Dîrokeke biêşe Botan. Navenda vejîna mirovahiyê, pîrozbûnek bêhempa dide axa wê. Erdnîgariya wê, gelek êşên mezin kevin kir. Çawa ku îro xwe bi rabirdu xwedî dike û digihîne dahatu, axa Botana qedîm jî bi berxwedan û têkoşînê xwe gihandiyeroja me. Gelek şer û pevçûn, artêşên dagirker xwestin axa wê ya bihûştîn bikin dojeh. Lê axa wê ya çiyayî her çû bedewbû, her çû bi destanên lehengên egîdî xwe neqîşand. Xwezaya wêya efsûnî, dîroka wê ya zîndî, heybeta wê ya serhildêr mîna gerîneka avên kûr mirov dikişine hinavên xwe.
Pêxember Nûh, jiyana pîroz ji bo ji lanetbûyînê biparêze, berê keştiya xwe dide ber bi çiyayê Botanê. Cûdiya Mirada hembêza xwe ji serhildana pêxember Nûh re vedike. Neolîtîka Mezopotamya çawa cara yekemîn ji mirovahiyê re dibe dergûşa civatbûyînê, çandiniyê û hwd. ji bo pîrozbahî bi ser keve careke din Cûdiya Mezopotamya xwe dighîne hewara mirov, nebat û lawirên keştiyê pêxember Nûh.
Botana Mezopotamya, gelek caran ji keremeta mirovahiyê re bûye wargehekedîrokî. Axa wêya kevnar û serhildêr ti carî zaliman nehewandiye. Her tim li dijî zalim û serdestan bi çiyayên xwe, bi zarokên xwe yên leheng şer kiriye. Ti carî rê nedaye seferên Îskender ê Makedon,desthilatdarî û dagirkeriya dewletên dîtir.
Egîdî, berxwedanî, pîrozbûn tim mohra xwe li rûpelên dîroka wê ya zêrîn xistiye.
Netew dewleta Tirk qirkirin, bişaftin, înkar û îmhayek pir mezin li ser gelê Kurd meşandiye. Li hember zilmê cewherê xwezaya gel e ku tevgera PKK’ê jî ji vê bandora bêsiud reweke bertekekê azadiyê derket holê. Cih û warên destpêkê Botan e. Ji bo fîşeka yekemîn; gerîlayên Kurd û gelê Mezopotamya, ji bo li hemberî zordestan xwe biparêzin berê xwe dane hêlîna teyran, çiyayên asê. Egîdên ku tim li hemberî neheqiyê şerkirine, tim xwe spartine dergûşa çiyayan. Çiya tim ji gelên bindest re bûne perestgehên pîroz.
Nexşeya Botanê bi vîn,wêrekî û xwîna egîdan hatiye xîz kirin. Fermandarê mezin Egîd li hemberî neheqiya dewleta Tirkan li ser vê xakê bû ferman, bû meşaleya agir ê ku ti carî netemire li lûtkeyên Botanê.
Yek ji şopdarên fermandar Egîd jî rêhevalê Adil Bilikî ye.
Rêheval Adil Amed, li gundê Bilîka ku li qontarê çiyayê Cûdî ye hate dinyê. Di temenê zarokatiya xwe de êşên pir mezin dijî. Du birayê wî yên mezin ku li ser sînorê Bakur û Başur qaçaxvaniyê dikin ji aliyê wampîrekî ve, ango leşkerên Seddam Huseyn ve tên kuştin.
Ji ber vê bûyera biêş berpirsiyariya malbatê dikeve li ser milên wî yên biçuk. Lê wî di jiyana xwe de tim bi dilekî mezin têkoşîn kir. Ji bo aboriya malbatê, ji Cûdî komir dibir navçeya Sîlopiyê difirot û debara malê bi wî rengî dikir. Zîrekbûna wî, fêm û feraseta wî bala şêniyên gund dikşand. Lê di xeyalênAdil de tim xwe giyandina lûtkeyên Cudiyê Mirada hebû.
