Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 27’ê mijdarê de di navbera saet 11.00-12.30’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Erdevê ku bi ser Zagrosê ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Di pêvajoya heyama çaremîn de sî û duyemîn salvegara PKK’ê li Rêber APO û li hemû gelê me pîroz be. Di pêvajoya heyama çaremîn de pîrozkirina damezrîna PKK’ê, ji bo me dîrokeke gelek biwate ye. Hivde sal berê bû, me PKK’ê bi staranan nas kiribû. Weke mizgîniya azadiyê, bi deng û têlên tembûran li her derî strana ‘Waye PKK Rabû’ olan dida. Dema me vê stranê guhdar dikir, weke baskên me vedibûn û em bihest û hizrên xwe ber bi Kurdistanê ve difiriyan. Di nava xeyalên eşq û evîna azadiyê de me nizanibû ku em ê li ser kîjan deşt û zinarên Kurdistanê deynin. Em bi hesreta dîtina çem, çol û çiyayên Kurdistanê mîna evîndarên dilbiêş, diketin nava lêgerîn û lêpirsîna jiyanê ku ka (EM KÎ NE?). Di sewt, muzîk, peyv û hevokên vê stranê de me ji bo xwe, mîna hewara yekîtiyê, têkoşîna rizgariyê û bangewaziya serhildanê jê digirt. Di wan deman de weke jinek û keçeke ciwan a kurd, ez bi vê strana Waye PKK Rabû ve şiyar bûbûm. Di wan dem û dewranên salên notî de me di vê stranê de pêşeroja xwe ya hemû ciwanan didît. Dema me vê stranê guhdar dikir, weke zarokek di dergûşa dayika xwe de ku li ber lorîna dayika bidil aramiyeke kûr şa bibe; em jî bi dengê tembûra strana PKK’ ê şa dibûn. Çawa ku nexweşek dilbiêş ku dermanê birînên xwe peyda bike û pê zindî be; me jî ji vê stranê dermanê xwe digirt. Weke dildarên dilbievîn xwîna damarên dilên me dikeland. Belê ev dem û dewrana ku ez qal dikim bîst sal berê bû. Lê PKK’ê koka xwe ji hivde sal berê digirt. Koka PKK’ê weke koka dara berû û maziyan bû; rehên xwe kûr berdabû axê.
Belê ev tevger rehên xwe bi xwîna cangorî û lehengan dabû avdan. Welatê evîndaran ê Zîn û Mem, dîsa bi xwîna Zînan û Meman ve kulîlkên deşt û çiyayên xwe dabû sorkirin. Li hember koledariyê eşqa azadiye dabûn şînkirin. Ref bi ref keç û xortên Kurdistanî, li dû şopa xwe didan meşandin. Hêz û giyana wan, weke mîrateyeke azadiyê heta roja me ya îro xwe dide domandin. Ev stran hê jî wate û zindîbûna xwe diparêze: WAYE PKK RABÛ LI DEŞT Û ÇIYA BELA BÛ KULÎLKÊN WELAT SOR BÛN BILBIL BI GULAN ŞA BÛN.
Wê demê li deşt û çiyayan bû, lê di vî sî û heşt saliya xwe de ne tenê li deşt û çiyayan belav bû , îro li her çar hêlê cîhanê belav bûye. Bûye giyanek û ketiye xwîna her mirovên azad. Dem dema ku bilbil bi gulan şa bibe ye. Gelê kurd, jina kurd û ciwanên kurd wê bi azadiya xwe şa bibin. PKK bûye giyana jinan, zarokan, ciwanan, kal û pîran û gelên bindest bixwe. PKK ne tenê ji bo Kurdistaniyan bû, ji bo hemû gelên bindest bû. Hizrek bû, hizrek wiha bû ku ji heqîqetên xelet heqîqetên rast ronîkirin bû. Ji felsefeya jiyanên şaş, felesefeya jiyana rast diafirand. Ji bo pergala jiyaneke nû û rast hêza têkoşînê danî holê. Her kesê/a li dora wê hêzê dorpêç kir. Agirek, li hember cemeda dil û hişên desthilatan da pêxist; diviya ev Agir netemiriya. Ji ber ku ev Agir, wê cemeda dil û hişên desthelitan bida helandin. Ji ber vê jî, her mirovê/a ku daw û doza azadiyê dikir xwe kir xeleka dora vî Agirî. Ji ber ku ev Agir, dilê her serhildêrekî/ê germ dikir.
Daw û doza PKK’ê gelek giran û biberdêl bû. Wisa ku Rêber APO jî digot: ‘’PKK îşlikekî ji Agir e, heke kesek baş nizanibe li xwe bike wê xwe bişewitîne. PKK weke kulilîka ku di tahtan de şîn dibe ye.’’ Rêbertî bi van hevokên xwe nehêsan bûna PKK’ê baş tîne ziman. Li gor tê xwestin heke ................
Lê her çiqas biberdêl bû jî keç û xortên vî welatî dest ji doza xwe bernedan. Ser dan lê sir nedan! Ji bo rûmet û nasnamaya xwe biparêzin, bi hezaran ciwanên vê axa Mezapotamyayê giyana xwe ji dest dan û hê jî didin. Ji HEQIYAN dest pê bû heta bi ZÎLANAN û VIYANAN ve hat. Weke ku tê zanîn îro jî bi kesayetên wiha bi rûmet bi DERWÊŞAN ve jî didome. Ev doza PKK’ê bi ciwanan dest pê kir wê bi ciwanî jî bê domandin. Lê her ku diçe li hember bêdadî û hişmendiya paşverû, sebra mirovan ber bi dawî ve tê. Hevalê Derwêş jî diyar e êdî vê bêmafiyê ji gelê xwe û Rêbertiya xwe re nepejirand! Di serdema sedsala bîst û yekemîn de heke zarokek li welatê xwe, nikaribe bi zimanê dayika xwe perwerdeyek bibîne... Li hember hemû bêdadiya siyasî, mirovek nikaribe bi zimanê xwe, xwe ji bêdadiya dewletê biparêze. Ma ev ne qiyamet e? Li gor baweriya min; ev qiyamet, ji ya ku Hz. Muhemed di Quranê de qal dike hê xirabtir û xetertir e. Ev êrîşên hişmendiya nijadperastan tofan û qirkirina mirovayiyê bixwe ye. Li hember hemû zilm û zoriyan têkoşîn dayîn, mafekî gerdûnî ye.
Rê û rêbazên têkoşînê divê bên nîqaşkirin, lê li hember niheqiyan, xweparastin mafekî mirovî ye. Li hember êrîşên nemirovane xwedî helwest bûn pîrozî ye. Keç û xortên vî welatî ji doz û ramanên Rêbertiya xwe bibawer in. Ji ber vê jî gelek hestiyar in. Divê tiştên ku ji hêla Rêber APO ve tên ziman têgihiştineke baş bidin çêkirin. Divê nêzîkatiyên wiha hêsan û erzan neyên ravekirin. Ya rast ev e ku her kes ji hêla xwe ve vê pêvajoyê paş bişopîne û baş bixwîne. Ji hemû nûnerên dewletê bigire, heta rewşenbîr û aqilmendên hikûmetê, ji parêzvanan bigire heta hunermendan û hemû saziyên civakê bi tevahî, pêwîst e ku vê pêngava ji hêla rêber APO ve hatiye destpêkirin divê baş bê şopandin. Heke baş neyê xwendin û baş têgihiştinek çênebe, di demên pêş de, her kes wê gelek poşman be lê mixabin poşmaniya derengmayî jî wê bi civakê tu tiştek nede qezenckirin. Ji bo vê jî ya rast ev e ku di van heşt mehên ku ji hêla Rêbertiya me ve hatî diyarkirin, divê rojek berê rojek, gavên bingehîn ên berbiçav bên avêtin. Heke ev dem jî mîna demên berê bê destgirtin wê her kes jê zirar bibîne. Ji vê jî divê ev bêçalaktî baş bê nirxandin.
Divê neyê jibîrkirin ku heqîqetek PKK’ê heye. Ev sî û heşt sal in ku PKK vê dozê bi rê ve dibe. Mîrateyek gelek dewlemend û çand û exlaqek di warê hişmendî de daye rûniştandin û daye bawerkirin. Heke hikûmet û dewlet neyên rê jî, wê gel bi pêşengiya PKK’ê xwe bide domandin. Gelên kurd, bi hêza keç û kurên xwe wê civaka Xweseriya Demokratîk bidin avakirin. Wê zarokên xwe bi zimanê dayika xwe bidin xwendin, li gor çand û exlaqa Rêberiya xwe wê xwe ji bêdadiyan biparêzin. Bê ku ji dewletên hêvî bikin wê xwe bixwe pergala civaka exlaqî û polîtîk bidin avakirin. Li gor xweseriya demokratîk çi pêwîstiyek civakê hebe wê bi hêza xwe bide kirin. Li gor felsefeya demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî, jiyan bikin û bidin jiyankirin.
Ya ji vê pergalê re pêşengiyeke baş bike jî bêguman jinên azad in, wê dayik û xuşkên me bi xwe bin. Divê ji her kesî zedetir xwe biwestînin. Ji ber ku pergala Rêber APO dide avakirin pergala civakîbûna jinê ye. Li ser hîm û rêgezên civaka xwezayî bi pîvanên hizrên dayîksalariyê ve jiyanek tê bingehgirtin. Ev jiyan jiyana jinê bixwe ye. Ji her warê jiyanê berpirsyar e. Bi taybet jî di pêşdebirina jinê ...........dayika xwe de divê bêsebir bin. Divê wext neyê windakirin, ji ber ku di vê heyama çaremîn de dem ji bo me gelek girîng e. Tê gotin ku dem zêr e. Ji bo me jî ev dema pêş me ji zêr jî bi binirxtir e.
Bi giranbuhayiya vê demê, careke din em dibêjin vaye salvegera PKK’ê hat li ser seran û çavan re hat. Damezirandina PKK’ê li hemû gelê kurd, li gelên din, heval û hogiran pîroz be.
Nûjiyan Amed
- Ayrıntılar
Di nivîsa borî de me diyar kiribû ku herikîna şaristaniyê ji ÇAVKANA NAVENDÎ dûr dikeve û xwe digihîne nîvgiravên Yewnanistanê. Bes ev dûrbûn, bi awayekî navendî dibe. Divê ev neyê jibîrkirin ku dema ku Mezopotamyaya Jorîn neolîtîk jiyan dikir, Ewropa Serdema Kevirî û Cemedî jiyan dikir. Ya ku Ewropa dike, hemû hevcivînên şaristaniyê di carekê de daqurtandine.
Wekî rêbaz Rêber Apo di her parêznameyên xwe de li ser herikîna şaristaniyê disekine. Lewre em careke din li herikîna şaristaniyê binêrin, wekî proto-şaristanî di serdema El-Ubeyt de berî 7500 sal berê tê avêtin, berî 6000 sal berê sûmerî hîmê wê qewîntir dikin û bi Akadiyan, Babîl, Asûr, Med, Pers, Greko-Romen û di salên 1500’î de jî li Ewropayê xwe berdide deryaya Atlantîkê. Şaristaniyên wekî Misir, Çîn, Hînd, Fenîke û Kartaca jî wekî şaristaniyên kêlekî(yan) hevalbendiya vê herikînê dikin.
Lê piştî Îskenderê Mezin Persan tek bir, şaristanî li rastê dimîne. Ma wê çibûna? Jixwe Pers bi têkçûyîna xwe re, ji bin vî barî derketin. Vaye Atîna dikeve dewrê. Jixwe berê amadekariyên wan hene. Çend caran ceribandinan jî dikin. B.Z-1000’î de nûbûnek heye. Diçin li Babîlê perwerdehî dibînin. Greko-Romen xwedî îdeayeke mezin e. Zihniyeteke nû diafrînin. Ev jî bi taybet di hêla felsefe û mîtolojiyê de ye. Mîtolojî ji nû ve têne sazkirinê. Ji ber ku gelek seqetî di wan de hene. Ji bilî kolekirinan, civakîbûnên cuda jî hene. Lewre ew mîtolojiyên berê, nikarin bersiv bidine van mîtolojiyen nû. Yewnanî bixwe wekî guhertoya(versiyon) pêncemîn Panteona Xwedayan ji nû ve saz dikin. Ev wekî bersivek e û gelek dewlemend dikin. Mirov dikare vê ji nû ve sererastkirinê, wekî ji yozbûnên şaristanî û civakîbûnan re bersivek binirxîne.
Yekem car di Serdema Antîk de felsefe dibe sazûman(sîstem). Bes divê mirov bêje ku, di vê felsefeyê de, bingeh felsefeya Îonya, Misir û Zerdûşt e. Di vê demê de felsefeyê wekî Felsefeya Xwezayê û Felsefeya Civakî dabeş dikn. Di sazbûnên siyasî yên wê demê de keyatî, demokrasî, komar, olîgarşî û sîte bi pêş dikevin. Zagonên wekî Justînya çêdibin. Di wê demê de Solon, hiqûqeke nûjen çêdike û cezayê yekem jî dide xwe. Sedema derketina hiqûqê jî, mirov dikare bêje ku li hember yozbûnên şaristaniyê wekî neçariyek in. Li Atînayê îcad, felsefe, çand, zanist, endûstrî, bazirganî, huner û wêje(edebiyat) bi pêş dikevin. Di vir de Roma wekî rawestgeheke dawîn e. Roma dibe dawiya împeratoriyan, dibe dawiya koletî û berfirehbûnê. Yanî ya ku karibûye bike, xwe gihandiye lûtkeyê. Roma ewqas ku keda koleya esas girtibû, êdî kesên ku bike kole nehiştibû û herî dawîn xwe jî kire kole.
Ji ber ku di împeratoriya Romayê de, fena berê hilberîna zêde xwe nû nedikir. Etnîsîteyên ku dihatin eciqandin û mêtandin dest bi serîrakirinan kiribûn. Xiristiyanî ew tengav dikirin. Di milekî de di peşengiya Atîla de qebîleyên Hûn, di milê din de serhildanên bajaran, di peşengiya Hanîbal de Kartaca, Frangî, ji milê rojava de Germen û di demên dawîn de îslam. Ev hemû êrîş, neçar dihêle ku Roma here biryarekê. Derketinek pêwîst e. Lewre Romaya Rojhilat wekî Bîzans, xirîstiyaniya 300 salî bingeh digire. Yên mayî jî ku guherînê napejrînin, di nava 40 salî de têk diçin.
Di vir de pêwîst dike ku em bahsa derketina xirîstiyaniyê bikin. Êdî serdemeke yek xwedayî destpê kiriye. Ev jî Serdema Navîn e. Ku em şaristaniyê bikine sê serdem; serdema yekem Sûmer-Roma( B.Z. 5000-P.Z. 500) zihniyet mîtolojî û ol in, serdema duyemîn ku wekî serdema navîn û teolojîk tê binavkirinê (P.Z. 500-1500) zihniyet ol û felsefeye û serdema sêyemîn ku wekî serdema nû tê binavkirinê (P.Z 1500....) zihniyet felsefe û zanist e.
Berî derktina Îsa, wekî ola qewmî yahûdîtî-mûsevîtî heye. Ev ne gerdûnî ye. Jixwe li gorî wan, mirov mûsevî tên dinyayê û bi Xweda re zewicîne. Rêber Apo di parêznameyên xwe de tevgera Îsa wekî “Partiya Gerdûnî ya Xizanan” binav dike. Jixwe her olek sazbûnên siyasî ne. Di dema Îsa de qeyran hene. Yekemîn qeyran, ji ber hişkbûna olî ya mûsevîtiyê û nokeriya Romayê dertê. Ev nahêle ku mûsevîtî gerdûnî bibe. Duyemîn qeyran, Roma li Qudsê kaos afirandiye. Exlaq têk çûye û xizanî her diçe kûr dibe. Propagandaya wê “Mesîhek (xelasker)” derkeve tê kirin. Ev rewş her diçe pêş de diçe û hetanî B.Z 313’yan ku xirîstiyanî dibe ola fermî ya Romayê didome û xirîstiyanî jî dibe pêvekeke şaristaniyê.
Êdî zihniyeteke nû di dewrê de ye. Her serdemek xwedî rengek e. Êdî ol her diçin serdest dibin û dikevine xizmeta îktîdaran. Heman rewş ji bona îslamê jî derbasdar e. Fena berê mîtolojî zihniyetê diyar nake. Zihniyet Xweda-Evd e. Her tişt ji bona Xweda ye û Xweda mêr e. Li ser navê wî tê şerkirin. Di vir de şêwe guherîn heye, bes cewher yek e. Dema ku ji pir-xwedayîbûnê derbasî yek-xwedayîbûnê dibine, hemû hêz di yek Xweda de têne civandin. Berê têkiliyeke organîk a Xweda di rêveberiyê de hebû. Ev di rahîban de xwe dida der. Bes Xweda ji nava civakê, derdixin asîmanan. Ew Xwedayê ku berê her kesî didîtin, êdî ew bixwe didîtin û kes ew nedidîtin. Xweda dikeve pozîsyoneke wisa, her tiştî diafrîne û xwedî hêzeke bêsînor e.
Dema ku ev tê kirin jî, bi riya pêxemberan(yê ku peyam tîne) tê kirin. Êdî ol dibine nêrîna dinyayî û zanista wê demê. Tekelkirina baweriyan çêdibe. Êdî her îzahkirinek, di çarçoveya olan de ye. Ev rewş di çand, huner û wêjeyê de jî wisa ye. Di şûna KOLEYAN de, EVD tên. Vaye xirîstiyanî jî piştî 300 salî veşartî tevdigire, xwe dike sîstemek. Di salên 600-800’î de, dibe oleke fermî û milî. Ev xirîstiyaniya ku dibe sedema giyotînkirin û şewitandina mirovan, encax di sedsala 10’an de xwe di reformê de derbas dike û pengizandinek pêk tîne.
Lê di çarçoveya civaka exlaqî û polîtîk de, xirîstiyanî ji cewherê xwe dûr dikeve û dûviktiya şaristaniyê dike. Heman rewş ji bona olên li pey wan jî wisa ne û hê jî li ser zihniyetan bandor dikin û bûne maşika destê serdestan....
Rûbar Andok- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 21’ê mijdarê de di navbera saet 12.00-13.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundên Stûnê Û Kiyê, Geliyê Bîra û Avaşîn ku bi ser Zagrosê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke hawan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jÎ berdewam dike.
- Ayrıntılar
1. Di 23’ê mijdarê de di navbera saet 10.00-14.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Dêreşîşê, Ava Gûzê, Mêrgeşîşê, Girê Partîzan, Dolên Bêtalma, Kuliyan û Sûlê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22’ê mijdarê de di navbera saet 13.00-14.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Şehîd Berîtan, Şehîd Kurtay û Karker ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 19'ê cotmehê de di navbera saet 12.00-13.00'ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Kela Mêrganiş, Girên Hawan û Şehîd Colemerg ê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC'ê êrÎşekek havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Tişta ji bo rakirinê ji mirovan re herî zor tê, bêyî agahiya te di kêliya tu hêvî nekî de, piştî rêhevalekê xwe yê ku ji bo heman armancê tekoşînê didin, bîranînên xweş hêlana li pey xwe ye.
Lê belê hevalê Mazlum zorê bi serxist, ji hemû zorahiyan re sing vekir û bi vî rengî jî berdewam kirina tekoşîna xwe bi serxist. Pir deman bi dijmin re sing bi sing ma. Di bedena wî de bi dehan birîn vebûn. Lê belê baweriya xwe ya bi vê tekoşînê, tevî hemû birînên di bedena wî de hatîbû vekirin jî; hertimî di eniyên pêş de bi ser dijmin de çû.
Ji ber ku hevalê Mazlum her çiqasî mîna rêhevalekê gazî zorahiyan jî dikişand, hertimî di got; ‘‘dema ku tu ji dil de evîndarê vê tekoşînê be, ev ji bo te bes e ku tu xwe li ser lingan bigirî’’.
Girêdana xwe ya ji jiyanê re, girêdana xwe ya ji rêhevaltiyê re û girêdana xwe ya ji azadiyê re bi vî rengî dida îfade kirin. Hevalê Mazlum bi qasî dayîkekê ku ji zimanê zarokê xwe fêm dikir, ew qasî jî ji zimanê rêhevaltî û yê bindestiya gelê Kurdistanê fêm dikir.
Di pir deman de ji bo ku rêhevalên xwe rizgar bike, dibû pola û bi vî rengî jî xwe di avêt pêşiya guleyan. Yên li kêleka wî ji wî fêr bûn bi çi rengî mirov ji bo rêhevalên xwe canê xwe feda dike û jiyanê bi xurişiyê bi reng dike.
Ji bo rêhevalên xwe, yên hîna jî dibin bandoriya pergalê de xwe rizgar nekirî, bi tevlîbûna xwe ya partiyê re ji bo fêrî rastîya xwe bibe ji nû de gav bavêje, nakokiya derbas bike , di araziyekê tevlî hev de bi mejiyê xwe dibe şîverê ji bo wana.
Weke rehberekê di çar aliyên Kurdistanê de ji ziman û hestên lawên Kurd yên ku li hev kombûne fêm dikir. Çi kesên ku navê hevalê Mazlum dibihîstin di nava xirûşekê de diman. Hevalê Mazlum bi girêdana xwe ya ji xetê re wate dida jiyanê, nirx dida ji rêhevalên xwe re. Bi qerf, (şaka) wêrektî û ruhê xwe di hate nas kirin.
Ew bû rêhevalê ku xweşî û zorahiyê di yek kêliyê de jiyan dikir. Bi sekinandina xwe ya ku ji Kemal Pîr’an girti bû, mirovan bi bandor dikir. Di dilê her kesê de ciyekî giringi digirt. Weke a niha…
Bêyî li pişt xwe temaşe bike û bêyî bes bike, di şîverêyên bi lat yên Zagrosê de bibû lehengê bi ser xistina zoriyan. Di warê Egîd’an Botan a ku kelha berxwedaniyê ye; di pişt wî de hertimî çante û bi çek dimeşiya.
Hevalê Mazlum berê xwe dide Colemêrgê ango warê şehîdan Çiyareşkê. Ew xwezaya bi bedewiya xwe, bi xweşikbûna zozanên xwe, bi narin û nazikiya tovên ku ji nû de hewla pişkivînê didin û bi ava xwe ya sar ku hundirê mirovan diqerisîne tê nas kirin. Rêhevalê Mazlum ava sar ya Dehola vexwar û di gundê xwe yê ku cara yekemîn bû silav ji cîhanê re dida, dema ku mafê xwe diparast bi heft rêhevalên xwe re ji bo ku nekevin destê dijmin, bedena xwe de diteqînin û dawî li jiyana xwe tînin.
Di vê tekoşînê de her heşt rêhevalên ku jiyana xwe ji dest dan, bi vî rengî gihiştin azadiya xwe. Hevalê Mazlum jî tevî hemû zorahiyên ku jiyan kiriye, bawerî û girêdana xwe ya ji felsefeya Rêber Apo re xwe li ser lingan girt heya asta semyaniyê bi xwînê wergirt.
Weke ku Rêbertî jî dibêje; ‘Heqîqet Evîn e, Evîn Jiyana Azad e’, hevalê Mazlum jî bi evîna heqîqeta Rêber Apo re dawî li henaseya xwe anî.
Hîn duh bû em bi rêhevalê Mazlum re di yek kozikê de me şer dikir, nebûna rêhevalê Mazlum ya di navbera me de hêrsa me ya li himberî dijmin zêde dike. Lê em ê vê hêrsa xwe weke ku rêhevalê Mazlum dixwest, em ê bi xirûşa xwe ya jiyanê û bi azweriya xwe jiyanê dijmin vala derbixin.
Her çiqasî dijmin bixwaze me bi awayekê fizikî jî tine bike, em ê wê xirûşa xwe ya di beden de tê jiyan kirin, şewqdana li ser deruniya xwe bikin.
Soza me ya dawiyê jî, weke gerîlayên ku evîndarên azadiyê ne, em ê di çiyayên Kurdistanê de mîna rêhevalê Mazlum vî ruhî bidin jiyan kirin.
Şafak Yekbûn
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji 15'ê mijdarê û vir ve di navbera saet 22.00-01.00'ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Dolên Alaniş, Şehît Viyan, Girê Heliz û Partizan, Kaniya Kala û Kaniya Sîser ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC'ê êrîşên obus û topan tê lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 15’ê mijdarê de di navbera saet 14.30-16.00’ânde li Herêmên Parastina Medya li dijî Bêtalma, Gundê Heftenînê û Kunîşka ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar