Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22’ê Cotmehê de di navbera navçeya Stewrê ya Mêrdînê û navçeya Bismila Amedê de operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye destpêkirin di 26’ê Cotmehê de bê encam paş de vekişiyaye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 14-15’ê Cotmehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin û di vê operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di vê pevçûnê de endamê meclîsa leşkerî Mehmet Goyî û rêhevalê Demhat Peyasê birîndar bibû tevî hemû hewldanên dermankirinê nehatiye rizgarkirin û gihîştine şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda de li navenda Şirnexê ji aliyê gerîlayên me ve hin çalakiyên berfireh hatine lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27’ê Cotmehê de di saet 15.00-16.00’an de û di 28’ê Cotmehê de di navbera saet 15.00-16.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî baregeheke leşkerî ya qereqola Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Din ava salên 90î de endameke tîma xençer ên di reşkuşiyên kiryarên wan ne diyar ên ji aliye jîtemê ve dihate kirin cîh digre
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24'ê Cotmehê de di saet 17.45'an de li navçeya Pîrana Amedê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li ser girê Dîmê bûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji ber raya giştî şert û mercên demsalê yê heyî û rastiya şerê dijwar ê li Kurdistanê diqewime nêçira li çiyayên Kurdistanê hatiye qedexekirin, kesên guhdar nekin jî wê pêkanînên pêwîst were kirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23'ê Cotmehê de di saet 17.10'an de li navenda Dersimê li dijî nuqteya polîsên tevgera taybet ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de polîsek hatiye kuşin.
- Ayrıntılar
Hêza têgînan tê zanîn. Hêza wan jî bi bandora wan û bi qasî pêk were, tê weznandin. Ger hin peyv bên ser ziman lê di rewşa heyî de tu guhertinan neke bê wate dibe. Ev rewş hîn zêdetir jî nîqaşên di rojên dawî de him ji aliyê rayedarên dewletê him jî rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û saziyan civakî ku di derbarê çareserkirina Kurd de hêviyan ava dikin bi vî rengiye. Di axaftinan de mirov dibêje qey aha çareserî çêbû, hemû pirsgirêk ji holê rabû. Lê rastî berovajî wê ye…
Di her kar û barî de bendemayîn an jî rewşa ne zelal li ser derûniya mirovan bi awayeke neyînî bandor dike. Ji ber hêvî heye jî berowajî rewşa heyî tu hewldan pêş nakevin. Di nava demê de guhertîn jî nebe, dema mirov rastiyan dibîne ji rewşa beriya hêviyan xiraptir rewşeke din ava dibe. Ma em berê xwe bidin çend gotinên rojên dawî û rewşa heyî..
Ev çend care dubare dike, "Ger pêwist bike, ez ê rayedarên xwe bişînim Îmraliyê, em ê pêvajoya Osloyê carekedin bidin destpêkirin". Disa di raya giştî û di çapemeniyê de jî ev weke çareserî hat, gavên mezin hatin avêtin, PKK nahêle çareserî bibe û hwd. tên guftugokirin.
Lê di rastiya vê de çi heye? Zêdetirê saleke bi hiccetên vala û pûç hevdîtinên Îmraliyê tên astengkirin û radestî tê ferz kirin. Li beramberî vê jî ji aliyê Rêber APO berxwedaneke mezin tê meşandin.
Herroj bi balefirên şer, bi helîkopterên kobrayan, bi hewan û obusan bihost bihost erdnigariya Kurdistanê bombebaran dikin û hewl didin tevgera azadiyê bi riya teknîka herî pêşketî tune bike.
Ji xwe li beramberî çalakî û tekoşîna gerîlayên azadiyê ew qas tengav bûne, hêrsa wan, dijwariya axaftinên wan jî ji ber binkeftina li beramberî gerîlayên azadiyê ye.
Herdem bi nûçeyên derew û bê bingeh dixwazin gel û gerîla ji hev qut bikin, gel bînin beramberî gerîlayan, ji bo vê jî her cure derew belav kirin lê nekarîn. Çawa ku demekê dixwestin Rêber APO û tekoşîna azadiyê bînin beramberî hev lê biserneketin…
Ev çil roje li girtîgehan berxwedaniyeke mezin heye, lê adeta çapemeniyê û rayedarên dewletê xwe li himber vê tekoşînê ker, lal û kor kirine. Ne behs dikin ne jî dibînin. Lê tiştên girtî bi çalakiya xwe dixwazin bal bikişînin ser, hêviyên bi milyonan gelê Kurd e. Bi çalakiyên xwe, canê xwe feda dikin û ji bo hêviyê sedê sala pêk were û pergala îxanetê were şikandin, roj bi roj laşê wan dihele.
Çiye tiştê tên xwestin?
*Tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO bi dijwarî berdewam dike, dawî lê anîn û mîsogerkirina rewşên Rêber APO yên ewlekarî, azad tevger û tenduristiyê.
*Hemû zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî bi dawî kirin… Her çiqas -li min biborînin-hin kundir bibêjin xwestina perwerdeya bi zimanê dayikê li pey şeytên çûndine jî, mafeke herî rewa û mirovahiyê… Bi taybet jî mafê xwe parastinê yên bi zimanê dayikê…
Lê gelê Kurd ne xerîbê van helwestane. Di Roboskiyê de çend roj ji ser derbas bû, yek rayedarên dewletê devê xwe venekir. Dîsa çapemeniya wan xwe ker û kor kirin. Li Qendîlê di qetlkirina Solîna biçûk û malbata wê de înkar kirîn, tevî dîmenên hatin weşandin jî bê ku ruyê wan sor bibe ev înkar kirin. Çawa ku bi salane hebûna Kurdan înkar dikirin lê bi tekoşîn û berxwedanê êdî nikarin tune bihesibînin û tenê bi gotin dibêjin heye..
Gotineteke pêşiyan heye "Her sal xwezî bi par"… Gelek caran bav û kalên me ji bo rewşa heyî her ku diçe ber bi xerabiyê ve diçe û bêriya demên bihurî dikirin ev biwêj tianîn ser ziman. Lê niha sal bi sal, roj bi roj bi tekoşîna ji aliyê tevgera azadiyê û gelê Kurd tê dayîn ev rewş berovajî dibe.
Mirov dikare bêje êdî vê gotinê rayedarên noker bilêv dikin. Di dema avakirina kovarê de gotin em birayê hev in lê piştî dagirker ji welêt bi hevkariyê bi biratiyê hate avêtin, biratî hate jibîrkirin û ew bi xwe bûn dagirker. Kurd li welatê xwe bûn bindest. Hebûna wan hate înkar kirin, li Agiriyê hate binaxkirin û li ser hate beton kirin. Kî-kê li ser navê Kurd û Kurdistanê hevokek bikar bianiya rastî zext, girtin, ceza û îşkencê dihat. Herdem û li her derê Kurd biçûk hate dîtin. Balkêşe di nava civaka tirk de dema yekî -ê tiştekî xirap digot ji bo biçûkbûnê û xirabiya wê nîşan bidana digotin; "ma tu kurd e". Ango ji bo Kurdan tiştê xirap hebû. Kurd bûn tiştekî şermê bû. Bi gotina Rêber APO; li Kurdistanê êdî li ser navê Kurdan pel jî nedihejiye. Lê bi tekoşîna azadiyê ev rewş berovajî bû.
Her roja diçû tevgera azadiyê mezin dibû, belav dibû, li dilê hemû Kurdan weke rojê hildihat. Her roj ref bi ref ciwan tevlî vê tekoşînê dibûn û îroj bi pêşengtiya Şehîd Rojînan, Şehîd Sozdaran bi hezaran şopdarên nemira heye. Her caneke xwîna wî-wê diherike nava xaka welatê me yê pîroz, bi hezaran Rojîn mezin dibe, bi hezaran Sozdar ala berxwedanê bilind dikin. Her şehadetek weke tovê li xaka welatê min direşe û hêvî roj bi roj mezin dibe, azadî li asoyan hîn ronî diyar dibe. Ji ber wê jî azadî ji her demê nêzîktire… Tenê em hêviyên xwe wenda nekin, em ji bîr nekin Rêber APO digot;
"Hêvî ji serkeftinê bilindtire."
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
Tecrîda li ser Birêz Ocalan gihişte 500 rojan. Her kurd deyndarê şerê li dijî faşîzma Îttîhayiyên kesk e.
------------------
Felsefeya dîrokê, mezin dinêre û dîroka mirovahiyê di formulên matematîkî de dide. Lewma zanista sosyolojî dibe bingeha dîrokzanan… Dîrokzan jî, bûyeran di çarçoveya sosyolojîk de digirine destên xwe.
Hegel jî, Marx jî, Toynbee jî serî li heman riyê dane.
Greva birçîbûna girtiyên azadiyê li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê di felsefeya dîrokê de, roleke sosyolojîk dilîze. Bi sosyolojî re, cihekî edebî jî di dil û mêjiyê mirovan de çêdike. Lewma ezê gotina; “ez tecrîd im, di çala mirinê de… Ez helbest im di greva birçîbûnê de, ez roman im, di hucreya tenê de, ez kurd im di zindana servekirî de…” bi kar bînim.
Ezê gotina; “ez Zerdesht im, di devê sergerdeyê Erdogan de… Ez Êzdî me, li Roboskî, li geliyê Tiyarê qirkirina çekên kimyewî de…” bikar bînim.
Ezê gotina; “ez di milemyuma belengaz de Kawa me li dijî Dehaq im... Ez Aşê Hubetê Derya Birahîm im, li dijî Nemrud im.. Ez Musa me li dijî Frawun im…” bikar bînim.
Ezê gotina; “ez hebûn im li dijî dewleta ceberrûd, wek teqînek volkanîk ya halezona şemsî me, di dergehê qaranî de pûtên Îttîhadiyan û cunteya Erdogan dişikînim” bikar bînim.
Ezê bi devê Ocalan bêjim; “ew pira jiyana azad in” bi kar bînim û di destanên homerîk de bilorînim....
Birêz Abdullah Ocalan, ev gotin ji bo têkoşerên ku li dijî Cunta Ewren canê xwe kirin mertal û di şoreşa kurdî de bûne pêtên agirê Kawa bikaranîn. Îro, em destanên wan cengaweran dixwînin û dibînin ku şoreşa Kurdî, di hest û hestiyariya wan kesan de bûye rengê jiyanê. Ev rengê jiyanê dîrokek nû ye û li ser bingeha bûyera sosyolojîk hatiye avakirin. Ev bûyera sosyolojîk, îro careke din li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê zindî bûye. Ev bûyera ku reng dide dîrokê, vê carê, li dijî cunteya Erdogan wê bibe teqînek volqanî.
Sirr û razên avakirina cîhanê, yekemîn car di Zend Avesta de, bi navê din di Pirtûka Heft Mohrî de hate nivîsandin. Îro, di çar pirtûkên pîroz yên olên semawî de cih digirin. Germahiya wan sirr û razan di hêza mirovan de û di cengaweriya pêşeng û lehengên mirovahiyê de veşartî ye. Îro jî mirovahî li hemberî agirê wan mirovên pêşeng û leheng germ dibe û di riya jiyana bi rûmet de dibê karwanekî bêpayanî.
Sirr û razên Şoreşa Kurdî jî, di agirê bedena cengawerên li dijî Cunta Ewren pêket de veşartî ne. Îro jî, gelê kurd û gelên li herêmê li ber germahiya rimiya pêtên agirê bedenên halezonîk di nava tevgera dîrokî de ne.
Her roj bûyerên sosyolojîk derdikevine holê û reng didine dîroka nû ya herêmê. Her buyer, li dijî faşîzma ku ji nûkirina kapîtalîzmê derdikevê holê, şerekî nû ye. Di destpêka sedsala bîstûyekê de, mixabin, kapîtalîzmê, wek marê ku di destpêka Biharî de xwe biguhere, kalanê xwe ji ser xwe biavêje; di guhertina vê sedsalê de “faşîzma kesk” derxiste holê û Cunta Erdogan li sere pramîda vê faşîzmê rûnand.
Afirgerd, yanî Xedawendên wek pêşeng û lehengên bûyerên sosyolojîk, ku 30 sal in şer dikin, îro li dijî faşîzma kesk û li dijî Cunteya Erdogan şer dikin. Cunteya Erdogan xerab dilîze û kûr û dûr lêdixe… Tecrîd jî kiriye, bingeha kiryarên qirkirinên xwe. Geh li çiyan di çekên kîmyewî de, geh di rehîn-girtina siyasetmedar, rojnamevan, parêzer, jin û zarokên Kurd de, geh li Îmralî bi zincîr û lelekirina Serokê Haraketa Azadiya Kurd de… Û ha ha engizisyona asimîlasyon û qirkirina kulturî bikartîne.
Lewma girtiyên azadiyê, di şerê li dijî Cunteya Erdogan de, di formulek matemetîkî de, wek afirgerdê sosyolojiya dîroka nû, di bedena xwe de destanekî nû dinivîsin. Ev stuna sêyemîn ya dîroka nû ye. Li Grava Imralî jî zincîr û leleyên zulmeta Erdogan têne parçe kirin. Navê vê têkoşîna dîrokî, otopsiya li ser birîna sedsalê ye û navê wê azadî ye, demokrasî ye.
Germahiya sê stunên dîroka nû, Kurdistanê dipêçe, li herêmê bela dibe û digihe Ewropa. Bi xetên qalind, “îstîkbala” paşerojan destnîşan dike. Dîsa bi xetên qalind “îstîkbala” paşerojên kiryarên aşûfteyî yên Cunta Erdogan destnîşan dike. Navê vê neynika dîrokê, tacîdariya jiyana bi rûmet û hevpar e!...
Ezê di dawiyê de bêjim; ez di mîlanyuma belengaz de, bedena “qutb-û sultan”ên ku dibine ronahiya sedsalê, navê xwe li Kurdistanê dikin, bi Lebşêrîna Êzda, êşa wan teva di dil û bedena xwe de dijîm û wan bi dilgermiyek edebî maç dikim.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
