Gelê Kurd, ku di tevahiya dîrokê de daxwazên wî yên herî mirovî hatine redkirin, hem bi gelê xwe re hem jî bi tevahiya cîhanê re peywendiya wî hatiye birîn.
Hemû rêyên xwe anîna ser ziman hatine girtin û ji tunebûnê re hatiye hiştin. Lêbelê gelê Kurd di her serdema dîrokê de serî li hember van kiryaran netewandiye, bêhêvî neketiye û dest ji lêgerîna rêyên çareseriyê bernedaye. Di dîroka mirovahiyê de yek ji qonaxên herî girîng ên ku bandor li gelek civakan kiriye, bêguman Şoreşa Fransî ya sala 1789'an e. Bi bandora vê şoreşê re di demên paşê de gelek neteweyan mafê serxwebûnê bi dest xistine û bi esasî di sedsala paşê de li cîhanê împaratoriyên mezin, bi taybetî Împaratoriya Osmanî ber bi hilweşînê ve çûne. Gelê Kurd jî ji bo ku ji vî mafî bêpar nemîne, gelek ceribandin pêk anîne. Ev ceribandin ji aliyekî ve bi serhildanên çekdarî hatine meşandin û gelek kesan pêşengiya van serhildanan kiriye; ji aliyekî din ve jî bi xebatên ragihandinê guherînên ronakbîrî û zanistî hatine meşandin. Gelê Kurd bêguman bi zanistê re bi sedsalan e rû bi rû ye, lêbelê zanist û ronakbîriya Kurd di gelek serdeman de feyde nedaye gelê Kurd. Ji ber ku pergala desthilatdaran hemû ezmûn û zanyariyên biqîmet ên li ser xaka Kurdistanê derketine ser dika dîrokê ji bo xwe girtiye û li hember gelên Kurdistanê xebitandiye. Bi Şoreşa Fransî re fikrên netewbûnê yên ku belav bûn, tenê bi naskirin, qebûlkirin û xwedî lê derketina gelan ve dikarîbûn pêk bên. Ev jî herî zêde bi rêya ragihandinê dikarîbû bê pêkanîn. Li Rojhilata Navîn ragihandin di sedsala 17'emîn de belav bûbû. Ev gav li Kurdistanê jî di sedsala 18'emîn de hate avêtin. Yên ku cara yekem pêşengiya vê gavê kirin, malbata Bedirxaniyan bû. Malbata Bedirxaniyan malbateke gelek berfireh e li Kurdistanê. Di 22'yê Nîsana 1898'an de li paytexta Misrê, li Qahîreyê, yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê ‘Kurdistan’ ji aliyê Mîqdat Mîthat Bedirxan ve hate derxistin. Cara yekem ji bo Kurdan rojnameyeke bi zimanê Kurdî dihate derxistin; ev rojname bû destpêka ronakbîriya gelê Kurd. Hê jî ev roj wek Roja Rojnamevaniya Kurd tê pîrozkirin.
Ev ceribandin bêguman bi erêkirina Osmaniyan pêk hatibû. Dewleta Osmanî wê demê dizanibû ku heke hin derfetan nede gelê Kurd, wê ev gel jî wek gelên din ber bi fikra serxwebûnê ve bê dehfandin. Ji ber wê jî hem ji bo bandora xwe li ser gelê Kurd bidomîne, hem jî ji bo pêşiya tevgera Kurdan bigire, destûra derxistina vê rojnameyê dide. Ev rojname ji bo pêşxistina nasnameya gelê Kurd û zimanê Kurdî dibe bingeh. Di destpêkê de, li gorî şert û mercên wê demê tê plankirin ku ev rojname her 15 rojan carekê derkeve. Lêbelê ji ber zehmetiyan bi neçarî mehê carekê tê derxistin. Ev rojname di beşa xwe ya destpêkê de armanca xwe wiha diyar dike: hişyarkirina gel li ser nasnameya Kurdî û nêzîkirina wî bo huner û pêşketinê. Rojnameya Kurdistanê sê hejmarên xwe yên destpêkê bi tevahî bi zimanê Kurdî çap dike. Ji ber ku gelê Kurd xwedî li vê rojnameyê derdikeve, ev rojname jî dixwaze bibe parçeyek ji hişyarkirina gelê Kurd. Piştî demekê Dewleta Osmanî rojnameyê qedexe dike, lêbelê demeke dirêj ev rojname bi rêyên veşartî dikeve Kurdistanê. Dema Dewleta Osmanî dibîne ku êdî bi rêya rojnameyê di nav gelê Kurd de tevger dest pê dike, paşê tedbîrên mezin li hember belavkirina rojnameyê digire û cezayên giran dide kesên ku rojnameyê belav dikin.
