Gelo, gengaze ku dîrok bê maliştin û tune bê hesibandin? Ku em dîrokê zindî bihesibînin û xwe parçeyek wê bihesibînin û wekî hiş û bîra gerdûnê bigirin dest, wê demê ne gengaz e. Her çiqas hewldan çêbûbûn û bi sedsalan ev pêk hatibe jî, ev hiş û bîrên gerdûnê nahêle ku dîrok winda bibe û her dem lêgerîna heqîqetê bidome.
Dema ku dîrokê bi dest bigirin, em nikarin bi tenê bi avaniyên ku çêbûne û hilweşîne dest bigirin. An jî li gorî desthilatdaran, dîrok ne tenê avabûn û têkçûyînên dewletan e. Ya girîng û diyarker ne ku çi ava bûne an çi hilweşiyane. Di derbasbûnan da kêlî, pêşbiniya azadiyê diafrîne û ev di kêliyên qaosan de xwe dide der. Serokatiya gelê kurd Rêber Apo, di parêznameya xwe dawîn de dîrokê dişibîne çekeke tijî fîşek û dest li ser tetikan. Yanî tu dikarî xweşikbûna çekê bînî ziman an hêlên wê yên siyasî, aborî, hunerî rave bikî û şîrove bikî. Ev dibe tarîf û danasîna çekê. Ev dibe ku di warê xweşikbûna çekê de rîşikên wê bên. Lê ya girîng, dîrokê wekî çekeke tijî gule bidest girtine û tilîk li ser tetikê her dem dixebite fikirîn e. Kêliya ku tilîk tetikê dixebitîne, wate û dîrok bixwe ye.
Ji rahîbên sûmeran heta rahîbên nûjen ên zanistên pozîtîvîst, dîrok hatiye berevajîkirin. Di ser de bi berovajîkirinê nemane, tune hesibandine. Her desthilatdar dîrokê bi xwe daye destpêkirinê û bi xwe jî daye qedandinê. Yan jî hewl didin ku xwe bêdawîn û ebedî îlan bikin. Dema rahîbên sûmeran sazûmana xwe ava kirin jî vê kirin, modernîteya kapîtalîst jî îro heman tiştî dike.
Wê demê ji bona ku em rûyê qirêj ên desthilatdaran fêm bikin, divê em dîrokê bi tevahî dest bigirin û neyên lîstikên pozîtîzma modernîteya kapîtalîst.
Dema ku mirov ji prîmatan rizgar dibe an derbasî qonaxa mirovbûnê dibe û hetanî xwe digihîne mirovê ku diaxive û difikire, milyon sal dibûhirin. Ku mirov 20 milyar emrê gerdûnê li ber çav bigire wê ev dem, wisa demeke zêde nîn be. Lê em li şaristaniyên heyî binêrên, emrê wan sedsal in an çend hezar sal in.
Dema ku mirovên destpêkê ji Geliyê Rîfa Rojhilata Efrîka li dinyayê belav dibin, bi xwe re tovên civakîbûnê davêjin. Destpêkê bi koçberî, ger, nêçîrvanî û berhevkirina giyayan mirovê destpêkê mohra xwe li dîrokê dixin. Avaniya destpêkê ya komên mirovên destpêkê bi klanan destpê dike û bi giranî jin bi berhevkariyê mijûl dibe û mêr jî bi nêçîrvaniyê mijûl dibe û prototîpa civakbûnê davêjin. Komên destpêkê ji 25-30 kesan pêk tê û ev bi pêşengiya jinê didome. Ji ber sedemên xwetêrkirin, xweparastin û xwezêdekirinê ev kombûna destpêkê jiyanî ye û li hember zirûfên xwezayê piçek jî neçarî ye.
Belavbûna mirovê destpêkê ku wekî Homo Sapîens tê binavkirin, ji Xeta Rîfê ber bi cihoka Sûweyş û ji wir jî ber bi rojhilata Behra Spî ve diherikin. Milê sereke yê vê belavbûnê, di vê xetê de ber bi sîlsîleya Zagros-Torosan ku wekî Hîveka Zêrîn tê binavkirin de çêdibe. Tabî ev belavbûn dîsa li Ewropaya îro, dîsa ber bi çemê Nîlê jî çêdibe. Hema mirov dikare bêje êdî bi qasî 50.000 sal şûn ve, li her dera dinyayê mirov belav dibin.
Piştî helîna cemadan(B.Î 35.000-20.000), em dinêrin li dinyayê sê komên ziman û çandan mohra xwe li dîrokê dixin. Li jorî Mezopotamyaya Jorîn Aryen, di navbera bahra sor, li derdora çemê Nîlê û li çolên derdorê Semîtîk û herî dawîn jî çand û zimanên Çîn, dibin çandên sereke yên şarastaniyê.
Tabî di van serdeman de, gelek bûyer, gelek îcad û gelek şoreş pêk tên. Di dîroka mirovantiyê de şoreşa herî mezin şoreşa ziman e. Bi serdema Neolîtik re (B.Î salên 10.000-6000) şoreşa çandiniyê di pêşengiya xwedawendan de bi pêş dikeve. Ev şoreş wisa bandor dike, ji çar sed sal pêşktinên kapîtalîzmê kêmtir nîn in. Di wê demê de çandinî bi pêş dikeve û sewal têne kedîkirin. Dîsa bi sedan alav bi destê jinê çêdibin.
Ev dem serdema xwedawenda ye. Li ser navê mêr an zilam tu tiştek nîn e. Karê mêr, belkî herî zêde nêçîrvanî be. Ji bilî vê di jiyana klan an kabîlê de, erka xwe nîn e. Jiyan ji hêla jinê ve tê birêvebirin. Jin dayîka zarokan e. Hê mafê mêrbûnê an baviktiyê nîn e. Kî bavê zarok e, ne girîn ge. Zarok, zarokê klanê ye. Têkiliya cinsî jî, tenê ji bona xwe zêdekirinê ye. Wisa mîna niha mêr bêje ev jina min e an ev zarokê min e, bi pêş neketiye û bingeh û zemîna vê qet nîn e.
Ev pergal, herî kêm 6 hezar sal derbas dibe. Baş e, çibû ku ev pergal guherî û rê li ber şaristaniyê vekir. Di vê navberê de qesta me ji şaristaniyê; tehakûm, kolekirina mirovan, şer, serdestbûn, mêtandin, têkçûyîna ehlaq, metakirina jinê, bombeya atomê û bi dogmayên olan fetisandina civakê ye. Bi vê ve girêdayî em dîroka mirovantiyê bikin du beş wê çêtir be.
Yekemîn; Çanda Civakî ya Neolîtik (B.Î 10.000-5000) ku bi pêşengiya jin an dayîkê ye. Destpêkê ev çand li Mezopotamyaya jorîn destpê dike. Mînakên wê, li Erganiya Amedê Qotê Berçem, li Rihayê Newala Çor û li derdora çemê Dîclê li nêzî Bismilê hê jî li piya ne.
Duyemîn; Çanda Civakî ya Şareza(Uygar) jî, texmînî piştî salên B.Î 5000’an destpê dike û hê jî didome. Yanî sedema kapîtalîst jî di nav vê şaristaniyê de bê bi dest girtin, wê ya herî rastir be. Ji ber ku kapîtalîzm(Ewropa), awayê qansêr û nexweş ê şaristaniyê ye. Ev yek zihniyet in.
Wê demê ev encam dertê. Berî ku şaristanî bi Şaman û Rahîban destpê bike û dem dema jin û dayîkê ye; ne şer heye, ne zilm, ne tehakûm heye ne jî bêkarbûn, birçîbûn, koletî heye. Gelek nirxên bingehîn ên mirovantiyê wê demê têne afirandin. Çi dibe wê demê dibe. Dema ku em tên salên salên B.Î 5000’an, êdî bi hevgirtina bi zilamê bi hêz, zilamê pîr ê zane û şaman Xanedan dikevin dewrê û li jêra Mezopotamyayê bi pêşengiya rahîban destpêkê bi zîguratan, piştre jî bi bajar û kolîniyên wan, bi hemû sosretiya xwe Şarastaniya Sûmeran şax dide. Ev hatineke wisa ye, rê li ber hiyerarşî, bajarvanî, çîn(sınıf) û dewletê vedike û îro li serê mirovantiyê, li serê dinyayê, li serê xwezayê û li serê gerdûnê bûye bela û wekî qansêrê belav dibe. Ev belayeke wisa ye ku, hew maye ku mîna dînazoran dawiya xwe bîne.
