Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di daxuyaniya xwe ya 8'ê Tîrmeha 2020'î de me ragihandibû ku; di 5'ê Tîrmeha 2020'î de li herêma Çiyayê Cûdî Sebahattîn Gungor û Hejar Batmaz ji ber karên kontrayî hatine cezakirin.
Têkildarî vê bûyerê Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel wê demê lêpirsînek dabû destpêkirin. Lê belê ji ber ku hevalên bi detayên bûyerê zanîbûn di nava demê de şehîd bûn û ji ber mercên şer ên li herêmê pêvajoya lêpirsînê li demê belav bû. Lê bi daneyên ku dema dawî hatin bidestxistin ev lêpirsîn bi dawî bû.
Li gorî encama lêpirsînê; di encama agahiyên ku hêzên me yên li herêmê gihand me, eşkere bû ku navê van mirovên me yên ku weke Sebahattîn Gungor û Hejar Batmaz hatibû ragihandin Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz e. Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz ji bo nêçirê çûbûn herêma Cûdî. Li gel ku gelê herêmê zanîbû ku ev herêm li mirovên sivîl qedexe ye, derbasî vê qada gerîla bûn ku bi artêşa Komara Tirk re şer lê diqewimî. Di demeke welê de ku şerekî giran diqewimî, ji ber ku li ser van mirovên ji bo nêçirê li herêmê bûn alavên leşkerî yên weke çek, dûrbîn û cîhaza ragihandinê hebû, hevalên me yên li herêmê gihîştin wê qeneatê ku ev kes îstîxbaratê didin dewleta Tirk û ev bûyer bi vî rengî qewimî.
Bêguman ji ber ev mirovên me di demeke şaş de li cihekî ne guncaw bûn û alavên leşkerî li ser wan bû, her wiha ji ber hevalên me yên li wê herêmê wezîfedar bi bandora mercên şerê giran bêyî ku lêpirsîneke bi berfirehî bikin gihîştin wê encamê, ev bûyera bêxêr rû da.
Dawiya dawî, eşkere bû ku mirovên me yên bi navê Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz tenê ji bo nêçirê hatibûn qadê û li dijî gerîla neketibûn nava ti hewldanê. Li gel ku demek di ser re derbas bûye jî ji ber berpirsyariya xwe ya dîrokî ya li pêşberî gelê xwe yê welatparêz, me ji xwe re wezîfe dît ku vê şaşitiyê sererast bikin. Di serî de malbatên Gungen û Batmaz em ji gelê xwe yê Şirnexê yê welatparêz re ji ber vê bûyera biêş sersaxiyê dixwazin û êşa wan parve dikin.
10’ê Tebaxa 2026’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê

