HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Azadî henaseyekî ku nayê pênase kirin, ji hîs û bawerîya ji kokê tê. Bawerîya ku mirov mezin û ava dike, her henase ancax bi dilê rehet û bi xwebûnê dikare were pêk anîn. Li Kurdistanê gelê Kurd bi hesreta nefesekî azad dijîyan, ev hesret di kevneşopiya xwe ya dîrokî de xeyalê xwe ti carî wenda nekir û bi zindîbûna dîrokê re kire rastî.

Asrîn bawer; ji bajarê kurdistanê Rihayê ye. Ev bajar ji bo dîroka Kurdîstanê bajarekî qedîm û navdar e. Bajarê ku mîna hêlîna mirovahiyê, cihê xêr û bereketê tê pênase kirin. Di dîrokê de jî şerê herî dijwar û bi sembol li wir pêş ketiye û kesayetên mezin derketine.
Asrîn Bawer bi navê xwe yê rast Sevda Topçû di nava malbetekî welathez de tê dinyayê. Ji eşîra Erbanî ye û di nava çanda Kurdiniyê de mezin dibe, ji bo ku fêrî xwendin û nivîsandinê bibe, di dibistana pergalê de 11 salan dixwîne. Sevda dema ku digihîje temenê xwe yê ciwantiyê û dibe xwedî lêhûrbûnan, cudahiyeke pir mezin di nava gelan de dibîne. Ew ji ewladekî gelekî ku ziman û çanda wê hatiye qedexe kirin e. Ew bişaftina ku ser welatê wê tê meşandin, jê re dibe nakokiya yekem ku ser wê lêpirsîn bike. Di vir de Sevda dest bi lêgerînan dike, welatparêziya malbatê û tevlîbûna kurmam û xwûşka Sevda di nava Tevgera APOYÎ de, bandoriyeke mezin ser kesayeta wê ava dike. Ser wê bingehê Sevda ji bo jiyaneke rasttir jiyan bike, dest bi rêwîtiyekî nû dike. Ev rêwîtî wê ber bi nasname û heqîqeta jiyanekî azad dest pê bike. Ev rêwîtiya ber bi çiyayên Kurdistanê ye.

Rêyekî nû û jiyanekî  bi wate wê bikeve jiyana jina ciwan Sevda Topçû. Di sala 2014 li Mêrsîne tevlî nava refên azadiyê dibe û navê xwe dike Asrîn Bawer û perwerda xwe ya bîngehîn li Xakurkê dibîne. Li wir dest bi gerîlatî dike, jiyana li çiya pir bala wê dikşîne. Sala 2018 dewreyekî perwerdê ya çeka sekvanî dibîne û dîsa derbasî çiyayên Xakurkê dibe. Gerîla Asrîn bi heskirina xwe ji vê qadê re, ji dema ku tevlî dibe heta kêliyên xwe yên dawiyê jî, bi eşqekî pir mezin xwe tevlî nava hemû karan dike. Ji hemû zehmetiyan re weke jineke xwedî hêza xwe dibe destek ji rêhevalên xwe re.

Asrîn ji ber ku bi hêza jin bawer dike li ser bîr û bawariya Rêber APO xwe ava dike, rêhevaltiya Rêber APO bi jin re hêzekî mezin dide wê û dibe wesîla ku xwe baş perwerde bike û her di nava çalakiyan de be. Asrîn li wargeha fermandar Bêrîtan lê çalakiya xwe ya dîrokî pêk aniye de piratîka xwe ya leşkerî dimeşîne. Ji ber wê ew bi herêma Xakurkê ve pir tê girêdan, her çiqas vesaziya wê li qadên cuda jî pêşdikeve lê Asrîn bi xwesteka xwe ku li vir piratîka xwe bidomîne de israr dike. Ser vê esasî Asrîn di nava çiyayên Xakurkê de, li ser her şîvereyekî de dibe xwedî bîranînên bi wate.

Ji bilindbûna çiyayê Şekîf û Berbizînê, Asrîn bi Asoyekî mezin hilma azadiyê digre, bi herîkîna ava Lolanê ku bi coşekî mezin her diherike re ji coş û moralê xwe ti carî kêm namîne. Her bi rûkenî rojê pêşwazî dike, xwe berbisyarê jiyanê û rêhevalên xwe dibîne. Ji ber wê Asrîn dibe xwedî wê erkê ku barê tevgerê jî hilîne, di nava piratîkê de pir zû tê pijandin û dibe kesayeteke ji xwe bawer ku her karî bi rêve bibe.

Asrîn Bawer di nava operasyonên ku li ser vê qadê pêş dikeve jî dibe xwedî seknekî çalakvan, tevlî gelek pêngav û çalakiyan dibe, dibe şahidê jiyana gelek qehremanên ku canê xwe feda kirine. Asrîn her ku rêhevalek wê şehîd dikeve kîn û nefrata wê a li beramberê dijmin zêde dibe, hêrsa wê ya tolgirtinê ji her demê zêdetir pêş dikeve. Soza tolhildanê dide hevrêyên xwe yên şehîd. Ji bo ku bibe rêhevalên rast yê van lehengan ked dide û pîlanên çalakiyan pêş dixe, herî zêde Asrîn cihê xwe di nava tîmên bi tevger de digre û wisa tevlî gelek çalakiyan dibe û derbên giran li dagirkeran dide.

Gerîla Asrîn ji temenê yê tevlîbunê heta kêliyên ku gihîşt şehadetê, bi vîn û baweriya jina azad li ser xeta şehîd Bêrîtan di heman qadê de di dîroka 4’ê meha Tebaxa 2024’an li Xakurkê gihîşte şehadetê.