Rahîbên sûmeran li dora Zîguratan, ji tunebûnê, sazûmanan ava dikin, bingeha olan davêjin, bi pergala xwe tovên dewletan davêjin û gav bi gav jinê ji texta wê ya xwedawendiyê dixînin. Rahîb, hemû nirx û alavên ku jinê afirandiye dest didin ser û bi xebaten xwe yên li ser astronomî, matematîk, polîtîka, teolojî û îlahiyatê xwe dikin nûnerê xwedê û civakê birêve dibin. Bi avakirina xweda re, dibin çavakanê olên mîna îslam, xirîstiyanî û mûsevîtiyê. Bi xebatên zanistiyê dibin bingeha zanistiya îroyîn. Bi çînayetiyê, rê li ber cudahiya navbera mirovan vedikin û êdî têgehên mîna kole, serf, proleter, bûrjûva, axa, beg, mîr, qral vedikin. Jina ku bi herazan salan li textê xwendawendiyê ye û temsîla jiyana xwezayî dike, dikin fahîşe. Bêyî ku dereng bimînin, zilamê bi hêz û şefê leşkerî jî bi daketina dika şaristaniyê re, pêvajoya Xwedayên maskekirî, Qralên rûpûşkirî destpê dike. Dîsa bi mîtolojiyan, fahîşekirin û kolekirina jinê, pîroz dikin û bi vî awayî bi jin û civakê didine qebûlkirin.
Dema ku em li salên B.Î 4000’an dinêrin, Zîgurat her diçe mezin dibin û dibin bajêr. Bi bajaran ve girêdayî bi dehan kolonî ava dibin. Yek ji van bajarê Urukê ye. Qralê(keya) wê Gilgamêş e û xwedawenda avakar Înanna ye. Dîsa bajarê mîna Erîdû ku xwedayê avakar Enkî ye, bi hemû heşmeta xwe gazî dikin. Mêr an zilam bi hemû hêza xwe êrîş dibe ser jinê. Xweda Enkî 104 alavên ku jin îcad kiriye dideze, lê Enkî li ser dikeve. Lê jin hê jî bi tavahî têk neçûye û têkoşîna wê li dij mêrê derewkar didome. Dema ku em tên Babîlan (B.Î 2000), bi mît û mîtosên wekî şerê Mardûk û Tîamat, jin bi tevahî têk diçe. Ya di mîtolojiyan de derbas dibe, li ser civakê bixwe pêk tê. Yanî bi mîtolojiyan di hiş û bîra mirovan de, rûyê xwe yê mêtînger bincil dikin. Ew roj roj e, serdest bi têkçûyîna jinê re, civakê jî kirine kole û her cure koletiyê ferz kirine û bi saziyên xwe pîroz kirine. Divê em vê tu carî ji bîr nekin ku, AZADIYA JINÊ, AZADIYA MIROVANTIYÊ YE!
A rast ev mijar wisa dûr û dirêj e ku, armanca min ev e ku, ev sazûmanên îroyîn, çawa avabûne. Yanî ev hemû înşa ne. Tiştek ku hatibe înşakirina an avakirin, mirov dikare biguhere û hilweşîne. Yanî mîna ku tê îdeakirin, ne karê xwedê ne an pîroz in. Ev di encama zihnê mirovan ava bûne û zihnê mirovan dikare vê biguhere. Kapîtalîzmê rêbaza xwe ya qaşo zanist e, rih-beden ji hev veqetandiye û bi ji hev veqetandina obje û sûbje re, civakê parçe parçe kiriye û îstîsmara xwe rewa kiriye. Kapîtalîzm, zanista ku bi keda hezar salan a mirovan hatiye avakirin, kiriye bin tekela xwe û bi dînê xwe yê pozîtîvîst mîna mişkan her diçe civakê dikotin. Di dema dayîksalarî an xwedewendiyê de zêdehiya hilberînan, ji hev re dihatin diyarîkirin. Yanî guherîna meta nîn bû, ji hev re diyar dikirin. Bo nimûne, pere îro bûye xwedayê herî sereke. Dîsa dem û cî cuda bi dest digirin û hewl didin hiş û bîra mirovantiyê tune bikin û kapîtalîzmê sîstema herî dawîn nîşan bidin. Dîsa beşên civaknasyê qet têkildarê dîrokê nakin.
Ji ber vê yekê, ji bona ku em xwe bigihînin JIYANEKE AZAD divê em, rûyê qirêş, zilimkar, derewkar ên sîstema kapîtalîst ku pêşengiya wê Ewropa dike, baş fêm bikin û li hember derên. Divê em xwe qanî bikin, sîstema modernîta kapîtalîst ku îro pêşengiya wê Ewropa dike, çi bêje, divê em beravajiyê wê fêm bikin. Lewma, parêznameyên dawîn ên Rêber Apo, divê em wekî quranê, încîlê, zebûrê ji ber serê xwe kêm nekin, hem fêm bikin û hem jî bidene fêmkirin. Wê demê emê bikaribin hêvî û resmê AZADIYÊ nîgar bikin.
Egîd Nûcan