Rêhevalê Adil, hê di temenekê biçûk de bala gerîlayên ku tên gund û diçin jî dikşîne û gerîlayên têkoşîna azadiya gelê Kurd bi zagona leşkerî ve wî di sala 1987`an de tevlî nava refên gerîla dikin. Lê min ev yek ti carî hezm nekir min digot; PKK ne ji bo kuştina gelê Kurd ji bo jiyandina gelê Kurd têkoşîn dike. Dema ez çûm çalakiyê min nehişt heval destê xwe bidin zarokan û min wan parast, lê dema piştî çalakiyê em zivirîn noqtê, Zekî ez bêçek û rext kirim û fermana îdamê da min. Haya min jî ji ti agahiyan nebû, lê dewleta Tirkan qenal TRT 1 di nûçeyên xwe de gotibûn `terorîstên nebikêr, nikarin çend zarokan bikujin`. Li ser vê nûçeyê Zekî jî tehrîk bû û min bêçek û rext kir. Lê baweriya min jî tim bi edeleta partiye hebû. Ji ber ku min biryareke rast dabû û pêkanî bû”.
Fermandar Adil dema behsa bîranînên xwe dikir kûr û dûr diçû, keserên kûr dikişand û digot “heval, min pir êşên mezin kişandin. Lê tiştê ku min li ser linga dihêle, tolhildana şehîdan û gelê min e”.
Dema mirov li fermandarê efsunî hevalê Adil mêze dikir, mirov êşên ku kişandiye û vê yekê çawa kesayetek pola afirandiye didît.
Ew tim di zor û zehmetiya de li pêş bû. Digot “hezkirin çalakbûyîne”. Fermandarê eyaletê bû, lê tim diçûkeşfê, peywirên erzaq anînê, nobet digirt, ji hevalan re bo xwarin çêbike li mitfaxê, ji bo nan bipijîne li ber sêlê, di çalakiyan de tim di êrîşê debû. Ango jidervî çend saetên xewê hevalê Adil vala dîtin nepêkan bû. Bi vê terzê xwe, hevalên derûdora xwe perwerde dikir. Bi sekna xwe ji pêdiviyên demê re dibû bersiv. Enerjiya hevalê Adil, hezkirina wî ya ji welat, gel û têkoşîna azadiyê re bû. Enerjiya hevalê Adil,bi ked û fedekarî, bi coş û moral, bi terz-taktîk, tempo-şêwaz û dewlemendiya îradeya kesayet li ber çavan radixist.
Tiştê ku herî zêde fermandar Adil dixist tengasiyê, rewşa Rêber Apo bû, rewşa Rêber Apo êşek bêsînor dida wî. Û ev yek tim dianî ziman “heta Rêber Apo azad nebe jiyîn ji min re herame”. Hevaltiya wî tim rast û durust bû, ji ber ku êşên hevalên kêleka xwe tim hîs dikir. Ji bo hevaltiyê biparêze bi dehan caran ligel me xwe dixist xeteriyê.
Civakbûyîn di kesayeta hevalê Adil de tim bi vê rengî dihat jiyîn. Ew gulekî ku birînên dijwar dipêça bû. Ew dilek bû ku ji bo hevaltiyê diavêt. Dema hevalek li Dêrsimê şehîd biketa nediaxifî, ne xwarin dixwar û nejî jiyan asayî dipejirand. Lê dema diçu liser gir û çeperên dijmin, bi afirîneriyeke pir hostayî derbe li dijmin dixist û vedigeriya, bêhna wî derdiket û dikaribû nefes bistenda.
Dema fermandar Adil tê gotin, pêwîste destpêkê evîna wî ya terz, qûral û pîvanên gerîlatî bê bîra şopdarên wî. Ji ber ku gerîlatî ji bo heqîqetê serhildane, serhildêriye. Ew fermandarekî ku welatê xwe dixwest ji zorbatiya dewleta rom rizgar bike. Ji ber ku sêhr-heybet û çavkaniya hêza gerîla, pîvan û quralên wîne. Ji ber vê sedemê, disiplîn di cewherê xwe de tim zindî dihişt. Şer qada xeteriyê û rîskêye, şer bi xwe duelo ye,bibiryarbûyîn bibû taybetmendiya kesayeta wî. Bi biryardayînekî pir xurt bi zeka û hestên pir mezin, di qada xeterî û rêskê de li hemberê neyarê hov, disekinî, şer dikir û hevalan dida şerkirin. Bi wêrekiyek pir mezin tevlî çalakiyan dibû û encam digirt.
Fermandar Adil bênavber 21 sal, bitaybet jî li çiyayên Botanê û li gelek deverên cuda fermandartiya gerîla bi serkeftî meşand. Dixwazim çîroka meşa wî ya azadiyê ya bi îstîkrar kurt be jî parve bikim.
Afirênerî, her tim beravajî dijmin xwe rêxistin kirin, hunerên wî yên hest-aqil û milîtanek bawermed; li hemberî zor û zehmetiyan hewldanên çavkaniya wî ya fikir, îrade, xwînsariya wî ya dinav mirinê de jî, rast fikirandin û tevgerkirin. Hestewariya wî ya lewaztiya dijmin ditîn û çûyîna ser hedef û hedef xistin, îrade dijmin şkandin. Hişyarbûn, jîrbûn û bawerîdayîna hêza xwe,ev taybetmendiyên wî di şer de tim li pêş bûn.
Fermandar Adil divan 21salan de di gelek çalakiyan de, di êrîşê de, di parastinê de, di koordînê de, di kemînan de di sergirtinên dijmin de rol û misyon girt û bi serkeftî têkoşîn kir. Di sala 2006’an de Rêber Apo got; “milîtanên bimin ve girêdayî bila biçin Bakur”.Fermandar Adil jî di vê salê de derbasî çiyayê Gabarê, warê fermandar Egîd bû. Di vê salê de bi dehan çalakiyên serkeftî pêşxist, ji ber ku pêşengtiya Gabarê û di dîroka şerê PKK’ê de Gabar xwedî cihekî stratejik bû.Vê jî dida nimandin ku dê sala 2007’an pir dijwar derbaz bibûya.
Nîjadperestiya netew dewleta Tirk û hevparên wî yên dewletên kapîtalîst û emperyalist, Emerîka, Îngilîz û Îsraîl bi hev re qomploya navnetewî dixwestin di sala 2007’an de kûr bikin û bimeşînin.Li girava Îmraliyê jehrîkirina Rêber Apo, di giyana fermandar Adil û gerîlayên wî yên Gabarê de înfîalek afirand.
Artêşa Tirk bi hêza xwe ya deh hezaran ve operesyoneke pir berfireh li Gabarê da despêkirin. Armanca operesyonê, rola Gabarê ya pêşengtiya stratejik bişkîne bû. Li her deverê Gabarê şer-pevçûn û şewat bû. Ew rewş di adarê de destpêkir heta dawiyameha gulanê berdewam kir.
Li aliyekî êrîşên dewleta tirk û dostên wî yên kapîtalîst, li aliyê din jî komekê biçûk û dinava bêderfetiyan de di pêşengtiya hevalêAdil de gerîlayên Kurd.Di vê pêvajoyê de gerîlayên Kurd berxwedaneke dîrokî nişan dan ûbi dehan caran derbeyên pir giran li dijmin xistin. Birçîbûn, tazîbûn, bêcebilxane bûyînhebû, lê bes bawerî û îradeya wan mîna taybetmediyên xwezaya çiyayên Botanê bû.
Li hember ewqasî êrîşên firokeyên şer, kobrayan, hawan, obîsan û sîlehên ferdî yên dijmin, gerîlayên Gabarê bi vîna xwe ya tazî li berxwedidan. Fermandar Adil di civînekê de jî ji bo dengê çekên dijmin bi henekî digot: “dengê van çekên dijmin nebe xewa me nayê” bi vî awayî hevalên ligel xwe motîveyî şer dikir.
Şer karekî kolektif e. Lê şerê ku di Gabarê hate meşandin de di asta rêveberiyê de bi tenê hevalê Gelhat ji hevalê Adil re dibû alîkar. Mirov dikare bibêje ku yek sedemek şahadeta wî jî tenê mayîna wî bû. Lê ruxmî tenê mayîna wî jî, tim bi coş, moral û dilnizim bû. Tiştê ku jiyanbikira her tim bi hevalan re parve dikir. Kêliyeke vala ti carî ji xwe re nedipejirand. Jiyana wî bi xwe perwerde bû. Derdora xwe tim perwerde dikir. Mirov dikare bibêje di kesayeta xwe de rêxistin dida jiyan kirin. Fermandar Adil bi tenê ji tiştekî re tehemûl nedikir, ew jî têkçûyîn bû. Bertekên wî yên li hember têkçûyînê, kesayeteke serkeftî di rastiya wî de ava kir.
Dîsa mirov bixwaze hevalê Adil nasbike, kîna wî ya ku ji serhildana Agirî mabû ku Îhsan Nûrî Paşa digot: “Agirî agir dibarîne” kîn û hêrsa wî, mîna volqanên çiyayê Agirî bû. Belê em werin dîsa pêvajoya Gabarê, vê pêvajoyê tenê mirov dikare bi romanekê şîrove bike. Lê kurt be jî em li ser vê pêvajoyê rawestin.
Di şahadeta hevalê Adil û hevalên din de, zanist û teknolojiya dewletên kapîtalîst rolekê sereke leyîstin.Dewleta Tirk ji dewleta Îsraîlê heron kîrîbûn. Heron wê demê nûbû û gerîlayên PKK’ê ev teknîka hîna zêde nasnedikirin. Lê çalakiyên fermandar Adil, mîna çalakiya çiyayê Bizina TRT Gabar, çalakiya kuştina serheng û serdarêntirkan hwd. dijmin felç kiribû. Vîna dijmin şkestîbû û tenê di destê wî de heronên Îsraîlê mabû.
Wext mîna rûbarekî har demsal ber bi zivistanê dibir, pirsgirêka erzaq pir cidî bû, jixwe berxwedana heyî bi zikê birçî hatîbû meşandin. Dijmin rastiya Gabarê baş dizanîbû û tim li derdora Gabarê kemîn diavêt.
Fermandar Adil li pelên darên weşiya mêze dikir û xemgîn dibû; “ax me ev zivistan jî derbas bikira, bi biharê ve emê bikevin bajarên derdorên Gabarê û ji dijmin paqij bikin”.
Quwetên biryargeha Gabarê ji bo peywirek erzaq xwe dabûn noqteyek ne guncav. Heronan 24 saetan nêçîra gerîla dixwest bikira. Bi dehan caran serdegirtinê noqteyan ên dijmin bi teknîkê çêbibûn.
Saet 3.30`î şevê balafirên şer li noqteya biryargeha Gabarê dan. Heval dîsa difikirin ku ew serdegirtin jî mîna ewên dîtir ê bi teknîkê were kirin. Îxtîmal nadin ku di bin êrîşa hewayî de leşker jî were, leşkerên Tirk derdora şikefta fermandar Adil wan girtîbûn. Saet neh û nîvê sibê, hevalê Adil serbazekî Tirkan dikuje û şer destpê dike.
Di vî şerî de hevalê Adil ji dilê xwe birîndar dibe. Heval bi kefiyekî rûyê wî digrin û dibêjin ji xwe şehîd ketiye, lê tam di wê kêlîkê de fermandar Adil ji nişkave radibe û dibeze, bi dirûşmên “şehîd namirin, bijî Serok APO”, dibe mîna alekî û dibeze. Ji bo cenazê wî nekeve destê dijmin dibeze, dibeze ji ber ku ew ji hemû zor û zehmetiyên şoreşê re beziya bû.Dibeze ji ber ku ew mîna çiyayên Botanê tim serhildêr bû.
Belê, ev nivîs nabe ku kêliyeke jiyana fermandar Adil îfade bike, berî kutevli nav karwanên nemiran bibe pişta xwe dabû darekê û awirên wî yên hişk û wêrek li ser dijmin bû, kulma wî şidayî bû.
Her kêliyeke bi te re şanaziya jiyana me ya herî mezin bû. Em ê te ti carî ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.
Îskan AMED
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 4’ê Kanûnê de saet 09.00-09.30’an li hember leşkerên li derdora girê Şehîd Zerdeşt ê li sînorê herêma Oremarê ya girêdayî navçeya Gever a Colêmêrgê, hêzên gerîlayên me çalakî li dar xistin
- Ayrıntılar
ji çapemenî ûraya giştî re!
Di mehên havînê yên ji sala 2015’an û vir ve li hember Tevgera me ya Azadî êrîşên ku hatîn destpêkirin
- Ayrıntılar
“Navê min Şiyar di sala 1981 de li gundekî Sîrtê hatime dinê. Hetanî sala 1989- 1990 me heval naskirin. Heval dîtin û çûyîn û hatine wan bû sedemê ku sampatiye me li hemberî wan çêbibe. Terzê jiyane wan axiftinê wan û sekna wan mirov dikşandin xwe. 1991 şûnde gundê me hate şewtandin û bi zor ême koçberî İstenbolê kir. Li wê derê heya demekê mirov dikarê bêjê em ji partiyê qut bûn. Heta Serokatî hate girtin em tevlîbû xebatê rêxistinê bûn û me cihê xwe di çalekiye de girt. Sala 2000 me xwest em tevlî rêxistinê bibin li belê ji ber hinek sedeman ez tevlî ne bûm. Tevlî bûne min sala 2001 çêbû. Niha jî çarçeva pêşniyare xwe de em diçin Bakur. Di wê çarçevê de zanebûen wê û kûratiye wê em diçin. Di vî temelî de em dibêjin pêvajoyeke hesas de em derbas dibin. Di wir de misyoneke cûde partî dide ser milê me. Di xwesertiye wê alanê de partî perspektîf da me. Ew tecrîde li ser Serokatî û êrîşê li ser gelê me li ser gerila dîsa helwesta dewleta Tirk li hemberî têkoşîne PKK ê imha bikin. Em jî li wê derê çi ji destê me werê emê bixwzin hêjî layîqê van şehadetê ku di têkoşînê de hatine dayîn û berxwedaniye ku hatine kirin. Emê li wê derê bixwazin ala wan rakin ser milê xwe û di nava têkoşînê de cihê xwe bigirin. Layîqê wan şehadetê di nava têkoşînê de û ji xebatê Serokatî re bibin bersiv. Li ser wî asasî coşa me jî heye. Dema em diaxivin jî coşa me heye. Ev cara yekeme emê derbas bibin. Xwesteke me û heyecan eme di astekî bilinde ye. Emê bixwazin vê coşa xwe yansima xebatê xwe bikin. Li ser vî asasî em ji tevahî hevala re serkeftin dixwazin. Emê bixwazin layîqê gelê Kurd bibin. “
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Li hemberî tecrîda şidandî ya li dijî Rêber Apo û li dijî hewldanên komkujiyê yên li hemberî berxwedana gelê Nisêbîn û Dêrikê, hêzên gerîlayên me çalakiyek lidar xistin.
- Ayrıntılar
Stêrk ji her demî bêtir diberiqîn. Heyva çardeşevî pêşiya wan ronahî dikir. Bi kesayetên xwe yên gihîştî, bi hestên xwe yên zarokî û bi dilên xwe yên germ tevlî vê meşa bê rawestgeh bûbûn. Jiyana mirovan bi derfetên wan re dest pê dike. Armanca ruhê mirovserkeftin e. Armanca wan jî ji vê ne cudatir e.Carina li pişta pencereyekî naylon li dîmenekî bi mij dinihêrin û rastiyê fêm dikin, carinajî bê pencere, bi çavên tazî li rastiyê meyze dikin. Watedayîna wan a evînê; carina di rondikên lêgerîna jiyanê ku ji çavên dayikên dil bişewat dibarin de, carina jî di kena ser rûyê zarokan de xwe derdixe der. Ev çend biharin ku li serê van çiyan in, çend payîz, çend zivistan...
Mizgîniya xweşikahiyê diberiqe li serê çiyan. Hebûna wanê li serê çiya, wate dida van erdnîgariyan...
Şopa wan erd diqelêşe û şîn dike, lê ew her dimeşin. Çiqas xweşik dixweynin çûk û bilbil. Dengê qebe qeba kewan ji dûr ve tê gohên wan. Giyayên şil, çavkaniya xwe ji ax, av û rojê digirt in. Belkî, bi qasê kulîlka nîlûfer jiyan kirin, tenê rojekî, li van deveran. Asîmanekî şîn, germahî û ronahiya rojê, kulmek ax û qurtek jî av, lê rojek jiyana azad...
Tevde bi dengê lorîkên dayîkan mezin bûbûn, li bin siya lûleyên çekan, li her çar aliyê cîhanê belavbûyî. Serê xwe danîbûn ser çokên pîrika xwe û ji devên wê çirokên qehremantiyê gohdar kiribûn. Çîrokên serhildanên bav û kalên wan, dayîk û pîrejinên wan, xwişk û birayên wan...
Piştre pêxwas û bê derpê xwe avêjtibûn kolanên xerîbiyê. Di welatê xwe de xerîb jiyan kiribûn. Bê kes bûn, bê xwedî bûn, gund û warên wan hatibûn wêrankirin, hatibûn qetilkirin, koçberkirin... Hewar û gaziyên wan tu kesî nebihîstibû. Qêrîna wan di dilê wan de mabû.
Kûçe û kolanên bêbext dixwestin ku wana di nava xwe de bifetisînin. Lê ew nebûn dîlê vê pergalê, bûn lêgerînvanê jiyaneke azad. Bi qesr û xaniyên beton nexapiyan û dest bi meşê kirin. Meş bi lêgerînê dest pê kiribû. Hêj di zarokatiya xwe de dest bi şer kiribûn. Di ciwantiya xwe de xwe bi rêxistin kirin, çalakiyan li dar xistin, di tadî û zextan re hatin derbaskirin. Lê hêviya wan hîn bi xurttir bû, meşa wan hîn mezintir bû û berdewam kirin.
Vê carê berê wan li çiyayên welat bû. Dilên wan wê li wê derê lê bixista û hêviya wan ew der bû. Qeytanên pêlavên xwe hişk girêdabûn, bûbûn xwediyê rext û çekan. Konên wan li pişta wan bû. Meşa wan ber bi lûtkeya azadiyê ve bû. Bûbûn hêviya pêçekên di hembêza dayîkan de, xort û keçên ku evîndarê welat in û zarokên agir û rojê... Tu asteng û kelem nas ne dikirin. Li pêşiya wan kemîn, pevçûn, şehadet, serkeftin...
Dema ku çav bi erdnîgariya welatê xwe ketin, çav bi rastiya xwe jî ketin. Daristanên şewitî, kanî û rûbarên çikiyayî, kortik û koncalên ku gulleyên tenq, top, balefir, hawan û roketan vedane, kovanên gulleyan, goristanên bê xwedî, mirina bê deng...
Senger, wargeh û sixinaqên ji berî çend salan mane ku bûne weke berhemên dîraka vê erdnîgariyê û gelên li vir jiyan dikin... Rastiya erdnîgariya wan rastiya wan e. Ew di dema pişkifîna xwe de pişkifîne, mîna giya û kulîlkên biharê. Sosin, beybûn, berfîn, nêrgiz... Her yek ji wan di wextekî cuda de dipişkife, lê hamû jî di heman heyamî de dibin bereketa bihara rengîn.
Meş berdewam dike. Gav bi gav li ser şiverêkan dimeşin. Li newalên kûr, li keviya rûbaran, bi dengê şire şira herikîna çeman, li ser zinar û latan, bi berbanga serê sibê re, mîna keskesorê bi asîmanan re, cîhan sayî, berf û baran qet ferq nake. Carinan jî, ber bi lûtkeya çiyayên bilind ve dihilkişin û li xwezayê temaşe dikin, bi xwezayê re diaxifin. Xweza ji wan dipirse;
-Meşa we ber bi ku ve ye?
Ew bersiv didin;
-Azadiya mirovahiyê li kû jê hatibe dizîn, meşa me ber bi wir ve ye. Em lêgerînvanên azadiyê ne, ango şervanên azadiyê!
Carina ew xweza û çiya diparêzin carina jî xweza û çiya ya wan diparêzin. Her du alî parasvanên hev û din in. Wê kîjan alî, kengê, li kû derê kî/ê biparêze, wî jî dem dide diyarkirin. Kîjan alî di tengasiyê de be, aliyê din xwe digihijîne gazî û hewara wî/ê. Carina çiya ji wan re dibin senger carina jî ew ji çiya re.
Şiverêk dû dirêj e. Rêwîtiya wan bê ser û ber e. Tu demsal ji bona wan ne asteng e. Çi zivistan, çi payîz, an jî havîn... gelek caran bi xwezayê re di nava têkoşînê de ne. Xweza çiqas wana diparêze ewqas jî di nav xwe de xetereyên mezin vedişêre. Xweza çiqas şûn û warê wan e ewqas jî bêbext e. Di germahiya havênê de kanî û rûbarên zûha, zivistanan aşût, payîzê çilmisîna xwezayê, xem û keser, biharan jî ji nû de vejîna gul û kulîlkan...
Di hemû demsalan de ew dîsa rêwî ne. Xweşî û zehmetiyên hemû demsalan jiyan dikin. Lê, govend û dîlan tu caran ji wan qut nabe. Diçin kû derê govend û dîlana xwe jî bi xwe re dibin. Li lûtkeyên çiyayên bilind her tim mij û moran, li newalên kûr çemên bê ser û ber, li gel wan jî her tim şahî û kêfxweşî... Dilên wan her tim ji bona serkeftinê lê dixe û di heman şiverêkê de, li gel wan dimeşe.
Meş dû dirêj e. Tu caran wê bidawî nebe. Niha payîz e. Xweza di xem û kesera çilmisînê de û di hêvî û baweriya ji nû de vejîna li piştî zivistanê de ye. Germahiya havînê xweza bêhêz dike, giya, kulîlk, sosin û beybûnên biharê diçilmisîne, payîz pelên daran ji daran dişexitîne, zivistan jî kefen lê dipêçe, her deverê vê welatê vediguherîne goristanekî bêqebir.
Li Anatoliya Xwedayê Attîs û Adonîs, di dema Samiyan de Temmuz ku çavkaniya xwe ji Xwedayên Sumeran Dumuzî digirtin li ser xebata xwe bûn. Ev tev de Xwedayên mirin û ji nû de zayîna xwezayê ne. Ev fetlanoka xwezayê ya ku di payîzê de dimire û di biharê de ji nû de zindî dibe ye. Ev Xweda jî mîna xwezayê di payîzê de dimirin û di biharê de, bi ji nû de zindîbûnê re evîn û bereket tînin. Mirina wan ya di payîzê de ji ber sedema evînê ye. Di biharê de vegera wan ya li ser rûwê erdê sedema evînê ye. Sedema rêwîtiya bêdawî ya Şervanên Azadiyê evîna herî bi rûmet e. Rêwiyên li vê erdnîgariyê jiyan dikin tu carî namirin, jiyankirina wan ya bêdawî ji sedema evîna wan e. Her tim di nava lêgerîna “Çawa Jiyankirin?”ê de ne. Bersiva vê pirsê her tim dibe sedema berdewamkirina meşa wan. Sedema meşa wan evîn bi xwe ye.
Li azadiyê digerin. Meşa wan ji rabirdûyê ber bi dahatûyê ve ye. Terk û şopa ku li pey xwe dihêlin mîna keskesorê ye. Tevahî cureyên rengan çavkaniya xwe ji wan digirin. Nakokiya di navbera reş û spî de ji holê radikin. Bi avabûna gerdûnê re dest bi meşê kirin, wê bi dawî lê hatina gerdûnê re meşa wan bidawî bibe. Serdem bi serdem li mirovahiyê digerin. Serdem bi serdem li yên ku azadiyê ji mirovahiyê dizîne digerin û hesap dipirsin. Li makîneya dem û demistanê siwar bûne, di serdaba demê re derbas dibin, him li rabirdûyê hene û him jî li dahatûyê. Ew rêwiyên hemû wextan in...
Şiverêka wan, carina jê di cih û warên wêran re derbas dibe, carina jê jî di goristanên bê xwedî yên xwediyên van cih û waran re. Sîlûetên jin û keçên ku ji bêriyê vedigerin, zarokên ku di cîhana xwe yê teng de bi pêleyîstokên xwe ve mijûlin û pîrejinên ku teşiyên xwe ba didin tên ber çavên wan. Bi dîtina dîmenên bê teswîr xemgîn dibin; dîwarên qulo qulo, qarçikên şewitî, xan û malên bê mirov...
Her deverî di bêdengiya mirinê de dibînin, di bêdengiyê de dihêlin û meşa xwe berdewam dikin. Lê ne di bêdengiya mirinê de, di bêdengiya berî bahoz û bagerê de dihêlin û diçin. Bahoz û bagera ku wê piştî wan dest pê bike, wê bibe ji nû de zindîkirina van deveran...
Çavkaniya jiyana wan Roj, pêşengên wan Stêrk in. Gelek caran Stêrk ji kêleka wan hilkişiyan asîmanan. Asîmanan xwe bi Stêrkên Şoreşê neqiş kirine. Stêrk, ku çavkaniya ronîkirina tarîtiyê ji Rojê digirin...
Vê kêliyê sê kes dimeşin, piştî kêliyekî din dimînin didu. Ew kes dibe ronahî ji pêşiya rêwiyên lêgerînvanên azadiyê re. Yên ku çav bi vê ronahiyê dikevin, bi dû dikevin heya ku xwe bigihijîninê... Piştî kêliyekî din dîsa dibin sisê, piştre çar, pênc û bi milyonan...
Tu caran ne ronahiya li pêşiya wan qut dibe, ne jî wê ew tune bibin.
Şiverêk dû dirêj in. Stêrk ji her demî bêtir diberiqin. Axa welatê wan dergûşa wan e. Asîman lihêfa wan, xweza dayîk û bavikên wan... Têr, birçî, tênşikestî, an jî bê av... Bi hezaran salin çend şaristanî di vê dergûşê de hatin xwedîkirin û çend şaristnî di bin vê lihêfê de xew kirin! Dîroka çend gelan li vir dest pê kir û li vir bidawî bû. Mirovahî çend caran xwe zindî kir û hat kuştin... Edî bese ey mirov! Ma tuyê kengî li mafên xwe xwedî derkevî? Ma ne bes e ku tu hatî kuştin, qetilkirin, talankirin...? Ma tuyê kengî ji bona azadiya xwe tevlî vê meşê bibî? Êdî ne bese, ey mirov? Xwe bavêje ji ser vê axa mirî...Bavêje...
XERZAN AŞTÎ
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Bomberdûmana artêşa Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Tevgera balafirên keşfê yên li Zap û Metîna jî didomin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya gişti re!
Di salvegera 37. a damezrandina partiya me PKK'ê de, li pêşberî qewimînên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn gelê me bi berxwedaneke bi heybet re nîşan da ku dikare serketinên mezin biafirîne
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Ev hefteyeke li herêmên Hêzil û Serikê Mihemmedê Ûsê yê li Sêgirka Şirnexê, yekîneyên kontra bi hinceta nêçirvaniye keşfê dikin
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Gerîlayên me di roja 27'ê Mijdarê de ji 4 baskan ve li hemberî qereqolên Şkêr, Serê Sevê, Tepê Ortê û Girê yên li navçeya Colemêrg Çelê çalakî lidar xistin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakir.
- Ayrıntılar