HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 sehit seyit_rizaDema ku cara yekem di dîroka gelê kurd de li hemberî zordaran di encama têkoşînê de nîşaneya azadiyê xwe kire meşleyeke bi agir li sere bilindahiya çiyayên Zaxrosê. Şewqa xwe li hemû deverên cîhanê belav dikir û pişt re vê meşaleyê xwe kir ruhekî azadiyê û gav bi gav xwe berda hemû qadên jiyanê. Gelê kurd bi vî ruhê xwe yê azadiyê qehremantiya xwe bi cîhanê dabû pejirandin. Stûna jiyana azad a ku bi destê zalimê wek dehak hatibû hilweşandin, nû de hat avakirin û rengekî nû da jiyanê. Belê desthilatdariya wan hate hilweşandin û meşaleya azadiyê di cihê wê de hat bilindkirin. Lê bi demê re ew zalimên talanger desthilatdariya xwe avakirin û careke din ew meşaleya ku bûbû sembola azadiyê vemirandin û jiyana gelan bi koletiyê dan tercîhkirin. Bi hezar salan gelê me bi jiyanê werê dane mahkûmkirin. Lê ev nehat wê watê ku, tovên ruhê azadiyê bi gihîştî hatiye rakirin. Li ser heman kokê ruhekî nû şîn bûye û bi ruhê apoyî li cîhanê deng vedaye. Wekî hevalan din hevalê Seyîd Riza jî bi awayekî zelal nûnerê vî ruhê berxwedêr bû.

Hevalê Seyîd bi çi awayî bi me de pejirandin ku em jêre bibêjin nûnerekî rast ê Apoyî ye? Hevalê Seyîd di nava jiyanê de bi her awayî roleke bi mînak dilîst. Di nava jiyanê de dida xuyakirin ku dixwazê bi her awayî û bi hemû rengên xwe tevlî jiyanê bibe û rastiya Rêbertiyê û Şehîdan bi qasî ku fêm kiriye bi awayekî teorîk û piratîk bi hevalan bide fêmkirin û di heman demê de, kil û kêmasiyên xwe çi ne fêm bike û li  gorî wê tevbigere. Hevalê Seyîd erkekî wî yê fermandariya taximê hebû, lê belê ticaran nedida xuyakirin ku fermandarekî yekîneyê ye. Pir caran ji derve hevalên ku ew nas nedikirin dihatin yekîneya me û bi rojan diman. Lê nikarîbûn fêm bikin ku fermandarê wê yekîneyê yek jî heval Seyîd Riza ye. Ji ber ku ruhê desthilatdarî û kariyarîzmê di kesayetiya xwe de kuştibû. Ticaran nedixwest bi gotinan kar bi heval bide kirin. Destpêkê xwe bi awayekî aktîf tevlî kar û xebatan dikir û kesên li derdora xwe jî jixweber bandor dikir û wan tevlî kar û xebatan dikir.

Ji boyî vegotineke baş ezê çend bîranînan wekî mînak bînim ziman. Rojekê em çar heval ji boyî pêkanîna karekî, me xwe amade kir ku em biçin kar. Lê şiverêya ku em ê tê de derbas bibin di bin çavdêriya dijmin de bû, ji ber wê em neçar man ku ditariyê de biçin û bên. Hevalê Seyîd nêrîna me girt û got “Ger hûn jî bixwazin em berêvarê bi rêkevin, ji xwe rêya me çar saetan digire, em dikarin şevê zû werin û bêhna xwe vedin. An jî em çar saetan bimînin bila bibe sibeh em biçin û beriya ku dinya ronahî bibe em xwe bighînin cihê xwe. Hûn çawa dixwazin em welê bikin.” Bi vî awayî, me çûyîna şevê û vegera bi rojê tercîh kir û em wisa birêketin. Em çûn cihê xwe û meyê bi xwe re erzaq bianiya. Dema ku heval gihîştin cihê erzaq hevalan fikirîn ku; ger her yek ji me 20- 25 kîlo erzaq hilgire wê tiştek di cih de nemîne. Lê hevalê Seyîd beriya herkesî fêm kiribû ku ger hemû heval 25 kîlohilgirin jî wê dîsa hindek erzaq zêde bimîne. Hevalê Seyîd di wê kêlîyê de ew erzaqê zêde rakiribû gel xwe û ji ber ku dinya tarî bû em jî pê haydar nebûbûn û em difikirî ku bi wî re jî 25kîlo erzaq heye. Nexwe me yê destûr nedana hevalê Seyîd. Lê bele bi israr ji me re got ezê 25 kîloyan rabikim.Me jî zanîbû ku ew dialiyê fîzîkî de ji me hemiyan lawaztire  û wê zorehiyekê bijî. Dema ku em vegeriyan, me li çend cihan navber da. Lê dema ku em radibûn û emê bi rê ketibana hevalê Seyîd di rabûnê de pir zorahî dijiya. Di dawî de ji xwe re got “ partiyê ez perwerde kirim û  hêza şêrekî daye min lê ez nikarim biqasî çêlîka şêrekî jî rol bileyizim” dema ku em gihîştin cihê xwe me fêm kir ku bare wî ji bare me hemûyan girantir bûye û ruxmî vê jî lêpirsîn dikir û ji xwe hisab dixwest. A rast ew tiştên ku mirov li ber çavan didît nînbû. Di vê mijarê de ya girîng ew bû ku ji heza xwe zêdetir bar hildigirt. Lê belê dîsa jî têr nedidît u xwe deyndar dihesiband. Hertim xwe kêm didît û ji boyî ku xwe bigihînê astekrjor tim di nav lêgerînan de bû.

Bi vî awayî hevalê Seyîd hemû bare giran dabû li ser milên xwe. Carna di nav jiyana hevalan de bêmoralî çêdibû û hemû heval bêdeng diman. Lê belê hevalê Seyîd bi xwe ji vê rewşê bandor nedibû, û bi zanebûn hin gotinên binakok bişêweyek erênî dianî ziman û rê ji nîqaşan re vedikir. Piştre di nav nîqaşan de henekên xwe bi hevalan dikir. Heval jî bêdeng nediman û her kes tevlî nîqaşan dibû û bi vî awayî her ku diçû rewşa xemgîn a ku heyî ji bîrve diçû û rewşeke geş avadibû. Carna pir hevalan nizanî ew rewşa bigeş çawa avadibû. Hevalê Seyîd Riza piştî demekê ji boyî ku moral bide hevalan biterzekîhenekwarî ew nakokî çawa ava dikir û niyeta wî çibûye bihurgulî dianî ziman û dîsa dibû sedema ku rê ji hin nîqaşên dîtir re vebe.

Di mijara çalakiyan de jî pir mînakên wî yên welê derdiketin hole. Dema ku komek heval bi hev re emê biçûna çalakiyekê, ji boyî ku moralê hevalan hertim baş bimîne û wêrekiya hevalan xurt bibe roleke mezin dileyîst. Dema ku ez di bin pêşengtiya wî de biçûma çalekiyekê ji derveyê serkeftinê û şikandina dijmin ti tiştekî din nedihat bîra min. Bi rastî jî piranî çalakiyên ku hevalê Seyîd jê re pêşengtiyê dikir serkeftî derbas dibû. Hevalê Seyîd pir caran ji hevalên nû yên ku cara yekem tevlî şer dibûn û di hêlên derûnî de kêmekî pirsgirêkên wan derdiketin holê ji wan re digot; “ Heyanî ku ez di şer de li ser piya bim ezê nehêlim tiştek bi we bê” bi vî rengî her tim xwe fedayê hevalê xwe dikir û dizanîbû ku wê herî dawî jî bi vî awayî şehîd bikeve...

Di jiyana hevalê Seyîd de mînakên welê pir bûn. Ger mirov bixwaze hemû hêlên erênî yên jiyana hevalê Seyîd binivîsîne, ne tenê rûpelek, pirtîkek têrî nake. Hevalê Seyîd her sibeh dema ku radibû van çiyayên bilind keşf dikir. Lê didît ku zalimên talanger li sere çiyayên bilind kelehên bilind avakirine. Ew dem nêrçnên wî diguherîn û bi çavên xwe yên tîrêjîn diwest wan kelehan hilweşîne... Jixwe me didît ku ew çavên tîrêjîn, di çalakiyan de bê çawa wan kelehan hildiweşand... Hevalê Seyîd xwedî kesayetekî Apoyî bû. Wî di hemû jiyana xwe ya vê şoreşê de ji vê kesayeta xwe tawîz neda û bû yek ji wan nûnerên pêşeng ên vê şoreşê. Hêviyên me bi hevalê Seyîd re careke din jî geş bûn ku em ê wan kelehan hilweşênin...

 

                                                                                                                                                                                                      Rêzan PEPÛLE