HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çîya ji bo kesên serhildêr û yên ku di nava lêgerînên azadîyê dene herdem cih û warê azad e. Yanî cihê gerîlaye.

Çîya ji gerîla re; dibe dost, dibe evîn, dibe dayik û dibe hevalê rasteqîn. Ger tu bi çîyayan re rast hevaltîyekê pêşnexîne ew jî ji bo te dayiktî nake. Mirov li quntarên çîyayên asê de jîyan bi asoyên wekî gerdûnê fireh û bi heskirineke efsûnî afirandîye.ji bo vê jî heskirina li çîyayan ked dixwaze. Ji bo tu heskirina çîyayan bidest bixe pêwîste mirov ked bide. Ji ber vê jî jîyan liser van lûtkeyan bi keda mirovahîyê tê avakirin. Yên ku liser çîyayên azad jîyan ji tunebûnê afirandin tene xwe nedan jîyankirin. Di heman deme de hemû mirovahîyê dane jîyankirin û hîmên azadîyê bi xwîdana enîya xwe ve di zinarên asê de çandin.

Keç û xortên Kurd ji gund û bajaran, ji deşt û newalan ref bi ref lipêy vê hevaltîya rast û jîyana azad ketin. Gav bi gav tovên azadîyê çandin. Zehmetîyên ku kişandin û xwidana ku rijandin liser rûyê erde bû ava heyatê ji bo gele Kurd. Navê van lehengan bû sembola azadîyê û lêgerîna heqiqetê. Yek ji van lehengan û şopdarê heqîqeta azadîyê jî mîlîtanekî fedaî yê Rêber Apo û şopdarê ragihandina azad şehîd Argêş Serhed’ e.

Argêş Serhed bi nasnav Karahan Lokman Uygun zarokê li pala çîyayên herêma Serhedê ye. Ew li navçeya Milazgîr a girêdayî bajarê Mûş’ ê di nava malbateke welatparêz û xwedî çanda resen ya Kurdbûnê de çavê xwe li cîhanê vedike. Cihana ku wî çavê xwe lê vekirîye ji bo gele Kurd êşên mezin û serhildanên bi kok bi xwe re anîye. Malbata argêş jî ji vê serhildêrîyê para xwe digre û hertim xwedî li welatparêzîya xwe derdikeve. Argêş di malbat û derdoreke wiha de bi hêst, raman û xeyalên azadîyê mezin dibe.

Welatparêzî çandeke berxwedanî, jîyan avakirin û afirandina hunera ramanê ye. Hemû kevneşopîya mirovahîyê di nava xwe de dihewîne. Argêş jî di ciwantîya xwe de jiyana xweyî hêstan, ramanê xwe û nasnameya xwe di nava vê çanda resen de bi têşe dike û wekî şitlekê liser koka xwe mezin dibe. Dijmin bi taybetî ji bo liser jîyana zarokên Kurdan xerabîyan avabike bî salane polîtîkayên taybet dimeşîne. Bî salan zîman, çand û nasnameya Kurdbûnê hat qedexekîrîn. Ji ber van polîtîkayan bi salane êş û azarên ku zarokên gelê Kurd kişandine bûye çavkanî û hîmê berxwedanîyê li Kurdîstanê. Argêş jî wekî zarokek gelê xwe ruxmê van polîtîkayên dijmin jî dema dibistanê dixwîne gelek jîr û zanaye.   

Argêş dibistana amadeyî bi serkeftî xelas dike û yek ji zaningehên navdar yê tirkîyê li zaningeha teknîk ya rojhilata navîn dîxwîne. Argêş bi kesayeta xwe ya pir reng û cihewaz li derdora xwe deng vedide. Di van salan de tekoşîna azadîyê bi ramanekî kûr nasdike. Lêgerînên xwe xurttir dike û rastîya pergala ku ew dixwaze di nava wê de cih bigre ji bo gelê Kurd çi êş daye avakirin derdixe zanebûnê. Di heman salan de xalê wî gerîlayê bi navê Fûat-Hîkmet Toprak li Mûsûl’ê di encama komployekê de şehîd dikeve. Ev şehadet ji bo Argêş dibe çavkanîya biryardarîyeke gelekî mezin û li pêş wî rîya rêwîtîyeke bêdawî ya berbi azadîyê vedîke. Argêş di zaningeha ODTÜ de 3 salan pêşengtîya xebatên şoreşgerî dike û gelek bandor avadike.

Van salan ji bo wî dîbe salên xwe gihandina kûrahiya fikra şoreşgertîyê. Êdî ew di qonaxa biryarekê deye. Li pêş wî gelek derfetê jîyana ku pergal jê re pêşkeş dike heye. Lê Argêş dizane ku ger vê jîyanê berdewam bike belkî bibe xwedîyê gelek tiştan lê ewê ji nasnameya xwe ya koka xwe bêpar bimîne. Ji ber ew rîya tekoşîna nasnameya gelê Kurd hildibijêre û biryara tevlîbûna nava refên gerîlla dide.

Dem êdî ew deme ku lî hemberî tarîtîyê serî rakirin barê rûmetê ye, pêywira mirovbûnêye. Argêş dema zaningehê dixwîne pergala dagirker û hemû xapandinên wê red dike. Bi dilekî ji pola û xwestekeke mezin di sala 2008’ an de berê xwe dide çîyayên azad û tevlî dîlana bêsînor ya gerîlayên azadîyê dibe.

Tevlîbûna wî ji rêzê nîne. Ew li ser felsefeya Rêber Apo gelek xwendin dike, lêhûrbûnên xwe kur dike û wisa biryar digre. Ji ber vê jî tevlîbûna wî ya nava refên azadîyê pir bi zanebûne. Bi vê zanebûnê daxwazê wî ya şoreşê jî pir mezine. Dema derbasî çîyayên azad dibe yekser tevlî xebatê Komalên Ciwan dibe û bi amadekarîyeke gelek mezin ji bo xebatan bimeşîne dîsa berê xwe dide bajarên Kurdîstanê û metropolên Tirkîyê. Argêş bi rûkenî, azwerî û coşa dî dilê xwe de gelek ciwanê Kurd bi tekoşînê dide nasîn û ji bo cîwanên Kurd bi azad dide hevalekî rastîyê ji bo wan. Bi hemû danehevên xwe, bî kesayeta xweyî bi bingeh û ji dil bûyîna xwe di xebatê li metropolan de gelek pêşketinên xurt avadike.

Ma kes dikare li hemberî bayê azadîyê bisekine. Ma gelo ramanên azad li bin qeydan de dikarin werin girtin. Yên ku bi vê xapîyan û xwestin fikra azadîyê bigrin bin qeydan niha di nava selika zibareyên dîrokê dene. Argêş bi vê rastîyê bêyî ku sekin qebûl bike ji bo xebatan biser bixe hewl dide. Ruxmê gelek zehmetîyan, lî hemberî zextên girtin û binçavkirinên dijmin seri natewîne, dizane xwe çawa biparêze û her carê xurttir kar dike. Piştî ku van xebatên xwe bi serkeftî pêktîne dîsa bi kelecaneke mezin berê xwe dide hêlîna azadîyê, warê gerîlayên azadîyê çîyayên Kurdîstanê. 

Li çîyayan de her kêlîyek di wateyê de bi guhertinên mezin tê jîyankirin. Di nava vê kêlîyê de heskirin, lêgerîn û tovên azadîyê hene. Ji bo Argêş li ser lutkeyên asê yê çîyayan meşandîn xeyalê zarokatîyê ye. Piştî 2 salên li xebatên metropolan êdî wexta firîna wekî bazekî lî ser çîyayan e. Ew di rojeke pir bi wate de, di roja salvegera berxwedana dîrokî ya lî zindana Amedê de di 14’ ê Tîrmeha 2010’ an de tevlî hêzên gerîla dîbe. Çawa ava ku ber bî axeke ji bêavîyê kelişîye diherike û ji nû ve ruh dide axê ava heyatê ye, çîya jî ji bo wî dibe ruhê ku lê digerîya ku xwe ji nû ve ava bike. Coş û kelecana xwe hertim diparêze û di her gava ku diavêje de di dilê hevalên xwe de dibe xwedîyê cihekî cûda. Her çîwqas berîya 2 salan tevlî nava tevgera Apoyî bûyîbe jî ji bo wî liser van çîyayên dergeha azadîyê wekî gerîlayekî cih girtin pir cudaye.

Di nava gerîla de erkên girîng digre û pir zê bipêş dikeve. Li qada Metîna berpîrsyarîya xebatên arşîvê verdigre û li serkeftî di vî karî de dixebite. Vi xebatî ji sala 2010’ an heta sala 2013’ an bi tempoyeke mezin dimeşîne. Piştî ku di vî xebatî de tecrubeyeke mezin bi dest dixe ji bo xebatê navenda ragihandina HPG’ ê tê erkdar kirin. Dema li vî xebatî dimîne ji bi heman tempo û coşê dîbe ruyê gerîla yê li hemberî gel. Ji bo berxwedanîya gerîla teyisandina xwe di nava gel de bibîne gelek ked dide vî xebatî û encamên girîng bidest dixe. 

Ji bo wî jî lêgerîn herdem berdewam dike. Ji ber vê jî Argêş di sala 2014’ an de ji bo xwe zêdetir amade bike û kesayeta xwe ligorî demê bigihîne asteke jortir dîçe perwerdeya akademîya Şehîd Îbrahîm. Perwerdeya xwe bi tarzekî serkeftî xelas dike û vê carê jî vesazîya wî ji bo xebatên çapemenîya HPG’ ê çêdibe. Jiber kû zîmanê îngîlîzî pîr baş dizane demekê ji bo kesên enternasyonel yê ku dihatin serdana hêzên gerîla xebatê wergêrê dimeşîne.

Argêş ala ku jî Xelîl Dağ, Gurbetelli Ersöz û pêşengê ragihandina çîya digre li navenda ragihandinê û li her qada gerîla bi serkeftî dimeşîne. Di sala 2015’ an de Dewleta Tirk a dagirker dem abi hêzeke mezin êrîşî qadên gerîla dike cara yekem wekî mêhabîrê şer lî qada Zagros’ ê berxwedana gerilla kêlî bi kêlî dişopîne û rastiya şerê li qadê ji raya giştî re radigihîne. Yê ku cara yekem pêşengtîya xebatê nuçegîhantîya şer lî qadê gerîla dike şoreşger û şopdarê heqîqetê Argêş’ ê . Di her çalakîya gerîla de ew ji wekî nuçegîhanekî cih digre. Ew bi dîmenê kişandîye, bi nûçeyên ku nîvîsandîye û tevahî xebatê xwe de kameraya xwe wekî çekekê jî bo azadîyê û rastîyê bikartîne. Vê xebatê ew û rêhevala wî ya tekoşînê û lehenga çîya şehîd Jîyan Amargî bi hevre bi serkeftî dimeşînin.

Argêş bi kelecaneke mezin kêlîyê ku di nava vê berxwedanîya dîrokî de jê re şahîdî kiriye him belge dike û digihîne civakê him jî wekî nivisevanekî li rêpelên dîrpkê neqiş dike. Ew wekî bazekî hertim liser lutkeyan difire. Li vir jîyan di pêxila hêvîkirineke bêdawî deye. Kengî bayek biherike bi xwe re hesreta rêhevaltîyê û bîranînên şehîdên doza azadîyê tîne. Ev hesret legerîna heqîqetê kûrtir dîke. Mirov naxwaze efsûna vê lêgerînê tu caran xerab bibe. Ji ber ku ji bo mirovên azad lêgerîna heqîqetê herdem bêdawîye. Argêş jî bi vê rastîyê di her kêlî û her gavê de şopeke mezin li pêy xwe dihêle. Ew bi keda xwe ya bi salan dibe legerînvanekî rasteqîn û kameraya xwe dike çavê rastîyê. Êrîşên dewleta dagirker ya Tirk ku bi wehşeteke mezin li hemberî hêzên gerîla pêkanî bêtirs belge dike, bi vegotina rastiyan li hemberî derewên dijmin hertûm heqîqetê diparêze. Ew bi keda xwe dimeşe liser çîyayan û bêyî ku yek kêlî bisekine tevahî hêz û bawerîya xwe ji bo azadîyê xerc dike.

Argêş tekoşîna xwe ji bajarê ku lê ji dayikbûye berbi çîyayên azad bê navber 11 salan li çîyayên azad bi azwerî, bi coşa şoreşê û bi kelecaneke pir mezin didomîne û li her devera ku lê xebat meşandîye şopên azadîyê yê pir mezin lipey xwe dihêle. Ew rêhevalek rast yê şoreşêye. Heta kêlîya dawî jî ji bo rêhevaltîyeke rast bî rêber Apo û şehîdan re bimeşîne têdikoşe. Ew bi biryardariyeke mezin ji roja tevlî xebatê ragihandinê dibe û heta şehîd dikeve, li çîyayên Kurdîstanê di şopa Xelîl Dağ, Gurbetelli Ersöz û Selçûk Şahan de dimeşe. Mîrasa ku ji wan dewir digre digihîne asteke jortir û hîm dîbe mîlîtanekî mezin yû ragihandina azad him jî dîbe fermandarekî dil ji pola.

Argêş li her qada ku lê cih digre bi rengê xwe, bi kenê di ruyê xwe û bi heskirina xweyî hevaltîyê mohra xwe lê dixe.

Argêş dema ku xebatê xwe dimeşîne dîsa ruyê îxanetê dixwaze raxîne ber çavan û ji bo vê jî bernameya bi navê “Kurmê Darê” ku îxanetê bî belgeyan radixîne ber çavan dikşîne. Bi vê bernameyê dixwaze nîşan bide ku dijmin çi jî bike wekî van ajanên ku şandîye nava gerîla ew jî neçarî binketînê ye. Dî vê deme de dî sala 2019’ an de lî qada Metîna dî encama êrîşa dewleta tirk a dagirker de brîndar dîbe. Ji bo tedawî bibîne derbasî Rojavayê Kurdîstanê dibe. Li Rojava demeke dirêj tedawî dibine lû brîndarîya wî girane û bi alikarîya têhevalê xwe yê gazî demeke dirêj ruxmû brîndarîyên xwe jîyan dike lê dî 10’ tebaxa 2025’ an de tevî hemû hewlfdana jî dîgîhêje şehadetê.

Çîrokên dîrokê hertîm behsa evîna mîrovan dikin. Ev evîn jî bo hin kesan heskirina li hemberî kesek dîne. Lê ji bo mirovên jîyana xwe, dil û mejîyê xwe, hêst û ramanê xwe jî bo lêgerîna heqîqetê seferber kirine û canê xwe di rîya azadîya gelan de feda kirine ev evîn heskirina welat, nasname û azadîyê ye. Ev mirovûn wîsa ne ku tu carî namirin û şopên wan hiştîye wê ji bo gelan bibe bingeha siberijên azad. Argêş jî yek ji van lehengan din ava dîroka tekoşîna azadîyê û legerîna heqîqetê cihê xwe digre. Ew çawa ji pêşengan kameraya wan wekî mîras dewir girt û heta kêlîya daî li pûy rastîyan gerîya rêhevalê wî jî wê kamera û pênûsa wî heta azadîyê bîser bikeve hertim di oxira rastîyan de li hemberî dijmin bikin çeka parastinê.