Heval Cemal
28’ê Adarê salvegera şahadeta fermandarê mezin rêheval Egîd (Mahsun Korkmaz) e. Di şexsê rêheval Egîd de tevahî şehîdên Kurdistanê em bîr tînin û sozê me dayî wan em dubare dikin.
Em ê xeta wan bişopînin, çeka wan li erdê nehêlin û ji bo em armanc û xeyalên wan bi ser bixînin bi hemû hêza xwe em ê beşdar bibin. Ji bo şopdariya xeta Rêber Apo û jiyankirina şehîdên qehreman em ê têkoşînê bilind bikin. Em vê sozê bi wesîleya salvegera rêheval Egîd cardin dubare dikin û li hemberî bîranîna wan em bejna xwe ditewînin.
Heya niha li ser hevalê Egîd gelek tişt hatine gotin. Di destpêkê de Rêber Apo bi berfirehî li ser heval Egîd şîrove pêş xist. Wekî din gelek hevalan bi cur be cur wesîleyan li ser rêheval Egîd nirxandin û şîrove bi pêş xistine. Jixwe hêzên HPG her sal di salvegera şahadeta heval Egîd de şîroveyan pêş dixe, carna talîmatan amade dike û diweşîne û her sal daxuyanî û belavokan bi raya giştî re parvedike. Ango heval Egîd di têkoşîna azadiya Kurdistan de fermandarekî mezin e.
Heval Egîd di destpêka avakirina bingehê gerîla de, di Kurdistanê de bicih kirina gerîla û pêşxistina gerîla de roleke pêşengî hilgirt. Di xeta Rêber Apo ya leşkerî de milîtanekî pêşeng bû. Wekî tê zanebûn hîn perwerdeya tevgera me ya destpêkê di 1979’an de li Filîstînê hat dîtin. Li ser hîmê ku li Kurdistanê gerîla bê pêşxistin hat dîtin. Rêber Apo ji bo vê perwerde tevger kir û ew perwerde li Filîstînê hat dîtin. Ê ku di nav wê perwerde de cih girtî û ji bo li Kurdistanê gerîlatî pêş bikeve di refê pêş de cih girtî heval Kemal Pîr, Egîd, Delîl Dogan û hevalên wisa bûn. Beşdarbûna heval Egîd, tevlîbûna wî di pêşxistina gerîla de girîng e. Piştî paşvekişînê cara duyem hatina seheya Lûbnan û ji bo amadekariya li Kurdistanê gerîla bê pêşxistin de heval Egîd rolek leyîst. Li ser Botan û Garzanê zanebûna wî ya araziyê hebû. Tecrûbeya xwe ya heyî bi hemû hêza xwe ve, bi dirûstiya xwe ve û bi baweriya xwe ve xist bin xîzmeta tevgerê.
Heval Egîd bi şêwazekî samîmî bi xeta Serokatî ya leşkerî ve û bi taktîka gerîla bawer dikir. Ji bo ev taktîk têkeve jiyanê bi samîmiyeteke mezin bi tevahî hêza xwe dixebitî. Heval Egîd bi qabiliyet bû. Ango aliyê xwe yê gelêrî, propaganda, aliyê xwe zanebûn, bîrdozî û leşkerî jî hebû. Ev taybetmendiyana bi awayekî xwezayî wî derdixist pêş. Di rêzên pêş de rol û mîsyonek hilgirt. Niha mirov bibêje bi gerîla bawer dikir û ji bo gerîla bi cih bibe di Kurdistan de bi samîmiyeteke mezin xebitî belkû ev gotin ji rêzê were. Feqet em vegerin li dîroka Kurdistan binêrin û serdema salên 1980’î binêrin rewş çi ye fêm bikin wê hîn baştir ev yek bê fêmkirin. Wê çaxê sekneke wisa di xeta gerîla de bi biryar tê çi wateyê wê baş bê naskirin. Jixwe fêmkirina heval Egîd di vir de ye. Divê mirov rêheval Egîd rast fêm bike.
