Li ser têkoşîna bakur gelek nîqaş hene, weke tevger ev têkoşîna 10 mehên dawî hûn çawa dinirxînin?
Destpêkê ez ji bo tevahî gelê me silav û rêzên xwe pêşkeş dikim. Di van 10 mehên bihûrî de bi rastî şerekî bi qehremanî çêbû. Di dîroka berxwedana gelê Kurdistanê de rûpelek nû vekir.
Di vê de şehidên me yên qehreman ku xwedan ked in, rol leyîstine û xwe feda kirine; di şexsê hevrê Azad Sîser, Çekdar Amed, Baran Dersîm, Şervan Varto, Hakî Amed, Ekîn Van, Botan Hakkarî û heval Berfîn de ez bibîr tînim. Cardin em di meha fedaiyan de ne, di vê mehê de hevrê Zîlan, Sema û Gulan şehîd ketine. Weke şopdarê wan di van 10 mehên bihûrî de li Kurdistanê însanên ku canê xwe feda kirine û çalakiyên fedaî pêk anîne di serî de ez hevrê Zinar, Doga, Asya, Eylem, Dijwar Wan û Dîrok Amed bibîr tînim. Me sozê dayî şehîdên qehreman ku em ê doza wan bişopînin, ala wan bilind bikin û şopdariya wan bikin û wisa bîranîna wan di bilindkirina têkoşîna azadiyê de bidin jiyîn em bi vê wesileyê cardin dubare dikin.
Rast e, li ser 10 mehên derbasbûyî nîqaş heye û ez bawer dikim wê di demê pêş de jî li ser nîqaş bibe. Ji ber ku rêbazek nû hat meşandin û şer wisa berfireh bû, tenê ne li çiya heman demî li deşt û bajaran jî di vî demî de bi xurtî berxwedan hebû. Di dîroka têkoşîna Kurdistan de bi rastî destanên nû hatin avakirin. Ji bo vê wê li ser van 10 mehên derbasbûyî hîn jî nîqaş bibin. Di van 10 mehan de çi bû? Beriya hemû tiştî divê mirov vêya bibêje. Pêvajoyeke agirbestê hebû ji vêya re digotin, pêvajoya çareseriyê. Em di vê pêvajoyê de samîmî bûn. Pêvajoya Rêber Apo pêşxistî me dixwest em bi rê û rêbazên aştiyane biçin encamê. Lê belê niha hîn baş eşkere bû ku di esasî de di zîhniyeta dewleta AKP’ê de çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne. Yanî wana bi me re rûniştine. Hem li Oslo, hem jî li Îmrali bi salan hevdîtin çêbûye, armanca wan ne ku vê pirsgirêkê çareser bikin, armanca wan ev e ku me çawa mijûl bikin, xemsarî pêşbixînin û çawa me bêhêz bikin û tine bikin.
Ango niha xuya bû ku bi esasî ji bo vê van pêvajoyana xistine rojevê. Ji bo vê ekserî teşkîlatên îstixbaratî serpêşitiya van pêvajoyana dikir. Ji ber ku di niyeta wan de çareserî tine bû. Dumahîkê piştî ku pêşketinên bêhemdî wan pêşketin weke serketina hilbijartinên 7’ê Hezîranê jê şûnde serketina şoreşa Rojava hemleya Girê Spî bû sedem ku pêvajo êdî xera bikin û di bin perspektîfa planeke nû ya jê re dibêjin ‘cong xistina erdê’ ve li dijî me şer bi rê bixînin. Niha carna rayadarên dewleta Tirkiyê dest nîşan dikin ku weke ku me pêvajo xera kiriye. Na, ev derewek e. Ya din jî ji xwe berê Serokwezîrê kevin Ahmet Davutoglu gelek car anî ziman ku ‘di 22’ê Tîrmehê de bi Emerîka re li hev kirine, di 23’ê mehê de hikûmet civiyaye biryar girtiye û di 24’ê mehê jî êrîşên hewayî li ser hemû baregehên PKK destpêkiriye.’ Vêya wî bixwe di anî ziman. Ev tiştekî misoger e ku dewleta Tirk vê pêvajoyê xera kir.
Beramberî vê daxwaziya gelê Kurd û şoreşê çi bû? Bi rê û rêbazên guftûgo û aştiyane xweseriyê bi dest bixîne ango xwedan statû be. Di hundirê sînorê Tirkiyê de tevî Tirkiyê bi perspektîfa yekîtiya Tirkiyê ve xweser be. Hem ji bo Kurdistan xweserî armancek bû, hem jî ji bo sîstema Tirkiyê giştî ji bo biqulipe û navendîbûn bê guherandin sîstemeke herêmî bê qebûl kirin bû. Jixwe îro di cîhanê hemû de ev sîstemên hîn zêde herêmî pêşdikeve li gelek welatan jî jixwe heye. Ango armanc ev bû ku bi guftûgo ev tişt bigêje hedefê. Ev nebû, ciwanên Kurd berê jî di sala 2014’an de tax girtibûn. Dema ku êrîş destpêbû dîsa taxên bajarên Kurdistanê pirek girtin. Meclîsên herêman jî xweserî îlan kirin. Ev îlanê xweseriyê projeyeke ku ji bo di hundirê yekîtiya Tirkiyê de pirsgirêka Kurd çareser bibe. Weke ku gaveke herêmî ye, bi awayekî navendî biryar nehatiye girtin. Tiştekî herêmî ye. Ciwanên Cizîrê berê jî tax girtibûn, ji bo ku maşîneyên bi zirx neyên xendek çêkirin û meclîsa wir jî xweserî îlan kir. Gavek wisa herêmî û ji bo çareseriyê ye.
Bi esasî armanc çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Bi vî awayî demokratîk kirina Tirkiyê ye. Bi xwe gavek wisa ye. Lê belê dewleta Tirkiyê li destpêkê pir zêde nekirin pirsgirêk weke 2014’an. Mesela di sala 2014’an de zêde nekirin pirsgirêk, polîs hinek mijûl bûn dûvre jî bi dîalog mijar hat çareserkirin. Destpêk ew jî hinek mijûl bûn xwestin bi hêza polîs ji holê rabikin dûvre dîtin nabe dema ku êdî zivistan hat êdî tevgera gerîla jî wisa ne mumkûn bû ango berf bariya gerîla êdî nikarîbû tevbigeriya tam di demeke wisa de di 14’ê Kanûnê de êdî artêş dest avêt bajaran. Ev tişt pêşxistin û gotin; ‘ango ev raperînek e, dixwazin Tirkiyê perçe bikin vaye Tirkiyê perçe dibe divê em ji bo yekîtiya Tirkiyê hemû tiştî bidin berçav em biçin ser van taxana em van taxana bigrin.’ Di vir de tişta bûye çi ye? Tiştê di vir de bûye ne raperîn e. Ger raperînbûna wê destpêkê biçûna qeymeqamtî û walîtî bigirtana. Raperîn wisa ye. Gel dest dide ser baregehên dewletê. Lê ev ne wisa ye. Gel dibêje, ‘bila dewlet neyê nav me. Ji ber ku zilmê dike, em xwe ji zilma dewletê diparêzin û em dixwazin xwe bixwe rêvebibin.’ Ango îradeyek danîne ortê. Tu dikarî bibêjî; dibe ku ev serhildaneke nerm e. Lê bi esasî daxwaziyek e û îradeyek daniye holê.
Di pêşengtiya ciwanan û bi beşdarbûna gel îradeyek danîne ortê. Lê dagirkeriya AKP’ê û dewleta Tirkiyê bi wehşeteke mezin çû ser. Yanî dît ku di bajaran de nikare encam bigre û pêşde biçe hat, biryar girt ku wan bajarana ji holê rabike.
*Sedema xwe çi ye, çima biryarek wisa girtin û tirsa wan ji çi bû?
Tirsa xwe ev e; pêşveçûnên li Rojhilata Navîn çêdibe doza Kurd dide pêş. Li Rojavayê Kurdistan vaye statûyek çêbû. Dibêjin vaye dike Kurdistan çêbibe. Ger Kurdistaneke mezin çêbibe ev tê wateya Tirkiyeyeke biçûk. Nêzbûnên hîn aliyên dewleta kûr yên wisa hene. Erdogan baş dizane ku mesele ne wisa ye. Erdogan baş dizane ku gelê Kurd dixwaze di hundirê sînorê Tirkiyê de pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aştiyane û bi formulasyona xweserî çareser bike. Erdogan jî ji bo desthilata xwe dît ku pêwîst e şer bike. Niha tê gotin ev şer şerê qesrê ye. Ev aliyek xwe rast e. Ji ber ku bi rastî Erdogan dît ku piştî 7’ê Hezîran Kurd bû quwet û îradeyek û ew ji desthilatê xist. Ji bo vê bi dewleta kûr re hevpeymanî çêkir û hinek baskên Ergenekon re weke darbe xist rojevê û çû hilbijartineke nû. Lewra hilbijartina 7’ê Hezîranê red kirin. Wisa li hev hatin heye ku dijî Kurd şer bibe û hilbijartin ji nû ve bibe û AKP were ser desthilatê. Wisa berjewendiyê herdu aliyan bû yek. Hem Erdogan ji bo di qesrê de mayina xwe berdewam bike, desthilata xwe hîn misoger bike û hinek hêzên ku di hundirê dewletê de weke dewleta kûr tên zanîn ew hesasiyeta wan ku dike Kurdistaneke mezin çêbibe bû yek û ev şera wisa destpêkir.
Dema ku li taxan gelê Kurd gotin “em li vir xweser in” vana fersend dîtin û çûn ser. Jixwe wan plana cong xistina erdê amade kiribûn, ew ji Gever, Şirnex û Nisêbinî ditirsiyan. Ji ber ku li ber wan plan hebû. Dema ku îradeyek wisa derket holê li pêş plana wan bû asteng ji bo wê hatin çi kirin? Tirkiyê xistin bazarê mijara penaberan li hemberî Ewrûpa bi kar anîn ji bo dinya bêdeng bimîne û bi şêwazekî bêhempa û li cîhanê nimûneyê xwe nîne ketin bajaran û bajaran dan ber xwe û her cure çek têde bi kar anîn. Niha tang, top, obûs, kobra û balafir her çek li bajarê Kurdistanê bi kar anîn. Ev tê çi wateyê? Ev şerê hundirîn e, lê bi hewldaneke pir berfireh di çapemeniyê heye dîsa bi rê û rêbazên dîplomatîk AKP di van 10 mehan de veşart ku di hundirê Tirkiyê de şerê hundirîn heye. Ewqasî çapemenî çû ser, hinek akademîsyenan belavok derxistin wan dadgeh kirin û ji erk girtin wisa beramberî êrîşa li ser Kurdistanê sîstemeke faşîst pêş xist. Jixwe di berê de li Tirkiyê wisa ye. Mesela di 1925’an de Ataturk jî wisa kiriye hem di hundirê desthilatê de dîktatorî û zextdarî pêş xistiye û hem jî di Kurdistanê de jî polîtîkayê qirkirinê pêş xistiye.
Di van deh mehan de tiştê AKP li Kurdistanê pêşxistî qirkirin e, ango jenosîd e û şerê hundirîn e. Wisa şer da ber xwe. Ango bi vî awayî ji bo şoreşê bi temamî tesfiye bike, gelê Kurd bê îrade bike û teslîm bigre bi vî şêwazî şer kir.
*Di her fersendê de rayedarên dewleta tirk, erdogan û sefermandariya artêşê dibêjin; ‘me xelas kir, divê teslîm bibin’ her wiha dane û bîlançoya 10 mehan dan û diyar kirin 7 600 endamên pkk hatine kuştin. daneyên di destê we de çi ne? dewleta tirk çima hejmareke wisa zêde dide?
Bi rastî ev demek e, di asta herî jor de di asta serokkomar û serokwezîr û sefermandariya artêşê de û tevahî çapemeniya Tirkiyê -jixwe pir kêm çapemeniya muxalîf hene derveyî wan- hemû dibêjin, ‘PKK di şerê bajaran de ket. Artêş bi ser ket, PKK derbeyeke pir dijwar xwar.’ Heta çend roj berê Erdogan digot, ‘di şerê 32 salan de ev şer şerê herî girîng e, PKK derbeya herî mezin xwar.’ Li ser vê zahf propaganda dikin. Yên ji vêya bawer dikin jî hene. Ne dûr e ji civaka Kurd hinek bibêjin ‘dibe ku wisa be.’ Ji bo vê bi rastî ev mijareke zor girîng e. Divê mirov vê mijarê vekolîne û divê mirov dûv wê keve. Bi rastî çi bû? Ji bo vê li ser van mijarana em jî dixwazin hinekî rawestin. Niha ez di van 10 mehên bihûrî de çi bû dixwazim bi reqem û bi belgeyên dest me de hinek tişt bînim ziman. Weke bîlanço ez dikarim pêşkeş bikim.
Bîlonçoya ji 24’ê Tîrmeha 2015’an heta 31 gulana 2016’an ango daneyê 10 mehan e. Di van 10 mehan de şerê çêbûyî çawa ye wê di vir de zelal bibe.
Bîlançoya ji 24 Tîrmeha 2015 û heya 31’ê Gulana 2016 bi vi rengî yê :
Operasyonên bejahî ku di aliyê artêşa Tirkiyê de hatiye kirin 275 in. Operasyonên hewayî ku di ev 10 mehan de hatiye pêş xistin 581 in. Di hundirê sala 2015’an de 362 êrîşên hewayî çêbûne di 2016’an de jî 219 çêbûye. Bîlanço meh bi meh jî heye em dikarin di pêşde biweşînin. Êrîşên ji aliyê helîkopteran hatiye pêşxistin 138 in. Êrîşên weke hawan, obûs, tang, top êrîşên bi çekên giran hatiye pêşxistin 1591 in. Êrîşên artêşa dewleta Tirkiyê hem li herêma Medya û hem li Bakurê Kurdistan di van deh mehan de pêşxistine ev in.
Li hemberî van êrîşan çalakiyên ku hêzên me yê HPG pêşxistî 973 in. Di van çalakiyan de kuştiyê dijmin piraniya wan polîs û leşkerên taybet 2345 in. Ji vana 13 kes paye bilind bûn. Vana yarbay, bînbaşi û yûzbaşi bûn. Di vê demê de maşîneyên bi zirx ango tang, panzêr ên ku hatine tunekirin 163 ne. Maşîneyên bi zirx ku hatine rûxandin û derbkirin 159 in. Çalakiyên ku encamê wan di aliyê me de zelal nebûye 219 ne. Di vê demê de ji encamê li hev rasthatinê şerê çêbûye ango pevçûn 75 in. Helîkopterên hatine xistin 4 in. Maşînên wan ê hatine şewitandin 162 ne. Balafirên keşfê yên hatine xistin 3 ne. Îstasyonê baz ên telefonan hatine tunekirin 101 in. Skorsky û kobrayên hatine derbkirin 43 ne. Di vê demê de şehîdên HPG’ê 345 heval in. Di vê demê de 12 endamên HPG’ê dîl ketine destê dijmin.
