamkirina parêzname û ragihandinên min de ne, vekirina wan xwedî girîngiyeke mezin e. Ezmûnekirina dahênanên min ên teorîk li ser rastîna Helen, Tirk û Kurd dê bêtir bibe ronîker.
Xwestin min jî wekî kozekî bikarbînin. Komploya li ser min ne gel, ne PKK, ne jî dewletê fêmnekiriye. Lê belê YDA’yê baş têgihiştiye, plana wî xweş bi cih tê. Dê ti tiştî nede Kurdan. Ji ber nijadperestên hov rola emîrberê wî dixebitin, dikarin dewletokekê sazkin. Kurdên nijadperest dikarin heta demekê bi YDA’yê re bimeşin lê belê di Rojhilata Navîn de bi YDA’yê re bûyin dê rê ji çi re veke? Ermenî 50 salî bi Îngîlîz û Fransiyan re, Îyonî jî 100 salî bi Îngîlîziyan re meşiyan lê belê ji vê xakê hatin tinekirin. Li Nînovayê Asûrî û Suryanî hebûn, ew jî li dû hev ji holê hatin rakirin. Wê Kurd bibin xwediyê dewletokê, lê belê mirov çiqas dikare bi vê bawer bike? Gelo wê bibe wek Îsraîleke duyemîn? Gelo dê Kurdan bajo nav şerekî, ev jî ne diyar e. Bi destê Tirkan kuştina Kurda di zemanê Îngîlîzan de destpêkir, lê niha Kurd jî hinekî hêzdar bûne. Min ev tişt fêmkirin. Gelo dewlet çiqas ji van peyamên min têdigihêje? Fêmbike jî êdî dereng maye.
Ev rewşenbîrên Tirk çima komployê nanivîsinin? Ne ji bo min, bila ji bo gelê xwe binivîsînin. Min di serî de jî got, ne ji ber ku ez ji dardakirin û mirinê ditirsim, divê em vê komployê çareser bikin. Li vê derê dardakirina min, kuştina min û rizandina min rizandina Tirkiyê ye jî. Rewşenbîrên wê jî, çepgirên wê jî, îslamparêzên wê jî tênagihêjin. Ne ji îslamdariyê, ne ji welatparêziyê ne jî ji biratiyê fêmdikin.
Pêvajo ji bo tevahî hêzan teşe û zayineke nû ferz dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasetê heta hiqûqê, ji rêwişt heta hunerê tevahî qadên jiyanê tên hejandin, qeyran û aloziyan dijîn û pê re li çareseriyan digerin. Pêvajoya min a Îmraliyê tê wateya lezkirina vê rastiyê.
Spot 1: Eşkere bû ku ew ser boriya di ser Atîna, Moskova, Roma û cardin di ser Atînayê re li Naîrobiya Kenyayê bidawî bû, hiştiye ku ez bi ji nû ve afirandinekî ve rû bi rû bimînim.
Spot 2: Komploya li ser min ne gel, ne PKK, ne jî dewletê fêmnekiriye. Lê belê YDA’yê baş têgihiştiye, plana wî xweş bi cih tê, wê ti tiştî nede Kurdan.
- Ayrıntılar