Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hevrêyên me Rênas, Hogir û Berxwedan dema ku ji herêmekê derbasî herêmeke din dibûn 19'ê Tîrmeha 2024'an li herêma Kotolê di kemîna hêzên Îranê de şehîd bûn.
Hevrêyên me Rênas, Hogir û Berxwedan weke milîtanên fedaî yên gelê me li her qada ku têkoşiyan bi rengekî hêja temsîliyeta milîtaniya Apoyî kirin û heta nefesa xwe ya dawî dilsozê nirxên azadiyê man ku bi berdêlên giran hatine afirandin. Hevrêyên me Rênas, Hogir û Berxwedan ji qadên welatparêziya xurt a Kurdistanê ji Gever, Cizîr û Mexmûrê tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bûn, di her kêliyê de bi rengekî fedaî jiyan û şer kirin, bi sekna xwe ya li nava têkoşînê û kesayetiya xwe bûn parêzvanên xurt ên xeta berxwedanê ya partiya me PKK'ê. Hevrêyên me ku metirsiya qirkirinê ya li ser gelê me heta hucreyên xwe hîs kirin, bi têgihiştina bicihanîna wezîfeyên demê yên xwe ji têkoşîna fedaî nedan alî. Hevrêyên me Rênas, Hogir û Berxwedan zanîbûn ku dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û hevrêyên şehîd re tenê bi mezinkirina têkoşînê dikarin bi wate bikin, ji bo vê jî hewl dan di nava rastiya têkoşînê de xwe bigihînin asta herî bilind. Hevrêyên me bi nirxên ku di nava têkoşînê de afirandin, navê xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsandin. Weke şopdarên hevrêyên xwe em ê di nava wê hewldanê de bin ku di şexsê wan de hêjayî şehîdên xwe hemûyan bin.
Bi van hestan em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe Rênas, Hogir û Berxwedan, xelkê welatparêz ê Gever, Mexmûr û Cizîra Botan û gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku ji bo bicihanîna hesreta wan, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.
Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
|
Nasnav: Rênas Civyan Nav paşnav: Bedran Erîn Cihê jidayikbûnê. Gever Dayik-Bav: Pakîze-Refîk Dem û cihê şehadetê: 19'ê Tîrmeha 2024 / Kotol |
Rênas Civyan – Bedran Erîn
|
Nasnav: Hogir Botan Nav paşnav: Şerîf Adlim Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Hediye-Abdulvahap Dem û cihê şehadetê: 19'ê Tîrmeha 2024 / Kotol |
Hogir Botan – Şerîf Adlim
|
Nasnav: Berxwedan Goyî Nav paşnav: Rizgar Kara Cihê jidayikbûnê: Etrûş Dayik-Bav: Esmer-Mûhammed Dem û cihê şehadetê: 19'ê Tîrmeha 2024 / Kotol |
Berxwedan Goyî – Rizgar Kara
Rênas Civyan – Bedran Erîn - Dema ku têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê gav bi gav li tevahiya Kurdistanê belav bû, xelkê me yê Geverê partiya me û gerîlayên azadiyê nas kir û baweriya xweb i wê yekê anî ku hesreta bi dehan salan a azadiyê tenê bi gerîla dikare pêk were ku dilê wan tenê ji bo azadiyê û rizgariya gelê me lê dida. Ji jiyana sade û dilnizm a gerîla, ji helwesta gerîla ku mîna volkanekî bi ser dijmin ve diherikî bi bandor bû. Xelkê me yê Geverê ku di têkoşîna gerîla de paşerojeke bi rûmet û azad dît, xwe ji tevlîbûna li vê têkoşîna bi lehengan dagirtî neda alî û ewladên xwe yên herî hêja tevlî vê têkoşînê kir. Di nava vê têkoşînê de ji dayina berdêlên giran ti carî xwe neda alî. Li hemberî zext, êşkence û komkujiyên ji aliyê dijmin ve dihatin kirin bi têkoşînê, bi mezinkirina têkoşînê bersiv da. Ji ber vê yekê jî îro bûye yek ji navendên herî girîng ên serhildanê û biryardariya li ser jiyana azad. Bi vî rengî rola xwe ya dîrokî bi cih tîne.
