Serokê min;
Ne mimkun e ku ez evîn û girêdana xwe ya bi we re pênase bikim.
Dixwazim bibêjim ku ez parêzvanê hemû wan nirxan im ku we temenek daye wan û hema bêje ji tunebûnê afirandine; ev nirx sedema têkoşîna min in, îro ji her demê zêdetir hewl didim vê yekê di jiyanê de biwate bikim, bi qasî hêza xwe bi we re bidomînim û nirxên azadiyê yên we afirandine û jiyana biwate ya we ava kiriye hîn bibim. Bêguman ez dizanim ku ev hewldana min ne berdêla hemû hewl û kedên we ye. Lê dixwazim bi dilekî vekirî bibêjim ku wek şagirtekî we, ez di nav hewldana esasgirtina guherîn û têkoşîneke domdar de me.
Bi we re min hîs kir ku jiyan çiqas xweş e û çiqas wateyên kûr dihewîne. Ewqas vebijark hene ku jiyan dixe pêşiya mirov; ez difikirim ku wateya jiyanê di van hilbijartinan de ye û hilbijartin berhema guherîn û afirandinê ne. Lê ez ji tengaviyên ku mirovahî îro heta di xalên herî sade de ketiyê, bi awayekî gelek zelal têdigihîjim ku hilbijartin ne diyardeyeke hêsan e.
Cudakirina baş û xerab, bedew û kirêt, azadî, şeref, rûmet, daketîbûn, wêrekî, tirs û hwd. ji hev; hilbijartina ya rast ji nav wan, jiyîna li gorî ya ku te hilbijartiye û veguherandina ya ku te hilnebijartiye bo ya ku te hilbijartiye û çalakkirina wê, dilekî mezin, îradeyeke bilind û baweriyeke bêdawî dixwaze. Hûn bûn yê ku vê yekê li her cih û her dem pêk anî. Lewma hilbijartinên we ji bo min tê wateya nirxên pîroz ku pêdivî ye daxwazên wan bêkêmasî û bi hostatiyeke hûr bên pêkanîn.
Dema ku min hewl da bi tiştên ku we afirandine bijîm, min dît ku ez çiqas guherîme û pêş ketim. Min dît ku her guherîna ku min bi hêza we di xwe de afirand, destpêka nêzîkatiyeke nû ya jiyanê bû. Û van destpêkan rêyên gihîştina we, girêdana bi we û têgihîştina we li ser bingeheke bihêztir û rasttir danîn pêşiya min.
Bi rastî ez dikarim vê yekê wek rêwîtiyekê jî bibêjim ku me bi hev re dest pê kiriye. Di vê rêwîtiyê de, li her cih û her erdnîgariya ku em derbas bûn û di her kêliya vê jiyanê de ku em bi hev re tevgeriyan, ez her car tiştekî nû ji we hîn dibim û hewl didim ya ku hîn bûme bixwe bikim.
Heke hûn bipirsin ku min di vê rêwîtiya bi we re de çi hîn bûye?
Pêşî ez bedewiya mirovbûnê hîn bûm. Dema min li destkeftiyên xwe nihêrî, min fêm kir ku mirovahiyê heta îro çi winda kiriye.
Ez hîn bûm ku jiyana bi rûmet çi tê wateyê.
Ez hîn bûm ku li çiyayên bêserûber bi azadî jiyîn çi ye.
Ez bi jiyînê hîn bûm ku bi hezaran lehengan re meşîn, bazdan, parvekirin û sohbet çiqas xweş e.
Ez hîn bûm ku kenê bextewar li ser rûyê kesên ku xwe dane mirovahî û gelê xwe çi wate dike.
Ez hîn bûm ku wêrekiya di dilê kesên ku li hember dijmin teslîm nabin çi wate dike.
Ez hîn bûm ku dilê bi hezaran şervanên wêrek çiqas mezin e.
Ez hînî razên bedewbûna jinê bûm dema ku ew gav bi gav li ser riya azadiyê pêş dikeve û şer dike.
Ez hîn bûm ku sekinîna bi rûmet a gelekî di baxçeyê gelan de, piştî ku xwe ji axên xwe ji nû ve afirandiye, çiqas bi heybet e.
Ez hîn bûm ku girêdana gelekî ku ji bo Rêberên xwe xwe vediguherîne çembera agir, çiqas mezin e.
