Modernîteya kapîtalîst pergaleke cîhanî ye ku ji sedsala 16’an, dema yekem car derket holê, heta îro bandoreke piralî û kûr li dîroka mirovahiyê kiriye.
Her çiqas vê pergalê li asta cîhanî destkeftiyên girîng wek mezinbûna aborî, pêşketina teknolojîk û bilindkirina standardên jiyanê pêk anîne jî, li qada civakî ji aliyê civaknasiyê ve neyîniyên cidî jî afirandine. Lêkolîna vê rûyê tarî yê modernîteya kapîtalîst di qada civakî de, di bin sernavên bingehîn ên wek biyanîbûn, newekhevî, wêrankirina jîngehê û yekrengkirina çandî de, ji bo fahmkirin û analîzkirina kûr a modela mirov û civakê ku modernîteyê di cîhana îro de afirandiye û derbaskirina nezelaliya li ser çareseriyên mimkun, qonaxeke pir girîng e.
1- Biyanîbûn: Qetîna Mirov Ji Xwe:
Biyanîbûn, ku di navenda rexneya Karl Marx a kapîtalîzmê de ye, yek ji pirsgirêkên bingehîn ên civaka modern e. Têkiliyên hilberînê yên kapîtalîst karker ji berhema ku diafirîne, ji keda wî, ji hevkarên wî û heta ji xwe vediqetînin. Dema karker dibe tenê parçeyek ji pêvajoya hilberînê, ji afirînerê berhemê bûna xwe dûr dikeve. Ev rewş dibe sedema windabûna maneyê, kêmbûna motîvasyonê û krîza derûnî. Îro ev biyanîbûn ji karkerê tê mêtingehkirin derbas dibe û xwe di navbera bêkesayetîbûna ku çanda xerîdariyê diafirîne û nebûna pêkanîna xwe ya ferdî de nîşan dide. Têkiliyên hilberînê yên civakî û yekpare yên berê cihê xwe dane asta hilberînê ya bi temamî ferdîkirî, ji qada civakî qutkirî û newekheviya çînî tê de gihîştiye asteke tund. Pergal bi tekeldarkirina hilberînê civakê bi tevahî her gav dixe derûniyeke li ser xerîdariyê ava bûyî. Vê yekê bi rêberiya bingehîn a hewcedariyên mirovan û bi dayîna kirina hilbijartinên li gor xwesteka xwe pêk tîne. Ev rewş hevsengiya hilberîn û xerîdariyê bi giranî xerab dike, dibe sedem ku madeyên xwarinê yên bingehîn her ku diçe kêmtir bên dîtin û rewşeke ku ne her kes dikare bigihîje wan derkeve holê.
2- Newekhevî: Kêmarê Dewlemendtir, Piraniya Xizantir:
Modernîteya kapîtalîst dewlemendiyê di destê her ku diçe kêmtir mirovan de kom kiriye. Bêdadiya di belavkirina dahat û dewlemendiyê de nerehetiya civakî zêde dike, li aliyê din çerxa xizaniyê bi hemû lezê didomîne û tundtir dike. Newekheviya di gihiştina mafên bingehîn ên wek perwerde, tenduristî û xanî de derfetan kêm dike û tevgera civakî asteng dike. Bi cîhanîbûnê re ev newekhevî gihîştine asta navneteweyî û valahiya di navbera welatên pêşketî û yên di pêşketinê de kûrtir kirine. Mafên bingehîn ên mirovan, ku nirxên hevpar ên her ferd, her civak û hemû mirovahiyê ne, bûne tiştek ku didin hinekan lê dikarin ji piraniyê re neyên dayîn. Ev bingeh ji avahiya li ser wê hatiye avakirin vediqetîne û bi demê re bingeh dihêle rizî bibe. Bêparkirina piraniya mirovahiyê ji nirxên ku mafê her kesî ne bûye qedera wan. Bandorên wê bi zincîreyî kesên xwedî pirsgirêkên derûnî derdixin holê û yekîtiya civakî bi lez wêran dikin.
3- Wêrankirina Jîngehê: Derbaskirina Sînorên Gerstêrkê:
Yek ji encamên herî wêranker ên modernîteya kapîtalîst wêrankirina jîngehê ye. Modela aborî ya li ser mezinbûnê ava bûyî bûye sedema mêtingehkirina bêsînor a çavkaniyên xwezayî û zêdebûna qirêjiyê. Pirsgirêkên cîhanî yên wek guhertina avhewayê, windabûna cihêrengiya zindî, kêmbûna avê û şilbûna axê bi zelalî nîşan didin ku şêwazên hilberîn û xerîdariyê yên kapîtalîst ne domdar in. Derbaskirina kapasîteya gerstêrkê ji bo pêşerojê metirsiyên cidî diafirîne. Rezervên ava vexwarinê bi lez kêm dibin; zeviyên cotkariyê yên herî baş her ku diçe ji bo avahî, lêgerîna kanan û sazgehên pîşesaziyê tên veqetandin û kêmasiyên zincîra xwarinê ya xwezayî zêde dibin. Wekî din bibêjin: Li qada hilberîna cotkariyê bi avdanê çerxek tê afirandin. Di vê çerxê de zincîra xwarinê tê parastin, elementên axê ji bo jiyana mirovan derdikevin holê û hevsengiya hewayê ya xwezayê tê parastin. Divê ev hemû di pergala xwezayî de bê kirin. Lê îro dermanên cotkariyê dest bi xerabkirina vê hevsengiyê kirine. Wek ku ev têr nebe, ev zevî bi temamî ji çerxa xwezayî tên derxistin û faktorên ku hevsengiyê xerab dikin cihê wan digirin. Aşkere ye ku ev bi zincîreyî di tevahiya jiyana mirovan de wêrankirinên mezin wê biafirîne. Temenê mirovan bi xerabûna vê hevsengiyê re kurtir dibe û nexweşî bi girîngî zêde dibin. Ev hemû encama destwerdana li xwezayê û bandorên neyînî yên pergala hilberîna hov a bi destê modernîteya kapîtalîst e. Cîhana me ji ber wêrankirina wê her ku diçe rola xwe ya parastina hevsengiya gerdûnê winda dike û felaketên xwezayî bi lez zêde dibin.
4- Yekrengkirina Çandî: Windabûna Nirxên Herêmî:
Modernîteya kapîtalîst bi cîhanîbûnê re yekrengkirina çandî jî bilez kiriye. Desthilatdariya piralî ya çanda Rojava li ser hêmanên civakî, nirxên herêmî, kevneşopî û cihêrengiya zimanan a li beşên din ên cîhanê tehdîd dike. Belavbûna bilez a çanda xerîdariyê nasname û hesta aîdiyetê ya kesan pir lawaz dike û cihêrengiyên çandî kêm dike. Ev dikare jîndariya civakî kêm bike û xizaniya çandî biafirîne. Xizaniya çandî çi ye? Bi kurtî, ew kêmasiya gihiştina kes an civakan bi çavkanî û jêhatîbûnên çandî yên bingehîn e ku divê hebin. Wek xizaniya aborî, kêmasiyên qada ne maddî nîşan dide. Xizaniya çandî ne tenê nebûna zanîn an jêhatîbûna hunerî ye; kêmasiya nasnameya çandî, nirxên civakî, kevneşopî û sermayeya civakî ya civakê diparêze jî dihewîne. Ev dibe sedema derketina tîpeke mirov a yekrengkirî ku hestên wê bi demê re sist bûne.
5- Ferdîbûn û Lawazbûna Girêdanên Civakî:
Modernîteya kapîtalîst bi bilindbûna ferdperestiyê re girêdanên civakî pir lawaz kiriye. Di hawîrdoreke pêşbaziyê de mirov li şûna hevkariyê ber bi pêşbaziyê ve diçin. Li şûna ku bi nirxên ku hevdu didin hebandin ve bigirin û yekparetiyek ava bikin, jiyaneke ku nasname û aîdiyetên ferdî tê de pêşdar in hildibijêrin. Ji ber vê, tiştê ku em jê re civak dibêjin lawaz dibe û ferd ji civakbûna xwe re tê hiştin. Mînaka herî eşkere şêwaza hilberîna hevkarî ye ku heta 5-10 sal berê li gelek beşên civakê hebû, lê îro pir kêm tê dîtin. Guhertina saziya malbatê, kêmbûna têkiliyên cîrantiyê û lawazbûna rêxistinên civaka sivîl piştevaniya civakî kêm dikin û endamên civakê ji hev biyanî dikin. Ev ferdan tenê dike û dibe sedema îzolasyona civakî; ango mirina civakê û jidayikbûna seqet a ferdî.
Wek encam, her çiqas modernîteya kapîtalîst destkeftiyên girîng ji mirovahiyê re pêk anîne jî, li qada civakî bandorên neyînî yên cidî afirandine. Pirsgirêkên wek biyanîbûn, newekhevî, wêrankirina jîngehê, yekrengkirina çandî û ferdîbûn ji bo domdariya civaka modern tehdîdên mezin in. Ji ber vê divê modernîteya kapîtalîst bi rexneyî bê nirxandin û alternatîfên adiltir, wekhevtir û hestiyarê jîngehê bên pêşxistin. Ji bo ku em cîhaneke jiyanbar ji nifşên pêşerojê re bihêlin, divê ji modela aborî ya li ser mezinbûnê dûr bikevin û pêşketineke domdar a mirov-navend qebûl bikin. Alternatîfa şênber tenê pergala modernîteya demokratîk a li ser neteweya demokratîk ava bûyî ye. Rêber Apo vê pergalê bi şêwaza herî şênber datîne holê û bi hemû aliyan nîşan dide çima ji bo rizgarkirina civakê ji mirinê çareseriya yekane ye. Modernîteya demokratîk, li dijî bandorên jorîn, wek pergaleke jiyanbartir, domdartir û hemû kesan digire nav xwe, rêya rakirina wêrankirina modernîteya kapîtalîst nîşan dide. Xizaniya çandî niha têgîna nasnameyê nêzîkî tune kiriye. Tenê nasnameyek derdikeve holê: nasnameya lîberal. Derketina ji vê rewşê wê bi êş be û wêrankirin bi hêsanî nayên rakirin; lê bi hewldaneke bi îsrar û yekparetiya civakî, ev alternatîf pergal tenê pergala ku dikare bê pêkanîn e.
