Hêza rêxistin, tevger an jî kesayetên dîrokî bi guhertina di civakê de çêkirine an jî pêşketinên bi xwe re anîne tên pîvan. Di her dema dîrokê de kesayet, tevger û rêxistinên bi vî rengî derketine holê. Zerdeşt bi felsefeya xwe di mijara bîr, bawerî û exlaqê de guherînên di asta şoreşê de ava kir. Îsa di erdnigariyeke berfireh de di aliyê hişmendiyê de mûcîze pêk anî. Muhammed di nava civaka ereban de adeta mîna rojê, bi ol û bîrdoziya xwe pêşketinên bêhempa di Rojhilata Navîn de çêkir. Ev û gelek tevger û rêxistinên din ên di demeke dîrokê de şoreşên xwe ava kirine û hîn jî bandorên wan berdewam dikin.
Di demên dawî de jî kesayetên mîna Gandhî, Mandela, Che û gelek lehengên din di rizgarî û azadkirina civaka xwe de roleke pir girîng lîstine. Di roja me ya îro de jî mînaka herî şênber PKK ye û Rêberê Gelê Kurd ê damezrênerê vê tevgerêye.
Beriya niha 34 salan di vê demsalê de li navçeya Lîceya Amedê li Gundê Fîsê bi tevlêbûna 22 ciwanên xwendekar û kedkar bingehê tevgereke dîrokî avêtin û berê herîkîna dîrokê guherîn. Beriya niha 34 salan adeta li ser navê Kurd û Kurdistanê pelek jî nedihejiya lê di roja me de êdî tu kes nikare hebûn û nîrxê gelê Kurd tune bihesibîne.
Dema ev tevger hate avakirin, kesî ji wan bawer nedikir û henekên xwe bi wan dikirin, biçûk didîtin. Lê van ciwanan bi pêşengtiya Rêber APO gav bi gav bi gavên ji xwe ewle ber bi serkeftinê dimeşiyan. Tevgera Azadiyê ji beriya damezrandinê heta roja me bi hezaran şehîd da lê tu carî hêvî û baweriya xwe neşikand. Bi her şehadetekê gavên mezin ên nû dihate avêtin. Xwedî li bîranîna cangoriyan derdiket, derdikeve û wê derkeve jî. Çawa bi şahadeta lehengê mezin Heqî Qarer gava partîbûyinê hate avêtin û ev 34 sale bê navber destkeftiyên dîrokî ava dike. Çawa bi berxwedana zîndanan gava destpêkirina şerê çekdarî hate avêtin, şer û gerîla li her devera Kurdistanê belav kir û îro jî berdewam dike. Çawa bi şehadeta fermandarê mezin Rêheval Egîd gava artêşbûyinê hate avêtin û îro bi hezaran gerîlayên xwe HPG xwedî li mîrateya fermandarê xwe yê mezin û ARGK’ê derdikeve û bi taybet jî di sala 2012’an de şerê şoreşgerî de xwe gîhand astekê û nîşan da ku wê di sala 2013’an de ev aste bilindtir bibe.
Dema mirov li daxuyaniyên rêxistinên Tevgera Azadiyê temaşe dikin jî mirov dizane ku wê rengê tekoşînê yê sala 2013’an çawa be?
Werin em ji daxuyaniyan çend hevokan bi hev re dubare bişopînin…
PKK wuha dibêje;
Me weke tevger: Di 2012’an de bi qonaxa 4’emîn a şerê gel ya şoreşger serkeftinên mezin bidest xist. Bi çalakiyên Çelê, Çewlîk, Amed ê dewleta tirk careke din hêza me. Her wiha berxwedanên zindanan destpê kir. Demek dirêj berdewam kir.
Em dikevin 35’emîn sala damezrandina PKK’ê û em bang li hemû gelê Kurd, demokrat, dost, hunermend û parêzvanên mafê mirovan dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin.
KCK wuha dibêje;
Em di pêvajoyekî dîrokî yê herî nêzî azadiyê ne, salên mezinin. Êdî Kurdekî ku berxwedanê dike hatiye avakirin. Bi qasî ku muhtacê tu kesê nebe xwedî vîn, zanîn, hêz, tecrûbe qezenckirî û bedel dayî hatiye afirandin. Gerîla jî wê rêbazê leşkerî yê dijmin ku têde pir israr dike bi tecrûbeya hostatiyeke mezin û performanseke bilind dê di têkçûneke mezin re derbaz bike, wê bihêle ku dijmin berdêlek pir mezin bide.
Kongra-Gel dibêje;
Bi pêşengtiya Rêber Apo hemû tevgera me hêzek mezin girtiye û di têkoşîna şoreşgerî de derbeyên mezin li sîstemê hatiye xistin. Li dijî polîtîkayên AKP’ê en dagirkeriyê Hêzên Parastina Gel (HPG) li herêma Botanê bi çalakiyên xwe artêşa dagirker têk bir. Bi vê pêngava şoreşgerî re careke din hat nîşankirin ku polîtîkayên AKP’ê ên ewlekariyê vala hatiye derxistin.
HPG wuha dibêje;
Pêvajoya azadiya Rêber APO ya giyan û can daye gelê mê, bi pêngava berxwedanê ya şoreşgerî ya 2012’an destpêkiriye. Ji bo di sala 2012’an de ruhê berxwedanê derxîne asteke jortir û bi serkeftinê tacîdar kirin wezîfeya me ya hemûyane.
Em vê rastiyê bi yek gotinê dikaren weke seferberiya topyekûn binav bikin. Em tevgera azadiyê û gelê evîndarê azadiyê bi vê ruhê seferberiyê, di nîzama seferberiyê de tekoşînê bimeşînin.
YJA Star wuha dibêje;
Divê were zanîn ku heya em azadiya Rêberê xwe û gelê xwe bi dest nexin, emê tu carî di tekoşîna xwe ya berxwedaniyê de tawîzan nedin. Di serî de gelê Kurd, emê tekoşîna azadiya tevahî gelên bindest, wek tekoşîna xwe bigrin dest û emê di helwesta xwe ya azadiyê de gav paşde navêjin. Dîsa emê ji bo tevahî jinên ku di cîhanê û heremê de bi destê zilamê desthilatdar û paşverû tê kuştin bibin tevgera tolhildanê. Bi bûyîna hêvî û çavkaniya jiyanê, emê tekoşîna xwe berdewam bikin.
Di hemû daxuyaniya de mijara hevpar, tekoşîna PKK, destkeftiyên di 34 salan de afirandiye, berxwedana sala 2012, bang û sozdana bilindkirina tekoşînê heye. Wê demê rengê pêşerojê an go rewşa pêvajoya 2013’an ji niha ve diyare. Ew ê bi berxwedan û tekoşînê derbas bibe.
Bi hêviya wê sala 2013 bi berxwedan û tekoşîna Rêber APO, Gelê me yê serhildêr, berxwedanvanên li girtîgehan û bi gerîlayên azadiyê bigihêje serkeftinê, Rêber APO azad bibe û Kurdistan bibe xwedî statû. Carekedin bi van hêviyan salvegera damezrandina PKK li hemû mirovahiyê pîroz be!
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Me weke PKK sala 34. a şoreş û berxwedana mezin li pey xwe hişt û em ber bi sala serkeftinê sa 35. ve diçin. PKK bi mîrateya xwe ya dîrokî ku di dîrokê hemkûfê wê kêm in bi vê tecûrbeya xwe ketiye pêvajoya xwe ya herî gihaştî. Weke gel û partî jî di sala 35’an de bîr û baweriya me xurt ku wê bi vê tecrûbe û ezma xwe azadiya Rêber APO û Kurdistanê bi dest bixînin.
