Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê Tebaxê li derdora saet 08.00’ande di xeta trên ê ya Sêwas-Erzinganê li navçeya Erzingan Kemah ê nêzikî herêma Cebesoy ji hêla Tîma Tolhildanê ya Şehît Medenî çalakiyekê sabotajê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 8 vagonê trêna k udi 24 vagona de maşînê reo û di 7 vagona de cepxanê tê de bû ji rê derketiye û qulipiye.
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê Tebaxê (îroj) li Herêmên Parastina Medya li dijî gundê Mambenê û Kemîrê ku bi ser Zagrosê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Di herikîna şaristaniyê Nîppûr û Agade...
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –VIII-
Wekî rêbaz di lêhûrandina bûyer an fêmkirina diyardeyan(olgu) de, piştî parêznameyên Serokatî yên dawîn, divê em ji klanan dest bigirin û li rawestgeha sûmeran bisekinin. Di beşên nivîsên borî de, me gelek bahsa klan, dayîksalariyê û serdemên wekî El-Ubeyt û Tel-Halaf kir. Her serdemek xwedî zihniyetek e. Serokatî di parêznameyên xwe de zihniyetê, wekî RAMANDIN û ÇALAKÎ bi nav dike. Vaye di vir de erka sûmeran dertê holê. Gava herî mezin a sûmeriyan afirandina zihniyetê ye. Vê jî bi mîtolojiyan kirine.
Jixwe tê zanîn, berî mîtolojiyan xweza zindî dihat hesibandin û nasnameya wan TOTEM bûn. Wê demê pêwîst bû ku sazûmaneke wisa bihatana afirandin ku, şûna nasnameya toteman bigirtana û divê her kes qanî bibûna. Yanî di vir de ya girîng pêkhatina GERDÛNÎBÛNÊ(evrensellik) ye. Ev gerdûnîbûneke wisa ye, vê gerdûnîbûnê bi tevahî ji xwedayan re bexş dike û bi vê yekê li hemû gerdûnê serdest dibe. Wekî mînak rahîbên sûmeran 1500 xweda afirandine û her yek ji wan navek li wan kirine(ku mirov li îslamê binêre, 99 nav wisa zêde nîn in) Bi vî awayî Xweda her dem hatiye bilindkirinê, razber û nepenî hatiye hiştin. Di vir de li gorî pêdiviyê zihniyet! Ji her qadê re, ji her tiştî re xwedayek! Dema ku vê yekê kirine jî, bi hunerên wekî çîrok, destan, efsane û gotegotan kirine û rewa kirine. Wekî mînak; Adem-Hewa, Dojeh-Bihûşt, bûyera keştiya Nûh... ev hemû jî guherto an versiyonên cuda cuda yên sûmeriyan in.
Êdî piştî demekê evdê ku hene, dibin mirovên ku ji pîsiya xwedayan hatine afirandinê. Ev zihniyet bi awayekî çandî li her qadê belav dibe. Ji Mezopotamyaya Jêrîn hetanî Hîndistan û Çînê belav dibe. Bingeha ev hemû mijûlahiyan jî, bikaranîn û destdayîna zêdehiyên madî ne. Her diçe ev desthilatî û serdestî, xwe digihînin formata dewletê.
Bajar+Çîn+Dewlet bi xwe re riya pêşketina şaristaniyê vedike. Di vir de bajêr, diyardeyeke nêzîkatiyeke analîtîkî ye, lê ev nêzîkatî wekî hûtekî mezin dibe. Bes bi vê mezinbûnê re, tiştên baş ên wekî huner û bêje jî bi pêş dikevin.
Di vir de ez ê hewl bidime di çarçoveya parêznameyên Rêber Apo de, bandora bajaran di herikîna şaristaniyê de çawa bûye bisekinim û berdewamiya wan ku wekî împeratorî tê binavkirinê bisekinin. Piştre jî em herikîna şaristaniyê ku hemû nirxên Mezopotamyaya Jorîn girtin û ber bi peravê Îngilîstan û Hollandayê ve çû bişopînin.
