Dawiya sala 1999’an a bi êş, mîna bahozekî roj bi rojî şêniyên xwe dubare dikirin.
Dawiya sala 1999an bû. Werzê zivistana wê salê bi girî û xemgînî xatir ji diyarê me dixwest. Em yekîneyek gerîla li Çiyayê Garê-Pirêzê, nêzî Çemê Xazirê diman. Li hemberî şûna ku em lê diman, li Heftebeqê jî yekîneyek heval diman.
Beriya ku operasyon li wir dest pê bike em agahdar bûn. Agahiya destpêkirina operasyona li wê derê berî sê rojan gihişte me. Ji ber vê yekê hevalan ji her hêlî ve pêşgirî û tedarîkên xwe standin. Her hevalek ji hêla xwe ve xwe amade dikir. Hin hevalan teqemenî û pêdiviyên şerkirinê, hinên din jî xwarin amade dikirin. Tiştên ku di nava yekineya me de zêde bûn, an jî di şer de bargiraniyê li me dikirin hatin binerdkirin.
Hêzên dijmin hîna nêzî me nebûbûn. Lê agir bê duman nebû! Beriya ku ew agir derûdora me bigirta me bi amadekariyên xwe dixwest pêşî lê bigirin. Ji ber vê yekê me di wê rojê de li pêşiya hêzên dijmin kemîn avêt. Di heman demê de me dixwest dijmin bikişînin deverekî dûrê şûna ku em lê diman. Lê çi heyf ku dijmin wê rojê bi pêş de nehat. Roja din hîna sibehê zû, mij û moraneke wisa hebû ku mirov bîst mêtro pêşiya xwe nedidît. Di wê mijê de nermebaranekî hûr jî dibariya. Wê çaxê gava me kemîn avêtibû hevalekî li Kêleka min got:
“Heval li wê dera hanê agirek xuya dike.”
Jixwe di wê kêliyê de min bi tenê li asîmanan dinihêrt. Bi awirên xwe di wê mijê de min asîman temaşe dikir û di heman demê de çeka min di qevdeya destê min de li benda teqînê amade bû. Her ku min lê dinihêrt, ez mîna guleyekî ku ji devê wê tê der, ez dûr gelekî dûr diçûm! Xeyalê min di kêliyên wisa de li her deverî digeriyan. Di kêliyên wisa de rojên rabirdû mina zengilê di sukra pezekî de deng vedida di bêdengiya xeyalê min de bû.
Bi dengê hevalê kêleka xwe re, em tev rabûn ser xwe. Dîtina agir dihate wateya ku dijmin ketiye tevgerê. Her ku mij û moran belav û zêde dibû, ronahî jî pê re zêdetir dibû. Wê çaxê me baş fêm kir ku dijmin bi dizî nêzî me dibe. Wê gavê me bi zorê xwe digirt ku em êrîş nekin. Gava dijmin di wê sibehê de nêzîktir bû şer qewimî û dengê çekan wê deverê dagirt. Ji her hêlî ve dengê çekên cûda cûda dihat.
Ji bona xwe gihandina şûnên bi ewle û xweş ji bo şerkirinê, em ber bi jor ve hilkişiyan. Lê dengê çekan qet navber nedida xwe û her berdewam bû. Car caran guleyên ku dihatin avêtin, ji peşkên barana wê sibehê zêdetir dibûn! Ji xwe guleyên çeka BKCyê gava li tehtên asê û mezin diketin parçe jê dipekandin. Parçeyên keviran ew çend zû dipekiyan ku ger li mirovekî biketa wê şûna guleyekî li canê wî bihişta.
Hîna şer didomiya dengê axînekî ji nêzîkî min hat! Wî dengî mûyên canê min tev hişyar kirin. Di wê kêliyê de dengê axîn û qêrîna gelek hevalên ku li kêleka min birîndar bibûn bi bîra min anî. Gelek hevalên min ên rêya dûr piştî axîneke wisa ji şer dûr diketin! Me xatir û gotina dawî yên gelek rêhevalên xwe piştî axîneke wisa dibihîst!!
Dema ku ez ji nava xewn û xeyalên dema berê vegeriyam û min li paş xwe nihêrt, heval Dijwar li nêzî min ber bi rêya pîroz ve diçû! Bi şehîdbûna heval Dijwar re, me hewl da ku em xwe bigihînin şûna ku em berê lê diman.
Her ku dengê çekên me disekinî em hinekî din bi şûn ve dikişiyan û dijmin jî bi milê me ve dihat. Ji saetên sibê heya êvarê me berxwedanekî bêhempa raber kir. Hêzên dijmin jî bi pêşmergeyên PDK`ê re nêzî 10-12 hezaran bû.
Dema ku tariyê reşahiya xwe li gerdûnê pêça, dijmin hêzên xwe bi ser hev de kom dikir. Hîn dijwartîr êrîş bi ser me de dianî. Hevalên me jî tevî êrîşa dijwar a dijmin hinekî din bi şûn ve dikişiyan. Lê her ku em hinekî bi şûn ve diçûn, şûn li me tengtir dibû! Wê demê gotina serleşkerekî Ereb, gava di deryayê de gotibû hat bîra min: “Li pişt we derya ye, li pêş we jî agir!” Rewşa me jî ji vê gotinê ne xirabtir, ne jî baştir e. Wekî ku ji bo me gotibû. An emê bi çekên biçûk ên destê xwe bi 12 hezaran re rû bi rû bimana, an jî meyê xwe ji zinarên bilind ku em li ser sekinîbûn bavêta jêr!
Li hêlekî me dixwest ku wan hevalên nû tevlî gerîla bibûn û li gel me bûn ji qada şer dûr bixista, li hêla din jî cîhan ji her hêlî ve li ser wan zinaran li me pir teng dibû. Mîna leza bayên payîzê pêwîst bû em biryara xwe bidin. Ji ber vê yekê biryara pêşî sekinandina dijmin me sitand. Ji xwe di wê rewşa hebûn û tunebûnê de şerkirin li ser şanê me erka herî pîroz bû. Bî vê biryarê re komek hevalan çekên xwe baş tije teqemenî kirin û çûn ji bona pêş de hatina dijmin bisekinînin!
Hevalên din jî bi yên nû re dixwestin rêya xwe ya filitandinê bibînin. Encax bi fîdakarinekî pir giran hin heval bi taybet jî yên nû werin rizgarkirin. Di nava germbûna şer de me hevalên nû bi zorê gihand deverekî bi ewle! Lê di rewşên wisa de dijmin tu derî bi ewle nahêle. Te digot qey her tiştê me dizanibûn -hêjmara hevalan, birîndaran, planên me… û hwd. dijmin bi tevahî hovaniya xwe pir nêzî me dibû. Êdî wisa lê hat ku me şûna hatina guleyan û devera ku diçiyê qet ji hev dernedixist.
Di nava wê gengaşê de mîna şewata sîxekî sorkirî ku bi canê mirov ve tê dayîn, piyê min şewitî. Gava min destê xwe da şûna ku dişewitî min his kir ku guleyekî mîna dijmin a xedar û bê bext di ranê min de şûna xwe çêkiriye! Pêşî min got belkî kevirekî tûj ê wan zinaran e, lê gava ku min baş lê nihêrt ez gihiştim rastiya ku guleya kleşê ye. Tevî ku ez birîndar bibûm û ranê(hestiyê hêt) min her ku diçû ez hilnedigirtim jî, min meşa xwe berdewam dikir! Lê piştî demekî kurt min hew dikaribû baş bimeşim. Ji ber vê yekê min xwe da ber zinarekî û runiştim. Hevalên din jî ji hev belav bibûn û xwe didane ewlehiyê.
Lê dijmin û pêşmergeyên her diçû bi dijwariyekê mezitir bi ser hevalan de diçû. Wisa dengê qîre qîra pêşmergeyan bilind dibû ku dawet dianîn bîra mirov. Te digot qey ne ji bona şer, lê ji bona şahiyekî hatine. Şer û kuştina mirovan ji bona dijmin şahî bû!!
Di her kêliyê de ji hev re qîr dikirin: “Êdî xilasiya wan nema!”
Hîna cîhan tarî nebibû kobrayên dijmin asîmanên wê deverê bi dengê xwe dagirtin. Kobrayên ku di ser me re diçûn raste rast bi çekên giran û qazanan li Hefttebeqê ku yekîneyek heval lê diman dixist! Li Hefttebeqê jî hevalekî bi navê Xanê şehîd ketibû, çend hevalên din jî birîndar bûn bi êrîşa kobrayan. Heyanî ber bi tarîbûnê ve jî êrîş bi dijwarî domand.
Piştî ketina reşahiyê êdî mirov pêşiya xwe nedidît. Cîhan pir tarî bibû. Hatina şevê dawî li êrîşa kobrayan anî û hêzên dijmin û pêşmerge jî hinekî din bi jor ve hilkişiyan. Ez heya wê çaxê li ber wî zinarî mam. Birîna min jî hinekî sar bibû û êşa wê daketibû. Lê ew dever qet ne bi ewle bû ji bona sekinandinê. Jixwe di wê kêliyê de ketina destê dijmin tim li bîra min bû. Gava hevalek birîndar dikeve dest dijmin îşkenca ku di ferhenga tu welatî de derbas nedibû li ser wî dihat meşandin. Ji ber vê yekê min çavên xwe li şûneke bi ewle gerand. Her çendî min hêviya xwe ji jiyanê qut kiribû jî min xwe bi xişikandinê hinekî ji wî zinarî dûr xist. Wê çaxê min ji xwe re got; “baş e min çek û çentê xwe teslîmî hevalan kir!” Jixwe dema ez birîndar bûm û li ber zinar runiştim hevaleke keç ku ji Ewropa hatibû û hîna nû bû ji mir re got: “Ez alîkariyê bidim te jî bona ku tu neminî!” Lê min gotibû; ez nikarin werim, ji te re çek û çente bigihîne hevalan! Ev gotina min wateya xatirxwestinekî ebedî bû. Tişta baş birîna wê hevalê ne giran bû, lê wê jî li gel min bimana û her tiştê min û wê dê biketa destê dijmin! Lê birina kleşê û çentê min ez di hêlekî de rehet kirim.
Dema min hinekî xwe xişikand ez gihiştim darekî û wê çaxê min da xwe ku ez li ser piyên xwe bisekinim. Lê wê demê min qet nikaribû gavekî jî bavêta! Tevî ku ez hinekî ji zinarê ku ez li ber sekinîbûm dûr ketibûm jî, lê peyv û gotinên min û hevala bi navê Ronahî ku ji Ewropa nû hatibû ji bîra min nediçû.
“Heval Nûhilat… Ka ez alîkariyê bikim û em bi hev re biçin.”
“Heval Ronahî tu dikarî biçî, lê ez nikarim. Ji bo vê yekê qet nebe bila yek ji me xilas bibe!”
Lê heval Ronahî bêyî dilê xwe peyvên min dadiqurtan û pejirand. Berî ku biçe min cardin bangê wê kir;
“Hevala Ronahî ji hevalan re silav û rewşa min bêje. Çente û çeka min jî bigihîne wan. Tenê demança min bila li gel min bimîne!”
Wê çaxê hevala Ronahî bi çavên tije rondik li min nihêrt û bêyî dilê xwe gav avêt. Lê her çendî gava wekî ku bêje “Êdî em te nabînin” li paş xwe dinihêrt. Wê çaxê cara yekem min hestên neçariyê û dil şewata bi xwe hîs kir. Berî wê rojê min tu carî xwe wisa bêhêz neditibû. Lê tevî wê yekê jî bi hêza mayî min xwe gihand ber darê.
Lê ez li gel darê nesekinîm û min hîn jî xwe dixişikand! Wê kêliyê min dengê hevalan bihîst. Deng ji jêra min dihat. Wê çaxê hêza canê min hîn zêdetir bû û min xwe bi lez xişikand. Gava ez gîhiştim min bang kir:
“Heval…Heval !”
Wê çaxê min zanibû ku hin heval in û di nava wan de hevala Xezal û Aydin birîndar in. Wekî ku heval li ser rêya çûyînê bûn, çekên xwe girtin û zû ji me dûr ketin. Min jî li birîna herdu hevalan nihêrt. Gava min birîna heval Xezal dît, birîna min ji bîra min çû! Birîna wê bi çend caran ji ya min dijwartir bû. Her wiha gelek parçe jî li canê wê ketibûn. Birîna hevalê Aydin zêde ne giran bû.
Li wir min him hestên hevaltiyê baştir fêm kir, him jî dijwariya tenêtiye jî ji bo min hîn çêtir zelal bû. Lê ji ber ku şûna me nê li cihê operasiyonê bû û wê roja din jî operasiyon bidomiya em ji xwe re li deverekî ku em xwe baş lê veşêrin geriyan. Hevalên ku çek û pêdiviyên bi me re rakirin, bi lez û bez şûnekî bi ewle ji veşartinê re dîtin û gotin: “Bi lez xwe veşêrin berî baran û berf xurtir bibe!” Û paşê jî heval bi lez û bê dilê xwe ji wir dûr ketibûn.
Jixwe wê şevê berf û baranê bi hev re lê kiribû. Lê ji ber ku şûna me dilê min rehet nekir min li dora xwe nihêrt û darekî qaçê ku pir stûr bû dît. Hema di cih de em çûn ba kuna wê. Şensê me ew bû ku nava darê wekî şikeftekê biçûk vala bû. Tevî ku cih teng bû jî me hersê havalan xwe di hembêza dara qaçê de veşart.
Wê şevê me li wir, bêyî ku em tu tevgerê bikin derbas kir. Serê sibehê hîna zû bû dijmin û pêşmergeyan xwe berda binê dolê ku em jî li wir bûn! Hêdî hêdî leşker û pêşmerge li hev kom bûn. Tu dever ji ber wan nedifilitî. Her dever bi hûrayî kifş dikirin û digeriyan. Li paş her kevirekî û zinarekî digeriyan. Hin pêdiviyên biçûk ku li paş hevalan mabûn, an jî ji wan ketibûn kom dikirin û kêfxweşiya xwe didomandin.
Pêşmerge û leşker ew çend nêzî me bûbûn ku êdî me ew bi çavan didît û dengê wan dibihîst. Lê tirsa me bi dîtina dîmenê hevalê Qehreman ji bîra me çûbû! Hevalê Qehreman şeva derbasbûyî piştî birîndarbûnê şehîd ketibû. Leşker û pêşmergeyan jî ew dîtibûn. Tişta ku zora me dibir ew bû ku me nikaribû wî hevalê xwe xilas bikira. Jixwe dijmin jî ji vê yekê re rê nedida.
Dijmin ew çend bi hûrahî li wan deran digeriya ku me digot ‘wê niha bên û li nava darê jî binihêrin. Wê çaxê dengê hevala Xezal mîna stranekî bi jan dihat gohê min:
“Ezê vê narincokê bi xwe de biteqînim gava dijmin werin ser me! Bila parçe parçe bibe canê min ji bo ku dijmin nebêje min kesekê PKKê girt dest!”
Narincoka di destê hevala Xezal de, hingî dihat gûvaştin ji hêla wê ve, bi zorê mirov didît! Ji xwe tişta ku hevala Xezal digot, te digot qey ji dilê min gotinan derdixe û dibêje. Tişta wê bi deng digot me herdu hevalan bi bêdengiya xwe tim û tim dubare dikir.
Gava cara yekem çend pêşmerge ber bi şûna me ve hatin me bi bêdengiya xwe li hev mezê kir û xatir ji hev xwest. Wê çaxê narincoka di nava destê me de dibûn yê ruhstandina me! Bi rastkirina pîman re ma hênaseyên di wê kêliyê de mîna yên dawî dihesibandin. Ew me çend caran bi nêzîkbûna pêşmergeyan dihat jiyankirin. Lê pêşmerge ne ji bona venêrandinê, ji bona komkirina daran nêzî me dibûn!!
Tevî vê yekê jî heya êvarê me narincokên xwe ji destê xwe berneda. Êvarekî dijmin û pêşmergeyan cardin xwe dane jor. Wê çaxê tirsek kete dilê min û min ji hevalên xwe re got:
“Hebe nebe vana em dîtin. Lê ji bona ku hevalên werin bime ve, wê bisekinin ji bona ku windahî zêdetir bibin. Ji serê sibehê ve li van deran digerin. Em ne dîtibin jî, dengê axînên me bihîstine!!”
Hevala Xezal bi dengekî pir nizim gotinek ji gewriya xwe derxist:
“Rast e Heval!!”
Wê çaxê me mîna oldaran dua dikir û hêvî dikir ku heval neyên xilasiya me. Tiştê qenc jî ew bû ku heya sibehê tu kes bi wan deran de nehat. Sibehê zû em cardin li ser dengê leşker û pêşmergeyan hişyar bûn. Wê çaxê me dît ku agir pêxistine û çeydanên xwe danine ser. Gotinên wan pir zora me dibir. Bi seetan pesnê xwe yên şer dikirin. Lê di wê rewşê de her çendî ji dînsizan re bêîmanan re pêvîst bûn ji me nikaribû tu tiştî bikira.
Çavên me gavên her yekî bi hişyarî dişopand. Lê gava me dît ku sê pêşmerge nêzî me ber bi darê ve tên me got: “Êdî dem hat!!” û me narincokên xwe cardin amade kir!! Her gavekî wan ku ew nêzî me dibûn, dihat wateya kûrtbûna temenê me! Ya rast dawiya temenê me! Me xwe vê carê ji bona xatirxwestineke ebedî amade dikir. Lê hîna navberekî kûrt di navbera me de hebû, ji nişkê ve xwîn di canê me de bi rehetî geriya! Hîna negiştibûn darê, hersê pêşmerge vegeriyan. Wê çaxê tovên hêviyê ji nû ve di hundirê me hersêyan de aj dan.
Wê rojê jî heyanî berî êvarê ji ber gengaşe û dengê leşker û pêşmergeyan me dengê xwe nekir. Ji hêlekî ve birînên me, ji hêla din ve tevgera pêşmergeyan û leşkeran; me xwarin û vexwarin ji bîr kiribû. Li hêla din jî me bi seetan gotinek ne digot. Gelek caran zimanê me bi hesreta gotinekî dima. Lê ji ber ku ew gotin dihat dawiya temen ji bo me, me bi hewildanên mezin nedihişt ku yek ji me peyvekî bibêje. Ger bihata gotin jî bi dengê nizim bû. Lê axînên me yên ji ber êşa birînan rê nedida ku ew çend gotinên me yên nizim jî bi temamî werin gotin. Hîna reşahî neketibû wekî roja yekem, wê rojê jî pêşmergeyan û leşkeran xwe dan girê bilind yê li ser me.
Wê şevê cara yekem hevalê Aydin yê ku demekî kûrt di nava şer de mabû ji min re got:
“Heval Nuhilat, wisa diyar dike ku emê li vir berî dîtina hevalan şehîd bikevin. Lê berî ku ev yek biqewime ka em ji bona hevalan rewşa xwe ya li vir, her wiha tiştên ku me jiyan kiriye û dîtiye di rûpelekî biçûk de binivîsin. Dibe ku dijmin me bibîne û şehîd bixe. Qet nebe bila li paş me gotin û hestên dema birîndariyê bimînin.”
Tiştên ku hevalê Aydin bi lêv kirin ji bona min pir balkêş hat. Li hêla din jî sekna wî di halê birîndarbûnê de qet nedihişt ku mirov pê bihese ku nû hatiye nava şer. Wî qet li xwe dernedixist ku nû ye, an jî bê ezmûn e di çiyan de. Nêrîna wî jî gelekî kêfa min anî. Cesareta herduyan hêvî dida min. Hema di cih de min jê re got:
“Hevalê Aydin, pênûs û lênûsa xwe derîne û dest bi nivîsandinê bike!”
Tevî ku min ev yek got jî min di hundirê xwe de êşekî mezin dida jiyan kirin. Ji ber ku ez ji herdu hevalan jî kevintir bûm di şer de, min xwe mîna berpirsiyarê jiyana wan didît. Lê dema ku min xwe bê çare didît ez hîn bêhtir diêşiyam. Û mîna kesekî ku di avê de niqo dibe û li ber fetisandinê bi qirşikekî digire li me hatibû. Qirşikek dihate wateya hêviya jiyanê ji bo me!
Lê di wê şevê de nivîsandina min ne gengaz bû! Ji ber vê yekê cardin min got:
“Hevalê Aydin tu dikarî di vê şevê de binivîsî?!”
“Ezê bikaribim bidim fêmkirin heval Nûhilat. Belkî nivîs hinekî tevlî hev bibe, lê wê bê xwendin”!
Wê şevê jî me bi dorê nobeta xwe digirt. Ya rast birînên me nedihişt ku xew di çavên me de bi cih bibe. Bi nav yek nobedar bû. Lê di rastî de em hersê hişyar bûn, ji ber ku me bawerî bi dijmin netanî, me bi şevê qet axaftin nedikir.
Serê sibehê gava ez û hevalê Aydin ji xew rabûn, me zanibû ku em hinekî di xew re çûbûn. Wê çaxê dengê leşker û pêşmergeyan mîna rojên derbasbûyî cardin li dolê belav dibû. Wekî ku dilê wan rehet nebûbe dîsa li wan deran digeriyan, lê tu tişt nedîtin.
Heya nîvro wisa bi hişyarî û bê deng me di darê de tevger nekir. Dema bû nîvro piştî du rojan tiştek hat bîra min. Di berîka min de du kîsên şorba hazir hebûn. Hema di cih de min derxistin û me hersêyan xwar. Wê çaxê hevala Xezal bi dengekî melûl dest bi axaftinê kir.
“Heval, dibe ku ez şehîd bikevim. Ger ev yek biqewime, ez dixwazim hûn min di vê darê de veşêrin. Silavên min bigihînin hemû hevalan!”
Peyvên hevala Xezal pir ji min re giran dihatin, min di nava şer de pir rewşên wisa dîtibûn û min xatirê dawî ji gelek hevalan xwestibû. Lê wan caran qet nebe heya ku hevalê me şehîd diket jî me hewl dida ku em wî xilas bikin. Ger şehîd biketa jî me ew ji ser milên xwe danetanî heya ku me li deverekî neveşartiba…
Lê rewşa ku ez tê de bûm pir zora min dibir. Ji hêlekî ve hevala min xatir dixwest, ji hêla din ve ez bê çare bûm. Tenê car caran min bi zorê gotinên kêfxweşiyê ji lêvên xwe dertanî. Lê ma dilê min yê xemgîn dikaribû hevalekî wisa xemgîn kêfxweş bike:
“Hevala Xezal wisa nebêje. Tu şehîd nakevî. Ev bû çend rojin ku em di vê darê de ne û dijmin em nedîtine. Moralê te bila li cî be. Hinekî li ber xwe bide û bi birînên xwe re şer bike tê bi ser kevî!”
Hevalê Aydin ku tim gohdarî dikir ev car hîna ez nesekinî bûm dest bi axaftinê kir:
“Jiyan mîna çemekî zelal û paqij e, bêyî ku li tu deverî rawaste rêya xwe vedike û meşa xwe didomîne! Ger her roj ji wê avê neyê vexwarin mirov nikare meşa jiyanê bi çemê jiyanê re bidomîne! Ger mirov wisa bêyî wê avê bimîne û bimire, hin kes dê bêjin ew hebû, hin jî dê bêjin ew qet nebû. Ê me jî ne tenê ava jiyanê, belê gerek ava hevaltiyê jî tevlî wê çemê bike û tim jê vexwe. Ev rasteqîneya me hevalan e. Ne wisa be emê tim û tim pêrgî zehmetî û nexweşiyan bên. Ji bo vê yekê gerek em tim li him ber her tiştî hazir û amade bin. Hûn dizanin; em ne tenê bi dijmin re, belê bi hundirê xwe re jî şer dikin. Niha jî ev pêwîst e.”
Hevala Xezal bi wan gotinan re kelegirî bû. Lê paş çend saniyan ji hişê xwe çû! Wisa diyar dikir ku birîna wê ew pir dizorand.
Her rojekî wê darê mîna salekî bi zor û zehmetî derbas dibû. Operasiyon jî wekî ku niyeta paş de kişandinê nebe her didoma. Derûna ketina destê dijmin, birîndarî, bê xwarinî û cihê teng ku em sê kes tê de diman her yekî bi serê xwe xwediyê zorahiyên cuda cuda bûn! Me rojên xwe bi zorê di wir de derbas dikirin. Ji bona mirovekî derbaskirina rojekî di deverekî teng de pir zor e. Nexasim ji bona şoreşgerên Kûrd, ji bona gerîla ev yek sed qatî zortir bû! Em fêr bibûn ku tim mîna bazan li girên herî bilind şûna xwe çêkin. Lê niha, ji şûnekî bilind zêdetir şûnekî nizim, di heman demê de jî teng ji her hêli ve zora me dibir.
Her roj mîna roja berê em li ser dengê dijmin û pêşmergeyan radibûn û li ser dengê wan gavan di xew re diçûn. Heft roj mîna heft salan wisa derbas bûn. Êdî ji dawîbûna operasiyonê min bawer nedikir. Lê roja heftan gava mîna her rojê me çavên xwe li ser dengê leşkeran vekir, gohên me tiştên nû dibihîst! Tiştên ku dihat gotin ji yên rojên din cewaz bûn! Gava min gotina “terorîst ji vir çûne, emê jî bi şûn ve vekişin” bihîst, min qet bawer nekir. Min digot qey tişta ku dilê min dixwaze gohê min bi min dide gohdarîkirin! Lê çavên min bi dîtina dîmenên paş de kişandinê wisa digot; rast e, gohên te rast dibihîsin!
Tevî ku me dît bi şûn ve dikişin jî, em ji şûna xwe derneketin. Lê kêfxweşiya li ser rû û di dilê me de rojên derbasbûyî ji bira me dibir. Heya êvarê tevî ku dol bê deng bibû jî em bi dilşadî di darê de man. Wê rojê tenê dengê çemê nêzî me dihat gohên min. Ez li ser pêlên wê yên biçûk diherikîm û li ba hevalan bi cih dibûm. Ew cara yekem bû ku ez diketim nava xewn û xeyalên gihîştina hevalan. Tim min li ber dilê hevala Xezal û hevalê Aydin dida, lê ev car wekî ku ji bona li ber dilê min bide kesek pêwîst bû! Hîna ez di nava xeyalên xwe de bûm, dengekî ne biyanî hate gohên min. Wî dengî bangî me hersê kesan kir. Piştre dengê hevalekî keç jî hat, wê jî bang dikir. Wê çaxê min zanibû ku ew heval in. Lê tevî ku me zanibû hevalin jî me pêşî bawerî bi wan neanî. Me got belkî xwe dane destê dijmin û şûna me gotine. Lê gava me dengê hin hevalên din jî bihîst dilê me berî devê me qîr kir. Me hersê hevala bi hev re qîr kir.
“Heval…Heval…Em li vir in!”
Ev hersê pêyv bi kelegiriya me dihatin der. Gava me xwe bi zorê ji nava darê derxist, hevalan xwe avête ser me û em hemêz kirin. Her ku me hevalekî hemêz dikir kelegirî di gewriya me de zêdetir dibû. Heya demekî jî ji hemêzkirina hevalan kesî pîrsa me û rewşa me nekir. Ew hevdîtin ji bona me hersêyan dihat wateya ji nû de ji dayîkbûnê!?
Piştî kêfxweşiya me gişa hevalan birînên me yên ku xwîn pê ve hişk bibû ji nû ve paqij û pansûman kirin. Piştre me hêdî hêdî amadekariyên meşê kir. Gava em rabûn, min li şûna me, li darê nihêrt. Tenê min di hundirê xwe de ev digot: “Ez jiyana xwe deyndarê te me. Ne tenê ez, em hersê heval!!”
Nûhilat KOBANÊ
- Ayrıntılar
Gencîniyeke veşartî di bin her erdeke ku mirov gavên xwe li ser tavêje heye. Nediyare; gava ku mirov li ser dimeşe, dibe ku axîn bi dilê wan biskên axê dikeve. Av bi devê qelîştokên hendefan dikeve û bi lez dixwazin rûpelên bi xwînê û êşên hatine nixumandin, ji nûve şînbibin. Xwezaya semyana vê yekê bi te dide hîskirin, daristan, çiya, dol û mirovên Geliyê Pisaxa vê yekê bi te didin hîskirin. Di rêka me de gundê Sindiyan yê jê re dibêjin Mêrgeşîşê hebû. Ev gund girêdayî Zaxo ye. Berî ku şoreşa Mustefa Barzanî destpêbike, ev gund bi çandîniyê, pez xwedî kirine û bi tîcaretê re mijûldibin. Mînak kartol diçînin û diçin li bajarên mîna Bexdad, Zaxo û li bajarên dîtir bi genim re diguherînin. Di demê berê de cade nînin û herkes bi rojan barên xwe li dewaran dikin û berbi bajarên mezin ve diçin. Piştî ku wî genimî tînin, diçin aş û dihêrînin. Her çiqasî zor û zehmetî dikişînin, jibîr nakin ku êvaran li hevdû bicivin û kilaman ji hevdû re bibêjin. Bi wan kilaman gotinê, hemû westandina xwe jibîrdikin.
Me gelek agahî li ser gundê Mêrgeşîşê girtibûn, lê me dixwest em suhbetê bi mirovên ku li wî gundî jiyankirine re bikin. Piştî westandinê ji kaniyan av vexwarin tama xwe cûda ye, gelo ji ber tu gelekî diwestê li ber çavê te şîrîn dibe, yan jî birastî ava kaniyan lawe. Ji gundê Mêrgeşîşî tenê kaniya wê saxlem maye.
Ji ber nenaskirina me di erazî de du hevalên jin hatin pêşiya me. Min dizanîbû wê hevalên jin bi israr bixwazin alîkarî bidin me û çentê me rakin, lê min xwe amadekiribû ku ez heyanî dawiyê jî çentê xwe rabikim. Ew baweriya ku tu li kûderê ked bide tuyê pêve were girêdan û nirxê wê bizanibe, ez bawer dikim û min xwest ez jidil bi vê xakê re parvebikim. Wê roka delal jî xwêdana min bibîne û wê kaniyên merd jî ava xwe bi min re parvebikin. Gava xwêdan ji aniya min dihate xwarê û ez di bin çentê xwe de diwestiyam ava gundê Mêrgeşîşê dihate bîra min, li ber dilê min gelekî bi nirx bibû û min di wan kêliyan de girêdana mirovan bi xaka wan ve hîskir. Hevalên jin jî her li benda me bûn û erazî bi me didan naskirin. Gelek girên Geliyê Pisaxa bi navê hevalên şehîd hatine binavkirin.
Em gihîştin ciyê yekîneya Şehîd Mahir, lê me tenê du hevalên xort dîtin, hemû gerilayên dîtir gurûp-gurûp li erazî belavbibûn û çûbûn peywiran.
Yekîneya Şehîd Mahir ji bona amadekariyên Zivistanê jî ketibûn nava liv û tevgerê de. Bexçe ji xwe re çandibûn û zebze ji bona demsala Zivistanê hişk kiribûn. Yekîneya wan gelekî jêhatî û şeraze bûn.
Dêra Geliyê Pisaxa Gelekî Kevnar e
Çîrokeke vê Dêrê ya balkêş heye û parvekirina wê bi we re nexerabe. Zilamê bi navê Mere İda li hemberî êrîşên dijminên xwe şerdike û di nava xelkê de bi lehengiya xwe tênaskirin. Camêrekî tîr û kevanka wî li pişta wî ye, şûrê wî di destê wî de û li ser hespê xwe yê boz bi mêranî şerdike. Rojekê Mere İda di pevçûnê de birîndar dibe û bi wê birîna xwe ya xedar heyanî ciyê wê dêrê tê û liwêderê diçe ser rehma xwe. Ew camêr bi lehengiya xwe gelê xwe diparêze, ji bo bîranîna wî, wê dêrê ya ku ciyê parastine dibînin avadikin. Hinek mirov dibêjin gora wî mirov li kêleka wê dêrê ye. Wextê tu berê xwe dide dêrê, zinar di rêzê de û mîna ku te pêşwazî dikin tu bi kêleka wan re derbas dibe. Dema ku Sedam Aşûriyan ji gundê wan derxistine û birine bajarên mîna Bexdadê, xelkê Aşûrî berî ku biçin bajêr, riya ku diçe Dêrê hemû bi boyaxa sor nîşankirine. Li ser kevir û hendefan nîşana tîr û Xaçê neqişkirine. Me jî ew nîşan çavdêr kirin û em berbi Dêrê ve çûn. Hinek Aşûrî dibêjin navê vê Dêrê Mere İda ye û di çaxê İmpiratoriya Bîzans Olê Xirîstanî pejirandiye, hatiye avakirin. Heya niha jî gelê Aşûrî ji ciyên curbecur têne serdana wê Dêrê. Hemû wêne û her tiştekî wê Dêrê hîna mîna berê ne. Bi dîtina wêdêrê re min hestekî gelekî balkêş jiyankir, mîna ku min ji zûve tiştekî xwe yê ku ez gelekî jê hezdikim, min wendakiribû û min nû dît. Heyecana dîtina eserên dîrokî gelekî kûr û dûre.
Netenê şîveriya ku diçe dêrê hatibû nîşankirin, şîveriya ku diçe kaniya Êrê jî hatibû nîşankirin. Me ew rêk şopand û em çûne gundê Êrê. Bermahiya gundê Êrê tenê dîwarên maleke xerabe mabûn. Gundê Êrê gundekî Aşûriyane, di demê xwe de gelekî mezin e. Ew jî di sala 1976 an de ji milê Sedam ve tê valakirin. Gundekî di pala girê Partîzan de ye, bexçeyên wê hene, heyanî ku tu nêzî gund dibe, tu hingî dizane di nava wan daristanan de kanî û gundekî wisa bê hempa heye. Kaniya Êrê ya bi nav û deng jî derûdora wê tejî darên spîndarane, li kêleka wê jî darên fêkî hene, ew av aveke torine, Havînê sare û Zivistana jî germ e. Gava ku tu Geliyê Pisaxa dide berxwe, piştî çend demjimêran tu dimeşe û tu diwestê, piştî wê westandine ew kaniya qeşeng li pêşiya te dertê. Ji ber vê yekê herkes nirxê vê kaniyê di dilê xwe de dihewîne.
Li gorî baweriya min hinek kêlî hene herdem û her wextî bi dest te nakeve, ji ber di wan kêliyan de rizgarkirina giyan, mejî û dilê te mîna bayê arzeba dijwar derbas dibin, kêliya ku tu hildikişe kevendên Geliyê Pisaxa û li bejna wê dinêre, netenê tu ruhê xwe azad hîsdike, jiyana hemû mirovên li wî gelî jiyankirine tu meraqdike.
Gotina Pisaxa jî tê wateya zarokên axa. Di wî gelî de gundê mîna gundê Masîs yê ku dilê te diguvêşe, hene. Gelek gundên Sindiyan li Geliyê Pisaxa ne. Gundê misilmanan û aşûriyan bi hevre jiyankirine. Bi rêz nêzî ol û çanda hevdû bûne. Netenê dêr di wî gelî de heye, mizgeft û şikeftên xwezayî jî hene. Dilê geliyê Pisaxa destûr nedaye jiyaneke bê wate û arzan.
Demjimêr sisiyê sibehê ez û du hevalên jin em birêketin û me berê xwe da girê Partîzan. Girê Partîzan jî bi navê hevalê Partîzan Slopî hatiye bi navkirin. Şehîd Partîzan Silopî sala 1994 an li wî girî şehîd dikeve û weha navê girê Êrê dibe girê Partîzan. Em sê demjimêran meşiyan heyanî ku em gihîştin bilindahiya Partîzan. Hilkişandina wî erazî nezehmet bû, teşeya zinar û latên wî erazî tu matmayî dihiştî. Nîgarvaniyekî herî ji xwe razî û jêhatî nikare wisa neqşbike. Hîna hewa venebibû em gihîştin gir. Me hêdî-hêdî xwe avête mewziyeke ku nekeve pêşberî girên li ser sînorê ava Hêzil. Min gelekî meraqkir ku ez wan giran bibînim. Min çawa serê xwe rakir, min ji xwe re got “dijmin Kurdistan bi girên li ser sînorê ava Hêzil dorpêçkiriye.” Bêhna desthilatdariyê ji wê tarîtiyê dihat. Girê Baykur(Wacib), girê Serbend, girê Şivan, Bêzenîkê, Kêlika Spî û Spîndarokê li pêşberî te bûn. Te nikarîbû serê xwe rabike. Ji milê başûr ve jî Zaxo, Silopî û Duhok li pêşberî me bû. Cûdî çiyayê Mirada û Kela Memê jî li pêşberî me bûn. Ji berzbûna Partîzan te hîsdikir ku behişt di hembêza te de ye û tu pê şad dibe.
Ji Pênûsa Gerîla
- Ayrıntılar
15 Sibatê ji bona me rojekî reş û dîrokî ye. Di dîrokê de pir komplo, lîstikên qirêj, îxanet pêşketine. Lê ti komplo qasî komploya li ser Rêbertî bi lanetî kûr de nehatiye jiyankirin. Îxanetekî bi destê dostê sexte û ji ber kêmbûna hevaltiyê eger bi komployê encam bibe, êşekî giran li mirov dide jiyankirin.
Serokê min, komploya navnetewî li ser we hate meşandin. Lê belê di şexsê we de hemû mirovahî, gelê Kurd û tevgera me hate hedefkirin. Di dîroka azadiyê de de vê lêpirsînê hemberî her mirovakê/î û hemû cîhanê hesab bexwaze.
Serokê min, hêzên tarî bi dîl girtina we xwestin fikir û ramanên we, bîrdozî û felsefeya we ji holê rakin. Bi polîtîka xwe ya qirêj xwestin tevgera PKK`ê bêhêz bikin û bitemirînin. Dixwestin çarenûsa gelê Kurd mîna di şexsê Şêx Seîd, Seyîd Riza de çawa di tariyê de hiştibin, dîsa vê pêkanînê dûbare bikin. Bi vî awayî dîsa gelê Kurd bê Serok bihêlin.
Hêzên serdest û hegemonîk baş dizanin ku; holê rakirina gelekî holê rakirina Serokê wî gelî ve girêdayî ye. Gelekî bê pêşeng tine bûnê re rûbirû dimîne.
Serokê min, we li hemberî van hêzên tarî têkoşînek fikrî û jiyanî pêşxist. Di navenda wan de bi hêzekî pir mezin hem rûmeta mirovahiyê parast, hem jî bi exlaqa civakî re ku heqîqeta wê we nîşanî mirovahiyê da. We hemû lîstokên wan ên veşartî, maskeyên rûyê wan û polîtîkayên wan ên qirêj derxist holê û we ew vala derxistin. We bawerî, hêvî, coş û heyecana têkoşînê di dilê her kadroyekî/ê û gelê Kurdistanê de çand. Ew hêzên rûreş û qirêj ev hêza We ya bê sînor nedizanîn. We gelê Kurd li hemû cîhanê da nasîn. Îro gelê Kurd bi bawerî û hêviyekê pir mezin hemû qadên cîhanê di nava têkoşîneke bê hempa de ne. Ji heft salî, heya heftê salî bê tirs û bi hirseke pir mezin li hemberî hêzên komploger di nava şer de ne. Serî radikin û xwe feda dikin. Bi agirê laşên xwe pêçandiye ve derdora we xelekekî ji agir çêdikin.
Rêberê min, cara yekemîn tevgera me beyî ku hûn amadebin xwest ku komplo, îxanet û tesfiyekarên di hindir de berteref bike. Hemû hêz û kesan digot “êdî PKK qediya.” Lê belê ew hêz û baweriya ku me ji we girtî, rêka serkeftinê nîşanî me da û rêka me ronî kir. PKK xurtir û mezintir bûye. Ew hêvî û xeyalên wan ên bextreş hemû vala derketine.
Wan jî dît ku PKK naqede û Rêberê me ne bi tenê ye.
15`ê Sibatê ne tenê wek rojekî reş tê destgirtin. Ji wê rojê heya îro ne dîrok, ne jî ti kes vê roja reş ji bîr nake. Ji ber ku ji bîrkirin îxanet e.
Ji bo min ne tenê roja 15`ê Sibatê, her roj, her demjimêr li nava lêpirsîna hindirîn de derbas dibe. Hemberî Rêbertî kesayetiya xwe, hevaltiya xwe ya kêm di nava lêpirsînek wijdanî de derbas dikim.
Wek jinekê ez hertim xwe di nava lêpirsîneke hundirîn de derbas dikim. Ez deyndarê we me Rêberê min. Ne bi tenê rojekê, ez bîst û çar demjimêran dixwazim bi we fikirandin û we jiyankirinê ve derbas bikim. Ez li hemberî we soza bilindkirina têkoşînê nû dikim.
Dibêjim bijî mirovê heqîqetê Rêber APO
Her bijî rêhevaltiya rast
Bimire hemû hêzên komplogerên bêbext
Rojbîn Mahîr Dêrik
- Ayrıntılar
Li gorî min felaketa herî mezin a di dîroka Kurdan de bi komploya faşîst a Tirkê Spî di 15’ê Sibata 1925’an de dest pê kir. Komploya 1925’an a li dijî Kurdan, ji komploya 1915’an a li dijî Ermeniyan gelekî zêdetir berfireh e, û bêhtir demeke dirêj girtiye. Hîtler dema berê xwe dide qirkirina Cihûyan nêzîkatiyeke bê maneya “Jon Tirkan Ermenî tesfiye kirin, ma kê çi kir?” nîşan dide û ev jî bi awayekî berbiçav dide xuyakirin ku koka komploya faşîst û kirinên wê yên bingehîn çiqasî girîng in. Min analîza modernîteya kapîtalîst kir ku ez îspat bikim îdeolojiya dewletdar a netewe û dewleta netewe bi xwe di tehlîla dawî de çawa çavkaniya faşîzmê ne, ya rastî, min hewl da bidim xuyakirin ku yek ji xisletên girîng ên dewleta netewe pêşdebirina wê ya nîzama faşîzmê ye, û têkiliya wê bi sîstema kapîtalîst re raxim pêş çavan. Teorisyenê serweriya kapîtalîzmê Hobbes ji bo desthilatdariya dewletê îfade bike têgîna ‘Levîethan’ (Cinawir) a ji Tewratê girtibû bi kar anî. Ev têgîn herî zêde jî xwe di kapîtalîzmê de, di avakirina wê ya desthilatdariyê de û di karektera faşîst a vê avakirinê de berbiçav dike. Ji ber ku ezmûna desthilatdariyê ya Jon Tirkan (ji aliyê sosyolojîk, civakî û dîrokî ve ti têkiliya vê têgînê bi Tirkan re tineye, ya rastî sembolîk e.) vê rewşê bi awayekî balkêş û berbiçav temsîl dike, dîsa xwedî nirxekî gerdûnî ye, divê mirov bi girîngî li ser raweste. Di asta pêşnûmeyê de be jî min hewl da vê biceribînim.
......Li dijî hebûna Kurdan qirkirin û asîmîlasyon bi provakasyona 15’ê Sibata 1925’an bi awayekî fermî hatiye destpêkirin, berxwedanên li hemberî van kirinan herî dawî mîna li Dêrsimê bi tevkujiya 1938’an hatine tepisandin, beşekî mezin ji yên mayî bi qanûna îskana mecbûrî temam kirine. Di vê demê de li ser bingehê peymanên bi emperyalîzma Ingilîz û Franseyê re ji bo parçekirina Kurdistanê û dûrkirina Kurdan ji nasnameya wan her cure rêbazên zordestî, mêtinkarî û asîmîlasyonê hatine ceribandin. Armanc, afirandina dewleteke netewe ya homojene.
