HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Mustafa KARASU

Tevgera azadiya kurd biryara bêçalakiyê heta 1’ê Hezîranê dirêj kir. Piştî ragihandina biryarê di rojekê de bi dehan rayedarên DTP’ê hatin girtin. Di dema girtina DTP’yiyan de, Fermandarê Artêşa Tirk, dîsa peyva; ‘miletê tirk’ di devê xwe de dicût.

Başbug diyar kir ku eger kêmenetewe û civak neyên afirandin, mirov dikarin mafên xwe yên şexsî bi kar bînin. Çawa ku qenciyê li wan bike. Zîhniyet nehatibe guhertin jî, behskirina ji gelê Tirkiyeyê, delîla wê yekê ye ku li hemberî têkoşîna gelê kurd di nava zehmetiyan de ne.

Piştî ku ketin zehmetiyan pêwîst dîtin ku axaftinên wisa bikin. Piştî ku behsa gelê Tirkiyeyê kir dîsa behsa miletê tirk kir. Eger gotina miletê tirk ne têgîneke etnîkî ye, wê demê bila ji vê nasnameya jor re bê gotin; ‘miletê kurd’.

Eger behsa biratiyê tê kirin, bila her pêncî salan carekê ev nasname bê guhertin. Em niha bêjin miletê kurd, piştî 50 salên din em bêjin miletê tirk.Yên guhdarî dikin wê bikenin, mafê wan yê kenê heye.

Her kes nikare li gorî xwe têgîna milet şîrove bike. Danasîna wê ya zanist û civakî heye. Eger bê gotin miletê tirk, wê ziman tirkî be; eger bê gotin miletê kurd, wê ziman kurdî be. Eger bê gotin bila bê gotin miletê tirk, lê bila ziman kurdî tenê zimanê fermî be, wê Îlker Başbug pêşniyareke wisa qebûl neke.

Bi kurt û kurmancî, gotinên Îlker Başbug ji hewldana tevlîhevkirina seriyan pêve ne tiştek din e. Eger bigota neteweya Tirkiyeyê nasnameya jor e, lê belê nasnameyên din nasnameyên jêr in û bigota nasnameyên jêr di ware çandê de ji hev ne li pêştir in, wê wateyeke wê hebûya. Lê di serî de diyar e ku ev gotinên wî ji bo xapandinê ne.

Binçavkirina DTP’iyan, êrîşa li ser îradeya gelê Kurdistanê ye ku di hilbijartinan de derxistibû hole. Ji ber ku encama hilbijartinan hezim nekirine ev êrîş pêk anîne.

Ji xwe piştî hilbijartinan Tayyip Erdogan weke kesê hem diz hem daberiz, got; DTP’iyan bi dare zorê deng standine. Çend caran ev dîtina xwe anî ziman. AKP’iyan binketina xwe ya li Kurdistanê bi vî awayî diyar kir.

Hinek hestîkojên li derdorên AKP’ê di televizyonan de diyar dikirin ka çawa DTP’ê zor daye hilbijêran. Bi van nirxandina zemînê êrîşan amade kirin. Bi van nirxandinan bang li polîsan dikirin, digotin bikevin nava tevgerê, DTP’ê ji hev belav bikin.

Êê, wisa ye eger DTP bi dare zorê deng ji gel standibin, wê demê wê polîs bi ser wan de biçe, wan bigire. Ji ber wê Ahmet Turk got; serokwezîrê Tirkiyeyê fermana girtina hevalên me daye. Di vir de Ahmet Turk ras dibêje.

Ji ber ku fikirîn ku wê AKP pêşiya DTP’ê bigire, negirtin. Lê AKP’ê ev erkê xwe bi cih neanî. Bi vî awayî tu wateya desthilatiya wê nema. Di rewşeke wisa de AKP dixwaze bi van operesyonan li ser piyan bimîne.

Dixwaze vê bêje; di hilbijartinan de min nikarîbû DTP’ê bişkînanda, lê belê ez bi operesyonan belav dikim; bi vî awayî dixwaze temenê hikumetê dirêj bike. Heta doh jî digotin; Pêwîst nake çek bi kar were, têkoşîna PKK’ê ya çekdarî bêwate ye; bi siyaseta qanûnî dikare vê têkoşîna xwe bide.
Eger kesên qet çalakiyên wan yên çekdarî tunebin û di qada siyasî û qanûnî de dixebitin tên girtin, bi awayekî eşkere diyar dibe ku li Tirkiyeyê derfetên têkoşîna gelan ya demokrasiyê nîne. Wateya wê ev e; li Tirkiyeyê demokrasî nine.

Li welatekî demokrasî heyî, fikrê mirovan çi dibe bila bibe, herkes ji bo armancên xwe yên siyasî partiyan ava dike û xwe bi rêxistin dike. Derketiye hole ku li Tirkiyê mafek û zêhniyeteke wisa ya siyasî nîne.

Ji milekî ve wê bêjin; bila yên li çiyê dakevin deştê, ji mile din ve yên bîst salan di girtîgehan de m

yîn dema siyasetê bikin wê bên girtin. Kesên astengî li pêşiya kirina wan a siyasetê tê derxistin, tu kes nikare ji wan re bêje tu çima têkoşîna çekdarî dikî. Ev operesyon tengkirina qada siyaseta demokratîk e.

Tevgera Azadiya Kurd dixwaze di zemînê siyasî de pirsgirêk bên çareserkirin, lê dewleta tirk vî zemînî diruxîne.

Bi awayekî eşkere dibêjin; ne em destûrê didin ku hûn di qada siyasî de têkoşînê bidin û ne em destûran û destûra bingehî diguherînin.

Tevgera Azadiya Kurd dixwaze di çareseriya pirsgirêkan de zemînê siyasî xurt bibe, lê dewleta tirk vî zemînî teng dike. Belkî DTP’ê nagirin, lê belê ev êrîş û êrîşên 1994’an ji bo heman armancê ne. Piştî ku dîtin DTP hinekî ber bi pêş ve diçe biryara kezixandinê girtine. 

Armanceke vê operesyonê tirsandina DTP’ê ye. Wiha dibêjin; binêrin eger hûn ne biaqil bin, em ê diyar bikin ku têkiliya we bi rêxistinê re heye û em ê we bigirin. Yên nikarîn di hilbijartinan de pêşiya DTP’ê bigirin, niha xwestin bi êrîşan û bi terora qanûnan derdora DTP’ê teng bikin.

Vî Fermandarê Artêşa Tirk berî niha bi sal û nîvê gotibû; ‘PKK dibe siyasî. Armanca wî ew bû ku DTP’ê bike hedef. Piştî ku di 29’ê adarê de DTP bi ser ket, ên gotîn PKK dibe siyasî fermana van operesyonan dane.

Gelê Kurdistanê difikirîn ku wê êdî bikaribin pirsgirêkên xwe bi riyên siyasî çareser bikin. Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê pêşiya siyaseta demokratî vedikir. Van operesyonan darbe li baweriya ku wê bikarin mafên xwe bi riya hilbijarrinan bi dest bixin xistiye.

Lê gelê Kurdistanê ew qas bûye polîtîk ku îro ne yek, dikare çend DTP’iyan bide jiyandin. Ji bo ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, dema gerîlayek jiyana xwe ji dest dide çawa ciwanên kurd di cih de cihê wî tijî dikin, di qada siyaseta demokratîk de jî yên tên girtin, bi dehan kurdistaniyên demokrat û welatparêz cihên wan tijî dikin.