Niha encamên şerê 10 mehan di aliyê HPG’ê de wisa ye. Li kêleka wê şerê bajaran hene. Weke hûn dizanin şerê bajaran bi esasî YDG –H destpêkir. Ango tevgereke ciwanan e, dûvre hinek hêzên herêmê yê taxê jî beşdarbûn dûvre di nav xwe de rêxistin avakirin ji ber ku bi perçe bû û çend qet bû weke hêza parastina sivîl YPS (Yekîneyên Parastina Sivîl) avakirin. Şerê ku wan li bajaran meşandiye heye, nîqaş piranî li ser wê ye. Me di vê der heqê de ji koordînasyona YPS’ê agahî girt, ew bi xwe wê di rojên pêş me de bîlançoya xwe bi awayekî berfireh ji bo çapemeniyê û gelê me biweşînin. Ango bajar bi bajar çi bûye çend kes şehîd in û çend kes dîl ketine wê biweşînin. Lê bi giştî hinek agahî dan me em ê wan jî bi we re parvebikin.
Li gorî daneyên wan dane me bi giştî di 12 bajaran de şer kirine. Van bajarana Sûr, Cizîr, Hezex Nisêbin, Şirnex, Gever, Farqîn, Dêrik, Kerboran, Bismil, Varto û Silopiya ye. Li kêleka van 12 bajaran li 2 bajaran jî ne bi xendek bitevgerî şer kirine vana jî Wan û Sêrt in. Li herdu bajaran jî dem bi dem şer çêbûye. Herwiha li bajarên weke Dêrik, Kerboran û Bismîl an hefteyek yan du hefte 3-4 roj şer lê demkurt meşiyaye ango ne weke Şirnex û Gever dirêj ajotiye. Li van deverana şer demkurt hatiye meşandin. Li gorî bîlançoya roj bi roj hatiye girtin û di destê YPS’ê de di vî şerî de piraniya wan endamê POH û JOH 2017 kes hatine kuştin. Yên ku hatine tespît kirin ev in, dibe ku hinek din jî hebin. Di van şeran de endamên YPS ên ku şehîd ketine 376 kes in. Bi rastî gelek sivîl jî hatine şehîd xistin lê me encamên wê negirtiye ji ber ku hîn tam zelal nebûye. Şehîdên sivîl weke li Cizîrê nêzî 200 kes in dayik in, zarok in, kalên 70-80 salî ne yên wisa nêzî 200 kes li Cizîrê hene, li bajarên din jî hene, lê wê YPS di demên pêş de hemûyan eşkere bike. Lê weke endamên YPS şervan û kesên bi çek şehîd ketine 376 in.
Weke nimûne ez dikarim daneyên 3 bajaran bi berfirehî bidim. Li Nisêbinê di hundirê 10 mehên derbasbûyî de windahiyê dewleta Tirkiyê 544 kes in. Di van deh mehan da 153 maşîneyên bi zirx hatine tinekirin, cardin 154 maşîneyên wan hatine derbkirin. Di van 10 mehan da di berxwedana li Nisêbinê hatiye meşandin de şehîdên YPS 45 kes in. Ji 13’ê Adarê ve heta dawiya Gulanê qedexeya derketina derve hebû şer hebû, lê beriya wê pir caran şer çêbû di wan şeran hemûyan de bi giştî 45 endamên YPS şehîd in.
Di şerê Şirnexê de windahiyên dijmin 541 kes in. Maşîneyên dijmin ê hatine tunekirin 128 in. Cardin maşîneyên bi zirx ên hatine rûxandin 87 in. Şehîdên YPS 31 hatiye nivîsandin lê qismek ji wan sivîl in. Hemû ne bi çek in. Ev tê wê wateyê ku şervanên wan ê şehîd ketî ji 31‘an jî kêmtir e.
Di şerê Geverê de di ev 10 mehên derbasbûyî de windahiyên dijmin 119 kes in. Di vî demî de maşîneyên bi zirx ên hatine tunekirin 20 in. Cardin maşîneyên hatine derbekirin 14 ne. Li wê derê piştî qedexeya derketina derve çêbû şûnde dora 37 rojan şer çêbû dûvre paşvekişiyan, di paşvekişînê de jî windahiyên xwe çêbû ji bo vê windahiyên YPS yên li Geverê bi giştî 55 kes in.
Bi giştî dema ku mirov lê binêre di ev 10 mehên borî de miqabilê vê, ew dibêjin 7 600 kes şehîd ketine. Ne wisa ye. Di van 10 mehên derbasbûyî de şehîdên HPG’ê 345 kes in, şehîdê YPS’ê 376 kes in, bi giştî 721 kes in. Muqabilê wê windahiyên artêş û polîsên Tirk yên li hemberî HPG’ê dayî 2345 in. Windahiyên artêş û polîsên Tirk yên li hemberî YPS’ê dayî 2017 in. Bi giştî windahiyê hêzên dewleta Tirk 4362 kes in. Heqîqet wisa ye. Ger ku yek bibêje ne wisa ye bila were lêkolîn bike.
*Li gorî bîlanço û daneyên we dayî tê dîtin ku dewleta tirk bi teknîk û bi çekê giran şer meşandiye. li beramberî wê jî ferqek mezin di navbera bîlançoya dewletê dide û ya hûn didin de heye. yek; sedema bikaranîna ewqas çekê giran û teknîkê çi ye? Ya din sedema berovajîkirina bîlançoyê çi ye?
Bi berovajîkirinê ve rejîma AKP’ê dixwaze çavê civaka Kurd bitirsîne. Ango dibêje, ‘ger hûn rabin em ê wisa li we bixin, me ewqas kes ji we kuştiye, em ê bajarê we xera bikin. Ger hûn serê xwe rakin em ê we bê cih û war bikin.’ Armanca ewqas derewan û verimandinan tirsandina civaka Kurd e û xapandina civaka Tirk e. Erdogan ji civaka Tirk re dibêje, ‘em serketine, erê windahiyên me çêbûn lê bes me 7600 kes ji wan kuştiye.’ Ev derew e. Ger ne derew e bila raber bikin ev 7600 kes cenazeyê xwe li ku derê ne? Vana ne rast in. Reqem weke me dayî ne. Ne 7600 in, 721 in. Ew derew dikin. Divê gelê me vêya bizanibe ku ev şerê psîkolojîk e. Vana bi derewan dixwazin hinek tiştan bi ser bixînin. Ji xwe re zafereke sanal çêkirine. Di rastiyê de ew binketine. Çawa? Nikarîbûn têketana bajaran, nikarîbûn têketana Sûr û Nisêbin wan bajarana xera kirin. Ger tu şerkerî were kerem bike tê de şer bike. Di Sûrê de 70 kes 105 rojan şer kirin. Hemû dewlet sekinandin dewlet nikarîbû têketa, jê pêv dewlet Sûr hemû xera kiriye, dûz kiriye wisa ketiye bajar û dibêje, ‘me zafer girt.’ Mirov şerm dike, ev şermek e. Ev ji bo artêşekê şerm e. Nikare bajarekî bigire, wî bajarî bi temamî bi çekê giran ji holê radike. Jê şûnde diçe li ser wê enqazê dibêje, ‘min zafer girt.’ Te zafer ji ku derê girtiye? Di vir de binketin heye. Divê hemû civaka me bizanibe me ewqas windahî nedaye. Ew binkeftine. Rast e, niha 8 taxên Şirnexê bi erdê re kirine yek. Lê windahiyê Şirnexê diyar e.
Di şerê bajaran de heqîqet ev e windahiyên wan zêde çêdibe û ew nikarin di bajaran de pêşde herin. Rêyekî çawa dîtin? Gotin, ‘em ji dûr ve bi çekê fosfor avahî û bînayan hilweşînin.’ Ji dûr de fosfor davêjin wan avahiyan û bînayan dikin ax. Dema tiştek lê dikeve hima hildiweşe. Wisa rêbazên cur be cur bi kar anîn. Li Nisêbinê çi çekên bikar neanîn nîne. Bi balafiran bombeyên bi tonan avêtin, fosfor û kîmyasal avêtin. Lê nikarîbûn li wir encam bigirtana. Çima? Ji ber ku hêzên wan ne şerker in. Zêde taqeta wan nîne. Ew dixwazin bi teknîk encam bigirin. Bi balafiran şer dikin. Bi balafiran li Herêmên Parastina Medya dixînin. Her lêdidin dibêjin, ‘me lêda û me ewqas kes kuşt.’
Di vê xisûsê de derewek mezin heye, dezenformasyon heye û şerê psîkolojîk dimeşînin. Şerê li hemberî me dibe tenê ne yê çekan e, heman demî ya propagandayê ye. Dixwazin civaka me ji hêz bixînin. Lê îro PKK di dîroka xwe de di dema xwe ya herî xurt de ye. Li hemberî gelê Kurd dagirkeriya li ser Kurdistanê di dema xwe ya herî lewaz de ye. Ew dagirkerî dixwaze Kurdistan hilweşîne, derveyî wê nikare pêşî lê bigire. Çapemeniya xwe zêde heye, bi sedan televîzyonên xwe hene Erdogan naweste her diaxive û derewan dike. Ti kes weke dewleta Tirk tiştê heyî nikare tune raber bike û tiştê tune jî nikare heyî raber bike. Di vê xisûsê de bravo ji wan re, pir hosta ne. Divê xisûsê de siyaseta xwe hemû li ser derewan dimeşînin. Di vê derheqê de propagandaya wan wisa ye.
Ya din we got, ‘çima çekê giran bikar tînin’, sedema xwe ev e hêzê wan ê şer ewqas nîne. JOH û POH çêkirine, leşkerên kiregirtî nikarin ewqas şer bikin. Ya din di şoreşa Kurd de geşedan heye. Divê mirov vêya jî bibêje. Ne tenê di şerê dijî Tirkan de, di şerê dijî DAIŞ’ê de jî diyar e. Li Şengalê çi bû diyar e, li Kobanê çi bû diyar e. Di gerîlayê azadiya Kurdistan de ruhekî Apogerî yê fedaî heye û pisporiya şer heye. Her hêz pê nikare. Ev wisa ye. Fedaî ne. Ew 70 kesên li Sûrê 105 roj şer dikin ew çi ne? Ew hemû fedaî ne. Em ê di pêş de rojnivîsa Sûrê jî biweşînin. Belge heye roj bi roj nivîsandine. Di wir de fermandarê Sûrê hevrê fermandarê hêja Çiyager dibêje: “Encam çi bibe bila bibe wê muhteşem bibe.” Ango di van 10 mehan de tiştê derketiye holê heqîqetek jî ev e êdî di şervanên Kurd de ruhekî fedaî çêbûye. Egîd çêbûne. Ger şehîd Çiyager ne egîd e çi ye? Di van berxwedanan de bi rastî egîdên pêşketî weke Çiyager, Berfîn, Nuda Malatya derketine. Cardin ê qada siyasî Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Fatma Uyar jê şûnde Mehmet Tunç, Asya Yuksel vana çi ne? Kesên siyasetmedar in, ne şervan û gerîla ne. Mehmet Yavuzel kadroyê gelê Kurd e, kadroyê siyasî ye lê vana hemû bi awayekî fedaiyane nêz bûn. Li wir fermandar Ruken Hoserî -ku ew gerîlayeke bi salan li van çiyayan şer kiriye xwe ispat kiriye-, cardin heval Harun -ciwanekî Kurd e- vana ruhekî fedaî pêşxistine. Mesela li Hezex bi esasî ji bo Cizîrê piştevan be xwe avêtin ortê û feda kirin di pêşengtiya Çeko û Rojger de yên wê derê xwe feda kirin.
Ango di vê berxwedanê de ruhek nû çêbû. Hîn di destpêkê de li Batmanê hevrê Serkan, cardin li Wanê hevrê Cîger, li Nisêbinê fermandar Kawa, li Geverê fermandarê hêja Îslam Ronî cardin heval Bêrîtan, Rojvan vana hemû bi xwe re dîrok avakirin. Însanên ji bo doza xwe ji bo welatê xwe di serî de xwe feda kirine û wisa şer kirine. Ji bo vê her kes bi wan nikare. Encex dîtin ku ji dûr de, bi teknîk bajar xera bikin dikarin têkevin bajar. Ev jî di lîteratura cîhanê de jî mirov nikare ji vêya re bibêje serkeftin.
Bi kurtahî dewleta Tirk di derheqê şerê tê meşandin de zêde derewan dike. Dixwaze xwe weke serketî raber bike û civaka Tirk jî bixapîne, wisa rejîma AKP dixwaze xwe mayinde bike û xwe serketî raber bike. Na, bi ser neketî ye binketî ye. Ya din jî pêvajo hêj berdewam e. Niha dibêjin ku ‘PKK di bajaran de ket.’ Vana hemû derew in.
*Gelek gotegot bi taybet di derheqê YPS’ê de hene. Weke ku YPS ji bajaran kişiya û binketî ye. Gelo vana rast in?
Niha min bîlanço û daneyên YPS jî parve kir. Her kes dikare takdîr bike ku YPS serketî ye yan binketî ye. Mesela ewqas roj şer meşiya li Şirnexê, li Nisêbinê, li Gever, Sûr û Cizîrê encam diyar e. Lê di şer de paşvekişandin jî heye. Nehatiye gotin ku em ê ilelebet li wan taxan bimînin. Jixwe niha em nîqaş dikin ev şer aliyê xwe yê kêm çi bû, lewaz çi bû, aliyê xwe yê zêde çi bû. Ev berxwedaneke pîroz e. Beriya her tiştî ez binê vêya xet dikim. Ya duyem divê mirov rêbazê wê hîn dewlemendtir bike. Tenê bi rêbaza di pişt xendakan de nabe. Çima? Ji ber ku dijmin bi şervan nikare, bajar xera dike. Bi xerakirina bajaran gelê me pir zerar dibîne. Niha li gelek bajaran însanên me perişan in. Divê ku mirov vî rêbazî ji çav derbas bike. Dijmin fersendkar û namerd e. Bi şervan nikare, ji bo ku gel dijî mer derbikeve xaniyan hildiweşîne. Lê gel dij derneketiye. Ka li ku derê dij derketiye? Gelê me li ber xwe dide. Gelê me dij derneketiye lê bes gelê me ji vî şêwazî zerar dibîne em vêya dizanin. Jê pêv divê em şêwazê gel jê zerar nabînin zêdetir bidin pêş. Di vê xisûsê de divê guhertin çêbibe ku guhertin heye jî. Li ser esasê guhertinê li Şirnex, li Gever û li Nisêbin herî dawî biryarê paşvekişînê hat girtin. Ango biryar hîn di 15’ê Nîsanê de hat girtin ku em tenê sabît şer nekin, bi tevger bin. Lê belê Gever xwest zû bikişê di paşvekişînê de windahî dan.
Elbet demsal guherî, bihar hat, êdî derfet çêbûn ku mirov hîn bi tevgerî şer bike. Tenê ne li bajaran wê çaxê tenê bajar di tevgerê de bû li çiya tevger nîn bû. Lê niha mirov dikare hîn firehtir bike. Ango sê tişt hene. Yek rêbaz hat guhertin. Ev rêbazê wisa rast e pir zerar dide dijmin, dijmin tê de xetimî, binket lê miqabilê wê bajaran xera dike. Yek ev derket holê. Ya duyem wisa demdirêj sabît şer kirin ne hewce ye. Ev zelal bû divê mirov di vê de nûbûn û dewlemendî çêbike.
Ya din ku bi esasî mirov weke sêyem bibêje, di vê xisûsê de wisa derket holê. Niha dibêjin, ‘PKK binket.’ PKK bi hemû hêzên xwe neketiye van bajaran gelê me yê bajaran dizane, Gever dizane. Dewlet demsal hesap kir ket zivistanê, gerîla di çiyê de ket cih û waran, artêş ket dewrê û hîn bi xurtî êrîşî bajaran kirin û cardin destpêka biharê hîn di 13’ê Adarê de ev 3 bajarên ku tê de YPS heyî dorpêç kirin. Mesela piştî ku artêş ket dewrê me pir xwest ku em teqwiye bikin. Me sala çûyî gotibû, ‘artêş têkeve em ê jî têkevin.’ Lê demsalê rê nedan ku em têkevin. Bi ketina zivistanê di 14’ê Kanûnê de artêş ket bajaran. Dûvre jî hîn di 13’ê Adarê de Şirnex, Nisêbin û Gever dorpeç kirin, ne mumkûn bû gerîla ji derve têketanê. Yên hundir tê de şer kirin. Û encam diyar e tê de şer kirin û kişiyan. Di vê xisûsê de şerê bûyî şerekî bi pêşengtiya ciwanan meşiya. Me wan hinek teqwiye kir rast e me pisporî danê. Lê em cuda ne YPS cuda ye.
*Ji aliyê rayedarên dewleta Tirk tê gotin ku YPS û PKK yek in. Têkiliyê we bi hev re heye û hûn asta wan çawa dinirxînin?
PKK û Rêber Apo sîstema ramanê ye, îdeolojî û felsefeyê ye. Li ser vê felsefeyê pir rêxistin çêdibin. Niha li beşên Kurdistanê yên dîtir çêbûne. Dewleta Tirk her dibêje, ‘YPG û PKK yek in.’ Ne rast e. YPG li Rojava çêbûye ji ciwanên wir çêbûye lê dilxwaze, fikir û ramana Serokatî esas digirin. Niha ciwanên Arjantînê jî dixwazin partiyek Apogerî çêbikin ma wê ew jî bibin PKK. Li Iraqê jî demekê hewldaneke wisa hebû, însanên Ereb dixwestin li gorî fikir û ramana Apogerî partî çêbikin. Ji ber ku sîstemeke fikrê ye. Marksîzm çêbû li her welatî partiyên girêdayî wê çêbûn. Mesele tenê ne PKK û YPS ye li beşên din jî hêz çêbûne. Niha dewleta Tirk hemûyan li ser PKK dihesibîne. Ne wisa ye.
YPS li Bakur çêbûye li qada ku PKK lê şer dike çêbûye. Bi çanda Apogerî ev ciwanan mezin bûne û di bajaran de weke parastina sivîl xwe avakirine. Em cuda ne, ew cuda ne. Em wan piştevanî dikin. YPS destpêkê li bajaran bi molotof şer kirin. Tenê bi klêşan şer kirin, karnasek wan tune bû çekê wan ê navîn tune bû wisa destpêkirin. Gelê me yê herêmê dizanin wisa destpêkirin. Mirov dikare bibêje, şerê bajaran weke ku zarokek biçûk hêdî hêdî bixuşe, dûvre hêdî hêdî rabe bimeşe pêş ket. Şerê bajaran wisa destpêbû. Lê weke ku dewleta AKP’ê dibêje, ku bi rastî PKK li wir raperîn çêbikira wê PKK wir tije cebilxane û leşkerên pispor bikira, wê çekê giran jî têxista ji ber ku di destê me de heye. Lê li wan bajarana tiştekî wisa tune bû. Lê ger weke tê xwestin cebilxaneya wan hebûna wê hêj dombikirana. Niha dibêjin, ‘di dema agirbestê de PKK sûd wergirtiye bajaran tijî cebilxane kiriye.’ Ev ne rast e, vana hemû derew in.
Piştî ku artêş di 14’ê Kanûnê de ket dewrê weke HPG me xwest em alîkariya ciwanan bikin me hinek kadro şandin. Mînak heval Îslam Ronî endamê me bû. Lê çawa hat şandin? Ne ku me şandiye. Di nav me de yên ji wan herêman, bi xwe xwestin biçin herêma xwe piştevaniya YPS bikin û tecrûbe bidin wan. Ji bo wê çend kesek çûn. Me piştevaniyek wisa ne pir bi rêxistinî û bi biryar kir, lê piştevaniyeke xwezayî hatiye dayin. Ev li Sûrê û li hemû derê wisa bûye. Li Geverê hindik bûn ji ber ku berf bû. Bala xwe bidin li Geverê hejmara windahiyan zêde bûn ji ber ku amator zêde bûn. Ji ber ku yên pispor dikarin xwe biparêzin, lê yên ciwan bi kelecan in mumkûne zûtir derbe bixwin. Di vir de YPS cuda ye, HPG cuda ye. Rêxistinbûna xwe cuda ye û rêveberiya xwe cuda heye. Hêj nû xwe tevger dike lê em lê xwedî derketin. Gelê Geverê baş dizanin heta nivê zivistanê ciwanên wir tax girtibûn ger me teqwiye nekirana dibû ku felaketên hîn mezintir biqewimiyana.