Bajarê yekem bajarê URUK e(B.M 4000-3000) û wekî bajarê Înanna tê zanîn. Dîsa Gilgamêş jî bi vî bajarî tê zanîn. Di berdewamiya vî bajarî de wekî yekemîn, duyemîn, sêyemîn dewletên bajarî yên UR didomin. Bajarên wê demê bi birc an sûran rapêçayîne. Wekî mînak, bajarekî wê demê xwedî eraziyek 660 donimî ye. Bajarê Lageş ku yê herî mezin e, serjimara wê 36 hezar kes e. Tabî li gorî hinek çavkanan tê gotin ku ev hejmar, hejmara yên ku 18 salî mezintir in diyar dike. Ku rewş wisa be, wê demê bajarên wê demê, xwe digihînin 100 hezar î.
Berî dewletên bajarî di qebîleyan de bazirganiya şexsî hebû. Lê di dewletên bajarî de, ev bazirganiya şexsî nîn e. Bazirganî di dest dewleta bajarî de ye. Bi şêweyekî BAZIRGANIYA KOLONÎ, li ser qadên cuda cuda KOLONYALÎZM çêdibe. Bazirganiya bajarên sûmeriyan, li bajarên wekî Mahanjadaro û Harapa ku li Hindistanê ne, Çîn, Misir, Enatolya û Mezopotamyaya Jorîn belav dibe.
Her diçe hejmara dewletên bajarî zêde dibe, pê re jî nakokî jî zêde dibe. Dewlemendiya bingehîn destdayîna HILBERÎNA ZÊDEYÎ ye. Ji ber ku zihniyeta ku hatiye afirandin, vê ferz dike. Lewma jî şerên bajaran gelek bi xwîn in. Di vê demê de bajarê Nîppûrê, di bajarvaniya sûmeriyan de lûtke ye. Fena New-Yorka roja me ya îroyîn e. Piştî sûmeriyan împeratoriya akadan ku bi Sargon tê naskirin dikeve dewrê. Akadî bi eslê xwe samî ne û berdewamiya sûmeriyan in. Yekem car bi akadiyan împeratorî dertê ser dika dîrokê. Dema ku vê dikin jî hemû bajaran hildiweşînin. Bajarê Agade paytexta wan e. Di wê demê de, destaneke ku ji roja me ya îroyîn re maye bi navê “Ji Agadeyê re lanet, ji Nîppûrê re zêmar e.” şerên wan deman ji me re nîşan dide. Ev serdem lûtkeya zûlimkariya Sargon e. Hemû bazirganî dikeve dest akadiyan. Êdî her diçe zimanê sûmeriyan lewaz dibe.
Wekî her carê, dîsa Gûtî(kurd) dikevine dewrê. Encax bi saya wan Sargon tê sînorkirinê. Wekî tê zanîn Gûtî ku di pêşengiya Gûdea de hêzeke xwecihî yê Mezopotamyaya Jorîn in, berî mîladê 2000 sal berê bajarê Agade bi dest dixin û bi qasî 100 sal hikumdarî dikin. Bi kurtasî ku em li qonaxên şaristaniyê binêrin, em dikarin vê formûlasyonê bikin.
Yek, bajarê Uruk.
Dido, pevçûnên bajaran.
Sisê, împeratorî ye.
Sûmerî di 2000 salan de bajaran ava dikin, akadî hemû dewletên bajarî hildiweşînin û împeratoriyan saz dikin û şaristaniyê dikine sazûmaneke cîhanî. Yanî gerdûnî dikin. Dema ku ev tê kirin jî, wisa ne rihetin jî. Pêwîst e ku li hember hêzên derveyî xwe, xwe biparêzin. Nakokiyên wan û yên ku konfederasyona qebîle-eşîran pêk anîne çêdibin.
Di bajarvaniyê de di serdema babîlan de, mirov dikare bêje, bajarê Babîl lûtke ye. Nûnerê herî pêşketî yê împeratoriyê ye. Bajarê çandê ye. Hema em bêjin, hemû nirxên madî û manevî yên Nîppûrê dibine Babîlê. Wekî senteza têkoşîneke 2000 salî ye.
Di serdema babîlan de, berxwedaniya jinê di asta jor de ye û şikestina herî mezin dixwe. Ev berxwedanî hetanî şerê Mardûk-Tîamat didome û Tîamat bi tevahî winda dike. Berî mîladê 2000 sal berê, Mardûk wekî Xweda tê gerdûnîkirinê. Ku mirov di şaristaniyê de guherîn û veguherîna xwedayan binêre; Babîl-Mardûk, Grek-Zeus, Roma-Jupîter, Hindî-Braham, Hûrî-Gudea, Çîn-Tao ev hemû ji çanda Xweda Marduk in. Yanî serdestiya yek xwedayî ye.
B.M. 1900 temsîla zihniyeteke nû ye. 282 heb Zagonên Hamûrabî wê demê hene. Mirov dikare yekemîn sazûman hiqûqî binav bike. Ev zagon li ser dewlet, mafên şexsî û bazirganiyê ne û ji bona parastina dewletê ne. Mirov dikare bigihê vê encamê ku, wê demê dewlet tê lêpirsînkirinê. Di zirûfên asayî de, di sûmeran de serdestiya bazirganiyê di dest bajaran de bû û bi bajaran bi sînor bû. Di demên akadan de, hemû bi bajarê Agadeyê ve têne girêdanê.
Şaristanî bi babîliyan re, hem hinciriye hem jî gelek bi pêş ketiye. Di şûna exlaq de hiqûq hatiye. Di şûna mîtolojiyên ku êdî bandorên wan nemane, yekane serdest Mardûk tê. Mozaîka gelan e. Lewma hatiye gotin ku “Miletê 72 zimanê” Ev rewş hetanî derketina Îbrahîm û asûriyan di sê serdemên cuda cuda didome û herikîna şaristaniyê ji Nîppûrê ber bi Agade, Babîl, Nînova, Persepolîs, Atîna, Romayê ve diçe û ji bajarên Londra-Amsterdamê diherike Zeryana Atlasê...
Wê bidome...
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Weke HPG piştî pêvajoya 1’ê Pûşperê ya tekoşîna parastina aktîf li gorî konaxa asta navîn di tevahiya meha Tîrmehê him operasyonên bi armanca imha kirinê ku ji hêla artêşa TC hatiye lidarxistin him jî çalaki yên gerîla bi armanca êrîşên ku ji hêla gerîla yên me hatiye lidarxistin bîlanço ya maha tîrmehê ji gelê me û raya giştî re parve dikin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 31’ê Tîrmehê ji saet 23.00 heta 1’ê Tebaxê saet 01.00’an li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şeşdara, Geliyê Pisaqa, Dola Alaniş û Warê Kemal ku bi ser Heftenînê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30’ê Tîrmehê di navbera saet 21.00-23.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Alaniş, Begla, Girê Lawikê Xerib, Gundê Êlê û Ava Gûzê ku bi ser Heftenînê ne ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30’ê Tîrmehê (îroj) di navbera saet 09.00-10.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Keşanê, Geliyê Şehit Berîvan, Şeşdara û Dola Bêtalma ku bi ser Heftenînê ne ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Dem dem ji bo gelê me li dijî kes û derdorên bûne amûrên leystokên dijmin an jî bermahiyên dijmin in, bihistyar û hişyar be hin daxuyanî yê me çêdibe.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28’ê Tîrmehê li Colemerg li dijî herêma Siwara Benê ku bi ser Çelê ye ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de saet 07.30’ande li dijî hêzên operasyonê ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin.
BRAHÎMÊ ZER - RAMAZAN TOPTAŞ
Rêheval Îbrahîm; ew qasî ku çavên te kûr in, ji bona ku dîrok û serpêhatiyên ku te di 25 salan de jîn kir fêm bikim, daqul dibim û her carê ez di hundirê wan de, biriqandinên giravan hîs dikim. Bêhna giravan ji te difûriya. Ji ber ku tu her dem bi rojê re sadiq mayî û te tu carî hêviyên vî gelî û şehîdan li erdê nehîşte û tu bi jiyan û felsefeya xwe, bûyî rênîşanderê nifşên li pey xwe.
Şoreşgerî qedîm û hevalê rojê, rêheval Îbrahîm. Ji bona me, nasîna we, hesteke pîroz û ezmûneke ku emê tu carî ji bîr nekin bû. Te bênavber bi Roja giravan re rêhevaltiyeke tam kir û tu bûyî hogirek ji dil. Ev pratîka te her tiştî diselmîne. Bi nasîna te, min nirxên rêhevaltiyê û wateya têkoşîn û jiyanê fêm kir. Ew ezmûn û bîranînên we yên ku mîna zeryanan bûn û bixwe dîroka vê tevgerê bûn. Hezar xwezî me zêdetir sûdwerbigirta. Lê me ji ku bizanibûna, tu yê bi îxaneteke bêwext ji nav me koç bikî û bi rûyekî ken tevlî karwana pakrewanan bibî.
Li pey te girî digirîn rêheval Îbrahîm. Ji ber ku we li van çiyayan jîna ku nemabû seridande, we evînên baskokirî ji nû ve da jiyandin û we hêviyên pêşerojê yên berxwedaniyê bi me da tamijandin. Ma hindik e, ta ji 78’an heta roja şehadeta xwe, bi evîneke mezin û ku nedihejiya bi dozê re girêdan. Ma hindek e, di her qada şer pêşengîkirin û di her bihostek vê axa pîroz gerîlatî kirin.
Her ku tu tê hişê me, li ber çavên me, fermandarê pîroz û mezin Egîd, bi bişirînekê şûna te digire. Ji ber ku te bi têkoşîna xwe, fermandariya Egîd di nava rêxistinê de, da jiyandin. Ma ne tu bûyî, piştî pêngava guleya yekem a 15’ê Tebaxê, bi fermandar Egîd re li Botanê, ji bona ku berdewamiya û domdariya vê pêngavê bikî û veguhezînî xetê, çi ket ser milê te, te anî cî. Ma belasebe hevalan ji te re digotin hevalê Zehmetkêş. Te bi baweriyeke mezin, bi vîn û îradeyeke ku tu carî naheje, di dîroka şerê azadiyê de, bi serkeftinên xwe mohra xwe li dîrokê xist.
Hevalê Îbrahîm; bila bigirîn ew çiyayên qedîm piştî çûyîna te; bila bigirîn deşt, çiya, dol û zozanên Kurdistanê ku bûne şahidê mêrxasiya te û mirovperweriya te. Ma wisa hêsan e, pejinrandina vê yekê.
Li hemberî vê yekê dilê me li ber teqawitbûne ye...
Vê mehê meheke sor e, bi rengê xwînê ya ku ala mirovantiyê û sosyalîzmê rengê xwe jê girtiye. Ne pêjeroj dihêle ku em dûr bikevin û ne jî paşeroj dihêle em ji hev dûr bimînin. Vê mehê ji mehan kesk e,ji ber ku te bi tîrêjên xwe yên hêviyê, beyarên ku rengezer bûbûn hêşîn kir. Vê mehê meheke spî ye û em bi hêrsa di nava dilê xwe de hemû şembelîlk û berfên li quntarên Kurojahro dihelînin, ku ev çiya bûn şahidê vê berxwedanî û trajediyê.
Çokên min dilerizin û çiyayê govendê zêmaran dibarînin. Te dilê xwe di nava çiyayên azadiyê de kêlî bi kêlî û gav bi gav veşart.
Rêheval Îbrahîm, qet xeman nexwe, waye zarokên rojê û êgir, kefle bi kefle li pey vî dilî ne û ewê bîranînên te, bidin jiyandin.
Oxir be Fermandarê me!
Hevalê vî yê tekoşînê
- Ayrıntılar