Hevrêyê me Rênas ku ewladekî hêja yê xelkê me yê Geverê bû, di nava rastiyeke bi vî rengî ya gel de li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî ji kevneşopiyeke welatparêziyê bû, hevrêyê me Rênas jî girêdayî çand û kevneşopiya Kurdîtiyê mezin bû. Piştî ku hevrêyê me Şehîd Egîd Civyan - Vahdettîn Karay sala 1990'î tevlî nava refên gerîla bû, malbat û derdora wî partiya me PKK nas kir. Piştî bi salan gelek hevrêyên din jî tevlî nava refên gerîla bûn û bi vî rengî derfet dît ku partiya me hîn bêhtir nas bike. Hevrêyê me Rênas jî hîn di zarokatiyê de bi çîrokên lehengiyê yên gerîla yên lê guhdarî dikir, derfet dît ku partiya me PKK'ê nas bike. Nakokiyên ku di temenê biçûk de jiya, di demên ciwantiyê de hewl da hîn bêhtir fêhm bike û çareser bike, bi taybetî li hemberî hebûna dijmin a li Kurdistanê gelekî bi hêrs bû. Gihîşt wê baweriyê ku jiyana di binê statuya koletiyê de ya li welatê xwe ne qedera me ye û rizgariya ji vê jiyanê jî bi têkoşînê dibe. Li ser vê bingehê li Geverê ku navê wê bi serhildanan re bûye yek, tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû, hem ji bo zanekirina gelê me ya li hemberî êrîşên dijmin, hem jî ji bo tevlîkirina ciwanên Kurd mîna xwe li nava refên gerîla, kedeke mezin da. Di salên ku êrîşên dijmin giran bûbûn ku êdî tehemûl jê re nedibû, ji derdora xwe ya nêz gelek kes tevlî nava refêng erîla bûn. Vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Rênas kir. Hem xwest bersivê bide êrîşên dijmin, hem jî bi bandora tevlîbûnan û şehadeta gerîla, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî perwerdeya destpêkê bû, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û daxwaz, bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin zû hînî jiyana çiyê û gerîla bû. Bi taybetî ji ber eleqeya wî ya li ser hunera şerê gerîla û fikrê afirîner ê il vê qadê, hem ji hevrêyên xwe re bû mînak, hem jî di vê mijarê de hewl da xwe şareza bike û wezîfeyên demê bêkêmasî bi cih bîne. Hevrêyê me ji aliyê akademîk ve perwerde bi serketî qedand û di dema pratîkê de fêhm kir ku temamiya jiyana PKK'ê perwerde ye. Di her kêliya jiyanê de xwest tiştên nû hîn bibe, xwe bi pêş bibe û bi vî rengî bibe milîtanekî Apoyî yê fedaî. Bi sala 2015'an re piştî ku dewleta Tirk a qirker ji bo qirkirina gelê Kurd dest bi êrîşên topyekûn kir, hevrêyê me Rênas jî li qada ku lê bû bi çalak tevlî çeperên berxwedanê bû. Tevî ku hîn nû bû û tecrûbeya xwe ya şer tine bû, bi daxwaz û biryardariyeke mezin xwest beşdarî çalakiyan bibe. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku dem hatiye hêrsa xwe ya li hemberî dijmin veguherîne çalakiyê û kelecana di çalakiya xwe ya destpêkê de weke yek ji kêliyên jiyana xwe yên qet neyên jibîrkirin pênase kiribû. Bi kêfxweşiya derba ku li dijmin xist û tecrûbeya wergirtî piştre beşdarî gelek çalakiyan bû, li hemberî êrîşên tasfiyeyê yên dijmin îradeya xurt a milîtanên Apoyî bi rengekî hêja nîşan da. Di sala 2016'an de ku weke