HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 Di nava rastiyên jiyanê de heqîqeteke civakî heye ku xwe li mirov digire; ango şekil dide wî û teşeya kesayetiyê ava dike.

Di civaka Kurd de, her çiqas ne bi giştî be jî, bi taybetî çand û sekna berxwedêriyê di gelek serdeman de û heta roja me ya îro xwe didomîne. Bi taybetî di şexsê jina Kurd de, mîrasa serî rakirinê li dijî neheqiyê wekî pîvanekê li jinê tê spartin. Gerîlaya pêşeng Pelşîn BAZ jî yek ji jinên ciwan bû ku ket ser vê şopê û bi ruhê xwe yê Zîlanî di têkoşîna azadiyê de şer û têkoşîn dimeşand.

 

Gerîla Pelşîn BAZ, bi navê rast Leyla EHMED, bi eslê xwe ji bajarê Kobanê ye. Ji eşîra Şêxiya ye. Ew di nava malbateke welatparêz de tê dinyayê. Ji ber welatparêziya malbatê ew bi hestên welathezîtiyê mezin dibe. Ew di zarokatiya xwe de xwedî kesayeteke lêger û çalak e. Her ku mezin dibe, lêgerîn û lêpirsînên wê di jiyanê de kûrtir dibin. Bi taybetî nêzîkatiyên teng ên ku jin mîna metayekê tê dîtin, an jî tenê wek hebûneke ji bo xizmetkirina zilam tê zanîn, nakokiyan di wê de ava dikin û lêpirsîna wê pêş dixin. Ev jî dihêle ku lêgerînên wê yên ji bo azadî û hevjiyana azad hîn zêdetir pêş bikevin. Li gel vê, bi gihiştina pêlên şoreşê li axa Rojavayê Kurdistanê, ne tenê Leyla, bi sedan jinên ciwan ji şoreşê bandor dibin, ref bi ref berê xwe didin nav şoreşê û li dijî çeteyên hov ên DAÎŞê têdikoşin. Şoreşa ku bi pêşengtiya jina azad ve bi rê ve diçû, li seranserê cîhanê bandora xwe ava dikir. Bêguman sekna jina fedayî, jina Kurd ku li bajarê Kobanê bi rastiya Arînan deng veda, bi xwe re çanda ku jin tu carî li ber dijmin û pergala desthilatdariyê serî natewîne ava kir. Ji malbata wê ya nêz ve jî Rêvan, bi navê rast Medîne OSMAN, di şerê Kobanê de li dijî çeteyên DAÎŞê çalakiya fedayî li dar xist. Seknên wisa yên mînak di civaka Kurd de wek çandekê ji nifşekî derbasî nifşê din dibin. Bêguman Leylaya ciwan jî li dijî hişmendiya DAÎŞê ya ku di kolekirina jinê de roleke sereke dilîst, biryara tevlîbûnê da û bi şervanên azadiyê re di çeperên berxwedanê de li dijî çeteyan şer û têkoşîn meşand.

 

XEYALA ZAROKATIYA XWE BI HATINA ÇIYA PÊK ANÎ

 

Bi beşdariya xwe ya nav refên azadiyê ve, Leyla êdî bi navê Pelşîn di nav rêhevalên xwe de tê naskirin. Şervana azadiyê Pelşîn Baz bi beşdariya perwerdeya bingehîn re rastiya Rêber APO û sekna jina azad baştir dinase. Li gor wê, sekna û pîvanên milîtanekî divê çawa bên ava kirin, di şexsê xwe de bi cih tîne. Di aliyekî din de jî li ser taktîkên şer û şêwazê şerkirinê bi awayekî pispor xwe perwerde dike. Paşê şervana ciwan di yekîneyên leşkerî de cih digire û bi êrîşên li ser Efrînê re berê xwe dide eniyên şer. Rastiya şerê li Efrînê û dagirkeriya ku li ser dihate ferz kirin di wê de hêrseke mezin ava dike. Ji bo pêşî li vê dagirkeriyê bigire, bi şervanan re di çeperên pêş de cih digire. Piştî ku erka xwe li wir bi serkeftî pêk tîne, vê carê berê xwe dide bajarê Dêrezorê û li dijî çeteyan çalakiyên cure bi cure li dar dixe. Bêguman bi êrîşên dagirkeriyê re baştir nas dike ku rastiya dijmin çawa xwe li ser nirxên mirovahiyê dide jiyîn. Êdî di ferqê de ye ku dagirkeriya dijmin ne tenê bi herêmekê ve sînordar e; di rastiya xwe de li tevahiya Kurdistanê, bi taybetî li çiyayên azad, êrîşên bêsînor dimeşîne. Ji ber vê, bi têgihîştina vê heqîqetê û li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û beşdarî gerîla dibe.

 

Gerîlaya dil ji pola, bi hatina xwe ya çiya re, yekser derbasî Herêma Şehîd Delîl ya Rojavayê Zapê dibe. Ew herêm di destpêka şerê li dijî dewleta Tirk de gelek şervan û fermandarên fedayî ava kirin. Wan lehengan li dijî hemû cureyên êrîşê, bi seknên dil ji pola, di tunelên berxwedanê de şer û têkoşîn meşandin. Li ser danehevên wan cangoriyan, Gerîla Pelşîn jî di wan tunelan de cih digire û tecrûbeyan qezenc dike. Bêyî ku zor û zehmetiyên wê qadê bandorê li wê bikin, bi ruhekî berpirsiyar erkên dîrokî hildide ser milên xwe û çalaktir beşdarî berxwedanê dibe. Paşê Gerîla Pelşîn di çalakiyekê de birîndar dibe; piştî ku birîna wê sax dibe, bi israra xwe dîsa di şer de cih digire. Bêguman dayîna perçeyek ji canê xwe ji bo welatê xwe maneyeke pir bi nirx heye. Gerîla Pelşîn jî hîn zêdetir mane li vê rewşê bar dike û hestên welatparêziyê ji dil dijî. Bi qasî ku hêza wê têr dike, di çalakiyan de cih digire û derbeyên giran li dagirkeran dide. Gerîla Pelşîn Baz di Sibata 2025’an de bi rêhevalên xwe, fermandar Sarya Qamişlo û Brûsk Şêrawa re, li qada Zapê digihîje şehadetê.

 

Kesayetiyên milîtanên APOyî yên mîna van cangoriyan ji bo hemû azadîxwazan, bi taybetî jî ji bo civaka Kurd, bûne sembolên nekeftî ku wê her tim bi seknên xwe yên berxwedêr bên bîranîn.