Ez hîn bûm ku têkoşîna bêeman a Rêberekî ku tevahiya jiyana xwe daye mirovahî û gelê xwe çawa ye.
Ez hîn bûm ku çavkaniya mezinahiya berxwedan û têkoşîna bi tenê di nav çar dîwaran de di bin dîlgirtinê de çi ye.
Ez hîn bûm ku dilê ku nîşanî dinyayê daye mirov çawa dikare heta di nav çar dîwaran de bi azadî bijî, çiqas kûr û biwate ye.
Ez hîn bûm ku dilê wan kesên ku ewqas ji Rêberekî ku bûye ya mirovahî û gelê xwe ditirsin ku wî di şertên tecrîdê de digirin, çiqas reben û bêçare ne.
Ez hîn bûm ku bêfikirîya kesên ku nikarin hesab bikin gelê ku tevahiya jiyan, hiş û hestên xwe daye Rêbertiya xwe, dema êdî tecrîda li ser Rêbertiya xwe qebûl neke dê çi bike, çi ye.
Ez hîn bûm ku rebeniya hişmendiyeke ku hesab nake bersiva bi hezaran «fedaiyên azadiyê» yên ji dil bi Rêbertiya xwe ve girêdayî li hember nêzîkatiya herî biçûk a rûmetşikên bo Rêbertiya wan, dê çiqas şewitîner û tund be, çi ye.
Û ez hîn bûm ku bersiva dijminekî ku di nêzîkatiya li hember Rêbertiya me de her ku diçe bêperwa û kirêt dibe, çawa divê bê dayîn.
Ya ku min ji we hîn bûye, li kêleka ya ku ez ê hîn zêdetir ji we hîn bibim, wek dilopekê di okyanûsê de ye. Ji ber ku hînbûn, têgihîştin û hezkirina we dawiya xwe tune ye.
Ji gelê min ê welatparêz û leheng re.
Ez şahidiya şerê lehengane û berxwedana destanî ya gelekî dikim ku têkoşîna herî mezin û bi heybet a hemû deman pêş xistiye, di vê rê de gelek bedel dane û bi Rêbertiya xwe û azadiya xwe ve girêdayî ye.
Di pêşengiya Serok Apo de ji nû ve afirandina mirovahiyê û gelekî pêk hatiye. Wek rastiyeke zelal li pêşiya me ye ku gelê Kurd jiyana xwe ya ku bi nirxên heta îro hatine afirandin şekil daye, bi jiyan û şêwaza jiyana Serok Apo, afirînerê van nirxan, wekhev dibîne. Dîrokê gelek caran şahidî kiriye ku helwest û kiryarên ku bi paşguhkirina rastiyên me hatine kirin, çiqas wêranî û tunebûnên mezin bi xwe re anîne.
Ji ber vê yekê, çawa ku dîroka borî ji hemû dinyayê re îspat kiriye ku hesabên bi paşguhkirina rastiya gelekî ku Rêbertiya xwe wek xwe, sedema hebûna wê wek sedema hebûna xwe û jiyana wê wek jiyana xwe dibîne, vala derketine û hesabkerên wan tune bûne, bêguman îro û di pêşerojê de jî heman encam dê bê jiyîn.
Ez dibêjim ku ez rûmeta hewldana bûna şervaneke sade ya gelekî dijîm ku bi evîna serkeftin û azadiyê bi Rêbertiya xwe ve girêdayî ye, di vê rê de bedel dane û îro jî amade ye bedel bide, û qîr dike ku nêzîkatiya li hember Rêbertiya wî dê ji bo wan bibe sedema şer û aştiyê; herwiha rûmeta ku ez, her çend kêm jî be, tiştekî li vê têkoşînê zêde dikim.
Hatina min ji nav gelekî ku bi êş, şahî, hêvî û xeyalan hatî perwerdekirin, heta îro ji bilî rûmet û azadiya xwe tiştek nefikiriye û xwe li serkeftinê kilît kiriye, û jiyîna bi nirxên wî, wezîfe û berpirsiyariyên min ên wek leşkerekî vê têkoşînê bi zelalî dixe holê. Ez bi serbilindî careke din soza xwe ji gelê xwe yê leheng re nû dikim ku tu gumanê min tune ye ez ê van wezîfe û berpirsiyariyan bi qasî ku hiş, hebûn, zanîn û dilê min destûr dide heta dawiyê pêk bînim û ji pêkanîna her tiştê ku dikeve ser milê min, paş venegerim.
Ji hemû hevalan re
Em dizanin ku bi ruhê PKK'ê, yê ku bi PKK'ê re vejîna ji nû ve afirand, em li vê erdnîgariyê şahidiya afirandina mirovahiyê dikin. Em dibînin ku ruhê Kemal, Hayrî û Mazlûman, yên ku li dora Rêbertiya me di hiş, dil û zanînê de bûn yek beden, ji tunebûnê afirandin, tevahiya jiyana xwe terxan kirin û nirxên jiyanê di navika wê de çandin, heta îro bêhejandin mezin bûye û qat bi qat gihîştiye roja me. Bi fermandarê mezin heval Agît re me hemû huner û hostatiya hûr û mezinahiya fermandariyê, wêrekî û dilsoziya avêtina gava ku dê destpêkên mezin biafirîne, hîn bûn.
Bi hevala Zîlan re me razên xwedabûnê û girêdana wê ya bi Rêbertiya xwe re ku çiqas hejîner û bêdudilî ye, hîn bûn.
Bi hevala Sema re me hîn bû ku tavê me, çavkaniya jiyana me, yekane û bêhempa ye; bi hevala Berîtan re me hîn bû ku li hember teslîmiyetê hilbijartina azadiyê çi tê wateyê.
Û ji bi hezaran şehîdên me yên din me mirovbûn, wateya jiyanê, berxwedan, lehengî, wêrekî, zanîn, hêrs, tolhildan, hebûn, sekinîn, hêvî, xeyal û rastî hîn bûn. Em careke din soza xwe nû dikin ku em ê xwedî li ya van hevalan hiştî û afirandî derkevin û bibin şopdarên wan ên bêeman.
Em wateya hemû nirxên heta îro hatine afirandin dizanin. Eşkere ye ku berpirsiyariya xwedîderketin, parastin û gihandina wan bo pêşerojê, ku li ser milê me ye, çiqas mezin û giran e. Wek pêdiviya girêdana bi Rêbertî, şehîd û gelê me, bûna mîlîtanê pêvajoyê û serdemê û bersivdana ya pêwîst, ruhê PKK'îbûnê bi xwe ye. Rabirdûyê bi awayekî gelek zelal nîşanî me daye ku heta îro di hilgirtina vê ruhê û pêkanîna daxwazên wê de wêrekî û biryardariya mezin hat nîşandan. Wek hilgirên vê ruhê, em dizanin ku ji niha û pê ve em ê di pêkanîna daxwazên wê de hê bêtir bi israr, serhişk, biryardar û bi heman qasî tûj bin. Em bawer dikin; ji ber ku dîrokê gelek caran îspat kiriye ku li hember hêvî û xeyalên gelê me yê ku hewl dide Rêbertiya me fêm û nas bike û jiyana wê wek jiyana xwe dibîne, û li hember dil û wêrekiya şervan û mîlîtanên ku ji bo vê yekê ji fedakirina xwe paş venagerin, tu tişt nikare bisekine. Bi serbilindiya ku min bi salan bi hezaran hevalên leheng û wêrek re jiyan û temenek bi wate parve kiriye, ez silavê li we hemûyan dikim.
Ji malbata min re
Ez dizanim ku we fêm kiriye çima min li şûna ku bi we re bimînim û temenekê bi hev re derbas bikim, ev jiyana bi rûmet hilbijart û ji bo Rêberekî û gelekî têkoşiya. Dixwazim bizanin ku min hêza hilbijartina vê jiyanê ji we girtiye. Ez dizanim ku hûn ne ewqas xweperest in ku li bendê bin ez li cem we bimînim û tenê ji bo we têbikoşim, ne jî ewqas kor bûne ku pêkanîna daxwazên têkoşîneke dîrokî ya ku tê jiyîn paşguh bikin. Divê bizanin ku ez bi zarokên bi hezaran dê û bavên wek we yên li dora we re jiyaneke bi rûmet û bedew parve dikim. Silav.
- Bijî Serok Apo
- Jiyan bê Rêbertî nabe
- Bijî têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd ê leheng
- Bijîn şehîdên me yên ku hemû nirxên me afirandin.
01.03.2006
Silav û rêzên şoreşgerî.
DENGTAF (Devrim SOLDUK)