Li Kurdistanê çandina tovê gerîla
Di Kurdistanê de bi taybet li hemberî dewleta Tirk kî serî hilda be ew hatiye pelixandin. Ti kes bi sernekeftî ye. Li Kurdistanê hestiyê çavê însanan hatibû şikandin. Ti kesî newêrî bû qala şerê çekdarî bikira. Di dema xwe de destpêkê Dr. Şivan (Saîd Kirmizitoprak) behsa hinek tişt kiriye. Ango bi awayekî dizî hinek hevalên xwe re axiviye û plansaziyek çêkiriye. Yanî hewildaneke Dr. Şivan hebûye. Jixwe ew jî hat tesfiyekirin. Derveyî vê ti kesî wisa ji dil qal nekiribû. Dema ku Serokatî, “Berxwedan pêwîst e, derveyî vê rê nîn e. Ev berxwedan çek jî tê de bi her şêwazî divê bê pêşxistin. Divê em îsyaneke nû bi rêbixîne” dibêje, pir kes ditirsiya. Heta bi xeter didîtin. Lê berxewdanek û derketineke wisa nebûya, dikira civaka Kurd biheliya. Ji ber ku pir zêde polîtîkaya qirkirina spî ango helandin di Kurdistana Bakur de pêş ketibû. Tek çare hebû ku tu li berxwe bidî. Feqet wisa raya heyî ya di nava civaka Kurd de bi taybet jî di qada kesên xwe wekî zane dihesibînin, siyaset dimeşandin û xwe rewşenbîr didîtin de ev tiştekî pir bi xeter dihat dîtin. Ji bo vê nêzbûneke wisa giştî hebû.
Piştî wê bi ser van hemû tiştan cuntaya 12’ê Îlona 1980’î ya leşkerî ya faşîst li Tirkiyê hat ser desthilatê. Rast e, ev cunta ji bo tesfiyekirina tevgera çep-sosyalîst û tevgera azadiya Kurdistan bû. Lê bi awayekî taybet ji bo gelê Kurdistanê bû pêngava pêkanîna plana Şerq Îslahatê. Plana Şerq Islahatê wekî tê zanebûn plana qirkirina gelê Kurd e. Piştî ku cuntaya 12’ê Îlonê hat şûnde tirsek çêbû. Gelek rêxistin hebûn ên Kurd bûn li Bakurê Kurdistan hêjmara wan ji yê me bêhtir bû. Ew jî hatin Filîstînê feqet hemû tirsiyabûn, hêdî hêdî heliyan belavbûn çûn. Ên xwe gihandin Ewrûpa li kolanan man dûvre vegeriyan. Ango kesî cesaret nedikir vegere welat û şer bike. Lê Serokatî bi israr vê armancê meşand, heval amadekir û wisa xet meşand da ku em vegera welat pêk bînin. Îsyanek nû pêwîst bû. Beriya wê Kurdan çiqas îsyan kiribe hatine pelixandin. Îsyana yekem hevalê Mazlûm Dogan di 21’ê Adarê de di Newroza 82’an de destpêkir.
Li hemberî ew zilûm û zordariya cuntaya faşîst destpêkê zindanan berxwedan bilind kir. Di pêşengtiya rêheval Mazlûm Dogan de berxwedana li zindana Amadê destpêbû. Piştî wê bi çalakiya Agirê Çaran a rêheval Ferhat Kurtay, Mahmut, Necmî û Eşref de hîn zêde bilind bû. Dûvre çalakiya mezin a 14’ê Tîrmehê di pêşengtiya Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de pêşket li hemberî cuntayê pêvajo bi rê xist. Divê helwesta li hember siyaseta qirkirina cuntayê çi be zelal kir. Bi ruhekî fedayî wan hevalana bedana xwe danîn holê û helwesta pêwîst raber kirin. Ev helwesta berxwedanvanên zindanê ji bo Serokatî bû piştevaniyeke pir xurt. Ev îsyaneke di hundirê zindanê de bû. Bêguman ev pir bi wate bû. Lê pêwîst bû bi heman hişmendiyê îsyan di giştî de li çiya û kolanên Kurdistan pêş biketa. Ev girîng bû.