sala fedaiyan hate pênasekirin, hevrêyê me Rênas di berxwedana gerîla de roleke çalak nîşan da û weke her milîtanan tevî ku tevlîbûnek ji bendewariyê zêdetir dikir jî, her tim dixwest xwe bike bombeyek û di dilê dijmin de biteqîne. Hevrêyê me Rênas meraq dikir ku gelek hevrêyê me yên fedaî yên hêja bi kîjan kûrbûnê gihîştine vê astê û di vê pêvajoyê de lêgerînên xwe hîn kûr kir. Bi vê kûrbûnê re fêhm kir ku fedaîtî cewhera PKK'ê ye, fedaiyê destpêkê Rêber Apo ye û bi vî rengî gihîşt sira hevrêyên ku çalakiya fedaî kirin. Hevrêyê me têgihişt ku fedaîbûn bi tevlîbûna li rastiya Rêber Apo û xeta berxwedanê ya PKK'ê ye, dît ku rêya pêkanîna vê ya herî bi bandor jî karên Hêzên Taybet e. Li ser vê bingehê ji bo xwe bi temamî tevlî têkoşîna me bike û bibe parêzvanekî xurt ê felsefeya Rêber Apo pêşniyar kir ku derbasî Hêzên Taybet bibe.
Bi saya sekna xwe ya bi biryar a li ser milîtaniya Apoyî, tevlîbûna bêteredût û bi fedakarî ya li nava jiyanê, bi asta xwe ya biryardariyê pêşniyara wî hate qebûlkirin û di sala 2018'an de tevlî Hêzên Taybet bû, li vê derê beşdarî perwerdeyên destpêkê bû. Di dema perwerdeyê de bi kûrbûna xwe diyar kir ku armanca xwe ya bingehîn ew e ku hêjayî keda hevrêyên şehîd û Rêber Apo be, ev yek jî tenê bi fêhmmkirina Rêber Apo û tevlîbûna li felsefeya Rêber Apo dibe. Di nirxandineke xwe de gotibû, 'Milîtanekî ku xwe tevlî têkoşînê kiribe, tiştekî ku bi ser nexîne nîne' û destnîşan kiribû ku ji bo vê jî divê kesayetiya xwe bi temamî tevlî nava têkoşînê bike. Zanîbû ku hevrêyên me yên ku di dilê dijmin de çalakiya fedaî kirin bi vî rengî gihîştin vê astê, weke şopdarê wan jî ew ê jî bi vê têgihişt û tevlîbûnê tevbigere û bi vî rengî tempoya xwe ya tevlîbûnê her roj hîn bilind kir. Hevrêyê me Rênas piştî ku perwerdeya xwe qedand li gelek qadan kar kir, kûrbûna xwe hîn xurt kir û ji bo karibe di her karî de serketinên girîng bi dest bixe ked da. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger berê hevrêyê me timî li Bakurê Kurdistanê bû û ji bo vê armanca xwe pêk bîne timî pêşniyar kir. Hevrêyê me bawer dikir ku tenê bi mezinkirina têkoşîna li Bakurê Kurdistanê dikare bersivê bide êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me. Bi taybetî piştî şehadeta xizmê wî hevrêyê me Egîd Civyan - Vahdettîn Karay, di vê pêşniyara xwe de hîn bêhtir israr kir û bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî, kesayetiya xwe ya durust, samîmî û tevlîbûna xwe ya ji dil gihîşt vê armanca xwe. Li ser bingeha vê armancê li Bakurê Kurdistanê têkoşiya. Hunera mirovî ya mezin, kesayetiya dîrokî, şoreşgeriya fedaî û rêbaza fermandariyê ya hevrê Egîd Civyan ji xwe re kir mînak. Bi vî rengî hewl da têkoşîna xwe ya li Bakur bi rengekî fedaî û rêbazeke rast bimeşîne. Hevrêyê me Rênas dema ku bi erka xwe radibû û di nava tevgerê de bû 19'ê Tîrmeha 2024'an li herêma Kotolê di kemîna hêzên Îranê de heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî li ber xwe da û şehîd bû.
