Ji çapemenî û raya giştî re!
12’ê Tîrmehê di şerê li gundê Gabara 3 gerîlayen me bi komployekê jiyana xwe ji dest dane.
- Ayrıntılar
Merhaba
Dema me li du xwe rêhevalên xwe yê xweşik ku em ê bîrê bikin û her dem li wan bigerin hîşt û ketin rê hûn nîn bûn. Ji ber vê yekê di vê dema jiyana me ya ku bi xwe jî rêwîtiyek e de, em ji nû ve amadekariya rêwîtiyekî dikin;nedîtina hin rêhevalên xwe û dîsa derfetê xatir ji wan xwastinê nedîtin û bi vê rengî ji we veqetîn, her çi qas rûyê me ber bi pêş ve jî be vê yekê çavên me li paş hîşt.
Bêguman me dixwast we û hevalên ku me nedît bibînin û wîlo werin oxir kirin, ji ber ku me herî zêde dilgeşiya di vê pêvajoya rê de xweşikiya ku werin bibîranîn û di nîvenga rêhevalan de werin fikirîn jiya. Lewra em şahidbûn ku veqetîn û navberên vedibin çawa bi silavekê ve tê girtin. A rast me di dilê xwe de, hezkirinên rêhevalên ku me li pey xwe hîşt, dîsa bîranên ku me bi wan re parvekiribû û çavên wan ên dikeniyan bi xwe re tevahî anî. Bi vî rengî me fêm kir ku bi tenê yên dimînin na, yên dihêlin diçin jî bi qasî wan keserê dikişînin. Rewş ev e ku di encamê de wexta heman veqetîn hebe çûyîn jî, mayîn jî dijwar e. Belam hatina me ya van axên ku Kurdeyatî cewhara xwe diparêze û li ber xwe dide bi qasî ku kelaha Kurdistanê ye di heman demê de kelaha têkoşîna me ye jî hedera dilê me pê tîne.
Ji wan hûdûtên ku dijmin dibêje “hebeke wan jî em nahêlin derbas be” dema ji ber wan qereqolên ku bironahî ne re derbas dibûn em baştir têdigihêjtin ku hûnera bingehîn bihurandina hûdûtên di dilê mirovan e. Ya rast me di wateyekê de ji zû ve de ew hûdûtên ku dijmin digirt şikandibû, bihurandibû. Ji ber vê yekê me zêde astengî nejîya. Belam azina serdestan, hûdûtên pergala hiyerarşîk a di mêjiyê me de û di dilê me de xwe afirandiye, di vê rêya me ya kuem berdewam dikin de wekî astengên heyî sekinîne û pêwîst e em van bibhûrînin. Weke ku helbestvan dibêje; “ ma li pişt hûdûtan agir naşewitîne û av naxeniqîne? Ma li pişt hûdûtan evîn jan ,êvar xem nadin? Me jî evîn, bextewarî û aramî li pişt hûdûtên ku dixuyên negerî. Vana di hundirê mirovan bi xwe de, yê ku di kesayet de destpê dike, bi dayîna bîrewariyê ve diafire û dilpakiya ku her biçe wê civakî bibe ye. Bihûştekeku li benda me ye nîn e. Bihûşta me welatê me û çiyayên me ne. Axên me yêkupêwîst e em biparêzin û bêhtirîn xweşikbikin e. Di vêrêwîtiya me yakurt de me hinek jî ev fêmkir. Her xweşikiyênku li serê her gavê em rûbirû dibûnwekî ku digot min bi tenêhez bike û rizgar bike.
Zozanên Faraşînêyên bêhna catirê jê difûre, her ku me ji ava wê ya mirov jê têrnabe ve dixwar, westana me jîjiholêradibû û wendadibû. Welatparêziya germ a koçerankuevçandekekurdeyatî û jijiyanaazadbayek e, di wan zozanênhênik de dilê me germ dikir. Dilgeşiya ava Hêzil kelecandida me. Dema ji Kela Memê avabûna rojê temaşedikin, di kûrahiyarabirdû de em di kevin xewnan. Û zinarên Katoyan, ewzinar in kuartêşa Îskender a ji Zapê bi çargavê dihat belawelakir. Bi qasî ku Îskenderlenetdarkir, ev çiyayan ji me re pîroz in. Em ji Çakcoko re derbas dibin. Giyana van axan heye. Hevalên şehîd ketin pêvajoyê bi me re nîqaş dikin. Ji ber Herekol re derbas dibin. Ew jî bi qasî Katoyan serbilind û asê. Çiyayê Namaz a tam li hember wî ye taceke ji zimrûd daye serê xwe û bi vî awayî jî xwe weke wan pîrevokên xwe keybanû dibînin disekine. Bedewiya Herekolê pêwîstiya xwe bi tacan nîne. Çiyayê Namaz, bi tenê dikare bibe xatûna tarîtiyan. Lê belê Herkol xwe ti carî navêje bextê tarîtiyê. Ew bi rewşa xwe ya heyî ve xweşik e. Li Cûdî, di wê Sefîneya ku Lawikê Xerîb nikaribû xwe bigihandayê de gencîneya rêhevaltiyê veşartiye. Ev gencîneya ku kevirên wê ji destan belavî destên din dibe xeleka hezkirinê diafrîne. Bi bedewbûna xwe ve, ji dilan pirên ku ti carî hilweşîna wê nepêkan e ava dike. Her gaveke Cûdî dîrok e.
Axirê em li Gabarê ne. Di bajarê Egîdan û Erdalan de ne. Ti tiştek û ti cihek weke Gabarê nikare bedewkertitiya keda mirov biteysîne. Ta heya serê girên xwe darên fêkiyê yên hatine çandin, dîwarên wê yên hatine jenîn, cokên hatine kolandin, sarincên hatine çêkirin, bi kelehên xwe û bi baxên xwe ve îspata bihûştbûna welatê me ye. Gundên hatine valakirin weke kula dil, weke şahidê şer. Ev mal û dibistanên hatine xirakirin xwezî xwedî ziman bûna û biaxifiyana. Xwezî karibûyana behsa zilmê, êşê, keserê, berxwedanê, vîna li piyan digire bikira.
Dibe ku me zêde tiştek neanî ziman û tiştên me dîtiye jî bi tenê çend dilopên welatê me yê weke deryayê ye. Û bi tîbûna xwe ve dixwazin bi têra xwe jê vexwin. Di vê cîhanê de ti xwezayek bêyî mirov xweşik nîne. Em dikarin bibêjin ku welatê herî xweşik ê vê cîhanê welatê gerîlayan e. Di vî welatê xweşik de me bi tenê dixwest em bi Rêbertiya xwe û bi rêhevalên xwe re bin. Bi hemû rêhevalên xwe yên ku ji bo azadiya vî gelî û welatî xwe feda kirine ve, me dixwest bi Rêbertiya xwe ya ku di bin şert û mercên dîlbûnê de têkoşîna dad, rastî û aşitiyê dide re demên azad bibhûranda. Em şervanê vê hêviyê ne.
Me xwest weke ji dilê me tê binivîsin. Me xwest bila silaveke me bigihêje we. Stêrk Amed, Ronahî, Bêrîtan Guyî, Adar, Tilda, Rojda, Dunya Efrîn, Zozan, Serhildan, Şaristan, Ararat, Toprak, Jiyan, Ronahî, Agirî, Axîn, Amed û AytenKoçer, Narîn, Berçem û hevalênGabarêyê me navên wan nenivisîjiwe repirsilavênxwehene. Emjî ji hemûhevalênwir re silavênxwe dişînin û di jiyana wan a têkoşînê de serkeftinê dixwazin.
Bihezkirin û keserê xwe yê herîkûrve
Silav û Rêzên Şoreşgeri
Rojînda-Nazlican
Gabar
- Ayrıntılar
Navê min Mazlûm Rojîn. Di sala 1980´an de li herêma Mêrdînê ji dayik bûme. Di sala 1999´an de tevlî li nav refên azadiyê bûm. Ev demeke jî li herêma Mêrdîn li çiyayê Bagokê em xebata têkoşîna azadiya Kurdistanê meşand. Ev pênc sal in ku em li vê herêmê ne.
Li mezopotamyaya jorîn (hîlala zêrîn) şaristaniya mirovahiyê li vê herêmê hatiye destpêkirin. Wisa tê binavkirin. Hemû gelên li mezopotamyaya jorîn jiyane hema hema hemû gel li Bagokê jiyana xwe domandine. Bi rastî jî mirov meraq dikin ku navê Bagokê ji ku tê ango wateya wê çi ye? Li ser navê Bagokê gelek wate û metelokên wê hene lê yên yên herî sereke ku derdikevin pêş dixwazim parve bikim. Li herêma Bagokê bi xwe çîroka navê Bagokê ya bi kurdî heye. Gelê herêmê dibêje; ji ber ku di herêmê de Bagok çiyayê herî bilind û herêma Mêrdînê jî piranî bi deştên xwe tê zanîn ji Bagokê her derê herêmê tê xuyakirin. Bayê ku ji deştên Mêrdînê tên hemû xwe li derdora Bagokê digirin. Bagok li herêmê wek navenda hêza kişandina bayên li derdorê ye. Ji ber vê jî di nav gel de dibêjin Goga Bayê. Sedema vî navî jî ev e ku; her tim li derdora Bagokê bablîsok radibin. Di herêmê de gotina yekem a li ser navê Bagokê ev e. Ya duyem jî ev e; tê zanîn ku li herêma Mêrdînê gelê me yê Suryan yek ji wan gelê qedîm ên li Mêrdînê dijîn e. Di çiyayê Bagokê de jî gelek gundê Suryana hene. Bagok wateya xwe li gor çand û zimanê Suryana wek Navend tê gotin. Ango wateya navê Bagokê tê mana navenda Suryana. Di herêmê de piranî bingeha van wateya xurt e. Lê wekî hemû çiyayên Kurdistanê mitolojî, metelok û çîrokên cûr bi cûr ên Bagokê jî teqez hene. Yên herî zêde derdikevin pêş ev herdû wate ne. Dibe ku ev herdû wate mîtolojîk xuya dikin lê divê bê zanîn ku mîtolojî jî ji zanebûnê qut nîn e. Teqez bingeheke xwe heye.
Herêma Mêrdîn û di nav de jî çiyayê Bagokê cihekî stratejîk e. Ji dîrokê û hetanî roja me, êrîşên li Kurdistanê û bi taybet yên li ser Mêrdînê çêbûne Bagok her tim rola stargehê leyîstiye. Ji ber vê rola xwe jî çiyayê Bagokê wek keleha parastinê jî tê zanîn. Me anî ziman ku derdora Herêmê bi giştî deştên berfireh in. Her wiha kurdan ji dîrokê û vir ve her tim xwe li çiyayan girtine. Yek ji van çiyayên Kurdistanê jî çiyayê Bagokê ye. Lê tenê ne ji boyê Kurdan. Gelên li derdora herêmê jiyan e çi bisilman û çi jî, ji bilî bisilmanan (Suryan, Aşûr, Keldan, Nastûrî) hemûyan jî xwe liBagokê girtine.
Rêber APO jî di parêznameyên xwe de nivîsiye ku; Di dema belavbûna Îsevîtiyê de hewariyên Îsa xwe li gelek dever û çiyayan digirin. Ji van çiyayan yek jî çiyayê Bagokê ye. Ji ber ku li wê herêmê gelê Suryan û Ermen dijîn. Jixwe tê gotin ku di dîroka mirovahiyê de yekem car Xirîstiyanî ev herdû gel ji xwe re weke ol pejirandine. Her wiha rêxistinkirina wan a ola Îsevîtiyê jî di çiyayê Bagokê de destpê kiriye. Ev yek jî rewşa Bagokê ya dîrokî hîn bêhtir derdixîne holê. Di heman demê de çiyayê Bagokê ji bera xwe ve li ser xeta bazirganiyê ye. Ev xet wek Rêya Hevrîşimê tê zanîn. Di demên berê de bazirganiya ku ji Asyaya Navîn ber bi Rojava ve çêdibe hemû di bin siya çiyayê Bagokê de çêdibe. Ev yek jî bêhtir girîngiya Bagokê raçavî me dike. Bo nimûne li derdora Bagokê gelek navçe hene. Yek ji wan jî Nisêbîn e. Nisêbîn li gorî dîroka xwe bajarekî bir kevnar û qedîm e. Bi Suryanî jê re Nîsîbîs tê gotin. Ev bajar jî girîngiya Bagokê zêdetir dike. Ev yek jî bûye sedem ku him şerê li herêma Mêrdîn û bi taybet şerên li bin xetê navendên wekî li Qamişlo,Nisêbîn, Dêrik û Dirbêsiyê qewimîne di bin siya çiyayê Bagokê de pêk hatine. Her wiha di dîrokê de ev çiya wek qada şer jî tê zanîn. Û çiyayê Bagokê ev rewşa xwe heta roja me jî parastiye. Bo nimûne; di şerê me yê azadiyê de jî roleke wisa leyîst û hîna jî dilîze. Ji ber ku ji boyî gerîla mîna stargeheke çiyayê Bagokê. Ev sedema xwe ji dîrokê ji pirgelî (ango wek mozaîka gelan) û pirçandiyê digire.
Ji aliyê erdnigariyê ve li rojhilatê Bagokê Hezex, li bakur-rojhilatê Bagokê Midyad, li rojavayê Bagokê Nisêbîn û li başûr-rojhilatê bagokê jî bajarên Rojavayê Kurdistanê wêk Dirbêsiyê û Dêrik heye. Çiyayê Bagokê di navbera van bajarokên dîrokî de ye. Çiyaye Bagokê divê mirov wek girekî ji rêzê nefikire. Dibe ku bilindahiya Bagokê li gorî çiyayên Kurdistanê ne zêde be lê taybetmendiya Bagokê ji belavbûna xwe ya berfireh digire. Di mîtolojiyê de dema mijar tê li ser Kurdistanê, welatê me wek bihuşta li ser rûyê erdê tê qalkirin. Di nav Kurdistanê de mirov dikare Bagokê jî parçeyek ji vê bihuştê bihesibîne. Ji ber ku ji demên berê ve, ev herêm ji boyî çandinî, ajalkarî û parastinê xwedî xwezayeke dewlemend e. Ev jî bûye sedem ku li der û dora Bagokê ji gelek neteweyan mirov lê bicivin. Ji ber vê jî mirov dikare bêje ku Bagok; mozaîka gelan e. Di serdema Osmaniyan ango di 1915´an de li ser navê Îslamê her çiqas êrîş hatibin li ser Suryan, Ermen û netewên din ên Îsevî jî, van salên dawî vegera mirovên ji van gelan zêdetir bûye. Bo nimûne; niha di çiyayê Bagokê de, bi dehan dêrên Suryaniyan ên ku tê de perwerdehî tê dayîn hene. Gelê Suryanî niha bi gelemperî li Ewrûpayê dijî. Lê van salên dawî tevî zar û zêçên xwe têne Kurdistanê an Bagokê û li dêrên li quntara Bagokê ayîn û perwerdehiyên xwe li dar dixin. Heman rewş ji boyî Ermen û Kurdên me yên Êzdî jî derbasdar e.
Bagok di nav têkoşerên şerê azadiyê ango di nav gerîlayên Kurdistanê de wek Gabara duyem tê binavkirin. Him ji ber xweza, daristan, fêkî û him jî ji ber taht, şikêr û ajalên xwe ve dişibe Gabarê. Mesela Bagok wek herêmeke bêav ango tor tê zanîn. Lê gelên li herêmê li hemberî vê pirsgirêka jiyanî xuliqkar nêz bûne û çalên avê yên ku bi dilopên baranê tije dibin ji xwe re vedane. Lê ev çal ewqas pir in ku nayê jimartin. Mirov dikare bêje ku bi hezaran çalên avê yên ku govaniyê li dîrokê kirine hene. Mirov difikire û digihêje vê qenahetê; çêkirina van çalan ne karê salek an sed salî ye, ev kar û keda hezar salan e. Her wiha li vê herêmê xuliqkariya mirovên destpêkê jî derdikeve holê. Ji vî milî ve mirov dikare bêje ku xweza û bermahiyên Bagokê yekser bi mirovan re diaxive.
Xweza û ava Bagokê jî bi nav û deng e. Dibin çiyayê Bagokê de avek heye ku jê re dibêjin Ava Spî. Di nav gel de ji ber ku ava wê zêde sar e dibêjin ava cemidî jî. Dema mirov li vê ava boş û paqij dinihêre dibê qey hemû avên herêma Mêrdînê li hev civiyane. Ji ber van taybetmendiyên gelek bajarên li der û dorê gel havînan ji boyî bêhnvedanê berê xwe didine Ava Spî. Ji Nisêbînê hetanî çavkaniya Ava Spî ku digihêje Dalînê hemû kêlekên avê ji boyî geştvanan holikên bêhnvedanê hatine çêkirin. Mirovên ku diçine Ava Spî wek ku diçine seyranê dihesibînin. Ji ber ku li derdora avê zarokên Doman ku bi jenandina kemençeyê bi nav û deng in, roja geştvanan dikine rojeke cejnî.
Ger behsa dêrên li herêma Bagokê bê kirin di destpêkê de mirov dikare behsa Dêr Omer bike. Dêr Omer di destpêka serdema îslamiyetê de gelek êrîşan xwariye. Jixwe tê zanîn ku yê li Kurdistanê Îslamiyetê xwestiye bi darê zorê belav bike Hz. Omer e. Dema artêşa îslamê tê li nav sînorên Bagokê, dixwazin vê dêrê ji binî ve hilweşînin. Di navbera fermandarên artêşa îslamê û gelê herêmê de peymanek tê çêkirin. Gelê herêmê ji fermandaran re gotine em ê navê Hz. Omer bidine dêrê lê bes hûn dêra me xera nekin. Li ser esasên peymanê li hev dikin û navê dêrê dibe Dêr Omer. Her wiha ev nav ji sedsala 10´an hetanî roja me tê bilêvkirin.
Gelek bermahiyên dîrokî yên Bagokê hene. Di nav çiyayê Bagokê bi xwe de kelên dîrokî hene. Ji van kelehan gelek jê xera bûne. Ev kel bêhtirîn ji boyî parastin û şeran hatine avakirin. Ji van kelehan yek jî keleha Marînê ye. Ev keleh navê xwe ji gundekî Ermeniyan digire. Her wiha li gundê Marînê ji bilî keleha xwe bi şikeftên xwe jî bi nav û deng e. Ji van şikeftên xwe nêzî 5000´an jê ji aliyê wezareta çandê ya Komara Tirkiyê hatine qeydkirin ku di demên borî de ji aliyê mirovan ve weke mal hatine bikaranîn. Her wiha li gorî gelê herêmê dianîn ziman; ewqasên dî jî di demên borî de hatine bikaranîn. Ev gund di dema xwe de navenda perwerdehiya Ermenan bû. Em bi xwe jî çûne li nav vî gundî û bi rastî jî, bêhna keda mirovahiyê ji vî gundî tê. Ji bilî keleha Marînê kela Şûşaniyê jî bi nav û deng e. Ev kel jî li rojhilatê Bagokê ye û ji ber ku niştecihên herêmê li hemberî zilm û zora Osmaniyan serî hildane ev kel ji aliyê Osmaniyan ve hatiye xerakirin. Ev kel tenê ji rêyekê mirov dikare xwe bigihînê. Ji ber ku di nav xwezayeke asê de ye û derdora wê jî bi tahtên şayîkî ve hatiye pêçandin. Dema me li bermahiyên keleha Şûşanê dinihêrî di derbên dîwarên wê de xuya dikirin ku ev kel bi top û keviravêjan (mancinik) ve hatiye hilweşandin. Weke gundê Marînê li derdora keleha Şûşanê jî bi hezaran şikeft hene.
Dixwazim hindekî jî li ser gundên li derdora Bagokê rawestim. Li rojhilatê Bagokê; Erbanê, Qertmînê , li başûr-rojavayê wê li mintiqeya Geliyê Sor gundê bi navê Xanika ku yê kurdên me yên Êzdî heye.Her wiha li rojavayê Bagokê Sewdikê, Şukrînê heye ku ev jî gundên Êzîdiyan e. Li başûrê çiyayê Bagokê gundên bi navê; Mîzezexê, Hepşê, Xirabê Alê, Keferzê û gundê Selhê heye ku ev gund ên Suryana ne. Li aliyê bakur- rojavayê Bagokê gundên Serêavê û Kelehê hene ku niştecihên wê kurd in. Ev gundana di quntara çiyayê Bagokê de cihê xwe digirin. Li bakurê çiyayê Bagokê gundê bi navê Girê Mîra û gelek gundên dî hene. Ji gundên kurdan ên zahf tên nasîn jî gundên bi navê Gurînê, Qutbê û gundê Sêderî heye ku ev gund jî di demên berê de gundên Suryana bûn.Lê di demên berê de ev gund ji aliyê Komara Tirkiyê ve hatine valakirin û di van salên dawî de Kurd di van gundan de bi cih bûn. Li rex van gundan; gundê Xirbê Mişkan heye, li kêlek jêra vî gundî Xirbê Xelo heye. Gundê herî xweşik û balkêş ku li navsera Bagokê gundê Badibê ye. Ev gund gundê Suryana ye. Li vî gundî piştî salan Suryan vedigerin û bi mîmariya xwe ya kevn di sînga Bagokê de vî gundê bêhempa neqişandine. Li gundê Badibê bi heman navî dêra Badibê jî heye. Ev dêr ji hemû derdora Bagokê ve tê dîtin. Ev dêr bi kevirên spî yên Midyadê ku -bi nav û deng in- ve hatiye çêkirin. Li lûtkeya Bagokê wek kelekeka li ser avê ye dêra Badibê.
Di şerê azadiya gelê kurd de wek hemû çiyayên Kurdistanê rola çiyayê Bagokê mezin e. Ji ber ku, dema tevgera azadiyê li Mêrdînê bi cih dibe çiyayê Bagok wek wargeha gerîla tê bikaranîn. Şerê herî girîng yê li çiyayê Bagokê di sala 1989´an de pêk hat. Gelê herêmê vî şerê bi nav û deng wek stran bi şev û rojan dianî ziman. Çend çarînên stranê ev in;
Li Mêrdînê li Bagokê
Xwîn herikî weke cokê
Şer domiya şev û rokê
Bijî şerê me li Bagokê
Çiyayê Bagokê bi dar e
Leşker hatin bi hezara
Li wir bûbû axir dewran
Li ser serê çend hevalan
Heval Delîl bûbû rêber
Xwişka Aytan êrîş kir ser
Çiyayê Bagokê hejandin
Dîrokê bi zêr neqişandin
Piştî şerê li Bagokê li herêmê serhildan destpê kirin. Wek li Nisêbîn, Kerboran, Cizîr, Hezex û li gelek deverên dî gel rabû li ser piyan. Bandora şerên li çiyayê Bagokê di van serhildanên gel de mezin e. Ji ber ku piştî gerîlayên azadiyê li Mêrdîn û çiyayê Bagokêbi cih bûn li hemû derdora xwe bandoreke mezin da. Beriya me, li herêmê tevgerên mîna KUK, Ala Rizgarî, û hwd. jî hebûn. Ev tevgerên han beriya şerê çekdarî di nav gel de bûn û dixwestin pêşî li tevgera azadî û gerîlayên Kurdistanê bigirin. Lê bi demê re gelê Mêrdîn û herêmên li derdora çiyayê Bagokê armanc û feraseta tevgera azadiyê fêm kirin û hîn bêhtir nêzî partiya me PKK´ê bûn. Ev jî bû sedem ku di herêmê de keç û xortên ciwan ref bi ref tevlî tevgera azadiyê bibin. Di dîroka şerê me, bi taybet jî di pêvajoya serhildanan de bi hezaran ciwan tevlî dibûn û ev ciwan di çiyayê Bagokê bi cih dibûn. Her wiha ji serhildanan şûn ve çiyayê Bagokê wek biryargeha Mêrdînê hat karanîn. Dibe ku ji ber şer û pevçûnan ku car caran cihê biryargehê hatibe guhertin, lê ji bilî wê di tevgera me de li herêma Mêrdîn çiyayê Bagokê wek biryargeh hatiye şixulandin.