Wê çaxê li Kurdistanê zilûma dihat meşandin dixwest ku gelê me ji holê rabike. Gelê ku di herêmê de herî qedîm ê ku wekî temsîla şoreş û çanda Neolotîk di nava xwe de dihewîne dixwestin ji holê rabikin. Kesekî ji xwe re bigota ‘ez mirov im’ nikare ew kiryarên hovane temaşe bike. Diviyabû teqez li dijî wê hewildanek pêş bixe. Tiştê ku Serokatî û tevgera me pêş xistî ev bû. Ji bo vê Serokatî gelek caran di şîroveyên xwe de pêngava 15’ê Tebaxê wekî pêngaveke li mirovatî xwedî derketin ango pêngava mirovatî şîrove dike. Ji ber ku li Kurdistanê mirovatî di bin lingan de bû. Herkesê ku jixwe de dibêje; ‘ez mirov im’ û li însaneyetiyê xwedî derdikeve diviyabû li dijî vê derbiketa. Beriya her tiştî pêngaveke mirovatî bû. Ev pêngav gelê Kurd ji tunebûnê rizgar kir. Pêşiya tunebûn û helandinê girt û wisa gelê Kurd kir hebûn. Pêngava 15’ê Tebaxê çi kir? Bi pêngava 15’ê Tebaxê me xwe qezenç kir û gelê Kurd bû hebûn. Ew bêhêvîtî, bêbawerî û şikestina heyî bi vê pêngavê û bi têkoşîna pişt wê re hat bihurandin.
Di pêşengtiya Fermandar Egîd de şoreşa vejînê
Bêguman mirov nikare vêya tenê wekî derketineke çekdarî şîrove bike. Rast e, çekdarî bû lê pir wateya xwe heye. Tiştekî dîrokî ye. Aliyê bîrdozî, siyasî û çandî de derketinek e. Li xwe û hebûna xwe xwedî derketin e. Ji bo vê bi qasî Pêngava 15’ê Tebaxê li hember dijmin e, ewqas jî li hember Kurdê teslîmbûyî û stûxwarkirî ye. Ango li hemberî zîncirê koletiyê îsyan e. Bêhtirî derve li hemberî hundir jî îsyan e. Ev bi hêsanî nebû. Di civak û di siyaseta derveyî me de ew şikestina heyî, bêhêvîtî, bêbaweriya heyî bi esasî di hundirê me de jî bandora xwe hebû. Ji bo vê beriya pêngavê, dûv pêngavê bandorê xwe çêbû. Tesfiyekar derketin, ên ku dixwestin paşde rabigrin derketin. Li hemberî vê bi biryar, bi zanîst têkoşîna Rêber Apo ya bê sînor encex dikarîbû pêşî vekira. Têkoşîna Rêber Apo û sekna milîtaniya di pêşengtiya Rêheval Egîd de ev pêngav bi rê xist û berdewam kir.
Dema me xwest em vê pêş bixin ango Serokatî bi avakirina Kongreya PKK’ê ya Duyem biryara vegerê girt êdî quwetê me vegeriya. Wê çaxê di nava me de jî heman hişmendî peyda bû. Ango gotin; ‘nabe, kî biçe Hakkarî wê tabûta xwe vegere.’ Di bin navê Semîrtî de tesfiyekariyeke wisa peyda bû. Bi wê di hinek kadroyan de sistahî çêbû. Ev di hundir de çêbû. Piştî ku hinek zelalî çêbû, lê mirov dikare bibêje di nav refên me de teredûtek hebû. Ango di nav hevalên dijî tesfiyekariyê xwedan helwest de jî di taktîk de hinek teredût hebû. Serokatî ji vê re got, ‘bi taktîkê baweriya zeîf heye.’ Heval hebûn, heta li Botanê bûn, di nav têkoşînê de bûn, lê baweriya wan zeîf bû. Teredûta ku wê ev bi ser bikeve yan na hebû. Hevalê Egîd di vê mijarê de zelal û bi biryar bû. Ji bo vê pêşengtî dikir. Destê xwe li her derê dixist bin ber. Ji bo vê çalakiya 15’ê Tebaxê wî bi tevger kir û bi rêxist. Ne wisa bûna li Botanê kadroyên navendî yên cuda hebûn. Kesek din jî dikarîbû heman tişt bikira. Lê heval Egîd di vir de pêşeng e. Wê çaxê heval Egîd ne fermandarê giştî bû, cuda jî kadroyên wekî endamê navendê hebûn. Lê heval Egîd di vir de ferqa xwe derket.
Rexmê ku pratîka kontra pêşketin, ew tesfiyekariya 4 kesên ku jê re tê gotin ‘çeteya çaran’ texrîbatê wan jî hebû, lê xeta Serok Apo xeta gerîla û berxwedana gerîla bi ser xist. Çawa bi ser keft? Gel dît ku ev ne wekî serhildanên berê ne. Nakeve, naşkê û dijmin nikare tune bike. Her heye û xwe mezin dike. Vêya hêvî bi gel re çêkir. Vêya bi gel re bawerî çêkir. Ew bêhêvîtî kir hêvî, bê bawerî kir bawerî. Ew bêdengiya heyî bû qêrîn û têkoşîn. Wisa di civakê de di warê zihnî de guhertinek çêkir. Ev bû şoreşa vejînê. Ango şoreşa vejînê ev e. Bi rastî di civakê de guhertinek bi rê ket. Guhertineke zîhnî û fikrî çêbû. Guhertineke bîrdozî, siyasî û civakî çêbû. Guhertineke çandî çêbû. Ango şoreş çêbû. Şoreşa fikrî, şoreşa siyasî, şoreşa civakî û şoreşa çandî çêbû. Wisa civakek nû hat avakirin. Ev gav bi gav wisa pêşket. Sal bi sal lêhûrbûnê çêbûyî bi xwe re ev tişta ava kir.
Bi taybet di kûraniya civakê de û di kûraniya dîrokê de veşartina hêza jin di vê kêliyê de derket holê. Şoreşa jin wisa çêbû. Bêguman vana hemû bi hêsanî nebûn. Civaka azad, jina azad avakirin û van tiştan pêşxistin bi hêsanî nebû. Avakirina civakeke berxwedêr bi ked ava bû. Em jibîr nekin dijmin dixwest Kurdistan bike cih û warê paşverûtiyê. Navenda paşverûtiyê. Jixwe ger ku tu civakeke ji kûraniya dîrokî û çanda Neolotîkê tê tesfiye bikî, ji heqîqetê dûr bixî bêguman wê bibe bingehê paşverûtî. Ji ber ku li ser wî zemînî dikare her cure paşverûtî pêş bixe. Jixwe dijmin jî wisa girtibû dest, dixwest Kurdistan bike navenda paşverûtiyê. Lê pêngava 15’ê Tebaxê bi hişmendî û felsefeya Rêber Apo re bû navenda azadî û demokrasiyê. Îro ev hîn baş dixuye. Di herêmê de îro gelê Kurd û Kurdistan navenda şoreşê ye. Navenda têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Têkoşîna azadiya jin û tevahî civakan e. Ev bi ked çêbû. Bi bexwedan çêbû. Jixwe ne mumkûn bû tenê bi gotin tiştek wisa bûbûya. Lê ew sînor û dîwarê dagirkeriyê hilweşand. Beriya her tiştî di mejî de astengiyên heyî bihurand. Ev bi berxwedana gerîla û şehîdên qehreman pêk hat.