Hogir Botan – Şerîf Adlim - Cizîra Botan ku yek ji navendên girîng ên çanda serhildanê û berxwedana li Botanê ye, ji dîrokê û vir ve ti carî li hemberî êrîşên dijmin serî netewandiye û teslîm nebûye. Di vê serdemê de jî heman mîsyonê bi rengekî rêxistinî û zanebûn bi cih tîne û pêşengiyê ji têkoşîna me re dike. Xelkê me yê Cizîra Botan ku bi serhildanên xwe ji bo gelê me bûye sembola vejînê, bi tevlîkirina bi sedan ewladên xwe yên leheng ên weke Şehîd Bêrîvan Egal, Şehîd Serbest - Salih Gever, Şehîd Çîçek - Guhar Çagirga, Şehîd Bîşeng - Rojda Bîlen, Mehmet Tûnç, ev sekna xwe ya şoreşger û bi rûmet dewam kir. Li hemberî her êrîşên dewleta Tirk a mêtinger têkoşiya û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re xurt kir. Dilê xelkê me yê Cizîra Botan mîna doh îro jî ji heft heta heftê salî ji bo Kurdistana azad lê dide.
Hevrê Hogir weke ferdekî vî gelê leheng li Cizîra Botan li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber zextên dijmin malbata wî destpêkê koçî metropolên Tirkiyeyê kir, piştre jî koçî Dîlokê kir. Lewma dûrî Cizîrê mezin bû. Lê belê ti carî serî li ber êrîşên qirkirin û asîmîlasyonê yên dijmin netewand û cewhera xwe parast. Hevrêyê me berxwedêriya xelkê me yê Cizîra Botan ji çîrokan hîn bû, xwe bi şens dît ku di nava gelekî bi vî rengî yê leheng de mezin bûye. Ji ber ku malbata wî û derdora wî welatparêz bû, têkoşîna me hîn di temenekî biçûk de nas kir. Di heman demê de êrîşên li ser gelê me di zarokatiyê de dît. Hevrêyê me li metropolên Tirkiyeyê jî şahidî ji cihêkariyê re kir û li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Ji ber taybetmendiya bajarên ku lê dima nekarî zêde tevlî karên siyasî bibe û destpêkê ji bo xwendina zanîngehê çû Enqereyê, li wê derê rastiya me ya têkoşînê nas kir. Hevrêyê me li vê derê ciwanên şoreşger welatparêz nas kir û weke ku gihîştibe cewhera xwe bi coş bû.
Hevreyê me piştî demêk Zanîngeha Gazî ya ku dixwend terikand û tevlî karên ciwanan bû. Li vir ji sekna mîlîtan a hevalên xwe gelek bandor bû. Hevreyê me yê gihîşt biryardariya pêwîste ew jî wek hevalên xwe bibe parazvanê nirxên azadiyê yên Apoyî, lêhûrbûnên xwe yên bi vî awayî hîn kûrtir kir. Ji ber ku di vê pêvajoyê de gelek hevalên wî Berxwedana Xwerêveberiyê şehîd bûn, ji bo hevrê Hogir bû mîladek. Ruhê hevaltiyê yê ku ji Şehîd Sitî, Şehîd Sînan û Şehîd Reşîdan girtiye bi felsefeya Apoyî re kir yek û ji bo xwe bigihîne kesayeta azadiyê gihîşt wê baweriyê ku rêya vê yekê tevlîbûna li nava têkoşîna azadiyê ye. Li ser vê bingehê bi awayekî aktîf tevlî refên têkoşînê bû û ji bo bibe layiqê hevalên şehîd hewl da. Di paradîgmaya Rêbertî, çanda partiyê û şêwazê têkoşîna Apoyî de xwe kûr kir. Hevrê Hogir tenê xwe bi bingeha azadiyê avakirinê bi sînor nema, di perwerdekirin, rêxistinkirin û qutbûna ji jiyana kapîtalîst ve û tevlîbûna refên azadiyê yê dehan ciwanan de jî bû xwedî kedekê bêhempa. Zanîngehên ku dewleta Tirk a qirker karmendan jê çêdikir, ji xwe re kir armanc ku bike kelehên şoreşê. Bi enerjiya xwe ya bêdawî, sekn, dîsîplîna xwe ya cewherî û jiyana xwe dilnizm re bû şopdarekî Alî Çîçek, Ozgur Ronî, Mahîr Botan û Baran Mawayan û pêşengekî ciwanan. Hevrê Hogir ê ku bi jiyana xwe ya sade û taybetmendiyên xwe yên Kurdistanî û sekna xwe ya radîkal a li hemberî dijmin di dilê gelê me de cih girt û pîvanên welatparêziyê mezintir kir, ji bo hîn bêhtir tevlî nava refên têkoşînê bibe, ked da. Hevreyê me ku her tim hewl dida di felsefeya Rêbertî de xwe ji nû ve biafirîne, zanîbû ku tenê bi vî rengî dikare hevaltiyê ji Rêbertî re bike.