Dema behsa şerê çekdarî yê tevgera azadiyê ku li çiyayê Bagokê pêk hatine tê kirin, ne mimkun e ku mirov di ser şerê 1989´an de derbas bibe. Di sala 1989´an de di bin fermandariya heval Delîl û hevala Aytan de, di meha Avrêlê (nîsan) de şerên bi nav û deng li çiyayê Bagokê qewimîn.Ev şer bi operasyonên artêşa Tirk ve destpê dike. Piranî li navsera Bagokê operasyon tên kirin. Di wê demê de yên ji şer re amade ne bi piranî hevalên nû tevlî bûne û hîna di perwerdehiyê de bûn. Heval Delîl jî ne hêzekî girêdayî çiyayê Bagokê bû. Hevalê Delîl wê demê fermandarê eyaleta Xerzanê ye. Wê demê hevalê Delîl jo boyî civînekê li Bagokê bû. Di kêliyên destpêka civînê de artêşa Tirk operasyonê dabû destpêkirin. Heval Aytan jî di gerîlatiyê de hîna şeş mehê wê qediyabû. Lê hevala Aytan hevaleke pir jîr û zîrek bû. Hevalê Delîl û Hevala Aytan hevalên dîtir digirin li gel xwe û xwe ji navsera çiyayê Bagokê berê xwe didinê quntaran. Ji ber ku dixwazin derkevin dervî operasyonê. Lê heval baş hisab nakin ku operasyon çiqasî berfireh e û ji serî heta binî hemû aliyên Bagokê hatine girtin. Hevalên me xwe didin herêma Dêrpo û Xirbê Cinata ku ev derên ha piraniya xwe li qutara çiyayên Bagokê dikevin. Heval heta dotina rojê li wir dimînin. Serê sibê heval fêm dikin ku ev operasyon pir berfireh e û cihên lê ne jî digire li nav xwe. Êdî şer û pevçûn piraniya xwe li herêma Dêrpo û Xirbê Cinata pêk tên. Hevalên me ji sibe hetanî nava rojê şerekî pir giran û mezin didin. Bi dehan leşker têne kuştin. Sê helîkopterên dijmin tênê xistin. Piştî hersê helîkopter tên xistin heval Delîl dixwaze biçe li ser enqazê. Lê heval Delîl li wir şehîd dikeve. Hevalên dî jî di pevçûna heman operasyonê de şehîd dikevin. Tevahî 20 heval di pevşûnê de şehîd dikevin. Ev encam û şerê mezin di herêma Mêrdîn û der û dora wê de dibe wesîle ku li hawirdorê bayê serhildanan destpê bike. Li hemû deran cenazeyê hevalan bi girseyên mezin ên gel ve tên pêşwazîkirin. Dijmin êrîşî gel dike û bi vî awayî li hemû herêmê serhildanan destpê dikin. Jixwe êdî dijmin fêm dike ku yên van serhildanan bi rê ve dibe Bagok e û gerîla ye. Ji ber vê jî dijmin her tim dixwaze bi êrîşên mezin ve biçe li ser çiyayê Bagokê. Gerîlayên ruhê Apoyî di xwe de duhundirînin jî li hember hemû êrîşan her tim di ber xwe didin, dane û ti carî nehiştin ku çiyayê Bagokê bikeve. Li çiyayê Bagokê şerê mezin yêduyem li mintiqeya keleha Şûşaniyê di salên 90´î de pêk hat. Heval li wir di hundirê kelehê de şer dikin. Ev şer sê rojan bênavber didome. Ji ber keleh sîpereke xurt e û heval jî baş di ber xwe didin dijmin nikare bi hevalan. Piştî sê rojan cebilxaneya hevalan diqede û hevalên me li keleha Şûşaniyê digihêjin şehadetê. Cenazeyên wan hevalan hîna jî di kelehê de veşartî ne. Di şerên gerîla yê çiyayê Bagokê de yê herî dawî derdikeve pêş di serdema hevalê Felat de pêk tê. Ev şer jî beranberî sala 1999´an tê. Hevalê Felat wê demê fermandarê eyaleta Mêrdînê ye. Di vê pêvajoya ku Rêber APO dikeve dest dijmin de şerekî mezin li Bagokê pêk tê. Hevalê Felat bi hemû hêza biryargeha eyaleta Mêrdînê ve tevdigere. Ev şer li Girê Bilik di meha sibatê de pêk tê û di vê mehê de heval di perwerdehiyê de bûn. Di encama vî şerê ku li nêzî gundê Sewdikê destpê dike de bi dehan leşker tên kuştin her wiha 27 hevalên me şehîd dikevin. Dayik van şerên bi nav û deng ên li çiyayê Bagokê pêk hatine di şevên tarî de wek lorîkan stirîne. Ev destanên gerîlayên PKK´ê bû sedem ku li herêmê serhildanên gel pêk werin. Ji van şerên destanî diyar dibe ku encax gelên qewhreman dê karibin keç û xortên bi navê Delîl û Aytanan biafirînin. Di pêvajoya serhildanên ku me anî ziman de kongreya pêncemîn hat li darxistin. Di kongreyê de ji aliyê Rêber APO ve gelê Mêrdînê wek gelê welatparêz tê hilbijartin.Gelê Mêrdînê di dîroka tevgera azadiya Kurdistanê de ev erka xwe ya welatparêziyê her û her bi cih aniye û li nirxên tevgerê xwedî derketiye. Gelê Mêrdînê bi taybet him di pêvajoya ku Rêber APO bi komploya navneteweyî de dikeve lepên eyloyên goştxwir ûhim jî piştî vê pêvajoyê, li bakurê Kurdistanê serhildana li ser piya bû. Her wiha di îroja me, di pêngava çaremîn a şerê gel ê şoreşgerî de jî rol û mîsyona gelê Mêrdînê û çiyayê Bagokê, ji boyî pêvajoya nû ya xweseriya demokratîk him ji aliyê gel û him jî ji aliyê gerîla ve her berdewam e.
Bingeha têkiliyên gerîla û gelê herêmê digihe hetanî demên serhildanan. Di demên serhildanên li herêma Mêrdînê de dewlet dixwaze têkiliya di navbera gel û gerîla de qut bike û ji ber vê jî dixwaze bi darê zorê gelê herêmê çi Ereb/Mihelmî, Suryan û çi jî Ermen û Kurd bike cerdewan. Dema gelê herêmê di ber xwe dida vêca bi darê zorê gundan şewitandin û berê gelê herêmê wek hemû herêmên bakurê Kurdistanê dida koçberiya ji Kurdistanê. Dema mirov li koça gelê Mêrdînê ya metrepolên Tirkiyê digire dest; gelê me li bajaran rûyê reş ê dijminê xwe ji nêz ve dibîne û bêhtir girîdayî têkoşîna zarokên welatê rojê dibe. Û keç û xortên xwe ji dûrî welat şandin çiyayên bav û kalan.Yên ku gundên xwe bernedan jî, wek tê zanîn bi darê zorê dijmin ew kirin cerdewan. Di vir de wek endamekî tevgera azadiya Kurdistanê dixwazim rexnedayînekê bidim; di sala 1994´an, di pêvajoya Egîdê Mala Qaso, Qara Omer û yên wekî wan de, di herêma Mêrdînê de tasfiyekariyeke gelek êş da gelê me hat jiyîn. Mirovên bêguneh hatin qetilkirin. Ev jî bû sedem ku di nav gelê me de bertekên tund li hemberî tevgera azadiyê derkevin holê. Di vir de dijmin hindek gund û malbatan bi aliyê xwe ve kişand. Lê pişt re ji gel jî hat diyarkirin ku ew kesên tasfiyekar mirovên dijmin bûn ku ewana şandibûn li nav rêxistinê. Armanca kar û barê van tasfiyekaran; gel ji tevgerê sarkirin û her wiha tevgerê di çavê gel de reşkirin bû. Ev jî bû sedem ku di nav gel de wek bertek, cerdewanî bi pêş bikeve. Lê ez bi xwe jî govanê herêmê me ku cerdewanên herêma Mêrdînê bi giştî mirov çend navan jê derxîne, ne ji wan cerdewanên çavsor in. Piraniya cerdewanên herêmê pasîf man û bi giştî xwe ji tevgera azadiyê paqij nekirin. Lê ev nayê wê wateyê ku rêka ku ew lê ne rêyeke neşaş be. Ev cerdewanan her çiqas dijminahiyeke çavsorî nekiribin jî di encamê de daxwaz û polîtîkaya dijminên xwe pejirandin. Her wiha gelê me di destê dijminê xwînxwar de bû leyîstokek. Her wiha li hemberî berjewendiyên gelê kurd û tevgera azadiya Kurdistanê bûne mîna kelemekî. Em hêvîdar in ku di demên pêş de gelê me ji vê şaşîtiyê wê vegere li ser rastiya xwe. Tevgera Kurdistanî zêde berfireh bûye. Divê êdî ew jî di nav rêxistina xwe de cihê xwe bigrin. Li hember dîrokê şaşîtî divê li beramberî hev û li gorî berjewendiyên tevgera Kurdistanî ji holê bêne rakirin. Ji ber ku rêxistina me her çiqas rehma xwe hebe ewqasî jî dikare rexnedayîna xwe jî bide. Divê ji niha û şûn de ne tenê gelê Mêrdînê, hemû gelên Kurdistanî xwe li gor pêvajoya nû ya xweseriya demokratîk amade bikin. Her mirovê Kurdistanî ku li hember girêdayîna ewqas şehîdan divê van peywiran wekî deynê stûyê xwe bibîne û li gor vê yekê tevbigere. Ji ber ku dîrok ji boyî serxwebûna gelê kurd ti carî ewqasî guncav nebûbû. Li gor van yekan ger em xwe ji dema pêş re amade bikin teqez wê serkeftin bibe ya me û em ê Rêbertiya xwe jî ji esareta dijmin azad biNn
Mazlûm ROJÎN
- Ayrıntılar
Mirov dikare çend pirsan ji bo berxwedana 14'ê Tîrmehê bibêje. Heval Xeyrî, Kemal û hevalên din jî wexta ji bo birçîbûna mirinê bîryar dan, armanca wan çi bû? Dijmin bi rastî yanî dihat ku di tengahiyê de vana bifetisîne, xwe înkar bikine, Kurdayetiyê înkar bikine, baweriya partiyê înkar bikine, partiyê înkar bikine. Digot, heta hûn înkar nekin ji we re jiyan tune. Wexta dijmin bi her awayî, bi her êşkenceyê xwest ku van tiştan li ser wana bimeşîne, wana jî got, mirin ji me re jiyan e, wiha ne jiyana mirovan, ne jiyana ku em ji bo gelê xwe qebûl bikin, em înkarbûna partiyê qebûl nakin. Înkarbûn mirina tewra xerab e û ji bo vê jî ji me can tê xwestin û em ê bidin. Wiha bîryara birçîbûna mirinê dan û dest pê kirin. 14'ê Tîrmehê bi rastî gaveke mezin bû. Gaveke di cih de bû. Vaya çi gav bû? Di cihekî de ku mirin ji me tê xwestin; mirov ê xwe bide, mirov ê vê bîryarê bide, çiqas bi zehmetîbe jî mirov ê bide û dan.
Ew bîryara wana bû bîryara partiyê, bû bîryara gel. Dema me gava 15'ê Tebaxê avêt jî bêhtir me got mirov vê bîryarê bimeşine, ne bîryareke biçûk e, bîryareke rê dide însaniyetê, dide jiyanê, dîrokê û jiyaneke nû çêbûye. Tabî mirov ji bo vê bîryarê her tiştî dike. Wexta ev bîryara hevalan gihîşte me, me li vir karê xwe şidand, me Kongreya duduyan çêkir, me bîryara xwe ya vegerandina welat da, di wan rojên dijwar de li ser bîranîna wan hevalan me xwe gihande welêt. Û li ser wê 15'ê Tebaxê, û li ser vê bîryarê jî sal bi sal şehîdên me dane bûne bîryar û bêhtir şer bilind bû. Wexta hevalê Egîd di 28'ê Adarê de (sala 86'an) şehîd ket, me dîsa bîryar da, me got saleke din em ê refên gerîla di pir aliyên welêt de zêde bikin. Di '77'an de me bêhtir xwe di Kurdistanê de bitevger kir. Pir şehîd çêbûn, me pir bîryar dan, her şehîdek bû bîryar û '88, '89, '90, '91 me bêhtir kirin salên şer. Destpêka vê jî heye; wexta heval Heqî şehîd bû, me dîsa ev kir bîryara şer. Bi şahadeta her hevalî/ê re, me bîryara şer dida û me pêkdianî. Sala çûyî heval Xelîl Çawgûn şehîd ket me got em ê vana jî bikin bîryar, di Hîlvanê de em ê dest bi serhildanê bikin. Meşiya. Sala din me partî îlan kir, li ser bîranîna wan şehîdan, berpirsyariya me giran bû, me wiha li dor xwe nihêrî, rê li ku ye, cih li ku ye me xwe avête ser, nefes bi nefes me xwe gihande derve. Di dudiyê vê mehê de wexta me xwe li vê aliyê xist, dîsa me bîryareke mezin da. Ku ne ew bîryar bûya, dîsa her tişt disekinî, di çend mehan de wê bisekiniya. Ew bîryara me daye, di cih de bû, ji bo mirinê mirov bijî, bîryareke wiha bû. Bîryardayîn tenê bes nîn e. Bîryardayîn şûnde xulekbixulek li ser kar, nefes bi nefes ji bo karê partiyê, ji bo ev şer nesekine divê mirov xwe bide ser. Wexta em behsa van tiştan dikin, ji bo hûn encaman jê derxin. Em tenêbûn, tiştek tûnebû, bes tiştên biçûk jî me dikir lê em pir pêre bûn, em pê bawerbûn. Encam hûn dizanin li Başûr yek dostê me tunebû, niha bi milyonan dost bi me re ne. Ne wekî we xwe tevlî şerkirin, nîv saetekê guh nedinan li me, ew partiyên sexte ewqasî hebûn û niha sedî not tevli şer bûne, bi partiyê re bi me re ne. Malekê em bi mêvandarî qebûl nedikir, niha hemû mal malên me ne. Va bi çi awahî çêbû? Bi bîryara me, bi jiyana me çêbû.
Wekî din jî me pir bîryar dan. Her bîryara me daye em bêhtir pêre bûn, me şopand ka dimeşe yan nameşe, pir kesan bi navê hevaltiyê jî lîst, bawer nedikirin, wana winda kirin û tev ketin. Lê yê ku xwe pir şidand xebat bi pêş de bir û vê yekê karên me bi xwe mezin kir, ku sînorên xwe nas bikin, li ser bîryara xwe durust bin, bipîvin û bimeşin, roj û şev li ser rawestin. A girîng ew e ku ne mumkune mirov tiştên şaş bike, li gorî derfetên xwe mirov her gavekê di cih de biavêje, va jî dibe serkeftin, bûye serkeftin. Fikra rast, bîryara karên rast; ger mirov xwe heta dawiyê bibîne, mirovên serdikevin çêdibin. Ji tevan re jiyan hebû, ji minre tune bû, ji her tiştî re bawerî hebû, ji vê gavê re tune bû, niha ji tevan re jiyan nîn e, ji me re heye, ji tu gavan re meş tune, ji vê gavê re meş heye. Ez bawer im ku em çend salên din wiha bimeşin ne munkun e yek li pêşiya me bêje ez heme. Weke lehiyê wê herkes xwe tevlî bike. Çima? Heqîqeta miroviyetê di vê gavê dê ye, rastiya mezin tê de ye. Kî/ê wê li pêşiyê bisekine? Her tişt ji bo welat, her tişt ji bo gel, her tişt ji bo jiyaneke bi namûs e. Ku tu bi xwe neleyize, bê namûsiyê nekî her tişt wê bi ya te be û ya gelê te be.Ya gel be, dibe ya te, ya te be dibe ya gel. Niha jî ya îspat bûye ev e. Ango ku derfet hebe ji vê şûnde jî em karê xwe wiha bidomînin, ew tiştên maye jî, ew tiştên kêmasî, tê de jî wê tev rabe. Ew mirovê dibêje em tunebûne, ew mirovê dibêje ji me her tişt çûye, çênabe, niha dinêrin a mirov digihêne tiştan eve, ji mirov tiştên bi xêr çedibe, tiştên baş çêdibin. Mirov dikare xwe çêbike û ji nû ve ava bike. Mirov hîn li ser xwe bisekine dikare bêhtir xwe bike mirovê baş. Gelê Kurd gelê di cîhanê de windabûyî û tunebûyî dihate hesibandin, niha her kes her roj dibêje Kurd û Kurd. Ku em şerê gel hîn bişîdînin, cîhan wê bêje ev gel çi gel e? Tu di welatê xwe de xwe biserxîne wê bêje ev gel ê herî mezin e. Bi destê xwe ye, bi destê gel bixwe ye. Tu şerê xwe xurt bike, xwe xurt bimeşînin hûnê wiha bikin. Heta niha tiştê îspat bûye û derfetên têde hene, va tiştina wiha ye, wiha dibin, wiha bi serdikevin. Tecrûbeya di van salan de min dîtiye ev e, ya şerê 15'ê Tebaxê, ya bîryara berxwedana 14'ê Tîrmehê û derketina derve û di vê qadê de û heta îro ya îspat bûye ev tişt in û ne hindikin. Alîkariya em ji we re, ji hemû mirovên xwe re bikin ev xebat e. Ne mumkin e mirov bi pereyan, bi rihetiyê, bi destê xwe û va yek ji me re jî qet ne baş e.
A mirov rihet bike, têr bike ev kar e. Ya reva mezin bisekinîne, berê te bide welêt ev kar e.Ya te ji hemû xelkê re ji dijmin re ‘’’bi peyake, bi leşkerke li pêşyê bisekine, te ji bo xwe peyake, bi leşkerke ev kar e. Ên welatê xelkê ji xwe re bihûşt dihesibandin, ji bo vê her tişt difirotin û direviyan, li hember bisekinin; welatê xwe bikin bihûşt, tiştê we bike xwedî rûmet dîsa ev kar e. Û yên weke we betal, bêkar xwe bikin xwedî kar,karekî paqij û zêrîn bikin,ew jî ev kar e. Tev dibêjin em betal in, em bê kar in, karê zêrîn, karê mirov digihîne her tiştî ev e. De xwe bi serbixînin, bi heter girî, bi heter xerabî ne ji bo mirovên binamûs e, mirovên xerab wiha dikin, mirovên ketî wiha dikin. Di serê van salan de mirov xwe ji van tiştên xerab dûrxe. Niha hûn jiyaneke, dîrokeke bi lanet dijîn, me derfet dît em xwe ji vê dûr bixin, dîrok û jiyana bi lanet bin erd bikin, ya bi şeref, bi rûmet bilind bikin. Bi vî karî wiha çêdibe. Ez bawer im ku di vê nîvê salê de hîn tiştên mezintir em ê bikin, heta niha ev panzdeh sal in û di van panzdeh salan de tiştên hezar salî me nikarîbû çêbikira bi şer ve em ê di vê salê de çêbikin. Karê me yê mezin niha çêdibe û hemû gel tê de ye. Bi rastî min ji tunebûnê xwe gihand vir, ji bo gel cejna mezin ev e, ji bo yên wekê we xurt jî derfetên mezin ev e. Wekî din jiyan qut e. Hebe jî tu qîmeta xwe tune ye. Hûn hemû xwe tevlî bikin. Ji bo vê em dibejin, karê artêşa gel, karekî mezin e. Karê gerîla şerê gerîla dimeşîne, karekî mezin e. Hûn di artêşa gel de û artêşa gel jî di şerê gel de jiyanê bi destê xwe û ji bo xwe bi daxwaza xwe çêdike. Tişta herî mezin mirov bide we ev e. Gelê me, dijmin çiqas wî bikuje, qirkirinê çêbike, bêjin ji me re cejn e, ew qas bêhtir xwe dikiyê û di vî şerî de wêrekiyê mezin dike. Va yeka ji bo me ye, jiyan di vir de ye, dijmin bêçare ye. Gelekî wiha rabûye, partiyeke wiha pêşengtiyê dike, şervanên wiha şer dikin, dijmin li hember wan çibike wê nikaribe. Dîsa bixwaze wekê berê xwînxwarîyê bike, lê belê her roj li paş dikeve. Tu çiqas xwe bike yek, bişidîne bi ser de here tu ew qasî wî li paş dixî û di demeke kin de jî mirov ji vî welatî vî dijminî derxe. Wê çaxê tê bêje ev jîyana rast e, serxwebûn û azadî heqîqeta mirov e, mirovê bi şeref e. Ev ji bo we ye jî û me xwe gihandiyê, me xwe gihande jiyana xwe. Karê partiyê, karê serokatiyê heta niha ev bû. Dîsa em bi karê xwe bixwe digihînin, em xwe winda nekin, ne xwe giran bikin, ne jî pir acele bikin. Di cih de bi çi awahî divê, em gava wiha bavêjin, usûl çi ye em wiha bi serde diçin. Li ciyê ku mirin tê xwestin herkes ji bo mirine amade ye, di cih de lêxistin tê xwestin, lê dixin, çi tê xwestin, wî dikin, biserdixin. Va ye usûla PKK'ê, jiyana PKK'ê ye.
Emê salê wiha tam bi ya xwekin, ne tenê salê, jiyana ji vê şûnde dimeşe emê bi ya xwe kin. Û emê bi karê xwe bi ya xwe kin, hûnê ji bo jiyaneke wiha xwe rakin xwe tevlê bikin û xwe avabikin. Ku we çi qasî xwe çêkir hûn partiyê çêdikin, we çi qas partî çêkir arteşa gel xwe çêdike, artêşa gel, şerê gel çiqas çêdibe gel bixwe çêdibe, gel wiha çêdibe, ev yek jî serxwebûn û azadiyê çêdike û welat çêdike. Armanca me, karê me ev e û serkeftin ji bo vî karî, serkeftin ji bo we hemûyan e.
Li ser vê dîsa vê dewreya we ya Şehîdên Tolhildanê em pîrozdikin. Bi rastî şehîdên Tolhildanê şehîdên mezin in, mirov bi navê van şehîdan jî vê dewreyê xurt bike, di demeke bêhtir di aliyê şer de nûbûyînê çêbike, kêmasiyên insanên me rake, ew mirovên di hemû zor û zehmetiyê de li ber xwe didin, va mirova çêdike. Bi kevinperestiyê, bi leystikên dijmin ê mirov hiltînin, mirov li ser wan bisekine, wana rake û nekeve leystika, li derveyî partî, hundurê partiyê de nekeve leystika, li ser bîranînên şehîdên wiha çêbuyî mirov wana temsil bike, xwe wiha bi hêzbike ji bo partiyê, ji bo şer, sozên me daye şehîdan mirov pêkbîne.
Li ser van rastiyan em ji bo we serkeftinê dixwazin, dîsa em ji bo hemû gelê xwe jî di vî şerî de û di nîvê vê salê şûnde serkeftinên mezin dixwazin. Ger em wiha rast kar bikin, wiha xwe rast bidin ser şerê xwe, dunya bi yekbe jî, nikare me ji serkeftinê dûrxe. Dîsa em her car pir dibêjin, em ji derveyî serkeftinê tiştekî qebûl nakin û ji bo me jî mecbûriyet e, dîsa ev dewreya we bi serkeve û ji bo we tevan pîrozbe.
hevalên bi tecrube hene. Hevalên zîndanê hene, ji çiyê hatine hene, yên 15, yên 20 salî jî hene, dersan didine we, guhê xwe hebeki vekin, mejiyê xwe vekin û jê bigrin. Ji xwe hûn genî bûne, hûn kufikî bûne, hatine qirkirin, ji hevalan bigirin û paşê berbi Welat ve biçin û biçînin û şînbibin. Ji bo we firsendeke mezin e, sûd jê werbigirin. Hevalên me zû dikevin, zû winda dibin. Xwe wiha çêbikin ku hûn çûn cihê xwe mirov bi we bawer bike. Mirov bêje, van hevalan zû nakevin, nav hevalan tişt ji dest tên der, di virde mirov îkna bikin, dema mirov we rêdike welat, mirov bêje vana di şer de di çiyê de dikarin jiyanê bimeşînin, dikarin berpirsyartiyê bigrin, bi dijmin dikarin, ji usûla şer re çi tê xwestin, dikarin pêre bimeşin û dijminê xwe bixînin. Me wiha îkna bikin, rojekê pêşde mirov dikare we bişîne. Yên diçin welêt zû dikevin, heyf e, pir bi bîryarên şaş dikevin, pir li dijî usûlê şer dikevin. Ji bo vê heta dawiyê li vir fêrbibin. Ya şerm ne fêrbûyîn e. Ji alî şer de xwe çêbikin, çi ji we re lazim e, bixwînin pirtûk hene. Heval jî pir tiştan didin we, wexta hûn çûn welat, mirov bawer bike ku ji destên we hinek tişt tên der.
Bi salan li hember dijmin di welat de hûn dikarin şer bikin. Em vê ji we dixwazin. Sozên hûn didin em wiha qebul dikin. Bi rastî ango sozên we dane em wiha pêrene. Wekî din sozên hûn bidin, tu qîmeta xwe nîn e. Sozên mirov bide ku li hember dijmin xwe bisekine, li hember dijmin şerzaniyê bike, biser bikev e. Ji bo partiyê nebe pirsgirêk, berovajî pir tiştan hilgir e. Bibe mirovek baş, ji hevalên xwe re mirov başiyê temsîl bike. Ji bo vê ez dibêjim xwe çêbikin. Baş e, hûn alîkariya van hevalan jî digrin, bi rastî jî li ser xwe bisekinin. Evqas sal e ez her roj li ser xwe disekinim, her roj xwe çêdikim, her roj me ew qas bar rakiriye, rojekê min negotiye ez westiya me, nikarim bikim. Çi hate ber çavê me, em li ser sekinîn. Çi ji me hate xwestin, me jî li gor hêza xwe, xwe da ser. Hûn dibînin ku tiştên mezin çêdibin, hûn jî çêbikin. Ji we yên werin xwestin ev in. Heta ku hûn wiha çênekin, xwe efû nekin. Hûn zanibin ku partî jî we efû nake. Partî, mirovê bisernekeve, mirovê di her cihî de nemeşe, nikare pêre bimeşe. Mirov di nava partiyê de li ser hevalan xwe neke bar. Mirov xwe bihêle ji bo bar rake, xwe nexe bar. Barê gel sivik bikin, ne xwe li ser gel bikin bar. Bawer im hûn wiha partiyê fêhm dikin, wiha li ser disekinin. Em dîsa ji we tevan re serkeftinê dixwazin.
Rêbertiya Partiyê
15 Tîrmeh 1993
- Ayrıntılar
Em çawa têkiliya polîtîka û hunerêbigrin dest? Pêwîste ku mirov vanmijaran jî bigre dest. Çand û huner
çiye? Çi cudahî di navbera çand ûhunerê de heye? Pêwîste ku em pênaseyavan bikin. Hîna rast û dirûst
têgihiştina van têgînan min çênekir.
Çand çiye?
Huner çiye?
Exlaq çiye?
Aborî jî çandek e. Em ji nirxên çîrokanbigrin heya nirxên zanistî hemûdi nav çandê de bi pêş dikeve. Pêwîste embidin têgihiştin ku ev herêm di bingehêxwe de vegotina çi ji bo Kurdistanê dike.We vana wekî têgînên razber hundirînkiriye. Di Kurdistanê de pirsgirêkaçandê çi ye? Di Kurdistanê de erka hunerê wê çi bibe? Girêdayî tekoşînaPKK’ê wê çi bibe? Bi şeklê exlaqî bersivhatiye dayîn. Bûyera exlaq ûPKK’ê pir zêde şênber bûye. Lê ji bohunerê em nikarin heman tiştî bidin diyarkirin.Em di Kurdistanê de zêde liser pirsgirêka çandê ne serwer in yan jîdi têgînîkirin û pêkanînê de valatiyekediyar heye.Derfet nîne ku mirov hemûyan lêkolînbike. Dibe ku çînî jî be. Lê biçi şêweyî ye? Mînak, çanda hunerê heye.50’î baskên hunerê jî hene. Çanda aborî, çanda siyasî, gelek baskên çandêyên girêdayî mirov hene. Ne gengaz eku mirov hemûyan lêkolîn bike. Dibe ku em nekarin ewqasî lêhûrbûn bi serbixînin. Herî kêm ji bo pêvejoya me yaşoreşgerî, divê biqasî ku em dikarindest bavêjin pirsgirêkê texmîn bikin.Ez hinek pirs an jî, bipirsim bes e. Gerem bikarin hinek pirsên biwate derbixîninholê ew jî bes e.Pêwîst e em bersivê bidin çand ûhunera ku têkoşîna xilasiyê derxistî holê.Ango bi qasî ku em bi şoreşê re eleqedarin, em dikarin ji hunerê re jî têgînekêû ji vê çalakiyê re derfetekî pêkanînêbidin. Em behsa têkiliya vê ya bipolîtîkaya şoreşgeriyê re dikin. Embehsa têkiliya wê ya bi derketinaPKK’ê re dikin. Ji niha ve pirsên PKKû çand, PKK û exlaq derketine holê.Bê guman emê pênaseyên wisacuda jî bikin. Ha niha ez li ser pênaseyekêdifikirim. Ez bawerim, bi were dinava hewayeke sohbetê de dikarimvêna bidim xuyakirin; di nava çalakiyamirovan de, dibin xedariya qeydeênxwezayî yên nifşê mirov û civakî de,wextê ku jiyana madî di afirandinê dezehmetiyên ku pê re rû be rû mane, jibo ku xizaniyan û êşan bidin sekinandinçalakiyên afirîner kirin e. Ger embala xwe bidinê, ev çalakiyekî afrînerîya xweserê mirov e.Cihên ku têkoşînên mezin lê têmeşandin de zehmetî û êşên mezin tên jiyîn. Lewre jî berhemên mezin ênhunerê derdikevin holê. Her wiha şêweyênêş û zehmetiyan, şeweyên huneraxwe jî di afirîne. Lê belê li vê derêhunera ku pêwîste were têgihiştin,bi tevahî karê mirovekê ye. Him jî nekarê têkoşîna polîtîk a mirov e. Polîtîkali cihekî pêvajoyeke dîrokî ya kupêwîste civak li gorî felsefeya meteryalîstbijî. Hindek jî ilmî ye. Polîtîkawek zanistekî tê bikaranîn, wekîhunerekê nayê bikaranîn. Tenê wekîzanistekê tê destgirtin. Cardin aborî newek hunerekê, wek zanistekê têbikaranîn. Di navbera zanist û hunerê de cudabûn heye, lê ne dijberî hev in. Bi awayekmisoger huner ne zanist e.
Aborî ne wek hunerekê, wek zanistekê tê bi karanîn.Di navbera zanist û hunerê de cudabûn heye, lê nedijberî hev in. Bi awayek misoger huner ne zanist e.Di bingehê xwe de huner derveyî zanistê, diwateyekî din de bûyerekî ji zanistê wêdetir e.
Di bingehêxwe de huner derveyî zanistê, di wateyekîdin de bûyerekî ji zanistê wêdetir e.Ger em vê şîroveyê di milê bîrdozî debigrin dest, huner ne bîrdoziye jî; qadeke kuli derveyî zanist û bîrdoziyê dimîne ye.Bo nimûne, têkoşîna ku PKK dide meşadin,xwe dispêre sosyalîzma zanistî; di wateyêde şerekî polîtîkaye ku wateya wê ya zanistîheye. Di vê wateyê de huner ne şerejî. Lê ji niha ve sîtava xwe daye gelek herêmênhunerê. Ango li ser qadên ku meweke qadên hunerê vegotiye bandoraxwe çêkiriye û herêmên hunerê jî berbiguhertinê ve dibe. Mesela êdî pergala lîstokakilasîk, strana cuda dibe. Bala xwedide encamên şoreşgerî yên PKK’ê û himşewqvedanê, him jî guhertinê dijî. Min licihekê xwendibû, tam nayê bîra min, lê bivî rengî digot; huner, sîtava çalakiyênmirov e û guhertina wêna ye.Lê dema ku em dibêjin divê “huneraşoreşgerî were afirandin”, em dibêjin biserê xwe qada şer e. Afirînerê wê him wêteorîk be û him jî wê kardarî be. Afirînerêwê, biqasî ku bala xwe dide li ser mijarênşerê şoreşgerî yên bîrdozî, polîtîk, leşkerîû pêşketina zanistî, wê li ser mijarênpêşketinên hunerê jî divê serwer bibe. Ez li serhozan û hunermendên me dihizirim. Jivan hemû zagonan bê agahîne, pêdivî bi lêkolînê jî nabînin. Berhema hunerê ya kuvana derdixin holê, dibe ku tam çalakiyaxeşîmekê yan jî ya amatorekê be. Ji xweev jî têrê nake. Ji şêwazê vê xebatê komekîhunerê ya profesyonel dernakeve û wêpir hov bimînin. Ji xwe wisane.
Wê demê, em ji pêdiviyên hunerê redibêjin “erê”. Ez di jiyana xwe de jî mînakênvêna dibînim. Ez dihizirim ku pêwîsteşoreşgerek di heman demê dexwedî taybetmendiyên hunermendî be jî.Di şoreşger de milê hunermendî, milêxweşikbûnê ye û hunermendiya kirinakarên xweşik e. Qeydeyekî vêna jî heye.Mînak, mirov qeydeyên têkoşîna polîtîkpêk bîne, ango girînge ku mirov li gorîzanistiya wêna biçe; têkiliya vêna bi hunerê re jî, kar weke strîna stranekê meşandina xebatê ye. Dema ku ez dibêjimxweşik bi rê ve birin, ez behsa baldarbûna wê dikim. Ji ber ku civaka me, ji naverokawê ya zanistî zêdetir, li gorî xebatênhunerî yên xîtabê çav û guh dikin hîn zêdetir derbasî tevgerê dibin. Lewrajî pêwîste ku aliyê hunerê yê kar, aliyêkes yê hunermend, aliyê wê yê nazik ûxweşik îhmal neke. Pêwîstiya ku şoreşgerekdi çalakiya xwe de ji seranseriyê dûr bikeve û di ziravbûna hunermediyêde, lê di bingehê zanistî de dana meşandinaçalakiya derdikeve holê. Bi awayekî hîn kûrtir, em behsapirsgirêka hunerê ya ku em dixwazin dipartiya xwe de pêş bixînin, bi taybetî jîem jibo milîtanan behsa pirsgirêka hunerêdikin. Ev hîn zêde giringe. Pêwîstemirov bala xwe bide ser milê hunerê yêçalakiya şoreşgerî. Baldayîna vî milî têwateya ku mirov bi zanebûn ji folklorê sûdwerbigre, tê wateya ku mirov bi zanebûn jimûzîkê sûd werbigre, tê wateya ku mirovbi zanebûn ji peykersaz û baskên hunerêyên wekî wana sûd werbigre. Ya rastirtê wateya ku mirov xwe wekî stranbêjekê/î,wekî wênesazekê/î, wekî peykersazekê/î,wekî wêjevanekê/î zirav bike. Gerem van milên xwe yên pêwîst pêş bixînin,em dê milîtaniya şoreşgerî û diKurdistanê de milê wê yê herî xweserpêş bixînin. Wekî strîna stranekê bizavekîbi rêkûpêk bike ku ji guhan rexweş were pêşxistin, dê were gotin ku “çalakiyek pir xweşik kirin”. Ev milêçalakiyê yê hunermendî ye. Huner jî bi şeklekî bandorker hatiye kirin. Tam wekîpêwîste ku were lêdan hatiye lêdan. Jibo gerîla bi hêsanî stranek dikare derbikevehole û wê stranekê heq bike. Li serberxwedaniya zindanê gelek helbest ûstran hatine derxistin. Çalakiya zindanê,çalakiyekî ku stran heq dikir e. Ji vê çalakiyêberhemekê hunerî tê afirandin. Jiberxwedanekî mezin berhema wê ya hunerîderdikeve holê. Gelek wênê jî derketinholê. Wê sibêpeyker jî were çêkirin,wê berhemên muzîkê yên hîn pêşketî jîderbikevin. Wê gelek awaz, opera û eserênwêjeyî derbikevin holê. Niha romanavê çalakiyê tê nivîsandin, dê sibêdestana wê jî were nivîsandin. ÇalakiyaPKK’ê, bi tevahî çalakiya hunerê ye.Çalakiya PKK’ê, ji bo Kurdistanê dendikahemû hunera nû ye, çavkaniya wê ye û hema hema hemû taybetmendiyênhunerê digre nava xwe. Di Kurdistanêde hunereke bê PKK mirî ye. Ya heyî jîmirov jêre nikare bêje huner e. Hunera komara Tirkiyê, tevgereke dagirî ye.Hunera komara Tirkiyê, hereketa birjûwaya ku di Kudistanê de kevneşopiyên heyî û çalakiyên gel dixeniqîne, asîmîleû tine dike ye. Yanî huner mirî ye.Wê demê derketina holê ya PKK’ê, vejînahunerê ye. Çavkaniya hunerê ye,danîna hêmana wê ye. Bejin dayîna dilêhunerê û giyana hunerê ye.