Bêguman rêheval Egîd pêşeng bû. Lê bi sedan şehîdên qehreman ku li dûv xeta Egîd dimeşiya û wisa destan avakirin pêşketin. Wekî fermandar Erdal (Mustafa Yondem), wek fermandar Bedran (Mehmet Sevgat) wekî fermandar Zekî (Emîn Taştan), wekî femrandar Gozluklu Elî (Abdullah Ekîncî). Cardin yên wekî Sînanê Sor, Bedran Gundikremo wekî Ahmet Repo ji navenda Botanê ya cewherî derketine di şexsê van şehîdan de welatparêziya Kurd a dîrokî hat axifandin. Herikandin wisa çêbû. Coş û kaniya şoreşê wisa der hat. Di şexsê van qehremanan de xwe wisa raber kir. Cardin ked û têkoşîna Berîvanan heye. Beriya wê ya Ezîme (Mirîban Saran), Hava (Hanim Yaverkaya), ya Sultan Yavuzan, Rûkenan (Çîçek Selcan), Fehîme û Sadetan heye. Vêya rabûn û kelecana civakî bi xwe re ava kir. Ev wisa wekî xetekê meşiya. Ev wekî têkoşînekê bi rê ket û bi xwe re ev şoreşa vejînê ava kir.
Derketina dîrokî ya 15’ê Tebaxê li Kurdistanê bû nefesa netewe. Neteweya Kurd bi wê nefes girt û jiyana xwe dom kir. Ger ne ji derketina heval Egîd bûna civak li ber mirinê bû. Ew cuntaya faşîst zimanê Kurdî jî qedexe kiribû. Kes newêrîbû di mala xwe de jî bi Kurdî biaxivin. Ji ber ku sîxur çêkiribûn û sîxuran diçû malê milet guhdar dikir. Însanên nedizanîbûn Tirkî biaxivin jî diviyabû bê zar bimana. Dixwestin însanên me lal bikin û ziman ji dest wan bigrin. Wê çaxê jî di dibistanan de çawa Plana Şerq Îslahat berê me qal kir ku dixwest Kurdîtî rabike di salên ‘80’î û ‘81’an de xwestin cardin têxin meriyetê. Ji bo vê li gundan bi roj zarok diçûn dibistanan bi şev jî jin û zilamên li gund diçûn dibistanê ji bo fêrî Tirkî bibin. Ango bi cuntaya 12’ê Îlonê cardin plana tunekirinê bi awayekî zindîtir li Kurdistanê bi rêkeft. Li hemberî vê derketina 15’ê Tebaxê ya di pêşengtiya heval Egîd de derketineke mezin e û plana qirkirina Kurd têk bir. Ji bo vê pir zêde bi wate ye û dîrokî ye.
Rast fêmkirin û şopdariya Fermandar Egîd
Aliyê din ê heval Egîd çi ye? Hevalê Egîd tenê ne bi biryar, bi cesaret û fedakarî pêşengtî kir; heman demî li gorî rê û rêbazên xetê vê meşand. Hevalê Egîd pêşengtiyeke bîrdozî, rêxistinî û pêşengtiya leşkerî di pratîkê de temsîl kir. Niha pir caran tu dinêrî hevalek di warê bîrdozî de baş e, jiyana xwe jî baş e, zanebûna xwe heye lê belê tu dinêrî di aliyê rêxistinî de heman ast pê re nîn e. Ango dikare pêşengtiya bîrdozî bike, zelalî çêbike, biaxive, jiyana xwe bi milîtanî ye, lê di rêxistinbûnê de kolektîvzmê çêbike, hemahengî çêbike, psîkolojiya însanan fêm bike li gorî wê însanan meşandinê de kêm dimîne. Tu dibînî bi qalibî nêz dibe, bi dogma nêz dibe, yan jî nerm nêz dibe. Performansê xwe yê bîrdozî temam e, lê di rêxistinî de kêm e.
