HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Gundê Çilkanî, çil û çar caran qîriya û pê re jî çil kanî ziwabûn di dilê kurdan de.
Li gundê Çilkanî çil kanî ziwa bûn, pê re jî dilê çil milyon kurdî şewitî.  
Cahşîtiya li Kurdistanê birîneke kûr a dîroka kambax e û dev ji me bernade.
Ev bi dehan salana ye ku deleta dagirker a tirk li Kurdistanê bi saya vê sazûmana  cahşîtiyê xwe li piyan dihêle. Şerê xwe yê qirêj û parastina xwe bi cahşan dike.
Niha jî piştî komkujiya hovane ya li gundê Çilkaniya Şemrexê, ev sazûmana cahşîtiyê, careke din dilê me kurdan dişewitîne. Dijminên gelê kurd vê sazûmanê ne tenê li bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê belav kiriye. Li hember vê bi milyonan kurdê birûmet nokertiya dijmin qebûl nekirin û dijmin çar hezar gund şewitand, bi hezaran qetl kir û bi milyonan gelê me koçî metrepolan bûn. Dijmin bi vê jî nema, li bajar û metrepolan jî bi pişavtin û bi birçîbûnê terbiyekirinê, bênavber êrîş bir ser gelê me.
Cahşîtî, di vê bahara rengîn de li Kurdistanê çil û çar kanî ziwa kir li Çilkaniyê.  
Di serî de yên vê sazûmanê bi cî kirine, eşîrên xwefirotî ne û li Kurdistanê kîjan hêz desthilat be xwe didin aliyên wan. Ev taybetiyeke qereqterê van derdora ne. Serekeşîr li ser navê hemû endamên eşîra xwe bi desthilatan re bazariya xwefirotinê dikin.
Bi derketina PKK’ê re, me destpêkê li deverên mîna Cirnê Reş û Siwerekê eşîrtiya noker, eşîrtiya xwefirot hedef girt û ev li hemû deverên bakurê Kurdistanê belav bû. Her çiqas bi têkoşîna çekdarî ya Tevgera Azadiyê re sazûmana eşîrtiyê bi piranî hate belavkirin jî, lê gelek eşîr xwe bi tevahî dijmin re kirin yek û bûn seyên ber derê dijmin. Wekî mîna mala bûcakan, Tahîr Adiyamanan, Kamîl Atakan, pêşengiya vê nokertî û cahşîtiyê dikin. Ev sazûman ji van derdoran re bûye deriyê nan û nanê xwe ji xwîna gelê xwe derdixin.
Ji bilî van derdoran bi piranî kurd ji neçarî cahşîtiyê qebûl kirine û gelek ji wan jî heta ji dest wan tê jî, li hember gel rêzdar in û bi gerîlayan re nakevin şeran.
Li hember vê seridîna kurdên kevn, kurdên kole, kurdên ku hêviya wan ji jiyaneke azad nemane, her ku cahşîtî dikin, pê re jî dikevin psîkolojiya mîna ku xwediyê vê dewletê ew in, adalet ew in, hêz ew in, bêyî ku rojek wê ji wan hesap bê pirsîn, hov dibin û har dibin.   
Di tevahiya têkoşîna me de, cahşîtî û nokertiya li Kurdistanê bûye sedema bi hezaran hevalên me û pê re gelê me di warê madî û manewî de gelek zirar bibînin.  
Bifikirin, bi dehan hezaran kes hene û vanan tev bi çek in. Her diçe ji civakê dûr dimînin. Di nav dinyaya xwe ya tirs, mirin, kuştin û bêpêşeroj de, ji civakîbûnê dûr dikevin û her diçin ber bi prîmatbûnê yanî ber bi heywanbûnê ve diçin. Lewra her ku ji civakê dûr dikevin, pê re jî ji ehlaq û felsefeyê jî dûr dikevin û tenê jiyana wan gundê wan û ew efendiyên wan ên dagirker in. Ev jî dike ku mîna heywanan êrîş bibin derdora xwe. Piştî demekê exlaq û rehm tune dibe di nav wan de.
Vaye bûyera li gundê Çilkanî jî ji hêla komek heywanên wisa ve pêk hatiye. Ji ber ku her tişt ji wan re rewa ye, wisa difikirin ku wê dinya her wisa bizivire. Ma bi dehan kesan mervên xwe jî bikujin jî wê çi bibe?
Dijmin dibêje nakokiyên te hebin, mirovên te bin jî, kerem bike bikuje. Ez têkildar nabim. Ez ê te biparêzim, bi şertê ku kes nefilite. Dijmin li gorî xwe hesap dike ku, wê kurd kurdan bikuje, ji ber ku ji bona wan “kurdê baş yê kuştî ye” û wê di ser de jî bigotana PKK kiriye, vaye vanan bangên diyalog û aştiyê dikin û lê sivîlan dikujin.
Niha jî ji bona vê bêbextî, vê ketîbûnê, vê alçaxbûna xwe bincil bikin, bi toreyan bi dozên xwînê ve girê didin. Hemû çapemeniya mehmedok, çarşef bi çarşef meseleyê bi toreyan ve girê didin.
Lê bila ev baş bê zanîn, ne kurd hov in û ne jî meseleyên tor û dozên xwînê tenê di nav kurdan de heye. Bûyerên wisa li Tirkiyê deh qat zêdetir tên jiyandin, lê digel vê bi van propagandayan dixwazin kurdan hov nîşan bidin. Di nav kurdan de tore hebe jî, lê di çanda kurdan de tu carî kuştina jinan nîn e, kuştina zarokan nîn e, hele hele li ser nimêjê kuştina mirovan qet nîn e. Encax û encax alçaxiyek wisa, ji hêla ew dijminê qehpe ve û seyên wan ve bê kirin.  
Êdî dem hatiye ku ev sazûman hilweşe. Cahşîtî deqeke reş e. Ev deq wê ji bav û kalan derbasî zarokan bibe û wê tu carî ji eniya wan neçe. Çiqas zûtir ji vê riya bêrûmet veger çêbe, wê gelê kurd wan efû bike.
Ku ev nebe jî, wê gelê kurd tu carî van derdorên ku cahşîtiyê dikin, efû neke. Ne em efû dikin û ne jî dîrok.
Rûbar Andok