Çalakiya PKK’ê, bi tevahîçalakiya hunerê ye.Çalakiya PKK’ê, ji boKurdistanê dendika hemûhunera nû ye, çavkaniyawê ye û hema hemahemû taybetmendiyênhunerê digre nava xwe. Di Kurdistanê de hunereke bêPKK miriye. Ya heyî jîmirov jêre nikare bêjehuner e.
Di vê wateyê de huner, girtina ew giyanû şêwedayîna wê ye. Mesele, çalakiyêngerîla deng didin, vî dengî bizivirînestranê yan jî bizivirîne wêne û peykerekî.Ger çalakiyek ev dengvedan çêkiribe, divêli wê derê berhemên hunerê were bidestxistin. Mînak, pêwîste derbasî wêjeyê bibe. Mînakên jiyan û berxwedaniyêyên ewqasî pîroz û derdixîne holê heneku ev jiyan û berxwedaniyên ku hene, dikarinbikin roman. Ewqas mînakênberxwedaniya milîtani ya PKK’ê heye kuteqez, divê em vana birijînin helbestekêû binivîsînin. Divê em vana bikin roman,heya vana bikin destan jî. Bi vî awayî wêjeyanivîskî wisa dikeve holê. Di vê xalê de pêwîste yekser wêje bikeve tevgerê.Di vê mijarê de wezîfe pir bi sînor têbicihanîn. Di mijara pêkanîna hunera şoreşgerî de em lewaz in. Jiyana me,jiyaneke ku hestan vedixwîne ye. Di şênberiyaPKK’ê de êş, azar, bêçaretî, hêvîkirin, hestên tên jiyîn ewqasî berfirehû bi eslin ku; teqez divê di wateyaerênî de şewq bide hunerê. Xizaniyekedewlemend ya hunera şoreşgerî heye.Pêwîste mirov bi sedan pirtûk, stran, wêneû peykeranbi pêş bixîne û çêbike. Ewqasînirx hatin binaxkirin, ger wana di binaxêde birizin, wê ev bi şêweyekê bişibexiyanetê. Ger di vê mijarê de hunermendnikaribe rola xwe bilîze, wê xiyanetê li çavkaniyaxwe bike. Yanî hunermend çavkaniya xwe nabîne û bi sedeqetê ne girêdayîçavkaniya xwe ye. Lewre jî ji çavkaniyaxwe re berovajî dikeve.Êşên têne jiyîn, milên xirap jî, diwateya rexnekirinê de yan jî di wateya îbretbûyînê de milê wê yê paşverû jî dikarederbasî hunerê were kirin. Kirêtî jî derketineholê û neheqî jî derketine holê.Mirovên ku zilma TC’ê û pêkanînên wêyên hovane xistine hene, mirovên kuhêviyên wan hatine perçiqandin hene.Ger ev derbasî hunera rast bibe û ev wereserxistin, dikare bibe namzeta xelataNobelê û dikare bibe namzeta xelataPulîtzerê jî. Ji ber kutêkoşîna mirovatî ya ku tê dayîn mijara gotinê ye.Ger bi qasî ku tê xwestin huner rola xwebilîze, mirov dikare hinek berhemên binirxdiyarî alema hunerê bike.
- Ayrıntılar
Hevalê Sefkan, di sala 1989’ an de li gundê Şirnexê Gundikê Remo de hate dinê. Malbata wî feqîr bû, ji bo wê di malê de karê şivantiyê dikir. Zewicandî û bavê du zarokan bû.
Ji ber ku, ji aliyê Botanê bû di gund de rûdinişt, welatparêziya xwe parastîbû.
Di destpêkê de sempatiya wî ji partî re hebû. 1987-89’an de dibe milîsê partiyê. Piştî biryardayinê, di sala 1989’an de tevlî nava refên ARGK’ê dibe.
Lê belê dema ku heval Sefkan tevlî nava refên şoreşê bû, ti tişt li pêşiya wî nedibû asteng. Ji ber ku du taybetmendiyên wî yên girîng hebûn. Yek jê, ji dijmin re nefreta wî pir bû. Wek; di sala 1990’î de li gundê Gelendor li ser çeta "sîxor" çalakî kiribû. Di encamê de gelek çete hatibûn kuştin û digot; "ji ber ku bi dijmin re ne" û weke ku di sala 1992’an de çalakiya li Sîlopî de ku deng dabû, sê rojan jî BBC ji wir neçûbû. Ji ber ku gelek dijmin hatibûn kuştin. Di wê çalakiyê de dema ku bi hevalên xwe paş ve dikişin, 6 heval bi wan re li gundê Xinsê şehîd dibin. Taybet wî, ya duyem; gelek bandora wî li ser arazî hebû, araziyê baş nas dikir.
Bi rastî mirov çiqasî li ser vî hevalî bibêje, mirov nikare bi gotin axaftinan jiyana wî bîne zimên. Ji ber ku girêdana wî bi partî, Serokatiya Partiyê re, şehîdan û gelê Kurdistanê re bi xwîna xwe dilop dilop ku çawa rijandiye, li wê soza xwedî derket. Heya hilma xwe ya dawiyê bûmêvanê karwana şehîdên nemir, şehîdên serxwebûn ûazadiya Kurd û Kurdistanê.
Hevalê Sefkan bi vê rewşa xwe ya di nav Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGK’ ê de gelek wazîfe girtibû. Ji şervatiyê heyanî rewşa xwe ya dema yekemîn wazîfeya fermandariyê... Wazîfa wî çiqas mezin an jî biçûk baya, ji bo wî ne xem bû, di got; "wazîfe, wazîfeya partiyê ye".
Lê belê dema ku mirov li jiyana hevalê Sefkan dinêre hevalên pê re jiyane, bi giştî jê hez dikin û dibêjin; "hevalê Sefkan bi biçûka re biçûk, bi mezinan re jî mezin bû". Tim digot; "em kar bikin ji bona bersiva me bibe bersiva dema li pêşiya me." Bi rastî di kar û xebata xwe û di şerê xwe de gelek wêrek û bi hêz bû.
Hevalê şehîd Sefkan, li ser Çiyayê Çarçelê li serê Kaniya Avaşîn, gilî lê hatiye kirin, ji hêla sixor "Bayî" ve, di bihara sala 1994’an de. Ev sixor bayî, bi leşkerên dijmin re têne ser wan û şer derdikeve. Ji ronîka serê sibehê heya êvarê ev şer berdewam dike. Balafir û helîkopterên dijmin têne cîhê şer. Bi sedan leşkerên wan têne kuştin gelek çeteyên sixor jî.
Di vî şerî de hevalê Sefkan birîndar dikeve destê wan de gelek îşkence dibîne, heya guhê wî jî jêdikin û ew tiştek nade destê dijmin. Dijmin yek gulekî lêdixîne û şehîd dikeve. Bi vî awayî dibe mêvanê karwana şehîdên serxwebûn û azadiya Kurdistanê ku ji wan şehîdên nemir. Şehîd dara jîna azadi ne.
Di gotineke xwe de Serok APO wiha dibêj: "Yê şer dike azad dibe, yê azad dibe bedew dibe, yê bedew jî tê hezkirin."
Tu jî bedewê Kurdistan'ê yî hevalê Sefkan.
Li ser navê hevalên wî yên têkoşînê
Simko Ararat
- Ayrıntılar
Dema ku cara yekem di dîroka gelê kurd de li hemberî zordaran di encama têkoşînê de nîşaneya azadiyê xwe kire meşleyeke bi agir li sere bilindahiya çiyayên Zaxrosê. Şewqa xwe li hemû deverên cîhanê belav dikir û pişt re vê meşaleyê xwe kir ruhekî azadiyê û gav bi gav xwe berda hemû qadên jiyanê. Gelê kurd bi vî ruhê xwe yê azadiyê qehremantiya xwe bi cîhanê dabû pejirandin. Stûna jiyana azad a ku bi destê zalimê wek dehak hatibû hilweşandin, nû de hat avakirin û rengekî nû da jiyanê. Belê desthilatdariya wan hate hilweşandin û meşaleya azadiyê di cihê wê de hat bilindkirin. Lê bi demê re ew zalimên talanger desthilatdariya xwe avakirin û careke din ew meşaleya ku bûbû sembola azadiyê vemirandin û jiyana gelan bi koletiyê dan tercîhkirin. Bi hezar salan gelê me bi jiyanê werê dane mahkûmkirin. Lê ev nehat wê watê ku, tovên ruhê azadiyê bi gihîştî hatiye rakirin. Li ser heman kokê ruhekî nû şîn bûye û bi ruhê apoyî li cîhanê deng vedaye. Wekî hevalan din hevalê Seyîd Riza jî bi awayekî zelal nûnerê vî ruhê berxwedêr bû.
Hevalê Seyîd bi çi awayî bi me de pejirandin ku em jêre bibêjin nûnerekî rast ê Apoyî ye? Hevalê Seyîd di nava jiyanê de bi her awayî roleke bi mînak dilîst. Di nava jiyanê de dida xuyakirin ku dixwazê bi her awayî û bi hemû rengên xwe tevlî jiyanê bibe û rastiya Rêbertiyê û Şehîdan bi qasî ku fêm kiriye bi awayekî teorîk û piratîk bi hevalan bide fêmkirin û di heman demê de, kil û kêmasiyên xwe çi ne fêm bike û li gorî wê tevbigere. Hevalê Seyîd erkekî wî yê fermandariya taximê hebû, lê belê ticaran nedida xuyakirin ku fermandarekî yekîneyê ye. Pir caran ji derve hevalên ku ew nas nedikirin dihatin yekîneya me û bi rojan diman. Lê nikarîbûn fêm bikin ku fermandarê wê yekîneyê yek jî heval Seyîd Riza ye. Ji ber ku ruhê desthilatdarî û kariyarîzmê di kesayetiya xwe de kuştibû. Ticaran nedixwest bi gotinan kar bi heval bide kirin. Destpêkê xwe bi awayekî aktîf tevlî kar û xebatan dikir û kesên li derdora xwe jî jixweber bandor dikir û wan tevlî kar û xebatan dikir.
Ji boyî vegotineke baş ezê çend bîranînan wekî mînak bînim ziman. Rojekê em çar heval ji boyî pêkanîna karekî, me xwe amade kir ku em biçin kar. Lê şiverêya ku em ê tê de derbas bibin di bin çavdêriya dijmin de bû, ji ber wê em neçar man ku ditariyê de biçin û bên. Hevalê Seyîd nêrîna me girt û got “Ger hûn jî bixwazin em berêvarê bi rêkevin, ji xwe rêya me çar saetan digire, em dikarin şevê zû werin û bêhna xwe vedin. An jî em çar saetan bimînin bila bibe sibeh em biçin û beriya ku dinya ronahî bibe em xwe bighînin cihê xwe. Hûn çawa dixwazin em welê bikin.” Bi vî awayî, me çûyîna şevê û vegera bi rojê tercîh kir û em wisa birêketin. Em çûn cihê xwe û meyê bi xwe re erzaq bianiya. Dema ku heval gihîştin cihê erzaq hevalan fikirîn ku; ger her yek ji me 20- 25 kîlo erzaq hilgire wê tiştek di cih de nemîne. Lê hevalê Seyîd beriya herkesî fêm kiribû ku ger hemû heval 25 kîlohilgirin jî wê dîsa hindek erzaq zêde bimîne. Hevalê Seyîd di wê kêlîyê de ew erzaqê zêde rakiribû gel xwe û ji ber ku dinya tarî bû em jî pê haydar nebûbûn û em difikirî ku bi wî re jî 25kîlo erzaq heye. Nexwe me yê destûr nedana hevalê Seyîd. Lê bele bi israr ji me re got ezê 25 kîloyan rabikim.Me jî zanîbû ku ew dialiyê fîzîkî de ji me hemiyan lawaztire û wê zorehiyekê bijî. Dema ku em vegeriyan, me li çend cihan navber da. Lê dema ku em radibûn û emê bi rê ketibana hevalê Seyîd di rabûnê de pir zorahî dijiya. Di dawî de ji xwe re got “ partiyê ez perwerde kirim û hêza şêrekî daye min lê ez nikarim biqasî çêlîka şêrekî jî rol bileyizim” dema ku em gihîştin cihê xwe me fêm kir ku bare wî ji bare me hemûyan girantir bûye û ruxmî vê jî lêpirsîn dikir û ji xwe hisab dixwest. A rast ew tiştên ku mirov li ber çavan didît nînbû. Di vê mijarê de ya girîng ew bû ku ji heza xwe zêdetir bar hildigirt. Lê belê dîsa jî têr nedidît u xwe deyndar dihesiband. Hertim xwe kêm didît û ji boyî ku xwe bigihînê astekrjor tim di nav lêgerînan de bû.
Bi vî awayî hevalê Seyîd hemû bare giran dabû li ser milên xwe. Carna di nav jiyana hevalan de bêmoralî çêdibû û hemû heval bêdeng diman. Lê belê hevalê Seyîd bi xwe ji vê rewşê bandor nedibû, û bi zanebûn hin gotinên binakok bişêweyek erênî dianî ziman û rê ji nîqaşan re vedikir. Piştre di nav nîqaşan de henekên xwe bi hevalan dikir. Heval jî bêdeng nediman û her kes tevlî nîqaşan dibû û bi vî awayî her ku diçû rewşa xemgîn a ku heyî ji bîrve diçû û rewşeke geş avadibû. Carna pir hevalan nizanî ew rewşa bigeş çawa avadibû. Hevalê Seyîd Riza piştî demekê ji boyî ku moral bide hevalan biterzekîhenekwarî ew nakokî çawa ava dikir û niyeta wî çibûye bihurgulî dianî ziman û dîsa dibû sedema ku rê ji hin nîqaşên dîtir re vebe.
Di mijara çalakiyan de jî pir mînakên wî yên welê derdiketin hole. Dema ku komek heval bi hev re emê biçûna çalakiyekê, ji boyî ku moralê hevalan hertim baş bimîne û wêrekiya hevalan xurt bibe roleke mezin dileyîst. Dema ku ez di bin pêşengtiya wî de biçûma çalekiyekê ji derveyê serkeftinê û şikandina dijmin ti tiştekî din nedihat bîra min. Bi rastî jî piranî çalakiyên ku hevalê Seyîd jê re pêşengtiyê dikir serkeftî derbas dibû. Hevalê Seyîd pir caran ji hevalên nû yên ku cara yekem tevlî şer dibûn û di hêlên derûnî de kêmekî pirsgirêkên wan derdiketin holê ji wan re digot; “ Heyanî ku ez di şer de li ser piya bim ezê nehêlim tiştek bi we bê” bi vî rengî her tim xwe fedayê hevalê xwe dikir û dizanîbû ku wê herî dawî jî bi vî awayî şehîd bikeve...
Di jiyana hevalê Seyîd de mînakên welê pir bûn. Ger mirov bixwaze hemû hêlên erênî yên jiyana hevalê Seyîd binivîsîne, ne tenê rûpelek, pirtîkek têrî nake. Hevalê Seyîd her sibeh dema ku radibû van çiyayên bilind keşf dikir. Lê didît ku zalimên talanger li sere çiyayên bilind kelehên bilind avakirine. Ew dem nêrçnên wî diguherîn û bi çavên xwe yên tîrêjîn diwest wan kelehan hilweşîne... Jixwe me didît ku ew çavên tîrêjîn, di çalakiyan de bê çawa wan kelehan hildiweşand... Hevalê Seyîd xwedî kesayetekî Apoyî bû. Wî di hemû jiyana xwe ya vê şoreşê de ji vê kesayeta xwe tawîz neda û bû yek ji wan nûnerên pêşeng ên vê şoreşê. Hêviyên me bi hevalê Seyîd re careke din jî geş bûn ku em ê wan kelehan hilweşênin...
Rêzan PEPÛLE
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Pêvajoya Pêngava Çareseriya Demokratîk a Rêbertiya me û Tevgera me daye destpêkirin, ji sala 2015’an û vir ve, ji aliyê hêzên me ve bi hestyarî, bi rêbaz û taktîka bi dîsîplîn, bi berpisyariyeke dîrokî, hatiye meşandin. Lê bi mehên biharê re, ji aliyê artêşa Tirk ve agirbest hatiye binpêkirin û tevgera leşkerî zêde bûye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Ajanê bi navê Sofî Baro yê li eyaleta me ya Serhedê demeke dirêj li dijî Tevgera Azadiyê xebitî û di şehadeta gelek hevrêyên me de rol lîst, tevî gelek hişyariyan jî, ev xebat û hewldanên xwe nesekinandiye.
- Ayrıntılar
Rêber APO bi gotina ‘‘Cudahiya bingehîn a ku me ji hemû tevgerên din vediqetîne; ew jiyanên xwe di ser îdeolojiyên ku ava kirine de dijîn, em jî bîrdoziya xwe di ser jiyana heyî de ava dikin.’’ Gotina rêbertî bi rastî felsefeya jiyanê ya Tevgera Azadiyê bi zelalî danî holê. Di bingeha jiyana me de jî nirxên bingehîn ên ku şehîdan afirandine hene. Tevgera Azadiyê partiya şehîdan e. Belkî jî bi qasî di dîroka ti tevgerê de nayê dîtin, di dîroka partiya me de, di wateya bilindbûnê de em xwedî diyardeyeke şehîdan in. Îro yên ku rêya me ronî dikin û di ser nirxên ku afirandine de dikin ku em xwe didin têkoşîna xwe, yek ji wan şehîdan jî hevala Ronahî ye. Rast fêmkirina diyardeya şehîd, bi hişmendiya kûr a vê rastiyê ve tevgerîn, bi qasî rast nirxandina rabirdûyê tê wateya li ser bingehên saxlem ên pêkanîna avakirina dahatûyê jî. Mirov bikaribe wateya vê rastiyê bi hemû aliyên wê ve fêm bike; tê wê maneyê ku pêşketina têkoşîna me ya jiyana azad a ku îro girseyî bûye jî mirov baştir têdigihîje. Bi vekirina pêşiya rizgarbûna civakî, avakirina şexsiyeteke şoreşger a bi her aliyên xwe tê de nûbûn mimkun e û dîtina sekneke bi anor e. Fêmkirin şehîdan, gihîştina armancên wan û li gor armancên wan dayîna têkoşînê; rêya serfiraziyê bi hemû aliyan ve ronî dike. Îro dema em di rêya ku di encama fedakariyên mezin ên şehîdên me de vebûye de dimeşin, layiqî wan bûn û li gor felsefeya jiyanê ya ku wan ava kirine xwe tevlîkirin deynê stûyê me ye.
Vegotina şehîd divê ku nehêsan be. Ev nakokî bêîstîsna di her yek ji me de, di şervanên azadiyê yên ku xwe dane lêgerîna jiyana azad de tê jiyîn. Ev pirs ‘‘Gelo wê vegotinên min bikaribin wê/î hevalê/î têr û tije pênase bike?’’ di hişê hemû hevalan de derbas dibe. Lê tevî her tiştî divê bê vegotin. Tenê ne vegotin, felsefeya wan a jiyanê, hêvî û xeyalên wan divê em bi jiyana xwe re û bigihînin dahatûyan. Li ser vê bingehê tiştên ku em ê hewl bidin li vê derê vebêjin her çi qas bi aliyekî şehîd pênase bike jî, bi wêrekiya zanîna ku deynê stûyê me ye, em ê hewl bidin bînin ziman.
Wekî me li jor diyar kir Tevgera Azadiyê partiya şehîdan e. Yek ji van şehîdan jî hevala Ronahî ye. Hevala Ronahî bi eslê xwe ji Êlihê ye, lê bi xweşikî ne Kurdistan ne jî Êlihê dîtiye. Hevala Ronahî hê di temenekî biçûk de ye di encama pêkutî û îşkenceyên zêde yên dewletê daye ser malbata wê de, neçar dimînin ku koçî bajarê Îzmîrê ku yek ji metropolên Tirkiyeyê ye. Dijmin wisa texmîn kiriye ku; mirov çi qas ji welatê xwe dûr bikeve wê ji xwe û nirxên xwe jî dûr bikeve, pir paşê wê fêm bike ku di nav şaşitiyeke çawa de ye. Malbata hevala Ronahî welatparêz e û nirxên xwe di her qada jiyanê de parastine. Ev nirx û rastiyan di zarokên xwe de jî didin jiyîn û li gor vê rastiyê wan mezin dikin. Hevala Ronahî her roja ku diçe mezin dibe û li xwe diwerqile û êdî hatiye merhaleya biryar girtinê. Pir berê biryara xwe dabû. Lê wê hîn watedar bikira û di ve çarçoveyê de wê helwesta xwe ji aliyê jiyana azad ve daniya. Dema ku kêliya biryarê hat, tenê tiştê difikirî û li aqilê wê dieliqî, gihîştina pîroz a ew ax û çiyayên qedîm bû.Heyecana wê ji niha ve wê hembêz kiribû, di çavên xwe de bişirîn, di awirên xwe de kêfxweşî, di dilê xwe de qêrîneke ku dixwest qîr bike asîmanan vedişart. Dema ku kêliya gihandina pîroz hat bi nermikî bişirînek diavêt çavên Rojê yê bi ken. Kuçeyên tarî yên Îzmîrê qelaşt û ber bi welatê roj û agirî ve ket rê. Di demeke germ a sala 2004’an de rêya çiyayan girt, bêyî ku kêliyekê jî dudiliyê bijî. Tenê cihekî hebû ku agirê dilê wê hênik bike: Çiya! Ew çiyayên biheybet mîrata dayik û bapîr, bav û kalên wê bûn.Her tim weke keleha berxwedanê hatibûn hilbijartin, bi saya çiyayan hemû nirxên xwe heta van rojan anîbûn. Jiyana sexte ya bajarê hinde mezin di xeyalên wê de cî negirtibûn, sexteyî û kirêtiyên wan di xwe de deşîfre kiribû. Belkî ji ber vê bû jî ew qas zû hînî çiyayan bûbû û di dilê çiyayan de cî girtibû.
Li ser sifreya me,
Li koşa herî serî,
Cî girtiye keçeke wêrek.
Çavên wê behîvî,
Hêviyên wê li Mûnzûrê veşartî…
Ji dema ku min ew dît û pê ve, bi sekna xwe ya saxlem li ser min bandor kir hevala Ronahî. Bi kesayeta xwe ya ku ji tawîzdayînê ti carî neditirsiya bi fedakarî dibeziya her karî. Di pêvajoya pênc mehên ku em bi hev re man de, kesayeta xwe ya weke navê xwe ronî dida derdora xwe her tim parast. Dema ku vesazkirina wê çêbû em hemû heval ji ber vê rewşê pir xemgîn bûbûn. Ya ji me re ma; rûkeniya wê, şahiya li derdora xwe belav dikir û sekna wê ya ji rêxistinbûnê tawîz nedida bû. Piştî çûndina hevala Ronahî jî; me behsa aliyên wê yên ku me ji xwe re mînak digirt di jiyana xwe de me pêk dianî û bi coş behsa wê dikir. Piştî demekê vesazkirina min ji tabûra ku ew lê bû re hat çekirin û ev min gelek kêfxweş kir.
Hevala Ronahî xwedî kesayeteke wisa bû ku ji xwendinê pir hez dikir her wiha xwendina xwe bi yên li derdora xwe re parvekirin û nîqaşkrinê esas digirt. Me jî bi daxwaziyeke mezin li wê guhdar dikir û dixwest vegotinên wê fêm bikin. Herî zêde jî li gor dahûrandinên Rêber APO daxwaziya wê ya xwe perwerdekirin û jiyana xwe di vê çarçoveyê de avakirina wê moraleke mezin dida me û di pêşketina lêgerînên me de rola pêşengtiyê dilîst. Pêşeng bû hevala Ronahî. Beriya ku ji hinekan re bibêje ‘vî tiştî bike’ di jiyana xwe de pratîka wî karî dikir û yên li hember xwe bi vî rengî teşwîq dikir. Di navbera ti hevalî de cudahiyê nedikir, di çarçoveya heman pîvanan de hewldana wê ya ji xwe tevkariyek dayîn û bi qasî têr bike bi pêş xistin her tim di jiyanê de xwe nîşan dida.
Hevala Ronahî di tabûrê de sabotajkar bû, bêtirs diçû ser erkên xwe û heta ku serkeftî nedibû dest jê bernedida. Xwe bi serkeftinê ve kilît dikir û di vê çarçoveyê de dibû xwedî hewldaneke mezin. Tabûra me bi gotina dijmin li ser ‘xeta sînor’ bû. Cihê sifirê yê li ser xeta Îran û Iraqê bû. Em bi hêzên dijmin re li hember hev bûn. Paygeha wan a ku pasdar tê de bûn û dişibiya kelehekê di me de kîn û nefreta heyî ya li hember dijmin hê jî zêde dikir. Bihara 2008’an bû û dijmin bi her aliyî ve êrîşî me dikir. Li ser gelê me pêkutiyên zêde dihatin kirin, li ser xeta sînor ciwan dihatin gulebarankirin, mirov bêsebeb diavêtin zîndanan û bi wehşîtî dihatin darvekirin. Divê ji van qirêjiyan re bersivek bihatana dayîn. Bi tevlîbûna pêngava ku ji aliyê Tevgerê ve hatibû destpêkirin di me hemûyan de coş û moralek mezin ava bûbû. Ev coş û moral herî zêde jî di şexsê hevala Ronahî de xwe dida der.
Ji bo çalakiyeke sabotajê; hevala Ronahî, ez û du hevalên din me li ser xeta derbasbûna pasdaran mayînan binerd kir. Hevala Ronahî pir xwînsar bû. Xwînsarî û wêrekiya wê gihabû hevdû. Tenê pirsgirêkeke me hebû, ew jî bendêmayina derbasbûna pasdaran bû. Ceribandina yekem neserkeftî bû. Di derbasbûna wesayîtê de mayîn neteqiyabû û wesayît derbas bûbû. Ji ber vê hevala Ronahî gelek aciz bûbû. Ev nedihat qebûlkirin. Bi lez û bez me mayînê ji wê derê rakir û li nêzî paygehê ji nû ve binerd kir. Mayîn teqiyabû lê me encama ku tê xwestin bi dest nexistibû. Ev jî, yekcarî hevala Ronahî xemgîn kiribû. Di pêvajoyeke wiha de, ev neserkeftinî nedihat qebûlkirin. Ev neserkeftinî wê çawa bihatana telafîkirin? Heval Ronahî di vegerê de tim bi fikirîn di ber xwe de tiştinan digot û dimeşiya. Aciziya wê ji awirê wê yê tûj ve diyar dibû. Lê ji bo em pê nehesin û moralê me jî nekeve dest bi strandinê kir. Dengê hevala Ronahî pir xweş bû. Du stranên wê yên ku herî zede jê hez dikir û tim digot hebûn; Îro dîsa û Ez Ocalan im. Dema em ber bi tabûrê ve diçûn hevala Ronahî fikreke ku dema çalakiyê hatibû aqlê wê bi min re parve kir. Çend meh beriya vê çalakiya me, di tabûreke din de, bi sedema teqîna mayîna ku wan danîbû heval Baharîn û heval Serhat şehîd ketibûn, hatibû bîra wê û diyar kir ku ji ber vê jî pir baldar bûye. Gotibû ger mayîn biteqe û şehîd bikeve tirsiyabû ku bikeve destê pasdaran. Di civateke ku me bi hevala Ronahî re kiribû de gotibû; “Ger rojek ez şehîd bikevim, li ku derê dibe bila bibe, ez dixwazim di vê axa pîroz de bêm definkirin.” ev gotina wê ji min re pir balkêş hatibû. Çima pêwîstî bi vê gotinê dîtibû? Wê demê min wate nedabûyê, lê min ê ji ku ve bizanibûya wê ji çalakiya ku piştî bîst rojan çêbibe wê nikaribe vegere!
Welatê min...
Kulîlkên wê tên çinîn bêpirsiyarî!
Her ku pêl ew axa qedîm dibe,
Birîndar dibe axa wê.
Xemgînî xwe li milên evînê dipêçe;
Ziman asî,
Dil bi agir!
Divê çûndinek hebe ber bi stêrkan ve.
Û divê ji Rojê re silav bê dayîn...
Pêkutî û êrîşên dewleta Îranê yên li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê her roja ku diçû zêdetir dibûn. Diviyabû bersivên hîn xurt bihatina dayîn. Li ser vî esasî, zemîna lidarxistina çalakiyek ji aliyê hêzên ku tabûra me jî di nav de bû, hat avakirin. Wê bi şev, êrîşek li paygehekê bihata kirin. Ji ber vê yekê me xwe bi şens didît. Heval Ronahî vê biryarê weke şensekî dinirxand. Ji ber ku qadê nas dikir ev şens hîn zêdetir dibû.
Du roj beriya çalakiyê, ji bo tepeyekî li qadê -ku ji aliyê tabûra me ve her tim dihat girtin- bigirin bi tîmek heval re ez jî çûm. Roja din hevalên di koma êrîşê de hatin li gel me. Di nav koma êrîşê de hebûna hevala Ronahî min gelekî kêfxweş kiribû. Ew roj me gelekî nîqaş kir. Bi kelecan bû, kelecana wê ji her halê wê ve diyar bû. Ev kelecana wê hêzeke mezin dida min jî. Dema saeta çalakiyê nêz bû, êdî wextê xatirxwestinê hatibû. Her çi qas me ji xatirxwestinan hez nedikir jî, me wan bi gotina ‘serkeftin’ û dirûşma ‘Bijî Serok APO’ bi rê ve kir. Beriya ku biçe êlekê xwe danî ba min û bi nermikî, bi rûkeniya xwe ya her demî çû. Min ê ji ku ve bizanibûya ku ez ê cara dawî vê bişirîna ku dilê me germ dikir bibînim...
Saet pîştî nîvê şevê bû. Taveheyv hebû û her der mîna rojê ronahî bû. Bi heyva ku bi nermikî di pişt tepeyan de winda dibû re di şevê de tevger jî zêde dibû. Çalakî dest pê kiribû. Guleyên bişop tariya şevê diqelişandin û gurmîn ji esmanên wê şevê dianîn. Bîsvîng, bîksî, qlêş û bombeyên li pey hev diteqiyan… Me li tepe bi kelecaneke mezin bêtêlan dişopand. Piştî demekê di bêtêlan de banga birîndarekî hat kirin. Çalakî serkeftî bû, qereqol bi giranî hatibû texrîbkirin, wendahiyên mezin bi dijmin hatibû dayîn. Çalakî hatibû bidawîkirin û piraniya koman serkeftî gihîştibûn cihên xwe. Çavê me li rê, em li hêviya koma êrîşê bûn. Bêtêlan diyar dikirin ku tenê birîndarek heye, nebûna zêdetir wendahî me kêfxweş dikir. Heval hatin. Çepik, dirûşme û hembêzkirin… Lê hevaleke me tune bû. Û xemgînî weke kabûsekî ketibû nav hevalan. Çavên min li hevala Ronahî geriyan. Lê min nedidît. Min wate nedabûyê. Çima bêdeng disekinîn û çima hevala Ronahî li gel wan nîn bû? Paşê hat fêmkirin ku hevala Ronahî şehîd ketibû. Di êrîşê de hevalekî din jî birîndar bûbû.
Çûndineke din jî çêbû
Şopa ling hê teze ye
Xemgînî û reşahiyek xwe li şevê girtibû
Rondika bêkes e belaya demê…
Ew tirsa hevala Ronahî ya ku bîst roj berê ji min re gotibû pêk hatibû û ketibû destê pasdaran. Ev min xist nav êşeke hîn girantir. Hêj min nikaribû şehadeta hevala Ronahî li ba xwe qebûl bikiraya, îja min ê çawa ji xwe re qebûl bikira ku ketiye destê pasdaran? Ev rewş zorê dida min, min dixwest heta ku hêza min têrê dike biqîrim, heta bibêjim kûr û bigirîm. Wê çaxê belkî çareyek lê bibûya! Kêliyek be jî min xwest ez xwe bixim şûna hevala Ronahî. Di rewşeke wiha de wê hevala Ronahî çi bikira, wê bibûya xwediyê tevger û sekneke çawa? Weke ku dihat ber çavên min. Û ez rêhevalê hevala Ronahî bûm, min diviyabû di xwe de hinek be jî wê sekna tîk pêk bianiya. Ez bawer dikim ku,tişta ku wê ji min bixwesta ev bû. Herhal ji ber vê bû ku min êlekê wê avêt ser milên xwe û silav da berbangê. Di zeraqa berbangê de min dîsa di tîrêjên roja hilhat de rêhevala Ronahî bi bîr anî. Bayê ku ji zozanê Dola Kokê ve dihat, hesreta hevala Ronahî bar kir û min xwest bigihîne wan diyarên dûr ku, ji dilê hevala Ronahî qet dernediketin. Ji bo bigihîne giravê, dilê giravê… Di harbûna ava Dersimê û Mûnzûrê de ji bo bigihê raza jiyana bêdawî.
Min xwest hemû xweşikahiyên xwezayê berhev bikim û ji porê wê re bikim tacek. Min xwest çarîka spî ya dayîkê bavêjim ser û destê wê hine bikim. Bûbû bûka van axan. Weke çendî şervanên azadiyê, weke çendîn jinên Kurd ên bengînê jiyana azad, weke Zîlan, weke Sema, weke Gulan… Di çardehê hezîranê de tu tevlî karwanê şehîdan bûyî. Belê tu ne ya destpêkê û ne jî ya dawî yî. Lê weke ya destpêkê çû, çûyîneke rûspî û bi rûmet...
Bi roniya di çavên te yên behîvî de dibiriqî, bi bişirîna ku qet ji rûyê te kêm nedibû û bi hêviya bêdawî ya di awirên te de, tu niha rêya me ronî dikî. Tu niha di şevên bêheyv de şiverêyên me yên teng dibin ronî dikî û rêya rast nîşanî me didî.
Gula pûşperê ye Ronahî
Bayê ji lûtkeyên çiyayan tê
Stêrka şivanan a ku tariyan ronî dike
Bi qasî Dêrsimê asî
Bi qasî Mûnzûrê hestiyar
Û bi qasî Kurdistanê bianor
Keçeke Kurd e Ronahî…
Mahabad GABAR.
- Ayrıntılar