Rêber APO bi gotina ‘‘Cudahiya bingehîn a ku me ji hemû tevgerên din vediqetîne; ew jiyanên xwe di ser îdeolojiyên ku ava kirine de dijîn, em jî bîrdoziya xwe di ser jiyana heyî de ava dikin.’’ Gotina rêbertî bi rastî felsefeya jiyanê ya Tevgera Azadiyê bi zelalî danî holê. Di bingeha jiyana me de jî nirxên bingehîn ên ku şehîdan afirandine hene. Tevgera Azadiyê partiya şehîdan e. Belkî jî bi qasî di dîroka ti tevgerê de nayê dîtin, di dîroka partiya me de, di wateya bilindbûnê de em xwedî diyardeyeke şehîdan in. Îro yên ku rêya me ronî dikin û di ser nirxên ku afirandine de dikin ku em xwe didin têkoşîna xwe, yek ji wan şehîdan jî hevala Ronahî ye. Rast fêmkirina diyardeya şehîd, bi hişmendiya kûr a vê rastiyê ve tevgerîn, bi qasî rast nirxandina rabirdûyê tê wateya li ser bingehên saxlem ên pêkanîna avakirina dahatûyê jî. Mirov bikaribe wateya vê rastiyê bi hemû aliyên wê ve fêm bike; tê wê maneyê ku pêşketina têkoşîna me ya jiyana azad a ku îro girseyî bûye jî mirov baştir têdigihîje. Bi vekirina pêşiya rizgarbûna civakî, avakirina şexsiyeteke şoreşger a bi her aliyên xwe tê de nûbûn mimkun e û dîtina sekneke bi anor e. Fêmkirin şehîdan, gihîştina armancên wan û li gor armancên wan dayîna têkoşînê; rêya serfiraziyê bi hemû aliyan ve ronî dike. Îro dema em di rêya ku di encama fedakariyên mezin ên şehîdên me de vebûye de dimeşin, layiqî wan bûn û li gor felsefeya jiyanê ya ku wan ava kirine xwe tevlîkirin deynê stûyê me ye.
Vegotina şehîd divê ku nehêsan be. Ev nakokî bêîstîsna di her yek ji me de, di şervanên azadiyê yên ku xwe dane lêgerîna jiyana azad de tê jiyîn. Ev pirs ‘‘Gelo wê vegotinên min bikaribin wê/î hevalê/î têr û tije pênase bike?’’ di hişê hemû hevalan de derbas dibe. Lê tevî her tiştî divê bê vegotin. Tenê ne vegotin, felsefeya wan a jiyanê, hêvî û xeyalên wan divê em bi jiyana xwe re û bigihînin dahatûyan. Li ser vê bingehê tiştên ku em ê hewl bidin li vê derê vebêjin her çi qas bi aliyekî şehîd pênase bike jî, bi wêrekiya zanîna ku deynê stûyê me ye, em ê hewl bidin bînin ziman.
Wekî me li jor diyar kir Tevgera Azadiyê partiya şehîdan e. Yek ji van şehîdan jî hevala Ronahî ye. Hevala Ronahî bi eslê xwe ji Êlihê ye, lê bi xweşikî ne Kurdistan ne jî Êlihê dîtiye. Hevala Ronahî hê di temenekî biçûk de ye di encama pêkutî û îşkenceyên zêde yên dewletê daye ser malbata wê de, neçar dimînin ku koçî bajarê Îzmîrê ku yek ji metropolên Tirkiyeyê ye. Dijmin wisa texmîn kiriye ku; mirov çi qas ji welatê xwe dûr bikeve wê ji xwe û nirxên xwe jî dûr bikeve, pir paşê wê fêm bike ku di nav şaşitiyeke çawa de ye. Malbata hevala Ronahî welatparêz e û nirxên xwe di her qada jiyanê de parastine. Ev nirx û rastiyan di zarokên xwe de jî didin jiyîn û li gor vê rastiyê wan mezin dikin. Hevala Ronahî her roja ku diçe mezin dibe û li xwe diwerqile û êdî hatiye merhaleya biryar girtinê. Pir berê biryara xwe dabû. Lê wê hîn watedar bikira û di ve çarçoveyê de wê helwesta xwe ji aliyê jiyana azad ve daniya. Dema ku kêliya biryarê hat, tenê tiştê difikirî û li aqilê wê dieliqî, gihîştina pîroz a ew ax û çiyayên qedîm bû.Heyecana wê ji niha ve wê hembêz kiribû, di çavên xwe de bişirîn, di awirên xwe de kêfxweşî, di dilê xwe de qêrîneke ku dixwest qîr bike asîmanan vedişart. Dema ku kêliya gihandina pîroz hat bi nermikî bişirînek diavêt çavên Rojê yê bi ken. Kuçeyên tarî yên Îzmîrê qelaşt û ber bi welatê roj û agirî ve ket rê. Di demeke germ a sala 2004’an de rêya çiyayan girt, bêyî ku kêliyekê jî dudiliyê bijî. Tenê cihekî hebû ku agirê dilê wê hênik bike: Çiya! Ew çiyayên biheybet mîrata dayik û bapîr, bav û kalên wê bûn.Her tim weke keleha berxwedanê hatibûn hilbijartin, bi saya çiyayan hemû nirxên xwe heta van rojan anîbûn. Jiyana sexte ya bajarê hinde mezin di xeyalên wê de cî negirtibûn, sexteyî û kirêtiyên wan di xwe de deşîfre kiribû. Belkî ji ber vê bû jî ew qas zû hînî çiyayan bûbû û di dilê çiyayan de cî girtibû.
Li ser sifreya me,
Li koşa herî serî,
Cî girtiye keçeke wêrek.
Çavên wê behîvî,
Hêviyên wê li Mûnzûrê veşartî…
Ji dema ku min ew dît û pê ve, bi sekna xwe ya saxlem li ser min bandor kir hevala Ronahî. Bi kesayeta xwe ya ku ji tawîzdayînê ti carî neditirsiya bi fedakarî dibeziya her karî. Di pêvajoya pênc mehên ku em bi hev re man de, kesayeta xwe ya weke navê xwe ronî dida derdora xwe her tim parast. Dema ku vesazkirina wê çêbû em hemû heval ji ber vê rewşê pir xemgîn bûbûn. Ya ji me re ma; rûkeniya wê, şahiya li derdora xwe belav dikir û sekna wê ya ji rêxistinbûnê tawîz nedida bû. Piştî çûndina hevala Ronahî jî; me behsa aliyên wê yên ku me ji xwe re mînak digirt di jiyana xwe de me pêk dianî û bi coş behsa wê dikir. Piştî demekê vesazkirina min ji tabûra ku ew lê bû re hat çekirin û ev min gelek kêfxweş kir.
Hevala Ronahî xwedî kesayeteke wisa bû ku ji xwendinê pir hez dikir her wiha xwendina xwe bi yên li derdora xwe re parvekirin û nîqaşkrinê esas digirt. Me jî bi daxwaziyeke mezin li wê guhdar dikir û dixwest vegotinên wê fêm bikin. Herî zêde jî li gor dahûrandinên Rêber APO daxwaziya wê ya xwe perwerdekirin û jiyana xwe di vê çarçoveyê de avakirina wê moraleke mezin dida me û di pêşketina lêgerînên me de rola pêşengtiyê dilîst. Pêşeng bû hevala Ronahî. Beriya ku ji hinekan re bibêje ‘vî tiştî bike’ di jiyana xwe de pratîka wî karî dikir û yên li hember xwe bi vî rengî teşwîq dikir. Di navbera ti hevalî de cudahiyê nedikir, di çarçoveya heman pîvanan de hewldana wê ya ji xwe tevkariyek dayîn û bi qasî têr bike bi pêş xistin her tim di jiyanê de xwe nîşan dida.
Hevala Ronahî di tabûrê de sabotajkar bû, bêtirs diçû ser erkên xwe û heta ku serkeftî nedibû dest jê bernedida. Xwe bi serkeftinê ve kilît dikir û di vê çarçoveyê de dibû xwedî hewldaneke mezin. Tabûra me bi gotina dijmin li ser ‘xeta sînor’ bû. Cihê sifirê yê li ser xeta Îran û Iraqê bû. Em bi hêzên dijmin re li hember hev bûn. Paygeha wan a ku pasdar tê de bûn û dişibiya kelehekê di me de kîn û nefreta heyî ya li hember dijmin hê jî zêde dikir. Bihara 2008’an bû û dijmin bi her aliyî ve êrîşî me dikir. Li ser gelê me pêkutiyên zêde dihatin kirin, li ser xeta sînor ciwan dihatin gulebarankirin, mirov bêsebeb diavêtin zîndanan û bi wehşîtî dihatin darvekirin. Divê ji van qirêjiyan re bersivek bihatana dayîn. Bi tevlîbûna pêngava ku ji aliyê Tevgerê ve hatibû destpêkirin di me hemûyan de coş û moralek mezin ava bûbû. Ev coş û moral herî zêde jî di şexsê hevala Ronahî de xwe dida der.
Ji bo çalakiyeke sabotajê; hevala Ronahî, ez û du hevalên din me li ser xeta derbasbûna pasdaran mayînan binerd kir. Hevala Ronahî pir xwînsar bû. Xwînsarî û wêrekiya wê gihabû hevdû. Tenê pirsgirêkeke me hebû, ew jî bendêmayina derbasbûna pasdaran bû. Ceribandina yekem neserkeftî bû. Di derbasbûna wesayîtê de mayîn neteqiyabû û wesayît derbas bûbû. Ji ber vê hevala Ronahî gelek aciz bûbû. Ev nedihat qebûlkirin. Bi lez û bez me mayînê ji wê derê rakir û li nêzî paygehê ji nû ve binerd kir. Mayîn teqiyabû lê me encama ku tê xwestin bi dest nexistibû. Ev jî, yekcarî hevala Ronahî xemgîn kiribû. Di pêvajoyeke wiha de, ev neserkeftinî nedihat qebûlkirin. Ev neserkeftinî wê çawa bihatana telafîkirin? Heval Ronahî di vegerê de tim bi fikirîn di ber xwe de tiştinan digot û dimeşiya. Aciziya wê ji awirê wê yê tûj ve diyar dibû. Lê ji bo em pê nehesin û moralê me jî nekeve dest bi strandinê kir. Dengê hevala Ronahî pir xweş bû. Du stranên wê yên ku herî zede jê hez dikir û tim digot hebûn; Îro dîsa û Ez Ocalan im. Dema em ber bi tabûrê ve diçûn hevala Ronahî fikreke ku dema çalakiyê hatibû aqlê wê bi min re parve kir. Çend meh beriya vê çalakiya me, di tabûreke din de, bi sedema teqîna mayîna ku wan danîbû heval Baharîn û heval Serhat şehîd ketibûn, hatibû bîra wê û diyar kir ku ji ber vê jî pir baldar bûye. Gotibû ger mayîn biteqe û şehîd bikeve tirsiyabû ku bikeve destê pasdaran. Di civateke ku me bi hevala Ronahî re kiribû de gotibû; “Ger rojek ez şehîd bikevim, li ku derê dibe bila bibe, ez dixwazim di vê axa pîroz de bêm definkirin.” ev gotina wê ji min re pir balkêş hatibû. Çima pêwîstî bi vê gotinê dîtibû? Wê demê min wate nedabûyê, lê min ê ji ku ve bizanibûya wê ji çalakiya ku piştî bîst rojan çêbibe wê nikaribe vegere!
Welatê min...
Kulîlkên wê tên çinîn bêpirsiyarî!
Her ku pêl ew axa qedîm dibe,
Birîndar dibe axa wê.
Xemgînî xwe li milên evînê dipêçe;
Ziman asî,
Dil bi agir!
Divê çûndinek hebe ber bi stêrkan ve.
Û divê ji Rojê re silav bê dayîn...
Pêkutî û êrîşên dewleta Îranê yên li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê her roja ku diçû zêdetir dibûn. Diviyabû bersivên hîn xurt bihatina dayîn. Li ser vî esasî, zemîna lidarxistina çalakiyek ji aliyê hêzên ku tabûra me jî di nav de bû, hat avakirin. Wê bi şev, êrîşek li paygehekê bihata kirin. Ji ber vê yekê me xwe bi şens didît. Heval Ronahî vê biryarê weke şensekî dinirxand. Ji ber ku qadê nas dikir ev şens hîn zêdetir dibû.
Du roj beriya çalakiyê, ji bo tepeyekî li qadê -ku ji aliyê tabûra me ve her tim dihat girtin- bigirin bi tîmek heval re ez jî çûm. Roja din hevalên di koma êrîşê de hatin li gel me. Di nav koma êrîşê de hebûna hevala Ronahî min gelekî kêfxweş kiribû. Ew roj me gelekî nîqaş kir. Bi kelecan bû, kelecana wê ji her halê wê ve diyar bû. Ev kelecana wê hêzeke mezin dida min jî. Dema saeta çalakiyê nêz bû, êdî wextê xatirxwestinê hatibû. Her çi qas me ji xatirxwestinan hez nedikir jî, me wan bi gotina ‘serkeftin’ û dirûşma ‘Bijî Serok APO’ bi rê ve kir. Beriya ku biçe êlekê xwe danî ba min û bi nermikî, bi rûkeniya xwe ya her demî çû. Min ê ji ku ve bizanibûya ku ez ê cara dawî vê bişirîna ku dilê me germ dikir bibînim...
Saet pîştî nîvê şevê bû. Taveheyv hebû û her der mîna rojê ronahî bû. Bi heyva ku bi nermikî di pişt tepeyan de winda dibû re di şevê de tevger jî zêde dibû. Çalakî dest pê kiribû. Guleyên bişop tariya şevê diqelişandin û gurmîn ji esmanên wê şevê dianîn. Bîsvîng, bîksî, qlêş û bombeyên li pey hev diteqiyan… Me li tepe bi kelecaneke mezin bêtêlan dişopand. Piştî demekê di bêtêlan de banga birîndarekî hat kirin. Çalakî serkeftî bû, qereqol bi giranî hatibû texrîbkirin, wendahiyên mezin bi dijmin hatibû dayîn. Çalakî hatibû bidawîkirin û piraniya koman serkeftî gihîştibûn cihên xwe. Çavê me li rê, em li hêviya koma êrîşê bûn. Bêtêlan diyar dikirin ku tenê birîndarek heye, nebûna zêdetir wendahî me kêfxweş dikir. Heval hatin. Çepik, dirûşme û hembêzkirin… Lê hevaleke me tune bû. Û xemgînî weke kabûsekî ketibû nav hevalan. Çavên min li hevala Ronahî geriyan. Lê min nedidît. Min wate nedabûyê. Çima bêdeng disekinîn û çima hevala Ronahî li gel wan nîn bû? Paşê hat fêmkirin ku hevala Ronahî şehîd ketibû. Di êrîşê de hevalekî din jî birîndar bûbû.
Çûndineke din jî çêbû
Şopa ling hê teze ye
Xemgînî û reşahiyek xwe li şevê girtibû
Rondika bêkes e belaya demê…
Ew tirsa hevala Ronahî ya ku bîst roj berê ji min re gotibû pêk hatibû û ketibû destê pasdaran. Ev min xist nav êşeke hîn girantir. Hêj min nikaribû şehadeta hevala Ronahî li ba xwe qebûl bikiraya, îja min ê çawa ji xwe re qebûl bikira ku ketiye destê pasdaran? Ev rewş zorê dida min, min dixwest heta ku hêza min têrê dike biqîrim, heta bibêjim kûr û bigirîm. Wê çaxê belkî çareyek lê bibûya! Kêliyek be jî min xwest ez xwe bixim şûna hevala Ronahî. Di rewşeke wiha de wê hevala Ronahî çi bikira, wê bibûya xwediyê tevger û sekneke çawa? Weke ku dihat ber çavên min. Û ez rêhevalê hevala Ronahî bûm, min diviyabû di xwe de hinek be jî wê sekna tîk pêk bianiya. Ez bawer dikim ku,tişta ku wê ji min bixwesta ev bû. Herhal ji ber vê bû ku min êlekê wê avêt ser milên xwe û silav da berbangê. Di zeraqa berbangê de min dîsa di tîrêjên roja hilhat de rêhevala Ronahî bi bîr anî. Bayê ku ji zozanê Dola Kokê ve dihat, hesreta hevala Ronahî bar kir û min xwest bigihîne wan diyarên dûr ku, ji dilê hevala Ronahî qet dernediketin. Ji bo bigihîne giravê, dilê giravê… Di harbûna ava Dersimê û Mûnzûrê de ji bo bigihê raza jiyana bêdawî.
Min xwest hemû xweşikahiyên xwezayê berhev bikim û ji porê wê re bikim tacek. Min xwest çarîka spî ya dayîkê bavêjim ser û destê wê hine bikim. Bûbû bûka van axan. Weke çendî şervanên azadiyê, weke çendîn jinên Kurd ên bengînê jiyana azad, weke Zîlan, weke Sema, weke Gulan… Di çardehê hezîranê de tu tevlî karwanê şehîdan bûyî. Belê tu ne ya destpêkê û ne jî ya dawî yî. Lê weke ya destpêkê çû, çûyîneke rûspî û bi rûmet...
Bi roniya di çavên te yên behîvî de dibiriqî, bi bişirîna ku qet ji rûyê te kêm nedibû û bi hêviya bêdawî ya di awirên te de, tu niha rêya me ronî dikî. Tu niha di şevên bêheyv de şiverêyên me yên teng dibin ronî dikî û rêya rast nîşanî me didî.
Gula pûşperê ye Ronahî
Bayê ji lûtkeyên çiyayan tê
Stêrka şivanan a ku tariyan ronî dike
Bi qasî Dêrsimê asî
Bi qasî Mûnzûrê hestiyar
Û bi qasî Kurdistanê bianor
Keçeke Kurd e Ronahî…
Mahabad GABAR.