Min duh ferq kir ku ez pir zû bi heyecan dibim. Bêguman ev taybetiyeke pir erênî nîne. Hele ji bo namzeteke fermandar qet ne başe. Her tişt bi gihîştina çiyayê Cudî dest pê kir. Tiştên ku berî jiyabûn tune hesiband. Û her cihê çûyê şopa xwe lê hişt û derbas bû...
Malbata Gulnaz Karataş bi eslê xwe ji Dêrsimê bû. Lê belê ji ber ku bavê wê karmend bû li Çewlikê ji dayik bû. Di dema xwendekariya xwe ya Stenbolê de jî ew her tim serketî bû. Li dijî zordestiyê bû, rêzik û pîvanên hişk qebûl nedikir û ev taybetiyên wê ew gîhand çiyayê Cûdiyê.
Berîtanê navê xwe bi navekî Kurdî guhert. Navê eşîra jê hatibû li xwe kir. Ew êdî Bêrîtan bû. Di rojnivîsa xwe de timî behsa çiyayên per û bask lê vekiribûn kir û ji vê yekê pir kêfxweş dibû.
'Her roja çiyayên welatê min roman e.... Zivistana em li bin naylonan jiyan, çaya me bi ava berfê keland, pêlavên min ên qîrînî ku min bi adîdasên bi çend hezarana nedida, li vir normal e. Lê belê ez dema li jiyana xwe ya sivîl difikirim, ez dibêjim; ev çiyayên ku em mirovê wan in, destanek in, cîhaneke seyr a xeyalan e...'
Bêrîtan di demeke kin de di nava gerîllayên Kurd de bû fermandara taximê. Bi coş, hesret, biryar, înada xwe ya xwezayî, parvekirin û dilê xwe yê bêserûbinî bi tama stranekê jiya. Herî zêde ji gotina stranan, nivîsandina helbestan û şerkirinê hez dikir.
Bêrîtan di sala 1992'ê de wek fermandara taximê derbasî Şemzînanê bû. Pir bi heyecan bû û yekem car li vir birîndar bû. Birîn li rûyê wê bibû. Bi vê birîna xwe ya piçûk pir serbilind bû. Ji lewra bi serberzî nîşanê hevalên derdora xwe dida û ji wan re weha gotibû; binerin ez çawa xweşik û bedew bûme. Berîtan tevî ku birîndarbû jî, guh neda kesî û bi israr tevlî şerê Başûr yê di 24'ê Cotmehê sala 1992'ê de bû.
Şer bi dijwarî dewam dikir. Ew û hevalên xwe ketibûn çembereke şer û ev çember her ku diçû tengtir dibû. Berîtanê wê fîşekên xwe yên dawî ji bo xilaskirina hevalên xwe bi kar bianiya. Diviyabû her tişt hêjayî gerîllatiyê bûya. Dema fîşekên wê qediyan bersiva wê ya ji bo bangawaziya teslîmbûnê jî cudabû. Bêrîtanê di 25'ê Cotmeha sala 1992'ê de xwe ji tat û zinarên bilind ên Lolanê avêt xwarê û dawî li jiyana xwe anî.