Tevî van cezayan jî, naveroka rojnameyê yek armanc dihewîne. Ew jî hişyarkirina gelê Kurd, pêdiviya perwerdeyê û xwedî li mafên xwe derketin e. Ev armanc di hejmarekê de wiha tê ziman: ‘Heyfa min tê ji Kurdan re; Kurd ji gelek qewman zêdetir xweşhiş û zîrek in, camêr in, di dînê xwe de rast û qewî ne, xurt in û dîsa wek qewmên din ne xwendewar in, ne dewlemend in...’
Dagirkerî tirsa herî mezin li hember hişyarbûna gelan û belavbûna rastiyê dijî. Ev tirs di her serdema dîrokê de bûye qedera desthilatdarên xwînmij. Dewleta Osmanî jî vê tirsê dijî û dixwaze tedbîran bigire. Lêbelê gelê Kurd carekê ji rastiyan haydar bûye. Piştî ku Rojnameya Kurdistanê tê girtin, bi navên cuda derxistina rojnameyan berdewam dike. Ev pêşketin wê nêzî du sedsalan berdewam bike heta ku Tevgera Apoyî derkeve holê. Her rojnameya ku tê derxistin, di bingeh de ronakbîriya Kurdistanê dike armanc û ji bo vê xebatê dimeşîne.
Di sala 1908'an de Meşrûtiyeta Duyemîn tê îlan kirin û paşê di jiyana siyasî û civakî ya Împaratoriya Osmanî de guherînên mezin dest pê dikin. Gelê Kurd jî di vê demê de dixwaze ji van guherînan sûdê werbigire û dest bi tevgeran dike. Di 5'ê Cotmeha 1908'an de rojnameya bi navê ‘Kurd Teavûn û Terakkî’ tê weşandin. Berpirsiyarê vê rojnameyê helbestvanê navdar Pîremêrd e, ku navê wî yê rast Tevfîq Begê Silêmanî ye. Ev rojname navê Cemiyeta Kurd Teavûn û Terakkî hildide. Wateya vî navî jî ‘Rojnameya Alîkarî û Pêşketina Kurd’ e. Ji vê rojnameyê neh hejmar tên çapkirin.
Rojnamegeriya Kurdî her ku diçe, bi fikrên nû û navên nû cihgirtina xwe di jiyana Kurdistanê de didomîne. Ev xebat ne tenê bi guherîna navan, di naverokê de jî pêş dikeve. Hin rojname û kovarên ku di wê serdemê de hatine derxistin wiha ne:
Rojnameya Jiyan di sala 1926'an de dest bi weşanê dike û heta sala 1936'an li Silêmaniyê tê weşandin. Ji vê rojnameyê 553 hejmar tên çapkirin û di sala 1938'an de ji aliyê meqamên dewletê ve tê girtin. Ev rojname jî ji aliyê Pîremêrd ve tê derxistin.
Dema Rojnameya Jiyan tê girtin, Pîremêrd rojnameya bi navê Jîn wek berdewamiya wê derdixe. Pîremêrd heta ku diçe ser dilovaniya xwe, yanî heta sala 1950'î, xebatên vê rojnameyê didomîne. Ev rojname piştî wî jî berdewam dike. Bi tevahî 1700 hejmar tên derxistin û di sala 1963'an de tê girtin.
Kovara Gelawêj jî li Kerkûkê di navbera salên 1941-1950'î de tê weşandin.
