HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re;

1-  Di 15’ê gulana 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Çiravê ku girêdayî Çiyayê Gabarê ye operasyonek hatiye destpêkirin.
Digel ku hêzên gerîlayên me yên HPG’ê di rewşa bêçalakbûnê de ne operasyon hatiye li dar xistin û bi armanca tunekirinê êrîş birine ser gerîlayên me. Di encama êrîşên dijmin de hêzên gerîlayên me ji neçarî bi leşkerên dijmin re ketine şer.
Der barê şerê ku hê jî didome de agahiyên berfireh em ê piştre ji gelê xwe û rayagiştî re daxuyînin û em bang li rayagiştî dikin ku li hember van operasyon û pevçûnan pejinkar bin.

2-  Di 17’ê gulana 2009’an de ji danê sibehî pê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember gundên Mûsolokê û Cenetê û qada Şehîd Bêrîtan ku girêdayî herêma Xakurkê ku bi ser bajarê Diyanayê ve ye, êrîşeke bi topên obûsan hatiye destpêkirin. Êrîşa navborî hê jî didome.

3-  Di 11’ê gulana 2009’an de di encameke qezayekê de hevalên me yên bi navê Berxwedan Amed û Hogir Merwanî gihîştine şehadetê.


Agahiyên der barê hevalên me yên ku di qezayê de şehîd ketine;

HOGIR MERWANÎ
HAYRULLAH ALPHAN
1980 / YUKARIGOREN - FARQÎN
FAHRIYE
MUSTAFA
2003

BERXWEDAN AMED
SAÎD SOYLU
1988 / BÎSMÎL-AMED
MERYEM
BEDRÎ
2004

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

17 Gulan 2009