Hîn car tu dinêrî cardin pêşeng di aliyê bîrdozî de asteke xwe heye, terzê jiyanê baş e, kedkar e, hevaltiya xwe baş e, zanebûna xwe kûr e, pêşengtiya rêxistinî jî heta astekê dike, lê di pêşengtiya leşkerî de pir zêde nabe bersiv. Ango di warê leşkerî de bi heman şênberiyê û bi heman performansê nikare pêşengtî bike. Di naskirina araziyê, şopandina dijmin û pêşxistina taktîkê de nikare heman performansê raber bike. Di pratîka me ya fermandariyê de berovajî vê jî heye. Tu dinêrî yek naskirina xwe ya araziyê baş e, di jiyana çiyê de pirsgirêkê xwe nîn e, di lêdana dijmin de bi cesaret e, dikare bimeşîne, heval jê hez dikin, dikare hevalan îkna bike û fermandar e, lê aliyê xwe yê bîrdozî nîn e û nikare pêşengtiya bîrdozî bike. Ango dide şerkirin, lê nikare pêş bixe. Yan jî tu dinêrî di warê bîrdozî de astek xwe heye, di warê leşkerî de jî astek xwe heye, lê di warê rêxistinî de nabe bersiv. Ango hinekan dide aliyê xwe hinekan dide hember xwe, ji psîkolojiya însanan fêm nake, hima herkesî wekî hev digre dest. Ango di rêxistinî de jî nikare heman performansê raber bike.
Di pratîka me ya fermandariyê û pêşengtiyê de hinek heval di hinek aliyan de pêşketibin jî di hinek aliyan de kêm mane. Ji bo vê valatî çêbûye. Lê taybetmeniyê heval Egîd di van hemû xalan de bersiv bû. Mesela hevalê Egîd jixwe asta xwe ya bîrdozî hebû, jê şûnde psîkolojiya însan pir baş fêmdikir, propaganda çawa tê kirin dizanîbû. Bi kê re wê çawa bide û bistîne dizanîbû. Ango heval Egîd pêşengê bîrdozî bû.
Piştî heval Egîd şehîd ket û şûnde di nava tevgera me ya gerîla de pêşiya çetekariyê vebû. Jixwe heval Egîd behsa vê dike û dibêje; ‘vana wekî çeteyan e. Ger mirov li hemberî van têkoşîn neke wê vana partiyê ji xetê derbixînin.’ Ango nîqaşên xwe yê wisa hene û ji bo hinek kesan wisa dibêje û têkoşînekê dimeşîne. Wisa dikare pêşengtiya bîrdozî bike û di jiyanê de temsîla xeta bîrdozî dike. Li gorî hişmendiya Apogerî tevdigere û li gorî vê nêzbûna wî ya însanan hebû. Piştî şahadeta heval Egîd valatî çêbû. Bi esasî ew çeteya çaran ji wê valatiyê sûd wergirt. Çeteya çaran a ku di dîroka me ya partiyê de derbas dibe di rastiyê de piştî şahadeta heval Egîd pêşket. Ew hevalên me li jor navê wan bi bîr anî heval Erdal, Bedran jî di salê ‘87-‘88’an de şehîd dikevin û piştî wê ev hişmendiya çetekarî hinek din belav dibe. A girîng hevalên wisa li gorî xetê û bi hişmendî û çanda Apogerî rêxistinê rêvedibin, gerîla pêş dixin û hîmê gerîla ava dikin. Bi şahadeta heval Egîd û hinek hevalên din êdî di gerîla de lewazbûn ava bû. Ji bo vê di gerîla de hişmendiyeke teng a ne çanda PKK’ê; hişmendiyeke feodal, gundî adeta xwedî dibe. Hişmendiyek wisa di nav gerîla de hêdî hêdî pêşket û dûvre fertilî çeteya çaran.
Yanî hevalê Egîd xetê dimeşand û temsîla xetê dikir. Li hemberî nêzbûnên derveyî xetê têkoşîna hundirîn dida meşandin. Cardin asta xwe ya rêxistinî xurt bû. Belkû jî aliyê herî xurt ê heval Egîd aliyê wî yê rêxistinî bû. Însanan nas dikir, bi wan re dizanîbû bida û bistenda. Nimûne, hîn wê çaxê hevalê me yê Bedran Gundikremo nas dike. Heval Bedran hîn wê çaxê tevlî nebûye. Wî dike milîs lê tam pê bawer dike. Erkên ku divê bide kadro wê çaxê ew dide heval Bedran. Ew dişîne navenda partiyê ango ta Xinêrê. Ji ber ku hîn wê çaxê fêm dike ku heval Bedran çiqasî saxlem e. Heval Bedran hîn milîs bû min jî wî dît. Bi rastî bawerî dida mirov. Lê heval Egîd hîn dema heval Bedran destpêkê dibîne wî nas dike û pê bawer dike. Ango tespîtên heval Egîd wisa bi îsabet e.
Heval Egîd broşûrek nivîsandibû di wê de gotinek balkêş heye dibêje; ‘gundiyê me aqlê wan ne di serê wan de ye, di çavê wan de ye.’ Li Kurdistanê gundî heta tiştekî bi çavê xwe nebîne pê bawer nake. Pêwîste tu pêşî wan bikî wê wisa bawer bikin. Ji bo vê digot aqlê gundiyê me di çavê wan de ye. Vê yekê di broşûra xwe de bi berfirehî îzah dike. Ango tahlîlê xwe yê însan wisa xurt bû. Cardin eşîran jî nas dikir û wan fêm dikir. Di van de astek xwe hebû. Ji bo vê di pêşxistina xebata rêxistinî û bîrdozî de bi rastî pêşengek bû. Heman demî di warê leşkerî de jî asta xwe tê zanîn. Ango di pêşengtiya niha de kesayetên komple avakirin ferz e. Divê kadro bikaribe di warê rêxistinî, bîrdozî û leşkerî de pêşengtî bike. Divê kadro di warê pêşengtiyê de Egîdbûnê wekî pîvan bidin pêşiya xwe. Hevalê Egîd di hemû waran de pêşengtî dikir.
Artêşbûna gerîla û pêvajoya ARGK
Yek taybetmendiya heval Egîd jî ev e ku rêheval Mazlûm Dogan ew tevlî nava refê partiyê dike. Bi eslê xwe ji Farqînê ye, lê li Batmanê heval Mazlûm Dogan ew nas dike. Çanda Kurdewar girtiye, di dibistanê de ronakbiriyek girtiye, di xebatên gel de cih digre. Ango wisa bi awayekî kamil tevlî dibe û astek xwe heye. Dema vana hev temam dike dibe pêşengekî komple. Dema em ji bo heval Egîd dibêjin; ‘fermandarê mezin’ ne ku tenê hinek çalakiyek kiriye. Na! Di warê bîrdozî de, di warê rêxistinî û leşkerî de pêşengtî kiriye. Mesela tenê ne bi ser dijmin de çûye û derbe li dijmin xistiye; di warê rêxistinî û bîrdozî de jî têkoşîn meşandiye. Ji bo vê wexta şehîd ket piştî wê Serokatî şîroveyeke fireh li ser pêşxist û ew nivîs di kovara Serxwebûn de hat weşandin. Serokatî digot, ‘heval Egîd çavê me li te digere. Em li Egîdan digerin. Egîd pir şîrîn bû.’ Şîrîn ango hevalekî wekî şekir bû. Yê herî zêde xeta Serokatî temsîl kirî û pratîk meşandî heval Egîd bû.
Şahadeta heval Egîd hinek aliyên xwe yê nexuyayî hene. Lê tam jî zelaliyek çênebû. Çawa? Taximek in, nêzî gundê Mehdîn ê Gabarê de bi rê ve diçin. Dijmin jî kemînek berfireh daniye. Derdora 30 heval in tenê heval Egîd şehîd dikeve. Di meş de li pêşiya hevalê Egîd çend hevalên din hene. Ango bixwe ne di pêş de ye. Dema fîşeng tê avêtin hinekî xwe dide kêlekê. Gelo tiştekî hundir heye yan na di vê mijarê de her gumanên Serokatî hebû. Wê çaxê kesekî di nav ew refê ket kemînê de nêzî heval Egîd hat seheya Serokatî. Hevalan wî kirin ewlekariya Serokatî. Lê ew kes di Akademiya Mahsum Korkmaz de întîxar kir. Fêm nebû ew çima wisa kir. Ango hinek tiştên wisa ne zelal li derdora şahadeta heval Egîd çêbûn. Gelo bi destê dijmin wekî suîqesteke hundir çêbû, çawa bû di nav ewqas hevalan de îsabetî heval Egîd kir. Cardin ew kesê di şahadeta heval Egîd de nêzî heval Egîd bû di seheyeke krîtîk de întîxar kir. Vana hinek guman li ser şahadeta heval Egîd çêkir. Lê heta niha ti zelalî çênebûye. Ji ber ku heval Egîd ji bo dijmin hedef bû. Dijmin wexta heval Egîd şehîd ket manşet avêtin. Hinekan got; milê Ocalan ê rastê hat kuştin. Wê çaxê wekî niha zahf deşîfrasyon tunebû, lê dijmin dizanîbû yê ku li Botanê pêşengtî dike heval Egîd e. Ji bo vê heval Egîd wisa dîqeta dijmin jî kişandibû û dijmin herî zêde li ser wî disekinî.
