Pîroziya hêza ku bi civakê re pêk tê, xwe di sêhrbaziyê de zelaltir nîşan dide. Sêhrbazî ceribandina civakê ya xurtbûnê ye.
Asta hişmendiya heyî tenê dikare di şêweya sêhrbaziyê de bibe pratîk. Sêhrbazî diya zanistê jî ye. Jina ku bêrawestan li xwezayê dinêre û zayîna ku jiyan tê de şîn dibe nas dike, zanaya vî şêwazê civakê ye. Ku sêhrbaz bi piranî jin in, îfadeya vê rastiyê ye. Di civaka xwezayî de, ji ber pratîka jiyanê, ya ku herî baş dizane çi diqewime jin e. Di hemû peykerên ji wê serdemê mayî de şopa jinê tê dîtin. Klan yekîtiyek e ku li dora jin-dayikê pêk tê. Zayîn û xwedîkirina zarokan wê neçar dike ku bibe berhevkara û xwedîkerê herî baş. Zarok tenê dayikê nas dike. Hêj bandora mêr li ser jinê wek milk tune ye. Çawa ku nayê zanîn jin ji kîjan mêrî ducanî bûye, ew qas eşkere ye ku zarok ji kîjan jinê ne. Ev pêdiviya xwezayî hêza civakîbûneke ku xwe dispêre jinê jî derdixe holê. Ku peyvên ku di vê serdemê de bûne têgeh bi piranî karakterek mêyîn hene, delîlek din a vê rastiyê ye. Şervanî û serdestiya mêr a ku paşê wê pêş bikeve jî ji taybetiya nêçîra heywanên bi hêz a vê serdemê derdikeve. Taybetiyên fîzîkî mêr zêdetir neçar dikin ku li dûr nêçîrê bigere û klanê ji xeteran biparêze. Ev rolên ne diyarker sedema ku mêr çima kêmreng maye jî rave dikin. Di hundirê klanê de têkiliyên taybet pêş neketine. Tiştên bi berhevkarî û nêçîrê tên bidestxistin yên hemûyan in. Zarok yên tevahiya klanê ne. Ne mêr û ne jî jin hêj taybet nebûne. Ji ber van taybetiyên bingehîn ji vî şêwazê civakê re civaka komunal a destpêkê tê gotin.
Di encamê de forma klanê; zemîna ji dayikbûna civakê, bîra wê ya pêşîn û pêşketina têgehên bingehîn ên hişmendî û baweriyê ye. Tişta ku jê maye ew rastî ye ku civakeke saxlem divê xwe bispêre hawirdora xwezayî û hêza jinê; û şêwaza hebûna mirovahiyê di nava xwe de bi hevgirtineke xurt, bê kedxwarin û bê zordestî, pêk hatiye. Mirovahî, bi wateyekê, berhevoka van nirxên bingehîn e. Bêaqilî ye ku were texmînkirin ev ezmûna civakî ya bi milyonê salan dom kiriye winda bûye. Çawa ku di xwezayê de tu tişt winda nabe, di şêwaza hebûna civakî de jî ev meyl hêza xwe zêdetir didomîne.
Mijareke girîng ku zanist destnîşan kiriye ew rastî ye ku pêşketineke paşîn pêşketina berê jî di nava xwe de dihewîne. Ne rast e ku dijber bi tunekirina hev pêş dikevin. Di vê rêgeza diyalektîkê de tez û antîtez hebûna xwe di sentezê de, di nav pêkhatineke dewlemendtir de, didomînin. Tevahiya evrîmê vê rêgezê piştrast dike.
Pêşketina nirxên klanê di sentezên nû de jî didome. Ku têgehên wekhevî û azadiyê îro hê jî nirxên herî bingehîn in, deyndarê rastiya jiyana klanê ne. Berî ku wekhevî û azadî di hişmendiyê de bibin têgeh, di rewşa xwe ya xwezayî de di şêwaza jiyana klanê de veşartî ne. Dema wekhevî û azadî winda bibin, ev têgehên ku di bîra civakî de veşartî dijîn wê bi lezgîniyeke her ku diçe zêdetir xwe bînin ziman û dîsa, wek prensîbên bingehîn ên civakeke di asteke bilindtir de pêşketî, xwe ferz bikin. Civak her ku ber bi saziyên hiyerarşîk û dewletê ve pêş dikeve, wekhevî û azadî wê bêrehm wê bişopînin. Ya ku di bingehê de dişopîne, di eslê xwe de, civaka klanê bixwe ye.
Di beşa berê de me hewl da rave bikin ku di çarçoveya kîjan pênaseyê de em dikarin ji rewşa komî ya pêşîn a mirovahiyê re «civaka xwezayî» bibêjin. Her wiha me paradîgmaya xwe ya nêzîkbûna gerdûnê danî holê. Ji xwezaya rêxistinbûna civakî ya bi şêwaza klanê ye ku di dem û mekan de belav bibe û hêdî hêdî cihêrengî û qebare bi dest bixe. Ji daneyên heyî em dibînin ku di civaka ku li dora jin-dayikê her ku diçe mezin dibe û nasnameya xwe tekûz dike de, di aliyê mêr de nerehetî pêş ketine. Zarokên ku li dora jin-dayikê kom dibin û mêrên ku jin ji bo alîkariya xwe zêdetir nêzîk dike, dibin sedema çavnebariya û hêrsa mêrên din. Ya girîngtir, jin-dayik pergala malê pêş dixe. Xwarin, cil û amûrên din ji vê pergala malê berhev dike. Bi çavdêriyên xwe dibe jina sêhrbaz û zanabûn bi dest dixe. Çiqas zarok û mêrên heval (nêzîk) bi vê pergala malê ve girêbide, ewqas dibe jin-dayikeke xurt. Pêşketina kultê jinê yê ku nayê kontrolkirin di rojevê de ye. Delîlên heyî, pergala dînî ya xwedawendayê ya berbelavtir, hêmanên mêyîn di ziman de û peyker, hemû nîşaneyên eşkere yên hêza jin-dayikê ya bilind dibe ne. Beşeke girîng a mêran bi xwezayî ji vê pergalê dûr e. Yên ku jin-dayik wan kêrhatî nabîne û bi piranî kal û pîr in, dikarin li derveyî vê pergalê bimînin.
Ev dijberiya ku di destpêkê de pir lawaz e, hêdî hêdî pêş dikeve. Pêşketina nêçîrê hêza şer a mêr derdixe holê û zanîna wî jî zêde dike. Pîrên ku hatine derxistin, li ser vê bingehê ber bi îdeolojiyeke serdest a mêr ve pêş dikevin. Bi taybetî dînê «Şamanîzmê» vê diyardeyê bi awayekî balkêş dide ber çavên me. Şaman bi piranî prototîpa kahînên mêr temsîl dikin. Ew dixwazin li dijî jinan bi awayekî pir sîstematîk tevgera dijber û pergaleke malê pêş bixin. Mêrê ku berê li hemberî pergala malê ya pêşketî ya jin-dayikê di holikên hêsan de mîna nîvkovî dima, bi Şamanîzmê dikare pergaleke malê ya dijber ava bike. Hevbendiya şamanan bi mêrên pîr û xwedîezmûn re pêşketineke girîng e. Bi hêza îdeolojîk a ku li ser hin mêrên ciwan ên xistine nav xwe ava dikin, cihê wan di komê de her ku diçe xurtir dibe. Taybetmendiya hêzgirtina mêr girîngiyeke zêdetir bi dest dixe. Hem nêçîr û hem jî parastina klanê li hemberî derve karakterekî leşkerî hene û xwe dispêrin kuştin û birîndarkirinê. Ev destpêka çanda şer e. Dema mijar mirin û jiyan be, girêdayîbûna bi otorîte û hiyerarşiyê ferz dike. Kesê herî jêhatî dibe xwediyê gotinê û otorîteya herî bilind. Li hemberî kultê jin-dayikê destpêka çandeke cuda heye ku serdestiya xwe pêş dixe. Ev pêşketina otorîte û hiyerarşiyê ya berî civaka çînî, yek ji xalên zivirînê yên herî girîng ên dîrokê ye. Ji kultê jin-dayikê bi awayekî nitelî cuda ye. Di wê çandê de berhevkarî û paşê hilberîna nebatan serdest e; çalakiyeke aştiyane ye ku şer pêwîst nake. Lê nêçîra ku mêr tê de serdest in, çalakiyek e ku xwe dispêre çanda şer û otorîteya hişk. Encam kokberdana otorîteya baviksalar e.
Di civaka baviksalar de avahiya hiyerarşîk û desthilatdar bingeh e. Têgeha hiyerarşîk nimûneya pêşîn a têgihiştina rêveberiyê ya otorîteyê dide wateyê ku bi otorîteya pîroz a şaman re dibe yek. Ev saziya otorîteyê ku hêdî hêdî wê li ser civakê bilind bibe, her ku pêşketinên ber bi çînbûnê ve xurt dibin wê veguhere otorîteya dewletê. Otorîteya hiyerarşîk zêdetir kesayetî ye, hêj sazî nebûye. Ji ber vê yekê, wek saziya dewletê li ser civakê serdest nîne. Lihevanîn nîvî bi dilxwazî ye. Girêdayîbûn bi berjewendiyên civakê tê diyarkirin. Lê pêvajoya ku dest pê kiriye ji dayikbûna dewletê re vekirî ye. Civaka komunal a destpêkê demeke dirêj li ber vê pêvajoyê radiweste. Kesê ku berhemê di destê xwe de kom dike tenê dema wê bi endamên komê re parve bike, rêz û girêdayîbûnê ji bo otorîteya xwe dibîne. Komkirina serwetê wek sûceke mezin tê dîtin. Kesê herî baş ew e ku tiştên berhevkirî belav dike. Têgihiştina «comerdiyê» ya ku hê jî di civakên eşîrî de berbelav e, çavkaniya xwe di vê kevneşopiya xurt a dîrokê de dibîne. Heta cejn jî wek merasîmên belavkirina zêdehiyê dest pê kirine. Kom ji destpêkê ve berhevkirinê wek xetera herî girîng li ser xwe dibîne û berxwedana li dijî wê dike bingeha têgihiştina exlaq û dînê. Ne dijwar e ku di hemû hînkirinên dînî-exlaqî de şopên vê kevneşopiyê bi hêz bibînin. Civak tenê dema hiyerarşî kêrhatîbûn, comerdî û tiştekî bide wê, wê dipejirîne. Hiyerarşiya bi vî rengî roleke erênî û kêrhatî dilîze.
Ev taybetiya hiyerarşiya ku xwe dispêre jin-dayikê, bingeha dîrokî ya têgeha «dayik»ê jî ye ku hê jî di hemû civakan de wek rêz û otorîteyeke mezin tê pejirandin. Ji ber ku dayik di şertên herî dijwar de hem dizê û hem jî xwedî dike; ew hêmanê serdest e. Çand, hiyerarşî û otorîteya ku li ser vê bingehê pêk tê, bêguman wê girêdayîbûneke mezin bibîne. Ku ew bingeha hebûna civakî ye, ravekirina rastîn a hêza têgeha «dayik»ê heta roja me ye. Ev, wek tê texmînkirin, ji taybetiyeke razber a biyolojîk a zayînê nayê. Divê «dayik, xwedawenda-dayik» wek diyardeyek û têgeheke civakî ya herî girîng were fêmkirin. Ew li hemberî diyardeya dewletê bi tevahî girtî ye û hemû taybetiyên ku nahêle dewlet ji dayik bibe di hembêza xwe de dihewîne.
Di vê çarçoveya pênaseyê de realîst e ku civaka xwezayî wek teza destpêkê ya hebûna mirovan were nirxandin. Mirovahiyê hebûna xwe bi piştgirîya vê tezê dest pê kiriye. Beriya wê jiyana heywanî ye. Piştî wê jî pêşketina bi şêwaza civaka hiyerarşîk û dewletparêz e ku li ser bingehê dijberiya li hemberî wê pêş ketiye. Karakterê antîtez ê vê serdemê jixwe ji wê yekê tê ku civaka xwezayî bêrawestan tepisîne û paşde bixe. Civaka xwezayî wek tez, çawa ku li hemû qadên niştecihbûna mirovan derbasdar bû, ji aliyê demê ve jî heta dawiya serdema neolîtîkê (nêzî 4000 B.Z.) pergala civakî ya serdest û çalak bû. Di rewşa tepisandî de jî heta roja me di hemû porên civakê de hebûna xwe didomîne. Di têgehên bingehîn ên civakî de jî ev berdewamî eşkere ye. Malbat, eşîr, dayik, biratî, azadî, wekhevî, hevaltî, comerdî, piştgirî, cejn, mêrxasî, pîrozî û gelek diyardeyên din ji vê pergala civakî mane. Civaka hiyerarşîk û dewletparêz a dijberî wê, taybetiya herî berdewam a ku vê pergalê paşde dixe û ditepisîne, herî zêde didomîne. Cihê xwe yê antîtez ji vê taybetiyê digire. Tevlîhevîya her du pergalên civakî jî bi qanûnên bingehîn ên diyalektîkê re bi awayekî pir xurt lihev tê.
Mijareke din a girîng ku divê li vir mirov balê bikişîne ser wê ew e ku têgihiştina me ya diyalektîkê ne di şêwaza ku tez û antîtez hev tune bikin de, lê bi karakterê «tepisandin û paşdebirinê» pêş dikeve. Pergalên civakî, wek di tevahiya xwezayê de, dema dibin tez û antîtez hev bi hev re hilgirîn. Têkoşîna di navbera wan de bêguman dibe sedema pêşketinên girîng. Tez tu carî di rewşa xwe ya kevn de namîne, lê antîtez jî wek hêzeke mutleq pêşiyê xwe naxwe. Ew tenê bi xwedîbûna ji wê dikare xwe pêş bixe.
Li vê xalê baş e ku em diyalektîkê hinekî zêdetir vekin. Di serdema Marksîzma dogmatîk de tez û antîtez di civakê de wek tunekirina hev hatin şîrovekirin. Ev şêwaza şîroveyê di rastiyê de yek ji şaşiyên teorîk ên herî bingehîn e. Taybetiya ku di hemû zanistan, bi taybetî di biyolojiyê de tê dîtin, ew e ku di pêşketin û veguherîna diyardeyan de aliyê ku hevdu xwedî dike girîng e. Rewşên ku dişibin tunekirinê îstîsna ne. Ya serdest ew e ku tez û antîtez hevdu xwedî dikin. Îfadeya wê ya herî hêsan dualîteya zarok-dayikê ye. Zarok di nakokiyê bi dayikê re pêş dikeve, lê em nikarin jê encam derxînin ku zarok dayikê tune dike. Herî zêde dikare wek domandina nifşê bi xwedîkirina hevdu were nirxandin. Xala herî tund dualîteya mar-mişkê ye. Heta li vir jî tişta ku dibe parastina hevsengiyê di navbera zêdebûna bêhed a mişkan û zêdebûna kêm a maran de ye. Belkî ger mar nebûna, mişk wê ji dînozoran jî roleke wêranker a girantir bilîstana. Her ku roj derbas dibe baştir tê fêmkirin ku hebûnên di xwezayê de bêwate nînin û her yek wateyeke ekolojîk a diyarkirî heye. Lê dîsa jî têgehên «xala dawî» û «sînorên mutleq» dikarin, herî kêm wek têgeh, di qismekî pir sînordar de derbasdar bin. Ku qanûna bingehîn a xwezayê di şêwaza girêdayîbûna hevdu de pêş dikeve, niha taybetiyek e ku hemû zanist pê haydar bûne.
Qurbana pêşîn a civaka hiyerarşîk pergala malê ya jin-dayikê bû. Dibe ku jin di serê beşên ku di pergala civakî de tên bindestkirin de ye. Ku ev pêvajo, ku di pêşdîrokê de bi berfirehî hatiye jiyîn, di zanistên civakî de cih negirtiye, ji nirxên rûniştî yên civaka serdest a mêr a pir kûrkok tê. Ku jin gav bi gav dikeve nav civaka hiyerarşîk û hemû taybetiyên xwe yên civakî yên xurt winda dike, dijşoreşa herî bingehîn a di civakê de pêk hatiye ye. Heta dema îro rewşa jinê di malbateke karker a feqîr de were lêkolînkirin, ne gengaz e ku mirov pîvanên vê zordestî û xapandinê bi tirs û heybet nebîne. Ku kuştinên namûs û evînê ji sedemên herî hêsan di monopola mêr de ne, tenê nîşaneyeke biçûk a tiştê ku diqewime ye. Girêdana vê pêvajoyê bi cudahiyên biyolojîk re wê bibe şaşiyeke herî bingehîn. Di têkiliyên civakî de rol an qanûnên biyolojiyê nikarin derbasdar bin. Herî zêde têkiliyên hevdu yên taybetiyên nêr û mê dikarin werin nirxandin, ku ev jî ji bo hemû cureyan derbasdar e. Kultê jin-dayikê bi bingehîn ji ber sedemên civakî xistiye bin serdestiyê. Zext û îdeolojiya ku tê sepandin bi tevahî ji van sedeman e. Hewldana ku ev bi ramana cinsî an bi psîkolojiyê were ravekirin, xwarandineke giran e.
Mêrê xurt ê ku di nêçîrê de hêz girt û li dora xwe komek rêxistin kir, piştî ku hêza xwe baş nas kir û da pejirandin, pergala malê ya jin-dayikê hêdî hêdî xist bin kontrola xwe. Ev pêvajo heta damezrandina dewletên-bajar ên pêşîn dom kir. Ravekirina wê ya herî şahane di dewletên-bajar ên Sumerî de dibînin. Tabletên nivîskî vê rastiyê bi zimanekî helbestî û pir bandorker vedibêjin. Destana Înannayê, xwedawenda Urukê ku dewleta-bajar a Sumerî da destpêkirin, pir balkêş e. Ev destan serdemeke ku kultê jinê û çanda baviksalar hê jî di hevsengiyê de bûn nîşan dide û bîranîna pêvajoyeke pir dijwar tîne ziman. Înanna wek xwedawenda Urukê diçe qesra «Enkî», xwedayê Erîduyê, û 104 «me»yên ku berê yên wê bûn bi rêbazên cuda ji wir distîne û dibe Urukê. Ev di ravekirina serdemê de roleke mifteyî dilîze. Armanca «me»yan vedîtinên bingehîn ên şaristaniyê ne. Înanna bi israr dibêje ku ev vedîtin yên jin-xwedawenda-dayikê ne, xwedayê mêr «Enkî» tê de tu rol nîne û ew bi zor û fen ji wê dizîne. Hemû hewla Înannayê ew e ku dîsa vî kultê xwedawenda-dayikê bi dest bixe.
Dikare were texmînkirin ku ev destan li dora 3000 B.Z. hatine gotin. Ew hîn serdemek e ku hêza jin-dayikê di hevsengiyê de ye. Piştî van tarîxan ev kult û çand gav bi gav paşde diçin û bi qasî tûndiyekê tên rûbirûkirin ku jin paşê xwe li Nîppurê, navenda şaristaniya serdemê (New Yorka îro), di fahîşexaneya ku jê re «musakkatîn» tê gotin de dibîne. Li aliyekî kahînê Sumerî di zîguratê de ji xwe re haremek ava dike, li aliyê din ji gel re fahîşexane tê avakirin. Di Destana Enûma Elîş a li dora 2000 B.Z. hatiye nivîsandin de xwedawenda Tîamat êdî sêhrbazeke tirsnak e û jina ku divê perçe perçe bibe temsîl dike. Gotineke tirsnak mahkûmkirina ku hatiye pêkanîn nîşan dide. Piştre dînên yekxwedayî û jina bi dengê şîrîn, xemilandî û rengîn a ku pergala civaka burjuwa di qefesê de girtî dike, vê pêvajoyê temam dikin. Propagandaya îdeolojîk a giran li ser statuya ku jin di pergalên dîrokî û civakî de tê xistin ewqas pêş ketiye ku êdî hişê jinê bixwe jî dikare jê re qeder bibêje û pêkanîna daxwazên wê wek pêdiviya qederê bibîne. Dînên yekxwedayî wê wek fermana Xwedê dibînin. Felsefeya Yewnanî jinê wek hêmaneke lawaziyê nîşan dide. Her cure nêzîkatiya biçûkxistinê, wek girseya hişk a madeyê an zeviya ku mêr diçîne, ji wê re tê dîtin.
WÊ BIDOME…