Hevrê Hogir ê ku bi hêrsa xwe ya kûr a li hemberî dewleta Tirk dihate naskirin, ji bo tola gelê xwe ji dewleta Tirk hilgire her tim di nav lêgerîn û çalakiyan de bû. Hevreyê me ku bi taybetî jî milê wî yê çalakvanî li pêş bû, bi vê taybetmendiya xwe bala dijmin kişand û ket destê dijmin. Du sal di zindanên dijmin de têkoşîna xwe domand û bû şopdarê kevneşopiya berxwedanê zindanê ku bi berdelên giran hatiye afirandin.
Hevrê Hogir piştî ku ji zindanê derket berê xwe da çiyayên azad û tevlî nav rêfên gerîla bû. Bi perwerdeya destpêkê re fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Hevalê me lêhûrbûnên xwe li çiyê jî dewam kir û cudahiya pêvajoya ku gel û tevger di nav de ye bi raporekê bi vî rengî anîbû ziman: 'Weke mîlîtanên Rêbertî ji hemû serdem û pêvajoyan zêdetir pêwîste di vê pêvojoyê de em Rêbertî bixwînin. Pêwîste xwe di bîrdoziya Rêber Apo kûr bikin. Ji bo erk û berpirsyariya serdemê pêk bînin bîryardarî û zelalbûna xwe heta dawiyê mezin bikin. Eger di kesayeta xwe de hişmendiya azadiyê neafirînin em ê her kêm bîminin û li hemberî êrîşan vekirî bimînin. Eger weke Rêberê xwe 24 saetan şoreşgeriyê nekin em ê nikaribin ji tinebûnê xilas bibin, nikaribin ji Rêber Apo re bibin bersiv û Kurdistanê rizgar bikin'. Bi vê zanebûn û lêhûrbûnê xwe pêşniyar ji hevrêyên xwe re kir ku di taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe kûr bike û li Bakurê Kurdistanê têkoşînê bimeşîne. Hevreyê me yê daxwaza wî perwerde hat pejirandin, tevlî perwerdeyên pisporiyê jî bû û xwe di gelek branşan de bi pêş xist. Fikirî ku êdî di milê bîrdozî û leşkerî de wek mîlîtanek Apoyî dikare armancên xwe pêk bîne. Li ser vê ji bo li Bakur têbikoşe daxwaze xwe dubare ji hevalên xwe re parve kir. Bi vî awayî derbasî Bakur bû û li Bakur xwest derfet biafirîne û hêza rêxistinî derxe holê. Hevrê Hogir ê ku dile wî bi daxwaza ji dijmin tolgirtinê re tijê bû, dema gihîşt van xeyalên xwe, bi xurtî tevlî çalakiyan bû. Tê gotin şer, beriya şer tê qezenckirin. Hevrê Hogir jî çawa gihîşt qada ku armanca xwe pêk bîne, bû serketiyê vî şerî, bû navê jiyan û serketina bi ciwanî.
Em soz didin hevrê Hogir ê ku di 19’ê Tîrmeha 2024’an de gihîşt şehadetê, ala ciwaniyê ku ji me re hiştiyê bibin serketinê. Em ê kesayeta têkoşer û rêbaza jiyana dilnizm a hevrê Hogir Botan bikin mifteya serketinê ya şoreşa Azadiya Kurdistanê. Û dubare soz didin ku têkoşîna me ya bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî jî bi ser bixînin.
Berxwedan Goyî – Rizgar Kara - Gelê me yê Mexmûrê ku li hemberî zext, êşkence û qirkirinên dewleta Tirk a dagirker bûye sembola sekna birûmet, çawa ku li Botanê bi tu awayî li hemberî dijmin serê xwe netewand di heman demê de di rêyên koçkirinê û li gelel kampên penaberan ên piştre lê cih bûn jî ev sekna sekna xwe ya birûmet nîşan da û bû sembola Kurdayetiya azad. Gelê me yê ku piştre li Kampa Şehîd Rûstem Cûdî bi cih bûyî, ev sekna xwe nîşan da û bi tu awayî li hemberî zextên komên hevkar, dagirkeran û çeteyan ji helwesta xwe ya azadiyê tawîz nedan. Ji ber vê yekê hemû caran di welatparêzî, têkoşîn û dilsoziya bêhesap ya ji bo felsefeya Rêber Apo de bûye mînaka herî şênber.
Hevrêyê me Berxwedan di nava rastiyeke gel a bi vî rebgî de di nava malbateke ji eşîra Goyî a qedîm de li Etrûşê ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku li gel malbata xwe çarenûsa gelê me parve dike, di zarokatiya xwe de rewşa penaberiyê di nava xwe de dipirse. Hevrêyê me ji çîrokên koçberiyê yên ji malbata xwe guhdar dike, êş, zehmetî û şehadetên gelê me hîn dibe û li hemberî dewleta Tirk a dibe sedema van yekan hêrseke mezin li cem peyda dibe. Hevrêyê me Berxwedan li dibistana Mexmûrê ya gelê me bi derfetên xwe ava dike, dest bi perwerdeya xwe dike û şensê perwerdeya zimanê dayikê bi dest dixe. Hevrêyê me yê ku 12 salan dîroka xwe, erdnigariya xwe, edebiyata xwe û paşeroja têkoşîna xwe dixwîne û tecrûbeyeke girîng bi dest dixe, dizanîbû ku armanca xwepêşxistinê di perwerdeyê de ew e ku ji bo gelê me bibe kesateyekî kêrhatî. Ji ber vê yekê di gelek xebatên kampê yên qadên cuda de cih digire û hewl dide ku berpirsiyariyên xwe yên civakî bi cih bîne. Di heman demê de hê di zarokatiya xwe de ji bo ku têkariyê li debara malbata xwe bike di karên cuda de kar dike û pîroziya kedê di vê pêvajoyê de fêr dibe. Hevrêyê me hê di vê pêvajoyê de afirandina nirxê ya bi dayîna kedê dike taybetmendiya kesayeta xwe ya sereke. Hevrêyê me di zarokatiya xwe de li cihekî weke Kampa Mexmûrê ku lê welatparêzî gelekî xurt e, partiya me PKK’ê nas dike û gelekî ji têkoşîna gerîlayan ya li hemberî dewleta Tirk a ku wan li warê wan Botanê koçber dike, bondor dibe. Hevrêyê me hê di zarokatiya xwe de fêr dibe ku gerîla hêza gelê me ya parastin û tolhianî ye û ji ber vê yekê eleqeyeke mezin nîşanî gerîlayan dide. Hevrêyê me Berxwedan weke hemû ciwanên Kurd ên tama azadiyê standine, haya wî ji berpirsiyariyên xwe yên li hemberî gelê me hebû û dizanîbû ku bes bi tevlîbûna refên gerîla dikare vam berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Di serî de Şengal, Mûsul û Mexmûr êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên di sala 2014’an de yên li ser gelek herêman û ji sekn, têkiliyên hevrêtiyê û têkoşîna gerîlayên azadiyê yên ku xwe gihandin alikariya gelê me yê Mexmûrê ku bi talûkeya qirkirinê re rû bi rû bû, gelekî bi bandor dibe û rasterast şahidiya çîrokên lehengiyê dike. Hevrêyê me Berxwedan bi vî awayî fêm dike ku di warê heyraniya ji bo gerîlayan de ew mafdar e û biryarê dide ku weke gerîlayekî tevlî têkoşînê bibe. Hevrêyê me di sala 2015’an de xwe digihîne çiyayên Kurdistanê yên gelekî mereqa wan dike û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî.