Bi vê baweriyê di serî de cejna partiyê ya Rêber APO, gelê me yê berxwedêr, gelên dost, hêzên berxwedêr û demokratîk û hemû rêhevalên me yê bi rik û hêzeke mezin tekoşÎna azadiyê gihandina roja me ya îro ji dil de pîroz dikin.
Em şehîdên xwe yê di sala zaferê ya 2012’an de li çiyayên Kurdistanê destan nivîsandine, di kesayeta rêhevalên me Êrîş, Andok, Arjîn Garzan, Mahîr Başkale, Celal Başkale, Rojîn Gevda, Mehmet Goyî, Rojhat Batman û Nergîz Cîzre hemû şehîdên xwe bi minnetdarî bi bîr tînin û bi vê boneyê soza serkeftinê ya me daye wan em careke din dubare dikin.
Di serî de berxwedana li Îmraliyê, li çiyê, li kolanan û herî dawî jî li girtîgahan a laşên xwe ji bo azadî û pêşeroja gelê Kurdistanê li mirinê razandin di hemû eniyên tekoşînê de berxwedaneke topyekûn hate meşandin.
Rastiya sala 34an careke din bi awayeke zelal nîşanî me daye ku rastiya Rêbertiyê û PKK’ê giyaneke berxwedan û şoreşêye û tu hêz nikare li pêşiya vê hêzê raweste.
Ev ruh, binxistina her cure dijwariyan, derbaskirina her cure astengiyan û adeta ji nûve afirandinê di nava xwe de dihewîne.
Ev giyan tekoşîneke herdemiye, bangawaziya guherîn û veguherînê ye.
Ev giyan di kesayeta Heqiyan de mirov bang Kurdistanê dike. Ev giyan di kesayeta Halîl Çavgûnan de fermana berxwedan û partîbûyina di xeta APOyî de ye.
Ev giyan, di kesayeta Mazlûman, Xeyriyan, Ferhatan de li dijî her cure paşverûtiya faşîşt û komkujer heta hilma xwe ya dawî li xeta APOyî de nûneriya berxwedanê û serkeftinê dike.
Ev giyan di kesayeta Egîd û Berîtanan de pêşxistina gerîlatiyê û li her qadê meşandina şerê azadiyê îfade dike.
Ev giyan dibe serhildan: di serî de ciwan û jin, raperîna gelê Kurd a ji bo azadiyê îfade dike.
Vaye ev giyanê berxwedanê, di sala 34. de me hemûyan bi awayeke wêrek û fedakar ber bi berxwedana mezin ve dikişîne, li beramberî her cure astengî û zehmetiyan de bê navber tekoşînê ji me dixwaze.
Li Kurdistanê rastiya Rêbertiya me û şehîdên me derxistiye holê ku mirov ya rast, baş û bedew biafirîne û jiyaneke nû ava bike.
Îro bi vê giyanê li her çar perçeyê Kurdisatnê gel, bi gerîlayên xwe, bi mîlîtanên PKK û PAJK’ê yên di girtîgehên faşîstan de li ser piyane, hemû gelê Kurdistanê jî li ser piyaye.
Weke gerîlayên HPG’ê di sala 2012’an de Şerê me yê Gel ê Şoreşger di 19’ê Pûşperê de bi Oramar û Şitazinê destpêkir, di 23’ê Tîrmehê de li Şemzînanê berdewam kir, di 4’ê Tebaxê de li Çelê xwe gihan giyaneke pêşketîtir ê êrîşê, gav bi gav li hemû Kurdistanê, ji Botanê heta Amedê, Çewlikê, Serhedê û Dersimê belav bû û artêşa faşîst felç kir, pûç kir û bêçare hişt.
Ev ruhê berxwedanê nîşanî hemû kesî daye ku em xwedî şens û derfetên mezin ên serkeftinêne ku tekoşîna azadiyê û şoreşa azadiyê bigihîjînin encamê. Ev salên em tê de ne salên şoreşêne.
Pêvajoya azadiya Rêber APO ya giyan û can daye gelê mê, bi pêngava berxwedanê ya şoreşgerî ya 2012’an destpêkiriye. Ji bo di sala 2012’an de ruhê berxwedanê derxîne asteke jortir û bi serkeftinê tacîdar kirin wezîfeya me ya hemûyane.
Em vê rastiyê bi yek gotinê dikaren weke seferberiya topyekûn binav bikin. Em tevgera azadiyê û gelê evîndarê azadiyê bi vê ruhê seferberiyê, di nîzama seferberiyê de tekoşînê bimeşînin.
Di sala 35’emîn de ji bo bidestxistina azadiyê, di meşandina tekoşîna azadiyê de teqez divê mirov weke saleke seferberiyê bigre dest.
Em jî weke gerîlayên tevgera azadiyê em aşkere dikin ku hemû erk û wezîfeyên bikeve ser milê me bi fedakarî pêk bînîn. Em vê ji gelê xwe û ji hemû raya giştî ya cîhanê re deklere dikin.
Em weke gerîlayên Kurdistanê ji bo pêngava “Ji Rêber APO re azadî û ji Kurdistanê re Statû” bi serkeftî bigihêje encamê ji hewldanên me yê sala 2012’an de hate nîşandan zêdetir, bi performanseke bilind, em soz didin ku di sala 35’emîn a partiyê de bi ruhê seferberiyê pêşwazî bikin.
Dubare salvegera 34’emîn a partiyê di serî de ji şehîdên me yê leheng, ji Rêbertiya me, ji Gelê me û li hemû rêhevalên me yê li eniyan tekoşînê dimeşînin û ji şervanên me yê azadiyê re pîroz be.
Em weke hêzên HPG’ê di sala 35’emîn a partiyê de em soz didin ku em ê hemû erk û wezîfeyên dikeve ser milê me û tekoşîna azadiyê bi ruhê seferberiyê bimeşînin soz dikin.
Şehîdên PKK’ê nemirin!
Bijî Berxwedana me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî!
Bijî Rêberê Gelê me yê bi heybet PKK – PAJK!
Bijî Rêber APO!
26 Mijdar 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Me weke PKK sala 34. a şoreş û berxwedana mezin li pey xwe hişt û em ber bi sala serkeftinê sa 35. ve diçin. PKK bi mîrateya xwe ya dîrokî ku di dîrokê hemkûfê wê kêm in bi vê tecûrbeya xwe ketiye pêvajoya xwe ya herî gihaştî.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 25’ê Mijdarê de di saet 09.00’an de li navbera Qereqola Girê û Girê Cigerxwîn de li dijî yekîneyeke artêşa dagirker a tirk ên ewlekariya rê digirin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24’ê Mijdarê de di saet 16.00’an de li navçeya Kercewsa Êlihê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên di du kozikên qereqola Bêgirmanêye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
2. Di 22’ê Mijdarê de di saet 20.30’an de li ser riya Amed-Çewlikê li nêzî Gundê Fîsê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 22’ê Mijdarê de di saet 20.30’an de li ser riya Çewlik-Amedê li nêzî Gundê Fîsê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye, herweha herêma pevçûnê heta saet 24.00’an bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22’ê Mijdarê de di saet 15.00’an de li dijî helîkoptereke ji Osyan ber bi Şirnexê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê Mijdarê de di saet 10.00’an de li navçeya Geverê li dijî helîkopterên ji qereqola Oramarê re cebilxane vediguhezand ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin
- Ayrıntılar
Her demsal bi rengê xwe xweşe. Bihar bi şînahi, kulilk, baran û teyrokê xwe bi wateye. Remza biharêye vejîn. Her tişt, her zindî di biharê de xwe ji nû ve diafirîne. Şitlên dara roj bi roj bilind dibe, ji rojên havînê re, dibe dergûş, dibe hawên. Di vê demsalê de jî hemû gerîla wekî zîndîbûna xwezayê, zindî dibe. Dest bi liv û tevgera nû dike, amadekariyên xwe dike, xwe nû dike, li der û dora xwe digere, nas dike, bi xweza yê re jiyan dike. Debara xwe ji xwezaya, di vejîna biharê de dike. Cûr be cûr gîha berhev dike; soryaz, lûş, guhereşk, sipîng, kereng, tolik, kuwark û bi dehan cureyên din... Rêwaz dîsa gihayeke herî bedew ên çiyayên Kurdistanê ne. Li qadên gerîla bi taybet jî li herêma Qendîl û Xinêrê dîsa li herêma Xerzanê pir zêde şîn dibe û tameke hinek tirş, bi navê xwe yê din mûza bejî (yabanî muz) di rêwitiyên gerîla de rengeke cuda dide wê meşê. Di rêwitiyên biharan de bi baranê tavî de car caran şil dibe û li ber agirê biharan xwe zuha dike, bi çayvexwarina ji çeydanê reş, hemû westana xwe ji bîr dike gerîla. Weke nûbûna xwezayê, gerîla jî bi her biharê re nû dibe û bi hêviyên mezin dest bi kar û xebatên sala nû dike.
Havîn bi germahiya xwe tê zanîn. Di vê demsalê de her fêkî distewe. Bax, bexçe, zevî û bîstan berhemên xwe diyarî mirovahiyê dike. Wekî sitewîna nebatan, pêvajoya siyasî jî germ dibe. Piştî amadekariyen demdirêj ên gerîla êdî dest bi tevgereke xurt dike gerîla. Çalakiyên gerîla di vê demê de zêde dibe, herweha tevgera wan jî zêde dibe. Gelek gerîla ji ber guhertina qada tekoşînê dest bi rêwitiyên dirêj dike. Di destpêka havînê de herkes berê xwe dide qada xebatê ya nû. Bi gihîştina herêma xwe dest bi hewldana naskirina wê qadê dike. Hevalên nû nasdike, eraziyên nû dinase. Çawa famkirina jiyanê çavkaniya azadiyê be, naskirina qada tekoşînê jî ji bo gerîlayekî tê wateya serkeftinê. Derdora xwe çiqas binase, şîverêyan, zinaran, latan, kaniyan, şikeftan, binberan (bin zinaran) çiqas binase ew qas dikare tekoşîneke serkeftî bide meşandin. Kurd û çiya adeta di heman wateyê de tên bikaranîn. Dema dibêjin çiya Kurd tê bîra min. Çima nizanim lê girêdana bi çiyayan bijareyên min ê hemû jiyanê diyar kiriye. Hîn beriya tevlêbûna nava refên gerîla, cihê çiyan cuda bû. Çavên min her li çiyan bû, min her dixwest biçim asoyên herî bilind ên çiyayê xwe. Ji xwe girîngiya çiyan a ji bo parastina çand û zimanê kurdî tê zanîn. Pêwîst nîne li vir jî were ser ziman lê, hezkirina çiyan dikare bandorê li hemû jiyana mirovan bike.