......Analîzkirina têkiliyên Kurd-Tirk belkî jî mijara herî zor a sosyolojiyê ye. Ji ber ku naverok û cewherê pirsgirêka Kurd nayê zanîn an jî naxwazin fêrî bibin û ji vê jî wêdetir bi gotinên begzadeyan ên ti bingehê wan ên zanistî tine nêzî meseleyê dibin, analîzkirin û jihevderxistina pirsgirêka Kurd zor û zehmet dibe. Ji ber vê sedemê, parêzname bi tevahî hêza zanistên civakî bi kar tîne ji bo ku têkiliyê rast deyne û gelekî girîng dibîne ku li ser vî bingehî gavê biavêje çareseriyê. Piştî komploya qirkirinê ya 15’ê Sibata 1925’an têkiliyên dîrokî-civakî yên nehsed salan yên ku çiqasî stratejîk bûn ewqasî jî xwe dispartin bûna ji yek ummetê, bi carekê tine hesibandin. Der barê Kurdan de yeqîn dikirin ku bibêjin ‘tine bibe’ wê tine bibin. Tiştên ku wê bi fermana Xwedê ya ‘bibe’ jî nebin, der barê Kurdan de yeqîn kirin kengî bibêjin ‘tine bibe’ wê tine bibin. Jêdera vê materyalîzma herî çor a metafizîk pozitivîzm bû û ew jî bingehê îdeolojîk ê faşîzma Ewrûpayê bû. Bi vê têgihiştinê di bin serdestiya desthilatdariya wan de kengî fermana ‘îmha û înkarê’ hate dayîn, yeqîn kirin ku Kurd ê di demeke kin de tine bibin. Kadroyên bermahiyên heman pêkhateyê yeqîn dikirin ku rêbaz û nêzîkatiyên Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê di tesfiyekirina Ermeniyan de bi awayekî serketî pêk anîn, ji bo Kurdan jî wê heman encamê bidin. Van kesan gel û neteweya xwe jî bi vê siyaseta înkar û derewê dan bawerkirin û bi vê jî neman, li hemberî dinyayê mîna ku diyardeyeke bi navê Kurd tinebe tevgeriyan.
Ev rastiya dîrokî ya di têkiliyên Kurd û Tirk de, roja me ya îro jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê hûrûkûr bê fêhmkirin. Di dîrokê de qonaxên sereke yên van têkiliyan hene; dema Împaratoriya Osmanî bi Yavuz Siltan Selîm gav avêt polîtîkayên Rojhilat (1512-1521), dema Siltan Ebdulhemîd (1876-1909) di avakirina Alayên Hemîdiye de, dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn di dewamkirina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de, û ji van girîngtir bi pêşengiya Mistefa Kemal di dema Şerê Rizgariya Neteweyî ya modern de ev rastî hem esas bû û hem jî di encamê de diyarker bû. Piştî ku bingehê demokratîk ê Komarê hat înkarkirin û komploya 15’ê Sibata 1925’an hat destpêkirin, temsîla bi riza dilan û hevpar di desthilatdarî û dewletê de bi awayekî dîrokî û cografî pêk hatibû, cara pêşî hewl dan wê bi dawî bikin. Di beşên pêwendîdar ên parêznameyê de em dûrûdirêj li ser vê komployê rawestiyabûn û me gotibû, hêza hegemon a kapîtalîst a wê demê Împaratoriya Ingilîz Komar ji aliyê etnîk ve parçe kir û bi vî awayî hewl da herêma petrolê Mûsil û Kerkûkê bike bin destê xwe. Lewma mirov dikare bibêje di pêkanîna vê komployê de hesabên hegemonya Ingilîz ên der barê Mûsil û Kerkûkê de diyarker bûn. Projeya Ingilistanê ya mînîmûm Komar an jî dewleta netewe, çawa ku li gelemperiya dinyayê bi ser ketiye, li cografya Rojhilata Navîn, li Anatolyayê û li Mezopotamyayê jî bi ser ket. Bi tevahî hêzên çandî, gel û heta dewletên li Rojhilata Navîn ên ji aliyê civakî û ji aliyê dewletî ve parçe bûn bi van polîtîkayan gelekî lawaz bûn, timî di nava xwe de parçe bûn û bi hev re ketin nava şer, qels bûn û bi vî awayî hegemonya Ingilîz bi şêweyekî serketî bi pêş ket.
……Sîstema hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst a DYE û YE pêşengiya wê dikin ez anîm Îmraliyê. Ya ji vê jî girîngtir ew e, dema ev kir bi hêzên rewa û riyên huqûqî nekir, bi riyên ne huqûqî û ne rewa kir; bi rêxistina eskerî ya hevpar a sîstemê bi rêxistina ne qanûnî û ne nîzamî ya NATO’yê bi Gladîo’yê kir; bi operasyoneke mezin a rêxistina Gladîoyê ez anîm Îmraliyê. Bi awayê xuya dikir, hêzên Komara Tirkiyê ez bi operasyoneke serketî bê tesîr kiribûm, anîbûm Giravê. Dîmenê dixwestin nîşanî dinyayê bidin bi vî awayî pîlan kiribûn. Roja anîna min 15’ê Sibatê bû. Ev roj, roja 15’ê Sibata 1925’an e ku di wê rojê de komploya li dijî Şêx Seîd hat destpêkirin. Piştî Dadgeheke Giravê ya şanoyî, di 29’ê Hezîrana 1999’an de biryara darvekirinê hat dayîn. Di vê rojê de jî ango di 29’ê Hezîranê de Şêx Seîd û komeke hevalên wî hatibûn darvekirin. Eşkere bû ku heftûpênc sal bûn (li gorî sala 1999’an), operasyonên mezin ên înkar û tinekirinê li ser Kurdan bênavber dihatin meşandin. Bi YE û DYE’yê re di çarçoveya çavtirsandinê de li ser cezayê darvekirinê li hev kiribûn. Lê polîtîka hevpar a esas li ser li hev kiribûn, wê bi riya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê ev cezayê darvekirinê pêk neanîna û di şexsê min de wê bi armanca tesfiyekirina tevgera şoreşgerî ya li derveyî kontrola wan, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û PKK’ê bi kar bianîna. Ev bi awayekî pir bi dizî dikirin. Ji ber ku li hev kiribûn ku qaşo di ‘têkoşîna li dijî terorê’ de riyên rewa binpê bikin. Dixwestin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê weke saziyeke formalîte bi kar bînin û bi vê pêkan bû ku ez jî parêznameyeke mezin pêşkêş bikim. Min hewl da vê bikim. Bi vê armancê min li pey hev parêzname nivîsîn. Bi vê parêznameya li ber destên we, min xwest diyar bikim ku heqîqetên bi pey wan ketibûm ez para bêhtir gihiştim wan. Herçiqasî bi xetên sereke be jî ez yeqîn dikim ku min heqîqetên der barê mirovatiyê, gelê me û têkoşîna me ya pêşeng de pêşkêş kirine.
Di mijara pirsa Kurd de rejîma Komarê niha di vê demê de bi temamî li serê du riyan e. Yan wê bi li ser riya şerê darbekar-komploger dewam bike yan jî wê bikeve ser riya çareseriya aştiyeke bi rûmet û demokrasiyeke manedar. Hem di nava civakê de, hem jî di nava dewletê de li ser mijara herdu riyan her ku diçe alî bêhtir ji hev cihê dibin. Herçiqasî her ku diçe şensê aştî û demokrasiyê zêde dibe jî meyla darbekar-komploger a binyadeke wê ya xurt di dîrokê de heye, bi temamî ji rêbazên şerê taybet û tesfiyekariya topyekûn negeriyaye. Bi qasî liberhevdana aliyan, serketina têkoşîna Kurdan a ku bi siyaseta aştî û demokrasiyê bimeşînin jî wê her tiştî diyar bike.
Girtina min a li Îmraliyê li cem pirraniya gelê Kurd tam hewayeke şînê ya mîllî afirandibû. Ji ber ku Kurdan fikar dikirin ku hêviyên azadiyê yên ku wan di dema hemdem de xurt kiribû, bi pêvajoya Îmraliyê re tesfiye bibin. Bi temamî berxwedanên hemdem ên Kurd bi heman encamê re rûbirû bûbûn. Lewma 15’ê Sibatê weke ‘Roja Reş’ hat bibîranîn. Kengî bîranîna 15’ê Sibata 1925’an jî li vê zêde bû, ciddiyeta rewşê bêhtir dihat fêhmkirin. Di encama nerazîbûna ji 15’ê Sibatê de gelek şehadetên hêja çêbûn. Di serî de van şehadetan, berxwedanên her sal li dijî vê roja reş îspat dikirin ku wê destûr neyê dayîn, ev rabihurî careke din dubare bibe.
Her parçeyek bi awayekî cuda ji pêvajoyê bi tesîr bû. Kurdên Tirkiyê-Kurdistanê bi fikar û nîgeraniyeke mezin pêvajo pêşwazî kiribûn. Hewl didan pêşbîniya encama wê bikin. Min pêşniyar kiribû ku gerîla xwe vekişînin Başûr û ev bi temamî nehatibû fêhmkirin û pêdiviyên wê tam bi cih nehatibûn anîn. Lê dilsoziya wan a bi pêşniyarê re, zehmetiyên li ser vê riyê pêre rûbirû bûn û şehadetên di vî warî de pêk hatin, manedar bûn. Herweha ji Ewrûpa û Çiyayê Qendîlê du kom bi peyama aştiyê hatin Tirkiyê û ev gavên hatin avêtin hêja bûn. Vekişîna gerîla ya Başûrê Kurdistanê di nava panîkê de pêk nehat û gelê mayî jî moralî wî xira nebû. Wekî din pêvajoya heta bi 2005’an bi zor û zehmetî meşiya. Tesfiyekariya 2002-2004’an ji komploya ji derve li ser tevgerê hat ferzkirin bêhtir derbeke giran li tevgerê da. Xiyanet di nava gel de nebû, di nava PKK’ê de pêk hat. Kesên demeke dirêj li ser pişta egîtên hêja hebûna xwe di nava tevgerê de dewam dikirin, bawer kirin ku tevger ê careke din nikaribe bi ser xwe ve bê û lewma xiyanet li ser vê tevgerê ferz kirin ku di dîrokê de xiyaneteke bi vî rengî kêm tê dîtin. Tevî vê xiyanetê û helwestên bêberpirsiyarî yên AKP’ê jî, xeta PKK û KCK’ê xwe veguherand û demeke nû îlan kir û ev jî bûyereke girîng bû. Ev bûyerek bû, dewlet û hukûmeta AKP’ê ne li bendê bûn. Vê rewşê riya diyalogê bi dewletê re vekir. Di vê demê de gavên HADEP û DTP’ê avêtin hêjayî bi bîrxistinê ne. Xwepêşandan û mîtîngên domdar ên gelê Kurd gelek bûyer di nava xwe de dihewandin. Di gelek şaredariyan de hilgirtina berpirsiyariyê bandora xwe nîşan dida.
Van bûyeran hemûyan têrê nekir ku hukûmeta AKP’ê ji bo aştiyeke hevgirtî û çareseriyeke demokratîk gavê biavêje. Polîtîka xwe ya tesfiyekirinê bêhtir bêdeng û kûr dewam kir. Xwe neda ber berpirsiyariya siyasî ya gavên dewletê bi riya diyalogê avêtî û guhertinên huqûqî nekirin. Berevajî, hemû qanûnên li dijî Tevgera Azadiya Kurd bêhtir şidandin. Di du salên dawiyê de gotina ‘Pêşîlêvekirina Demokratîk’ li zimanê xwe gerandin, cûtin û bi vê jî bi tenê rûyê xwe yê maskeya wî ketî xwarê, veşartin. Tevî hewldanên min, ên gel û yên PKK-KCK’ê yên bi niyeta baş hemûyan û ceribandinên agirbestên yekalî jî negeriya ji berhevkirina kurtêl, rant û hêzê ji bêçareseriyê. Li hemberî vê rewşê Kongreya Civaka Demokratîk KCD ku banê rêxistinên civaka sivîl e, dikare aliyê “Xweseriya Demokratîk” bi hêz bike.
Lê belê bi sedema ku AKP û partiyên din ên dewleta netewe ji xisletên bingehîn ên modela çareseriya demokratîk dûr bûn, ji aliyê zêhnî û pratîk ve jêre amade nebûn û heta rewşa wan a li pêşiyê asteng, bi awayekî neyênî bandor li pêvajoya dîrokî kir. Li pêvajoya diyalogê ya bi dewletê re bi awayekî siyasî xwedî derneketin. Bi vê ezmûn û tecrûbeyê eşkere bû, hem pêşîlêvekirina demokratîk, hem jî pêşîlêvekirina Kurd a parçeyek ji vê ye, eger bi ser neketibe di vê de berpirsê sereke ne dewlet e, lê belê olîgarşiya siyasî ye. Pêkhateyên olîgarşîk ên siyasî ku li pey rant û kurtêlên dewletê diçin, sedema bingehîn a xetimînê ne. Ev rewş ê ji nû ve Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd anî serê duriyan. Bersivên ji bo peyamên hatine şandin bêne dayîn, yan wê li gorî çareseriyeke demokratîk –bi kêmanî naveroka wê Xweseriya Demokratîk be –a manedar û aştiyeke bi rûmet bin, yan jî gelekî di ser şerê asta wî nizm ê sîh salên dawiyê re wê pêvajoyeke şerekî xweparastinê bi awayekî berfireh û bi awayekî yekalî yê rêveberiya KCK’ê ve dest pê bike. Mirov bi tenê ji vê pêvajoyê re bibêje, wê bibe demeke nû ya şer, ev ê têrê neke. Bi qasî ku mirov ji nûçeyên di çapemeniyê de fêhm dike, amadekariyên PKK-KCK’ê wê bi Kurdistaneke nû ya xwe disipêre otorîteya demokratîk ango bi îlana Rêveberiya Kurdistana Xweser a Demokratîk bi encam bibe.
- Ayrıntılar
Bi ketina sala 16’mîn a komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê re, em wan kesên ku ev komplo amade kirine, hêzên komploger ên ku milê hişmendiya zilamê serdest ê herî qirêj û bê exlaq temsîl dikin bi nefreteke mezin şermezar dikin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 12’ê Sibatê de di navbera saet 11.00 û 12.30 de Balfirên Şer yên Artêşa dagirker a Tirk li ser Herêmên Zap, Zagros û Qendîl yên bi ser Herêmên Parastinê yên Medya bi awayek berfireh pêk hatiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê Sibatê de di navbera saetên 10.00’ û 23.00’an de balafirên şer yên artêşa dagirker a Tirk li qadên Parastinê yên Medya li herêma Zagrosê faliyetên keşfê pêk anîn.
- Ayrıntılar
Rêveberiyên xweser yên Kantonên Cizîr, Kobanî û Efrînê di serî de li Rojava û li hemû gelê Kurdistanê pîroz be.
Hemû cihan, dewletên netewe û desthilatiyên hegemon bi Cinêv-2 re mijûldibin. Lê gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê bi demokrasî û wekheviyê re mijûldibe. Gelê Kurd li Rojava di nava hefteyekî de 3 meclîsên rêveber avakirin, lê hemû hêzên dagirker kombûn, hefteyekî nîqaş û nizam çikirin û di encamê de destevala man.
Hema bêje hemû hêzên Kurdistanî jî di navê de, kesek nema ku bêje “hewceye Kurd beşdarî Cinêv-2 bibin”. Dibe ku ji hêlekî ve mafdarbin. Lê belê ji bo gelê Kurd tu demê vebijêrkek tenê nîn e. Ya ku dihate ji bîrkirin ev e. Bê alternatîfî nîn e. Di şoreşên gelan de alternatîfa herî mezin hêza cewherî ya gelan bi xwe ye. Ji xwe ya ku li Rojava pêkhat jî ev e. Bê minet, bêyî ku stûyê xwe li hinek efendiyan bitewînin, bêyî ku destê xwe li kulmek bûrjûvayan vekin, bi serbilindî pergala xwe avakirin.
Kete sala sisiyan ku li Rojavayê Kurdistanê pêngava şoreşê hatiye destpêkirin. Gava herî xurt û dîrokî şoreşa gel ya 19’ê Tîrmehê bû. Piştî wê jî gavên avakirina jiyana azad li pey hevdu hatine avêtin, hîna têne avêtin û wê bêne avêtin jî. Ji parastinê bigire heya tevgerkirina jin û ciwanan, niha Rojavayê welêt ji bo cîhanê nimûneyeke neqane ye. Eger ku li hêviya hinek hizbên kurtêlxur(rantxur), hevkar û komprador bima, wê roja yekê heya îro xaka Kurdistanê û hemû dewlemendiya wê, bihust bi bihust, gram bi gram bihata firotin. Bi vî awayî wê gelê Kurd mihtacî hinek efendiyan bikirana û bi xwe jî bibûyana delaliyê ber dilê efendiyên xwe. Lê şoreşa gel ev pîlan di qirika wan de hîşt. Hewceye wisa bê kirin ku heya ew bixeniqin jî dest ji qirika wan neyê berdan. Ji xwe bi dehan salane van hêzana welat pêşkeşî hêzên serwer kirin û tenê jiyana xwe girtin bin ewlekariyê(eger navê wê jî ewlekarîbe!).
Me ew pirî caran ceribandin. Heta em bêjin me pirî caran îrada xwe teslîmê wan jî kir, da ku ji me re rêveberiyê bikin. Lê belê ew tenê ji bo malbata xwe xebitîn û welatperwerî dane hêlekî. Ne hewceye ku em wana bi navbikin, destnîşanbikin. Wekî çirayeke pêketî şewq didin derdora xwe! Di encam de derket holê ku ev kes û komana ne dost, dijminê gelê xwe ne. Herî dawî di mînaka Til Hemis û Til Berakê de jî hate dîtin ku nokerin, sîxurin, hevkar in. Bi diijminan re yar in. Yekane hêza parastina hebûna Rojava YPG’ê ixbardikin. Dixwazin ku hemû şervanên wê bêne qirkirin û Rojava bikeve destê neyaran. Hey hewar! Ma sînorê nokeriyê jî heye. Ma mirov evqasî dibe xulamê xwediyên xwe? Niha em pirsdikin; ev ji bo Rojava rewa ye? Ma gelo Rojavayê evê qebûlbike? Ma wê gelê Rojava yê qehreman bersiva van komik û çeteyan nedê?
Esas ne tenê Rojava, hemû gelê Kurd divê di carekî de derseke wisa bide van derûdoran ku careke din bi ser xwe ve neyên. Çiye êdî em li van kes û komên ketî re tehamuldikin? Emê heya ku derê wana li ser pişta xwe bikişînin. Barekî giranin bi ser me ve mane. Roj ne roja hewandina hevkaran e. Divê hema em yekser ji wan xelasbin. Temam bila şansê riya rast bê nîşandan. Lê eger ew jî nebû êdî heya ku derê ew êşkenceyê bê kişandin. Ma em mecbûrin ku wana bi xwe ve daliqînin û bimeşin. Bûne bargiranî. Li her çar perçeyên Kurdistanê ev kes û kom têne zanîn. Heman kom û kesin ku nahêlin Kongreya Netewî jî kombibe û ji gelê Kurd re bibe îrade. Mirovekî çawa ji bo gelê xwe nexwaşiyê dixwaze? Mirovekî hevkar, berjewendiya şexsî parêz, xwe firoş û hwd. Wê demê ew kesên ku naxwazin gelê wan yanî gelê Kurd çavê xweşiyê bibînin çine? Divê ev pirs bê bersivandin û li gorî wê helwest bê danîn.
Eger qedera me di destê wana de bûya, niha em li Rojava hîna jî bindestbûn. Kî dikare bêje na ne wisa ye. Kî bêje wê rast nebêje. Heqîqet çiye? Heqîqet Kantonên Xweser û Demokratîk in. Herkesî wisa bawerdikir ku eger Kurd beşdarî Cinêv-2 nebin wê bişkên û xwe bavêjin bextê zaliman. Naaa! Êdî ew dewran derbas bû. Bila kes qusûrê nenêre. Tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd ji destpêkê ve dabû zanîn ku ew di herêmê de xeta alternatîf ya azadî û wekheviya gelan temsîldikin. Eger hemû faşîst di eniyekî de bêne li gel hevdu, bê guman wê gelê Kurd jî helwesta xwe diyarbikira û kulma xwe li masê bixista. Ya ku li Rojava pêkhat jî ji xwe ev bû. Gelê Kurd bi hêzeke mezin kulma xwe li masê xist û peyama xwe da der û cîranan. Êdî kî çi fembike. Bila tu kes xwe neke pişt perdeyan û nebêje ‘bêyî hikumranan jiyan nabe’. Ev şaşe. Wê ev gotinên hinekan di ber wan de bimîne. Wê di nava derewên xwe de bifetisin.
Li Rojava temam bû, niha jî di dorê de Bakûrê Kurdistanê heye. Li Bakûr jî bi hinceta hilbijartinên 30’ê Adara 2014’an divê em gaveke dîrokî ber bi xweseriya demokratîk ve bavêjin ku dost û dijmin herkes bizanibe ka gelê Kurd xwedî kîjan hêzê ye û dikare çibike!
Bi taybetî ciwanên şoreşger ku di şoreşa Rojava de roleke diyarker lîstin divê destûr nedin van kesan ku ewqasî bikevin nava me da ku sîxuriyê bikin, hevkariyê bikin. Bila keda me badilhewa neçe. Dîsa ciwanên soreşger dikarin li Bakûr jî bi heman rengî hêza xwe ya rêxistinkirî veguherînin çalakiyê û ji bo avakirina komun, meclîs û rêveberiyên cewherî seferberiyê avabikin. Em dibînin ku çalakiya herî mezin û encamgir ev e. Ji ber wê ye ku hemû hewildan û keda mezin ya Rêber APO di vê derbarî de ye. Berî her tiştî ji her hêlê ve ji dijminan rizgarbûn û bi vê ve jî girêdayî avakirina jiyana azad! Keda herî mezin eve û em encamên wê jî li ber çavan dibînin. Heqîqet çiye? Heqîqet Kantonên Xweser û Demokratîk in. Encama keda mezin ev e.
Serhad Tendurek
- Ayrıntılar
Dîroka Kurdan de birînên kûr zêdene. Her birînek diêşîne. Lê hinek birîn henin kû herdem nava hinavê mirov de her wek birînek dimîne.
Mînakek ji van birînan jî peymana Kasr û Şîrîn’e. Herkes dizane kû di Peymana Kasr û Şîrîn ya 17 Gulan’a 1639’de Osmaniyan û Safeviyan di navbera xwe de Kurdîstan kiribûn dû parçe.
Hêna çend sal ser wê peymana naxêr de derbas nebûyî bu Ehmedê Xanî wî deme de wiha nivîsandîbû:
“Tasek jivê ava zelal
Nadim bi hewza Kewserê
Levhatina Qasra Şirîn
Lê nabînim tu meferê
Piştrî roja me bû tarî
Mirin xweşe ji emberê”
Niha serda bi sedan sal derbas bune. Lê muxabin heşmendiya bi sedan salan berê carek din dijî. Ev heşmendiya; heşmendiya malbatiye, heşmendiya berjewendiyên tengin, heşmendiya aşîrtiye, heşmendiya tenê xwe hizirandineye. Û bêguman heşmendiya bi gotina îroyîn kewnperestîye, netewperestiya teng û kabîletiye ye.
Em bala xwe bidin îro li Rojava şoreşek rabûye. Gelo heri zede kî erîşe ve şoreşe dikin? Serî de dijminên Kurdan, xer naxwazên Kurdan, berjewendîperestin. Dîsa dewletên dagirkerin, koloniyalistin. Û dewletên tenê û tenê menfaatên xwe yên wek DYE’ne. Brîtanya’ne. Fransa’ne. Wek din jî Kurde ku bi tevayî dijminên Kurdan re hevparî, nokerî, tirşikçîtî dikine.
Em dijminên Kurdan nasdikin. Em dewletên dagirker jî nasdikin. Heta asta kî em dewletên emperyalîst jî nasdikin. Dîsanî dewletên yên heremê ango cihî jî em nasdikin. Em karin dijbertiya dewletên dagirker fehmbikin. Em karin dijbertiya dewletên emperyal jî fehmbikin. Heta em kanin dijbertiya dewletên herême yên ku şer xwaz û dijminên Kurdan jî fehmbikin.
Lê tiştek heye ku em fehmnakin û naxwazin fehm jî bikine. Ev jî helwesta xeta PDK û rexistinin qaşo xwe nezî PDK dibînine. Evna tenê dijbertiya nakin. Ev bi vekîrî û eşkere dijmintiya giştî Kurdan dikin.
Hena berî çend mehan PDK taybet jî Mesud Barzanî çû bû Amed’e û vekîrî dîj şoreşa Rojava peyam dabû. Em jî dizanin ku ev peyam serî de peyama Erdogan bû. Ango peyama dewleta Tirk yanî dewleta dagirker bû. Em bînin bîra xwe Erdogan gotubû “Rojava xeta meya sore.” Pir balkêş bû ku Barzanî jî ev got. Tenê negot, hember Kurdên li Rojava bi destên rexistinên ku li Rojava tevlî El Kaîde bûne erîşe şoreşgerên Rojava kir. Ev têrê nekir hezar tiştên din kirin.
Dîsanê bi destê dewleta Tirk dest bi rexistin kirinên kontrayî kirin. Vala vala li cîhên cuda kontrayên berê neketin tevgera provokatîf. Vala vala wek li Lice neketin nava erîşê.
Dîsanê bi destê dewleta Tirk vala vala neketin nava lib û lebatan da ku karibin bizava azadiyê lewaz bikin.
Her wiha herî dawî jî vala vala rûxmê ku soz û peyman mohr kiribûn ku edî erîşê şoreşa Rojava nakin dest bi erîşên kirêt kirin. Serî de televîzyona Rûdaw kirin nav libateke. Nûçên derev, ne rast weşandin. Dîsanî reş kirinek ser şoreşa Rojava weşandin. Ev têra van nekir ser şehîdên Rojava reş kirinek meşandin. Em dirij nekin lê em vekîrî bejin ku van kesan karên pirr qirêt rêvebirin.
Hena girîng jî dema Kurd dixwastin bi yek dengek û yek rengek biçin civînên navnetewî bi plangeriya PDK, rexistinên nezî xwe dervey peymanên hatina mohrkirî rêkirin Cinev. Ev jî tera van nekir piştra jî kesên wek kontra û cahş dijî gele Rojava tevdigerin hem birin van civînan hem jî dijbere şoreşgerên Rojava danin axiftin. Rûxmê ku şoreşgerên Rojava û gelê Rojava berxwedaniyên mezin û dîrokî nîşandane; cem dewletên dagirker, emperyalîst, tirşikçî û hewpar de Kurdên Rojava reşkirin.
Û qaşo bi peymanên ku hîç Kurdan nasnakin de çiqas ev komên çeteyî Kurdan temsîl ango niman dikin dixwastin nîşan bidine. Peymanên wiha qirêt em di dîroka xwe de gelek baş dizanin. Em ê direj nekin, lê bere ku em bi zimane Ehmedê Xanî bersiv bidin, em dibejin ku hemû liv û libatên we yên qirêj tenê bi tenê hêrsa me bilind dike.
“Tasek ji vê ava zelal
Nadim bi hewza Kewserê
Levhatina Qasra Şirîn
Lê nabînim tu meferê
Piştrî roja me bû tarî
Mirin xweş e ji emberê”
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi hezaran lehengan ji bo azadiyê canê xwe feda kirine û tevli cangoriyên azadiya Kurdistanê bûne.
- Ayrıntılar