Her çiqas tovên azadiyê bi ked, bawerî û girêdaneke mezin di axê de hatin çandin da ku bibin hêviya hemû gelên bindest, Dehaqan xwestin wan bi şûr û barûtê tune bikin û ji kokê ziwa bikin.
Ji ber vê yekê li cîhanê, bi taybetî li Kurdistanê, xwîn, êş û sirgûn her tim hebûna xwe dane hîskirin û di bîranînan de cih girtine. Lê vê carê tovê azadiyê wê li hember Dehaqan bisekine, şîn bibe û kokên xwe li her derê belav bike.
Tevgera azadiyê ya ku di kesayeta Rêber Apo de pêşketiye, wek Kawayê Hesinkar li hember her cure zilmê wê bisekine û berxwedaneke destanî ya bêdawî bimeşîne.
Keça Serhildêr a Serhedê
Wesîle Arvîş li Bazîdê di malbateke welatparêz, bi kokên xwe ve girêdayî û ji tevgera azadiya Kurdistanê bandor bûyî de ji dayik dibe. Malbata Arvîş li axa Agiriyê ya bi kevneşopiya serhildanê zarokên xwe bi rihê berxwedanê û evîna welat mezin dike. Qêrînên bi hezaran zarok, jin û kalemêrên ku di Komkujiya Zîlanê de bi serûjêr hatin kuştin her tim di dilê xwe de hildigire. Ev bîranîn bandoreke kûr li Wesîleyê dike. Tevlîbûn û paşê şehadeta xwişka wê ji bo Wesîleyê dibe nexşeya rê û ew gava xwe ya yekem ber bi bûyîna keça serhildêr a Serhedê ve diavêje.
Gava Yekem di Têkoşîneke Bêeman de
Wesîle piştî demekê xebatên ciwanan biryareke bingehîn dide û di sala 2014'an de tevlî tevgera azadiyê dibe. Bi navê Adar dest bi jiyan û têkoşîneke nû dike. Adar Argeş li Rojava di refên YPJ'ê de ezmûnên şer ên dijwar qezenc dike û li hember dijmin sekneke fizîkî û îdeolojîk pêş dixe. Piştî du salan şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê berê xwe dide çiyayên azad ên ku hêvî û hesreta wan dikir.
Adar di sala 2016'an de sekna îdeolojîk a Rêber Apo ji xwe re dike rê û li akademiya partiyê di demeke kurt de pêş dikeve. Piştî perwerdeyê, bi daxwazeke mezin û bi armanca encamgirtina di her erkê de derbasî Heftanînê dibe.
Şervana Dilêr a Cenga Heftanînê
Di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên sala 2019'an de Adar berpirsiyariyeke mezin hildigire û wek jineke ciwan gava xwe ya yekem ber bi fermandariyê ve li Heftanînê diavêje. Di Cenga Heftanînê de bi wêrekî li ber dijmin radiweste û rola rawestandina êrîşan digire.
Adar wek fermandareke ku bersiva pêvajoyê dide, ji bo berpirsiyariyên mezintir derbasî Hêzên Taybet dibe. Xwe ji bo bûyîna rêhevaleke layiqî Rêbertiyê dide. Di Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a 25'ê Gulana 2022'an de cih digire û beşdariyeke girîng li serkeftinê dike. Birîndar dibe, lê ji vîna xwe tiştekî winda nake.
Her Birînek Ji Bo Wê Dibe Sonda Nû ya Tolê
Adar di pêngavê de dibe xwedî çalakiyên mezin û her birîna xwe dike sonda nû ya têkoşîn û tolê. Di 25'ê Mijdara 2022'an de bê tirs ber bi hêzên dijmin ên li Girê Şehîd Çektar ve dimeşe û bi rêhevalên xwe re çalakiyeke mezin pêk tîne. Bi pêşengiya rêhevalên xwe sonda xwe pêk tîne. Di vê çalakiyê de digihêje şehadetê û wek yek ji jinên mêrxas ên Kurdistanê nemir dibe.