Kovareke din a ku derdikeve jî kovara ‘Rojî Kurd’ e. Ev kovar feraseta Îttîhad û Terakkî rexne dike, da ku di nav gelê Kurd de hêrsê ava bike. Ev kovar jî rastî êrîşên hikûmeta wê demê tê û piştî çar hejmaran hem navber tê dayîn weşana wê, hem jî navê kovarê wek ‘Hetawî Kurd’ tê guhertin.
Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de tevgerên neteweyî zêde dibin. Ev şer ji aliyê windahiyên jiyanî ve şerekî pir mezin û xerab e, lêbelê ji aliyê zanistî û hişyarbûna neteweyan ve bandorên gelek mezin derdixe holê. Di vê serdemê de rojname û kovarên ji bo hişyarkirina neteweyan zêde dibin. Kovara Jîn jî di vê serdemê de tê derxistin. Ev kovar girêdayî Cemiyeta Tealî Kurdistan e û di sala 1918'an de tê derxistin.
Kovareke din a ku tê derxistin jî kovara Hawar e. Ev kovar jî ji aliyê herdu birayên Bedirxanî, Kamûran û Celadet Bedirxan, ve di 15'ê Gulana 1932'an de li Şamê dest bi weşanê dike. Ev kovar bi awayekî rêkûpêk nayê weşandin. Rewşa heyî li ser derxistina wê bandorê dike. Bi giştî 57 hejmar tên derxistin û di 15'ê Tebaxa 1943'an de bi dawî dibe.
Wek em dibînin, hişyarbûna gelê Kurd dest pê kiriye û tevî hemû êrîş û zextan jî ev pêşketin berdewam kiriye. Lêbelê ev ceribandin negihîştiye tevahiya gelê Kurd û di asta netewbûnê de avakirina fikreke hevbeş her carê kêm maye. Bêguman ji bo vê kêmasiyê gelek sedem hene û ev sedem xwedî bandorên gelek mezin in.
Bi derketina Tevgera Apoyî re, li ser van ezmûnên bi dest ketine çandeke berfireh û kûr hate avakirin. Ragihandina Kurd bi Tevgera Azadiyê re zêdetir teşe girt û keda gelek pêşengên dîroka Kurdistanê gihand encameke têrker û hêja. Xebatên ragihandinê ji destpêka Tevgera Azadiyê heta roja me ya îro li Kurdistanê bûne qadeke mezin a têkoşînê. Gelê Kurd bi nasnameya azad hay ji xwe bû û di mijara yekparebûna zimanê Kurdî û xwedî lê derketinê de jî bû mertaleke mezin. Bêguman ev çand bi hêsanî ava nebû. Di vê oxirê de gelek bedelên mezin hatin dayîn. Ji yek ji avakarên Rojnameya Serxwebûn, Şehîd Mazlûm Doğan, bigire heta Tûfan Sefqan, bi sedan şehîd hatin dayîn. Her yek ji van şehîdan ji bo ku li Kurdistanê rastî serwer bibe û li hember dagirkeriya Tirk ruhê xwedî li azadiyê derketinê di nav gelê Kurd de bê belavkirin, kêlî bi kêlî xebitîn, xwêdan rijandin, di nav dijwariyên herî mezin de bi seknêke fedaî xwedî li rastiyê derketin û li hember dijmin sekinîn.
Ragihandina çiya bi fedaîyên xwe mohra xwe li dîroka gelê Kurd xist. Her yek ji wan lehengan ji bo ku ev xebat bigihîje encameke têrker û têkoşîna gerîla bi her awayî bigihîje civakê, kedeke mezin da. Her yek ji wan ne tenê di xebatên ragihandinê de, di hemû xebatên jiyan û têkoşîna gerîla de bi seknêke fedaî cih girt û roleke mezin lîst. Şehîd Bêrîtan endameke ragihandina çiya ya destpêkê bû; ligel vê, wek fermandara taximê berpirsiyarî girt ser milê xwe û bi çalakiya xwe ya efsaneyî ket rûpelên dîrokê. Xelîl Dağ bi fedakarî û coşa xwe ne tenê di xebatên ragihandinê de, di her xebatê de pêşengî kir. Armanç Kerboran bi pênûsa xwe kedeke mezin da xebatên ragihandinê, piştre jî wek fermandarê eyaletê bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê. Şehîd Arjîn çawa di xebata ragihandinê de xwêdan rijand, di qada cengê de jî wek fermandareke hêja cih girt û gihîşt şehadetê. Şehîd Elî Kanîroj, wek şagirtekî hêja yê Şehîd Xelîl Dağ, di gelek aliyan de nûbûn anî xebatên ragihandina çiya. Ligel vê, li Qada Botanê wek fermandarê taximê bi tevger jî rist girt. Şehîd Zerdeşt bû xebatkar û fermandarekî dilpola yê gerîla; ligel wê bi cidiyeteke mezin nêzî xebatên xwe bû û gav avêt. Dîsa gelek şehîdên din ên ragihandina çiya jî bi piralîbûna xwe rengê xwe dan xebatan. Ev jî dide diyarkirin ku xebatên ragihandina çiya di gelek aliyan de dibin bingeheke mezin ji bo jiyana gerîla û di vî alî de kedeke gelek mezin tê dayîn. Mesele tenê bikaranîna kamerayekê, tomarkirina dengekî an nivîsandina nivîsekê nîne; meseleya esasî xistina hemû amûr û rêbazan di xizmeta heqîqetê de ye. Li holê rastiyek heye; li hember vê rastiyê êrîş hene, zehmetî hene, hezkirin, xemgînbûn, acizbûn û kêfxweşbûn hene. Şopandin û parvekirina van di kêliyê de, di heman demê de nivîsandina dîrokekê ye. Ji ber wê Ragihandina çiya pêşengiya vê kir û îro jî bi heman awayî vê rola xwe didomîne.
Mijara herî esasî jî ev e: Li çiyayên Kurdistanê qada ragihandinê li hember dijmin bû mertaleke mezin û xebatên di vê qadê de hatine meşandin derbên mezin li dijmin dan. Ji ber wê Dewleta Tirk her gav lehengên di vê xebatê de hedef girtin û şehîd xistin. Lêbelê di her şehadetekê de bi dehan lehengan cihê wan girt û ji berê zêdetir lêgerîna azadiyê pêk hat. Di 10'ê Tîrmeha 2018'an de Dewleta Tirk dîsa bi êrîşkariyeke mezin xwest ku dengê ragihandina çiya qut bike û derbeke mezin lê bide. Di encama êrîşeke hewayî de sê lehengên gelê Kurd, Elî Kanîroj, Helgurt Bagok û Xemgîn Amed, gihîştin şehadetê. Di şexsê van fedaîyan de, ji bo bîranîna tevahiya şehîdên ragihandina çiya, ev roj ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel ve wek Roja Ragihandina Çiya hate îlankirin.
Ev roj tevahiya cangoriyên ku jiyana xwe di oxira heqîqetê de feda kirin pênase dike. Ev roj, navê wan biguhere jî, yên ku armanc, daxwaz, hest û ramanên wan her tim li pey şopandina heqîqetê ne pênase dike. Ev roj di şexsê Şehîd Elî Kanîroj, Helgurt Bagok û Xemgîn Amed de, ji Mazlûm Doğan bigire heta tevahiya şehîdên ragihandina çiya bîranînê tîne ziman. Ev roj, roja xwedîderketina li şopdarên heqîqetê û çavên rastiyê, şehîdên ragihandina çiya ye. Tenê wek wan temaşekirin, dîtin, guhdarkirin û nivîsandina heqîqetê dikare vê rojê biwate bike. Ji ber wê jî biwatekirina vê rojê erkeke sereke ya her ferdî ye.
Wan lehengan bi sekna xwe, bi coşa dilê xwe, di her şert û mercî de bi vegotina rastiyan û bi bûna şopdarên heqîqetê mohra xwe li dîrokê dan. Ew bi têkoşîn û kameraya xwe bûn ziman û çalakiya rastiyê. Di şexsê wan de îro rastî hemû bendan şikandiye û gihîştiye her kesê xwedî lêgerîna azadiyê. Mezin kirina bîranîna wan tenê bi bûna şopdarekî rast ê heqîqetê û xwedîderketina li mîrasa wan gengaz e.
