Filîstin û Îsraîl ku herdu jî bi kokên xwe semîtîk in, ev 4 hezar sal in li ser vê axê bûne pirsgirêk û her hêzek an şaristaniyek, li gorî berjewendiyên xwe van herdu qewman berdane hev. Navenda van pevçûnan jî, bêguman Qudus e an erdên pîroz in. Dîsa qewmê yahûdî, ji hêla xwedayên wan Yehova ve, qewmê herî bilind û berz hatiye îlankirin. Li aliyek din, Rojhilata Navîn li gorî mîtolojiyên olî ji xwe re “axê pîroz” îlan kirine. Wisa hatine bilindkirin, navê dewleta xwe jî kirine, “yên ku bi xweda re afra dike”. Yanî bi xwedê re hevdigirin an bi xwedê re dikarin kapan bavêjin. Yanî civakeke ku xwe bîna asta xwedayan, wê demê travmayeke cidî jiyan dike. Lewre her dem bi komkujiyan re rû bi rû mane.
Bajarê Qudsê jî, bûye navenda netewperestiya cîhanî. Gotin di cî de be, bûye bajarek bi lanet. Lê nakokî ev e ku, wateya navê xwe jî pîrozî, selam û aştî ye.
Jixwe ji ber vê derûniya îsraîliyan, ne mîna qewmên din in. Di dinê de tiştek nemaye ku nehatiye serê wan. Ji her derê hatine qewitandin û bi komkujiyan re rû bi rû mane. Sedemê vanan gelek in. Lê îro jî heman tiştî ew bixwe dike. Li ser vê axê hetanî ku îsraîlî nebin xwedî ciyek ewle û dev ji axên pîroz bernedin, wê ev keval her dem bidomin.
Îro sermayeya cîhanê hema hema di dest yahûdiyan de ye. Modernîteya Kapîtalîst ku qansêra şaristaniyan e, bi sazûmana netew-dewletî û bi endûsrîyalîzma ku dawiya xwezayê tîne re, ji ber vê erka yahûdiyan, her dem destek dane wan û pevçûnan kûrtir dike. Lewre çareseriya yahûdî û filîstiniyan ne bi rejîmên xwefirotî yên ereban ne jî bi hêzên emperyalîstan (Tirkiye û Îran jî di nav de) çareser dibe.
Ka em werin van rojan. Dîsa mirovantî di şexsê filîstîniyan de dinale û xwedayên ku li panteonan di nava kêf û seyranê de ne û di nava mija xemsariyê de fetisîne.
Kelakela rojeva siyasî, bi hemû dek û dolap, bi hemû derew û dirûtiyan gotin di cî de be diqerise. Ev du hefteye li hember çavên dinyayê Îsraîl komkujî pêk tîne. Di heman demê de, dewleta tirk jî ji destpêka êrîşên hewayî ve, li ser hev êrîşên herî zêde di vê demê de kir. Balkêş e, Îsraîl û Tirkiye di heman demê de êrîşan destpê kirin û pê re girêdayî ya herî ecêb û sosret jî Îran jî ev du hefteye qadên gerîlayan daye ber top û katûşayan.
Belkî jî hinek jî bêjin, ev çi bexdenûs e. Tirkiye qaşo misilman e û partiya desthilatdar jî qaşo misilman e. Hem êrîşê erê dikin, bi milyar dolarî bi yahûdiyan re bazirganiya çekan dikin û dibin navbeynkar. Ew qas dirûtî, ji vê bawer bin, di dîroka şaristaniyan de; ne rahîbên sûmer, ne Nemrûdên Babîlan, ne Fîrevûnên Misrî fena tirkan kirine.
Dîsa Îran her roj sond dixwe ku ewê siyonîzmê ji dinê rake. Lê hemû derew in. Divê mirov ji farisan vê pirs bike, ka we ew qas zirt dikir. Ka fûzeyên we hebûn, filan û bêvan. Îsraîl jî jixwe, dibêje û dike. Hemû şaristaniyê daye pey xwe û bêminet komkujiyan dike. Wê demê ol an teolojî, ji bona dewletan navgînên xapandinê ne. Berjewendî, kapîtal û kar dikeve dewrê, pîrozahî û mafên mirovan tê jibîrkirin. Mînaka tirk û faris, tam li gorî vê rewşê ye. Di şûna ku Îran li hember komkujiyên Îsraîlê, bersivek bide an tofanan rabike, berê xwe daye qadên gerîlayan û bi êrîşên artêşa tirk re, ew jî êrîşên top û katûşa avêtinan dike. Hezar mixabin, HAMAS ku îro li hember êrîşên siyonîzmê li ber xwe dide, baweriya xwe bi tirk û farisan tîne. HAMAS, ji ber netewperestî û radîkalîzma îslamê çavkorî bûye û gelê Filîstin dike qurbana hemû rejîmên noker ên ereb. HAMAS ji hişmendiya dîrokê bê par û ji rastiya netew-dewlet, yahûdî û emperyalîzmê dûr e. Siyaset çawa dibe, kî dostê wan e an kî neyarê wan e ji hev dernaxe.
Berî ku Îsraîl dest bi êrîşên xwe yên dijmirovî bike, hate Tirkiyê û plana êrîşê li Tirkiyê hate xêzkirin û bi erêkirina Misirê derbasî pratîkê bû. Jixwe di heman demê de, qaşo serokwezîrê Filîstînî Mahmûd Ebbas jî li Misirê bû. Yanî ereb, tirk û faris vê komkujiyê erê kirine. Tirkiye û Misir û alema ereban; HAMAS’ê û gelê filîstînî bi erzanî firotin. Dîsa hemû alema ereban, di şexsê rejîm û pêşengên wan de, xwe firotine siyonîzm û emperyalîzmê. Ji bona wan kar û pere, ji jiyana filîstîniyan û ji îslamê ferztir e. Jixwe Ewropa û dewletên din ên xirîstiyan, asayiye ku bibin ker û lal, ji devê xwe gotina demokrasiyê kêm nekin.
Yek çare ew e ku, gelê ereb li hember van rejîmên xwe yên xwefirotî derên û 23 parçeyan bikin yek parçe. Qaşo Yekîtiya Ereban heye, lê ev xwe û gelê ereb xapandine. Ji ber ku erkeke xwe nîn e. Wekî bûroya emperyalîstan e. Lewre divê îsraîlî û filîstînî di nav xwe de, bêyî ku hêzên din bixin navbera xwe, bi hev re KONFEDERASYONEKE DEMOKRATÎK saz bikin. Wê ev bixwe hemû ereban jî bike yek û di demokratîkbûyîna ereban de jî bibe erkeke dîrokî. Ji ber ku ji heman qewmî ne. Çi dibe bila bibe, derfetên bi hev re jiyanê heye. Nexwe ev nebe, wê tu carî Îsraîl li Rojhilata Navîn cî nebîne û mehkûmî koçberiyan bibe, rêxistinên mîna HAMAS bibin pêlîstok û gelê ereb jî wê her dem îxanetê li dîroka xwe bike.
Rizgar Ararat