Rêber Apo: - Îro ez ji aliyê jinê ve diaxivim. Gelo ev bîrdozî pêk were dê çawa be. Ger dê Kurdistan bibe mijara gotinê yan jî ger em bibêjin di axên dayîk de jiyan a herî xweşik e, berî her tiştî bîrdoziya jinê bê ax nabe. Heta vebûna axê ji çandinî û hilberînê re, hindekî bi hunera jinê ve girêdayî ye. Tê wê wateyê ku rêgeza yekemîn a bîrdoziya jinê jiyîna wê di axa ku jê ji dayikbûye de ye. Ango rêgeza yekemîn bi gotina rojane ve welatparêzî ye.
Hêmanê duyemîn ger ê di jiyanê de cih peyda bike, divê jin bi hizra xwe ya azad û vîna xwe ya azad ve tevlî jiyanê bibe. Ger dê ev bîrdozî pêk were, weke raveyekê vê ya herî şênber jin, weke dixwaze dijî û biryarê dide. Emê bi, bi hizirandina wê bawer bin. Emê li hemberî vîna wê rêzdar bin. Rêgezeke vê bîrdoziyê ya jêneger jî ev e. Ev yek ez jî bim dê jin bibêje “ezê bi te re bi vîn û hizra xwe ve bijîm.” Li gel vê dê gelekî bi rêgez, gelekî bi proje û bi plan be. Di vê rêgezê de ezê hindek avantajên xwe ve jinê bixapînim, ew jî bi jinbûn û zayendîtiya xwe ya erzan ve min bixapîne re cih nîne.
Ji bo ev yek çêbibe û ji bo parvekirina jiyaneke xwe dispêre azadiyê, rêxistinbûn pêwîst e. Ev jî hêmana sêyemîn e. Mirovekî ne rêxistî hîç e. Rêxistinbûna destpêkê bi jinê dest pê kiriye. Hêza ku herî zêde divê rêxistinbûnê esas bigre jin e. Dibe ku zilam bêrêxistin be. Yan jî jixwe rêxistina zilam gelek e. Divê jin rêxistina xwe ya taybet ango bi giştîkirina YAJK ê re pêwîstiya xwe heye. Divê saziyên xwe yên hişyariyê li hemû qadan belav bike. Divê jin bi rêxistinbe. Divê hun vê carekê ji guhê xwe re bikin guhar.
Weke hêmanê çaremîn jî li gel rêxistinbûnê divê hun hemû jiyana xwe ji tekoşînê ava bikin. Ji ber ku nasnameya jinê ji ber bêtekoşîniyê ketiye nava çar dîwaran. Karên hevîr dane wê bi karên ji rêzê ve hatiye mijûlkirin. Ango di nava ferzkirineke weke kesayeta karên vala hatiye hiştin. Ji ber wê jî di serî de esasên bîrdozî û polîtîk di derbarê rêxistinbûnê çandê, kurtayî her qadeke ku wê bihêz bike de divê tekoşer be, divê jin bibêje “ezê rêxistinêr bim, kar û îşê min tekoşînkirin e.”
Li gor min têkîliya jiyana bi jinê re bi estetîk, xweşikbûnê ve jî heye. Ev jî hêmana pêncemîn e. Asta kirêtiya jiyanê ya vê gavê têkîliya xwe bi çewisandin û dagirkeriyê ve balkêş e. Divê jina ku dixwaze bijî, huner, çand û estetîkê ji nedîtî ve neyê. Em ji fîzîka wê bigrin xweşikbûna hizir, em ji xîtaba wê bigrin, heta ronahiya giyanî divê bi nêrîneke estetîk û rêgezê ve girêdayî be.
Ger hun van pênc rêgezan jiyaneke ku van bi rengê madeyan û rêgezan hîn jî ziravtir bikin û wê jiyanê ji xwe re esas bigrin, li gor min tê wateya ku we çeka rizgariyê ya herî mezin bi dest xistiye. Ez ji ber roja jinê diyar dikim ku bi vê çeka xwedî îdîaya herî mezin e ve tu zilam û tu saziyên ku hun neynin rê nîne. Li gor min jiyana herî xwedî nirx e. Ger em dibêjin, ji îro re girêdanî, ji îro re rêz li ser bingehê van rêgezan mînak di me de bi rengê YAJK ê rêxistineke jinê ya hîn bilindtir dibe û tekoşîna wê ya li ser bingehê van rêgezan ve emê bersiva herî mezin bidin mirovahiyê û şerê qirêj.
Ji ber vê rojê careke din ez diyar dikim ku ez di xizmeta hemû jinên azad de me. Dîsa di serî de dayîk û taybetî hemû gerîlayên me yên jin ên egîd ku şer dikin re, diyar dikim ku ez mirovê hemû jinên me yên di nav tekoşînê de ne me û zilamê wan im. Rêz û hezkirinên xwe pêşkeş dikim.
8 Adar 1998
- Ayrıntılar
Rêber APO
Ecêb dimînim, çima hun me fêm nakin? Îca keçên ciwan ên wek we çima fêm nakin? Xwediyên wê berxwedana mezin rêhevalên Ronahî û Bêrîvan, bi taybetî jî rêhevala Ronahî, rêhevaleka ku bi me baş têgihîştiye. Jixwe me vê di rapora wê de jî dît. Di raporekî din de dibêje, “Ez, ji duyemîn civîna çapemeniyê ya di pêvajoya agirbesê de pir bandor bûm. Tevî ku hun hewqas derfet diafirînin, ji jinan û her cure pêşketinê re destek didin, di nava me de hê jî yeka di wê astê de tune. Halbûkî pir ked hatiye dayîn. Bi zanebûna xwe yên ku kesayetiyeke rast girtine zêde nîn in. Her ku ez partiyê nas dikim zêdetir pê ve têm girêdan. Dema ku ez kesayet û bûyer, rasteqîna şer û qoxanê dinirxînim, yên tên xwestin ku pêwîstekên girêdanê ne û carna jî hewl didim ku zêdetir bidim.’’ Çawa ku min got, şêwaza wê vebir e, bi ya min pir girîng e. Divê hun jî hindek biramin. Riya jiyandina bîranîna wê, weke wê di gihîştina hêza têgihîştinê û xwedîbûna disîplîna jiyaneke saxlem de derbas dibe. Di nava we de hinek kes dibe ku bixwazin bibin layiqê wê. Bi taybetî pêvajoya jiyana xwe ya ku bi PKK’ê re bûye yek ka çawa girtiye dest û çawa xwe pêgirê vegûherînê kiriye fêm bikin. Bi taybetî ev di destnivîsên wê de hene. Li vana binêrin, fêr bibin û rêzdar bin. Ji ber ku ev nirxên mezin in. Ger azadî hêsanî ba, wana wê riyê nediceriband.
Rêhevala Ronahî di hevokeka xwe de dibêje, “Serokatî giyan û can dide, a girîng vê derbaskirina jiyanê ye!’’ vê yekê bi çalakiya xwe şewitandinê derbasî jiyanê dikin. Ev, bûyereke mezin e. Heke hun jî hindek durust bin, wê wêrekî û fedakariya ku hun dibêjin ka çi ye, bibînin û fêm bikin. Her ku ev çalakî li ser navê me tê çêkirinê, em jî neçar in ku rêzdar bin. Ma gotina, “Em erzan jiyan’’ qet li we tê? Ez li wan kesên ku li hember nirxan dikevin berevajiyê şaş dimînim. Qet naxwazim dilê xwe bi wana bişewitînim. Her ku hun bi van nirxan ve ne girêdayî bin, bi misogerî em nikarin we têxin şûna zilaman. Ev jî qewîtiya wan û girêdana bîranîna wan diderbirîne. Ezê, ka ew mirovên çawa bûn, keçên ciwan ên çawa bûn û di nava azweriya jiyaneka çawa de dixwestin bimînin, bizanibim û biriya xwe bidimê. Bi misogerî ezê wisa bikim. Ji min tiştekî din nepên. Hun çiqas hatibin xistin, hun çiqas xafîl bin bibin, jiyana wan ji bo we fermana herî mezin e. Her ku hun endamekê artêşa egîdan e, hunê bi gora vê fermanê bijîn. Hun dibêjin ku, em dixwazin werin ARGK’ê û werin nav artêşa jinê. Wê demê serleşkerên vê wisan in û bi gora vê hunê tevbigerin.
Ez bi xwe jî di xizmeta wan de me. Ew mirovên di jiyanê de tiptijî bûn. Dahûrîneke jiyanê heye, lê binêrin, hunê di nava şaşwaziyê de bimînin. Pênaseyên zayendîtiyê hene, dibêjin; “Sehaya herî zêde ku jin û zilam hev û dî dixapînin!’’ Çi nirxandineke mezin e! Yanî dibêje, “di navê de lîstik heye!’’ sextetî û koledarî heye. Dibêje, “Azadiya wê pir zor e!’’ Dibêje, “çi mixabin em nebûn nasdarê wê azadiya çawa ku Serokatiya Partiyê dixwaze!’’ Lê weke hedefekî datînin pêşiya xwe. Tebî ev dibine nirxên ku pêwîst e hun pê ve girêdayî bimînin. Wisa bi hezaran hene. Hê jî ku bê gotin, “Me fêm nekir, me pêwîstekên wê neanî cî’’ qet ne tê pejirandin, ne jî bahane tê hesibandin. Hun ciwan in, egîd in, hunê bi can û dil tevlî van nirxan bibin.
- Ayrıntılar
“XWEDAWENDA PARASTINÊ”
Di ew neqşên wê yên kûbar de seriyê jineke rûheyv an marek. Destpêkê mirov ji hev dernaxe, ka ev jineke an marek e. Sekneke cidî, jixwebawer û melûl heye. Tu ji kîjan milî de lê binêrî, her dem bi rûkenî tamaşeya te dike. Bi vê sekna xwe fena xwedawendekê ye yan jî fena bûkeke berxêlî ye. Rûyê wê fena heyva çardehî dibiriqe. Di nêrandina destpêkê de ji mirov re dibişire û tebesûmekê belav dike. Her dem bi rûkeniyekê pêşwazî dike. Jixweber di mirov de merak û hezkirinekê diafrîne. Li ser serê wê tiştek mîna tacekê heye. Ev tac bi rengê kesk, sor û zer xemilandî ye. Ya balkêş jî tam li ser tacê jî stêrkeke bi rengî sorî heye. Nêrînên wê, dilê mirov aram dike di nava sê gulên rengê xwînî de. Dilsozî û germahiyek her jê difûre. Du qiloçên kovanî û badayî bi rengê zerî û keskî, bi wan ve jî du tiştên guharî fena şembelîlkan xwe berdane jêr. Di navbera herdu qiloçan de, du qiloçên bi rengê reşber ber bi jor ve mîna serê şûrekê hilkişiyane. Du çavên mezin bi rengê şînî û fireh û xezalî, wekî çavên koviyan dixuyin. Li ser stûyê wê, sîng û berên mezin xuya dikin, gelek spehî ne û gerdaneke bi rengê pembeyî yan aqûtî xwe lê pêçaye. Di navîna gerdenê de mûcewhereke mezin bi rengî şînî heye. Ev bi şiklê dil e. Ber bi jêr ve motîfên kesk, sor û zer hene. Neh gulikên di nav wan de bi xalên keskî di nava rengê sorî de kemilîne û laşê wê yên pûlik pûlikî fena leylanên çemê Dîclê dibiriqin. Bejna wê, ya marek e û her diçe ber bi dûvê ve zirav dibe û bi mareke xwedî tac diqede. Ev mar mê ye an nêr e, ne diyar e, bes di stûyê wê/wî de jî gerdaneke xelekî heye. Ev gerdan sor e. Li serê mar tacake bi motîfên delal xemilandî heye. Zimanê xwe di nava diranên xwe yên mircanî de derxistiye û li ser şeş marên biçûk sekiniye. Bes bi tevahî dozdeh mar in, ji wêne tenê şeş xuya dikin. Jixwe ev mar lingê wê bixwe ne. Li ser serê van marên biçûk jî, di qiloçikên biçûk hene.
Belê min hewl da hinek nîgara Şaha Maran bikim. Li Mezopotamya û li Anatolyayê li dîwarên gelek malan wêne û resmên Şaha Maran an jî Şahê Maran hene. Di çîrokê de Şahê Maran tê gotin, bes dema mirov li koka peyvê dinêrê, xîtap ji bona tiştek mêr e. Ku wekî Şaha Maran bê gotin belkî bi ya min wê baştir bibe. Lê wekî Şahmaran jî em bi nav bikin, wê nebe pirsgirêk. Dema ku tu li Kurdistanê dikevî malekê, kevala(tablo) Şahmaran li ciyê herî xweş ku baş xuya bike tê daleqandin. Piranî li eywanan û li odeyên mêvanan tê hilawestên. Hinek ji wan bi çarçoveyên cam in û rengorengo ne. Di nava wêneyan de, belkî ya ku destpêkê bal dikşîne ew e. Ji ber ku gelek xwedî raz û nepenîbûnê ye. Di nava xwe û yên temaşekar de girêdaneke efsûnî diafrîne. Bi taybet jî di navbera wê û jinan de. Her çiqas sedama wê baş neyê zanîn jî, ji bona jinan wekî “xwedawenda parastinê” ji nav cihêzên keçan kêm nabe.
Me di destpêkê de jî gotibû ku, di kevalê de jin, mar, tac, qiloç û motîfên efsûnbazî di nav hev de ne. Di kevala Şahmaran de, ku mirov yek bi yek li ser bisekine;
Jin: Aafirînera serdema neolîtîkê ye û xwedawend e. Li ser her dîwarê şikeft, heykel, mabedek heykelên jin an dayîka xwedawend kêm nabe. Di jiyana mirovantiyê de, ji sedî 98 bi awayî derbas dibe. Di pêşengiya jinê de civaka xwezayî bi pêş dikeve, bi dest jinê çandinî û kedîkirina lawiran bi pêş dikeve û şoreşeke ku hê jî bandora xwe didomîne dide destpêkirinê. Ev rihê xwedawendiyê hiştiye ku tu carî civaka xwezayî li hember şaristaniya derewîn tune nebe. Ev berxwedaniya parastina civaka ehlaqî û polîtîk, kiriye mijara peyker, destan, çîrok, mît û mîtosan.
Vaye Şahmaran jî yek ji wan sembolan e. Her etnîsîteyek, her gelek di seyra dîrokê de ji xwe re motîfeke xwedawendiyê hilbijartine. Ev motîf, bi piranî çand û kevneşopiyên wan û têkiliyên wan ên civakî rave dikin. Û her xwedawend di bingeha xwe de xweşik û çeleng in. Jin di resmê Şahmaran de temsîla zanebûn, wijdan, adalet û xweşikbûnê û tevahiya van hemûyan temsîla xwedawendiyê dike.
Mar: Li gorî mîtolojiyan mar sembola ciwantî û bêmiriniyê ye. Mîna mît û mîtosên olî, ku mar wekî çavkana xerabiyê bi nav dikin û bi vî awayî êrîş birine ser jinê, aliyên propagandayî ne. Di rastiya xwe de, mar temsîla xerabiyê nake. Lewma di tenduristiyê de jî, sembola dermaniyê ye. Ji ber ku mar her dem kirasê xwe diguhere, tê bawerkirin ku ew her dem ciwan dimîne û bêmirin e. Ji ber ku heman rewş di xwezayê de jî heye. Çawa ku darek payîzê pelên xwe diweşîne û biharê dîsa şîn dibe, mar jî wisa ye. Loma xwedawend xwe ji hêza mar bêpar nahêlin û di kevalê de di navbera jin û mar de girêdaneke laşî û rihî heye.
Tac: Her çiqas tac wekî sembola desthilatdariyê bê fêmkirinê jî, lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Di serdemên ku jin pêşengiya civakê dikirin, civakeke xwezayî, ehlaqî û polîtîk hebûn tac hebûne. Di wan deman de padîşah, şah û serdestên dîtir jî nîn bûn. Lewre tac jî li gorî wê demê, pêşengî û pîrozbûnê jinê rave dike.
Qiloç: Li gorî mîtolojiyan qiloç xwedî wateyên cuda cuda ne. Di wêne an resmê Şaha Maran de hem qiloçê badayî an gopalî heye hem jî qiloçê serberz heye. Qiloçê badayî sembola bereket û zayînê ye. Ji ber ku di neolîtîkê de jin zayîn dikir û pê re zayîna axê jî pêk dianî. Giha berhev dikir, erd diçand, alavan diafirand û lawiran kedî dikir. Yekem bi karê derman re mijûl bû. Qiloçê serberz jî, sembola bihêzbûnê diyar dike.
Motîfên Efsûnî: Efsûnî sembola zanebûnê ye. Her çiqas ev ji hêla şaristaniyê ve ji wekî “Pîrebok” hatibin berevajîkirinê jî û pê re jî vê kirine hinceta şewitandina wan, di rastiyê de ev ne wisa ye. Ev zihniyeta sîstema mêrê kone ye. Ev zihniyet, bi heman rengî, sîstema xwe li ser kolekirina jinê û tunekirina çanda xwedawendiyê aniye heta rojên me yên îroyîn. Dema ku vê yekê kiriye jî bi mîtolojiyan vê xemilandiye. Ji bona vê, şerê di navbera Înanna û Enkî, Mardûk û Tîamat her tiştî radixe ber çavan. Di encamê de wateya bingehîn a zindîbûnê jî, xwezanîn e. Ji bona ku ev derewên şaristaniyê bê fêmkirin, mirov li dîroka nîvcomayî ya Dayîk-Xwedawend binêre wê bes be. Lewre, di Şaha Maran de ev hêl aşkere ye.
Em van hemûyan di nav hev de binirxînin, bi ya min em ê bigihên encameke wisa ku, wêneyê Şahmaran an Şaha Maran, di nava xwe de xweşikbûn, ciwantî, bêmirinî, zayîn, ehlaq, polîtîka, hêz, bereket û tevahiya van hemûyan de wêne ya Dayîk-Xwedawendekê ye û xemgîniya xiyaneta şaristaniya çînî ji wêne difûre. Dayîk-Xwedawendeke wisa ye ku, her dem xwe nû dike û heta hetayê jiyan dike. Bi her hêlên xwe bi xwezayê re di nava hevsengiyê de ye. Lewma ekolojîk e. Digel ewqas êrîşên mêrê kone û şaristaniya derewîn li ber xwe daye û xwe gihandiye roja me ya îroyîn.
Loma li her malê, li quncê herî baş wêneyê wê tê hilawestin û herî zêde jinên ciwan lê xwedî derketine. Sedema ku jinên ciwan wisa bi hesret lê xwedî derketine jî, hesreta azadiya civaka neolîtîk e.
Lê mixabin, ev deh salên dawîn ji hêla zihniyeta mêrê kone, ji hêla îdeolojiyên şaristaniyê ve, bi paşgotin û bi dij-propagandayên mîna; “Malên ku resmê Şaha Maran hebe, milyaket nakevinê” kevalên Şaha Maran yek bi yek ji malan hatin daxistin, keval hatin şikandin. Jixwe sîstema şaristaniyê carekê xiyanetê li Şahmaran kiribû û ew kuştibû. Niha jî ew sîstem bi xurafeyên olî, duyemîn car di şexsê Şahmaran de hewl didin careke din jinê bikujin û sembol, wêne û motîfên ku xwedawendiya jinê û lêgerîna azadiya jinê tîne bîra mirovan jî ji holê rabikin. Her hal ewqas kuştin û kolekirina jinê têrî wan nekiriye!
Ji berê de çîroka Şahmaran an Şaha Maran ji şevbuhirkên kurdan kêm nebûne. Di şevên zivistanî yên dûr û dirêj de, li derdora sobeyan tê vegotin. Di civaka kurdan de, vegotin huner e. Li civatan dema ku çîrok tê vegotin, xemgîniyek belav dibe. Waxewax tê kişandin. Dengbêj, rûspî, zane an her kî be, dema ku dest bi çîrokê dike, destpêkê vê dibêje; “Şahmaran şermeke mezin a mirovantiyê ye”Ji ber ku Şaha Maran keseke zane, alîkarxwaz bû, bi zimanê xweza û lawiran dizanibû û dostê wan bû..
Berî ku em derbasî çîroka Şahmaran bibin, divê mirov hinekî din jî, Şahmaran û nexşên wê şîrove bike. Bi ya min gelek sir û raz di wan nexşan de veşartî ne. Mirov dikare tê de mîtolojiyeke bêdawîn bibîne. Ji ber ku ewqas tişt di nav hev de ne, despêkê ji mirov ecêb tê, lê dema mirov baş bala xwe didiyê, her motîf bi zanebûn û hostetî li hev hatine û her yek ji wan sembola tiştek in û xwedî wate ne.
Efsane an destan, ji mîtolojiya Hîtîtan şopan dihewîne. Hîtîtî (B.Z 1600-1250) di navbeyna Enatolya û Mezopotamyaya Jorîn de jiyane. Heta di hinek çavkanan de tê gotin ku, li Torosan li bajarê Tarsûsê ku girêdayî Mêrsînê ye, şikefteke bi navê Şahmaran an Şahê Maran heye. Di gernameya Evliya Çelebî de jî ku tê gotin, li Mîsîsa Ceyhana Edeneyê ku li Çûkûrovayê ye, kelayeke bi navê “Evsafı Kal’aî Şah Maran” Kelaya Şaha Maran heye û ev kela ji hêla maran ve tê parastin. Ji ber ku Şahmaran ji bona ku xwe ji însanan biparêze di bin erdê de ye, di hemû guhertoyan de, kunek heye û ev kun gelek baş nixumandiye. Encax bi tesadûfan bê dîtin. Dema ku destan tê vegotin, bi gelek guhertoyên(versiyon) cuda cuda tê vegotin. Li gorî herêman, welatan jî cudahî hene. Nav diguherin, qewimîna bûyerê diguherin, bes cewher naguhere. Ma jixwe ev ji bona hemû destanan ne wisa ye? Her etnîsîte, herêm an netew rengê xwe li gorî çanda xwe didê. Ev efsaneyan ku bi rojan vegotina wan naqede, belkî di vê nivîsê de cî dayîn wê rast nîn be, bes bi kurtasî be jî em hinek qala dawiya efsaneyê bikin wê baştir bibe. Jixwe dengbêj encax di donzdeh şevan de dikaribûne biqedînin. Rojek ji rojan rehme dê û bavê guhdaran çîrok an efsane despêdike û zaneyên vegoter vê gotinê dibêjin; “Ev çîrok şerma însana ye” û ji devê vegoteran bi çavên şil tê guhdarîkirinê û fena hungiv dikeve şevên reş î tarî.
Şaha Maran, şaha maran bûye. Ne tenê bandora wê li ser maran hebûye, li ser hemû giyanewerên xwazayê hebû. Lê ew tu carî vê hêza xwe bi nebaşî bi kar neaniye. Jixwe Şaha Maran hêza xwe ji zanebûna xwe digire. Xwediyê hemû zanebûna gerdûnê bûye. Her dem riya heqîqetê de bûye. Zimanê hemû heywanan dizanibûye û dîroka her tiştî zanibûye. Ew her dem ji mirovan direviya. Ji ber ku azweriyên ezezî yên mirovan baş dizanibûye. Her dem zanebûna xwe ji wan veşartiye. Ne tam mar bûye, ne jî tam jin bûye; ne tam av bûye, ne jî tam agir bûye. Nîv şev, nîv roj bûye. Ji nivî laşê xwe jineke bedew, li serê wê taceke bi heybet hebûye. Lê ji nîvî laşê xwe mar bûye. Ew xwedawenda hemû mar û giyaneweran bûye.
Reva Şaha Maran a ji însanan, heta ciyekê diçe. Rojekê li gorî hinekan Mîrze Mihemed, li gorî hinekan Memed, li gorî hinekan Cansap... Digel ku Şahmaran ji mirovan direviya jî, hesreta wê ya dîtina mirovan jî hebûye. Lê xiyaneta mirovan jî baş zanibûye. Li gorî versiyonekê; rojek du kes li daristanê dar berhev dikin. Piştî baraneke bi şid, gelek şil dibin û ji bona ku xwe ziwa bikin, dikevin şikeftekê. Di şikeftê de tahtek bala wan dikşîne. Bi heftbela dema ku taht radikin, dibînin ku di bin taht de bîreke hungûvîn heye. Herdu kes, dest firotina hungiv dikin û her diçe dewlemend dibin. Lê yek ji wan, ji ber çavnebariya însanî, ji bona ku dest bide ser hemû qezencan, hevalê xwe di bîrê de dihêle û ew ji mirinê re diterkîne. Ew zilam an xortê ku di bîrê de dimîne û piştî demekê bi tesadûfî leqayî ciyê maran tê. Dema ku ferq dike, derdora wî hemû mar in, -bi hezaran- qîrek dike û ji ser hişê xwe ve diçe. Lê piştî ku şiyar dibe, dema ku mar pê re diaxivin, tirsa wî diçe. Ew dibin, hizûra Şaha Maran. Êdî carek ciyê wan hîn bûye. Xort li hember xweşikbûna Şaha Maran efsûnî dibe. Bes wisa dixuye, dilê Şaha Maran jî bi xort germ dibe. Şaha Maran ku bi hezaran salan xwedî temen e, li hember vê rewşê hestên wê yên hezkirin, xemgînî, heyecan û biryarî tevlihev dibin.
Sal û dem dibûhirin, her roj sohbet dikin, bes digel ku ewqas hînî hev dibin û navbera wan gelek xweş e jî, xort dibêje; min bêriye gundê xwe, dayîka xwe û hevalên xwe kiriye. Gelek israr dike. Lê nabe! Şaha Maran dibêje; “Min soz daye ku ez ê careke din bi însanan baweriya xwe neynim. Ez nikarim destûr bideme te, da ku tu derê rûyê erdê” Xort, bi rojan, bi mehan bi salan dimîne û gotin ji dev dernayê. Lê hember vê yekê dilê Şaha Maran ranagire û digel ku dizane wê însan bêbextiyê lê bike jî, destûr didê. Tabî di vê navberê de, xort ji Şaha Maran kêm be jî dîroka hezaran salan hîn dibe, dîroka mirovantiyê hîn dibe, zanîna xwe gelek bi pêş dixe.
Tabî di çîrokê de tişta ku dertê holê, hêla zeîf a Şaha Maran evîn bûye. Ji ber vê yekê destûr dide ku xort derê rûyê erdê. Digel ku dizane wê xiyanetê lê bike jî! Li gorî gotinbêjan, berî xort bişîne wiha gotiye; “Belê, ma ez ne nîv însan im? Ev xala zeîf a însanan derket hemberî min. Li ser vê axê, evîn mirin e. Ev dibe ku şah be jî bi kêr tiştek nayê”
Dema ku xort sozên ku bêbextiyê neke dide, Şaha Maran dibêje; “Nebe nebe sozan bidî. Ez naxwazim tu ji soza xwe vegerî. Ji ber ku dizanim, însan zeîf in. Tu yê dawiyê dawîn xiyanetê li min bikî. Yek daxwaza min ji te heye, neçe hemamê.”
Ji ber ku li gorî efsaneyê, kesê/a ku Şaha Maran dîtibe, dema ku av li laşên wan dikeve, laşên wan pûlik pûlikî dibe. Ji ber vê yekê, xort ji gundê xwe dûr dikeve, bi salan bi tena serê xwe jiyan dike. Lê roj tê, dewran diçe, keyek(qralek) keça wî bi nexweşiyeke bêderman dikeve û li gorî efsûnbaz û rûspî dibêjin, encax derman avdonka goştê Şaha Maran e. Mesele tê ser dîtina Şaha Maran, dibêjin ku yên ku ew dîtibe, av li laşê wan bikeve, pûlik bi pûlik dibin. Li ser vê yekê ferman tê dayîn û hemû mêrên li welêt yek bi yek têdixin avê, dawiya dawîn dor tê xort û rewş tê fêmkirinê. Her çiqas li ber xwe bide jî, piştî tadeyî û îşkeceyan, xort li ser soz xwe namîne û biryar dide ku ciyê Şaha Maran ji leşkerên keya re bibêje.
Li gorî hinek dengbêjan, dibêjin ku xort diçe cem Şaha Maran û rewşê jê re dibêje. Şaha Maran li hember vê yekê; “Min negot li ser vê axê, evîn mirin e. Lê bila mar nizanibin ez diçime mirine” û daxwaza wî xortî naşkîne û bi derketina rûyê dinê re, ji maran re dibêje, belkî ez demek dirêj venegerim, li benda min nemînin. Ji ber ku Şaha Maran dizane ku ew bê kuştin, wê mar ji însanan heyfa xwe bigirin û wê dawiya însaniyetê bê. Lê li gorî hinek guhertoyan jî, jixwe rasterast tevlî leşkeran diçe warê Şaha Maran, xort ew qanî dike, derdikeve rûyê erdê û leşker ew digirin û dikujin.
Ji ber vê yekê, li gorî dengbêjan tê gotin ku, hê jî haya maran ji mirina Şaha Maran nîn e. Ku pê bihesin, wê toleke mezin ji mirovan bigirin. Kî dizane belkî roj bê pê bihesin û tola hezaran salan ji şaristaniyê û mêrê zilimkar û kone bigirin!
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Piştî mirina zivistana sar û qeresî, demsala biharê ji rojhilat hiltê û li welatê çiyayên efsanewî dibê mêvanekî ezîz. Av li daran digerê, gîh ji binê axa germ serê xwe radikê û bi roja zêrîn re dikenê. Li çiya û baniyan berfa spî û sar dihelê, dilop bi dilop dicivê û berve xwarê diherikê. Av ji çiyayên bilind û baniya bi keyfxweşî diherikê. Xûnceyên daran dipişkivin û nêrgiz, berfîn û beybûn rengê xwe didin xwezaya welatê bihuştê.
Demsala ciwanî û xweşikbûnê bi meha Adarê re tê, Adar jî wek navê xwe, xemla hemû mehan û demsala ye. Adra, an jî Avdar û bi gelek navên xwe yên din, di xaknîgar û mêjûyê Kurdistanê de xwedan cih û wateyek pir cuda û bibandor e. Meha adarê ji bo gelê kurdistanê û ji bo xwezaya kurdistanê meha vejînê ye. Meha ku hêviyên azadiyê di dil û mejiyê gelê me de dipişkivin û şîn dibe dara berxwedaniya ji bo jiyanek biwate û azad. Meha adarê ji bo gelê Kurd meha berxwedaniyên mezin e, meha têkoşînê, serhildanê, qehremantiyê, netewîbûyînê û meha cejna me ya dîrokî Newrozê ye. Adar mehek tijî roj û boneyên watedar û girîngin. Heman çi meh bi qasî meha adarê tê de roj û cejn û boneyên girîng nîne.
Wek me got, meha adarê tijî rojên girîngin. Hin rojên şahî û cejna ye, hin rojên berxwedanî û qehremantiyên mezin e û hin roj jî tijî xem, şîn û êş e.
1 Adara sala 1979 Mele Mustefa li Amarîkayê mir.
3 Adara sala 1193 Selahedîn Eyûbî Sultanê Kurd ê mezin li Şamê çû ser dilovaniya xwe.
6 Adara sala 1975 Peymana Cezairê di navbera Sedam Huseyn û Şahê Îranê de li dijî Kurdan hate îmza kirin. Bi vê Peymanê jî şoreşa başur bi bin keft.
8 Adarê her sala roja jinên cîhanê ye. Gelê Kurd, bi taybetî jî jina Kurd a tekoşer vê rojê bi têkoşîn, berxwedanî û serhildanên mezin pêşwazî dike û bi rengê xwe yê kurdewarî pîroz dike.
8 Adara sala 1991, di raperîna gelê başûrê Kurdistanê de bajarê Suleymaniyê ji aliyê gel ve hate azadkirin û li bajarokê Çemçemal û herêma Şarezor destpê kir.
9 Adara sala 1989, hunermendê kurd ê mezin Mihemed Şêxo, ku gelek salan ji bona Kurd û Kurdistanê xebat kiribû û bi dengê xwe stran gotibû, çû ser dilovaniya xwe.
12 Adara sala 2004 an li bajarê rojavayê Kurdistanê Qamîşlo, erebên faşîst êrîşê ser Kurdan kirin û gelek kes şehîd xistin, li ser vê yekê gelê Kurd li qamîşlo rabû serhildanê û ev serhildan di nava rojekê de li tevayî rojavayê Kurdistanê belav bû.
13 Adara sala 1974, Leyla Qasim, ew keça Kurd a şoreşger bi destê sîstema Îraqê ya şoven hate darvekirin û Leyla bû sembola jina Kurd a şoreşger û azadîxwaz.
16 -17 û 18 Adara sala 1988 Sîstema Sedam Huseyn ya şoven komkujiya Helepça li dijî Kurdan çêkir.
19 Adara sala 1991 li başûrê Kurdistanê li dijî dewleta Sedam Huseyn a faşîst, gelê Kurdistanê rabû raperînê û gelek bajarên Kurdistanê azadkirin.
21 Adarê, cejna Kurd a dîrokî Newroz e. Berî zayînê bi şesed salî, Rêberê Medya Kawayê Hesinkar serî li dijî dehakan rakir û împratoriya Med avakir. Cejna Newrozê, an jî Roja Nû ji aliyê tevayî gelên Arî vet ê pîroz kirin. Di heman dem de, newroz sersala Kurdan e.
21 Adara sala 1590 Li Stenbolê di navbêra her du dewletên dagirkerên kurdistanê, Sefewî ê Osmaniyan de peymanek hate mohirkirin. Li gorî vê peymanê, Loristan û Şarezor dikeve bin destê Osmaniyan de.
21 Adara sala 1982, Kawayê hemdem ê Kurdistanê, ciwanê şoreşger û mîlîtanê PKK ê mezin, Mazlum Dogan li hemberî zagona dewleta tirk a faşîst bedena xwe da ber agir û newroz bi agirê laşê xwe pîroz kir. Di gelek salên cuda de, qehremanên Kurd, keç û xurtên agir û rojê, di roja newrozê de agir berdan bedenên xwe û rêça Mezluman domandin. Ji wan jineşêran, heval Zekiya Alkan(1990) li Amedê, hevala Bêrîvan û heval Ronahî(1994) li bajarê Mannheim a Almanya çalakiyek bi agirê bedena xwe lidarxistin.
21 Adara 1992 Rehşan Demîrel bi navê xwe yê kod Sosin li Qedîfeqeleya Îzmîrê xwe di roja Newrozê de şewitandin.
21 Adara sala 1992, di serhildanên gel ên li Cîzre û Nisêbînê 93 Kurd şehîd ketin.
21 Adara sala 1985, Eniya Rizgariya Netewa Kurd(ERNK) hat damezrandin.
24 Adara sala 1994, dewleta faşîst û şoven a Suriyê agir berdan zindana Hesekê. Piraniya girtiyan Kurd bûn, dewleta Suriyê bi şewtandina vê zindanê re bi dehan Kurd kuştin.
24 Adara sala 2002, Seydayê Tîrêj, helbestvanê Kurd yê ji rojavayê Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe.
28 Adara sala 1986, fermandarê efsanewî yê hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) Mahsum Korkmaz li çiyayên Gabarê(Botan) şehîd ket.
28 Adara sala 2005, Kongreya jinûva avakirina PKK dest pêkir û di 4 nîsanê de jinûva avakirina PKK hat ragihandin.
30 Adara sala 1972, komkûjiyan Qizildere pêk hat. Di vê komkûjiyê de, hêjmarek pir mezin ji şoreşgerên Tirkiyê şehîd ketin.
31 Adara sala 1947, Serokê komara Mihabadê Qadî Mihemed li meydana çarçira ligel hevalên wî yên ku komara Muhabadê îlan kiribûn, bi darvekirin.
- Ayrıntılar
Her sal di destpêka demsala buharê de, tevayî jinên cîhanê û bi taybetî jî jinên şoreşger û milîtanên tevgera APOYÎ roja 8’ê adarê pîroz dikin. Ev rojek gelekî bi wateye û cihek xwe yê taybet di dîroka têkoşîna azadiya jinê de heye. Ev ne tenê cejnek jina ye, di heman dem de jî nîşana berxwedaniya jinê li hemberî mejiyê zagona baviksalarî û desthilatdariya mêra ne. ew rojek cîhanî ye û ji aliyê her netew û civakekê ve bi awayekî taybet tê pîroz kirin.
Roja 8’ê Adarê xwedan dîrok û raboriyek(geçmiş) pir dirêje, raboriyek tijî êş, kul, birîn, kûştin û zilme. Berxwedaniya jinê ya bêhempa, bedel û fedekariyên pir mezin her kes neçarkir ku 8’ê Adarê wek roja jinên cîhanê bipejirînin.
Gelo çima saxma(özellikle) roja 8’Adarê?
Di sala 1857’ê de Netewê Yekbûyî roja 8'ê adarê weke Roja jinên cîhanê qebûl kir.
Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970'î de hatibe qebûlkirin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş ya jinên cîhanê rastî salên 1800’î tê. Di 8’ê adara sala 1857an de jinan li New Yorkê(Dewletên Yekbûyî Emerîka) grevek li darxistin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan ya kar dakeve 8 saetan û heqdestekî weke hev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha(fabrika) jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de mirin. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin qebûlkirin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900î de destpê dike. Di sala 1903’an de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî "Kualîsyona Sendîkayên Jinan" hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana "roja jinan" tê qebûlkirin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê lêgerîna jinan ya ji bo mafên xwe, di sala 1909ê de jî, bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20- 30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, di greva xwe dixwestin ku şertûmercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Kualîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da.
Têkoşîna Jinên Emerîkî, jinên Ewropayê jî bandor kiriye. Di sala 1910’an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya II. hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate qebûlkirin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem roja Jinan ya Cîhanî di 19 adara 1911’an de li Almanya, Avusturya û Danîmarkayê hate pîrozkirin. Giringiya vê rojê ew bû ku qralê Prusyayê di sala 1848’an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de jinê karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn.
Pîrozkirina 8 adarê weke roja Jinên Cîhanê jî, di sala 1972’an de bi organîzasyoneke mezin ya bi navê "Tevgera Adarê" ya li Sidneyê hate kirin, destpêkir. Piştî ku Netewên Yekbûyî navbêra salên 1975-1985an weke "Deh Sala Jinên Netewên Yekbûyî" îlan kir, di 16’ê kanûna 1977’an de jî 8’ê adarê weke "Roja Jinanên Cîhanê" îlan kir ku were pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Netewên Yekbûyîne 8’ê adarê weke roja Jinên Cîhanê Pîroz kirin.
Li Kurdistanê yekem tevgera nûjen ya jinan di pêşengiya PKKê hat pêşxistin. Bi sedan jinên Kurd tevlî şoreşa azadîxwaz bûn û li hemû qadên têkoşînê cihgirtin. Li ser çiyayên Kurdistanê jina Kurd li hemberî dewleta faşîst a tirk şerkirin û bi hezaran destanên qehremaniyê nivîsandin. Têkoşîna jina Kurd a şoreşger ne tenê li hemberî dagirkerên kurdsitanê bû, di heman dem de, li hemberî mejiyê civakê yê ku derfeta jiyana azad nedida jinê bû jî, di hemandem de, têkoşîna jina şoreşger li dijî hemû nêzikatî û çemkên paşverû yên mêrên di nava şoreşê de bû jî. Jina Kurd a şoreşger, li hemberî dagirkerên Kurdistanê, li hemberî paşverûtiya civakê, li hemberî mejiyên desthilatdar ê mêr û di heman dem de jî li hemberî nêzikatiyê paşverû û klasîk ên jinê bixwe jî têkoşîn dikir.
Têkoşîn Û qehremaniya jina Kurd a di nava PKK de, nêrîna civakê û ya hevalên xwe yên mêr jî da guhertin. Êdî di Kurdistanê de ne jin jina berê ye û ne jî mêr mêrê berê ye. Di ronahiya felsefe û perspektîfên Rêber APO de bîrdoziya azadiya Jinê pêşket û pê re jî, rêxistina jinê jî pêşket. Hin paytîbûyîna jinê û him jî artêşbûna jinê di nava PKK de bi bedel û fedekariyên pir mezin pêşket. Tevgera jinê ya xweser(özgün) di sala 1988’an de jî, xwe weke Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan YJWK çêbû. Her çû hêjmara jinê di nava artêşê û partiyê de zêde bû û di encamê de jî, pêwîst bû ku rêxistin jî firehtir bibê. Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd, di sala 1995’an de bi navê Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan YAJK saz kir. Êdî têkoşîna azadiya bi giştî û ya jinê taybetî pir gav avîtibûn û pêwîstî bi partîbûyînê hebû. Ji lewra Yekîtiya Azdiya Jinên Kurdistan YAJK ’ di sala 1998’an de weke PJKK ango Partiya Jinên Karkerên Kurdistan xwe kire partî. Di sala 2000’î de Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd bi kongreya xwe ya 3’emîn ya Awaret li darxist û ji nû ve xwe weke Partiya Jina Azad PJA bi nav kir. Partiya Jina Azad PJA ji bo azadiya Jinan tê dikoşe. Di salên dawiyê de navê PJA hat guhertin û bû PAJK(Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê).
Lê di sala 2005’an de, êdî tevgera jinê ji partiyê mezintir bû û gelek şax û milên tevgerê çêbûn. Êdî aliyê jinê yê leşkerî, siyasî, civakî û bîrdozî çêbibÛn û pêwîstî bi komkirina van hemû xebatan di bin sîwanekê de hebû. Li ser perspektîfên Rêber APO, di buhara sala 2005’an de, Koma Jinên Bilind(KJB) hat ragihandin. Ev zagona jinê ya herî bilind e û di nava wê de hemû rêxistin û xebatên jinê yên li 4 beşên Kurdistanê û derveyî welat xwe rêxistin kirin. Rêxistinên jina şorşeger li Kurdistanê têkoşÎna azadiyê didin evin:
PAKJ, YJA, YJA-STAR û jinên ciwan. Her wiha jî, li her perçeyekî Kurdistanê rêxistinên jinê yên xweser hene.
Jina Kurd a evqasî bihêz û rêxistinkirî, garantiya serkeftina roja 8’ê Adarê ye. Jina Kurd a şoreşger jib o pêşengtiya tevayî jinên kedkar û azadîxwaz yên cîhanê berendam e.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Rewşa heyî ya kurdan, zêde derfet nade şêrekî stratejîk ê êrîşkirinê; ku derfet bide jî ev ne pêwîst e. Wê windakirinên vê ji qezencên wê qat bi qat mezintir be. Lê ev bi salan berdewam bike jî, di rewşeke wisa de ye ku dikare şerekî parastina rewa bimeşîne. Di vê de qet windahî nabe. Dibe ku hinek windahiyen mirovan bibin. Jixwe windahiyên mirinên xwezayî, ji yên şer kêmtir nîn in. Lê qezencên wê zahftir in. Wê bikaribe rûmeta xwe, hebûna xwe, çanda xwe, hişmendiya xwe, vîna xwe û perçe perçe welatê xwe qezenc bike, qet nebe wê di zirûfên şer de jiyana xwe rizgar bike. Ji ber vê yekê pêşeroja şerê parastina rewa heye, xitimandina wê nîn e. Ku di hundir de nebe li derve, li deştê nebe wê li çiya, ku li çiya nebe wê li bajaran, ku çekdarî nebe wê bêçek, ku bêçek nebe wê çekdarî, ku legal nebe wê îllegal, wê her cureyên aboriyê, siyasetê û leşkertiyê biceribîne û bi vî awayî hebûna û çanda xwe bikaribe biparêze. Maye ku di dema me de, ku dewletên herî bi hêz jî êrîşên hebûna çandî bikin û mafên mirovan nas nekin, em di demeke wisa de ne ku, ji hêla dinyayê ve têne tecrîdkirinê.
Ku zext xwe gihandibin qestkirina canê te, mafê herî însanî yê xwezayî neyê naskirinê, mafên çandî yê gelan bi zorê hatibe tepisandinê û hatibe înkarkirinê û pê re ew gelên ku dixwazin bi biryar van mafên xwe bikarbînin bi zorê bêne tepisandin û mehkûmkirinê; li hember vê dewleta dijhiqûqî ku li gorî pêwîstiyên hiqûqî yên gerdûnî tevnagere, wê yekîneyên parastina gel cureyên çek bikaranînê jî di nav de, bi hemû ziraviyên hunera şer bikaranînê, wê derbasî asta parastina rewa bibin. Divê vê wekî mafekî zagona bingehîn bibîne, ku di zagona bingehîn de ev maf nîn be, di zagonan de bicîkirina vê kêmasiyê pêwîstiyeke neçarî ya feraseta parastina rewa ye. Ku dewleta heyî pîvanên dewletbûna hiqûqê, mafên mirovan ên bingehîn û siyaseta demokratîk esas bigire, tabîkî wê parastina rewa şêweyê şîdeta çekdarî esas negire.
Li hember çalakiyên wekî serhildan û têkoşînên çekdarî ku rê li ber bûyer û encamên gelek mezin vedike, pêwîst e ku hezar carî bê fikirîn û carekî bê kirin. Heta ku zelalbûnek, wê ev çima û bi kîjan armancê, li hember kê, çiqas û di çarçoveyê de, bi kî re û çawa bê birêvebirinê nebe, ku serî li têkoşîna serhildanî û çekdarî bê dayîn; em ê nikaribin ji bin kuştin û yozbûnan derbikevin, loma jî em ê nikaribin pêşiya binketinan bigrin. Encax bi zorê hemû riyên paratina rewa û azadiyê bixitime, hiqûq bê eciqandin, ku mirineke neheq li kes, di plana çandî de li gel bê ferzkirin, divê tenê ji ber pêwîstiyekê serî li têkoşîna serhidanî û çekdarî bê dayîn, wê wekî di hiqûqa gerdûnî û di her zagonên bingehîn de tê îfadekirinê, wekî mafekî parastina rewa serî li têkoşîna serhildanî û çekdarî bê dayîn. Armanca şerên serhildanên çekdarî û bi tarza gerîla ev e ku, hetanî ku pêwîstiyên hiqûqa gerdûnî pêk neyên, hetanî ku pêwîstiyên “mafên sê nifşî” ku di zagonên Neteweyên Yekbûyî de hatiye ziman û Tirkiye jî di nav de, ji hêla welatan ve hatiye qebûlkirinê pêk neyên, mafekî berxwedaniyê yê pîroz ê hemwelatiyên azad û gelên ku xwedî mafên demokratîk in, dikarin vî mafî bikarbînin. Ne ku serî li vê berxwedaniyê dayîn, serî li vê berxwedaniyê nedayîn di cewherê xwe de pêkneanîna pêwîstiyên hiqûqê ye. Pêwîst e ku rexnedayîn di vê çarçoveyê de bê cî.
Em di mijara şîdetê de, tu tiştê ku parastina rewşa qebas bike rast nabînin. Ji bona şerê mûhtemel vê dibêjim; hemû dinya bibe yek jî, Iraq, Îran û Tirkiye bi hev re êrîş bikin jî, divê bi parastineke rewa ku wê ev hêz li hember wê nikaribin li ser bikevin, bersivek bê dayîn. Dikarin herêmên otonom(xweser) ên demokratîk ava bikin. Mîna li Iraqê dikarin di hundir de jî bikin. Ku Dêrsim û Botan guncav be dikarin bikin. Jixwe di pratîkê de sînor ji holê rabûne. Jixwe Botan, Behdînan û Zagros yekpar in û gihîştine hev. Dikarin vanan zêdetir berfireh bikin. Ev qad, qadên parastina rewa ne. Ez dibêjim ku, divê ev di bingeha xeta mûdafaya rewa de be. Her kî êrîşî van qadan bike, em ê mafê xwe yê parastina rewa bikarbînin. Wê van deran, bibine qadên jiyana azad. Tenê ne ji bona kurdan, divê ji bona gelên din jî li van deran di zirûfên demokratîk de qadên jiyaneke azad bi dest bixin. Divê ev qad bibine qadên demokrasiyê.
Wê ev piştgirî bide demokrasiyê û dema vê kir jî wê bi zanatî bike. Divê hêzên parastina rewa, tecrûbeyên Zapatayan ên li Meksîkayê bi kûrahî lêkolîn bikin û dikarin vê bi awayekî guncav li gorî zirûfên berbiçav pêk bînin. Ku bala we kişandibe, tiştên ku zêde xwe têkelî şîdetê bikin nîn in. Bi artêşê wisa zêde pevçûn nîn e, ji sivîlan jî mirin nîn e. Bi gel re diyalogên wan baş in. Li Rojhilata Navîn ciwan, ciwanên kurd, dikarin li başûrê Iraqê li hev kom bibin. Dikarin banga seferbetiyê jî bikin. Lîstik têne lîstin, divê li hember van hişyar bin. Dikarin sazîbûnên xwe yên xweser(otonom) ên demokratîk û komûnan ava bikin. Tirkmen jî di nav de, dikarin ji bona van qadan bangî her kesî bikin. Divê li hember tunebûnê, bibin xwedî sekneke parastineke bêhempa. Ger ku herin ser wan de, ez vê tenê ji Tirkiyeyê re nabêjêm, ji ku dibe bila bibe, divê bikaribin xwe biparêzin. Pêşketinên heyî nîşan dide; ketina wan a bakur jî di rojevê de ye. Bila li qadên guncav, parastina xwe bikin. Di mijara ketina bakur de, ku pir tengijîn dikarin bikevinê. Ger ku aştî pêk neyê, dikarin hemû hêzên xwe, xwe bikşînin herêmên çiya yên stratejîk. Dikarin ji Dêrsimê hetanî Serhedê, hetanî Torosan belav bibin. Ji bona ewlekariya xwe, dikarin li her derî belav bibin. Wê rê û rêbazan, bi xwe bibînin. Ger ku careke din şer dest pê bike, wê ev bibe şerê gerîlayên bi tevger. Ev jî, wê wisa bi asteke kêm de nebe, wê di asteke navîn de be. Bila xwe nexapînin. Bila xwe biparêzin, vê yekê jî bila li qadên çiya yên guncav û bi teqtîkên di cî de bikin.
Hewl didin PKK’ê li başûr tengav bikin. Dibên, gelo em ê bikaribin biqedînin û her dem êrîş dikin û bombebarîn dikin. Bi van bombebaranan û êrîşan hewl didin ku encamek bigirin. Ez aşkere diyar dikim; ev lîstikeke. Çûyîna Tirkiyê ya ser kurdan, bi awayekî stratejîkî bi wê dide windakirinê. Carê carek zagonên poşmaniyê derdixînin. Zagonên poşmaniyê, zêdetir tehrîk e. Ma dibe ku ji mirovek re bê gotin, poşman bibe? Ev li dij xwezaya mirova ye. Min di parêznameya xwe ya sala borî de jî diyar kiribû, di parêznameya xwe nû de jî kêm be jî min bahs kir, her dem, ji bona PKK’ê her dem riyek heye, ew jî dikare ber bi fermandariyên serbixwe ve herin. Dibe ku li ciyên cuda cuda, fermandariyên cuda cuda derbikevin, PKK dikare berê xwe bide van fermandariyên serbixwe. Dibe ku çil fermandarî derbikevin. Ku avêtibin ser qereqolekî, dikarin bavêjin ser bi sedan qereqolî. Derketiye holê ku PKK gelek bi hêz e, ji berê bi hêztir e. Bandora PKK’ê li çar parçeyan heye. Talabanî-Barzanî yê çûyînê ne. Îdeolojiya PKK’ê, li çar parçeyan ji hêla gel ve bi rêjeyeke girîng hatiye pejirandin. PKK li Sûriyê jî bi hêz e, li Îranê jî bi hêz e, li Tirkiyê jî bi hêz e, li başûrê Kurdistanê jî bi hêz dibe. Jixwe PKK, qadroyên teng ên îdeolojîk in, wisa jî dikare bimîne, pêşniyarên min jî wisa bûn. Ya esas dema azadiyê ye. Ev zemîn zindî ye, wê xwe her dem biafrîne. Hûn bi vî şiklî nikarin PKK’ê biqedînin, hûn nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.
- Ayrıntılar
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –II-
Her desthilat dema ku hewl dide pergala xwe serdest bike, berî vê bike bingeha wê ya zihnî ava dikin. Heta ku bingeha zihnî nîn be, tu hêz an sîstem ne mûmkûn e ku bi ser bikevin. Me di nivîsa din jî diyar kiribû, di dema klan û neolîtîkî de bi qasî 3 MILYON salan jin-dayîk pêşengiya civakê dike. Dema ku berî 5 hezar sal berê ZILAMÊ KONE Û BIHÊZ dertê dika dîrokê û çav berdide hemû nirxên mirovahiyê û berhemên jinê, destpêkê bingeha zihnî ava dike. Ev yek jî di pêşengiya RAHÎBÊN SÛMERÎ de pêk tê.
Encameke herî girîng ku ji parêznameyên Rêber Apo em derdixînin, her rastî û heqîqet hatine înşakirinê. Belkî di dema jiyana klanî de ku her tişt zindî û xwedî rih dihate dîtin û di rêveçûna dîrokê de wekî serdemên anemîzm û piştre totemîzm tê binavkirinê, bi serdema mîtolojîk û teolojîk re, bi taybetî bi heyama El-Ubeyt re (B.M.5500) zihniyeteke nû gav bi gav tê înşakirinê.
Em ê di berdewamiya nivîsên din de bahsa kitekita derketina vê zihniyetê bikin. Bo me ya girîng ew e ku, bingeha vê zihniyetê di dema sûmeran de -berî 5 hezar salan dertê asta herî jor- te avêtin. Hemû olên heyî bingeha xwe ji mîtolojiyên sûmeran digirin. Wekî mînak sûmeran hezar û pêncsed Xweda afirandine û her yek ji wan navek li wan kirine. Bingeha mîtolojiyên wekî Enkî-Înanna, Mardûk-Tîamat, Adem-Hewa, Nûh, Zeûs-Athena û hwd. wê demê têne avêtin. Çi dibe wê demê dibe. Jin bi sûmeran re ji qata Xwedawendiyê dikeve û dikine fahîşe. Yekem mala giştî ku Musakkatîn tê gotin, li bajêrê Nîppûrê ava dibe.
Di mîtolojiya Mardûk-Tîamat de ku di dema babîliyan de tê afirandin, jin bi tevahî winda dike û sazûmana serdest a mêrê zilimkar tam bi ser dikeve. Tabî li hember vê jî jin 3 HEZAR salan li ber xwe dide. Di her mîtoliyê de ketina jin-xwedewand bi zêr û ziber kirine û avabûna dinyayê jî, bi Xweda-Xwedewenda îzah kirine. Yanî dema ku em li mîtolojî û teolojiyên olî binêrin, dinya di heft rojan de tê avakirin, destpêkê mêr çêdibe, ji hestî an pîsiya mêr jî jin ava dibe. Çîrok wisa didomin. Her yek ji van mîtolojiyan hatine înşakirin. Yanî wisa mirov di carekê de bi destê xwedayan hatine afirandin û jin jî ji tiştek mêr çêbûne. Lê rastî ev e. Na! Ji bona ku em bikaribin ji van doxmayan xwe rizgar bikin û bibine xwedî zihniyeteke nû û xwe ji bandora înşayên rahîbên sûmeran rizgar bikin, divê em avabûna gerdûn û mirovan baş bizanibin.
Der barê vê de, hem di mîtolojiyan de hem di pirtûkên olî de gelek mîtolojî hene. Lê ya rast û zanistî, tabî bêyî ku em rastiya mîtolojî û teolojiyan ji bin ve înkar bikin, divê bê ravekirin.
Li gorî lêkolîn û texmînan temenê gerdûnê 13,8 milyar e. Berî 5 milyar sal berê tu zindiyek nîn e. Bi qasî 2 milyar sal berê yekem car zindiyek yekorganîzma çêdibe. Ev jî tiştek mîna jelatîn tenik û bi proteîn e. Zindiyek gelek biçûk e û bi çav nayê dîtin. Ev zindiyek yekşane(tek hücreli) ye. Derketina ev yekorganîzmayî, bi bandora tîrêjin bi jehr ên wekî ultra-viyole, gama, îks, bi lêdana brûskan û bi gaza metanê ku di nava avê de ye, bi tevlîbûna vanan ev zindî çêdibe. Ev li labaratuvaran de jî hatine ceribandin û peyitiye. Yanî li zirûfeke îzolekirî, dema ku brûsk, gaza CH4(Metan) û tîrêjin bi jehr li hev bandor bikin, zindiyek yekşane diafre.
Ji bona ku ev zindiyê yekşane bibe pirşane(çok hücreli) 1 milyar sal dibûhire. Zindiyê yekşane ji ber pêdiviyên XWETÊRKIRIN, XWEPARASTIN û XWEZÊDEKIRIN ku vanan nîşaneyên zindîbûnê ne, neçar dimîne xwe cuda bike. Di yekşaneyan de heman şane cuda cuda xwe zêde dike, bes di pirşaneyan de mîna berê ji qutbûnê wêdetir, di nava xwe de bi genên di nava kromozoman de beridandin(evrim) pêk tê. Ev jî dibe bingeh û şêwe girtina zindiyan. Mîkroorganîzma dibe molekûl, molekûl dibe şane û şane dibin doku û organîzasyon.
Tabî hê jî jiyan di nava avê de ye. Ji ber ku li rûyê dinyayê tîrêjên bi jehrî, derfeta jiyanê nade zindiyan. Bi qasî 500 milyon sal berê di nava avê de tiştek fena kevzê, yanî tiştek fena gihayê çêdibin. Dîsa di nava avê de zindiyên bi hestî jî çêdibin. Wê demê cureyek bi navê Ampîon ku pêşiyê beq û masiya ye bi pêş dikevin. Piştî ku kevz, giha diberidin û bi pêş dikevin, oksîjenê diafrînin û ev oksîjen li dinyayê tebeqeya ozonê diafrîne û ev jî rê li ber derketina bejahiyê vedike. Zindiyên wê demê, bi tebeqeya ozonê re, hem li di nava avê de jiyan dikin hem jî li bejahiyê jiyan dikin. Bi qasî 200 milyon sal berê, ev zindiyên pişthestî(marîpişt) her diçin diguherin û zindiyên marîjok(sürüngen) bi pêş dikevin. Wekî marên roja me ya îroyîn. Ji fosîlan tê fêmkirinê, her diçe marîjokên mezin çêdibin.
Heta vê merheleyê, hê jî mirov yanî însan li peyaseyê xuya nake. Yanî 200 milyon sal berê. Xwezêdekirina van marîjokan, bi hêkan dibe û ev hêk jî pêwîst dike ku ji derve ve bên dolkirinê. Ev cure zêdebûn bi xwe re xeteriya tunebûnê tîne. Wekî mînak, cureyek balînayekê wê de, ji bona dolkirina hêkên xwe 28 milyon hêk li deryayê datîne. Encax ji van hêkên du heb têne dolkirinê. Ji ber vê rewşê, her diçe zindiyên guhanî(memeli) diberidin. Berî guhaniyan marîjok dolkirinê di nava hêkê de dikin. Lê ev jî ji bona berdewamiya jiyanê têr nake.
Bi qasî 70 milyon sal berê, zindiyên guhanî li rûyê dinê xuya dikin û di vanan de di hundirê cenînê de dolkirin pêk tê. Dolkirina guhaniyan sê cure ne;
Yekemîn; taybetiyek ku ji marîjokan maye, di cenînê hêk mezin dibe, lê piştî ku ji hêkê dertê bi mijandinê mezin dibe.
Duyemîn; guhaniyên bi tûrik in. Wekî kangurûyan.
Sêyemîn; ya herî pêşketî ye. Embriyo heye, di nava embriyoyê de zîgot bi pêş dikeve û ev bi alîkariya plesentayê mezin dibe. Yanî dolgirtin di hundir de ye û ewle ye. Di mirovan de ev cure ye.
Vaye wê demê, ji van zindiyên guhanî, 200 cure zindî ku wekî PRÎMAT(kalikê mirovan) têne binavkirin dertên rûyê erdê. Destpêkê vanan li ser daran jiyan dikin. Bes di van PRÎMATAN de mejiyê analîtîk bi pêş neketiye. Tenê hest, ajo an gûdû hene. Vanan wekî ANTROPOÎD tên binavkirinê. Bi 30 milyon sal berê her diçe diguherin û bi qasî 7 milyon sal berê, cudahiya xwe dixine navbera heywanên wekî meymûn, şempaze, gorîl û apeyan. Destpêkê ev cure li Rojhilatê Efrîka li RÎFÊ xuya dikin. 3 milyon sal berê cureyek bi navê Homorît xuya dike. Cureyên wekî Homo Eresmûs û Neandartel jî bi pêş dikevin, bes ji van cureyan, tenê cureyek bi navê HOMO SAPÎENS bi hemû heybeta xwe mohra xwe li dinyayê dixe. Piştî ku 20 hezar sal berê IV. Serdema Cemedî diqede, Homo Sapîens hebûna misoger dike.
Belê min hewl da, berevajiyê mîtolojiyan, derketina mirovê yekem rave bikim. Yanî wisa li gorî tê gotin, hema wisa ji nişka ve dinya ava nebûye. Wisa ji nişka ve mirov derneketine. Her tişt hevdu bandor kirine, hevdu bi pêş ve birine, beridîn(evrim) çêbûye û gihandiye roja me ya îroyîn.
Lewre ji bona guherîna zihniyetê, divê destpêkê em wate bidine mîtolojî û teolojiyan. Nexwe her tişt ji navendek bê afirandin û pîroz bin, wê demê em ê nikaribin dest bidine înşayên rahîbên kevn û nûjen. Ku ev jî nebe, wê her di navbera mirovan de ser-bin, efendî-kole, axa-kulamtî bidome û pergalên wekî BAJÊR-ÇÎN-DEWLET jî xwe wekî fermanên Xweda pîroz îlan bikin û li ser mirovantiyê ferz bikin.
Wê bidome…
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Di derbarê şerê Zap’ê de hevpeyvîna bi Endamê Konseya Leşkerî ya HPG Dr. Bahoz Erdal re.
Amadekar: Polat CAN
Beşê Duyem
- We got ku artêşa Tirk heman riviya û çû. Li ser paivekişandinê gelek hate axavtin û gelek nankokî jî di nava Tirkiyê de rûdan. Hat gotin ku paşvekişandin bi saya zextên DYE çêbû, lê Fermandariya artêşa Tirk ev nepejirand û got ku li gorî pêdevyên leşkerî ev pêk hat. Gelo ma bi rastî jî, artêşa Tirk di bin zextên DYE ve ji Zapê paşve kişiyan?
Ez dixwzim pêzanînên pratîkî bidim we. Artêşê di roja heftan de xwest ku şûnve vegerê. Jiber ku tiştekî din ê ku artêşê di qada şer de bikariba tûnebû. Jixwe însiyatîfa şer 100% di destê me de bû. Li eniya Çiyayê Reş neketibûn hûndir û sînor derbas nekiribûn. Heman tişt ji bo eniya Xeregul û Şikefta Birîndaran jî derbas dibê. Tenê di eniya Şamkê de kêmekî ketibûn hundir. Roja heftan xwestin ku vegerin, lê hevalan nehîşt. Hevalan ji piştê ve li Zagrosê li wan xistin û deriyê xwevekşînê li wan girtin. Roja heyştan hevalan dîsa him ji aliyê bakur û him jî, ji aliyê başur ve li wan xistin û gelek gir ji dest wan derxistin. Rojekê sax encax karîn ku termên leşkerên kûştî bi hîlîkopteran xelas bikin. Encax rojan nehan karîn leşkerên xwe bibin. Lê ew jî, her di bin lêdana hevalan de paşve dikşiyan. Beşek ji wan bi hîlîkopteran xelas kirin, piştî ku hevalan li hîlîkopteran jî xistin, beşek leşker di nava çemberê de man. Hevalan dora wan girtin, tenê aliyekî pir zêde berf hebû, leşkeran bi întîharwarî xwe li wê berfê xistin û wisa ji nava çembera hevalan xelas bûn. Di vir de şaştiya hevalan hebû, heval difikirîn ku dijmin wê nikaribê xwe li berfê bidê û ji çemberê derkevê.
Têkiliya xwepaşvekişandina dijmin bi zextên devre re nîne. Planên artêşa Tirk ne wisa bûn. Plana wan ew ketina bîryargehê bû, darigrkirina vê herêmê bû, armanca wan ew bû ku xwe bi cih bikin û pişt re jî tevayî başur û gelê me li vir tehdîd bikin û bixin bin kontrola xwe. Ev tişt wan bi xwe jî, digotin û tiştekî ne veşartîbû. Jixwe xerîteyên operesyonê ketin destên me, di xerîteyê de hedefên wan diyarin. Haya Emerîka jî, ji van hedef û xerîteyan hebû û jê razîbû. Jixwe Emerîka îstîxbarat dabûn Tirkan. Yanî çi têkiliya zextên derve û xwevekşîna artêşa Tirk ji Zap’ê re nîne. Jixwe ku artêşa Tirk paşveneçûba, wê di dîroka xwe de binkeftina herî mezin bidîta. Ku li Oremarê 8 leşker dîl ketibûn destên me, ewê li vir hêjmarek pir mezin ji leşkeran biketana destên me. Yaşar Buyukanînt ev dît. Ji bo vê yekê jî Îlker Başbuğ hat Şirnaxê. Ji bo vê yekê wan digotin “Em ji bo paşvekişandinê li ser agir bûn”!.
- Em dizanin ku di navbera 20 û 29’ê Şubatê de rojên gelekî zehmet bûn, her wiha, di aliyê hêjmar de jî, artêşa Tirk bêhtirî deh hezaran bûn û we jî got ku hemû hêzên taybet bûn û gelek çek û teknolojiya şer bi karanîn. Tê gotin ku hêzên gerîla yên axtîv şer kirin 100 heval derbas nedikir. Yanî sira vê yekê çibû ku 100 heval li hemberî deh hezar leşker û di mercên zivistanê yên herî zehmet de berxwe bidin û bi serbikevin?
Artêşa Tirk bi gelek amadekarî hatibû. Wan gelek hesab kiribûn, xwe li gorî mercên zivistan û berfê amadekiribûn. Cilên berfê anîbûn, gûreyên taybet anîbûn, alavên xwegermkirinê anîbûn, heta evqas tişt anîbûn ku barê leşkeran pir- pir giran bûn û nedikarîn di bin wî barê giran de bimeşin. Lê hêzên me, li gorî şert û mercên çiyayên Kurdistanê, him havîn û him zivistanê xwe perwerdekirine. Jixwe em hêzek gerîlane û li çiya dijîn, berî her tiştî hêzên me di aliyên pskolojîk û moral de amadebûn. Belkî ku derfetên me bi qasî yên dewletekê nebin, lê em di aliyê moral û pskolojîk de baş amadebûn, hêzên me di aliyê vîn û îradeyê de amadebûn. Em hêzek bîr û baweriyê ne. Mînak: Di nava vê operesyonê de, artêşa Tirk carekê hemû artêşa xwe guhertin û hêzên nû anîn cihê yên din. Lê ji ber ku hêzên me bi bîr û baweriya xwe şer dikin, li hemberî hemû mercên pir zehmet berxwe didan. Ev jî xala herî girîng a ku hîşt em bi serbikevin. Derveyî vê, di warê pratîk de jî, amadekariyên me hebûn. Ji bo mercên berfê û çiyayên bilind jî amadekariyên me hebûn. Jixwe di dema operesyonê de, du rojan her berf dibariya. Di bin barîna berfê de me şer dewam kir. Di vir de 100% însiyatîfa şer di dest hêzên me de bû. Di van her du rojên berf barînê de gelek leşkerên Tirk di berfê de qufilîn û lingên wan şewitîn û di cihên xwe de cemidîn. Tiştê ku hîşt hêzên me bi serbikevê, ew aliyê wî yê bîryar bû û aliyê wî yê îradeya xurt bû. Me bi çavên xw dîtin, bi rojan heval di nava berfê de çûn û hatin, lingên wan şilbûn, cilên wan şilbûn, şev pir sar bû, agir tûnebû ku heval xwe pê germ û zuha bikin, heta ku solên di lingên hevalan de bi şev diqerisîn û qeşa digirtin, heta hevalan ji ber vê nedikarîn pêlavên xwe ji lingên xwe derxînin… Lê li rex van hemû zehmetiyan jî, yek hevalî jî, behsa sermê nedikir, yek hevalî jî gazinc nedikirin, heta çend hevalan lingên wan di berfê de werimîbûn lê qet behsa vê yekê jî nekirin. Dema me pirsa rewşa hevalan dikir, yekî jî behsa zorî û zehmetiyan nekirin.
Divê mirov bibêje, ku di şerê van 9 rojan de, ê ku biser keft ruhê berxwedaniya PKK bû. Ê ku biserkeft ew îradeya bihêz a PKK bû. Ê ku biserkeft îradeya gelê Kurd bû. Ê ku biserkeft gerîlayên Kurdistanê bûn, ên ku biserkeftin şervanên HPG bûn. Belkî ku gelê me niha gelek diroşme derxistine, lê ê ku biserkeftî ew ruhê PKK û şervanê HPG bûn. Jiber ku bi rojan, di nava mercên zor de, yek hevalekî jî, nêzikatî, gotinek ku “NA” tê de hebe nekir û negot. Heval hemû jî, bi bîryarbûn, bîryar jî ew bû ku nehêlin leşker têkevê Zap’ê. Birastî jî, mirov ji bîryar û nêzikatiyên hevalan moral digirt. Vê yekê dihîşt ku bîryara me jî hîn xurtir be. Di vî şerî de, ruhê PKK bi awayekî herî xurt di şervanên HPG de hat dîtin.
- We bi ferehî li ser şerkeriya hevalan, berxwedanî û bîryarbûna wan a di serkeftinê de nirxandin kirin. Her wiha jî, di vî şerî de neh heval şehîd ketin. Li ser şehadeta van hevalan, rola wan di şer de û kesayeta wan de hûn çi dibêjin?
Berî ku ez bersîva vê pirsê bidim ez dixwazim bersîva pirsa berî wê dewam bikim. Niha di dema operesyonê de hin heval bi awayekî axtîv di eniya pêş de şer dikirin û beşdarî çalakiyan dibûn. Beşek din ji hevalan jî, eniya paş girtibûn. Niha ev hevalên di eniya paş de, zexteke mezin li ser me dikirin ta ku derbasî eniya pêş bibin. Her roj pêşniyarên bi vî rengî ji her aliyan ji me re dihatin. Heta ku hin heval di çalakiyan de birîndarbibûn, hîn birînên wan sax nebibû, wan xwe radikşandin ta ku vegerin nava şerê gerim. Ev ruhê hevalan bandorek mezin li ser me jî dikir. Çi artêş bi hêz û bîryareke wisa nikarin. Artêşa Tirk jî baş hesabê vê yekê nekir û wan tenê bawerî bi teknîka xwe anîn. Di vî şerî de hemû teknîka xwe ya şer bikaranîn, gelek çekên qedexe jî bikaranîn, her wiha qaşo- hêzên xwe yên taybet anîbûn şer. Lê dijmin hesabê bîryarbûn, ruhê berxwedaniyê û hûnera şerê gerîla yên hêzên me nekiribû, ji lewra jî li hemberî vê rastiyê winda kir û têkçû. Encax karibû birivê. Ev rastiya bi taybetî jî, di kesayeta hevalên şehîd de hat dîtin. Jixwe di vî şerî de heta roja dawiyê 5 hevalên me şehîd ketin, ev 5 heval jî hemû di êrîşan de şehîd ketin. Yanî êrîşên dijmin şikênandin, dest bi êrîşan kirin û di van êrîşên li ser dijmin de ev hevalana şehîd ketin.
Mînak heval Ayhan, ew nû ji Heftenînê hatibû, pêşniyara wî ji bo derbasbûna qada bakur hebû û ji bo nîqaşkirina vê pêşniyarê hatibû Zap’ê. Ew nû gihîştibû, hîn westiyayî bû, lê dema ku sibehê zû operesyon derket, heval Ayhan nehîşt ku hevalên wî biçin pêşiya dijmin, ew bi xwe çû. Ew çû û pêşiya dijmin girt, sibehê zû û heta êvarê şer kir. Ew cihê ku dijmin çar caran êrîş li ser kir û her çar caran şikest û Kobra li wir ket, a ew cihê heval Ayhan bû. Heval Ayhan di singera herî kirîtîk de bû, tenê jî, çeka wî ya sivik hebû. Ji sibehê heta êvarê her kesî ji helwesta heval Ayhan hêz û moral girt. Li ruxmî ku ewqasî westiyayî bû û tenê çeka wî ya sivik hebû, lê dîsa jî, wî li hemberî dijmin şer kir, êrîşê hemû jî şikandin û moral dida hemû hevalan. Êvarê, dîsa wî nexşe û plana çalakiyê çêkir, heval amadekirin û xistin çalakiyê û bixwe jî, di vê çalakiya li ser dijmin de şehîd bû. Wî xwe baş neparast, ku xwe baş biparastiba wê şehîd jî nebûya, ew pir bi germî bi ser dijmin de çû. Ev mînak e, mînaka milîtantiya PKK ye, mînaka gerîlayê Kurdistanê ye, û ê ku di vî şerî de biserket jî ev ruh bû, ê ku dijmin şikand jî ev ruh û ev vîn bû.
Ev yek ji bo tevayî hevalan jî derbas dibê. Mînak heval Cahîd û heval Erdal bi roj, di cihekî hemû berf de, êrîş birin ser dijmin û li wir dijmin şikandin, di vê êrîşê de jî heval Cahîd û heval Erdal şehîd bûn. Her wiha heval Tofan, ku bi şev di êrîşekî di eniya Zagrosê de birin ser dijmin û ev çalakiya êrîşê saet û nîvekê dewam kir û derbeyeke mezin gîhandin dijmin, di vê êrîşê de ew şehîd ket. Hevalên din jî, hemû wisa bûn, jixwe heval Baran li rex heval Ayhan şehîd ket. Her wiha jî hevalên ku roja dawiyê şehîd ketin. Mînak heval Ozkan û hevalên wî yên dinê(Egît, Zindan û Artêş) ku li ser çeka Doçka şer dikirin, wan dijmin xistibûn nava tengasiyeke pir mezin, ne dihîştin dijmin pêş bikevê û ne jî paşve biçê. Wan li koordîna operesyona da û hîştin ku koordîneya dijmin ji cihê xwe birivê biçê pişt sînor. Di roja dawiyê ya operesyonê de, van hevalan nehîştin ku dijmin xwe paşvebikşînê û derbeyên mezin lê xisitn.
Keda van hevalên şehîd di vî şerî de pir mezin bû, rola wan pir girîng û zêde bû, helwest, tevlêbûn û morala wan hêz da her kesî. Di vî şerî de tiştekî pir girîng heye divê ku mirov bibêje: Di vî şerî de ka hêjmara me kêm bû an na, erzaq hebû an nebû, berf û serma hebû an nebû? Van hemûyan jî, bide aliyekî, ew ruh û morala ku hevalan dida hev, hîşt ku serma jî werê ji bîr kirin, hîşt ku hêjmara dijmin jî bê ji bîrkirin, top û obîsên dijmin bên ji bîrkirin û vê yekê hîşt ku dijmin binbikevê. Ev rastiya zindî, kêlî bi kêlî û hinase bi hinase hat jîyîn û dîtin.
- Berî Opersyonê û di dema operesyonê de gelê Kurd li her derê li pişt we sekinî û piştgiriya xwe da nîşandayîn. Ev li her çar beşên welêt û li derveyî welêt wisa bû… Gelo ev helwesta gelê Kurd bandorek çawa li ser bîryar û berxwedaniya we kir?
Divê mirov bêje ku di wan 9 rojên şer de derfetek wisa zêde tûnebû ku mirov çapemeniyê bişopînê. Tam agahiyeke wisa zêde li ser qadên derveyî şer nedigihîşt me, me nedizanî tam çi diqewimê. Lê hewldana me hebû ku hemû derfetan têxin kar ta ku agahiyên li ser şer ji derve re, kêlî bi kêlî û saet bi saet ragihînin, gel û raya giştî agahdar bikin. Bi taybetî li ser vê xebatê hat rawestîn. Piştî ku derfeta şopandina çapemeniyê vebû, me dît ku gelê me şiyarbûn û helwestek xwedîderketinê ya pir mezin û bi rûmet nîşan dan e. Bêguman ev helwesta gel girîng bû û bandora xwe li ser dijmin jî kir. Ev helwestek bi nirx e û di cihê xwe de bû. Her wiha jî, ev şer û berxwedaniya Zap’ê carek din gelê me hemû rakir ser piyan. Gelê Kurd car din hemû kir yek, ruhekî netewî yê pir xurt çêkir û yekîtiyeke netewî li derdora berxwedaniya Zapê afirand. Bi qasî ku berxwedanî û serkeftinek di qada şer de derket, ewqasî jî ruhê yekîtî û berxwedanê li ba gelê Kurd bipêşket.
- Gelo di nava vê operesyonê de bûyerên balkêş ên ku di bîra we de mane hene? Bi taybetî jî yên ku bûn sedema serkeftinê…
Welah di vî şerî de heman her roj bûyerên wisa pir hebûn. Ji roja yekê heta roja dawiyê bi vî rengî bû. Mînak; heman di kêliya yekê ya hatina dijmin de, hevalan agahî dan û gotin ku dijmin êrîş aniye ser Çiyayê Reş û me derbeyek mezin li dijmin xistiye, gelek kûştî û birîndar hene û dijmin şikestiye. Yanî agahiya yekem bi hatin û şikestina dijmin re hat. Jixwe di her şerekî de kêliya ewil pir girîng e, pêşwazîkirina dijmin bi rengekî wisa jî pir bi bandor bû. Ev bandora destpêkê heta dawiyê domiya. Bîryarbûna hevalan pir diyar û girîng bû. Hîç dudilî nehat jîyîn, hîç çi hevalî cihê xwe bernedan.
Ya din jî, dijmin bi hezaran êrîş ji sibehê heta êvarê anîn ser girekî, li wir jî tenê çend heval bi çekên sivik hebûn û her tim dijmin şikandin û hemû êrîşên wî paşva vegerandin û di dawiyê de pir bi xwînsarî û bi hûnerî kobreya dijmin xistin. Tiştê herî balkêş jî, ewe ku dijmin ev cih wek xalek me ya lewaz didîtin û xwstin ku di vir de li dora me bizivîrin, lê derbeya herî mezin li vir xwarin.
Her wiha, me di nava operesyonê de xwest ku hin hevalan biguhêrin, yanî hin hevalên ku pir westabûne bikşînin û li şûna wan hin hevalên din bişînin, lê çi hevalî qebul nekir ku ji eniya pêş paşve biçê. Em jî, li hemberî vê bîryarbûn û ruhê germ bêçare diman.
- Bi taybetî jî ku gelek heval ên nû bûn Û cara yekê ye ku dikevin nava şer…
Ê ev ne cara destpêkê ye. Di PKK’ê de ev xal girîng e. Ango ruh girîng e. Bêguman piranî jî hevalên ciwan bûn, hevalên kevin jî hebûn, hevalên komîtan jî pêşengî kirin, mînak heval Ayhan û heval Cahîd her du jî Komîtan bûn, her wiha heval Ozkan jî heman wisa. Jixwe kîjan heval li kû derê bûya, tiştê ku ket ser milê wî de, bê qusur pêkanîn. Helbet hevalên nû û ciwan jî, ew ruh û bîryar nîşan dan. Her wiha ew hûnera şer baş raberkirin. Jixwe divê mirov bêje ku di vî şerî de gerîla hêza xwe dît, hîn baştir hêza xwe naskir û fêmkir Ka ev hêz dikarê çi bike? Ka bi vê bîryarê, bi van çekan û van textîkan mirov dikarê çi bike! Her hevalekî hêza xwe ya rast dît. Vê yekê jî hîşt ku baweriya hevalan bi xwe zêdetir bibê.
Ev yek baş hat dîtin ku gerîlayên Kurdistanê dikarê artêşa Tirk bin bixînin. Heta niha me digot ku HPG hêzeke ku bi bin nakevê, kesek nikarê binbixîne. Lê şerê Zap’ê rastiyeke din jî îzbat kir, ew jî ku gerîlayên Kurdistanê dikarin artêşa Tirk binbixînin. Di dirêjahiya 25 salên şerê me de, ev yek ji derbe û şikestinên herî mezin ku artêşa Tirk xwariye. Ku mirov bi hûrgilî li ser mijarê rawest wê ev yek baştir xuya bibê. Pskolojiya leşkeran, jiyana wan, bê dîsplîna wan, heta vegera wan jî ev rastiya binkeftî diyar kir. Tê zanîn ku eger artêşek bişkê dikevê pskolojiyek çawa? Ev di nava leşkerên artêşa Tirk de pir baş hat dîtin.
Ku mirov encama vî şerî bipirsê; ka encam çibû? Mirov dikarê bêje ku artêşa Tirk bi mehan xwe amade kirin, bi pskolojî û hewayekî pir cuda hatin, pir jixwe bawer, pir bilez hatin, lê pir şikestî çûn. Wek ku gelê me dibêje “ Li paş xwe nenêrîn û çûn”! jixwe gelê me diroşmeyek baş ji bo vê operesyonê bikaranîn, gotin: “Siwar hatin û peya çûn”. Bi peyatî jî, zor xwe xelas kirin.
- Di vî şerî de gelek xenîmetên ku we ji ser dijmin rakirî hebûn. Gelo nirxê van xenîmetan him di ware manewî û him jî leşkerî û madî de çiye?
Şerê Zap’ê ne wisa şerekî eniya û singeran bû. Ne jî, ku artêşa Tirk êrîş dikir û gerîla di singeran de berxwedidan. Belam, gelek textîk di nava hev de hatin bikaranîn. Dema ku hêzên dijmin xwestin pêş bikevin hêzên me lêdan, dema ku hêza dijmin rawestiyan dîsa hevalên me lêdan û dema ku xwestin paşve bikşin jî hevalan lêdan. Ji bo vê yekê, gelek şêwazên çalakiyan bipêş ketin. Bi taybetî jî, di kemîn û êrîşan de. Di van êrîşan de gelek leşker mirin, gelek tiştên wan bi dest me ketin, di qada şer de Kobreya wan ket, hevalan gelek çek, çente, cebilxane û alavên leşkerî yên cuda- cuda ji ser wan rakirin. Ji van xenîmetan beşekî pir kêm ji bo ragihandinê hat nîşandayîn. Lê a girîng di vir de însiyatîfa şer e.
Ev yek ne di plana artêşa Tirk de bû ku xenîmet têkevin destên me; wan plan dikir ku tiştên me û kampên me têkevin destên wan û ev jî wek serkeftinekê rabighandibana. Divê ku bala we jî, kişandiye ku dema artêşa Tirk paşvekişiya tiştekî di deste ku bêje “A min ev bi dest xist” tûnebû! Tenê wêneya çend leşkerên westiyayî û jihevketî û paşvekişandina leşkeran hebû. Ji bilî vê tiştekî ku artêşa Tirk pesna xwe pê bidê tûnebûn.
Ji bo kobra yê, fermandariya artêşa Tirk got ku “Kobra şikest”! Raste, kobra şikest, ew bi derba hevalan şikest; lê di vî şerî de ne tenê kobra şikest, ê ku şikestî artêşa Tirk bixwe bû, ê ku şikestî polîtîkayên înkar û tûnekirinê bûn, ê ku şikestî konsepta AKP û artêşê bû û ev jî encamek girîng a vî şerî û vê berxwedaniyê bû.
- Gelo dive ku encama berxwedaniya Zapê ji aliyê hêzên navnetewî û herêmî ve çawa bê xwendin û nêzikatiyek çawa ?
Di vî şerî de gerîlayên Kurdistanê dersek baş dan artêşa Tirk. Wan digotin “Emê têkevin bakurê Îraqê û piştî ku em wan biqedînin emê vegerin”. Lê ew hatin û dersek baş giritn. Em dibêjin ku –înşaallah- ewên li ser siyaseta tûnekirinê îsrardikin encam ji vê yekê derxînin û li dûv xeyala tûnekirina gerîlayên Kurdistanê nekevin. Di vî şerî de berî her tiştî ev îsbat bû: Ku gerîlayên Kurdistanê yên ku di nava HPG’ ê de xwe rêxistinkirine ew hêzek serkeftinê ne. Di van çiyan de kesek nikarê vê hêzê bi binbixînê. Kî bifikirê ku ewê bi şer vê hêzê bi binbixînê, ewê mehkumî binkeftinê bin. Ev encamek girîng e.
A duyem: Vî şerî ev yek jî eşkere kir; ku siyaset û konseptên li ser bingehê qedandina PKK’ê kar dikin çi şansê wan ê serkeftinê nîne. Vê care, ji hemû caran bêhtir û zelaltir bersîv hat dayîn ku serkeftina konseptên wisa ne mimkun e. dive ku her kes, çi dewleta Tirk dibê û çi jî hêzen din dibê, dive ku dev ji vê yekê berdin. Ên ku di vê yekê de îsrar bikin, ne tenê wê bê encam bimînin, di heman dem de wê zerar jî bibînin. Di vî şerî de artêşa Tirk û fermandariya wê xwe rezîl kir. Ka soza çi da, çi hedef dikir û bi çi awayî zivirî?! Em dibêjin; dive careke din van şaştiyan nekin. Îsrarkirina li ser van polîtîkayan wê hîn bêhtir zerarê bigihînê wan.
A sêyemîn: Hêz û derfeta gerîlayên Kurdistanê heye ku şer hîn bêhtir mezin bikin. Hêza wî heye ku hîn xurtir li dijmin bixê… Berxwedaniya Zap’ ê ev yek îzbat kir.
A din jî, li derdora berxwedaniya Zap’ê gelê Kurd hemû bû yek, yekîtiyek netewî avakir û bi vî şerî tevgera azadiya Kurdistanê xurtir bû, gelê Kurd hemû rakir serhildanê, îradeya her çar perçeyên Kurdistanê û hemû gerîla û PKK, bi awayekî herî xurt kir yek û zivîrand berxwedaniyeke mezin.
Berxwedaniya Zap’ê û berxwedaniya gelê me li Newrozê de, ji niha ve konsepta tûnekirinê ya hukumeta AKP berûvajî kir. Vê zivistanê serokwezîr û serokomar digotin ku emê di sala 2008’an de ji PKK xelas bibin. Wan sala 2008’an wisa îlankirin. Wan pişta xwe bi vê operesyonê xurtdikirin. Lê berxwedaniya Zap’ê û berxwedaniya Newrozê nîşan da, ewê ne ku PKK tûne bibê, sala 2008 bû sala bilindkirina tekoşîn û berxwedaniya gelê me ji bo azadiyê û gihîşt asta herî bilind…
Di dawiyê de ku gotineke we hebe…
Di vî şerî de xuyakir ku dewleta Tirk hîn jî li ser polîtîkaya tûnekirinê de îsrar dikê. Gelo çima artêşa Tirk gerîla hedefgirt û çima Zap? Jiber ku gerîla hêviya gelê Kurd e. Jiber ku gerîla cihê baweriya gelê Kurd e. Jiber ku gerîla daxwaz û hestên gelê me tînê ziman; ji bo vê yekê wan gerîla hedefgirtin. Çima Zap hedefgirtin? Ji bo ku gerîla tûnebikin, ta ku perçe-perçe bikê û pişt re jî bi asanî tûnebikê, ji bo vê yekê êrîşî Zap’ê kirin. Em li hemberî rastiya dewletek wisa ne kul i ser tûnekirina gelê me îsrar dikê. Di şerê Zap’ê de, car din diyar bû ku gerîla ji bo gelê kurd her tişt e û bêyî gerîla ji bo gelê Kurd tenê çarenûsa qirkirinê dimînê. Gelê me ev baş dît û xwedî li gerîlayên xwe derket… Lê divê ji vir û şûn de, gelê me ji her demê bêhtir xwedî li gerîlayên xwe derkevê û di hemû waran de arîkarî bikê. Berî her tiştî jî, divê ku malbatên Kurd li pêşiya tevlêbûna zarokên xwe bo refên gerîla astengiyan çênekin. Divê ku malbatên Kurd zarokên xwe neşînin leşkertiya dijmin. Di dawiyê de jî, em dibêjin ku her ciwanekî Kurd, li kîjan beşî dibê bila bilê, keç dibê an jî xurt, divê ku xwedan bîryar û helwestek bihêzbin û li hemberî rastiya dijmin, divê ku tevlî refên gerîla bibin. Cihê hemû ciwanên Kurd ên demoqrat, azadîxwaz û welatparêz nava refên gerîla ye. Em hemû ciwanên Kurd vedixwînin nava gerîla, vedixwînin Zap’ ê.
DAWÎ
- Ayrıntılar
Bi stran û dengbêjan hevdû naskirin jî zimanekî naskirinê ye gelek caran tiştên herî xurt cewherê mirov derdixe holê stran in. Hest bi zimankirin û kirina peyv karê hunermendan e. Sedem ew e ku ji bo zimanekî xav ev cewher nayê ser ziman û bêwate dimîne. Hestên mirovan jî di vê çerçovê de dişibe qedera welatê wan. Ji bilî vî tiştî jî di navbera hunermend û şoreşgeran de têkiliyeke xurt heye. Hunermend hestên kûr û veşartî dixemilînin û aşkera dikin, şoreşger jî di heman watê de vî karî dikin, û bi vê dişibin hunermendan.
Belê bi vê sergotarê û nivîsandinê ez ê hevalekî bidim nasandin û hinek milên wî ku dişibin vê nivîsê ez ê binivîsim. min heval Bahoz bi vê stranê nas kir, strana Lawikê Metînî ku vê stranê dema mirov guhdar dike dişibe straneke evîniyê, lê di cewherê xwe de ji vê zêdetir e. Watedayîn bi naskirina heval Bahoz çêbû. Lewre her kes stranan guhdar dike, li ser stranekî pir sekinandin dibe balkêş bê, lê dema şoreşger guhdar dikin ev tişt tê guhartin.
Çima Lawikê Metînî û çima heval Bahoz ev stran guhdar dikir. Strana Lawikê Metînî, li zincîra çiyayên Mezobotamya jor bûyerekê tîne ser ziman. Evîna veşartî ku evîneke pir xwezayîbe jî lê derfet ne ji aliyê wî ye.Gerebêtê Xaço jana gelê Ermenî û Kurt bi evîna Lawikê Metînî, dike stran û dibêje. Heval Bahoz çîroka kurdistanê jî dişband çîroka Lawikê Metînî.
Heval Bahoz li ser Metîna digot ku Metîna welatê çiyayên jore.Welatên çiyayên jor çîroka me tîne ser ziman.
Weke keser û êşa keçika di strana Lawikê Metînî de derbas dibe. Kurdistan jî bi vî rengî ye Em zarokên ku evîna me bi têlên tûj bûne xet û parçebûne. dema ku me ji bin têlên tûj li welatên xwe meyze dikir. Di hundirê dilên me de strana Lawikê Metînî dihat gotin. Welatên hatiye dagirkirin ewê bi xwere evînên dagirkirî bi efrîne. Ji ber van sedeman çîroka me jî dişibe strana Lawikê Metînî. Heval Bahoz wiha axivî û min ew wiha naskiribû.
Heval Bahoz di sala 1990’ê de tevlî refên gerîla dibe. Heta 1993’yan li qada Mêrdînê kar dike, ji ber xebera tesfiya Agîdê mala Qaso, heval Bahoz jî dikeve ber lêpirsîna rêxistinê.
Lê bi awayek dilnizim û mutewazî vê lêpirsîne pêşwazî dike û hîn xurtir tevlî kar dibe.
Van salên xwe li herêma Botan derbas dike. Ji şervantî dest pê dike û di her çalakiyê de cihê xwe digire. Di demekî pir kurt de dikeve dilê rê hevalên xwe û berpirsyariyên hîn mezintir digire ser milên xwe. Lê evîna wî qada Mêrdînê ye. Ji bona wî weke karekî nîvçemayî û pêwîst e bê temamkirin. Ji rêxistinê re çûyîna vê herêmê pêşniyar dike û rêxistin vê pêşniyara heval Bahoz di cih de dibîne. Di sala 1996’ de dîsa derbasî qada Mêrdînê dibe.
Gelo sînorê heval Bahoz çi ye ? Heval Bahoz nekarê çi bike û heval Bahoz li hemberî kîjan karî zoriyan dikşînê ? Ev pirs û lêgerên bersivê wan mirov dighîjte hinek encaman. Ji bo heval Bahoz artêşên mezin pêwîst bû. Ji alozî û nakokiyên hundirê wî de derfetên di destê de têrê nedikirin.Weke fermandarekî demên impiratoran ku artêş tekuz dikirin û bi çend peyvên di cîh de artêş dixistin êrîşên cengê mezin
Çend navên heval Bahoz li gel me hebûn, navek ji van navan civa bû. Birastî jî weke civayê di şûna xwe de nedisekinî. Bi qasî fîzîka wî, mejiyê wî jî bi tevger û tijî pîlan bû.
Herî taybetmendiyê wî ên li pêş parkirina hizirandinên xwe bû, ji ber van parkirinan jî fermandarên di bin berpirsyariya wî de bi lez û zû pêş diketin. Têgeh û ramanên dîrokî bi awayekî hostatî li rastiyê roja meya îro tanî ber hev û li hev tanî. Bi kurtasî kesayeteka tijî bû.
Car caran mirov digot: Heval Bahoz dereng çêbûye û dereng hatiye dunyayê. Mercên dîrokî û civakî ne li gor kesayetê wî ye. Heval Bahoz di dilê hevalên xwede wiha cih girt. Her weha di dilê gel de jî ji bo karên pîroz û berpirsyariyên mezin cihê xwe digirt. Xezeba 1999’an ya bi xefik û dolabên nav netewî ew jî da bû ber xwe, heval Bahoz berpirsyarê herema Bakokê bû. Bal û pilanên dijmin li ser çiyayên Bagokê û hevalên wê, mezin bûn. Bagok diçavên dijmin de cihekî bi xof bû. Zinar û latên çiyayê Bagokê bi ser bajarên Qamişlo û Nisêbînê de diherike. Bi berbanga sibehê û tîrêjên rojêre vî çiyêyî destpêdikir û piştre deşt ronî dikir. Gerîla weke teyrên Doxan li ser van latan baskên xwe li hev dixistin û bi tîrêjên rojê re weke tînek germ diketin dilê gel. Di sala 1999’an de artêşa Tirk ji nîvî pêhtir li binya çiyayên Bagokê kom bûbû, sedem rêber APO bû. artêşa Tirk ji bo rêber APO ji Sûriya derkevê gef li Sûriya dixwend û dixwst Sûriya bi tirsînê, di van rojan de rêber APO ji Sûrya derket û piştre ev artêşa kom bûbû berê xwe da çiyayê Bagokê. Bûyera şehadeta 31 hevalan encamê van operasyonan bû, mijarekî nivîseke dirêj ev bûyere. Demek dirêj li hemberî van operesyonan berxwedaniyeke mezin pêk hatibû û her roj weke mehekî tijî û bi aloz derbas dibû. Bi nivîsek kurt mirov nikarê bînê ser ziman û mafê wê bide. Heval Bahoz di van oparisyonan de tevlî karwanên şehîdan bû. Lawikê Metînî û evîna wî bûbû çîroka wî. Di heman demê de li sînorên strana Lawikê Metînî ku bi dawî dibe xebitî û xwest vê stranê bigûherê, sînor û têlên polayî ku li ser singa welatê me xistine derbas kir û li zemînê hêviyan dijiya. Ji Tirbespiyê û gundên li ser xetê heta nav dilên Bagokê awazên strana Lawikê Metînî pêçand, vekir û dîsan pêçand. Bi kînekî dîrokî ku peyvên ji devên torinê mala Haco derdiket rasterast jiyan kir û kevirên ser çiyayên Bagokê himêz kir. Çeperên ji mala Haco mana dît û piştî gelek salan ku weke ciwan dibêje ez kuç li ser kuçê nahêlim guhdar dikir û berên awirê xwe da ser welatên meyên jêr. Şînahiyên xapînok ev welat weke deryayek berfireh li singên çiyayên Bagokê dixist. Ew ewir û awazên strana Lawikê Metînî weke pelên zêrîn kete nav pirtûka şehîdên çiyayên Bagokê. Ew berbanga sibêhê li vî çiyayî şopên şehîd û awazên stranên berxwedaniyê weke xelatên ji rîsê hatiya çêkirin ew bi vê rastiyê daye girêdan. Çavdêrê hevala mezin ya Mizgîn bû. Weke di strana wê ya ku derbas dibe pir dişibe hevdû. Eger ez şehîd bibim min veşerin li Bagokê, li Herekolê hayê hayê oy li min dayê. Ez nemînim bê hevalan li dinyayê.
- Ayrıntılar
REŞÎD DOSTO
Sala 1994’an li Çiyareşkê şerekî pir giran çêbû, rojekê beriya şer heval li Qernêseyê bûn, li Qernêseyê ber bi seharê re, ji milê Colemêrgê ve, hem ji milê Kutranisê ve, bi sê çar aliyan ve hatin ser hevalan, seharê heyanî êvarî pevçûn dewam kir, di vî şerî de gelek leşker hatin kuştin û dijmin derbeyên pir giran xwarin, li vê yekê dijmin heyanî astekê gavê xwe bi şûnde avêtin. Ber bi êvarî ve hevalan xwest ji Qernêseyê xwe bigihînin Çiyareşkê, şev bû û hêza hevalan pir giran bû, ji ber ku hejmara hevalan du yekîne bûn ango tabûrek bû. Heval di wê navberê de dema ji Qernêseyê têne Nebirnavê û piştre ber bi Tûzekê re xwestin xwe bigihînin Çiyareşkê.
Seharê dema ku dinya zelal bû û rojê avêtibû hîn heval negihîştibûn Çiyareşkê.
Dijmin jî di wê navberê re ferq kiribû, ji ber wê yekê hem çiyayê Leyzok û hem Çiyareşkê milekî wî dijmin bi şev hatibû û girtibû. Heval dema gihîştin binya Çiyareşkê dinya bû roj, cihê ku heval gihîştinê zozan bû lê dijmin di nava kurs û tehtên asê de veşartî bûn, seharê dema heval gihîştin bineya gir, pevçûnê dest pê kir, di wê navberê de hinek hevalan xwestin milekî Çiyareşkê bigrin, lê dijmin bihêza xwe navbera tabûrê û yekîneya ku lûtkegirtî de qutkirin.
Erdnîgariya hakimî ser qadê hemû dijmin girtibû û peyre derdora hevalan kirin çember.
Bi şefeqê re pevçûnê dest pê kir û heyanî êvarî dewam kir.
Di vê pevçûnê de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin, lê gelek heval jî şehîd ketin, bi taybetî hevalê Serdar fermandarê yekîneyekê bû, cardin hevalê Cîhad ê nîtê li ser taximê bû û hevalê Îsmaîl Dêrik li ser taximê bû û hevalê çekdar garisî cardin li ser taximê bû û gelek hevalên din jî fermandar hebûn.
Hevalê Sefqan, hevalê Mezlûm, hevalê Akif û hevalê Ferzende hebûn. Di nava hevalên şehîdketî de gelek hevalê ciwan jî hebûn, hevalê Sebrî, hevalê Kemal û hevalê Egîd. Bîrlika hevalan yekîneekî tim dinava hereketê debû û demekî dirêj li qadên botanê gelek çalakî kiribûn û çalakiyê ku ketinê çalakiyên gelek serkeftîbûn, dijmijî evyek ferqkiribû û ji bo ku vê yekîneê ji holê rakê gelek hewildan û gelek rîsk dane ber çavan û ji bo vê ermencê xwe pêk bîne gelek leşker anîne cihê pevçûnê û cidayî wê gelek teknîk jî bikaranî. Dema pevçûnê ji seharî heyanî êvarî gelek heval şehîd ketin, lê sedemê şehadeta van hevalan ew bû ku hevalan nexwestin ku hevalê şehîd ketin û hevalê birîndarbûyî di nava destê leşkeran de bimînin. Di şûna ku henek heval ji nava pevçûnê derkevin û yê dijî di nava pevçûnê de bihêlin, hevalan bi giştî pevçûn dan ber çavê xwe, heyanî êvarî pevçûn sing bi sing pevçûnê dewamkir, di dûrbûna narincokan de pevçûnekî pir giran dest pê kir. Ber bi êvarî ve hevalê serdar û neh heval dimînin.
Hevalê serdar û hevalên din dikarîbûn xwe xilas bikin, lê ji ber ku hinek hevalên birîndar hebûn û ji bo ku heyfa hevalên şehîdketî rakin, ber bi êvarî ve hevalê serdar û hevalê din carekî din dikevin êrîşê û divê êrîşê de hevalê serdar û neh hevalên pê re şehîd dikevin, bi giştî 49’heval di v îşerî de şehîd dikevin. Di serî de hevalê serdar û hevalên din ji şervan û fermandaran.
TAYBETIYÊN HEVAL SERDAR
Lê dema ku mirov behsa hevalê Serdar dike, yan mirov wî bi bîr tîne, hevalekî di nava şer de pijiyayî û xwedî tecrûbeyên şer û êrîşê bû û di her çalakiyê de herî cihê zehmet û cihê ku qedera çalakiyê belî dikir hevalê Serdar cihê xwe li wê derê digirt û di her çalakiyê de tim biserkeftî bû, ji ber vê yekê baweriya hevalan gelek bi hevalê serdar dihat û her hevalekî dixwest tim bi hevalê Serdar re bikeve giropa êrîşê.
Hevalê serdar hevalekî bi cesaretbû û xwedî tecribeyên êrîşê û hotsa bû dizanîbû bi çi awayî dijminê xwe têxe xefkê û derbê lê bidê û çawa biçê ser çeperê dijmin, ji ber vê yekê hemû hevalan tim dixwestin bi hevalê serdar re biçin êrîşê. Cudayî wê hevalê serdar ticaran hevalê xwe yê şehîd û birîndar ticaran nedihişt di nava destê dijmin de, çi bibûya tucaran dev ji hevalê xwe bernedida, cardin hevalê serdar li ser çeka xwe pir hakim bû, ji ber ku gelek perwerdeya leşkerî dîtibû û hakimiyeta wî li ser teknîkê hebû. Angu hevalê serdar fermandarekî gelek milê xwe temambû û dijiyanê de hevalekî pir dilnizim bû û hevalê ku hevalê serdar nasnedikir dema ku dihate yekîneya wî ne dizanî ku hevalê Serdar fermandarê yekînê ye. Hevalê Serdar hevalekî dijiyana xwe de dilnizim dikarîbû têkeve dilê her hevalekî û di şerê xwe de jî pir keskîn û li ser dijminê xwe de weke şûr lêdixist û radikir. Ji ber vê yekê dema ku hevalan pevçûna Çiyareşkê bihîstin kîn û nifreta wan sê qat li hemberî dijmin zêdebû.
LI ÇIYAREŞKÊ ŞER GIRAN BÛ
Çiqa ku pevçûna Çiyareşkê şerekî giranbû û dijmin bi hêza xwe û teknîka xwe hate ser hevalan ji ber wê winahiyên hevalan zêdebû lê ji milekî din ve kêmasiyên hevalan jî di vir de hebû. Kêmasî neyê wê yekîneyê bû, xeteyên hinek yekîneên dinbû, ji ber ku xeberdabûn hevalan ku Çiyareşkê destê me de ye û saxleme, lê peyre ji ber xemsariya hevalan û negirtina wan ji cihê xwe, dijmin di şûna wan de cihê xwe digre û hevalê ku ber bi Çiyareşkê ve dihatin baweriya xwe bi hevalan anîbûn û bi rehetî bê ku hesabê dijmin bikin ber bi Çiyareşkê ve ketibûn rê û bê ku ewlekariya xwe bigrin ketin Çiyareşkê, dijmin jî ji vê yekê sûd wergirt.
Lê bi rastî berxwedana Çiyareşkê pir cihê xwe yê taybet hebû û dengekî pir xurt veda, windabûnê me yê Çiyareşkê pir giranbûn. Di hemû êrîşên ku 1994’an çêbûyî pir biserkeftîbûn.
HEVALÊN BI BIRYAR
Hevalê cîhê din jî wisa bû, hevalekî hevalan bi fermana leşkerî tevlî nava bizavê kiribûn, lê piştî ku rastiya rêxistinê fêrbû biryara xwe ji nû ve da û tevlî nava refê bizavê bû û herdem hevalê Cîhad biryarekî pir xurt nîşandida, di sala 1989’an tevlî hereketê bû demekî dirêj li qadên Çiravê û Gabarê ma. Cardin hevalê mezlûm batuwî hebû, hevalekî ew jî bi fermana leşkerî tevlî bizavê bibû sala 1989’an fermandarê yekîneyê bû, ewjî demekî dirêj li qadên Gabar, Çiravê ma bû, lê piştî naskirina PKK’ê wî jî biryara xwe nûkir û tevlî refên hereketê bû û tevlîbûnê xwe ji dil û can çêkir. Cardin hevalê çekdar hebû Çekdarê Kevzinî, buhara 1994’an ji qada rêberiyê hatibû, hevalekî fermandarê taximê bû, hem erkê xwe yê fermandariyê pêktanî û hem tişta ku ji rêberiyê girtî dixwest bide hemû hevalan û bi wan re alîkarbê, bi taybetî di milê rêxistin û bîrdozî de, cardin ji bo pêşxistina tektîkên şer desteka wî ji bo hevalan çêbû. Cardin hevalê Îsmaîl Dêrik hebû, hevalekî kevin bû, ji Dêrika Hemko bû. Hevalê Îsmaîl jî demek dirêj li Gabar, besta û garisa mabû, hevalê Îsmaîl di wî şerî de gelek erkê xwe bicih anî, heyanî guleyên wî diqedin şer dikê û ji bo ku nekevê destê dijmin de naricoka xwe bi xwe ve diteqînê.
Cardin hevalê Sefqan hebû, hevalekî ji Efrînêbû, di salên 1990’ê tevlî nava refê hereketê bû, wî jî perwerdeya xwe li ba rêberiyê dîtibû, ji wê yekê hem hêza ji rêberiyê girtî û hem tecrûbeyên xwe yê leşkerî dida hevalan û di jiyanê de bi hevalan re par vedikir û bi rastî jî bibê hevalekî Serokatiyê, ji wê yekê hevalekî hem dilnizim û hem ji bo ku bi hevalan re alîkarbe pir hewildan nîşan dida. Ji ber ku gelek hevalên me ciwanbûn û hîn rastiya hereketê û şer nasnedikirin. Cardin hevalên ciwan hebûn, hevalê Egîd hebû, hevalekî ji qurtelanê bû, di sala1993’ê tevlî hereketêbibû, temenê xwe 17’de salî bû, ji ber temenê wî yê ciwan me nedixwest ku em di çalakiyan de em wî pêxin pêş, lê hevalê Egîd di şerê Çarçêlande berxwedanekî pir cidî kir. Cardin hevalê Sabir hebû hevalekî ji erohê bû, ji gundê Êrsê bû hevalekî temenê xwe 16’de salîbû, di sala 1993’ê hevalan bi fermana leşkerî tevlîkiribû, ew heval jî demekî şûnde biryara xwe da û tavlî refê hereketê bû hem di şer de û hem di jiyanê de herdem ji hevalan re mînak bû. Cardin hevalê Kemal hebû temenê xwe 15’dehsalîbû ji gundê şikeftiya girêdayî Sêrtê bû, çiqas ku hevalekî temenê xwe biçûkbû jî lê herdem cihê xwe di nava çalakiyan de digirt û hevalekî pir fedakar bû, di şertên herî zor û zehmet de hevalê Kemal cihê mural, coş û hêviyê ji bo hevalan bû, ango cihê ku hevalê kemal lê ewder tim cihê mural û kêfê bû. Weke hevalê Kemal gelek hevalê din jî hebûn hevalê Avreş hebû, hevalekî ji Başurê Rojavabû di nava xebatê gel de cihê xwe digirt, bandorekî pir mezin li ser gel çêkiribû.
AX BI XWÎNÊ HAT AVDAN
Bê guman van hemû hevalan di hundirê şerê Çiyareşkê de xwestin bibin bersiv, ji ber vê yekê hemû heval yek bi yek şehîd ketin û çiqasî ku dijmin bi hemû hêza xwe ya leşkerî û bi teknîka xwe bi ser hevalan de hatin lê tu ji hevalan ne xwe radestî dijmin kir û ne bi saxî ketin destê dijmin de. Heyanî guleya xwe ya dawiyê şer kirin û narincoka xwe bi xwe de teqandin û xwe radestî dijmin nekirin, ji ber ku hemû hevalê Çiyareşkê girêdanekî wan yê pir xurt bi hev re hebû û tucaran serî li beramberî dijmin neditewandin û heyanî dawiyê girêdayî giyan, rih û felsefeya PKK’ê bûn. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje şerê Çiyareşkê ji bo me wendayîkî pir giran bû, şehadetên pir giran çêbûn, lê şehadeta van hevalan dihundirê me de hîn rihê heyfhilandinê û intîqamê bilind û xurt kir. Jixwe piştî şerê Çiyareşkê hevalê tabûra hevalê Adil yê ku navê xwe kirin tabûra tolhildanê û ji bo bîranîna hemû şehîdên Çiyareşkê, ji nû ve hemla 1994’an ya payîzê destpêkir yek ji wan jî çalakiya Serxetê bû û hemû çalakiyên hatin kirin ji bo bîranîna şehîdên Çiyareşkê bû.
- Ayrıntılar