Em dikevin hefteya dawî ya meha gulanê. Ji bo van rojan nirxandineke bi awayê demên krîtîk bê gotin dê di cih de be.
Em dikevin hefteya dawî ya meha gulanê. Ji bo van rojan nirxandineke bi awayê demên krîtîk bê gotin dê di cih de be. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destnîşan kir ku heta roja îro gavên ku ji bo çareseriya aştiyane avêtiye û hewldanên çêker ên di mijara pirsgirêka kurd de dê ji raya giştî re aşkera bike ku bêencam mane.
Aşkera ye ku divê vê daxuyaniya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî baldarî û girîng li ber çavan bê girtin. Çimkî gelekî ku şexsiyetek ji bo xwe weke Rêber îlan kiriye her gotina dibêje û daxuyaniya dide ji bo wan nirxdar e û wan girêdide. Bersiva ku hikûmeta AKP’ê dê bide çi be, di rojên pêş de em ê bi hev re bibînin. Heke hikûmeta AKP’ê helwesta xwe ya di şerî de israr bike, rojên dijwar li benda Tirkiyeyê ne ku ji aliyê her kesên aqlêselîm weke encamekê dê bê dîtin.
Tu kes nikare îdia bike ku Tirkiyeyê ber bi şerekî dijwar ve diçe berjewendiyên gelê xizan û kedkar tê de heye. Di şerî de zarokên kedkarên tirk ên xizan dê jiyana xwe ji dest bidin, dîsa fatûreya giran a aboriya şerî ji aliyê wan ve bê dayîn. Her wiha encamên siyasî yên derkevin holê û texrîbatên psîkolojîk li yên din bê zêdekirin.
Tabî li hemberî vê di gurkirina şerî de yê herî zêde feydê jê bigire hikûmeta AKP’ê û hêzên sermayeyê yên li ser xeta Konya-Kayseriyê mezin bûne ne. Ev hêz didin xuyakirin ku li Kurdistanê di pêvajoya şerê qirêj-taybet de li dewlemendiya xwe hin malên nû zêde kirine û îradeya xwe ya li ser desthilatdariya siyasî zêdetir kirine.
Hezên demokrasî û şoreşger û kedkarên Tirkiyeyê divê vê yekê bibînin. Heke weke berê, li dijî desthilatdariya siyasî ku di şerê qirêj-taybet israr dike de nebin xwedî helwesteke ya ji bo berjewendiyên gelê Tirkiyeyê û vê yekê di nava civakê de bi awayekî bandorker nîşan nedin, texrîbatên ku derkevin holê ji tiştê tê texmînkirin dê hêj zêdetir be. Çunkî hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê şerê qirêj-taybet gur dike û bi her awayî hedef dike ku xwe di desthilatdariyê de xurt dike. Hewl dide vê yekê jî li ser înkar û komkujiya kurd bike.
Aşkera ye ku li Tirkiyeyê divê kedkar, hêzên demokrasiyê û şoreşger destûrê nedin vê yekê. Di sala 1926’an de bi derxistina “Qanûna Islahat a Rojhilat” bajarên kurdan veguheriya mezbaxaneyê. Tam komkujiyeke kurd pêk hatiye. Di vê pêvajoyê de hin derdorên ku ne di ferqa karakterê rejîmê ya hatiye guhertin de bûn, komkujiya pêk hatî weke “tevgerên pêşverû yên li dijî feodalîzmê” nirxandine û piştgirî danê. Hikûmeta AKP’ê jî heman riyê diceribîne. Gotinên dibêje cuda ye, lê mantiq eynî ye.
Bi qebûlkirina Makeqanûna 1924’an û bi salên 1925-1926’an re polîtîkaya tê pratîzekirin îflas kiriye. Ev yek bi saya têkoşîna demokrasî û azadiya kurd pêk hatiye. Ev îflasa hate jiyîn veguherî îflasa îdeolojîk û siyasî. Hikumeta AKP jî ev îflasên hatin jiyîn, bi restorekirina rejîmê dixwaze bibihurîne. Dema vê yekê jî dike înkar û îmhaya kurdan esas digire. Wateya vê yekê aşkera ye, li Tirkiyeyê bi mêtina xwîna kedkaran, dixwazin emrê desthilatdariya heyî dirêj bikin.
Meha gulanê ji bo kedkar, demokrat û şoreşgerên Tirkiyeyê; potansiyel û hêza ku hesabên qirêj ên hikûmeta AKP’ê pûç derxîne dihewîne. Yekgirtinek û xwedî nirxên demokratîk û hevpar a gelê kurd û tirk e. Dema ev tişt esas bêne girtin hewldanên hikûmeta AKP’ê ji bo rejîma şerê qirêj-taybet restore bike jî dê bêne pûçkirin.
Kedkarên Tirkiye û Kurdistanê heke hêzên xwe nekin yek û hêza îradî ya hevpar nîşan nedin, dê karê hikûmeta AKP’ê hêsan bikin. Heta hikûmeta AKP’ê vê rewşê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Hê jî pêşdetir diçe û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê dike yedeka xwe. Di vê de jî hin serkeftin bi dest xistiye. Herî dawî di nîqaşên Makeqanûnê de ev yek bi awayekî aşkera hate dîtin.
Tu kes nikare îdia bike ku di meclisê de nîqaşên der barê Makeqanûnê de yên AKP dimeşand demokratîk bûn. AKP li gorî ruhê Makeqanûna 12’ê Îlonê û rêgezên wê yên esasî metneke hevdîtinê pêşkêşî meclisê kiriye. Ligel vê rastiyê xwe weke hawariyê demokrasiyê nîşan dide. Ya herî balkêş jî bi awayekî aşkera rûyê AKP’ê yê rasteqîn li holê ye, dîsa jî hin kes bi vê yekê hatine xapandin.
Dek û dolabên hikumeta AKP’ê yên ji bo Makeqanûnê û lîstikeke çawa dixwaze bilîze derketiye holê. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê divê vê rastiyê bibînin û helwesta rast ku ji wan tê xwestin nîşan bidin. Meha gulanê di vê wateyê de hem sîstema ku nirxên temsîl dike hem jî rewşa ku ber bi hawireke pevçûnên dijwar diçe dibîne, îfadeyeka wê ya mezin û girîng heye.
Hêzên ku rê li ber Tirkiye ber bi pevçûneke dijwar bi lez diçe asteng bike hêzên demokrasiya rasteqîn û kedkar in. Kedkarên kurd bi hêzên demokrasiyê re li ser esasê nirxên hevpar bêne cem hev ji bo serkeftina vê yekê dê tu astengî li pêşiya wan nemîne. Ya ku rê li pêşiya AKP’a ku ew qas di şerê qirêj-taybet de israr dike bigire ev rastî ye.
Sibê dibe ku bi derengî be. Kedkarên kurd û Tirkiyeyê ku çawa vê çareser bikin û bi serbikevin di 1’ê Gulanê de nîşan dan. Niha jî tam dema wê ye ku vê yekê pêşdetir bibin.
Cemîl BAYİK