A girîng û tişta esasî şahadeta heval Egîd ji bo me derbeyek bû. Ji ber ku hevalê herî zêde di gerîla de bi biryar, israr û fermandar bû. Şahadeta wî valatiyeke cidî çêkir. Ew dem pêvajoya kongreya 3’emîn bû. Ew pêvajoya kongreyê li ser bîranîna heval Egîd çêbû. Ji bo vê kongreyê li ser bîranîna rêheval Egîd biryar girt ku ARGK (Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan) çêbibe. Beriya wê HRK (Hêzên Rizgariya Kurdistan) hebû. Wekî yekîne bû. Jixwe heval Egîd li Mêrgûmara Botanê belavoka yekem a HRK’ê xwendibû. Piştî xwendina belavokê çûn Çiravê û ji wir jî çalakiya Erûhê kirin. Ango beriya wê HRK bû, lê Kongreya Sêyem ew kir artêş û navê wê bû ARGK. Cardin ew salona kongreyê bû Akademiya Mahsum Korkmaz. Ango bîranîna heval Egîd bû bingehê ku gerîla di Kurdistan de bê geşkirin, artêş bê avakirin û akademî çêbibe. Serokatî ji bo bîranîna heval Egîd wisa bersiv da. Pêvajoya gerîlabûnê Serokatî wisa bi rê xist.
Divê mirov rast fêmkirina heval Egîd di vê çarçoveyê de bigre dest. Fêmkirina heval Egîd temsîla xetê ye. Pêşengtiya milîtaniya Apogerî ye. Pêşengtiya rêxistinî, bîrdozî û leşkerî ye û bi xeta Serokatî tam bi biryar girêdanî ye. Fêmkirina heval Egîd di vê çarçoyeyê de pêwîst e.
Îro cardin pêwîstiya me bi Egîdan heye. Di serdema em tê de hîn zêdetir hewcehiya şoreşê bi Egîdbûnê heye. Ango bi nêzbûnên heval Egîd (Mahsum Korkmaz) heye. Gerîlayê îro li ser keda heval Egîd û Rêber Apo çêbûyî îro nûjendî dibin û dibin gerîlayên modernîteya demokratîk. Li ser vî esasî divê em Egîdbûna serdemî û Zîlanbûna serdemî di xwe de ava bikin û ji demê re bibin bersiv. Ger ku wisa tevlîbûn hebe em ê bikaribin heval Egîd rast bi bîr bînin. Bîranîn tê vê wateyê.
Divê em Egîdan zêde bikin û di xwe de Egîdbûnê pêş bixin. Divê em di xwe de Zîlanbûn pêş bixin û hişmendî di xwe de ava bikin. Wisa xwe li hemberî nirxên partiyê berpirsyar bibînin û wisa xwe beşdarî erkên demê bikin. Ger wisa bibe bi rastî wê Egîd nemir bibin. Nemiriya şehîdan wisa ye. Em dibêjin ya, ‘şehîd namirin’ şehîd wisa namirin. Em şehîdan didin jiyankirin. Fedakariya wan, paqijiya wan, dirustiya wan, hişmendî û terzê jiyana wan em dikin bingeh û wisa em wan didin jiyankirin û dikin kesên nemir. Ji bo vê em dibêjin Egîd namirin, şehîd namirin.