Hinek dibêjin, ‘PKK şerê bajaran da destpêkirin.’ Na ev tişt bi xwezayî bû. Ev ciwanana êdî îradeyek in. Ji mêj ve van taxan girtibûn. Gelê me îradeya xweseriyê danî holê. Bi xwezayî meşiya, em lê xwedî derketin û me piştevanî kir. Ger em weke HPG bixwazin di bajar de şer bikin pêwîste her kes bizanibe em ê hîn bi rêkûpêk şer bikin. Di vê pratîka 10 mehan de derket holê ku ger em bixwazin em dikarin bajaran bixînin. Ger em bixwazin, gel û HPG bibe yek û wê demê karê dewleta Tirk li bajaran namîne. Di vir de mesele ev e; divê gel û şervan bibin yek. Ger ku gel û şervan dest bidin hev kes bi me nikare. Divê gelê me vê encamê derbixîne. Di berxwedana Şirnex, Nisêbin, Gever, Sûr û Cizîrê de ev encam derdikeve holê. Ger gel û gerîlayê pispor dest bidin hev kes bi me nikare. Dewleta Tirk ji vêya ditirse. Pêşiya me bi sedema demsal û sedemên din girtin. Wisa ciwan xistin orta xwe, dorpêç kirin, kes nikarîbû xwe bigihandina. Bi wan ciwanan re şer kirin lê dîsa bi ser nekeftin. Ji ber ku hevalên pispor hebûn hem perwerde didan, hem jî şer dikirin. Di wan kolanan de, hem şer kirin û hem perwerde dan. Weke zarokek biçûk YPS mezin bû.
Aliyê xwe yê êrenî zêde ne lê gelê me pir zerar dît. Malên însanên me xera kirin. Însanek me 10 sal dişuxile, dijmin tê mala wî xera dike. Dinya wî xera dibe. Di vir de bajarên me yê şerê giran lê nemeşiyaye weke Qoser, Bismîl, Wan û bajarên din hemû pêwîste li bajarên berxwedayî xwedî derbikevin. Gelê me hemû li hev xwedî derbikevin. Pêwîste kes xaniye xwe yê şehîtiye nebêje tenê xaniyê min şehîtî divê hemû kes alîkarî bide. Ev şerekî neteweyî bû. Di pêşengtiya ciwanên Kurd de, di pêşengtiya Çiyager, Berîtan û Berfînan de bi rastî dîrokek nû hat avakirin, egîdî hat çêkirin. Egîdiya ji bo doz û welatê xwe, xwe fedakirin. Niha fedaiyek xwe baş amade bike dikare çalakiya fedaî bike. Lê 70 kes bi hev re bibêjin em ê heta dawî şer bikin. Li Sûrê hinek sivîl li gel hevalan e, li gorî rojnivîsê Sûrê; demek şûnde sivîl dixwazin biçin ji ber ku av nîne, dewlet avê qut dike, elektîrîk nîne zivistan e û dar nîne. Ango dewleta Tirk pêwîstiya jiyana civakî li ser bajaran qut kir ku ji bo gel bajaran vala bike. Ji xwe wisa vala bû dûvre dibêje, ‘gel wan piştevanî nekir.’ Lê te jiyan nehişt zarok û pîr şehîd xistin. Gel bajar vala dikin, lê hinek dimînin dûvre ew dibêjin, ‘em biçin.’ Heval Çiyager dibêje, ‘neçin hevalên birîndar hene, li wan binêrin dema ku em şehîd ketin hûn dikarin biçin.’ Lê ewên sivîl jê bandor dibin dibêjin, ‘em naçin.’ Dibêjin, ‘madem we şahadet kiriye hedef wê çaxê em jî naçin.’ Piştî demek şûnde heval Çiyager bixwe bangî wan dike dibêje, ‘herin.’ Korîdorek vebû û derketin.
Însanên wisa di Kurdistanê peyda bûne. Ev hêviya zaferê ye. Ciwanên Kurd keçên Kurd xortên Kurd amade ne ji bo welatê xwe, xwe feda bikin. Ango wisa di vê tevgerê de ruhek çêbûye û kes nikare vê tevgerê. Divê gelê me bizanibe. Ji tecûrbeya bajaran fêm bû ku em xwe baş amade bikin bi tecrûbeya 32 salan tevbigerin em dikarin vî dijminî ji vî welatî bavêjin. Lê şertê xwe ev e ku gel û şervan bibin yek. Encamê di vê pêvajoyê de derket ev e. Di vir de zafer dixuye. Di ruhê vê berxwedanê û vê encamê de zafer dixuye. Heqîqet ev e, dagirkeriya AKP ji vêya ditirse. Ditirse ku gel vê egidiyê bibîne û lê xwedî derbikeve lewma çûyina li ser cenazeyan û taziyan ewqas kirin pirsgirêk, ji bo parlementer û siyasetmedarên Kurd qedexe derxistin. Di vir de çi heye? Tiştek heye dixwazin ruhê fedaî yê Apogerî di ciwanên Kurd de avabûye veşêrin, dixwazin ser bigirin û wisa nîşan bidin ku binkeftî ne. Na, vî ruhî zafer girtiye.
Beşa 1.
21 Hezîran 2016 – Bernamêya Teybet Ya Li Sterk TV’de Hatê Weşandin