Payiz jî li herêmên gerîla de pir bi liv û tevgerê derbas dibe. Him hemû qad ji bo li dijî neyar û dagirkeran çalakiyên xurt li darbixin di nava hewldanan de ne, him jî ji bo amadekariyên xwe yê zivistanî xebateke kûr û veşartî tê meşandin. Tê zanîn rêgeza sereke ya gerîla veşartîbûne. Ji bo wê jî dema amadekariyên xwe yê zivistanî jî dike ango baregehên xwe yê zivistanî saz dike, bi disîplîn û hassasiyeteke mezin tevdigere. Li herêmekê yekîneyeke gerîla di xebatên bicîhbûna zivistanî de girîngiya pêwîst nîşan nedabe an jî hemû xalên veşartîbûnê bicîhneanîbe wê salê ew herêm derbe xwariye. Ji xwe li ser wê jî şert û mercên zivistanî yên giran jî li ber çavan were girtin, girîngiya amadekariyan bêhtir tê fam kirin. Hemû gerîla kedkar e, di her kêliya jiyanê de bi keda xwe jiyana dixemilîne, dewlemend dike, xweşik dike û bi wate dike. Ger di her kêliyê de ked nebe, kar û xebat jî serkeftî nabe. Dîsa kolektivîzma di nava gerîla de hemû astengiyên fîzîkî an jî lawaziyan dinuxumîne, vîn û baweriya xurt mirov li ser lingan dihêle, ya rasttir dide meşandin. Di yekîneyekê de li gel karbeşiya heye, herkes heta ji destê wî-wê tê dibeze hemû karî, adeta di kar de pêşbazî heye. Çawa rojbaş tê kişandin an jî ji xewê radibin hemû yekîne bi hevre diçin dara kom dikin paşê bi hevre karên din ê rojane berdewam dikin.
Zivîstan jî di jiyana gerîla de ciheke pir girîng digire. Ji xwe her demsal li gel xweşî, awantaj û rengîniya xwe zehmetî û dezawantajên wan jî heye. Yek ji demsalên zehmetiyên xwe herî zêdene jî demsala zivistane. Ji ber bilindbûna çiyayên bi heybet ên Kurdistanê, berfa zêde her sal hemû derê sipîdike. Adeta dibe kefena xwezayê. Hemû dever bi spîbûna berfê tê nixumandin. Hin war û qad hene ku çend metre berf lê dibare. Li gelek deveran aşût dikeve, ji ber naçariyê rêwitiyên hebin, riya çend xulekan dibe çend saet. Carna ji ber mij û moranê, ba û bahozê gav avêtin jî ew qas diwjar dibe ku mirov bawer nake ku wê ew dem bi dawî bibe. Lê çawa gerîla her dema jiyana di her demsalê de rengîn dike, bedew, dewlemend û bi wate dike, meha zivistanî jî bi heman rengî bi wate dike. Gerîla dizane ku sala berfa wê zêde be, wê pirsgirêka avê ya bihar û havîna sala were kêm be. Ango wê ev hemû ji bo kanî bi coş biherikin, demdirêj bimînin û yên nû jî biteqin ango kaniyên nû biherikin pir girînge. Berf çiqas zêde bibare wê ax ew qas têr vexwe. Dîsa ji ber ku gerîla li cihên herî bilind, dûrî kanî rûbaran bi cîh dibe, hemû ava xwe, bi hilandina berfê bidest dixe. Çaya gerîla li gelek deveran ya berfêye. Rengê çaya berfê hinek şolî be jî weke ya kaniyan ne zelal be jî mirov jê têr nabe ango têhna mirov naşkîne. Berfa zêde dîsa ji bo komkurina avê, ji bo bihar û havînê jî pir pêwîste. Li gelek herêmên kaniyên wan zû diçikin an jî dûrî kanî û rûbarane, gerîla bi berfa zivistanî avê vedişêre, kom dike û ji bo havînê jî amadekariyê xwe dike.
Xulase her demsal bi rengê xwe xweş e û gerîla bi jiyana xwe û bi afirîneriya xwe her demsalê xweştir, dewlemendtir û bi watetir dike. Dîsa berf kete çiyayê bilind ê Kurdistanê. Dîsa zivistanê ruyê xwe nîşanda. Ji niha ve diyare ku havîn û payiz bi tekoşîn û berxwedana gerîla, gel û girtiyan germ derbas bû wê ev zivistan jî bi heman rengî bi berxwedan û tekoşînê derbas bibe. Ango avisê bihareke mizgîniya azadiyêye.
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20’ê Mijdarê de di saet 15.00’an de li navçeya Şemdînana Colemergê li dijî Qereqola Giranayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
- Ayrıntılar