Hevrêyê me perwerdeya xwe ya şervanên nû li Herêmên Parastinê yên Medyayê distîne û bi van perwerdeyan adapteyî jiyana çiya û gerîlayan dibe. Bi saya tevlîbûna xwe ya bicoş di demeke kurt de di kesayeta xwe de guhertinên mezn pêk tîne û gav bi gav dibe gerîlayekî azadiyê yê xwedî tecrûbe. Hevrêyê me Berxwedan ku beriya wê xwedî hin tecrûbeyan bû, bi perwerdeyên îdeolojîk xwe di felsefeya Rêber Apo de kûrtir dike. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe ya jidil, durist û xwezayî baweriya hemû hevrêyên xwe bi dest dixe û di gelek xebatan de cihê xwe digire. Di van xebatan de bi taybetmendiyên xwe yên weke kedkar û fedekar tê nasîn û di bidestxistina serkeftinên mezin xwe dibe xwedî roleke mezin. Dema ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Prastinê yên Medyayê bi awayekî dijwar êrîşan dide destpêkirin, bi israr pêşniyar dike ku derbasî qadên ku şer lê dijwar e, bibe û ji bo vê yekê xwe amade dike. Girêdayî vê yekê ji bo ku xwe di taktîkên şerê gerîla yê serdema nû de pêş bixe, tevlî perwerdeyên di asta akademiyê de dibe. Bi awayekî çalak tevlî van perwerdeyan dibe û xwe ji bo pêvajoya şerekî dijwar amade dike. Hevrêyê me hêrsa xwe ya dîrokî û kûr ya li hemberî dewleta Tirk dike egera mezinkirina têkoşîna xwe û pêşniyar dike ku derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Pêşniyara hevrêyê me Berxwedan ê xwedî kesayeteke durist û bi jêhatîbûna xwe ya di hemû xebatan de baweriyeke mezin dida hevrêyên xwe, hate qebûlkirin.
Hevrêyê me Berxwedan ji ber qebûlbûna pêşniyara wî ya bi salan gelekî kêfxweş dibe û her wiha dizanîbû ku berpirsiyariyên vê yekê gelekî giran in û di wê çarçoveyê de tevgeriya. Weke şoreşgerekî di vê pêvajoyê de ku li dijî gelê me êrîşên dijwar pêk dihatin, karkirina li Bakurê Kurdistanê ji bo xwe weke şensekê pênase dike. Girêdayî şert û mercên Bakur weke milîtanekî fedaî yê Apoyî bi fedaîyane têkoşiya. Hevrêyê me Berxwedan di 19’ê Tîrmeha 2024’an de di encama kemîneke li herêma Katol li gel hevrêyên xwe Rênas û Hogir tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêyê me Berxwedan yê ku li Mexmûrê dest bi meşa xwe ya azadiyê dike û li Bakur û lûtkeyên çiyayên Kurdistanê yên herî bilind didomîne û dibe xwediyê têkoşîneke bênavber, bi kesayeta xwe ya xwerû û xwezayî û bi taybetmendiyên xwe yên milîtaniya Apoyî ji hemû hevrêyên xwe dibe şervanekî azadiyê yê mînak. Em weke hevrêyên wî soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wî pêk bînin.
27’ê Îlona 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG