HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di mehên dawîn de sîstema TC’ê ji ber li hember destkeftiyên Tevgera Azadiyê hem qels bûye û ji ber serkeftina gelê me  ya di hilbijartinên 29’ê adarê de hezm nekir û operasyona ku ji hêla artêşa dagirker a tirk ve ku di 9’ê avrêlê de destpê kiribû, bi beşdariya cahşên Dergûl û Sêgirkê li hember qadên Girê Tendurê, Girê Xanê, Girê Firinê, Serkê Hêryar, Serkê Deryan, Serkê Mihemmedê Ûso, Behrêter, Çelêsor, Geliyê Hêzil, Hevrazên Herekol û Kanî Botkê ku girêdayî Bestaya Şirnexê ne hê jî didome.

Kitekitên şerê li Botanê:

a) Di 10’ê avrêlê de saet di 08:30’an de li gundê Avyanê ku girêdayî Serkê Deryanê ye, di navbera hêzên gerîlayên me û artêşa tirk de şer diqewime û bi zelalî 4 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

b) Di 10’ê avrêlê de saet 20:00’an de di şerê ku li Girê Tendurê û Şehîd Berxwedan qewimiye de ji hêla gerîlayên me ve 7 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Wekî din di dema şer de eydî artêşa tirk 3 çeka HK, 33 çeka ferdî, 1 BKC bi tevî alavên xwe û eydî leşkerekî ku hatiye kuştin kunyeyek, ji hêla gerîlayên me ve hatine desteserkirin.

c) Di 11’ê avrêlê de êvarî saet 21:00’an de li Girê Firinê şer qewimiye û li vir jî 5 leşker ji hêla gerîlayên me ve hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Der barê operasyona ku hê jî didome, ku agahî bi dest me bikevin em ê bi gelê re xwe re parve bikin.

2. Di 11’ê avrêlê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Gundê Marsîs, Erê, Marsîs, Perax, Tengava Sîpan, Mergeşîş, Alaniş û Kasrokê ku girêdayî Heftanînê ne êrişeke bi obûs û hawanan li dar ketiye.

12 Avrêl 2009

 Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê