Her çiqas wext derbas bibe jî, dîrok dîsa xwe ji nû ve zindî dike û navê lehengên wekî Heqî Karer di nav dilê xwe de xêz dike.
Di pêvajoya ku dijmin di nav hewildana tune kirina çand, ziman û nasnameya gelê Kurd de bû, avabûna tevgera azadiyê wekî tavekê li ser gelê Kurd hilat. Bi pêşengtiya fermandarên me yên mezin Heqî Karer û Mahsûm Korkmaz, ev tevger hîn mezintir bû û rûpelek nû ji bo gelê Kurd û dîroka Kurdistanê vekir.
Ew Egîdekî Ciwan e
Egîdê ciwan Heqî Karer bi nasnavê Mûstafa Şêxmûs jî yek ji wan lehengan e. Ew di nava malbateke welatparêz û xwedî çand de li warê pîroz, li warê zeytûnan Efrînê ji dayik dibe. Ew di temenekî biçûk de tevgera azadiyê û fikrê Rêber Apo nas dike û lêgerîna wî ya ji bo peydakirina heqîqetê dest pê dike. Her ku temenê wî mezintir dibe, lêgerîna wî jî zêdetir dibe. Di pêvajoya şoreşa Rojava de ji nava malbata wî tevlîbûnên ji bo avakirina refên şoreşê çêdibin. Mistefa jî ji vê para xwe digire û digihîje biryarekê. Tevlîbûna wî ya nava refên şoreşê li ser esasê meşandina doza azadiyê pêk tê û ew navê fermandar û pêşengê mezin Heqî Karer radike û dibe şopdarê doza wî.
Bi rakirina vî navî re ew deriyeke nû li pêşiya xwe vedike û erke mezin hildide ser milê xwe. Pêwîst e li gorî giraniya vî navî jiyan bike, tevbigere û şer bike. Ev ji bo wî dibe xaleke esasî. Wêrektî çi ye? Gelo tenê li beramberî dijmin wêrektî tê nîşandan? Ma gelo pêwîst e mirov di naskirina xwe, derbaskirina xwe û xelas kirina xwe ji xisletên pergalê de jî bi wêrekî tevnegere? Ji bo Heqî ev pirs dibin avakirina bingeheke rast û meşa ber bi serkeftinê. Sekna wî ya jiyanê û lehengtiya wî bi wî re gavên mezin didin avêtin. Ev li pey avakirina sekneke xurt û şervaniyeke mezin e. Ango kesayeta milîtanê rasteqîn ê Apoyî.
Ew Bû Xwediyê Meşa Ber Bi Bêdawîbûnê
Ji çiyayên Kurmênc heta çiyayên Serhedê, meş û tekoşîna wî her ber bi azadiyê ve herikî. Ew ji hêz û kelecanê xwe heta henaseya xwe ya dawî tu carî tawîz nade û pîvanên jiyana gerîla di jiyana xwe de serwer dike.
Gerîla Heqî Karer di şeva 29’ê gulana sala 2026’an de, dema bi çend rêhevalên xwe re li gundê Zêvê yê girêdayî navçeya Qeleniyê dixwazin ji avê derbas bibin, di encama kemîna dewleta Îranê de dikevin pevçûneke giran. Di vê pevçûnê de 2 eskerên dewleta Îranê birîndar dibin û di encama xiyanetê de gerîla Heqî Karer digihîje şehadetê. Ew bi wêrektî û fedekariya xwe heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî bi cesareteke mezin gav davêje û dibe xwedî bîranînên ku tu caran nayên ji bîr kirin. Şehadet dawiyek nîne; ew destpêka nemiriyê ye û gerîla Heqî jî bi şehadeta xwe li pey xwe bîranîn û şopên mezin dihêle û tevlî karwanê şehîdên doza azadiyê dibe.
